Nasnameya Valoni

Belçîka
Translator

Ji bo kesên ku lê dimînin Valonya çi ye? Heta bi kîjan radeyê ew girêdayî herêma xwe ne? Anketeke ku ji aliyê rojnameya brukselî ya referans La Libre Belgique (Belçîkaya Azad) ve 20’ê çiriya pêşiya 2010’an hatiye weşandin gihîştibû wê encamê ku % 4’ê şêniyên welêt xwe "di serî de weke valon" hîs dikin, li aliyê din % 25 xwe "di serî de flaman" û % 44 jî xwe "di serî de belçîkî" hîs dikin. Heke em van encaman li gorî zimanê li Belçîkayê tên axaftin dabeş bikin, wateya vê ew e ku % 40’ê hollandîaxêvan xwe serêpêşî flaman hîs dikin, belê bi tenê % 10’ê fransewîaxêvan xwe serêpêşî valon hîs dikin.

Di nihêrîna pêşî de ev hejmar fikreke belavbûyî piştrast dikin: bêguman "neteweyeke flaman" heye û dibe ku "neteweyeke belçîkî" jî hebe, lê belê di her halûkarî de "neteweyeke valon" nîne. Li aliyê din ev îmaja ku bêguman para rastiyê jî têde heye, dibe ku ser mijara girîng bigire. Serboriyek, vê yekê bi hêsanî nîşan dide: li navenda bajarê Liège’ê şêniyekî du ala bi awayekî ku baş xuya bikin li ser hev bi pencereya xwe ve kirine: dîkê valon bi vî rengî li ser rengên reş, zer û sor ango rengên alaya belçîkî derdikeve pêş. Tevahiya nasnameya herêmî xwe li wira dida der: ji bo pirraniya mezin a şêniyan pirsa gelo ew xwe "di serî de" valon an belçîkî hîs dikin zêde girîng nîne. Dema ku em ji valonan dipirsin gelo ew bi valonbûna xwe serbilind in, rêjeyên encama vê pirsê nêzî rêjeyên li welatên mîna Franse yan jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne ku kêm guman ji hebûna hesteke "neteweyî" ya li van welatan tê kirin. Lê belê yên ku dibêjin ew bi valonbûnê serfiraz in, herweha dibêjin ku ew bi belçîkîbûnê jî serfiraz in. Bi ser de jî peywendiya van hestan bi hev re heye: bi rengekî nîvekî, mirov çiqasî bi nasnameya xwe ya valon serbilind bin, ewqasî jî bi girêdana xwe ya neteweyî serfiraz in.

Beşek ji cihêbûna di navbera valon û flamanan de li nava vê peywendiya bi Belçîkayê re cîhê xwe digire: yên pêşî behsa wan hat kirin valon û belçîkî ne, yên paşê behsa wan hat kirin ji belçîkiyan bêhtir flaman in. Mijar domînanzeke ku di nava herdu civakên zimanî de heye: lêkolîneke hûrûkûrtir wê bike ku nuans û xetên derzên navxweyî xuya bikin. Lê belê vê dijberiyê xwe herî baş di hilbijartinên federal ên hezîrana 2010’an de dan der: tercîha Valonan bi awayekî zelal Partiya Sosyalîst bû (gotara Olivier Bailly bixwîne) ku di nîqaşên civakî de zêde serketî xuya nake, flamanan jî serketineke mezin da NVA’yê (Nieuwe Vlaams Alliantie –Hevgirtina nû a flaman), partiyeke "flamanîaxêv" a gellekî xasûk e ku hê nû beriya duwanzdeh salekan hatiye damezrandin.

Dîroka aborî, çandî û civakî ya Belçîkayê, ji serxwebûna wê ango 1830’î û vir ve qismî van xisletan rave dike. Li gorî Valonyaya ku hema li pişt Ingilîstanê pêşengiya şoreşa pîşesaziyê dike, Welatê Flamanan ê gundî û katolîk di sedsala 19’an de herêma xizan a welêt bû. Di vê demê de cotkarên flaman bi awayekî girseyî koçber bûn, ber bi korteyên pîşesaz ên valon ve, ango ev cotkar yekemîn tebeqeya "koçberan" pêk tînin (ku îro ji Valonan nayên naskirin). Wê demê li herdu herêmên welêt bûrjûwayeke pîşesaziyê desthilatdar bû ku bi awayekî aşkere û zelal bi projeya neteweyî ya belçîkî xwe îfade dikir: ev elît ji Anversê heta bi Liège’ê ji Bruges’ê heta bi Gand’ê û Namûrê fransewîaxêv bû. Ango têkoşîna herêmparêz a flaman ku ji destpêka sedsala 20’an û pê ve xwe da der, wê bi tevahî çandî bi pêş biketa: mijar xwe azadkirina ji desthilatdariya çîneke aborî ye ku ji ber zimanê xwe weke biyanî tê dîtin. Bi ser de jî bi dîndariya xelkê asayî ne bawer e, lewra ew lîberaltir e. Dêra katolîk wê ji destpêkê û pê ve destek bida daxwaza azadbûna çandî û civakî ya flaman.

Em behsa tevgera valonî ya herêmparêz bikin; wê dê bi taybetî piştî Şerrê Cîhanê yê Duyemîn dest pê bikira û xurt bibûya. Ya rastî rêya pêşketinê qulipî: pîşesaziyên komirê û polayê bi qeyraneke strukturel re rûbirû ne, ango Valonya xizan dibe, li aliyê din welatê Flamanan ketiye ser rêya kapîtalîzmeke "bi tevahî nû", bi pêşkî pererazandina li sektorên hilgir: ango serêpêşî sektora hesin û pola ya keştiyan û hilberandina maşînan û paşê jî teknolojiyên nû. Di destpêka salên 1960’î de sorpasso pêk hat: Hilberandina Hundir a Brut (HHB) a flaman para herî mezin e. Rolên xizan û dewlemendan bi hev tên guhertin. Doza valon a di vê demê de bi taybetî xurt, hingê herî zêde xwe disipart çîna karkeran a herêmî. Sendîkavanan (ji siyasetvanan bêhtir) him doza otonomiyê dikir û him jî doza tişta ku hingê navê "reformên strukturel" lê dihat kirin, dikir. Ev "reformên strukturel" mudaxelevaniyeke zêde dibe ya hêzên dewletê bû daku pêşiyê li xirabçûna pîşesaziyê bigire. Daxwaz bi tenê bi reng û xemla xwe ango seresere çandî bû: ew fikara xwedîbûna navgînên înstîtusyonel bû daku siyaseteke aborî û civakî ya li gorî krîzê bê birêvebirin. Îronî û tinazweriya dîrokê ye ku aliyê înstîtusyonel ê vê bernameyê ango otonomiya herêmî, piştî salên 1980’î pêk hat. Ango tam di wê demê de ku di bin zexta îdeolojiya neolîberal de him li Ewropayê û him jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dewra dewletê ji rewabûna xwe hat kirin û her çû ev dewr kêm bû.

Ango, tevgera valon serêpêşî weke tevgereke civakî xwe ava kir, bi awayekî berfireh bi cîhana karkeran re ketibû zikhev de û dijminê vê cîhana karkeran ne elîteke biyanî, belê kapîtalîzm bi xwe bû. Ji ber vê dîroka taybet, xisletek di nasnameya valon de maye: ew serê xwe ne bi hêzên mîrî (melîkî) ne jî bi aliyê sembolîk yê netewebûnê diêşîne. Bihevrehebûna xwezayî ya nasnameyên valonî û belçîkî ji ber vê yekê ye. Belasebeb e ku em li Valonyayê li bûyerên civakî yên ku di bin pêlên alayên herêmî de fetisîne bigerin. Flaman bi xwe berevajî Valonan dilê xwe gellekî dibijînin wan alayan.

Xisleta duyemîn a nasnameya valonî a ku mîrateya vê dîrokê ye, ji rêûresma çandî ya kevin bêhtir girêdana wê ya bi modeleke civakî re ye. Modela "sosyal demokrat" a parastina civakî ya xurt, şêwr û di heman demê de nirxpêdaneke berpirsiyariya ferdî bi hev ve girê dide. Ev model weha xuya ye ku ji aliyê civakê ve bi rengekî giştî tê qebûlkirin. Hemin rêûresm jî hene, lê diyar e ew ji herêmî bêhtir bi deverê sînordar in. Naskirin û îşaretpêkirina "çandeke valon" ya hinekî zexm, ji bo civaknasan zehmet xuya dike. Bi vî rengî, tevî ku pratîka şêwra civakî, bêyî têra xwe pevçûnê di jiyana rojane de nameşe, dîsa jî prensîba wê him di nîqaşên çepê de û him di yên rastê de him di yên patronan de û him jî di yên sendîkayan de weke referansa hevpar bi kêr tê: li ser navê modela şêwrê ye ku li Valonyayê heke hewl bê dayîn tesîra mafê grevê bê sînordarkirin, mirov prensîba mafê grevê diparêzin. Li gorî modela piştgiriya xurt pozîsyon û alî – yên carinan dijber – diyar dibin. Ev pozîsyon jî li ser mijarên gellekî ji hev cihê yên mîna siyaseta tenduristiyê yan jî sîstema bacstendina otomatîk a ji mûçeyan a ku hema bêje veguherî mijareke ku dunya alem meraq dike, lê belê weke prensîb, hîç bi awayekî yekser ji hember ve, rastî êrîşa tu aktorê girîng nayê.

Nasnameya valonî dibe ku weke ku zexm be xwe nîşan bide û di heman demê de dûrî mubalexeyên hissî û sembolîk be ku li gellek deverên dunyayê xisleta hissên neteweyî pêk tîne. Li aliyê din bi zexta globalbûnê re rûbirû mayî, mirov dikare vê nêzîkbûnê weke berhema dawî ya beriya mirinê ya dunyayeke dilhebîn binirxîne, yan jî berevajî vê, weke jêhatîbûnekê binirxîne ku wê bi kêra li pey xwe hiştina tevlîheviyan bê, yên ku weha xuya ye ku çarenûsa tevahiya civakên ewropî ne.

Çavkanî

Marc Jacquemain:
Li zanîngeha Liège’ê profesorê sosyolojiyê

    Wergera ji fransî: Luqman Guldivê