NATO fatûreya xwe li Ewropayê dibire

Vekişîna amerîkî ya ji Iraq û Afganistanê û ji nû ve dîyarkirina pêşekên stratejîk
Translator

Endamên Hevgirtina Atlantîkê 20 û 21ê Gulana 2012ê wê li civîna bilind a li bajarê serokê DYAyê Barack Obama, Chicagoyê bicivin. Kêm caran wê ev hevdîtin evqasî bi kelecan bihata prove kirin. Ji bo tiştên berê plannekirî qet cih nehatiye hiştin: Bawerîya mayî ya bi “NATOya nû” girêdayî vê civînê ye, dema şerê sar bi dawî hat, NATOyê bawer kiribû ku veguherîbe cendirmeyeke global, ya ku têra xwe xwedî erk e da ku di xizmeta nirxên rojavayî û aştîya cîhanî de destûrê bide xwe û xwe li seranserê dinyayê wezîfedar bike.

 

Çerxek e digere, ya tevneke cîhanî ya ewlekarîyê, ya ku ji hevkarîyên bi bêtirsî welatan re hatin bi cih kirin

". (1) Bi van gotinan Qesra Spî bi israr e ku pesnê rêxistineke Peymana Bakurê Atlantîkê (NATO) bide ya ku bi xwe bawer difikire ku ne bi tenê hevgirtineke eskerî ye, belê herweha yeke ewlekarîyê ye, heta di qada birêvebirina sîvîl a krîzan de jî -Yekîtîya Ewropayê di vê qadê de bispor e. (2) Dîsa jî ji semantîka nermkirî ya civînên transatlantîk û wêde, îlûzyona nepixandî û xwe-navend a "NATOyeke globalbûyî" xwe bi xwe li çîyayên afgan têk bir. Wisa tê gotin ku Barack Obamayêku bendeyê stratejîyeke çeloxwarî ye, bi tenê encamên "nation-building" (3) û yên şerê li dij-serhildanê yê birêveberîya Bush bi rê ve birin, ev jî di dezangajmaneke kêm û zêde baş lîstî re pêk anî.

"Claim Victory and run!" ("Îdîa bike tu bi ser ketiyî û bireve "): Ev awayê ku hin analîstên amerîkî bîlanço û hesabê operasyona afgan bi kurtî îfade dikin, li ser encamên bidestketî gelek tiştan dibêjin. (4) Hemû di bin şiva du sekreterên giştî yên NATOyê George Robertsonê brîtanî û Anders Fogh Rasmussenê danîmarkî, ên ku biqasî hostetîya wan a xîtap û peyvê ji bo rewakirina nebûna stratejîyeke xwe jêhatî ne û ku xwestin rexneyên li xeta fermî bi lêz bifetisînin, ji bo bipêşxistina berjewendîyên parzemîna ewropî bikêrhatî nebûn. Bi wî awayî ku ji dema jihevdeketina URSSyê ve ev avahîya mezin a sala 1949ê damezrandî evqasî nehatibû lawaz kirin.

Ji danezanên civîna bilind a Lîzbonê a sala 2010ê ya li ser "ewlekarîya kooperatîf" ya ku bi kelecan endametîya "rojavayîyên dûr" yên weke Zellandaya Nû yan jî Japonyayê jî kiribû rojev û vir ve, her diçe bêhtir dewletên endam bi poşmanî hewl didin da ku NATO li rewşa xwe ya berê vegere, weke berê tevbigere û bi tenê di çarçoveya wezîfeya xwe ya destpêkê, ango parastina kolektîf a ewropî de dest werde, ango li gor mentiqekî cografîk û êdî ne îdeolojîk (weke parastina "nirxên hevpar"). Di paşxana doktrînal de gelek endamên NATOyê dixwazin kevana berjewendîyan (erd, nufûs, cîranîya nêzîk) bi giştî şûna "kevana krîzan" bigire, fikra kevana krîzan zelûl û nedîyar e, dikare ber bi her deverî ve bê kişandin.

Budceya Pentagonê, hilbijartin û piştî 13 salan derfetên yekem civîna NATOyê li DYAyê

Mijara girîng a li Chicagoyê krîza etîk e û zexta hilbijartinên serokatîyê li DYAyê jî wê li vê zêde bibe. Ev civîna bilind ji sêzdeh salan û vir ve ya yekem e ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk tê. Bi awayekî mentiqî birêveberîya Obama hez dike lê danezanên biryardar û avaker bike û van danezanan weke pêşketinên berbiçav nîşan bide, pê di heman demê de rexneyên dijberên xwe yên komarparêz bêtesîr bike. Ji bo koma namzedê demokrat a herî hêsan ew e ku nîşan bide ku NATOya piştî Afganistanê di warê stratejîk de, belê berîya her tiştî di yê pîşesazî û teknolojîk de (argumaneke girîng e lewra di nav deh salên bên de dibe ku kêmkirina ji budceya Pentagonê bigihêje 400 mîlyar dolaran) "karekî bikêrhatî" ye ji bo Washingtonê. Perspektîva vê jidestdanê (dîsa jî hertişt li ber 600 mîlyar dolar budceya bergirîya amerîkî nisbî ye) dibe sedem ku hilbijartîyên ku li herêmên wan ên hilbijartinê fabrîkeyên Boeing, Lockheed Martin, General Dynamics, yan jî Raytheon hene, mertalên xwe hildin. Di bin zexta hilbijartinan de şêwirmendên Qesra Spî dê teqez hewl bidin civîna bilind a Chicagoyê veguherînin hola gurçûpêçkirina bi çekan a amerîkî.

Ji salên 1960ê ve, hîletê hîyerarşîya Pentagonê ji kêmbûna budceyên bergirîyê yên ewropî diçe. Lê belê moralê xirab ê dayendeyê sereke yê budceya NATOyê van demên dawîyê hê bêhtir xirabû. Pir nîşan ji hevgiran re hatin şandin da ku derbarê ekîpmanan de bi rastî hewl bidin, bi awayekî ku "rêwîyên qaçax" ên bergirîya kollektîf (piranîya wan bêpar in ji pîşesazîyeke bergirîyê ya neteweyî) gij bikin da ku malzemeyên bikêrhatî ji Dewletên Yekbûyî dabîn bikin. Sala 2002yê civîna bilind a "jinûveavaker" ya Pragê hê hingê hewl dabû "angajmanên der barê kapasîteyê de" dîyar bike: Her welat, her yekî di beşeke dîyar de (balefirên bêpîlot, satelît, navgînên îkmalê, ragihandin...) soza birêvebirina terîfê dida û in fine [di dawîyê de] ya kirîna hevpar a ekîpmanên ku ji bo bihevrexebitîn û bikêrhatîbûna herkesî pêwîst in.

"Kê pê li pişkokê kir?"

Ev hewes li ser qaxezê ma, çawa ku şerê li Lîbyayê ev yek eşkere nîşan da: Ji bilî fransîyan, ên ku hê jî xwedî hêzeke hewayî û deryayî ya serbixwe ye û hinekî kêmtir jî be brîtanîyan, tu welatê ewropî ku hinekî ji peravên Parzemîna Pîr dûr be, nikare ya ku balefirên Rafale roja 19ê adara 2011ê bire serî, bi ser bixe: Weke "kesê pêşî" xweser derketina ser dika operasyonekê. Lê dîsa jî keştîyên îkmalê, îstîxbarat, navendên fermandarîyê û kontrolê yên amerîkî destek dan operasyonên Lîbyayê bi xwe.

Di vî karî de amerîkî bi biryardarî li paş man ("leading from behind") û bi vê dixwestin peyamekê bidin: Dibe ku Washington sibe kêmtir bi karê Hevgirtinê (yanî NATOyê) bibe. Belgeya Hizirîna Stratejîk (Defense Strategic Review, DSR) ya çileyê 2012ê tam dike ku mirov bi vê bihise. Barack Obama bi xwe ev belge pêşkêş kir. Di belgeyê de behsa jinûve bicihbûna li Asya-Pasîfîkê tê kirin û belge eşkere dide zanîn ku wezîfeya dîrokî ya NATOyê êdî li Ewropayê "pêk hatiye". (5) Kevne wezîrê bergirîyê yê amerîkî Robert Gates ev DSR dabû dest pê kirin. Wî hezîrana 2011ê di erefa teqawidbûna xwe de herweha bi biryardarî bi peyvên pir hişk pêşnîyazî ewropîyan kir ku bêhtir berbiçav para xwe li bergirîya kollektîf a parzemînê zêde bikin.

Amerîkî dixwazin têkçûna xwe wek krîza angajmana ewropî nîşan bidin

Bi vî awayî tevî ku ev deh salên derbasbûyî têkçûneke etîk û stratejîk a lîdertîya amerîkî nîşan didin jî, ku krîza NATOyê encama wê ye..., DSR û Gates vê krîza NATOyê vediguherînin krîza angajmana ewropî. Ji bo ku sêwî nemînin bang li ewrôpîyan hat kirin ku gelek ji wan pereyan li fînansmana jêhatîbûna destek û fermandarîyê razînin, ku di bin koordînasyona teknîk û operasyonel a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye. Ev bingeha têgeha smart defense e ku sibata 2011ê Rasmussen weke awayê herî baş ê li hemberî krîza aborî pêşnîyaz kir, lewma ev krîz çavkanîyên welatên endam dixe bin bar û erkên giran de. Naveroka wê weha ye, mirov wê giranîya xwe bide ser jêhatîbûnên eskerî yên herî zêde avaker û wan bi hev re fînanse bike, lê belê her weha israr bike ku welatên hê xwedî bingeheke pîşesazî û teknolojîk a bergirîyê ne, xwe li gor şaneyan [qadan] bispor bikin da ku du welat nebin bisporên heman qadê. Ev proje gelek tehlûkeyan dihewîne. Tehlûkeya sereke ji bo welatekî mîna Fransayê wê bibe; her diçe bêhtir jidestdana xweserîya pêşesazî û stratejîk, a ku heta îro bi zehmetî parastiye. Beramberhevkirina bar û erkan dikare bibe çareserîyek. Lê belê mentiqê "şaneya" teknolojîk di dawîyê de dibe sedema "vegera li şaneya" siyasî. Nexasim smart defensepir kêm serê xwe bi koordînasyoneke bi navgînên Yekîtîya Ewropayê diêşîne û di maneya xebata bi hev re, herweha standart û pîvanan de yek gotina bi tenê jî nake der barê jêhatîbûneke bi rastî parvekirî ya di navbera ewropî û amerîkîyan de da ku "berê xwe bidin paşerojê".

Amerîka dixwaze teknolojî û kontrol di destê wê de be

Dema ku mijar pêkanîn e, bi xwe senaryo tê zanîn. Pêşî, li gor wê, ya herî baş a teknolojîya amerîkî wê were parastin ji bo bikaranîna bi tevahî neteweyî, ev jî wê bi danîna bendeke li dijî îxrackirina teknolojîyên hesas were kirin. Paşê pîşesazên amerîkî wê makîneyeke şer a ji bo îxrackirinê ya ne ewqasî zêde bipêşketî xurt bikin, dema vê dikin jî wê xwe bispêrin hilberînên bi serî yên pir mezin, ev yek jî destûrê dide buhayên [erzan] –di teorîyê de– ên bi kêrî reqabetê tên. Ji bo ku tablo temam bibe em bibêjin, hê berîya kirîna ekîpmanê bi xwe, bipêşxistina bernameyê wê bi herikandina budceyên lêkolîn û teknolojîyê (L&T) ya hevgirên ewropî were fînans kirin, yên ku wê paşerojê her diçe bêhtir nikaribin sîstemên neteweyî bi awayê serbixwe bisêwirînin. Parastina dijfuzeyan a balîstîk yek ji wan qadan pêk tîne ku xweserîya siyasî û jêhatîbûna teknolojîk di nav hev de dihelin –ev ê bibe yek ji mijarên li pêş ên navenda kirînê ya ku ji bo du rojan li peravên gola Mishiganê hatiye bi cih kirin. Li wir jî "lîsteya malzemeyên divê werin kirîn" weke mohrekê li pişta stratejîya şaneyê xuya dike.

Ya rastî hatiye pêş dîtin ku welatên endam ên Hevgirtinê sûdê ji civîna li Chicagoyê bigirin da ku bi awayekî pir fermî "jêhatîbûneke navîn a parastina dij-fuzeyan" (interim operational capability) a hevparbidin zanîn, heta 2018ê jî li benda pêkhatina jêhatîbûneke bêkêmasî bimînin. Ji bo vê jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi desteke welatên rojhilatê Ewropayê û tevî muxalefeta pircarî îfadekirî a Moskovê, wê pêşnîyazî hevkarên xwe bike ku li ser terîfa hevpar a tehlûkeyê, wezîfeyan û navgînan li hev bikin. Li navenda vê pêvajoya erêkirinê çi heye: Doktrîna plankirin û qaîdeyên angajmana sîstemê ("kî ekrana hewarê kontrol dike?"; "kî pê li pişkojê dike?"). Ji gelek salan û vir ve di warê bergirîya dij-fuzeyan de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser NATOyê helwêsta xwe û teqwîma xwe ferz dike. (6)

Sala 2007ê jî ya qewîmî ev bû, bi pêşnîyaza yekalî ya birêveberîya Bush a ji bo vekirina "baregeheke sêyem" a [fuzeyên] pêşîgir ên sîstema dij-fuzeyan (7) li Lehistan û Komara Çekê, piştre sala 2009ê jinûve bicihkirina bi destê birêveberîya Obama. Serokê nû "helwêsteke li qonaxan dabeşkirî a li gor Ewropayê" (European Phased Adaptive Approach – EPAA) pêk anî.

Siyasîyên ciwan yên ewropî dikarin pişta xwe bidin Amerîkayê

Ev helwêst xwe dispêre fuzeyên pêşîgir ên di ser atmosferê re yên di keştîyên şer Aegis de hatine bi cih kirin û hêzdarkirina jêhatîbûneke fermandarîyê û kontrolê ya di bin berpirsiyarîya navenda Ramsteinê (Almanya) de, ku wê navendê jî amerîkî kontrol dikin. Wezîrên bergirîyê yên ewropî hezîrana 2007ê û çirîya pêşî ya 2009ê de qebûl kirin ku mîmarîya bergirîya dij-fuze ya NATOyê bi awayekî belav wê li gor pêşnîyazên were ava kirin. Ji hingê, di dema kurt de li gor ajandayekê ku di wê bi xwe de jî zelalî û vîzyon kêm e, tevahîya endamên Hevgirtinê xwe amade dikin bisporîyeke li gor şaneyan [qadan] qebûl bikin, ku ji serî heta binî Washington şewazê wê dîyar dike ("pêvajo 1, sala 2015ê", "2, sala 2018ê" û "3, sala 2020ê"). Di dawîyê de heke pêşnîyazeke cuda nebe ya ku li gor wê ewropî jî wê di astên "bilind" ên mîmarîyê de bi dilxwazî werin bi cih kirin, ev rewş rasterast ber bi kirîna yekser a sîstemên amerîkî ve dibe, bi ser de jî hêza biryar û kontrolê ya li ser tevahîya mertal jî wê nebe.

Bipêşketina siyasetên bergirîyê di paşerojê de –yên hêzên didin der yên mîna Çîn, Brezîlya û Hindistanê jî– xwe dispêre xwedîhêzbûna li qada fezayî, û "reda gihiştina" qadên cîhanê yên çûnûhatinê û pevguherînê (rotayên deryayî, hewayî, fezayî, tevnên ferazî yên Înternetê), û derfetên agahdarî û ragihandinê. Ev qadên bawerîyê û bandorê, yên hêdî lê bivênevê pêk tên, rave dikin ka çima Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hê di serî de spartî budceyên ewropî yên NATOyê dixwaze ji bo wan rola xwe ya navendî biparêze, ev rola navendî ya weke xwedîya fonksîyonên "bilind" (hêza hewayî, bergirîya dij-fuzeyan) e ku yên din hemû (yên "şaneyan") wê girêdayî wê bin. Piştî hisîyana bi van hesab û pirsên dêwane, dibe ku biryardana teknolojî û veberhênanên ewropî yên paşerojê ne weke temamker, belê weke hizirîna siyaseteke derfetên xweserîya stratejîk li pêş digirin, girîng xuya bike.

Smart defence

xwe weke bergirîyeke "biaqil" dibîne. Delegeyên ewropî yên li Chicagoyê dikarin vê yekê îsbat bikin, ji bo vê jî dikarin bi jinûve muzakerekirina şertên yekalî yên pevguherînê yên ku di warê materyalan de Hevgirtinê bi gewde dikin û di warê çandî de jî ji hev dixin, dest pê bikin. Heke vê bi ser nexin, bi gotinên xîtabeta taybet a Gates, di paşerojê de, yên ku wê werin manîpule kirin, dikarin li hevalê xwe yê amerîkî biqulibin, berpirsîyarên ciwan ên siyasî yên ewropî ne.

Çavkanî

Olivier Zajec: Doçentê dîrokê, wezîfedarê lêkolînê li Înstîtuya Stratejî û Pirsgirêkan (ISC). Nivîskarê La Nouvelle Impuissance américaine / Lawazîya nû ya amerîkî, L’Œuvre, Parîs, 2011.

(1) Belgeya analîzê: “Les Etats-Unis vont accueillir le sommet de l’OTAN à Chicago / Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wê li Chicagoyê mêvandarîya civîna bilind a NATOyê bike”, Qesra Spî, Buroya Sekreterîya Çapemenîyê, 21ê adara 2012ê.

(2) Fikra birêvebirina sîvîl a krîzan (BSK) bi awayekî ji rêûresmê di siyaseta ewropî ya ewlekarî û bergirîyê (SEEB) de xwedîyê grîngîyeke mezin e. NATOya ku sûdên vê nêzîkatîyê dîtin, meyildar e were ser vê qadê da ku qada xwe ya çalakîya siyasî-ewlekarîyê fireh bike.

(3) Desttêwerdanên ku armanca wan avakirin yan jî xurtkirina sazîyên desthilatdarîyê û çarçoveya aborî ya welatekî petixî. “Reconstructions nationales / Jinûveavakirina neteweyî”, dosyeya Le Monde diplomatiqueê, kanûna 2003yê.

(4) Gene Healy, “With Bin Laden gone, declare victory and come home / Piştî ku Bin Ladin çû, niha serketina xwe bide zanîn û vegere malê”, The Examiner, Washington, 2yê gulana 2011ê.

(5) Michael Klare, “Quand le Pentagone met la cap sur le Pacifique / Dema ku Pentagon berê rotaya xwe dide Pasîfîkê”, Le Monde diplomatique, adara 2012yê.

(6) “Subtile partie d’échecs entre Moscou et Washington / Lîstika kişikê a zehmet a di navbera Moskov û Washingtonê de”, Le Monde diplomatique, nîsana 2008ê.

(7) Herdu baregehên din li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne. Tercîha birêveberîya Bush a vê peyva “baregeha sêyem” îşaret pê dikir ku bicihkirin berîya hertiştî weke hemanekî cewherî yê amûra amerîkî ya bergirîya parzemînî hatiye sêwirandin: Bergirîyeke dij-fuzeyan a li Ewropayê, lê belê ne ileh ewropî.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê