Li Filipînan, siberoj ji Dewleta îslamî re dibişire

Translator

Du sal piştî şerê dijwar ê Marawî, kamyonên barkêş hê jî bermahîyên xirbeyan, ji wargeheke ku ketibû ber tofanê, dikşînin. Ji ber mezinahîya malwêranîyê, ev dever herî zêde bû hedefa êrişan, ji alîyê şênîyê vir ve wekî «Zemîna Sifir» jî tê binavkirin. 23yê gulana 2017an, bi sedan şervanên Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi ser bajêr de girt. Ji bo ku bajêr ji nû ve bi dest bixe û ala reş jê rake, artêşa filipînî pêvajoya pênc mehan li derdora bajêr kozik vedan û bê navber ew bombebaran kir.

Ji ber van pevçûnên dijwar 300 000 kes ji mal û warê xwe bûn, 70 000 hezar ji wan hê jî li bendê ne ku karibin vegerin malên xwe. Piranîya wan li wargehên ji konan çêkirî, di nava wan de yên bi şans li bereqeyên demkî dimînin. Eger şênîyên vir ji ber hilweşandina bajêr hê jî lanetê li DAIŞê dibarînin, bêbawerî û hêrsa wan a li hemberî rayedaran jî wê her zêdetir bibin.

Ji bo kesên ku her tiştên xwe wenda kiribin, her tim zehmet e ku li siberojê bifikirin. Ew li nav germeke tropîkal, li bin şilîyên şapeyî û bi nexweşîyan re rû bi rû, di nava rewşeke pir dijwar de hewl didin jîyana xwe bidomînin. Rêûresma burokratîk wisa sergêjker e ku alîkarîya qût û derman jî pir hêdî digihîjin -helbet gava ev alîkarî ji ber gendelîyê hê di rê de winda nebe.- Alaissa, jineke 31 salî, kezî dirêj ê mîna dûvê hespê, tîşortê bi nivîsa Lakers ê Los Angeles li xwe kirîye. Ev jina li kampa koçberên Sarîmanok tevî mêrê xwe û pênc zarokên xwe di çadirekê de dijî, axînê dikşîne û dibêje   : «ez nikarim vegerîm mala xwe, lewre xanîyê min hat desteserkirin. Em bi hêrs in, lê belê ka em belengaz çi ji destê me tê?»

Çend roj berîya duyemîn salvegera rizgarîya Marawîyê, 23yê çirîya pêşîyê, rayedar hişê wan li cihekî din e. Li dilê «Ground Zero», di navbera avahîyên parçebûyî û mizgeftgên hilweşîyayî de, xebatkarên teqemenîyan dedekte dikin, li bin baranê dixebitin. Yek ji wan dibêje: «heta deh salên din jî em ê li vir ji bombeyan xelas nebin». Îro ew muhîmateke 118 kîloyî ya neteqîyayî ji çaleke 5 metre kûr a li pêşîya avahîyeke nîv hilweşîyayî dertînin. Ew ê li pêşîya çapemenîyê di nava çend hefteyan de were îmhakirin. Ev jî ji ragihandineke sihî ye.

Serokê eşîrekê Siltan Abdul Hamidullah Atar, ne di wî halî de ye ku cejn û şahîyê bike. Ew bi hêrs weha diaxive: «Behsa rizgarîyê dikin, lê kîjan rizgarî? Tiştê em zanin rizgarî tê wateya azadî, mafê agahdarîyê û edaletê. Ka li ku ye edalet gava 7 hezar mal tên wêrankirin, 27 mizgeft tên xirabkirin, li ku ye edalet gava bi sed hezaran kes ji her tiştî bêpar tên hiştin?» Bi hejmarên fermî, di pênc mehên dorpêçê de ji cîhadîstan 920 kes, ji hêzên artêşê jî 168 kes mirin û 47 jî sîvîl. Lê belê li gorî wî, piranîya qurbanîyan di eslê xwe de sîvîl bûn. Tenê 300 cîhadîst hatibûn kuştin, piranîya wan berî ku şer bi dawî were, revîyan.

Çend kîlometre dûrî bajêr, mêrgeke vala, veguherandine goristaneke bêserûber û bexwedî. Tê gotin li vî erdê terkkirî yê di nava gîyayên gur de winda bûye, zêdetirî du sed cesedên bênasname hatine veşartin. Piranîya nivîsên li ser kêlên goran, ji ber baranê êdî xuya nakin. Tenê kêleke ji kevirekî zexm li hemberî şertên hewayê li ber xwe dide û hê jî dihêle ku ev der were naskirin: «Li vê derê bêhna xwe vedidin kesên di şerê Marawî de jîyana xwe ji dest dan. Em bibîr tînin, em ê tu caran jibîr nekin!» Ev qeydî dişibe bibîrxistineke kîna kûr a beşekî xwecihan. M. Atar van agahîyan jî dide: «Me delîlên binpêkirinên hiqûqa navneteweyî ya însanî ku di demên şer de pêk hatine, berhev kirin, lê belê divê em li benda dawîya rewşa awarte bimînin da ku em karibin mijarê bibin ber destê dadgerîyê». Rewşa awarte li pey hev sê salan hat dirêjkirin.

Ev demeke dirêj e, gendelî, perîşanîya beşeke mezin a şênîyan –ku ji dema şer ve zêdetir bûye– û bêbawerîya dîrokî ya şênîyê misilman ê Mîndanaoyê li dijî Mamîllayê dibin zemîneke bi bereket ji bo komên çekdar, herweha ji bo DAIŞê jî, ku ji gelek komên îslamî yên xwecihî an jî şaxên wan ên herî radîkal xwe saz kir: koma Maute, Ebû Seyyaf, Şervanên Azadîyê yên Bangsamoro ya Îslamî (ŞABÎ) û Ansar Xelîfa Filipînan (AXF). Mîlîtanên wan di 2014an de bîata xwe dîyar kirin ji bo «xelîfe» Ebû Bekir El-Bexdadî (2) û di 2019an de jî bîata xwe nû kirin, wekî ku gelek vîdeoyên ji alîyê rêxistina terorîst ve belavkirî jî, vê yekê radixin pêş çavan. Ji bo mîlîtanan ji xwe re bibînin, ew dikarin xwe bispêrin xezîneya şerê di kîsê Marawî de kombûyî.

Bêguman, pere: Ernesto (1) îdîa dike ku pere motîvasyona wî ya bingehîn bû. Ev zilamê qelsok ê li derdora sî salî di 2011an de tevlî rêxistina Ebû Seyyaf bû. Dema şewqa xwe bi hêrs rast dike, vê rewşê weha îzad dike: «Çekek didan me û bi qasî 50 000 pesos [kêm zêde 900 ewro, pereyekî baş e li herêmê]». Bi eslê xwe ji gundewarîyê ye, bê kar û bê pere, bavê heft zarokan, nêçîreke hêsan bû ji bo wezîfedarê tevlîkirinê, ku zanî kîna beşeke mezin a şênîyên herêmê li dijî desthilatîya navendî bikar bîne: «Wî ji min re got ku divê em li dijî hikûmeta filipînî, ku zilm li misilmanan dikir, bi hêrs bin.» Ernesto bûbû endamekî fraksîyona Îsnîlon Hapîlon, ku zilamê duyemîn bû ji bo Ebû Seyyaf ê ku di 2014an de ji DAIŞê re bîat kiribû û li Marawîyê hat kuştin. Du hefte piştî destpêkirina şer, «wextê ku bombebaranê dest pê kir» Ernesto revîya. Li ber dîwêr, fam kir ku li pey wî ne û biryar da xwe radestî artêşê bike.

Îmelda, ku rûyê xwe û herweha pitika xwe li bin çarşefeke reş vedişêre, ew jî tevlî şer bûye. Ev jina 35 salî, dayîka heşt zarokan, dibêje wê jî daye pey mêrê xwe yê di nava DAIŞê de ye. Li ser daxwaza wî, li destpêka şer, bi armanca parastina malbata xwe, ji bajêr vediqete. Ew li gel şeş şervanan emirê wê demê yê rêxistina terorîst Oweyde Marohombsar, bi nasnav Ebû Dar direve. Ji alîyê xizmên xwe ve tecrîdkirî, di rewşeke bêmecal de tu rêyeke din li ber xwe nabîne ji bilî xwe radestî rayedaran bike. Ew bi awayekî eşkere qebûl dike ku wê destek daye avakirina dewleteke îslamî. Dema ku keça wê ya 4 salî berstûka tîşortê xwe yê pembe yê bi nivîsa «Hello Kitty» di devê xwe de dicû, ew jî bi nermî weha diaxive: «Ji bo Qur’anê û hedîsan me şer dikir».

Her du jî îdîa dikin ku ew ji tiştên kirine, poşman in û ji fikrê cîhada çekdarî vegerîyane. Lê belê wê bi demê re dîyar bibe ka ev «poşman» wê rojeke din dîsa rahêjin çekan an na. Bêguman, fermandarê 103. Tugaya pîyadeyan, serheng Jose Maria Cuerpo wekî ku dixwaze ji vê rewşê bawer bike, weha diaxive: «Ji berî sê mehan ve, ango ji dema me emirê wan, Ebû Dar berteref kir û vir ve, îslamîst di peydekirina endaman û livûtevgerkirina hêzên xwe de zehmetîyê dikşînin». Lêkolînerên serbixwe Paweł Wójcik ne bi nêrîna wî re ye. Li gorî vî, rêxistin îro hê jî çalak e: «Hêdî lê bi gavên hêmin, rêxistin ji nû ve dikeve nava hewldana xwebihêzkirinê wekî sala 2017an û ji niha ve bi sedan endamên wê hene.» Herçî serheng Cuerpo ye, ew ji ya xwe nayê xwar û îdîa dike ku li eyaleta Lanao ku Marawî jî di navê de ye, «bi qasî bîst endamên rêxistina cîhadî mane.»

Her çendî DAÎŞê di mehên dawî de ji alîyê leşkerî ve gelek derbeyên mezin xwarin jî, ev texmînên dawî zêde ne cihê bawerîyê ne. Çend SMS bes in ji bo wergirtina wêneyên endamtîyên şaneyên razayî ku tê gotin li Marawîyê xwe vekişandine binerdê. 7ê çirîya pêşî ya 2019an, rêxistinê bi xwedîderketina li reşkujîya li leşkerekî li kevîya bajêr, vegera xwe ragihand. Lê belê ji hejmara endamên wê yên nû wêdetir, endamên wê yên xwedî ezmûn in yên serheng dixin nava fikaran: «Vegera van kesên çûbûn herêma Sûrî-Iraqê û pêla şervanên bîyanî awayê şerkirina wan jî bi kûrahî guherand.» Zêdebûna pêkhatina teqînên muhîmatên bi destan çêkirî û xuyakirina êrişên întîharî jî vê tezê piştrast dikin.

Tevî bi dehan salên şerê li başûrê Filipînan, ev girav, berevajîyê cîranê xwe Endonezyayê, tu caran bi êrişên întîharî re rû bi rû nemabûn. Li gel vê yekê, ji 2018an ve, ev dibin çaremîn êrişên întîharî. Ya pêşî di 31ê tîrmeha 2018an de bi destê marokanekî [fasî] ku bi nasnavê Ebû Xatir el Maxrîbî pêk hat. Wî erebeyeke li noqteyeke kontrolê ya artêşê li Basîlan bicih kiribû, teqand, û tevî dayîkek û zaroka wê, bi qasî deh kes kuştin. Piştî vê, ji alîyê jin û mêrekî endonezî ve êrişek li dijî Kathedrala Jolo, di 27.01. 2019an de pêk hat: 20 mirî, 111 birîndar. Şeş meh şûnde, 28ê hezîrana 2019an, du zilam, ku yek ji wan filipînî, dema hewl didan bikevin nava kampa artêşê ya li Înanan xwe teqandin. Herî hindik heft kes hatin kuştin. Axirî, 8ê îlona 2019an, jinekê çaketê xwe yê bombeyî li noqteyeke kontrolê ya artêşê teqand. Ew tenê bû qurbanîya êrişa xwe.

Ev bûyer der barê daxuyanîyên hikûmeta Filîpînî de gumanan diafirînin. Pisporê tevgerên serhildanan û terorîzmê yên li Başûr-Rojhilatê Asyayê, profesor Zachary Abuza, ji National War College a Waşîngtonê, wisa difikire ku Mîndanao «wê bibe rêgeheke tercîhkirî ya şervanên bîyanî li herêmê». Girav her tim bûye cihekî girîng ê lihevkombûnê, lê belê ev dîyarde bêhtir bi windakirina kontrola DAIŞê li ser xaka Iraq û Surîyê dikare were îzahkirin.

Lêkolîner mijarê hinekî din jî weha rave dike: «Torên lojîstîk ji xwe ji mêj ve hene li Kalîmantana rojhilat û herêmên Poso [Li Endonezyayê] û Sabahê [li Malezyayê]Ev «rêyên cîhadî» yên berê ne, ku endamên rêxistina terorîst wan berdewam bikar tînin, tevî hevkarîyeke xurtkirî ya navbera welatên herêmê. Di 2018an de, sîyasetzanê filipînî Rommel Banlaoî dida zanîn ku bi qasî sed cîhadîyên bîyanî li welatê wî hene. Hejmar ji alîyê rayedaran ve bên redkirin jî, li gorî gelek pisporan rast in. Lêkolînerê serbixwe Robert Postings rewşê bi kurtî weha tine ziman: «Ew bi giştî ji welatên cîran, lê belê herweha ji Rojhilata Navîn, ji Maxrîb an jî ji Ewopayê tên. Di dawîya îlonê de binçavkirina swêdîyekî li tenişt General Santos [Cotabato ya Başûr] nimûneyek e.» Abuza vê îzahê dike: «Pirsgirêk, ew e ku ji bo guherandina rewşa li sehayê pêdivîyeke zêde bi şervanên bîyanî tune». Serheng Cuerpo vê yekê piştrast dike: «Ew qebîlîyetên wekî çêkirin û bikaranîna teqemenîyan bi xwe re tînin û tevlî perwerdeya amadekirina mîlîtanên nû ji bo şerê bajêr dibin». Di nava çend mehan de, tehdît dikare zêde bibe. Bi qasî pêncî şervanên endonezî yên li Sûrîyê girtî û herweha malbatên wan, tê gotin, meha çileya pêşî di dema êrişa tirkan a li dijî Hêzên Demokratîk ên Sûrîyê de revîyane.

Ji bo serîderketina bi vê yekê re, hikûmeta Manîlla wekî din xwe dispêre hêza sereke ya gerîlayên cudaxwaz ên misilman ên Mîndanaoyê Enîya Moro ya Îslamî ya Rizgarîyê, (FMIL) ku piştî bi dehan salên şer, pê re peymana aştîyê îmze kir. Divê ev peyman di 2022yan de bi avakirina herêmeke xweser û parlementoyeke xwecihî, ku wezîfa wan îdarekirina herêmê û çareserkirina xizanîyê be, bi encam bibe. Peyman herweha hevkarîya navbera FMIL û artêşê di şerê li dijî DAIŞê de jî dide ber xwe. Lê belê, li herêmeke ku lê çanda qebîleyî ji sazîyan zêdetir bi îtîbar e, pir zehmet e mirov bifikire ku endamên rêxistinê gazinan bikin ji kesên ku piranîya wan gelek caran ji malbatên wan an jî ji gundên wan in. Endamê rêveberîya miweqetê ya Bangsamoroyê, ku avakirina hikûmeta xweser a siberojê misoger dike, M Zia Alonto Adiong bawerîya xwe ya dixwaze pêk bê weha tîne ziman: «Di encama pêvajoya aştîyê de, tiştekî girîng e mirov bibe xwedî hikûmeteke nû ya xwecihî. Ew, têkoşîna gelê Moro ya ji bo yeksanîyê temsîl dike, zehmetî zêde bin jî, ew ê nehêle tundrew bêdadîya civakî ji xwe re bikin malzeme».

Lê belê, eger parêzvanê berê yê FMILê girêdayî pêvajoya aştîyê be jî, nifşa nû pir radîkaltir e û ji nû ve destpêkirina şerê şekdarî li derveyî îhtîmalan nahêle. Nivîskar û namzedê berê yê hilbijartinên parlementerîyê Noor Lucman ku heftê kes –piranîya wan xiristîyan– di dema dorpêçê de li mala xwe veşartin û parastin, vê hişyarîyê dike: «Rayedaran felaketeke civakî afirand. Divê serok [Rodrigo] Duterte tiştekî bike, an jî dibe ku welatî wê bibin dijberên wî». Û eger rewşeke wisa rû bide, DAIŞ dê ji vê yekê sûd wergire.

  1. Şahidên ku paşnavên wan nehatine nivisîn, wan xwest nasnameyên wan neyên eşkerekirin.
  2. Di çiriya peşîn a 2019ê de, ji alî artêşa amerîkî ve hate kuştin.

*Rojnamevan

Wergera ji fransî: Baran Nebar