Masîgirîya tonan di bin zêrevanîya paramîlîteran de

Translator

9ê nîsana 2010ê, li ser balafirgeheke Seychellesê, jumbo-jeteke leşkerî ya spanî birek mîtralyoz û tifengên êrîşan danîn ku ji embarên artêşê dihatin. Ji bo kê bûn? Ji bo xebatkarên şirketên spanî yên parastina taybet, ku van heyamên dawîyê girêbestên parastina gemîyên ku li peravên Somalîyê masîyên ton digirin bi dest xistibûn. Ev hinardeya/neqliyeya diduyê ye ji sala 2009ê ve: piştî ku hindek gemî ketine ber êrîşên nû, di sala 2010ê de bi mîtralyozên zêdeyî hatine bihêzkirin. Digel van hinardeyan María Teresa Fernández de la Vega, ku hingê cîgira serokwezîr bû, xweşhalîya xwe derdibirî ku masîgirîya spanî xwedana "çekên birêkûpêk" e ku keleşên deryayê [keleş: korsan] bitirsînin û paşkez bikin.

Çirîya pêşî ya 2009ê, zevtbûna gemîya tonan a bisarinc û mezin Alakranayê û girtîmana sî û şeş endamên murettebata wê (ku şanzdeh ji wan spanî bûn) bo maweyê çil û heft rojan, li welatê nîv-cezîreyê pêla şok û riberizan rakir. Herwiha, kir ku kêşeyên tongirên li wê herêmê kar dikirin bêne ber çavan û guftûgo li ser bê kirin. Herçend heta niha di van êrîşên li ser gemîyan de kes nehatibe kuştin jî (1), mesref û nerihetîya ji vê tehdîdê diqewimin êdî gihiştiye asteke pir cidî. Bi ser de jî ji bo rizgarkirina gemîyan divê fîdye bê dan.
Berevajî beyan û gotinên bêtir dilniyaker ên Rêxistina Navneteweyî bo Deryavanîyê (RND) û leşkerên ewropayî yên operasyona Atalantayê ku li herêmê diçerixin, xwedanên gemîyan ên spanî ji zêdeyîya êrîşan gilîdar in. "Em hatine qewirandin ji herêma xwe ya masîgirîyê" dibêje kaptanê gemîyeke tongir û pê de diçe: "Êdî zêdetir ji nîvê vê herêmê di nav çepera devera çalakvanîya keleşan de ye". Û ev hemû rûdan "bêyî tu siza û cezagirtinekê diqewimin". (2) Eylûla 2009ê, serokê Rêxistina Çêkerên Gewregemîyên Tongir ên Bisarinc (Opagac) acizîya xwe derdibirî ku di nav du hefteyan de du êrişên mezin qewimîbûn. Gelek caran di dema êrişan de masîgir bi gemîyeke biçûk a şikber dihesin û di cî de protokola asayîşê tetbîq dikin: Anku torên xwe û girtîyên xwe bi cî dihêlin (3) û bilez direvin. Rayedarên leşkerê spanî diyar dikin ku carinan xwedanên gemîyan tehdîda keleşan bi qestî gelek mezin dikin da ku di guftûgoyên digel wezîran, giranîya xwe daynin.

Hindek ji masîgiran û xwedanên gemîyan qebûl dikin ku riayetê li şertên ewlehîyê yên adetî nakin. Bo nimûne, vê dawîyê kaptanekî spanî digot qey "henek" e ku divê du bi du derkevine masîgirîyê û birên tonan par bikin. Artzaya ku meha gulana 2010ê bû qurbanîya êrîşeke biserneketî, tevî çendîn îxtarên rêguhertinê, qederê 210 mîlên deryayî (389 kîlometre) ji peravên Somalîyê dûr bû, anku nêzîkî devera ekonomîk a taybet bi welatî ku qedexe ye bo îstifadekirina biyanîyan. Lê belê, patronên masîgirîyê ji bo teqezkirina parastina xwe hawara xwe dibine ber dewletê. "Ez bacên xwe didim da ku dewleta min min biparêze" dibêje Moisés Pérezê berpirsê şirketa ewropayî ya tonîdeyan (4) [navê giştî bo masîyên wek ton, marlin, espadonan]. Sendîkaya bihêz a Konfederasyona Spanî ya Masîgirîyê (Cepesca) û her du konsorsîyomên Opagac û Yekîtîya Neteweyî ya Armatorên gemîyên bisarinc ên tonan (Anabac) doz li hikûmeta spanî kirin ku leşkeran bide ser gemîyên tongir, çawa ku Fransa û Belçîka jî wisa dikin.

Çirîya pêşîn a 2009ê, Partîya Nasyonalîst a Baskî (PNV), bi piştgirîya Partîya Gel (PP), pêşniyazek da Meclisê bi armanca ku çeperê xizmeta parastina leşkerê spanî bê berfireh kirin û parastina gemîyên masîgirîyê jî bikevine ber, da ku bi vî rengî kar û damezirana di sektora masîyên ton de bê muhafize kirin. Partîya Sosyalîst û Karkeran a Spanî (PSOE), bi piştgirîya Izquierda Unida, astengên yasayî danî pêş li dijî cîbicîkirina pêşniyazê: Wek, çawa gemîyên tonan û xwedîyên wan li jêr qanûn û dadgeha spanî dibin bêyî ku li ser erdê Spanyayê bin. Herwiha, veguherandina gemîyeke tongir bo "gemîyeke şerî" û dana "çar çekdarên deryayî bin fermana kaptanekî masîgir", dê biba "dînatî". Li ser vê yekê, wezîra bergîrîyê Carme Chaconê diyar kiribû ku rêya asayîşa taybet dê erzantir be ji beşdarîkirina Spanyayê di Atalantayê de û ku Spanyayê li cîhanê bi qasî Fransayê zêde esker nîne.

Bi vî rengî, pêşniyaza PNVê hate paşkez kirin, lê belê guftûgo heta dawîya salê berdewam bûn, bi taybetî li ser guhorîna te’lîmatnameya der barê çekan de, da ku rê bidine şirketên deryayî bi operatorên taybet ên ewleyîyê re kar bikin. Li gor şertên nû awarteyek destûrê dide ku li ser "wan gemîyên ticarî û masîgirîyê ku li jêr perçemê spanî li wan deveran kar dikin ku xetereke micid lê ye bo jîyana mirovan û silametîya mal û heyîyan" (5) çekên şerî (heta kalîbreyeke 20 mîlîmetreyan) bêne ragirtin û bi kar anîn. Parlamentoyên xweser ên bask û galîsyanî pêdagirîyeke bêtir kirin û çaryeka mesrefan girtine ser xwe, û bi vî rengî pesend kirin ku "divê ewleyî xizmeteke giştî be". Dewleta Spanyayê bi xwe jî eynî wisa kir, çaryeka mesrefan girt ser xwe, bi vî rengî, bi tenê nîvê fatûreya îstifadekirina ji ewleyîya taybet ji kîsî armatoran e.

Ev bazara ku heta dereceyeke mezin bi subvansîyona fonên giştî dihate bi rê ve birin zû bi zû bala şirketên spanî kêşa ser xwe, ku hindek ji wan şirketan di warê ewleyîya deryayî de bi temamî xeşîm bûn. Parastina taybet a gemîyên masîgirîyê berê jî hebû. Çendîn armatorên baskî û galîsyanî her ji sala 2008ê ve bi şirketên ewleyîyê yên taybet ên îngilîzan re girêbestên xwe girêdabûn. (Minimal Risk, Corporate Risk International û Secure West). Lê belê, ev girêbest bi tenê ji bo wan gemîyan lê ne ku di bin perçemê Seychellesê de kar dikin, ku qanûnên wê dewleta navbuhirî îcazeyê didine xizmetên wisa.

Şirketên spanî yên ewleyîyê, ku heta niha bes temaşevan bûn, karîn bal û dêna raya giştî ya li ser meseleya Alakranayê bo berjewendîya xwe bi kar bînin. Gelek bi şarezayane sûdê ji têgeha "nehêminîya deryayî" werdigirin. Ji xwe yên ku pênaseya têgehê diyar kirî û yên ku bo berjewendîya xwe bi kar tînin, her ew in. Bi helkefta vê êrîşê, karsazên piçûk şirketên ewleyîyê di medyayê de wek bisporên mezin ên jeostratejîyê dihatine pêşkêş kirin û patronan, dîsa ji bo qehîmkirina pozîsyona xwe, pêşniyaz û pêşbînîyên gelek xerab derdibirîn, ku di heman demê de şan û navbanga xerab a leşkerên profesyonel li pêş çavên raya giştî xerabtir lê dihat. Ev şirketên ku heta niha dest û desthilata wan hatibû bi sînor kirin bi parastina mal û kesan (nemaze li welatê Baskê û li Amerîkaya Latîn), niha dil dikin reqabeta reqîbên xwe yên biyanî bikin. Ji bo vê yekê, dixwazin îstifadeyê ji "tercîha spanî" bikin, ku jixwe hikûmet piştgirîyê lê dike û ji bo hindek organên medyayê ew rê "garantî" ye, lewre ji bo wan, ev parastina taybet a spanî awayekî korserên [korser: Gemîya keleşan a ji bo hikûmetê kar dike; fr. corsaire] nûjen e.

Vicente de la Cruzê serokê şirketa ewleyîyê Asociación Española de Escoltas (ASES), pêşnîyazê li armatorên spanî dike ku ji bo xizmeta parastinê bi şirketên bîyanî re kar nekin, û wek sebeb, nimûneyên lihevhatinên di navbera keleş, mafya û "eskerên mûçegir" de didane pêş. Karsazên spanî yên di qada ewleyîya deryayî de herwiha kampanyayeke berfireh a promosyona xwe xistine nav organên medyayê. Jixwe ew organên medyayê jî gelek meraqdarên amadekirina roportajan in li ser stajên emelî û rahênanên leşkerî yên van akademîyên taybet ku ev şirketên navbihurî ji bo hilbijartina personelê xwedan şîyana xweragirtina li ser gemîyên tongir bi rêk dixin.

Bo nimûne, GM Formacióna li Alicanteyê, derseke "parastina deryayî" vekiriye ku tê de, bo maweyê hefteyekê şagird dersên xweparastinê, nîşangirîyê (bi ser kemerbendên parastinê de) û seferkirina li bendera bajarî werdigirin. Ji beşdaran, ku her yek 600 euroyan dide ji bo vê hefteya perwerdeyê, bi tenê çendek dê bêne qebûl kirin bo ekîba parastinê. Heçî akademîya diduyê ye ku reqîbê wê Eulen Seguridad li Valenceyê vekiriye, di du rojan de du sed namzed darijiyane akademîyê da ku bibin yek ji wan sî kesên ku dê di çarçoveya girêbesta bi xwedanê gemîyeke tonan re bihatana wergirtin. Li cem ASESê, şagird dersên xwe di nav xelkî de dikin, li gundekî biçûk ê masîgiran li Katalonyayê, li Ametla de Marê. Axirîn roja rahênana wan, şirketê kanalên televîzyonî dawet kiribûn ji bo bernameyeke zindî. Şirketa Levantina de Seguridadê erdekî 24.000 hektarî li Ciudad Realê, kirî ku tê de hejmareke polîgonên nîşanê hene û şagirdên wê şirketê ji bo rahênanên xwe bi tenê roj û şevekê deryaya nêzî Alicanteyê dibînin...

Ekîbên ewleyîyê yên li ser gemîyan di navbera çar û heşt kesan de ne ji bo girêbestên serê gemîyê 24 000 û 55 000 euroyan di navbera çar û heşt kesan de ne û herwiha di bihayê girêbestê de xizmetên daxwazkirî jî diyarker in. Bi pêy hisaba şirketa ASESê, divê mehane 72 000 euro bêne terxan kirin ji bo ekîbeke parastinê ya li ser gemîyê, lewre 12 000 euro mûçeyê mehane yê her yek ji nobedaran e, herwiha mesrefên nerastexo hene wek amrazên ferdî yên şerî, veguhastina amraz û melzemeyan û mesrefên mana li hotêlê bo hefteyekê piştî karê mehekê li deryayê. Hindek şirketên spanî êdî fikra kirîna gemîyên "korser" ên taybet dikin, da ku bikarin reqabeta şirketa ewleyîyê ya îngilîz Sea Marshalê bikin, ku şirketa navbihurî li herêma Seychellesê xwedîya gemîyên şerî yên taybet e. Yên din, wek Andalouse UC Global, nema xisleta xwe ya şirketa leşkerî ya taybet vedişêrin, ku jixwe bi rengekî asayîtir navê "leşkerên mûçegir" hildigirin.

Meydana spanî bi vî rengî li ser werar û guhorîna kar û çalakîyên şirketên taybet ên ewleyîyê munaqeşeyê vedike. Êdî di destê van şirketan de bazarek heye ku li gor daxwaz û pêdivîyan durist bûye, lê belê tê heye ku di dawîyê de xwezaya çalakîyên wan xwe bi parastina gemîyên masîgiran ve bisînor neke. Êdî dikarin bi rengekî qanûnî çekên leşkerî hilgirin, ku ev yek dibe sebebê vebûna valahîyekê di kontrolkirina kiryar û çalakîyên eskerên mûçegir û paramîlîteran de. Herwiha, cihê endîşekirinê ye ku di tundûtîjîyê de jî zêdebûneke berbiçav bê dîtin: Herçend êrişên li ser gemîyan heta niha nebûne sebebê kuştina tu deryavanan, hejmara somalîyîyên bi guleyan hatî kuştin an jî xeniqî hê jî nayê zanîn. Lê belê, aşkera ye ku bilindkirina bihayê hêza zordestîyê û bêhed zêdetirkirina rê û îmkanên têkoşînê dawîya keleşîyê nayne.

Munaqeşeya li ser ewleyîyê herwiha pirsa hebûna gemîyên endûstrîyel ên hûtane bi yekcarî xef kiriye, lewre ew gemîyên ku li deryayên din qedexekirî ne, dikarin bi lez û bikêrîyeke pir berz karê masîgirîyê encam bidin. Lê belê, bi ya raporteke 2005ê ya rêxistina Neteweyên Yekgirtî bo Xurek û Çandinê (FAO), nêzîkî heft sed gemîyên biyanî bi rengekî neqanûnî li ser avên Somalîyê masîgirî dikirin. (6) Ev yek tê wateya masîgirîyeke qaçax ya berfireh ku salane 300 milyon dolaran bi yek ji feqîrtirîn welatên dinyayê dide zerer kirin. Herçend keleş tenê êrişî gemîyên masîgirîyê nekin jî, di halê heyî de gelek zehmet e ku dawî li wan were. Berevajî, ihtîmal e ku tevdîr û rêbazên xweser bidin ber xwe ji bo xweragirtina li hember rêbazên şerî ku li dijî wan têne bi kar anîn, û bêguman bi vî rengî ji bo şirketên ewleyîyê yên bi wezîfeya eskerên mûçegir radibin, bazareke paşerojê teqez dikin.

Çarçove: Masîgirên spanî li okyanûsa Hindê

Gemîyên tongir ên spanî ji sala 1984ê ve li okyanûsa Hindê çalak in, li deverekê di navbera Seychelles û peravên Somalîyê de ku salane % 21ê tonên serekî (nemaze albacore, listao û putado) yên dinyayê li wê deverê têne girtin. Spanya xwedana sî û sê gemîyên tongir û toravêj e li herêmê (hijdeh li jêr perçemê spanî û yên dî li ser navê Seychellesê qeydkirî ne). Masîgirîya spanî % 65ê tonên Ewropayê dabîn dike û dahata ji pêncan yekê 4 milyar euroyên masîgirîya civata Ewropayê dikeve destên wê. (7) Sala 2007ê, li nîvgiravê [Spanya] 35.075 kar li ser masîgirîyê bûn, ku ji wê hejmarê qederê du hezaran li ser gemîyan û danzdeh hezar di karxaneyên konserveyan de ne. Digel vê hindê jî, di rêjeyên berhemanîna gemîyên tongir ên spanî de daketineke aşkera tê ber çavan, her wekî yên fransî ku ew jî bi rexê xwe ve li herêmê xwedana giranîyekê ne (8), ku bi ya wan sebebê vê daketinê tehdîda keleşan e.

Çavkanî

Edouard Sill: Dîroknas.

  1. Lê belê, sala 2008ê sê deryavanên taylandî ji ber şertên xerab ên girtinê li Somalîyê jîyana xwe ji dest dan
  2. "Un thonier français attaqué par des pirates somaliens (Tongirekî fransî yê rastî êrişa korsanên somalî hatî)", Le Monde, 14 eylûl 2008
  3. Senne: Toreke pan û dirêj ku ji bo zevtkirina komên masîyan, li ser beyavê tê avêtin
  4. Agence EFE, 15 eylûl 2009
  5. Biryar 1628/2009, ya 30ê çirîya pêşîn 2009ê
  6. "Fishery Country Profile: Somalia (Profîla Masîgirîyê ya Welatan: Somalî)", FAO, www.fao.org, 2005
  7. Hejmarên 2005 û 2007ê: "Facts and figures on the Common Fisheries Policy (Bûyer û Daneyên der barê Siyaseta Hevpar a Masîgirîyê)", Komîsyona Ewropayê bo Karûbarên Ewropî û Masîgirîyê, çapa 2010ê, û "La filière thonière européenne. Bilan économique, perspective et analyse des impacts de la libéralisation des échanges – Rapport final (Beşa Tongirîya Ewropî. Bîlançoya aborîş perspektîf û analîza bandora serbestkirina pevguherînan – Rapora dawî)", Oceanic developpement Poseidon Aquatic Resource Management Ltd et Megapesca Lda, 2005
  8. Bnr: Edouard Sill, "Le thon, le pirate et le mercenaire (Ton, Korsan û Eskerên Mûçegir)", Mouvements, www.mouvements.info, 21ê çirîya pêşîn 2010

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn