Modela Pekîn’ê

Hu Jintao’yê xelefê Mao Zedung’î yê dûr piştî wî bi şêst salan pişta xwe sipart gotineke wî û got: ’’Îroj Çîn bi xêra pêkanînên sosyalîzmê li ser lingan e.’’ Ev, çavdêriyeke balkêş e; ev ji demeke dirêj ve ye ku Çîn ne di bin nîrê Ewrûpa’yê û ne jî di bin yê Japonya’yê de ye û êdî tirsa wê ji wan tuneye. Jê çêtir, şert û mercên jiyana beşekî civata wê jî baştir bûye. Lê belê, pirsa sosyalîzmê pirseke cuda ye... Hingî ewqasî dûrî rastiya wan e, mirov êdî dikare bibêje ku bihêzbûyina Çîn’ê (sala 2008’an % 9.6 bû, di sala 2009’an de jî % 8.7) bû alîkara aboriya Amerîka’yê. Bi vî awayî, Çîn çû hawara sîstemeke kapîtalîst ya ku ji sala 1929’an ve ye ku qeyraneke weha bi serî de nehatibû. Globalîzma ku li Wall Street’ê birîndar bûbû li Şangayê ji nû ve rabû ser lingan.

Gava ku rengê hewayê sor bû, ew formula ku digot; ’’Bayê Rojhilatê dê pişta bayê Rojavayê bişikîne’’ dihat wateyeke din, lê îroj tê wateya ku Çîn ji bo zincîrebazarên mezin dibe eldorado û mezintirîn itxalatdara cihanê: sed û pêncî û şeş marketên Carrefour’ê li wira hene ; heftê û du dikanên Tesco’ya brîtanî; dêwa amerîkî Wal-Mart jî, heger xebitandina karkerên çînî ya zêde ku derfeta kêmkirina buhayan û herweha ya qelskirina raqîban didiyê ne di nav de be, li gora wan ya herî qels e.

Heger divê mirov guherîna cîhanê bi rêya van agahiyan ve binirxîne û bibîne bê bi ku de diçe, ji bo karsazên rojavayî tu sedem namîne ku xofê jê bigirin. Wall Street Journal bi xwe jî balê dikişîne ser: ’’Bazara Çîn’ê ji bo şîrketên rojavayî yên ku li mezinbûnê digerin gellekî balkêş e. Herkes dizane ku yên ku cîhanê ji qelsbûyînê xelas dike bazarên weha nuh in. 1‘‘ Sendîkaya amerîkî ya metalurjiyê ku kêfa xwe bi van guherînan nayne ji Washingtonê xwastiye ku dozê li Çîn’ê bike, lewre Çîn zêde diafirîne.

Lê belê, êdî mirov nikare bi tenê bibêje ku « modela çînî’‘ platformeke îtxalatê ya weha ye ku bi meaşên kêm dixebite; Çîn hewl dide ku berê xurtbûna xwe zêdetir bide bazara hindurîn û peywendiyên aborî yên bi herêman re jî xurttir bike. Herêmeke bazirganiyê ya weke Peymana bakur-amerîkî ya bazara serbest an jî weke ya Yekîtiya Ewrûpa êdî bala wan jî dikişîne. Û bi vî awayî, xurttirkirina mezintirîn sektorên welatê desthilatdar di bala wê de ye ku, ji xwe, qaîde jî her ew e. Lê belê, herçend nifûsa wan ne weke ya hev be jî, ketiye pêşiya Japonyayê û ji ber wê, Çîn divê îsal bibe giringtirîn aboriya cîhanê ya duyem. Li gora banqeya amerîkî ya bi navê Goldman Sachs, ji vira û 2026’an, ew ê bibe ya yekem jî.

Gelo ew ê hêza xwe di ku de bi kar bîne ? Ne civînên G-20 û ne jî civîna Kopenhag’ê tu derfet nedan ku mirov bibêje ku Çîn bûye awûqata xizanan an jî ya welatên başûrî. Awayê wê yê pêşketinê kêfa herkesî tîne, bi taybetî jî ya kesên ku dixwazin hêza aborî û lîbealîzma bazirganî û berdewamiya desthilatdariya olîgarşiyeke nîvpolîtîk û nîvendustriyel bikin yek2.

Êdî di nava derdorên patronên rojavayî de jî roj bi roj piştgirên ’’modela Pekîn’ê’’ zêdetir dibin...

Çavkanî

i Patience Wheatcroft, « Don’t begrudge China’s exports coup », The Wall Street Journal, New York, 12 çile 2010.

ii Sala 2005’an, % 65’an zêdetirê patronên sektora taybetî endamên Partîya komunîst bûn.