Lihevkirina Berlînê

Desteserkirina mûçeyan
Translator

Bi bahaneya krîzê, Yekîtîya Ewropayê êdî dixwaze li ser dewletên endam siyaseta alman a mûçeyên kêm –hema tiştê ku sedema sekanîya aborî ya herêma euroyê ye ferz bike. Li hemberî vê êrişê sendîkayên ewropî di bipêşxistina stratejîyeke koordonekirî de zehmetîyan dikişînin. Weke gelekên din karker û mûçegirên ewlekarîyê yên balefirgehan ên fransî jî ji siyaseta aborîya şidandî û xirabkirina şert û mercên kar derb xwarin; wan bi grevê bersiv da. Di vê çarçoveyê de daxwazên kevin ji nû ve derdikevin holê. Daxwaza reformîst a mûçeyekî herî zêde. Daxwaza şoreşger a civakeke ku tê de yên ku dewlemendîyan hildiberînin wê herweha xwedîyên hêza aborî bin.

Nîsana 2010ê, "Troîka" ya ku ji Komîsyona Ewropayê, Bankeya Navendî ya Ewropî (ECB) û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) pêk tê, dest werdide pêvajoya hevdîtinên li ser peymanên kar ên giştî li Yewnanistanê. Ew doza qederê % 25 daxistina mûçeyan di sektora dewletê û herweha doza kêmkirina mûçeyê herî kêm dike. Meha hezîranê heman sêserîyê ferman da hukûmeta Romanyayê "qanûneke kar a sererastkirî û qanûneke li ser hevdîtinên peymanên kar ên giştî qebûl bike da ku buhayê îstîxdamê kêm bike û fleksîbîlîteya mûçeyan jî çêtir bike." (1) Salekê piştre Komîsyona Ewropayê di dawîyê de bang li Belçîkayê kir da ku sîstema xwe ya endekskirina mûçeyan reform bike, argumana wê jî "buhayên yekeyî yên heqdestê karker [y] ji yên li sê welatên cîran (Franse, Almanya, Hollanda) bileztir zêde bûne" ye. (2)

Yewnanistan, Romanya, Belçîka... ji çend mehan û vir ve Brukselê beridîna mûçeyan li navenda stratejîya xwe ya çareserîya krîza ku Ewropayê dihejîne, datîne. Ya ji vê jî çêtir ew e ku Komîsyon otorîteyên neteweyî hişyar dike da ku mûçeyan kêm bikin. Peymana Maastrichtê ya ku 1ê çirîya paşîn a sala 1993ê kete meriyetê, digirte ser xwe ku "Yekîtîya Ewropayê der barê kirinên wan ên pêwendî mijara heqdestan de, ne zextê li dewletên endam dike, ne jî pişta wan digire" (xala 2.6), ev xal di Peymana Lîzbonê de jî hat parastin.

Erê pirsa mûçeyan di destpêkê de li derveyî îmtiyazên Yekîtîyê hat hiştin, belê şertên ku Yekîtîyê ferz kirin –ji kontrola li xwe kêmkirina budceya dewletê heta bi ya deynan– armanca wan ew bû "nermkirina mûçeyî" misoger bikin. Lê belê ev birêvebirin ji dûr ve tê pêk anîn, bêyî destwerdaneke yekser. Êdî rewş weke berê nîne. Û li gor serokê Komîsyona Ewropayê tu alîyê anektodîk ê beridîna dawî ya kirina Brukselê nîne. José Manuel Barroso îdîa dike "ya ku niha diqewime, şoreşeke bêdeng e, bi gavên piçûk, ber bi birêvebirineke aborî ya xurttir ve. Dewletên endam ev yek qebûl kirin –û ez hêvî dikim ku wan qenc fêmkiribin – di warê kontrolê de hêz û erkên girîng bidin sazîyên ewropî". (3)

Hikûmetan biryar da ku bi hev re di nava koordînasyonê de bin da ku di asta ewropî de siyaseteke hevpar a kêmkirina mûçeyan bi rê ve bibin. Peymana "euro plus"ê ya ku adara 2011ê hat pejirandin, berepaşstandina modelên hevdîtinên li ser peymanên kar ên giştî bi leztir dike. Ji sînordarkirina deynan û lihevderneketina budceyên dewletan –ku dixwaze di qanûnên her welatî de nivîsîbin– û wê de Yekîtîya Ewropayê êdî dixwaze têkilî bi hevdîtinên neteweyî bike da ku têgeha xwe ya disîplîna mûçeyî ferz bike. "Paketa li ser birêvebirina aborî ya ewropî (six-pack)" ya ku Parlemana Ewropayê di çirîya pêşî ya 2011ê de erêkirî, li peymana –angajmaneke besît a di navbera dewletan de –ferzên huqûqî jî tê anîn.

Ev amûra ku ji şeş kirinên huqûqî ên ewropî pêk tê, bi lezgînî û bi tevahî bi dizî hat erê kirin. Yên ku vê amûrê bi rê ve dibin Birêveberîya Giştî ya Karûbarên Aborî û Malî (BGKAM), wezîrên aborîyê û ECB ne, ya pêş tê dîtin ev e: Heke "nelihevkirina makroekonomîk" yan jî "newekhevîyên hevrikîyê" ku li Brukselê weke zêde tê nirxandin, hebe "paneleke kontrolê" wê li zengilê hewarê bixe. Heke welatek xwe li gor pêşnîyazan eyar neke, hingê mirov wê bikaribe cezayên malî li ser ferz bike. Heçî mûçe ne, nîşana mîqdara wan ku weke amûra pîvana vê mîmarîyê hatiye hilbijartin, ne tesadûfek e: Buhayê yekeyî yê kedê (BYK) li şûna dewlemendîya para mûçeyan hatiye tercîh kirin. (4) Nîşana pêşî beridîna heqdestan bi nisbet a li Yekîtîya mayî dide nîşan, ya diduyê dabeşkirina dewlemendîyê di navbera kar (mûçe) û sermayeyê (kara ji hilberandinê) dide nîşan. Peyva "behredarîya hevrikîyê" cewherê projeyê baş venaşêre: Dijwarkirineke hevrikîya di navbera mûçegirên ewropî de di nav Yekîtîyekê de ku plankerên wê îdîa dikirin ku ev yekîtî wê hevkarîya di navbera endaman de li beramberî derve destek bike...

Modeleke nû jî zûzûka hate lêkirin: Almanyaya ku reformên Gerhard Schroder (1998-2005) veguherandî bêqusûrîya modernîteyê. 30ê adara 2010ê Christine Lagarde ya ku hingê wezîra aborîyê ya Fransayê bû ev çavdêrîya li jêr dikir: "Almanyayê di nav deh salên dawîyê de karekî bêqusûr bire serî, pê behredarîya hevrikîyê çêtir kir, ev jî bi zexteke mezin a li ser buhayê kedê pêk anî." (5) Demekê piştre Jean-Claude Trichet yê ku hingê birêveberê ECByê bû, qenc îşaret bi vê yekê dikir: "Ji şirketên alman hat ku xwe bi lez û bez li gor globalbûnê eyar bikin. (...) Pir baldarbûn û hestiyarbûna der barê bûhayê hilberandinê de û destpêkirina reformên ekonomîyê nerm û rewan dikin, dikare ji bo tevahîya cîranên wê bibe mînak". (6)

Bi her halî navê "rêhevalê patronan" evqasî zû li Schroder hat kirin, lewra şerê wî yê ji bo behredarîya hevrikîyê bi têkçûn û derbxwarineke civakî bi encam bû. Jixwe em behsa wê nakin ku stratejîya alman a dezînflasyona hevrikîparêz –zêdekirina behredarîya hevrikîya ixracatan bi kêmkirina mûçeyan– mînakeke bêqusûr a li dijî hevkarîya ewropî pêk tîne. (7) Dawîya salên 1990ê Almanyayê ev siyaset bi xirabûna tewazûna xwe ya bazirganî û jidestdana kartêkerîya aborîya xwe di encama yekbûna Almanyayê de rewa dikir; halê hazir nîşanekên bi îmtiyaz ên bi ortodoksîyê heyî niha êdî keskê [rewşa baş, nota wergêr] nîşan didin. Lê belê buhayê vê yekê çi bû...

Li forumeke aborî ya cîhanî a li Davosê sala 2005ê, Schroder pê razî ye û xwe bi xwe pîroz dike "me yek ji sektorên herî baş ên mûçeyên wê kêm li Ewropayê afirand". Ji 2003yê ve siyasetên nerm û fleksîbilkirina bazara kar (qanûna Hartz) Almanya têra xwe xizan kir. Karê demî veguherî sektoreke bi serê xwe, hin alîkarîyên bêkarîyê yên ku li gor hatinîyê bûn bi tevahî jê hatin birin û "mini-jobs [karên piçûk, yan jî hûrik, nota wergêr]" (Karên fleksîbil ên ku mûçeyê wan mehê 400 euro ye) derketin holê. Sala 2011ê %40ê karkeran bi peymanên demî hatibûn îstîxdam kirin û 6.5 mîlyon mirov jî bi "mûçeyê kêm" (saetê kêmtirî 10 euroyan) (8) dihatin xebitandin. Peymanên kar ên giştî jî pir nazik bûn, di nava tevahîya welatên Rêxistina Hevkarî û Bipêşxistina Aborî (OECD) de Almanya ew welat e ku mûçe lê di navbera 2000 û 2009ê de herî hêdî zêde bûne. Di şertên bi rastî de (ango heke mirov înflasyonê li ber çavan bigire) mûçe % 4.5 kêm bûn, di heman demê de li Franseyê % 8.6 û li Fînlandîyayê % 22 zêde bûn. (9)

Dema mirov Almanyayê weke modeleke rizgarbûna ji krîzê nîşan dide, gelek kes hîç îşaret pê nakin ku Berlîn dikare berhemên xwe yên hilberandî bifiroşe, lewra hevparên wê jê dikirin. (10) Ango îxracatên alman girêdayî serfkarîya welatên din ên li herêmê ye, ew bixwe girêdayî hêza kiryarîyê ya xelkê û gelan e. Yan jî em bi rengekî din derbibirin: Lihevderneketina bazirganî ya hinan maye, lixwezêdekirinên yên din e. Heta wê radeyê ku li gor aborîzanê brîtanî û ji edîtorên Financial Timesê Martin Wolf ji bo hedinîna krîza heyî pêwîst e di vî warî de "Almanya xwe kêmtir alman bike". (11) Bi her halî, xweykerametên li Brukselê ji ya xwe nayên xwarê: Bang li paytextên ewropî hat kirin bi zarê Berlînê bikin. Perspektîfeke ku serketina mentiqî ya dînamîkeke kevin pêk tîne.

Salên 1980yê Sîstema Pereyan a Ewropî (EMS) li endamên xwe siyaseteke xwegirêdana bi markê alman û serîtewandina li cot-ortodoksîyeke pereyî û budceyî ferz kir û otorîteyên alman in ên ku vê cot-ortodoksîyê ferz dikin. Hingê tedbîrên cihê destûr didan dewletan ku lêçûnên xwe yên elaqedarî hilberandinê baştir bikin: Devaluasyon (lîstika li ser rêjeya bihevguhertina pereyên dewletên cihê) û dezînflasyona hevrikîyê (lîstika li ser mûçeyan, bac û hwd.). Destpêka salên 1990ê pîvanên sererastkirinên strukturel ên ku Peymana Maastrichtê ew ferz dikirin bixwe xizmeta vebijarka koordînasyona lîberal a siyasetên aborîyê dikir, ku encama têkilîyên hêzê yên di navbera welatên mezin de ye.

Fransayê weke garantîya întegra-syona ewropî ya Almanyayeke hê nû yekbûyî doza pereyê yekbûyî û yekane dikir, serokwezîrê alman Helmut Kohl bixwe modela alman a bankeya navendî û fikra xwe ya sabît ya dij-înflayonîst ferz dike. Lihevderneketina budceya dewletê nabe ku % 3ê Hilberîna Nesafî ya Neteweyî (HNN) bibihure, deynên dewletê nabe ku % 60ê HNNê bibihure û hukûmet divê ji xwe re bikin armanc ku îstiqrara buhayan bigihînin asteke jortir (ango "rêjeya înflasyonê divê ji navînîya rêjeya înflasyonê ya sê dewletên endam ên xwedîyên rêjeya herî kêm a înflasyonê bêhtirî 1.5 puwanan nebihure"). Di wê qonaxê de hê heqdest nebûne mijara ti birêveberî û destwerdanên yekser.

Sala 1999ê jidayikbûna euroyê werçerxek e: Pereyê yekbûyî û yekane her awayê devaluwasyonê yan jî lîstikên din ên li ser rêjeya bihevguhertinê da ku behredarîya xwe ya hevrikîyê xurttir bikin li dewletan qedexe dike. Encama vê yekê: Mûçe vediguherin guherbera dawî mayî ya sererastkirinê ji bo ku lêçûnên têkildarî hilberandinê kêmtir, yan jî baştir bikin. Ev rewşek e ku zexteke misêwa li hêza kiryarîyê ya karkerên ewropî dike. Di vê demê de siyasetên lihevkirinên li ser şertên kar ên giştî ji binî ve guherîn û pir zêde ketin rewşeke xweparêz. Di bin zexta ji nû ve avabûna heyî û zêdebûna bêkarîya girseyî de gelek sendîkayên ewropî (di serî de yên alman) daxwazên xwe ji ber çavan re derbas kirin û kêm kirin. Ji ber ku di bin zexta tehlûkeya zirarkirina li behredarîya hevrikîya neteweyî de hevdîtinan dikin, mijara ku li pêş digirin ne zêdebûna mûçeyan, lê belê parastina kar û îstîxdamê ye.

Rêzeke dirêj a lihevkirinên şirketan ên ku qebûl dikin dema kar di berdêla parastina îstîxdamê de were zêde kirin, meyila bênirxkirina lihevkirinên li ser şertên kar a beşên pîşeyî li seranserê Ewropayê baş nîşan dide; sala 2004ê li Siemensê (Almanya) yan jî sala 2005ê li Boschê (Fransa). Dirêjkirina dema kar muqabilî kêmkirina buhayê kar û kedê ye. Jean Lapeyre ê ku wê demê sekreterê giştî yê Konfederasyona Ewropî ya Sendîkayan bû dibêje: "Konfederasyona Ewropî ya Sendîkayan (CES)difikirî ku nermkirina siyaseta mûçeyan kêlîyeke pêwîst bû di demeke bêkarîya pir zêde (li Yekîtîyê % 12 heta % 13ê). Em difikirîn ku ji bo xêra wê bide îstîxdamê divê em vê tawîzê bidin. (...) Paşê me wisa his kir ku karbidestan em xapandine, xiyanet li me kiriye, lewra beşa mûçeyê her kêmtir dibe bêyî ku îstîxdam baştir bibe". (12)

Di çarçoveyeke bi vî rengî de êriş tê ser cewherê mûçe bi xwe. Heta hingê mijara nîqaşa siyasî ya bêqusûr bû, êdî ew daxistin asta hêmaneke bêesl û pespaye ya zexta înflasyonîst, yan jî başkirina behredarîya hevrikîyê. Ev jî di encamê de rê li ber bi tevahî dana alîyekî ya pirsa heyatî ya ji nû ve dabeşkirina dewlemendîyan. Di asta Yekîtîyê de aktorên aborî yên ku bi vî awayî dest datînin ser mijarê, bi dilê xwe rola qada siyasî di tercîha vebijêrkên siyasî bêtesîr dikin. Li gor wan hevkarên civakî –yên ku banga berpirsîyarîyê li wan hatiye kirin– nabe ku ji bilî destûrdana kemkirineke hewce ya BYKyê pêve daxwazên wan ên din hebin: "Hevparên civakî divê îsbatkirna heman hisa berpirsîyarîyê dewam bikin û li dewletên endam li ser mûçeyan lihevkirinan bikin yên ku li prensîpên giştî yên di meyildarîyên mezin ên siyasetên aborî de tên." (13)

Di teorîyê de mûçe ji qada karbide-stîya civakî ya Brukselê derxistî ye, lê belê di rastîyê de ketiye nav qada siyasetên aborî ên Yekîtîyê. Jixwe qeyda makro-ekonomîk a Yekîtîyê tu rêya din vekirî nahêle ji bilî kêmkirina mûçeyan a organîzekirî. Ji ber ku di çarçoveya huqûqa ewropî de tu çarçoveya hevdîtinên li ser şert û mercên kar ên giştî yên ewropî, yan jî tu ahengdarkirina ji jor ve niha ne mewzûbehs e, hevdîtin ji bilî bi rengê.... kêmkirina mûçeyan nayê sêwirandin. Weke ku mirov nikaribe li koordînasyona hevdîtinên peymanên kar ên giştî ên ji bo zêdebûna mûçeyan bifikire.

Çavkanî

Anne Dufresne:
Sosyolog, wezîfedara lêkolînê li Fonds National de la Recherche Scientifique (FNRS) li Belçîkayê. Nivîskara Le Salaire, un enjeu pour l’euro-syndicalisme. Histoire de la coordination des négociations collectives nationales (Mûçe, mijareke sendîkalîzma ewropî. Dîroka koordînasyona hevdîtinên li ser peymanên kar ên neteweyî), Presses universitaires de Nancy, 2011.

  1. Nameya niyeta hukûmeta Romanyayê ji IMFyê re, 16ê Hezîrana 2010ê
  2. Komîsyona Ewropayê, "Evaluation du programme national de réforme et du programme de stabilité 2011 de la Belgique (Nirxandina bernameya neteweyî ya reform û bernameya îstîqrarê ya Belçîkayê ya sala 2011ê)", Bruksel, 7ê hezîrana 2011ê
  3. Guftûgoya li Institut européen de Florence, 18ê hezîrana 2010ê
  4. Bixwîne François Ruffin, "Partage des richesses, la question taboue (Dabeşkirina dewlemendîyan, pirsa tabû)", Le Monde diplomatique, çile 2008
  5. "Lagarde au Conseil des ministres allemand (Lagarde li Desteya Wezîran a Alman)", Le Figaro, Parîs, 30ê adara 2010ê
  6. "Les pays de la zone euro doivent faire des efforts (Welatên herêma euroyê divê tawîzan bidin)", Le Figaro, 3ê îlona 2010ê
  7. Bixwîne Till Van Treeck, "Victoire à la Pyrrhus pour l’économie allemande (Serketina qelp a aborîya alman)", Le Monde diplomatique, îlon 2010
  8. Ji bo bêhtir agahdarî û tefsîlatê bixwîne Bispinck Reinhard û SchultenThorsten, Trade Union Responses to Precarious Employment in Germany (Bersiva sendîkayan dayî îstîxdama xizan û perîşan a li Almanyayê), belgeyên guftûgoyê yên WSIyê hejmar 178, kanûn 2011
  9. Rêxistina Navneteweyî ya Kar (ILO), "Rapport mondial sur les salaires 2010/2011. Politiques salariales en temps de crise (Rapora cîhanî li ser mûçeyan 2010/2011. Di dema krîzê de siyasetên mûçeyan)", Cenevre, çirîya paşî 2011
  10. Qederê % 60 îxracatên Almanyayê diçin welatên herêma euroyê
  11. Martin Wolf, "A disastrous failure at the summit (Li civîna bilind têkçûneke felaketwarî)", Financial Times, London, 14ê kanûna 2011ê
  12. Hevpeyvîna bi nivîskêr re
  13. Pêşnîyaza Konseyê a der barê meyildarîyên siyasetên aborî yên mezin de, 15ê hezîrana 2001ê

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê