Maeterlinck û şahîtîyên wî

Translator

Maurice Maeterlinck, Berhemên bi tevahî, 4 cild: Jixewrabûna gîyanê, helbest û ceribandin, Şano 1, Şano 2, Jîyana Xwezayê, André Versaille Editeur, Bruksel, 2010, 2600 rûpel, 139 ewro. Weşana ji alîyê Paul Gorceix ve amadekirî û pêşkêşkirî, bi tabloyên resamê sembolîst ê belçîkî Fernand Khnopff xêz û wênekirî. Bi hevweşankarîya Akademîya Şahîtîyê ya Ziman û Wêjeya Fransî ya Belçîkayê.

Jîyana xwezayê li tenişt gelek tiştên din, herwiha cih dide Jîyana Morîstankên Spî. Eger li vir em ji Pelléas û Mélisande dûr bikevin jî, em di rastîyê de ji Maeterlinck venaqetin –"li nav tarîtîya komarî ya li ser ziblê avabûyî, fedakarî mutleq e, dorgirtineke di navbera çar dîwaran de, hertişt reş e, tê perçiqandin û di bin zext û zorê de ye. Sal di nav tengetarîyan de li pey hev derbas dibin. Herkes li wir dîl e û li ber korbûnê ye. Bêhnvedan jî bi tenê bi xewa dawî mumkun e". Her çi ceribandina Zîrekîya kulîlkan e, ev berhem jî berbelavkirina tozên kulîlkan weke destpêkirina rîtûelekê vedibêje. Maeterlinck Jîyana morîstankan, Jîyana mêşên hingiv, weke ku ew li ser jîyana mîstîk a Jan van Rusbroeck dinivîse, vedibêje: "Dema ew dadikeve nav tiştên dişibin hev, ew bi tenê tiştên herî hesas û herî [?] nenas dest nîşan dike".

Maurice Maeterlinck (1862-1949) nivîskarekî mezin ê piralî ye. Ew Jîyana mêşên hingiv, a ku ne belgewareke li ser mêşvanîyê, lê ponijînek e li ser hevgirtina nîzama mîstîk a mirov û xwezayê. Ew bi afirandina dramaturjîyeke nû şanoyê serûbin dike –"Gelo bi rastî jî pêwist e mirov eynî mîna Lanetkirîyan biqîre, ji bo ku Xwedayî herdem di jîyana xwe de xwe nîşan bide û ma ew ê ti caran neyê li bin bêlivîya lampeyê rûnenê?". Weke ku Antonin Artaud dest nîşan dike, cara yekemîn ew "dewlemendîya sînornenas a binhişîyê" derbasî nav wêjeyê dike. Hêzeke xerîb dikeve nava wî, jê –û di heman demê de– boksorekî pêk tîne û me dît ku ew boksor derket pêşberî şampîyonê cîhanê yê nîv giran Georges Carpentier, û jê helbestvanekê pêk tîne û vî helbestvanî jî xwe daye fêmkirina vê dîyardeyê: "Li cihê bûyerê ye ku mirov wisa xuya dike ku ew li ber qedandinê ye tevî ku ew muhtemelen hê nû dest pê dike".

Ew bi fransî dinivîse, ango bi zimanê malbata xwe, hevalên xwe û yê sinifeke civakî. Lê belê ew li Gentê –flamanîaxêv– hatiye dinê. Ew çîrokên efsanewî yên vî bajarî nas dike, ew adet, kevneşopî û helbet zimanê vî bajarî baş nas dike (tevî ku di 1921ê de ew îmze davêje bin daxuyanîya ronakbîrên belçîkî yên li dijî flamanîkirina Zanîngeha Gentê û veqetandina îdarî. Li gel vê yekê jî ev yek di 1930ê de pêk tê). Ew serdemeke ku tê de Emile Verhaeren (1) bi dengekî bilind evîna xwe ya ji bo niştiman tîne ziman.

"Wey ! hûn, bircên dêwane, bircino!
Ji Nieuportê, ji Lisweghe’ê û ji Furnesê
Li ser bajaran û gundikên filamanan
Hûn girseya xwe bicih dikin
Bi awayekî kambax".
Maeterlinck, li gel wî û helbestvan Charles Van Lerberghe, bi temamî an jî hema hema bi temamî bi xêra ronahîyê, bi xêra şideta veşartî ji zilanên vî welatî, bi xêra xwezaya hov û nexweş wê xwîşkûbiratîyekê biafirîne.

Lehengên pirtûkên wî, evên Pelléas û Mélisande, bo nimûne, zarok Yniold, Arkelê ewçend kal û nexasim mîr Golaud xemgînîyê temsîl dike, hemû ji alîyekî ve jî balê dikşînin ser heqîqeta girêdayî manewiyateke xweser a xwecihên bakurê Belçîkayê, ku ew ê êdî ti caran înkar neke. Lê balkêş e ku girêdana wî ya bi belçîkîbûnê ve carna dikeve ber lêpirsînê. Sûcdarî wiha ye: Bicihkirina belçîkîbûnê li cihekî ku tenê kevirên kevnare hene. Çawa dîsa jî mirov nikare bibîne, wextê em behsa Pelléas dikin, ku qesra Allemonde (Belçîkaya duzimanî) (dorlêgirtin) bi daristana Ardenî hatiye dorpêç kirin, tevî ku Perav weke xwe hatiye hiştin: Gelo ev jî parçeyekî hebûna bedenî û hişî ya axa qedim a flaman e? Axa ku hetahetayî bi ronahîya bêtarîf, bi ezmanên nizim û bi deryaya Bakur ve hatiye girêdan.

Baş e divê çi ji bo xemginîyê bê kirin; ji vê nenasa ku ji pêvajoyeke bi dirêjahîya temenê çend nifşan xwe tim dike mêvan?

Baş e divê çi ji bo xemgînîyê bê kirin, ji vê nenasa ku ji pêvajoyeke bi dirêjahîya temenê çend nifşan xwe tim dike mêvan? Xemgînî her didome. Ew êdî gîyana rewşê bi xwe ye. Ew cihê xwe (yê rast) di nav livûtevgerên me, daxwaz û dilbijîna me de digire. Parêzerê ku di destpêkê de gentî bû û demeke dirêj karê parastinê bi zimanê flamanî kir, niha ketiye nav jixwepirsînekê. Ew hebûna bîranînên xwe yên zaroktîyê qebûl dike. Ew ketiye nav hewldaneke hişî ji bo vî ezmanê gewr ê bi awayekî adil xwe dirêjî ser her du civakan dike, ji nû ve biafirîne. "Û kêf, ew ne her roj bi me re peyde dibe !" Ev bi xwe ye nasnameya vî zilamî ya li ser pasaportê nivîsandî. Û Serayên wî yên germ, helbestên wî yên zelalî û xumamîyê, melodîya kefeke reş a ku li peravê bêrawestan venû dibe, didin bihîstin û di korîdorên teng ên nexweşxaneyan de beden li bin gulopeke zer û jar dinalin.

Li cem vî burjûwayê Bakurî eşkerekirî dînîtî û bêgunehî heye. Lewre, li gor wî, "dibe ku nexweşî, xew û mirin cejnên razdar û netêgihîştbar ên bedenê bin". Û wiha dirêjî pê dide: "Nehatiye gotin ku hemû kesên em li wan rast tên, divê ilehî zindî bin; hetta, mumkin e ku em gelek caran silavê li mirîyan dikin". An jî : "Ez ketime destê kesên ku hê nehatine dinê" –ango em.

Mirov dikare têra xwe gotinên bi flamanî peyde bike, lê belê ji bo tiştê ez dixwazim bibêjim, ne flamanî heye, ne jî gotin.
Êvarekê, di trêneke navbera Bruj û Gentê de ji nişka ve ez lê vearqilîm ku li derûdorê bêyî ku bilivin hin hespan, hemûyan bi hev re, li alîyê deryayê temaşe dikirin. Û ev yek bû keşfeke bêhempa. Ez fikirîm ku ew hêja bûn ku mirov navê cezbê li wan bike û nemaze ez fikirîm ku li tenişt alîyê wan ê prîmîtîf/heywanî herwiha alîyekî zanyarane jî hebû û ku diviya ez fêr bibim, di wan de cureyek nasîna balkêş a bi temamî ji mirovan veşartî jî hebû. Ez nizanim çi navî li vê hîsê ku bi min re peyde bûye bikim. Lê belê ez piştrast im ku têkilîya vê dîmenê bi vê ramanê re heye: Ev heyberên ji ziman bêpar herî zêde der barê vegotinê tiştan fêrî me dikin.

Maeterlinck, mirovê hişmend û haydar ji dijwarîya heqîqeta civakî, demekê, nêzî Partîya Karker a Belçîkî û ji Parîsê (û ji şanûşohretê ) ditirsiya, zilamê di navbera du zimanan de parvekirî, yek jê yê çandê û yê din jî yê ax, zindîbûnê, bi awayekî şahane ev hîs raxist ser dikê.

"Em herin ber bi kesên herî nexweş:
Bêhnên herî xerîb ji wan tên
Di nîvê wan de, ez û diya di qada şer re derbas dibin.
Hevalekî şer nîvro li axê tê spartin,
Dema ku nobedar xwarina xwe dixwin".

Wî herwiha tercîh kir bikeve nav cîhana binerdî ya herî bêparhiştiyan: Yên nabînin. (2) Yên ku ti caran hevûdin nedîtine, ji cîhana reel nehaydar dijîn û vê pirsa bingehîn dipirsin: " Baş e bi van çavên xwe yên kor, me kengî, çi nas kir? –Ez bawer dikim stêrk hene; ez wan dibihîsim. Bi min wiha tê ku ez tavehîvê li ser destên xwe hîs dikim".

Hişyar bin; mirov nizane heta ku derê gîyan dor mirovan digire… Ew bawer dikin ku ti tişt wê neqewime, ji ber ku wan derî girtiye û ew nizanin ku hertim tiştek di nav gîyanan de diqewime û nizanin ku cîhan li ber derîyên malan bi dawî nabe… 

Û dibe ku ev bi xêra korên Maeterlinck ên 1890ê ye ku mirov dikare berhemên Paul Willems, an jî Henri Bauchau, flamanên fransîaxêv ên îro bixwîne. Divê mirov piştînîvroyên gewr û bi baran li bajaran û hetta li ser bilindekên rê, li bin ezmanên deryayî û tenêtîya herî mutleq derbas kiribin. Lê belê divê mirov herwiha Hundirîn xwendibe, ji bo bikaribe guh bide ka Kalo çawa ji me re tiştê di nav malê de diqewime tarîf dike: "Hişyar bin; mirov nizane heta ku derê gîyan dor mirovan digire… Ew bawer dikin ku ti tişt wê neqewime, ji ber ku wan derî girtiye û ew nizanin ku hertim tiştek di nav gîyanan de diqewime û nizanin ku cîhan li ber derîyên malan bi dawî nabe… "

Dibe ku bêyî vê mirov nikare ji wêjeya vê xakê hertiştî fêm bike: Hîsa ewçend dûrbûn, ewçend nêzî manewiyata herî bi xwestek û ku li gel vê yekê jî li cihekî din e, li nav veguherîna herî bi tesîr a realîzmê bi barokîyê re, bi veguherîna şideta devkî heta bigihe îtirafên zarokên xembar, bi veguherîna jîyaneke sur-reel heta bigihe kêlîyên jidil. Bi vî awayî, li nav ceribandina wî ya ku ji bo mîstîkeke mezin vediqetîne, ango li nav berhemê bi navê Ruysbroeckê Xoşevîst, Maeterlinck flamanê ronîkirî wiha tarîf dike: Mirovê ku hem dikare ji nû ve biafirîne "gotina nexwuyayî ya Xwedê li ber piyê ixlamûreke li serê girekî ku jê haleyek hildikişiya", hem jî dikare dûre, di vegera manastirê de "bi nefsbiçûkî sebzeyên baxçeyê keşeyan" biçîne.

Maeterlinck bi her halî berî hertiştî divê li "li cihê bûyerê" bê xwendin, eynî mina Umberto Saba û Italo Svevo li Trieste, Cesare Pavese li Turin an jî Constantin Cavafy jî divê li Îskendiriyayê bên xwendin. Ji ber ku dîmena flaman berî hertiştî gerdûneke hişî ye û xwe spartiye dîroka mêr û jinên bi goşt û hestîyên xwe ve girêdayî xwezayeke wêdetirî demê ne. Av serdest e. Rewa radibe. "Û darûber dinalin". Mij, hêdî hêdî vê koma spîndaran di nav xwe de vedişêre. "Lê belê li derve tiştê hêjayî dîtinê tuneye! wisa dibêje, Koro. Gelo bi rastî jî di nav tarîyên zelemat de peyv ji taqetê û hêzê dikevin?".

Baş e, awayek, hestyarîyek, an jî rêbazeke domandina hebûna xwe ya xweserî li van herêman heye? "Zarok, jin û kesên li ber mirinê nobedarên Heqîqetên dixewreçûyî, Heqîqetên nexweş û Heqîqetên mirî ne". Meyla mirov pir mezin û nas e û dixwaze tê de cîhaneke ku mîstîsîzm û xweşxeyal xwe li hev bigirin. Ev e Cihana Maeterlinck, nivîskarê flaman ê fransîaxêv, "Shakespearê belçîkî", li gor Octave Mirbeau, cîhana ku ji rengê esmanan pêk hatiye, mîna ya li Kortrijk (Courtrai), li Rijsel (Lille) an jî li Veurne (Furnes)…

Gelo lihevnekirin e, di navbera raman û zimanê dayikê yê xwe di berhemên wî de ji şanoyê (Jan Fabre) heta bi romanan (Hugo Claus, nivîskar– pêşbîn), xwe îfade dike? – Ji Êşa Belçîkîyan heta bi ceribandinan. Ango di navbera wan de pir kêm pêwendî hene. Di vê rewşê de, mirov çawa dikare li hemberî tiştên ku fêr bûye weke "dibistana belçîkî ya dijwarîyê" pêşkêş dike û "realîzma wê ya bisêhr bi tedbîr nebe?". Hadewijchê Anvers, mîstîkê "dinî" gewre yê flaman, nivîsandibû di "Visions"ên xwe yên ji bo alîkarîya jinên li manastirê yên li derdora xwe ya li bazara ber bi lihevkombûna li cem Xwedê: "Mirov dikare têra xwe gotinên bi flamanî peyde bike, lê belê ji bo tiştê ez dixwazim bibêjim, ne flamanî heye, ne jî gotin". Dibe ku ji bo xwenêzîkkirina rasên cîhanê pêwist be mirov biçe wêdetirî ziman, lê belê herwiha di asteke din de, bi çandekê û di nav vî warî de, Maeterlinck yek ji wan nivîskarên alîkar ên ji bo me rênîşandêr e…

Çavkanî

Franck Venaille:
Nivîskarê Daketina Çemê Esko, Gallimard, Paris, 2007. Xelata Grand a helbestê ya Akademîya Fransî ji bo tevahîya berhemên wî hatiye dayîn.

  1. Emile Verhaeren (1855-1916), helbestvanê flaman ê fransîaxêv (Bajarên bi Destûling, Hemû Flandr)
  2. Yên Kor pîyesa duyemîn a Maeterlinck e

Wergera ji fransî: Baran Nebar