Meriv di çend salîya xwe de pîr dibe?

Translator

Vê dema ku François Hollande û hikûmeta wî amadekarîyê dikin ji bo ku sîstema teqawidbûnê hişktir bikin, nîqaşvan behsa şerê nifşan dikin: qaşo kal û pîr jîyaneka rehet dijîn û ew sedema zehmetbûna jîyana ciwanan in. Dema meriv behsa kesên emrê wan zêdetir e ji 60 salî dike, ev ne yekem klîşeya modabûyî ye. Em dê bi hûrgilî li ser van pêşhikman bisekinin…

 

Hema wisa ji xwe re li hev nehatîye ku her sê nîqaşên herî serdest li ser pîr û kalbûnê eleqedarê hejmar, tendirustî û aborîya pîr û kalan bin: li şûna ku li pîrbûnê bifikirin, meriv bala xwe dide hejmar, beden û mesrefan. Zehmetîya meriv ji bo peydekirina peyveka wê terîf bike dikşîne, nîşana vê nerehetbûnê ye: "pîr" wekî berevajîya "ciwan" tê hesibandin, êdî hema bibêje wekî nifirekê tê nirxandin û hindik ma peyv bibe tabû. Êdî li gor modayê, meriv behsa "kesên temendirêj", "senyor", "mezin" yan jî "kevnan" dike. Tirsa ji pîrbûnê û fikra sabît ya aborîperest dikin ku meriv rastîyê bi şiklekî din bibîne: meriv hejmara tiştên hez jê nake timî  bilind dike. Valérie Pécresse ya ku wê demê wezîra  perwerdeya bilind bû, ji van hejmaran dibihurt û behsa "belavbûna pîrbûnê" dikir ("ripostes", France 5, 24ê nîsana  2008ê). Di 27ê hezîrana 2006an de, Philippe Basê ku wê demê wezîrê bi karên kesên biemir re wezîfedar bû, plana "hevgirtinê bi kesên biemir" dida naskirin, behsa "tsunamîyeka demografîk" dikir.

 

Dinyayeka ku pîr dibe

Û heke di warê aborîyê de jî welatîyên pîr dibin avantajek, kozek bin, wê çi bibe? Bi her halî ya ku sîyaseta Japonya dixwaze bi rêya xurtkirina “bazara yên bi pere” bimeşîne ev e. Li Almanyayê meaşên teqawidbûnê têrî lihevderxistina mesrefên nexweşxaneyan nake; lewre hin malbatên alman dê û bavên xwe dişînin Tayland yan jî Romanyayê. Li Ҫîna ku berîya bi sih salan welatekî zêdetir gundî bû, ciwan ber bi bajaran ve herikîn û pîr û kalên xwe li gundên xwe hiştin. Afrîka bi guhertineka bi heman rengî re rû bi rû ye. Li Fransayê, reformeka nû tê amadekirin, armanca wê standina bacê ji kesên teqawidbûyî ye. Li gor şert û mercan, rayedarên sîyasî û rêveberên şîrketan karkerên xwe yên emrê wan zêdetir e ji 60 salî yan bi pêşdixin yan jî wan rexne dikin.

Wezîra niha bi karên kesên biemir wezîfedar Michèle  Delaunay carinan heman stranê dubare dike: û îdîa dike ku li Fransayê "hejmara kesên biemir zêdetir e ji ciwanên temenê wan di bin 18 salan de" (1), Di heman demê de rojnameya Le Monde dinivîse ku "kesên pîr wê di demeka nêz de bibin piranî" (21 sibata 2013an). Berîya bi çend salan demograf Jacques Dupâquier wisa dida zanîn: "li şûna ku bişibe klubeka sporê  wê di 2050yî de [Fransa] zêdetir bişibe nexweşxaneyeka" (axaftina wî ya li Akademîya Zanistên Exlaqî û Sîyasî, 8ê çileya paşîn a 2007an). Lewre bi tenê ciwan sporê dikin…

 

Lê belê îro li Fransayê  hejmara kesên temenê wan di bin 18 salan de  (nêzîkî 14 mîlyonan) bilindtir e ji hejmara kesên emrê wan zêdetir e ji  65 salan (nêzîkî 11 mîlyonan) û hejmara ciwanan (temenê %30ê welatîyan di bin 25 salan de ye) sê caran zêdetir e ji ya kalan (% 9ê kalûpîran di ser 75 salan re emir kirine). (2) Di siberojekê de ku meriv dikare pêş bibîne yên emrê wan zêdetirî 60 salî wê tucarî nebin piranî! Di 2060î de jî, ango wekî encama baby boomê, wê hejmara wan demeka kin zêdetir be ji ya ciwanan, lê dê bi giştî hejmara wan bibe sê paran yek û dê beşa yên temenê wan di bin 30 salan de, ya yên temenê wan di navbera 30- 60 salan de û ya yên temenê wan zêdetirî 60 salan dê wekî xwe bimîne. (3) Ango Fransaya siberojê wê neşibe nexweşxaneyekê, ne jî wê bişibe bexçeyekî zarokan, lê belê wê bibe welatekî ku tevahîya kategorîyên temenî yên cihê wê wekî hev bin û wekî hev bimînin. 

 

Di mejîyê merivan de îmajeka îdealîst (lê şaş) ya welatekî ciwan dimîne: îmaja Fransaya sedsala 19an, ku di nava çarçoveyeka jeopolîtîk ya pir taybet de bû. Wê demê ciwanên fransî berîya hert tiştî wekî karker yan jî wekî eskeran dihatin hesibandin û pêwîst bû hejmara wan ji ya ciwanên alman zêdetir bibe. Alfred Sauvy û Robert Debré biserketina artêşên nazî wisa rave dikirin: "Kêmasîya pir mezin ya 1940î, ku ji kêmasîyeka madî zêdetir kêmasîyeka moralê bû û hinekî girêdayî vê pîrbûna meriv ditirsand bû [pîrbûna welatîyan]." (4) Lê belê ev tê maneya jibîrkirina ku meriv dikare derbarê  welatekî de (Fransaya wê demê, wekî hin welatên afrîkî yên modern) bibêje ku ciwan e dema gelek zarok berîya ku bigihin temenê mezinahîyê lê dimirin û dema mezin lê zû dimirin, ango piranîya wan berîya ku bigihin emrê pîrbûna roja me ya îro dimirin. Bi giştî tendirustîya me baştir e, em jîyaneka dirêjtir dijîn. Encama vê yekê jî: dema pîrbûnê derengtir tê. Bi sedsalan, 60-65 sal wekî "emrê destpêka pîrbûnê" (5) hatin hesibandin. Êdî, wekî ku xebatên Patrice Bourdelais nîşan dikin, heta meriv negihije 70-75 salî, di warê tendirustîyê, di ya emrê mayî de, di ya mijulbûnê de…naşibe kesên di 1950î de (6) 60 salîya xwe temam dikirin. Lê belê ev li gor heryekî gelekî diguhere: em hemû bi carekê di heman emrî de pîr nabin,  wekî ku em hemû di heman emrî de nabin kesekî gihayî. Dema pîrbûnê herweha li gor çîna civatî û pîşesazîyê diguhere: dema meriv nû ji dayik dibe, dirêjîya temenê ya herkesî wek hev e, lê piştî 35 salî ew diguhere. Karkerek dikare hêvî bike ku dê hîna 41 salên din bijî, lê kadroyek dikare bifikire ku dê hîna 47 salên din emir bike. Ev navber zêdetir e dema meriv jîyê (temenê) berîya ku bikeve ber dest û lingan hesab bike, ango 32 sal ji bo karkerekî û 41 sal ji bo kadroyan. Ango bi gotinên din, hinek û nexasim karker wê"cot-cizayekî bikşînin (…): wê emrê wan kêmtir bibe û salên wan yên ketî ber dest û lingan dirêjtir bibe ." (8) Tevî ku bi awayekî giştî em êdî ne wekî van kal û pîrên stranbêj Jacques Brel behsa wan dikir in, "ji 15 salîya xwe ve westayî", hin kes hîna gazinan dikin ji pîrbûneka berîya wextê xwe; hema bibêje %30ê mêran berîya 65 salîya xwe dimirin. Kar temenê wan kesên ku heta wê demê nekuştî, dirêj dike. Pirsgirêka temenê pîrbûnê, ne bi tenê ya demograf û pisporên pîrbûnê ye. Ew nêrîna heryekî û ya tevahîya civatê  diguhere. Di sedsala 16an de, nivîskar Montaigne behsa pîrbûnê di 30 salan de dike; di sedsala 17an de meriv behsa pîrbûnê di 40 salî de dike; di 1950yî de meriv behsa zêdetirî 60 salî dike (ev jî %16ê ji welatîyan pêk tîne); di 2000î behsa zêdetirî 65 salî tê kirin (%16) : û di 2060î de wê behsa zêdetirî 75 salî bê kirin (%16). Em dibînin ku pîrbûna welatîyan, ango beşa welatîyan ya pîrbûyî, hîç naşibe tsunamîyê! Mezinbûna temenê navîn piştrast dike ku rewş hîç naşibe tsunamîyê (9), niha ew 40 sal e û wisa tê gotin ku wê di 2060î de bibe 45 sal. [temenê navîn welatîyan dubeş dike: yên ciwan û yên pîr; nota wergêr]

 

Belê şorişeka demografîk pêk tê: pir zêdebûna hejmara kesên temenê wan di ser 60 salan re. Lê ew naye maneya ku hejmara pîr û kalan gelekî zêde dibe, ne jî tê maneya ku pîrbûn li gor berê zêdetir dewam dike.

 

Heta sedsala 19an, ne ku bi tenê piranîya gel di ciwanîya xwe de dimirin, lê belê ew meriv bi lez dimirin: nexweşîyên  kronîk yên meriv seqet dihiştin pir kêm bûn. Ew êdî pir in: kanser, dîyabet, nexweşîyên neurolojîk – nexweşîya alzheimer  û yên dişibin wê. Piranî dibe ku meriv demeka dirêj bi yekê ji van nexweşîyan re jîyana xwe bidomîne. Bi ser de jî hin nexweşîyên girêdayî hawîrdorê, şert û mercên kar, şiklê jîyanê dereng derdikevin holê û piştî bi dehsalan didin der.

 

Temenê wan çi bibe bila bibe, hejmara kesên bi nexweşîyeka kronîk û seqet dihêlin dikevin ya ku destûrê nade merivî bi tena serê xwe pêdivîyên xwe pêk bîne zêde bû û dê di dehsalên bê de zêdetir bibe. Ji 65 mîlyon fransîyan nêzîkî 7 mîlyonan bi nexweşîyeka demdirêj  (ND) ketine; mîlyonek û sê sed hezar ji wan otonomîya xwe hêdî hêdî ji dest didin û alîkarîyeka aborî distînin (wisa tê pêşdîtin ku hejmara wan di 2060î de bibe du mîlyon û çar sed hezar). Lewra nabe ku meriv li rêbazan nefikire da ku civat karibe li wan binêre û li gel wan bimîne, temenê wan çi dibe bila bibe.  Ji ber ku berevajîyê pêşhikman, ne bi tenê kesên pîr û kal di vê rewşê de ne û tevahîya pîr û kalan jî ne "hewceyê kesekî" ne. Wekî nimûne bi tenê %17ê kesên zêdetirî 75 salî alîkarîyeka aborî ji bo otonomîya şexsî (AOŞ) distînin.

 

Tevahîya pîr û kalan nexweş nînin, lê belê ji ber ku meriv her diçe derengtir nexweş dikeve, di mêjîyê wan de pîrbûn girêdayîyê nexweşîyê dibe. Wekî nimûne li Fransaya sedsala 18an, di serdemekê de ku zarok lê pir dimirin (ji du zarokan yek berîya ku pênc salîya xwe temam bike dimir) û ku hejmara "kalikane" lê kêm bû, ew wekî tiştekî nedîtî dihatin hesibandin: ji wan hatibû ku ji nexweşîyan û ji mirinê sax bifilitin. Edî piranîya mirinan di emrekî mezin de pêk tên, ev jî tevlîhevkirina mirin û pîrbûnê zêdetir xurt dike. Wê demê jî meyla di çanda me de heyî ya veşartina mirinê dike ku meriv bixwaze van kal û pîrên mirinê tînin bîra merivî jî veşêrin… Bûyerekî din ya encama dirêjbûna temenî bêyî ku meriv seqet bimîne ev e: dema di navbera qedandina kar û destpêka pîrbûnê de dirêj dibe. Eger pêk werin, piranîya seqetbûnan bi tenê di dawîya emrê insanan de pêk tên. Kesên ku bi 85 yan jî 90 salî dimirin, ji 60 salîya xwe ve "di nava pîrbûnê de" najîn; ango ne di pîrbûna wan ya bîolojîk de. Lê herçî pîrbûna civatî ye, li gor Delaunay, bêguman: "ji bo nifşa min dem dema baş pêzanînê ye ku pîrbûn wê 30 salan bidomîne û belkî zêdetir jî" (hevdîtina ku Le Mondeê pêre kirî, berîya niha me behsa wê kiribû). Gelo ji bo rewakirina hin sîyasetan ev tevlihevkirin wê were harkirin? Pierre Bourdieu ev tişt digot, temen "hejmareka bîyolojîk ya ji alîyê civatê ve tê manîpulekirin e û wê manîpûle bibe." (10) Ev yek di nimûneya dîyarkirina sînorê 60 salan ji bo teqawidbûnê baş eşkere ye. Yên dixwazin vî sînorî dirêjtir bikin karên zehmet ji bîr dikin û bi israr îdîa dikin ku di vî temenî de "meriv hîna ciwan e". Lê li berevajîyê vê, dema meriv hewl dide wan li derveyî sîstema alîkarîya aborî ji bo kesên seqetmayî bihêle, wekî "kesên biemir" behsa yên 60 salî dike û seqetîya wan bi lez û bi awayekî fermî dibe "hewcedarîyek" (ya ku kêmtir pere jêre tên veqetandin). Ango li gor meriv çi dixwaze ji wan bike, kesên 60 salî dê bibin ciwan yan jî kal: dê geh bibin karkerên çerxên aborîyê digerînin, geh jî seqetên bi mesrefên kêm.

 

Li gor Bourdieu "Behskirina ciwanan wekî ku yekaneyeka civatî bin, wekî ku komeka avakirî ya xwedî berjewendîyên hevpar bin û girêdayîna van berjewendîyan bi temenê bîolojîk re jixwe manîpulasîyoneka eşkere ye." Herweha ev mîlyonên kesên ku yên dikevin nava kategorîya ne zelal ya "kesên biemir" jî tên manîpulekirin. Gelo ev peyv tê maneya kesên temenê wan di ser 60 salî re yan jî yên di ser 80 salî re? Yên hîna kar dikin yan yên teqawidbûyî? Behsa zarokên 70 salî yan jî dê û bavên 95 salî tê kirin? Du parêzerên Parîsî ku yek ji wan 30 salî ye û yê din 70 salî ye, zêdetir dişibin hev li gor parêzerekî Parisî yê 30 salî û gundîyekî di heman temenî de. Ji vê zêdetir, lêkolîn tu tiştî ji me re nabêjin. Li alîyekî di hin mijaran de yê "zêdetir ji filan salan" nayên hesibandin: gelek lêkolînên van salên dawîyê hatî meşandin bi vî rengî ne, mijara wan çi cinsîyet be çi tendirustî yan jî ewlekarî be. Di beşeka lêkolîna bi navê "şert û mercên jîyanê û ewlekarî" ya Enstîtuya Neteweyî ya Statîstîk û Lêkolînên Aborî (ENSLA 2006-2007) de pirs bi tenê li mezinên temenê wan di bin 60 salî de tên kirin; di lêkolîna bi navê "Ҫarçoveya cinsîyetê li Fransayê" ya Enstîtuya Neteweyî ya Lêkolînên Demografîk (ENLD, 2007) de pirs bi tenê li kesên temenê wan di bin 70 salan de hatin kirin. Der barê şideta li dijî jinan de em xwedî agahdarîyên zêdetir bawerî bi wan tê nînin, lêkolîna dawî ya ENSLAyê di biwara mijarê de bi tenê kesên temenê wan di bin 60 salan de dihesibandin.(11)

 

Li alîyekî din jî, kategorîyên temen li gor dirêjahîya temenî her diçe firehtir dibin. Bi vî rengî yên "zêdetir ji…" dikevin kategorîyeka ewqas fireh ku dikare were maneya her tiştî: meriv ji 18-24 salîyan (di navbera wan de 6 sal hene) û ji 40-49 salîyan (di navbera wan de 9 sal hene) derbasî kategorîya… yên "zêdetir ji 60 yan jî 65 salî"  dibe, dibe ku di navbera wan de sih sal hebin û ku endamên nifşên cuda bin. Dema meriv bi berçavikên wisa binêre, tevahîya kalûpîran porspî û rûspî ne…

 

Piştî merivî ev yekaneya şaş avakir, dikare bi hêsanî xisletên giştî ji wan kesan peyde bike wekî şiklê jîyana wan…ku bi tenê ji  bo hinan ji wan rast in. Ev şiklê temenperestîyê, rêbazekê bikar tîne ku di nava nijadperestîyê û cinsîyetperestîyê de jî heye: "xerîb", "jin", "pîr û kal" … kategorî ne ku pêşhikman fêrî merivan dikin.

 

Jixwe meriv bi adeta sîyasetê dizanin: pîr û kal ji cihê xwe naxeliqin, mihafezekar in. Wekî nimûne di dema hilbijartinên serokkomarîyê yên sala 2012an [li Fransayê] nîqaşvanan ev îmaja yekaneyeka pîr û kalan gelekî bikar anî. Wan bi israr îdîa kir ku %41ê wan kesên temenê wan di ser 65 salan re dengê xwe dabû Nicolas Sarkozy (Yekîtîya ji bo Tevgereka Gelî, UMP) da ku behsa % 30ê ku dengê xwe dabûn François Hollandê (Partîya Sosîyalîst) nekin û ji vê jî bêhtir da ku behs nekin ku vê "kategorîya temenî"herî kêm dengê xwe da rasta radîkal. Herçî %54ê kesên teqawidbûyî ye, yên ku di dewra duyem de dengê xwe dabûn Sarkozy, wan da jibîrkirin ku %46ê wan tercîheka din kiribû!

 

Tevlîhevkirineka pêktê di navbera tesîra temen, ku qaşo girêdayîyê xisleteka dîyarkirî ye – pîr û kal dengê xwe didin rastê ji ber ku pîr in – û têsîra nifşekî de: kesên timî dengê xwe dabûn rastê di pîrîtîya xwe de jî wisa dikin û kesên timî dengê xwe dane çepê di pîrîtîya xwe de jî dengê xwe didin çepê. Bi vî rengî kesên nêzîkî 60 salî, ku di 1970yî de 20 salî bûn, di dewra yekem ya hilbijartinan de dengê xwe zêdetir dan François Hollandê, yan jî Jean Luc Melanchonê (Enîya Ҫepê), li gor hilbijêrên di navbera 25-34 salî , yan jî li gor yên emrê wan di navbera 35-39 de ye. Lêkolînên cidî zêdetir nîşan didin ku roleka dîyarker yê nifş û faktorên civatî-aborî heye û ku têsîrên temenî nexasim xeyalî ne. (12) Ev yek rê li ber hin nivîskarên ceribandinan nagire ku van pêşhikman geş bikin û encamên meriv matmayî dihêlin ji wan derxin.  Bi vî rengî birêveberê zanîngeha tevahîya zanistan Yves Michaud difikre ku divê "meriv li bidawîkirina jîyana welatîyî bifikire. Ez bawer dikim dê di dawîyê de pêwîst be meriv li emrekî sînor ya ji bo teqawidbûna ji jîyana welatîbûnê bifikire. Wekî nimûne, baş e ku meriv bikaribe di navbera 18 salî û 80 salî de dengê xwe bikar bîne. Paşê jî, piştî 80 salî meriv radiwestîne. " (13) Martin Hirsch, ev fantazmaya bidawîbûna demokrasîyê bi awayekî hîna radîkaltir îfade dike: "Divê mafê dengdanê ji nû ve were avakirin da ku ciwan xwedî mafê dayîna du dengan bin û yên pîr xwedî mafê dayîna dengekî bi tenê bin. Divê meriv biqasî ku emrekî dirêj da pîr û kalan, ewqasî deng bide ciwanan. (…) Li gor wî kesekî çil salî divê xwedî mafê dayîna çil dengan be, kesê ku edî 5 salên wî yên jîyanê man divê xwedî mafê dayîna 5 dengan be. »(14 )

 

Meriv herweha dikare vê fikra yekrengbûna pîr û kalan di mijarên hatinî û şiklên jîyana wan de jî bibîne. Pîr û kal gelek caran wekî kesên dewlemend yên xwedî îmtîyazan tên terîfkirin, lê kesên teqawidbûyî tên gunehbarkirin bi bûna sedema çipûtazîbûna ciwanan. Meriv tevahîya pîr û kalan dixin kategorîya yên ji wan ku herî dewlemend û bajarî ne, yên di reklamên erebe yan jî saetên luks de tên dîtin. Lê belê meaşên teqawidbûnê bi navînî qederê mehê  1200 ewro ye û kêmtir ji 900 ewroyî ji bo jinan.

 

Rast e ku ji salên 1960î ve xizanî timî kêm bû. Di 1970yî de, rêjeya xizanîyê ya yên emrê wan zêdetir ji 65 salan e %35 bû (%17ê tevahîya welatîyan pêktîne), niha ev rêjeya biqasî % 10 e (%14ê tevahîya welatîyan pêktîne). Yên emrê wan zêdetir ji 60 salî kêmtir xizan in li gor yên emrê wan kêmtir e ji 30 salî. Lê divê meriv bi van hejmaran jî bi tedbîr be: yên emrê wan zêdetir e ji 75 salan xizantîyê zêdetir hîs dikin li gor tevahîya kategorîyên din yên emr (temen, jî) di navbera 30 û 65 salan de. (15) Belê em pê dizanin ku dema xizanî, îzolebûn û lawazbûn li ser hev kom dibin, rewşên hesasîyetên mezin derdikevin holê. Di 2011an de, emrê ji sê beşên kesên xwe kuştibûn yekê jê di ser 65 salan re bû. 

 

Gûftûgoyên behsa "kesên teqawidbûyî yên dewlemend" dikin, ekranek ava kirin ya ku armanca wê terîfkirina qutbûnên civatî ye bi rêya bikaranîna peyvên ku pevçûneka besît terîf dikin di navbera kal (dewlemend) û ciwanan (xizan) de. Ev têrî dike jibo veşartina newekhevîyên di navbera nifşan de yên her diçe mezintir dibin, wekî cot-encamên tesîra cinsîyetperestî  û temenperestî (jinên îzole bûyî, yên xizan û pir caran gelekî pîr in). Lê belê gelek caran, ciwan û kal bi hev re mexdurên heman bûyeran in. Di mijara kar de, wekî nimûne: bi bahaneya bê tecrûbetîya ciwanan û bikêrnehatîbûna yên temendirêj, kategorîya "emrê ideal yê karkirinê" heta di navbera 25- 45 salan tînin xwar. Lîsteya kesên di ser 50 salî re ne ku xwe li listeyên bêkaran dinivîsin duqat dibe li gor bêkarên din. (16)

 

Mijara xizanîyê jî bi vî rengî ye. Tevî ku ciwan jî di vê kategorîyê de ne, piştî reformên li pey hev pêkhatî yên elaqedarê sîstema teqawidbûnê, hejmara kesên rewşa wan ji ber emrê wan lawaztir dibe ji nû ve dest bi zêdebûnê kir. Di nava wan zehmetîyan de ku kesên emrê wan di ser 50 salan de dikşînin, tesîrên îzolebûnê, xizanî, seqetbûnê li ser hev kom dibin. Her tişt nîşan dide ku pîr û kalên xizan yên Fransaya salên 1970yî wê li Fransaya salên 2030-2040î jî ji nû ve derkevin holê. (17) Di wê demê de ku yên xwedî hêz serê xwe ji temenê wan naêşînin, yên din bala xwe didin ser mijara nifşan, heta ji bîr bikin ku pirsgirêkên desthilatdarîyê û yên çînên civatî hene. Gelo civat bi tenê ji ciwanên meriv dilê xwe pê bişewitîne û kalên divê werin gunehbar bike, pek tê? Dema îmaja gelî ya kale dewlemend-aware- ezperest ku sedema tevahîya êşên ciwanîyê ye, êdî bikêr nayê, wê demê îmajeka din dixin dewrê, ya "kesekî bitemen yê hewce" bi tevahîya kêmasîyên wê (hêdîbûn, hesasbûn, adapte nebûn…) ku vê carê bi bihabûnê tê gunehbarkirin. Wekî ku di 1960î de yekem rapora fermî di biwara mijarê de pêşdidît, pîr û kal wê "cezayê zehmetbûna şert û mercên jîyana gelê fransî bidin." (18) Li şûna ku sedemên rastî yên îflaskirina sîstema me ya aborî  nîşan bidin, hin kes sucdaran terîf dikin: bêkar (kesên teqawidbûyî yan jî nexweş) ku ji mêj ve dijîn. Û tevahîya yên ku piştî mihasebeya bikêrhatîbûna wan hat kirin, wekî kesên ku ji qezencê tînin bêhtir mesrefê didin kirin tên nirxandin: kesên teqawidbûyî, bêkar, pîşeyên tendirustîyê, yên çandê, yên perwerdeyê…

 

Bi peyvên aborîyê wekî ku gotinên wezîrê malîyê yê japonî çileya bihurî îfade dike, "pirsgirêk" ji zû de hat dîyarkirin û çareserî ji zû de hatin peşnîyazkirin: "Pirsgirêk [ya fînansekirina sîgortaya civatî] dê tucarî neyê çareserkirin, heta ku em nehêlin [pîr û kalên nexweş] zûtir bimirin."(19)Li Fransayê, "em nahêlin pîr û kal bimirin", lê tunebûna îmkanan dibe sedema guhnedana gelek kesên pîr û kal, ku merivî dikarîbû di hin rewşên lezgîn de ew derman bikira, eger di wexta xwe de midaxele bikira, yan jî dibe sedema ku meriv alîkarîya wan neke da ku bi rûmet bijîn di stargehên pîr û kalan de. Dema ku pîr û kalên xizan bi barbûnê tên gunehbarkirin, herçî pîr û kalên dewlemend in êdî dibin mijara elaqeyeka xurt ya piranîya partîzanên silver economyê, ku xeyala pîr û kalên serf dikin, digerin, sportîf teknofîl û hez ji "xanîyên biaqil" (domotîk û yên din) dikin. Wê demê bernameyên derdikevin holê ji bo parastina kapîtala wan ya tendirustîyê û ya entelektuel, ji bo wan "zêde bipêçin" bi sîgortayên  hewcedarîyê ku dema ew dê nexweş bikevin yan jî seqet bimînin wê destûr bidin karên xwecihî biafirînin. Bi piranî karên zehmet in, bi meaşên kêm û bi kêmbûneka mezin ya perwerdebûnê, ku para bêhtir jinên ji cihûwarên xwe bûyî dikin…

 

Di rewşa heyî de pirsgirêkeka kesên 60 yan jî 70 salî ji wan re tê gotin û çawa ku Delaunay jî gotibû kalbûna wan dest pê dike, ji niha ve çêdibe: daxwaza civatê ya ku ew bi awayekî "baş kalbibin" daxwazeka di warê civatî û çandî de pûç e. (20) Civat ji wan re rêzek çalakîyên dilê meriv naçe wan pêşdibîne, wekî xurtkirina mejîyê bi rêya lîstikên li ser ekranê da ku bi nexweşîya alzheimerê nekevin, wekî tai-chi-yê ji bo nekevin erdê, yan jî wekî teknolojîkkirina xanîyên wan, da ku "hewcedarbûna wan derengtir çêbe". Divê em ji bîr nekin ku ji bo em nebêjin pîr û kalên egoîst in, divê gelek wezîfeyan bi cih bînin: li ber nevîyên xwe man, alîkarîya aborî bidin keç û kurên xwe, divê dê û bavên xwe yên gelekî pîr derman bikin, divê di komeleyên xwecihî de çalak bin… gelek kesên teqawidbûyî jixwe di nava van şiklên hevgirtinê de ne, yên malbatî û yên komeleyî. Lê belê tehlûke ew e ku bibe beşdarbûneka mecbûrî, heta ku bibe şertê standina rêz û alîkarîya civatî jî.

 

Ji bo kesên temendirêj yên hewce ji wan re tê gotin, pirsgirêkeka din dibe xewnereşkek. Tevî ku li hin welatan (Almanya, Hollanda, Danimarka…) seqetbûn û nexweşîyên ku merivan hewceyî kesekî dihêlin dibin sedema standina alîkarîyên aborî, temen çi bibe bila bibe, li Fransayê piştî 60 salî meriv êdî ne kesekî seqet e, ew dibe "kesekî temendirêj yê hewce" ku seqetîya wî wekî kesên din jî be ew alîkarîyeka sînordarkirî distîne. Lewre mîqdarên alîkarîyê yên ku li gor pêdivîyên wan gelekî kêm in, distînin. Ev sîstemek e ku newekhevîyan pêktîne û her hikûmet vê yekê diparêze bi bahaneya ku alîkarîdayîna kesên seqet yên di ser 60 salî re qaşo ji ya kesên di bin 60 salî re "zêdetir biha bibe".

 

"Reforma hewcedarîyê" ya hikûmeta sosyalîst ya Jean-Marc Ayrault da zanîn ku ew dê dawîyê li vê newekhevîyê neîne. Dibe ku ev qanûna bê ya zêdetir elaqedarê pirsgirêka fînansmanê ye û li gor fikra Sarkozy û Roselyne Bachelot hat amadekirin, nexasim hewl bide lêçûnan kêm bike bi rêya betalkirina alîkarîya bi kesên kêmtir "hewce" re. Ev jî bi zimanê wezaretî wisa tê îfadekirin: "alîkarîyên dewletê dê biçin ji wan kesên herî zêde pêdivîya wan pê heye" (Delaunay ji Le Monde-yê re dibêje). Armanc herweha "şîyarkirina berpirsîyarîya şexsî ye"- François Hollande jî ev peyv bikaranîbû di axaftina xwe ya di 29ê çileya 2013an de li kongreya Yekîtîya Neteweyî ya Entederal ya Rêxistinên Taybet yên Armanca wan ne karanîn e yên Tendirustî û Civatî (YNERTAKNTC) pêkhatî de. Maneya vê di rastîyê de weha ye: zêdekirina hejmarên dozên li sîgortayên şexsî. Gelo prensîba hevgirtina neteweyî ji bo kesên temenê wan di ser 60 salî re ye û nexasim ji bo welatîyên jin pêk nayê? Belê jinên pîr mexdûrên sereke yên vê sîstema "hewcedarîyê" ne. Çawa dema Simone de Beauvoir awayê civat xwe nêzî jinê dikir şermezar dikir (bixwîne: r. 19), jin dibin mexdurê sîstemeka ku cinsîyetperestî, temenperestîya ku utîlîtarîzmê dide ser hev û jîyana hinan wekî kêmtir bi qîmet dibîne li gor jîyana hinên din. Ev prensîp, fikra ku Hannah Arendt pêşdîtibû, pêktîne: "eger em israr bikin cîhanê li gor prensîbên bikêrhatîbûnê binirxînin, wê timî girseyên gel neçar bimînin bibin netutişt."(21)

 

* Nivîskar û doktor e di mijara psîkolojîya kalbûnê de, herweha nivîskarê Le temps ne fait rien à l’affaire (Dem tu tiştî bi karsazîyê nake), Weşanên l’Aube, 2012 û  La Guerre des âges (Şerê temenan), Armand Colin, Parîs, 2007

(1) Le Monde, 25-02-2013.

 

(2) Agahîyên  2010an yên Enstîtûya Statîstîk û Lêkolînên Aborî (ESLA), yên sala 2011 û 2012an hîna daîmî ne.

 

(3) "Projections de population à l’horizon 2060 / Fikrên li ser siberoja gelan ji bo 2060î", Insee Première, n° 1320, Parîs, çirîya paşîn a 2010an.

 

(4) Alfred Sauvy û Robert Debré, Des Français pour la France. Le problème de la population / Fransî ji bo Fransayê.. Pirsgirêka welatîyan, gallimard, Parîs, 1946.

 

(5)Patrice Bourdelais, L’Age de la vieillesse /Serdema Pîrbûnê, Odile Jacob, Parîs, 1993.

 

(6) Ev agahî li gor gelek krîteran hatin bidestxistin (dirêjîya temenî, rewşa tendirustîyê…).

 

(7) Insee Première, no 1372, çirîya pêşin a 2011an.

 

(8) Population et société / Welatî û civat, no 441, Enstîtuya Neteweyî ya Lêkolînên Demografîk (ENLD), Parîs, çileya paşîn a 2008an.

 

(9) Temenê Navîn yê ku welatîyan dike du beşên wekhev e.

 

(10) Pierre Bourdieu, "la ‘jeunesse’ n’est qu’un mot / ‘Ciwanî’ bi tenê ‘peyvek’ e", Questions de sociologie, minuit,, Parîs, 1980.

 

(11) "Les violences faites aux femmes / şiddetên li dijî jinan", Insee Première, no 1180, sibata 2008an.

 

(12) Annick Percheron û René Rémond (di bin rêveberîya wan de), Age et politique/Temen û sîyaset, economica, Parîs, 1991.

 

(13) Yves Michaud, "l’esprit public / Fikra gelemperî", France culture, 4ê hezîrana 2006an.

 

(14) "La jeunesse, tu l’aimes ou tu la quittes / Ciwanî, yan meriv hez jê dike yan jî dev jê berdide", France inter, 27ê tîrmeha 2010an. Binêre: "Martin Hirsch, vote censitaire et espérance de vie / Martin Hirch, mafê dengdanê yê wan kesên bacê didin û dirêjîya temenî), observatoire de l’âgisme, tebaxa 2010an, http://agisme.fr

 

(15) Binêre: "Evolution de la pauvreté des personnes âgées et du minimum vieillesse / Bipêşketina xizanîya pîr û kalan û alîkarîya herî kêm ya ji bo pîrbûnê"Retraite et société, n° 56, la Documentation française, Parîs, çileya paşîn a 2009an.

 

(16) "Demandeurs d’emploi inscrits et offres collectées par pôle emploi en janvier 2013 / Kesên bê kar yên qeydkirî û pêşnîyazên kar yên rêxistina bêkaran yên çileya paşîn a2013an", Dares indicateurs, no 25, Parîs, sibata 2013an.

 

(17) "Vieillir dans la pauvreté / Di nava xizanîyê de pîrbûn", Problèmes politiques et sociaux, no 977, la Documentation rançaise, çirîya pêşîna 2010an.

 

(18) Pierre Laroque, Politique de la vieillesse /Sîyaseta Pîrbûnê, rapora Komîsyona Lêkolîna li ser Pirsgirêkên Pîrûkalbûnê, la Documentation française, 1962.

 

(19) "Let elderly people ‘hurry up and die’ , says Japanese minister / Wezîrê Japonî dibêje ‘bihêlin bila pîr û kal zû bimirin’", The Guardian,London, 22yê çileya paşîn a 2013an.

(20) Gotara li jêr bixwîne: Lucien Sève, "reconsidérer le ‘bien vieillir’ /Ji nû fikirîna li ‘pîrbûneka baş’ ", Le Monde diplomatique, çileya paşîn a 2010an.

 

(21) Hannah Arendt, Le Système totalitaire. Les Origines du totalitarisme / Sîstema totalîter. Kokên totalîtarîzmê, Beş 3, Seuil, koleksîyona  "points essais", Parîs, 2005 (çapa yekem: 1972).

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya