Mexmûr: Gelo ya li ser tê nihurandin netew e?

Tebaxa borî rojeva Tirkiyeyê bi gotina “pêşîvekirinê” kirasekî bi rengekî nû li xwe kir. Vê “pêşîvekirinê” bahsa hewldanên hikûmeta AKP’ê yên çareseriya dikir. Tevî ku bi nave “pêşîvekirina” kurd destpê kir, bi nave “pêşîvekirina demoktratîk” nav guherî û herî dawî kirasê “Projeya Yekîtiya Netewî” –hemin a tirk- li xwe kir jî, destpêka wê hêvî dida mirovan. Di nava siyaseta kurdan de bêyî ku zanibe ka gavên hikûmetê ji bo pêşîvekirinê çi ne, hema hema her aliyî destek dayê. Zêde dem nekete navberê û pêşî li vê “pêşîvekirinê” hat girtin. Ya rast ev proje di cihê xwe de bist bû û xitimî. Serokê PKK’ê Abdullah Öcalan, yê li Îmraliyê girtî, ji bo ku pêşiya vê pêvajoyê veke bang li PKK’ê kir ku hin koman ji Qendîlê û Ewrûpayê bişîne û xwest komek jî ji wargeha penaberan Mexmûrê biçe Tirkiyeyê. Li ser banga Öcalan, komên navê ‘Aştî û Çareseriya Demokratîk’ li xwe kirî ji Qendîlê (8 kes) û ji wargeha penaberan a Mexmûrê (26 kes) çûn Tirkiyeyê.

Ya rastî di destpêkê de çi çapeneniya Tirkiyeyê, çi siyasetvan û çi jî aliyê kurd, herkesî bi çavekî erênî li meselê nêrî. Ji bilî helwesta MHP û CHP’ê yên ku ji binî ve li dijî her gava ji bo çareseriya pirsgirêka kurd in, herkesê din xweşbîn bû. 18’ê Cotmehê ango rojekê beriya ku komên li jor bahsa wan hatî kirin biçin Tirkiyeyê, Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gül anî ziman ku ew ji pêvajoyê bi hêvî ye. 20’ê Cotmehê rojeva tevahiya çapemeniya Tirkiyeyê ev “Komên Aştiyê” bûn. Pêşwazîkirina wan jî mijara herî zêde derdikete pêş bû. Bi sedhezaran kesî kom li Silopiyê li deriyê Sînor ê Xabûrê pêşwazîkirin û li ser riya xwe ya ber bi Amedê ve ev hejmar bi giştî êdî gihişte milyonan. Bi vê yekê jî, bi yek carê hem nêrîna li meselê ya aliyê tirk guherî û hem jî atmosfer. Rojnameya Milliyetê 21’ê Cotmehê ji bo pêşwazîkirinê sernavê “Ji Xabûrê ber bi Amedê ve hêza xwe nîşan dan ” bi kar anî. Siyaseta heta hingî li ser teslîmbûna “34 PKK’yiyan” dihat meşandin, kiras guhertibû û bûbû “Poşman nebûn lê serbest in ”. Li ser van bûyerên li ser hev hikûmet bizdiya, Serokwezîrê Tirkiyeyê R. Tayyip Erdoğan jî 24’ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, êdî ew naxwazin koma ji Ewrûpayê, biçe Tirkiyeyê (25.10.2009 Milliyet). Nêzî mehekê paşê jî Wezîrê Karê Navxweyî Beşir Atalay li Moskovê daxuyaniyek da û got, ‘ew li bendê ye ku beriya serê salê, nîvê penaberên li wargeha Mexmûrê vegerin Tirkiyeyê.’ (21.11.2009, Zaman)

Awirên hikûmetê zîvirîbûn ser Mexmûrê. Di meha Gulanê de nivîskarê rojnama Milliyet’ê Derya Sazak di nivîsa xwe ya li ser çareseriya pirsgirêka kurd de bahsa vê mijarê dikir. Sazak digot, beriya ku gerîlayên PKK’ê ji çiyê dakevin, divê wargeha penaberan a Mexmûrê were valakirin . Jixwe koordînasyona sêqolî ya ku ji nûnerên Tirkiye, İraq û DYE’yê pêk tê jî herî zêde li ser vê mijarê serê xwe diêşîne –di nava meha kanûna borî de jî li ser mijarê civiya. Dema mirov ji aliyê penaberan ve li mijarê binêre, ya heta îro qewimî, mirov dikare bi gotina pêşiyan “ez dibêjim nêr e, ew dibêje bidoşe” rave bike. Lewra her carê penaber dibêjin, “eger şert û mercên vegera me li Tirkiyeyê werin afirandin, em amade ne vegerin.” Lê Tirkiye dixwaze bêyî ku gavên siyasî biavêje û ewlekariya penaberan a aborî, civakî û siyasî misoger bike, ew vegerin. Beriya Cejna Qurbanê jî êdî aliyê tirk jî qebûl kir, ji Mexmûrê wê ti komên mezin venegerin Tirkiyeyê, lewra divê pêşî gavên siyasî werin avêtin.

Baş e çi qewimî, çi hat serê van penaberan ku êdî ew biryarên xwe bi gavên siyasî ve girê didin? Yan jî gelo bi rastî ew evqasî siyasî bûne, yan ji ber trawmaya, şer li wan kirî, ew neçar kirine bi vî awayî tevbigerin. Ez ê hewl bidim bersivê bidim vê pirsê, lê ne bi argumanên siyasî, belê bi argumanên ku encamên xebateke di nav penaberan de derxistî holê. Ev xebat li ser wêjeya devkî û dîroka devkî bû, lewra jî dibe ku di warê zanista siyasetê de bersiva her pirsê nede û di hin waran de jî qels be. Dîsa jî ew di warê civaknasî û etnolojiyê de xebateke serketî û baş e.

Mexmûr çi ye?

Bêyî ku mirov dûvdirêj bike, Mexmûr qonaxa dawî ya serhatiya bêhtirî deh hezar mirovan a dawiyê ye. Di destpêka salên 90’î yên sedsala borî de şerê di navbera hêzên dewleta tirk û gerîlayên PKK’ê de li herêma Hekarî û Botanê gelekî dijwar bû. Dewleta tirk biryar dabû ji bo ku “qira masiyan bîne, deryayê zuwa bike”! Herêmên pêşî bûn mexdûrê vê siyasetê Botan û Hekarî bûn û li van herêman dewletê dest bi valakirina gundan kir. Weke encam gelek mirovan berê xwe da Başûrê Kurdistanê. Di navbera 1992 û 1993’an de gelek malbat û kes li gundên li derdora Zaxo yên weke Derkar û Hîzavayê û li cem xizmên xwe yên li Zaxo bi cih bûn. Pirraniya penaberan di bihara 1994’an de neçar man gund û warên xwe bi cih bihêlin . Efseran, gundiyan kom kirin û du rê danîn ber wan: Yan wê bibin cerdevan, yan jî gundên xwe biterikînin; ji bo biryardanê jî demekî kin dabûn gundiyan . Piştî qonaxên mîna Etrûş û Nehdarê, Gulana 1998’an bêhtirî 10 hezar penaber piştî rêwîtiyeke dijwar a 6 salan li Mexmûrê bi cih bûn. Belê hem li ser serboriyên xwe, hem jî li ser serhatiyên xwe nihurandin û para bêtir jî lorandin.

Dema etno-muzîkologê yûnanî Yiannis Kanakis, li Bakurê Kurdistanê li nav kurdên ji cih û warê xwe kirî, rasta stranên siyasî û bi naverokên modern hat, fikirî ku ya li ser tê nihurandin netew e û gotinên stranan jî besîtkirî weke “gotinên stranî di netewparêziya kurd de” bi navkirin . Ya rastî ji bo ku mirov di çarçova nationalism discurs a kurdan de bersivê bide pirsa ‘gelo bi rastî ya li ser tê nihurandin netew e?’ Mexmûr baştirîn labaratûwar e. Bersiva vê pirsê weke ku Kanakis dayî hêsan nîne, lewma bi serê xwe berferehiya mijarên stran û serhatî li ser wan tên gotin, cûrbecûriya serboriyan û pirrengiya hestan nîşan e ne ku bi me didin gotin, ev pirs wê bi gotinek û du gotinan bersiva xwe nebîne. Hemin, teza der barê ethnisch-kulturelle Selbstbehauptung ango ‘xweîfadekirina etnîk-çandî’ de jî dikare bibe beşek ji bersivê, lê ji ber bandorên pirralî yên bûyerên trawmatîk ên bi salan ajotî û rola van bûyer û bi serê xwe trawmayê di pêkhatina stran û berhemên din ên wêjeya devkî de bi vê yekê têra xwe nayên ravekirin.

Bi salan bûyerên trawmatîk û trajîk di ser penaberên wargeha Mexmûrê re bihurîn (Ji bo agahiyan binêre li quncika dîrokçeya wargeha penaberan Mexmûrê). Ev bûyer, êş, azar, hêvî, siyaset û îdeolojiya van salan ji xwe re di berhemên wêjeya devkî ya penaberan de cih girt, lê ne bi rengekî safî û parzûnkirî. Ya hatibû serê penaberan kirasê xwe li berhemên wan jî kiribû. Heta bi bîranînên jiyana xweş a berê jî bi rengekî tên gotin ku êdî vegera wan nebe. Weke bi hatina payîzî re bîranîna bihara borî bi êş û elem, ev bîranînên demên borî yên bihuştî jî bi êş û elem in, lewra gundên berê şên êdî bûne hêlîna kund û pepûkan. Bûyera pêşî ku mirov dikare di çarçova zincîra bûyerên trawmatîk ên hatî serê penaberên li Mexmûrê binirxîne, şerê qirêj e, ango bi darê zorê valakirina gundên wan û koçberbûna wan û xerîbiya li welatê xwe bi xwe.
Salih Xalidê Hîlalî yek ji wan dengbêjan e ku li gorî rêûresma şairên herêma Botan serboriya xwe ya trajîk bi stranî dibêje. Sala 1994’an li ser sînor eskerên tirk, Salih û sê kesên pêre digirin. Gefên kuştinê lê tên xwarin û bi riya bêtêlê destûra kuştina wî û hevalên wî tê xwestin. Ev destûr nayê dayîn, lê wî û hevalên wî dibin Tugaya Bağlıcayê cihê ku 45 rojan êşkence li wan tê kirin. Li wî cihê ku ew weke zindan bi nav dike, stranekê dinihurîne û bi xêra vê stranê jî tê berdan, lewra dilê subayekî bi wî dişewite. Ev strana bahsa me li ser, ne stranek e ku mirov weke anonîm bi nav bike. Heta mirov dikare bêje, bes şexsî ye. Lewra navê zarokên Salih û hevjîna wî jî di stranê de tên hildan û bi kite kit bahsa vê bûyere li jor, tê kirin. 24’ê Nîsana 1994’an jî ew dem e ku reng dide tevahiya serhatiyê û herî zêde tesîrê dike, lewma wê rojê nîşevê Salih tê girtin û hem êşkence û hem jî jiyana penaberiyê ya paşê wê destpê bike misoger dibin:

Were wey dinyayê, wey dinyayê, wey dinyayê, ez ê çi bikim feleka bavê Şiyar û Dîno çep lêdayê, rast lênayê
...
Wele xanimê sê neqla gazî dikê way xuha min Şemsiyê
Hey la mala te şewitiyê, qey ti nizanî îro serê sê roj û sê şevî temam e destê bavê Şiyar û Dîno êxistine bê xwediyê kelemça, berê wî dane tuxaya vê Şirnexê, wey la xuşkê em bê hîviyê…

Ev rêzên jor têra xwe zelal in ji bo ku piştrast bikin ku ev stran dikare weke strana gelêrî were bi navkirin, lê dîsa jî şexsî ye û li ser serhatiya bavê Şiyar û Dîno ango li ser serhatiya Salih Xalidê Hîlalî ye. Ez ê paşê zelaltir bikim, çima ez vê xalê derdixim pêş. Di tevahiya gotina vê stranê û çarçova gotina wê de netewya kurd bi awayekî taybetî dernakeve pêş. Ya der dikeve pêş peyva dijmin û nifirên li dijmin û neyaran (Wele kulê tu bikevî mala dijmina, dîsanê van neyaran) tên kirin e. Bi ser de jî ev dijmin û neyar nayên bi nav kirin; dîsa jî hem penaber û hem Salih bi xwe dizanin ku bi van gotinan bahsa Artêşa Tirk û eskerên wê dike. Ango ya li vir em dikarin niha bibêjin ew e ku komeke ku xwe weke em dibîne, di navbera xwe û yên ku weke dijmin dibîne xeteke stûr kişandiye. Ev koma em xwe ji komên din ên mirovan û civakan bi zor û zexta lê hatîkirin û rewşa xwe ya taybet cihê dike. Hemin, ev mirov hemû kurd in û sedema zordestiya li wan hatî kiri û tê kirin jî kurdbûna wan e.

Hayîneke ku Dayka Helîm gotî, pêvajoya penaberiyê û bûyerên trawmatîk ên girîng hemûyan kurt û Kurmancî tîne ziman. Dayka Helîm bi xwe dayika gerîlayên PKK’ê ye û zarokên wê jiyana xwe ji dest dane. Dayka Helîm dibêje, berê wê gelek stran digotin, lê îro para bêtir şînî û hayînan (lorîkên ji bo bi xew ve birina pitikan) dibêje. Dibe ku ecêb xuya bike, ji bo çi di hayînekê de mirov bahsa dîroka penaberiya xwe û êş û azarên xwe bike, lê di rastiyê de ji bo dayikeke kurd ku bi rêûresma gundewarî mezinbûye, ji hayînan baştir navgîna îfadekirina hestan nîne; ji bo vê jî divê bahsa bûyeran jî were kirin. Çawa berê dayikan ji zarokên xwe re dinuhurand û bahsa rojên xweş ên berê li mala dê û bavê xwe, xerîbiya paşê hatî û mirina bav, dê yan jî xwîşk û birayên xwe dikirin, Dayka Helîm jî bahsa serhatiya xwe dike. Dîsa ya di cih de balê dikşîne ser xwe bihara sala 1994’an e ango destpêka penanberiya dûvdirêj a ku hê dawî lê nehatiye: “De bila bihara notûçara li min nehata; De bila bihara notûçara, jarê, li min nehata; Pete vî dijminî mala me wê xirabkirî; Bi topan û tangan û teyaran; Pe, berê erz û eyalên me dayî va sînora…

Di vê hayînê de koma em û dijmin têra xwe zelal ji hev hatine cihêkirin û li dijî hev hatine danîn. Lewra berpirsiyarê bobelata hatî serê penaberan dijmineke ku xwedî tank, top û balefirên şer e. Ti şik û guman têde nîne ku ev dijmin dewleta tirk e û nifirên li vî dijminî tên kirin jî eşkere hestên koma em li hemberî dijmin didin nîşa: “De kula Xwedê, şîna Helebê bikevê mala neyaran û dijminane…”

Lewra vî dijminî bihara 1994’an gundê Dayka Helîm, Mijîn ê ser bi Qilabanê, wêran kiribû û kiribû ku Mijîn bibe hêlîna pepûka û kundan. Êdî Mexmûr jî amade ye bi gotinên payîzokan bibe navê bextreşiyeke êşgiran: “Pe qulingo hayê hayê tu xelet î; Lo qulingo tu xelet î; Tu pişta xwe didê zozana, berê xwe didê deştika vê Mexmurê lo ber wî şetî…

Çi bi zanîn, çi jî li hev hatî, Dayka Helîm bi dorê bahsa her gav û qonaxa penaberiya xwe dike, ji Etrûşê heta ber bi sînorê Saddam ve, ji wir jî ber bi Mexmûrê ve. Ji bilî van bûyerên bi rawestan û westan ê mihaciriyê, bûyereke din cihê xwe digire ku ne bi tenê Dayka Helîm lê her wiha Xatûna Kalikî û Evdoyê Goyî jî li ser dinihurînin. Ew jî bi awayekî dij-huqûqî girtina Öcalan û radestkirina wî ya Tirkiyeyê ye. Jixwe gelek stranbêj, şair û dengbêjên din jî daxwaza azadbûna Öcalan tînin ziman. Li Bakurê Kurdistanê jî Kanakis gelek mînakên van stranan kom kirine. Nuqteyeke din a li vir balkêş ji bo berhemên li Mexmûrê hatî tomarkirin ew e ku ev mijarên weha ‘modern’ di qalibê berhemên gelêrî yên weke stran, hayîn, payîzok û biharokan te hatine gotin. Ev jî nîşan dide ku çarçova hestan û nêrîna li mijar, bûyer û qewmînan jî ji vê çarçova gelêrî ser bixwe nîne û bandora wê nabe tine were hesibandin.

Ji vir û şûn ve argumanên palpiştiya îdîaya Kanakis bikin derdikevin pêşberî me; bi karanîna peyvên şehîd û serokatî. Lê ev jî bi tenê dema mirov wan bi serê xwe û îzolekirî bigre dest û binirxîne. Ez ê wisa nekim, lewra ji bo Dayka Helîm ku weke ‘’Dayka Şehîdan’’ nav li xwe dike û li wargehê jî weha tê qebûlkirin, riyeke gelekî xwezayî ye, dema bahsa êş û azarên xwe dike bahsa “şehîdên xwe” bike. Li aliyê din peyva serokatî ku di salên dûvdirêj ên penaberiyê de îfadeya yekane hêviya vegera warê xwe ye jî nabe mirov bi tenê bi ambîsyonên siyasî şîrove bike. Di rewşeke bi vî rengî de dîlgirtina Öcalan û radestkirina wî ya Tirkiyeyê jî bûyereke bi êş û azar bû ji bo penaberên li Mexmûrê, heta bûyereke trawmatîk bû. Lewra dema Dayka Helîm dibêje “Were derdo, sed cara li mi derdo, were derdo, sed cara li mi derdo; Pete serê ezmana rijan erdan; De bilanê cewabiya xêrê ji me re bihata, jarê; Bigota, serokatî wî hatî berdan” divê mirov ne bitenê karîzmaya Öcalan li ber çavan bigire. Dîlgirtina Öcalan ji aliyê gelek kurdan ve û bi taybetî ji aliyê girseyên li dora PKK’ê rêxistinkirî ve weke ‘bêbextiyeke navnetewî’ tê qebûlkirin, lewma jî hesteke kolektîf a xiyanetlêbûnê peyde bû . Karîzmaya Öcalan li aliyekî, gelek mirovan û bi taybetî jî kesên ku mexdûrê siyaseta terorê ya dewleta tirk bûn, Öcalan ne weke şexsekî, belê weke sembola îradeya siyasî didîtin û dibînin. Ev hisa kolektîf a bêbextîlêbûnê, dîtina Öcalan weke îradeya siyasî û rewşa zehmet a penaber têde, di stranan xwe dide der. Daxwaza azadbûna Öcalan di gelek berhemên wêjeya devkî de tê derbirîn û gelek caran dibe nifireke dijwar a DYE jî di nav de, li van hêzên jêr hatî kirin “Were kulê dilê’m bikevîn nava meclîsa cÎsraîl û Yûnanistanê, de hoyê hoyê hoy, û Kenyayê, lo û Kenyayê…” Dîsa jî nifira herî xirab Evdoyê Goyî ji Enqerê û siyasetvanên wê re veqetandiye “Were kulê de tu wê bikeve nava meclîsa dewleta tirka, na welehî bavo eskerê Roma; Welehî Xwedê pê nizane, ne qanûn e, ne kîtab e weyla nemayê ne nîzam e; Bêje ezê nakevim ber ḧeyra girtin û kuştina mêra, terş û talana; Bêje sala, li ber wê salê li erz û eyalê me kirî weyla maqulo qetlîam e...”

Ji bilî van xalan, gelek berhem hene ku êşa ji ber ambargoyan penaberan kişandî, tînin ziman. Xuya ye, ev jî yek ji bûyerên trawmatîk e ku bandora xwe li penaberan kiriye û xwe herî baş bi gotinên em li “Kurdistanê xerîb in” dide der.

Bikaranîna navê Kurdistanê jî têde nîşanên hêmanên netewparêziyê di nav penaberên Mexmûrê de hemin hene, lê ya ku herî zêde darî çav ne ev e. Lewra di warê siyasî de ev girse li dor PKK’ê bi rêxistin e û PKK ne xwediyê armanca sazkirina dewleta netew ye. Gerçi peyva mass-nationalism jî ji bo netewparêziya PKK’ê weke netewke ne xwedî bazareke netewî, tê bikaranîn jî; ev nêrîn hemû, bi awirên ji rojava hatine nivîsin û ji bo şîrovekirina rewşa penaberên kurd ên li Mexmûrê ne bikêrhatî ne.

Tabloyeke giştî ya darî çav ev e ku di berhemên wêjeya devkî ya kurdên li wargeha penaberan Mexmûrê de mêyila bikaranîna peyvên di warê ‘netewî’ de hişyartir, heye. Belê, mirov nikare bahsa nihurandina li ser netew bike, lewra mijar çi dibe bila be, ya pêşî derdikeve pêşiya me trawmayek e. Ji ber vê jî mirov dikare jêre bêje ‘bi riya stran û girî ji heqî trawmayê derketin’. Hemin ev yek hebûna stranên modern ên ‘netewî’ û yên ‘partiyan’ mandel nake, bi tenê di navbera wan û berhemên wêjeya devkî ya penaberên Mexmûrê de xetekê dikişîne ku dikare bikêrhatî be.

Di encamê de erê Tirkiye dilê xwe xweş dike li valakirina wargehê difikire, lê ya ku divê Tirkiye serê xwe pêre biêşîne, ne bi tenê valakirina wargehê ye. Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Beşîr Atalay di Mijdarê de gotibû ew ê li ser esasê dildariyê wargehê vala bikin. Xuya ye li hin gavê siyasî û aborî fikirîne û dibe ku li ser hin modelên demborî jî hizirîbin. Lê mijar ji ya ku ew difirkirin zehmettir e, lewma penaber hê jî êşên xwe bi stran, hayîn, şînî û payîzokan tînin ziman. Ango li aliyekî ev trawma ya ku divê birînên wê vekirin, werin dermankirin heye, li aliyê din jî penaber eşkere û bi her awayî û her weha bi riya berhemên wêjeya devkî tînin ziman ku Abdullah Öcalan nûneriya îradeya wan a siyasî dike. Eger wisa be hingê gelo mumkin e, ev gava pêşî ya ji bo ‘çareseriya pirsgirêka kurd’ bi hiştina li derve ya Öcalan, bi ser keve?

Dîrokçeya wargeha penaberên Mexmûrê

Piştî êrîşên artêşa tirk ên di bihara 1994’an de, cihê penaberan pêşî konê xwe lê vegirt gundê Qesrokê yê nezî Zaxoyê bû, paşê nêzî wir wargeha Bihêrê û wargeha Şeranîş çêkirin. Dema gundiyên ji cih û warên xwe hatî kirin, di sînor re derbas dibûn, veguherîn armanca êrîşên Artêşa Tirk û bi topên hawin û balefiran hatin bombekirin. Li gorî rapora TİHV’yê ya sala 1994’an hejmara kesên di bombardimanê de jiyana xwe ji dest dayî 8 e. Serhatiya penaberan li vir bi dawî nedibû. Li her du wargehan alîkariya zad û qût a Rêxistina Alîkariya Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR) kêm bû, lewra her roj hejmara penaberan zêde dibû û hêzên ewlekariyê yên herêmê jî destûr nedidan penaberan pêdiviyên xwe bi xwe ji Zaxoyê tedarik bikin. Bi ser de jî Artêşa Tirk ji Tabûra Kêrya Reş bi topên hawin hawîrdora wargehan bombe dikir da ku wargeh belav bibin. Ji bo ku weke penaberên siyasî werin qebûlkirin penaber li mala mamosteyan a Zaxoyê 28 rojan ketin greva birçîbûnê û hejmara wan jî di navbera 10 ta 12 hezaran de bû. Ji ber êrîşên dewleta tirk herdu wargeh hatin valakirin û 12’ê Îlona 1994’an nêzî gundê Bêsivê penaberan wargeheke nû ava kir. Piştî du mehan UNHCR çû wargehê û rayedarên Başûrê Kurdistanê jî ji bo ku biçin Etrûşê ambargoya zad û qut danîn ser wargehê. Destpêka sala 1995’an penaber neçar man careke din konên xwe bar bikin û wargeh vê carê li cihê ku rayedarên PDK’ê xwestî ango li deşta Etrûşê ava kirin. Lê ji ber ku beşek ji penaberan hê di Cotmehê de berê xwe dabû Etrûşê, du wargehên 15 kîlometroyan ji hev dûr pêk hatin. Li ser daxwaza UNHCR û PDK’ê paşê ev wargeh wê di Kanûna 1995’an de bibûna yek. Li ser operasyoneke eskerî ya artêşa tirk li dijî Başûrê Kurdistanê, bihara 1995’an penaberên li Zaxoyê jî neçar man biçin Etrûşê.

Lê hê jî nedibû ku êş û azarên penaberan kêliyekê bihedinin, Nîsana 1995’an Tirkiyeyê ji UNHCR’ê xwest “xebatên gerîlayan” li wargehê rawestîne, rayedarên UNHCR’ê jî hebûna şervanên PKK’ê li wargehê derew derxist . Lê ev yek nîşane eşkere bû ku Tirkiye dixwaze wargehê vala bike.

Ji ber şerê navxweyî li Başûrê Kurdistanê, zext li penaberên Memûrê jî dihat kirin. Gelek penaber ji alî hêzên Başûr ve dihatin girtin. Ji bo berdana wan penaberan 17’ê Sibata 1996’an greva birçîbûnê da destpêkirin û gelek daxwazên xwe bi rayedarên Başûr û UNHCR’ê dan qebûlkirin. Lê belê ber bi payîzî ve ji nû ve ambargo danîn ser wargehê û UNHCR’ê jî di 21’ê Kanûnê de da zanîn ku ew wargehê digirin û bi vî awayî penaber yekcar bê parastin man. Bi ser de Tirkiyeyê di hefteya diduyan a Sibata 1997’an de gef xwarin; eger wargeh neyê valakirin, ew ê wargehê dagir bikin. UNHCR a ji Cotmeha 1996’an ve alîkariya penaberan rawestandî, di Sibatâ 1997’an de ala xwe jî daxist. Bi vî awayî penaber ji nû ve neçar man koçber bibin. Penaber li herêma Dihokê li gundên mîna Semele, Qesrok û Çirê û li herêma Diyana jî li derdora devera Herîr belav bûn. Komekê jî konên xwe li herêma Nînova li gundê Museka vegirtin û ev der bû wargeha penaberan a ku paşê wê weke wargeha Nînovayê bihata nasîn. Lê ev wargeha êdî bi tenê 7 hezar penaber lê mabûn ji wargeheke penaberan bêhtir dişibiya girtîgehekê, lewra ketin û derketina wê bi awayekî dijwar dihat kontrolkirin û ambargo li ser hebû. Li hember zextên ser wan penaber bi zora xwe û tevî ku leşkerên rejima Saddam li dijî wan şîddetê bi kar anîn jî, ji sînorê navbera save haven –herêma ji aliyê DYE’yê ve parastî - û rejima Baasê derbasbûn û 14’ê Sibata 1998’an li devera Nehdarê bi cih bûn .

Ev çend mehên penaber li Nehdarê mayî, bûn dema wan a herî zehmet, lewra UNHCR’ê pêşî ji wan xwest vegerin, paşê jî alîkarî kêm da wan. Dema İraqê ew weke penaber qebûl kirin, ji 24’ê Gulana 1998’an û pêve di nava 3 rojan de penaber anîn deşta Mexmûrê ku ji çolê pêve nedişibiya tiştekî din. Penaberan ev çola hişk û zuwa di nava demeke kurt de veguherand cihêkî şên û tevî zehmetiyan hemûyan heta îro lê dijîn û hejmara wan jî li gorî daneyên UNHCR’ê nêzî 12 hezaran e.

Çavkanî
  1. Habur’dan Diyarbakır’a Gövde Gösterisi, 21.10.2009, Milliyet
  2. Pişmanlık yok, ama serbestler, 21.10.2009, Milliyet
  3. 21.05.2009, Milliyet
  4. Ev gotin wê paşê bi awayekî fermî ji aliyê Serfermandarê Giştî ya Artêşa Tirk Doğan Güreş ve bihata gotin ku encama wê bi awayekî sîstematîk valakirina gundên li Bakurê Kurdistanê bû (binêre li International Free Women's Foundation 2007: 33). Sala 1994’an Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê yê wê demê Murat Karayalçın wê ev rastiya tahl nermkirî jî be piştrast bikira, li gorî wî heta Hezîrana 1994’an 900 gund hatibûn valakirin (Turkish Daily News 28.05.1994). Di dawiya sala 1994’an de nêzî 2000 gundî ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hatibûn valakirin (McDowall 1996: 438).
  5. Ji bo bêtir agahiyan bixwîne: Güneş, Hasan; Hedefteki Kamp: Maxmur I,II,III, IV (Wargeha Hedef: Mexmûr I, II, III, IV), Yeni Özgür Politika, Neu Isenburg 17 Cotmeh 2006, 18 Cotmeh 2006, 19 Cotmeh 2006, 20 Cotmeh 2006
  6. Xelkê herêmê di 24 heta 26’ê Adara 1994’an de baş pê hisiya ku Artêşa Tirk gelekî cidî ye. Di serî de gundê Şîrîş (bi Tirkî Sapaca) li devera Qilabanê 4 gund bi balefirên şer hatin bombekirin û di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da (binêre li rapora salê ya TIHV’yê (Türkiye İnsan Hakları Vakfı) ya 1994’an, rûpel 5).
  7. Ez bi dudilî vê peyvê bi kar tînim, lewra nizanim gelo di nationalismê de netewe tê parastin yan tê perestin
  8. Binêre li Yiannis Kanakis, Chanter la Nation : la parole chantée dans le nationalisme kurde, in: Outre-Terre 10 (Turquie - Europe - Express 2014?), Parîs 2005
  9. Penaber bi xwe navê şerê qirêj, li şerê artêşa tirk li dijî PKK’ê meşandî dikin.
  10. Öcalan bi xwe di 19‘ê Cotmeha 1998’an di bernameyeke Med TV de ku bi riya telefonê beşdar bû behsa bêbextiyeke navneteweyî kir.
  11. Binêre li quncika Dîrokçeya wargeha penaberan Mexmûrê.
  12. Binêre li International Herald Tribune 07.-08 Nîsan 1995
  13. Binêre li Untitled UNHCR press statement, 21.12.1996, di http://www.unhcr.org/news/NEWS/3ae6b8123c.html)
  14. Di raporeke parlamanterên PE’yê de weke sedem nebûna ewlekariyê û dagirkeriyeke muhtemel a Tirkiyê têne nîşan dan. Binêre li Vermot-Mangold, Ruth-Gaby; Humanitarian situation of the Kurdish refugees and displaced persons in South-East Turkey and North Iraq, Doc. 8131 der Abgeordneten Versammlung der EU, Brüssel 3. Juni 1998, rûpel 10-12.