Şerê li ser fîyetan

S. C. û L. S.

Translator

 

Li gelek welatên xwedî hatineke kêm an jî navînî, nexasim jî yên afrîkî, derman ji bîst heta sî caran bihatir in jî fîyeta referans a navneteweyî ya jenerîkan. Ji bo berhemên bingehîn ên wekî paracetamol jî heman rewş mijara gotinê ye(1). Tê gotin sedemên vê yekê hevnegirtin û bêkêrîya pergalên tendirustîyê ne, lê belê herweha taleba bêserûber, zehmetîyên lojîstîk û rêzek tedarîkên navendî ku gundewarîyê îhmal dikin jî li van sebeban dikarin bên zêdekirin.

Komeleyên wekî Doktorên Sînornenas (MSF: Médecins sans frontières) herweha sîyaseta fîyetan a ji alîyê laboratuwaran ve tê pêkanîn jêpirsîn dikin. MSF bo nimûne dixwaze Bédaquiline, a ji alîyê pirneteweyîya (şirketa navnetweyî) Johnson and Johnson ve tê çêkirin, her roj bi berdêla dolarekê (180 dolar ji bo şeş mehan) were bidestxistin. Li welatên xwedî hatina qels a navînî, ev dermanê li dijî weremê, ku ji bo şeş mehan bi berdêla 400 dolarî tê firotin, bi rastî jî li cihekî «derveyî derfeta xwegihandinê ye ji bo ji sedî 80yê kesên bi rastî jî pêdivîya wan pê heye da ku karibin li jîyanê bimînin(2. Di tîrmehê de, Johnson and Johnson nîvê rê kudand bi qebûlkirina firotina vî dermanî bi berdêla rojê 1,50 dolarî. Li gorî MSFê, divê fîyet bibe neynika para subvansîyonên bexişandî ji bo lêkolîn û pêşxistinan, li tenişt rola civata zanistî û rêxistinên ku ji bo têkoşîna li dijî werema dijwar hevkarîyê dikin.

Li sektora taybet (ji sedî 80yê tedarîka ji bo welatên xwedî hatina navînî) girêdayî rewşa welatan e ka ji kevneşopîya fransîaxêv in an jî ingilîzîaxêv, derman bi awayên cihêreng tên belavkirin. Li yên pêşî, fîyeta firotinê tê birêvebirin. Çawa ku li Fransayê, geryana berheman ji alîyê belavkarên tomerî ve tê kirin. Evên han ji cem laboratuwaran tedarîka xwe dikin û divê ji hemû dermanxaneyan re hemû farmakopeya bi destûr pêşkêş bikin û bi rêkûpêkî teslîmatê bikin. Li yên duyemîn, laboratuwar elemanekê tercih dikin. Ev eleman yekan e kes e ku xwedî erka îtxalkirina dermanan û ji nû ve fortina wan e ji bo gelek şirketan. Ev şirket jî îcar wan difiroşin perakendefiroşan. Ne şert e ku ilehî ev firoşgeh dermanxane bin. «Li Afrîkaya fransîaxêv wekî li Fransayê, hûn ê heman qutîya dermanên bi reçete bi heman fîyetî li her dera herêmê peyde bikin. Li Afrîkaya ingilîzîaxêv, fîyet serbest in», li gorî ku ji me re îzah dike M. Jean-Marc Leccia, serokê Eurapharma, belavkara fransî -niha bûye jêr-şirketeke dêwa japonî Toyota- ku ji sedî 40ê tevnên rojava-afrîkî ya belavkirinê kontrol dike.

Serbestkirina fîyetan kêmtir xwedî tesîr e li devera ku lê bexşîner nîvê tevahîya lêçûnên tendirustîya sektora gelemperî pêşwazî dikin. Li bîst û çar welatên xwedî hatina qels ên Afrîkaya jêr-sahrayî heman rewş heye. Fona cîhanî ya têkoşîna li dijî AIDSê, werem û lerzetayê (ku her sal herî hindik milyarek dolar ji bo kirîna berhemên tendirustîyê xerc dike) wekî hêzeke navendî ya kirînê, dikare di heman demê de li gel heşt tedarîkvanên ku bazarê bi hev re parve dikin muzakeryan bike. Lê belê, di navbera pîşesaz û rêxsitinên mezin ên humanîter de jî, muzakere pir zehmet in: laboratuwar di nava sînorên xwe de dimînin, ango li gorî hecma xwe tevdigerin. Tedawîyên herî hindik tên bikaranîn, ên wekî VIH a zarokan (ji ber ku li cem dayîkan û pê re jî li cem zarokan ev nexweşî li paş ketîye) an jî Komeleya Antipaludéen Artésunate li gel méfloquine (tenê li gelîyê Mekongê pêwist e), tenê eger fîyet bilind bin wan eleqeder dikin.

Hebûna talebê jî îlehî tarîfên tên pêkanîn dîyar nake. Berpirsîyara bernameya ji bo xwegihandina dermanên li cem MSFê, Mme Gaëlle Krikorian mijarê weha îzah dike: «Mentiqa sabîtkirina fîyetan ji alîyê hilberîner ve tu eleqeya wê tune bi hejmara kesên ku wê pêdivîya wan bi berhemê hebe. Ev dibe awayekî parvekirina wekhev li navbera civaka ku xwedî hatineke kafî ye li nava tevahîya nifûsê û tîpekî fîyetê ye ku pêkanîna wê mimkin e.» Bi vî awayî, bi lîstikeke hostane ya lîsansan, dêwê dermançêker ê amerîkî Gilead tercîh kir ku tedawîya xwe ya li dijî hepatît Cyê bi hezaran ewroyî derxe pîyaseya li welatên xwedî hatineke navînî, bo nimûne Maroko ku lê ji sedan hezaran nexweşî tenê beşek jê dikarin xwe bigihîn vê tedawîyê. Tedawîyên bi awayên berê, yên pêkanîna wan hêsan lê qezenca wan kêmtir, ji alîyê laboratuwaran û heta jenerîkeran ve tên redkirin: rewşa penîcîllînê wisa ye, lê belê herweha tedawîyên li dijî êşê jî, li beşeke mezin a welatên afrîkî yên herî xizan bi temamî hatine paşguhkirin. Morfîna, bêguman li bin kontrola navneteweyî û pir erzan hilberîna wê bi forma heban, li beşeke mezin a parzemînê hema hema qet peyde nabe, berevajîyê forma wê ya avî ku bi fîyeteke bihatir tê îtxalkirin û li bazara taybet peyda dibe.

Di gulana 2019an de, Asambleya Cîhanî ya Tendirustîyê ji bo şefafîya fîyetên ku hikûmet û bazirganên berhemên tendirustîyê didin û herweha ji bo şefafîya ceribandinên klînîkî biryarek mohr kir(3). Mme Krikorian li ser mijarê vê şîroveyê dike: «Koalîsyoneke pir balkêş a welatên Bakur û Başûr, bi hev re, dibêje: “şefafî pêwist e; em dixwazin bizanin ka em çiqas xerc dikin, kî ji bo çi xerc dike û tev çi qas dike ”». Afrîkaya Başûr û Ûganda ku ji alîyê komeleyan ve tên destekkirin, bi kampanyayekê destek dan biryarê. Almanya (ku bi bîst û pênc pêşnîyarên guhertinê derket pêş) û Qralîyeta Yekbûyî jî li dijî biryarê derdiketin.

S. C. û L. S.

Wergera ji fransî: Baran Nebar

_______

1) Rachel Silverman, Janeen Madan Keller, Amanda Glassman û Kalipso Chalkidou, «Tackling the triple transition in global health procurement», Center for Global Development, Waşîngton, DC – Londres, 17 hezîran 2019, www.cgdev.org

2) «J&J divê dermanên li dijî weremê bîne ber destê herkesî bi berdêla rojê bi 1 dolarî», Doktorên sînornenas, Paris, 26 nîsan 2019.

3)  «Asambleya Cîhanî ya Tendirustîyê -Nûçeyên 28ê gulana 2019- Roja girtinê», Rêxistina cîhanî ya tendirustîyê, Cenev, 28 gulan 2018.