Modêlek bi pênc îstisnayan?

Translator

Gelo modêleke civakî heye ku pênc welatên skandînavî par dikin û cuda ye ji modêla Ewrûpaya mayî ? Ev pirs, derdorên akademîk ên herêmê pîj dike. Ji 1996’an ve, toreke dîroknas û lêkolînerên warê zanistên civakî, digel bêtir ji sê sed endaman li wir dixebitin (I). Helbet, rêveberên siyasî, sendîkavan, çalakvan û bisporan xwe li benda wan negirt. Lewre berî bi zêdetir ji sedsalekê, 1907’an, yekem konferansa civakî ya Skandînavyayê, bi şertên wê demê, li dor mijarên qezayên li ser kar û parastina karkeran hate birêvebirin.

Ji hingî ve, muqabeleya hizran, lihevguhorîna tecrûbeyan, berawurda daîmî ya rêbaz û encamên wan, hevkariya siyasî û hikûmetî, wêneyê malbateke ji pênc welatên Bakurê Mezin da pêş çavên cîhanê sebaret bi meseleyên wekî birêvebirina warê civakî, şêweyê lêkdana sebeb û layenên nexweşiyê, pîratiyê, xizaniyê, bêkariyê…

Ya rastî, ji bilî cudatiyên demografîk (Swêd, bi neh milyon nufûsa xwe, hema bêje du caran ji Danîmarka, Fînlanda û Norwejê ; û sî caran ji Îzlandayê qerebalixtir e), siyasî (Swêd û Danîmarka împaratoriyên bihêz bûn; Norwej, Fînlanda û Îzlanda kolonî bûn û serê sedsala XX’an gihiştine serxwebûna xwe), van pênc welatan rê û berên gelek nêzîk dane ber xwe. Berî 1939’an Cpenhague’ê rê diyar dikir, Swêda ku ji ber şerî veder mabû, piştî 1945’an dewr girte destê xwe.

Ji ber nexweşiya av û hewayê wê û bêbereketiya erdê wê, herêm bo demeke dirêj mabû di bextê belengazî û mehrûmiyeteke kûr de û bes piştî duyem nîvê sedsala XX’an pê de pê de û bizor derket ji wê rewşa xerab ; lê heta gihiştiye wê qonaxê çaryekê nufûsa xwe ji dest dabû, lewre du milyon û nîv ji niştecihên wê gihiştibûne Cîhana Nû. 1875’an, Swêd, bi rêjeyeke 87 % gundewar û agrîkol [aboriya li ser çandiniyê] e, Danîmarka bi 75 %, Norwej bi 81 % û Fînlanda bi 94 %. Diyar e veguherînên wê çaxê siyasî ne – mutleqiyet li Danîmarkayê di 1848’an de tê hilweşandin, hilbijartinên giştî bi rê ve çûne di navbera 1898 û 1920’an de. Veguherîn herwiha civakî ye jî – reformên di warê ax û çandiniyê de dawiya feodalîzmê tînin- û ji aliyekê ve jî aborî ye, lewre çaxa diyarbûna endûstriya mezin a modern (polayê swêdî, bazara berhemên çandiniyê li cem danîmarkiyan…) û bajarvaniyê ye.

Dêr di binyada wê hindê de ye ku serê pêşî dibe pena û stara bi tenê yên herî xizan, bi piranî gundiyên bêerd. Jiyana herêmî, ku piştî Almanyaya Bakur di sedsala XVI’an de digihe nîzama Reforman, dikeve bin serdestiya tevgerên lutheryen [hevaheng digel rêbaza dînî ya Martin Lutherî] ên dewletê. Rêbaza lutherî li sertaserê erdê herêmê bihêz û hazir e, xêrxwazî qaîdeyeke pir hişk e, rayedar alîkarîkirinê wekî siza bi kar tînin beramber kesên wekî sermest û jinebiyên ku bêpar in ji mafên bingehî û ji azadiyê.

Pêşniyarên rêveberiya cemaeta dêrê, ku pê de pê de ilmî [sekûler] dibin, pêşî li Swêdê û Norwejê, paşî li Danîmarkayê dibin sebebê derhatina rêveberiyên lokal ên ku alîkarî li xizan û şagirtan dikin. Dabeşiyeke diyarkirî ya rolan bi cih dibe di navbera hêza navendî û ya lokal de : dewlet yasayan çêdike û rêveberiyên lokal disepînin bêyî derfetên zêdeyî ji aliyê dewletê ve, ku ev yek barê hevgirtinê dixe ser hisabê xêrxwazên serekî yên wê çaxê, anku xwedanên erdên fireh. Hêza navendî ji bo pêşketinên civakî (sebaret bi xanenişînan, tenduristiyê, sêwiyan…) mercan dide ber wan giregirên lokal ku wan mercan disepînin bêtir da ku bacên li ser wan bilind nebin. Salên 1920 û 1930’an, li jêr fişara sendîkayan, pêwendiya hêzên siyasî vediguhore bi awayekî ku xêra çînên kedkar tê de hebe û zerermend bûrjûwazî û xwedan- erdên mezin bin. Muhafezekar û lîberal cihê yekem ji dest didin û sosyal-demokratên ku koalîsyonên piraniyan pêk tînin têne pêş li Danîmarka, Swêd û Norwejê. Fînlandaya ku hêj nû ji beşdariya xwe ya xwînî ya şoreşa 1917’an derhatibû, xwe ji wê meyla çepîbûna giştî diparêze. Berfirehkirina mafên sosyal ji bo tevahiya gel, qet nebe di çarçova prensîban de, têne bidestxistin bi rêya birêkxistina şirîkatiyeke saxlem di navbera sendîkayên karkeran û wan patronan de ku serûberkirineke maqûl a bazara kar qebûl dikin. Parastina sosyal li ser bingehê yeksaniyê û ji bo hemû hevwelatiyan tê dabînkirin.

Bi yasayan, her hemwelatî xwedanê şiyana îstifadekirina ji Dewleta-dabînker e, ku dewlet bi bacan tê fînansekirin ne mîna li Fransayê bi kotîzasyona [peredana hevwelatiyan ji dahata xwe ji bo mesrefên hevbeş ên cemawerê] civakî. Norwec ne tê de, li welatên din bi tenê qerebûya bêkariyê ji sîgorteya mûçegiran tê dabînkirin. Çaxê zêrîn ê Dewleta-dabînker, sepandina wê ya rasteqîne û bikêrhatî, piştî duyem şerê cîhanî ye. Armanca hevbeş ne civakeke lîberal e û ne jî ûtopiyeke sosyalîst e, lê rêyeke sêyem e ku li ser kapîtalîzmeke reformekirî hatiye avakirin, li ser zewaca xêrxwaziya civakî û aboriya bikêrhatî. Hemû hêzên siyasî û civakî, civakeke bazarê qebûl dikin ku rê nade pêkhatina ne-yeksaniyên pir aşkera û kûr. Ewleyiya sosyal, mûçeyên di çarçova alîkariyê de, kreş, xaniyên xanenişînan, sexbêriya li kêmendaman, tenduristî, perwerde, formasyon, lêkolîn, kultûr hemû bi hev re wekî versiyona sosyal-demokrat a Dewleta- dabînker dihatine pêş çavên welatên cîhanê.

Ev berhema wan partiyên sosyal- demokrat e ku pê de pê de bûne partî-dewlet, û ku qederê zêdetir ji şêst salan li Swêdê û zêdetir ji çil û pênc salan li Norwej û Danîmarkayê, bi tenê an jî di serokatiya koalîsyonan de desthilatdariya xwe ragirtin…

Qeyrana aborî ya salên 1980 û 1990’an, dawiya şerê sar, lawazketina siyasî ya sosyal-demokrasiyê û globalîzasyona darayî wê modêla sosyal a « Norden » naziktir dikin ku her ku diçe meyla xwe dide ser modêla Ewrûpaya rojavayî, modêla kêmtir sexî…

Çavkanî

Têbînî:

  • Niels Finn Christiansen (dîr.), The Nordic Model of Welfare, A Historical Reappraisal,Museum Tusculanum Press, University of Copenhagen, 2006, 432 rp.