Têkilîyên ecêb ên germano-îsraîlî

Gava Almanyayê hewl dida şeklûşemalê xwe biguherîne

Piştî şerê duyemîn ê cîhanê, Almanyaya Rojava, bi destekdayîna avakirina dewleta Îsraîlê, hewl dide rengûrûyekî pak ji xwe re çêke. Bonnê bi vî awayî li Rojhilata Navîn kirasê roleke girîng lê ewçend jî xerîb li xwe kir. Lê belê, di dirêjahîya salên 1950 û 1960î de, vê dîplomasîya li pey xweşûştina ji gunehên xwe, hertim têrê nekir binixumîne wê îfadeya paşzemîna kevin a amade bû xwe ji nû ve nîşan bide.

Translator

Di nîsana 2018an de, Parlamentoya Almanyayê ji bo bîranîna salvegera heftêyan a avakirina dewleta cihû, li hev kom bû. Di dema guftugoyan de, M.    Martin Schulz, li ser navê Partîya Sosyal Demokrat (SPD), weha got: «Bi parastina Îsraîlê re, em xwe ji xirabîyên rabirdûya xwe diparêzin Berdevkê derdora çepgirên navendî yê Partîya Hawîrparêz jî cewherê guftgoyê bi awayê herî kurt weha anî ziman: «Mafê hebûna Îsraîlê ji yê me, ne zêdetir ne jî kêmtir e »

Gava sinifa sîyasî ya wêdetirî çemê Rhenê behsa Îsraîlê dike, ew bi taybetî behsa xwe dike. Ji ber ku girêdanên wê yên bi vê dewletê re dibin tevna zemîna ku Almanyaya piştî nazîzmê li serî nasnavê xwe yê pêşverû bi cih dike, helwesta almanan a beramberî wê, ji têkilîyên navbera wan, dîroka wan û cewhera rastîn a van mijaran zêdetir me ji haletî rûhîya almanan haydar dike.

Komara Federal a Almanyayê û dewleta Îsraîl: her du welat jî hema piştî şerê duyemîn ê cîhanê û tevkujîya cihûyan, derketin holê. Li hev nêzîkbûna wan bi peymana tezmînatan a îsraîlo-alman, ku 10ê îlona 1952yan pêk hat, destpê dike. Divê mirov çawa îzah bike vê tevgera ku derket holê, tenê çend sal piştî ku III. Reich, bi desteka beşeke mezin a civaka xwe hema hema koka gelê cihû qeland?

Zehmet e mirov bawer bike ji retorîka alman a fermî, ku bi israr îşaret pê dike ku sedema têkilîyên wan ên bi Îsraîlê re «sincî» ye. Wekî ku dîrokzanan jî bi têrahî raxistin pêş çavan, berpirsîyarên berê yên nazî hê jî li Almanyaya têkçûyî meqamên bilind îşgal dikirin, civak jî beramberî hovîtîya ku hê berî demeke pir kin pêk dianî, bi giştî ketibû nava înkarê.

Dibe ku yekemîn şansolyeyê piştî-şer û remza «    vejîna » welatê xwe Konrad Adenauer, dikare li ser mijarê baştir me agahdar bike. Du sal piştî vekişîna ji deshilatîyê, di 1966an de bi hevpeyvîneke ku da televizyona almanî li saeteke ku pir tê guhdarîkirin, têkildarî sîyaseta xwe ya tezmînatan vê îzahê dike: «Berdêldayîn an jî dabînkirina [sûcên almanan li dijî cihûyan] şertekî nebe-nabe bû ji bo jinûve bidestxistina statuya me navneteweyî». Dû re jî van gotinan li îzaha xwe zêde dike: «Îro jî, divê desthilatîya cihûyan kêm neyê dîtin, bi taybetî jî li Amerîkayê

Di çavê Adenauer de, dabînkirin an jî tezmînatdayîna ji bo sûcan ji pirsgirêkeke sincî bêhtir pêdivîyeke xemilandina şeklûşemalê Almanyayê bû. Palpişta wî ya duyemîn hê ecêbtir e. Bi bîrxistina «desthilatîya cihû», li gel pêvekirina îzaha «îro jî», Adenauer di eslê xwe de ji nû ve radihişt mijareke deftera dij-cihûtîyê. Sîyaseta wî ya beramberî Îsraîlê xwe dispart ser van du stûnan: vîna rehabilîtekirina Almanyayê û nirxandineke nepixandî ya bandora cihûyan li ser nêrîna raya giştî ya rojava.

Li ser navê Amerîkîyan

Motîvasyonên almanan ev bûn. Ka îcar jî em bala xwe bidin dewleta li bin rêveberîya David Ben Gourion, avabûyî hema piştî dehşetên çareserîya dawî û sedema rahiştina vî destê bi xwîn ê Almanyaya Rojava ya hê tam ji nazîzmê xweneşûştî. Vemayîyên ji qirkirinê li dema avabûna Îsraîlê ancax ji sisêyan yekê nifûsa wê bûn. Pir kêm îsraîlî hebûn ku ji malbata wan an jî derdora wan kesek nehatibe kuştin. Welatê wan bi temamî ji penaberên Ewrûpayê yên ketibûn travmayê hat avakirin. Tenê sedemekê dikaribû lihevnêzîkbûna wî ya li Almanyayê îzah bikira: Peydekirina pêdivîyên xwe yên madî. Lewre piştî şerê xwe yê serxwebûnê ku koçberkirina bi darê zorê ya piranîya nifûsa filistînê mohra xwe lê da, dewleta ciwan li Rojhilata Navîn di rewşeke şikestbar de bû. Di ser de jî, ji alîyê aborî û leşkerî ve bêmecal bû.

Lihevkirina 1952yan bû yekemîn peymana ku hatina tezmînatan organîze dikir. Her çendî ji alîyê tezmînata şexsî ve ev lihevkirin dibû gava destpêkê ya ku wê paşî bihata bicihanîn, ew bêhtir bi dabînkirina deynên dewleta Îsraîlê re têkildar bû. Komara federal bi vî awayî soz dida ku ew ê 3,45 milyar markên almanî, ku bi qasî 7 milyar euroyên îro bûn, bide Îsraîlê. Ji sisêyan dudoyê vî pereyî wekî mal, pêdivî û eşya (pêwistîyên xam, makîne, keştî û hwd) hatin dayîn. Ji sisêyan yek jî ji bo kirîna petrola xam ji şirketên birîtanî hat bikaranîn. Lihevkirin bi vî awayî bû zemîna destpêkirina bernameyeke pîşesazîkirina ku bibûya çerxa hilberîna ardû û sotemenîyê jî.

Nahum Goldmann, ku wê serdemê serokê Kongreya Cîhanî ya Cihûyan û mizakerevanê sereke bû ji bo alîyê Îsraîlê, ev lihevkirin wekî «rizgarkirineke qanûnî » pênase dikir. Almanyayê jî ji alîyê xwe ve xwe bi qezenç didît, ji ber ku lêçûnên salane yên di peymanê de hatibûn destnîşankirin wê tu caran % 0,2yê hilberîna wê ya neteweyî ya brut derbas nebûbûna. Ji vê jî baştir: hilberîna sektorên îxracatkar, bi tezmînatan û xwedîkirina  «mucîzeya aborî» bi carekê adeta fûrîya.

Pêşî ji alîyê aborî ve, «normalîzasyon» di qada leşkerî de bi lezûbez pêk hat. Li pey qeyrana Kanala Swêz [Şuwes], di 1956an de û heta şerê çarenûsîyê ya 1967an (şerê şeş rojan), Almanya li gel Fransayê dibe yekem piştgira artêşa Îsraîlê. Mîmarê mezin ê hevkarîya leşkerî li gel van her du welatan, rêveberê îsraîlî Şîmon Peres rewş bi bi awayekî kurt weha anîye ziman: «    Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çek nedidan lê pere didan me. Fransayê pere nedidan lê çek didan me. Almanyayê jî wekî ku firsenda girtina deftera desthilatîya nazî bi dest xistibe, bêyî ku berdêlekê ji me bixwaze çek didan me.»

Li gorî arşîvên Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, alîkarîya leşkerî ya ji bo Îsraîlê di 1957an de dest pê dike. Ew jî hingê, bi bingehî, ji sewqîyatên çekên sivik, keştîyên ewlekarîyê û bernameyên perwerdeya leşkerî pêk tê. Tarîxa peymana pêşî ya mezin a biçekkirinê1962 ye. Ji vê tarîxê û şûn ve Almanya êdî topên giran, balafir, helîkopter, keştî û keştîyên noqav jê re tedarîk dike. Di 1964an de Washington bi îlawekirina li vê lîstê sedûpêncî tankên Patton li ser navê amerîkîyan, Bonnê di vî warî de bi tenê nahêle. Bi xema xwe nîşandana navbeynkara bêalî di pevçûn û nakokîya îsraîlo-ereb de û ji bo ranekirina hêrsa netewparêzên ereb, Amerîka tercîh dike xwe ji rasterast biçekkirina Îsraîlê dûr bigire, qet nebe heta sala 1967an.

Desteka dîyarker a Almanyayê ye. Di 1965an de, ji avahîya xwe ya balyozxana Îsraîlê ya li Bonnê, yekemîn berpirsîyarê vê wezîfê Asher Ben-Nathan, ji şansolye Ludwig Erhard re got, şerekî li Rojhilata Navîn «wê ji çend rojan zêdetir nedome. Îsraîl ji ber vê yekê [divê] berdewam dest li ser tetîkê be. Desteka ku Almanyayê ji bo pêşketina welêt di asteke mezin de [kiribû], û desteka alman a leşkerî herweha ji bo ewlekarîyê jî dîyarker []».

Piştî du salan ev yek hat piştrastkirin. Şerê Îsraîlo-ereb yê 1967an tenê şeş rojan dewam kir û desteka leşkerî ya almanan li vir kêm nebû. Çil û heşt saet piştî şer, balyozê almanî yê li Îsraîlê telegrafeke kurt a xwepesindanê ji Bonnê re şand: «Li gorî serleşkerekî ji serfarmandarîya giştî, tankên nûjen ên bi zirxên polayî ku me ji wan re peyde kirin, ne mimkin bû ji vê baştir hêjabûna wan bihata îspatkirin.»

Awayê pêkhatina vî şerî bi xwe girîngîya hevpar a Fransa û Almanyayê li wê serdemê ji bo Îsraîlê radixe pêş çavan. Dema ku Mîrajên fransî êrişên hewayî pêk tînin, tankên almanan jî li ser xaka Misirê dibin serdest. Tevî ku ku haya wan ji desteka Komara Federal a ji bo şerê Îsraîlê hebû jî, nûnerên dewletên erebî bi awayekî eceb tu gilî û gazin jî nekirin.

Mutasyona seyr

Destekeke din a girîng a almanan di forma kredîya pereyî de, 644,8 milyon markên almanî bû. Ev alîkarîya ku bi şîfreya «Operasyona Hevalê Kar» hatibû binavkirin, eynî wekî sewqîyata çekan bi mohra veşartî tê şandin. Di 1965an de, çawa ku têkilîyên dîplomatîk ên her du welatan saz bûn, ev kredî jî wekî alîkarîya fermî ya ji bo pêşvebirinê hat binavkirin. Piştî bi dehan salan, di 2015an de, M. Hans Rühle ‒ pisporê pêşxistina çekên nukleer ê di wextê xwe de li Wezareta Parastinê ya Almanyayê û li Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO)yê meqamên bilind îşgal kiribûn, ji bo rojnameya piştgir a ji bo Îsralê Die Welt,axivî û îdîa kir ku ew kredîya mijara gotinê ji bo fînansekirina bernameya nukleer a îsraîlî hatibû bikaranîn. Gava rola pê rabûyî ya Komara Federal ji bo zexmkirina dewleta Îsraîlê li ber çavan tê girtin, teorî bi serê mirov dikeve, lê belê îspatkirina wê zehmet e.

Wekî henekeke dîrokî, têkilîyên germano-îsraîlî ji pêvajoya rûbirûbûna Almanyayê bi rabirdûya wê re, pir bi leztir veguherîn. Ev ferq bû zemîna pêkhatina veguherîneke ecêb a dij-semîtîzmeke bi awayê berê û nixumandî li nav tevna paş a têkilîyên li gel Îsraîlê. Nimûneyek tenê bes e ji bo yeqînkirina ji vê yekê. Di 1961ê de, şefê heyeta çavdêrên almanî li dema doza darizandina Adolf Eichmann, Gerhard von Preuschen rapora xwe bi van hevokên pesindanê bi dawî dikir: «Ciwanên Îsraîlê yên bi nifşên berî xwe re bi awayekî berbiçav hevnegirtî bûn. Ev ciwan zarokên penaberên cihû yên almanhema hema tu taybetmendîyên adetî yên têkildarî cihûyan nîşan nadin. Bejin mezin, piranîya wan boz û çav şîn, xwedî rûyên bi xetên rast, di livûtegerên xwe de xweser û azad, ew formeke cihûtîya heta niha nenas bi gewde dikin.»

Ev danezana bi îdîaya xwe ya nijadperestîyê mirov şaşûmetel dihêle û bi formeke nazik vedigere, bi awayek ji awayan zihnîyeta egosantîrk a Îsraîlê dide der: dewleta cihû dibe aryen. Ev paradoks dîroka têkilîyên navbera her du welatan jî bi awayekî îzah dike. Jêdera vê narsîsma ku dikare were muqeyesekirin, nûçeyên şerê 1967an ên çapemenîya wêdetirî Çemê Rhenê bû, bi taybetî jî çapemenîya koma Springer. Serketina Îsraîlê wekî «serketina birûskê    » dihate silavkirin, genaralê îsraîlî Moşê Dayan wekî ku hêjayî mîrasgirîya generalê Wehrmacht Erwin Rommel be, çepik jê re hatin lêxistin û di heman demê de artêşên ereb ên têkçûyî jî dibûn objeyên biçûkxistineke ku bêhna kulîlka hov a serxweşîya serketinê ya alman a serdemeke derbasbûyî jê dihat.

Meraqa herî mezin a di van têkilîyên duber ên ecêb de: Ponijînên yekemîn sefîrê alman ê li Îsraîlê û generalê berê yê Wehrmacht, Rolf Pals bi xaça hesin hatin xelatkirin. Destnivîsên wî yên şexsî bi awayekî rêkûpêk hevalên wî yên îsraîlî bi pere û deshilatîyê têkildar dikin. Di 1965an de, hêrs dibe ji îsraîlîyên ku «behsa ehlaq û sincê dikin, lê belê ji pereyan pê ve li tu tiştî nafikirin». Îqnabûyî ji «tesîra Îsraîlê û cihûyan li navendên mezin ên cîhanî ku li wir bi gewde dibe nêrîna raya giştî ya dîyarker (bû)», Pauls bawer dike ku Almanya ne di wê pozîsyonê de ye ku nanê Telavîvê qut bike, an na, «cihûyan wê kûçik berdana, ji Qudusê heta Londonê, di ser New Yorkê re».

Sîyaseta îsraîlî ya Komara Federal îro dibe mijara guftugoyên ku, bivê nevê, tesîrê li sincê dike. Ji ber vê yekê rexnegirên wê hez dikin bi bîr bixin ku Almanya ji aqûbeta kesên bi avabûna vê dewletê re ji xaka xwe hatin qewirandin bêhtir xwe bi ewlekarîya Îsraîlê re mijûlbûyî nîşan dide. Lê belê ev rexne bergeha bingehîn paşçav dike: di rastîyê de, zîvirîna alman ji bo Îsraîlê tu caran bi sincê re ne têkildar bû.

Li serdema piştî şer, gava ku bi tezmînat û çekan dibû alîkar ji bo avabûna dewleta îsraîlî, Almanya bi awayekî xwezayî ji hebûna penaberên filistînî haydar bû. Lê belê hingê ku koçberîya mirovan eynî wekî li Ewopayê li cîhana mêtîngehkirî jî bûbû rewşeke ji rêzê ya rojane, pir kêm kesan guh dida êşûazarên gelekî ku nikaribû dengê xwe bide bihîstin.

Li nava hikûmeta almanî, guftûgoyên li ser alîkarîya mirovî ya ji bo penaberên filistînî giranî didan ser pêwistîya afirandina pêleke dilpakîyê li cem dewletên ereb, gumanên wan hebûn, bi awayekî mafdar, ku Almanyayê destekeke pir mezintir dida Îsraîlê û nedixwest li vê yekê mikur were. Rêveberên alman, li gel vê yekê jî pir hûr û kûr dipîvan da ku ev alîkarîya mirovî wan nexe nava pozîsyoneke «berpirsîyarîya îndîrekt». Almanya îro mafê çarenûsî yê gelê filistînî teşwîq dike û destekê dide çareserîya ku xwe dispêre dewleteke filistînî ya ku Şerîa Rojava, Xaze û Qudisa Rojhilat dide ber xwe, lê belê têkilîyên wê yên bi Îsraîlê re hê jî ji alîyê girîngîyê ve di rêza pêşî de ne.

Yekemîn werçerxa di têkilîyên navbera Almanya û Îsraîlê de hema piştî şerê 1967an, wextê ku hevalbendîya amerîkî-îsraîlî xwe bi gewde dike û ji Komara Federal re ancax roleke talî dihêle, xwe nîşan da. Ev girêdanên dualî dû re bi hejên şerê sar, entegrasyona ewrûpî û pevçûna îsraîlo-filistînî veguherîn. Hilweşandina Dîwar û jinûve yekkirina Almanyayê dawîya dawî guhertineke hê radîkaltir di têkilîyên wan de jî pêk anî.

 

(1) Ev jêgirtin û yên piştî wê ji berhema nivîskarê alman û îsraîlî ya bi navê Whitewashing and Statebuilding hatine girtin, ku wê berhem ji alî Hurst ve, li Londrayê, di 30ê nîsana 2020ê de bê çap kirin.

Wergera ji fransî: Baran Nebar