Meseleya Karaçîyê: "Gendelîya li dilê Komarê"

Translator

8ê gulana 2002yê, wesayîta ku wek hemû rojan karker û teknîsyenên Rêveberîya Şantîyeyên Deryayî [Direction des chantiers navals (DCN)] dibirin, diteqe, ku ew karker ji bo têkxistin û amadekirina sêyemîn noqava [keştîya binê deryayê] bi navê Agosta hatibûne Pakistanê: Yanzdeh kuştî û dwanzdeh birîndar. Heta kêmwextek berê, bi taybetî li nav derdorên herî bilind ên dewletê behskirina êrîşa Karaçîyê dibe mijareke hesas. Rojnamevan Fabrice Arfi û Fabrice Lhomme vekolînekê (1) pêşkêş dikin ku bi gelek şahidî û belgeyên nû hatiye qewî kirin. Mirov dikare kitêba wan wek romaneke sîxûrîyê ya pir aloz bixwîne. Lê, ferqa kitêba wan ji romaneke sîxûrîyê ew e ku kitêba wan fîksîyon an jî xeyalî nîne, belku pêdaçûneke rastî ye, bo nav alî û hûrdekarîyên krîmînalîya rêkxistî. "Tirs û paranoya qaîde ne… Nediyarî, sir û sî xwedîyên rolên serekî ne li wir".

Pirsiyarên pêşî: Çima hakim Jean-Louis Bruguièreê ku yekser piştî êrîşê dest avête birêvebirina dozê, bala xwe bi tenê da ser ihtîmala El-Qaîdeyê? Lêkolîna van du rojnamevanan gelek zû îşaretê bi hindek nelihevî/nakokî û nihênîyan dike: Bo nimûne, negirtina çend şahîdan û windakirina delîlên wêneyî. Ji bo malbatan, mesele ketibû rêyeke bêderî û aloz heta ku hakim Marc Trévidic û parêzerekî nû hatine dest nîşan kirin û agahîyên taze ji layê çapemenîyê ve hatine ragihandin. "Meseleya Karaçîyê" piştî wê kêlîyê dikeve qonaxeke diyarker. Ihtîmala êrişeke terorîstî bi yekcarî tê berdan û ihtîmaleke "zêde mentiqî" şûna wê digire: Pêwendîya di navbera êrişê û rawestandina dana wan komîsyon û parên komîsyonan ku girêdayî peymanên çekfirotin/çekkirînê ne. Jacques Chirac her piştî ku bo serokatîya komarê hat hilbijartin, sala 1995ê, wî biryara rawestandina dana komîsyonan dabû.

Ew meblaxên amajekirî, di demekê de ku Nicolas Sarkozy wezîrê budceyê bû "li hemû tebeqeyên wezareta bergîrî û darayîyê" dihatine zanîn, mijareke xeternak û bi rîsk e. Rawestandina ji nişka ve ya dana wan meblaxan pêleke heyr û şokê rakir, bi taybetî ji bo "navbeynkarên çavbirçî û têhnîyên pereyan".

Digel aşkerekirinên Rêveberîya Giştî ya Asayîşê, ji sala 2002ê ve (Direction générale de la sécurité - DGSE), bi destê Claude Thévenetyê berpirsê amadekirina raportên Nautilus yên Rêveberîya Şantîyeyên Deryayî (DCN), sala 2008ê û digel hindek ronkirinên nûtir ji kevne-wezîr Charles Millon û François Léotard, ev pêwendîya digel êrîşê hate piştrast kirin.

Di nav vê geremolê de, Arfi û Lhomme delîlên pêwendîya di navbera şidet, pere, siyaset, di navbera gendelîya navneteweyî û "gendelîya di nav dilê Komarê de" pêşkêş dikin. Bere bere parçeyên siyasî-darayî yên kêm digihînine hev: Sala 1995ê fînansekirina kampanyaya serokatîya Edouard Balladur, "milyonên ji bo mîrên suûdî", firqateynên [kêstîyên şer] Taywanê, "razên şirketa luksembûrgî Heineê, ku sala 1994ê bi pêşengîya Nicolas Sarkozy hate ava kirin", "biheşta darayî [devera ku bacê ji pere nastînin] ya girava Manê", şirketa panamayî Mercor finances, "mirovên sîberê": Amir Lodhi, Abdul Rahman El-Assir, Ziad Takieddine, ew karsazên ku bûne "hevalên dilsoz ên Elyséeyê".

Her çi kesê ji bo peydakirina rastîyê hewl dide, tûşî hêrsa "karbidestên herî berz ên dewletê" dibe: bo numûne lijneya parlementoyê ya Berhevkirina Zanyarîyan ku Bernard Cazeneuve wek meseleyeke dadgehî bi rê ve dibir. Hezîrana 2009ê, qanûnekê çepera qedexeya li ser belgeyên senifandî û yên nihênî berfirehtir kir. Qenaeta nivîsaran hem bi pêşbînî ye û hem geşbîn e: Noqavek wisa hatiye çêkirin ku bi xêra otonomîya xwe ya berfireh her çi zêdetir bikare di bin avê de bimîne jî, hergav di dawîyê de derdikeve ser avê".

Bi Magali Drouet û Sandrine Leclerc re versîyoneke hûr û jidil ya vê dramê heye. (2) Her yekê di êrîşê de bavek winda kir û bi du dengan, bê tawîz lê bi kerb, şîna ku ketiye ser sehneya giştî vedibêjin, anku malbatên ku têne tirsandin, gotinên ku têne veşartin. Şahîdên wan, bi şermokî û hunereke nimûneyî, berê veşartî yê "manîpûlasyonên siyasî û xiyanetên mezin" radixine pêş çavan. "Me rastî divê, em dê wê bi dest xin, ji ber ku mentiqa dewletê di ferhenga me de nîne."

Çavkanî

  1. Fabrice Arfi, Fabrice Lhomme, Le Contrat. Karachi, l'affaire que Sarkozy voudrait oublier (Peyman. Karaçî, bûyera ku Sarkozy hez dikir ji bîr bike), Stock, coll. "Les documents", Parîs, 2010, 362 rûpel, 20,50 euro
  2. Magali Drouet, Sandrine Leclerc, On nous appelle "les Karachi" (Ji me re dibêjin "Karaçî"), Fleuve Noir, Parîs, 2010, 253 rûpel, 17,50 euro

Wergera ji fransî: Ergîn Opengîn