Opozisyon di navbera statuya desthilatê û hêviyên xelkê de

Translator

Sedemê serekî yê hebûn û pêşveçûna bizava rizgarîxwaziya gelê kurd, dagirkerî û dabeşkirina Kurdistan’ê, înkarkirina hebûna gelê kurd û binpêkirina mafên kurdan e. Encama serekî ya vê yekê jî berxwedan û parastina vê bizavê ji xak û mafên kurdistaniyan re ye. Sedem û encam, yanî dagirkarî û berxwedan, mohra "opozisyon"ê liser bizava navborî çespand, û ew û hevrikê wê di navbera dû bereyan de dabeşkirin: Bereya gel û bereya dagirkerên xak û binpêkerên mafên gelê kurd (dijmin). Hevkêşeya behskirî, çend derfetên kurt ên dîrokî ne tê de, hê liser ra û nerînên çarçoveyek berfireh a serkirdayetî û binkirdayetiya bizava kurd li Başûrê Kurdistan’ê, serdest e.
Taybetmendiya dagirkerî û berxwedanê û dabeşkirina hevrikiyê liser dû bereyan: Bereya gel û bereya dijminan, navbera jidayikbûn û pêşkeftina xwezayî ya opozisyona navxweyî nedabû, ger derketibe holê jî yan hatiye paşguhxistin û kedîkirin û yan jî bi awayekî tund hatiye binpêkirin û yan jî bi îxanetê hatiye tohmetbarkirin û hatiye neçarkirin ku tevî bereya dijminan bibe. Rewabûn û qedexebûna vê oposizyonê herdem bi rewş û derfetan ve girêdayî bûye.
Piştî bextreşiya 1975’an û serhildana buhara 1991’ê û bi taybetî piştî qonaxa 2003’an, gelek derfetên baş bo bizava rizgarîxwaza Başûrê Kurdistan’ê, nemaze herdû hêzên wê yên serekî PDK û YNK’ê û piştre desthilata fermî ya Herêma Kurdistan’ê, hatin pêş bo sererastkirina hevkêşeya navborî û dabînkirina rewş û keş û hewayeke tendirust derbarê xwezaya xebat û hevrikiyan çi liser astê navxweyî yê hizbê û di nav baskên bizava me be û çi liser astê derveyî. Berevajî vê çendê, PDK û YNK’ê nikarîbûn wek ku tê xwestin van derfetan bikarbînin û pirsgirêkên navxwe û pirsa desthilat û lêvegerê li Herêma Kurdistan’ê bi awayekî hevdem çareser bikin: Ne bi rêya aştiyê û ne bi rêya şer. Ji dêlva vê yekê, herdû hizb pêdagir bûn liser heman sîstema kevin a hizbayetî û kûrkirina aliyên wê yên negatîf, û bûn afirînerên prensîbê fifty-fîfty û xwediyên tecrubeyeke ne aram, ecêb û nakokîbar a desthilatdariyê. Rûpelên hevrikiya wan û encamên vê tecrubeyê ewqasî ne erênî bûn, lê vekirina van rûpelan karê dîrokzanan e.
Hilbijartinên 25.07.2009’an bi giştî rewş hejandin. Aliyekî girîng ê van hilbijartinan, peydebûna derfeta jidayikbûna opozisyoneke navxwe ya bizava rizgarîxwaza gelê kurd li Başûrê Kurdistan’ê bû, çi derbarê awayê rewatî, berfirehî û piştîvaniya cemaweran û çi derbarê reng û dengê wê liser astê herêmê, İraq, Kurdistan û navçeyê bi giştî. Ev mîratgiriyeke dîrokî ye.
Hemû kes dizane ku hilbijartin û hebûna opozisyon û lîsteyan bi tenê şahidiya hebûna sîstemeke demokratîk nadin, nemaze bê misogerkirina bingehên din wek: Hebûna destûreke modern, dabînkirina bingehên serekî yên azadiyên giştî, cudakirin û dezgehkirina desthilatiyan, hebûna sazî û dezgehên sivîl, vegera li xelkê di pirsên çarenûsî de û pratîzekirina wan di rastiyê de. Lê belê, li gel kêmasiyên di van waran de, jidayikbûna opozisyona navxweyî li Başûrê Kurdistan’ê destpêka fetlînokeke corî ye û wek destpêka demokrasî, guherîn, veguherîn û reforman tê jimartin bi taybetî di tecrubeya 18 salên desthilatiya navxweyî ya herêmê ku sîstemê hizbayetî û rêvebirinê zêde lawaz, qels, ne aram û kevinare ye, gendeliyê geş û gur bûye, pirsgirêkên me yên niştîmanî û neteweyî daleqandî mane…
Rast e serkeftina opozisyonê di 25.07.2009’an de giranî û pîvana desthilata rêjîma Herêma Kurdistan’ê ne guherand jî, lê belê kolana kurdistanî hejand, herdû hizbên fermanrewa rastî şokê kir û terazûya hêza wan xwar kir û desthilat neçar kir li niha û pêşeroja xwe bifikre û hewl bidin reforman bikin.
Bi kurtî di 25.07.2009, wek diyardeyekê, di warê kûrkirina astê hişyarî û rewşenbîriya kurdistaniyan û berfirehbûna azadiyan û çespandina girîngiya dengerdan, hilbijartin û hebûna opozisyonê de pêngaveke bi hêz bû. Girîngiya hilbijartinan û hebûna opozisyonê, di rewşa îro ya Herêma Kurdistan’ê de, di van xalan de tê xwiyakirin:
1- Desthilat gel e. Ra û helwêstên gel jî dikarin bên guherandin û veguherandin. Xala girîng girêdana bi maf û xwestekên xelkê ye û biryara dawî jî ne pere, hêzên çekdar, lîstên hizbîkirina xelkê û dîrok e lê kirdar, bawerî û sandoqên dengdanê ye.
2- Bilindkirina ruhê berpirsiyaretî û çandina tovên baweriyê û vegera baweriyê li grub û takekesan.
3- Bihêzkirin û pêşxistina vê pêkhateyê çi di hundirê takekesan û çi di nava grubê de, nemaze li nav çîn û texên hejar, zehmetkêş, jin û gencan ku piraniya cemaweran pêk tînin. Gel bingehê guherînê ye û biryara destnîşankirina çarenûsa xwe dide.
4- Hişyariyeke niştîmanî, neteweyî û navdewletî ye derbarê rewşa îro ya herêmê; şêwe, awa, encamê desthilata dû cemeser û prensîbê fifty-fifty yê PDK û YNK’ê û têkçûna wê di piraniya waran de.
Qonaxa berî hilbijartinên 25.07.2009’an, destpêka jan û êşkişandina jidayikbûna opozisyona navxwe bû, lê derbarê lîsteya desthilatê re, paşveçûn û dakişandin bû. Piştî hilbijartinên Tîrmehê, destpêka guherîn, veguherîn û rêforman bû. PDK û YNK’ê di rewşa ezmûn û rûbirûbûnê de ne nemaze ku dû hilbijartinên çarenûsî li pêşiya wan in: Hilbijartinên parlamenê İraq’ê di 07.03.2010’an de, û hilbijartinê parêzgehan (Cotmeha 2010). Tê pêşbînîkirin ku hevrikî kûr û berfirehtir bibe û lîsteya desthilatê, piştî tecrubeya tehl a hilbijartina Tîrmehê, hawara xwe bibe ber hemû awa û alavan bo çareserkirina qirîzên xwe; çi bi rêya hembêzkirin û ragirtina şepolên ne razî û bêzar ên di hundirê hizban de û şepola opozisyonê bi rêya veguherandina rûmetê liser astê hizb û îdareyê de, û çi jî bi rêya sûdwergirtina ji yasayan û bikaranîna desthilat û derfetên cuda cuda.
Lîsteya desthilatê, PDK û YNK’ê, wek dû hizbên desthilatdar, xwedî tecrube û şiyan in; heta ji wan bê û derfeta wan hebe û di berjewendiya wan de be, wê liser rêbaz û siyaseta dû cemseriyê, bikaranîna desthilata fermî û samanên millet bo armancên hizbî û taybetî, pêdagir bin. Peymana "stratejîk" nîşana vê rêbazê ye, mînakên nû jî ev in: Binpêkirinên hilbijartinên 25.07.2009’an, rûniştina yekem a gera sêyem a parlamenê û awayê hilbijartina desteya serokayetiyê, awayê teklîfkirina serokwezîr û cîgirê wî û pêkhatin û rê û resmên proseya bawerîdanê bi kabîneya şeşem, derengketina sererastkirina yasa ya –hilbijartinên İraq’ê- Jimare 16 ya sala 2005’an a nûjenkirî- di 06.12.2009’an, sergêjkirin û birîna nanê alîgirên opozisyonê nemaze alîgirên Tevgera Goran…htd. Lewma jimareke zêde ya çavdêran texmîn dikin ku arîşe û girjiyên siyasî beloqtir bibin, sozên pêkanîna reforman û aktîfkirina rewşê liser astê hizbî û îdarî bi tenê bona derbaskirina dem û rûxweşikkirinê bin, koka prensîbê dû cemserî, dû hêz, dû gencîne û dû navendiya biryarê wek xwe bimîne.
Lê nabe ku em li jimara niha ya kursiyan û rêzbendiya pêkhateyên nav parlamenê Kurdistan’ê liberçav negirin ku: PDK’ê 30 kursî ji sedî 27, YNK’ê 29 kursî û ji sedî 26, Goran 25 kursî û ji sedî 23..htd. Herwiha sîstemê nîvcî ya hilbijartinên parlamenê İraq’ê 07.03.2010 liberçav negirin ku egera guherîna rêzbendiya aliyên kurdistanî nemaze di navbera kandîdên PDK û YNK’ê de, di warê veguherîna berendaman û jimara kursiyan li holê ye. Lewma çiqas, çawa û çi bin ho, sedem û mebestên wan, herdû diyardeyên piştî 25.07.2009’an, rengekî guherînê û guherandina prensîbê fifty-fifty bûn û li gor şert û mercên herêmê û xwezaya hevrikiyan, balkêş bûn.
Opozisyona navxwe qonaxa dûdilî, bêdengî, gengeşeya navxweyî ya hizbayetî derbas kir û niha pêkhateyeke yasayî, naskirî, germ, bernamedar e û pişta wê bi kolana Kurdistan’ê û alîgirên xwe piştrast e. Opozisyon ji derveyî desthilatê ye û hevrikê wê ye, beşekî berfireh ê çîn û texên kolana kurdistanî li benda rol û peymana wê ne. Berevajî lîsteya desthilatê, aktîfkirina rol û daneserheva rêzên opozisyonê pêwîst e, meydana insyatîfa wê berfirehtir e, tevgerên wê lezgîntir in, guşarên wê liser desthilatê bibandortir e û kişandina wê ji têbînî û hestên xelkê re sanahîtir e.
Desthilatdarên Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê jiber ku liser desthilata reha, rêveberiya sade û bê opozisyon hatine perwerdekirin, liser astê navxwe, bi heman nerînê berê xwe didin hizb û hikûmetê, bi gotineke din hizb û hikûmet li gor vê nerînê yek in. Ev nerîn bûye beşek ji sazûmana desthilatdarên herêmê ya hizrî û reftara wan, li ba hinek ji wan alaveke, serwet û desthilata millet wek mafên xwe yên xwezayî dibînin, xwe wek serwer, dahêner û xwedî milk û xelkê jî wek kerî, xizmetkar û berdestik didin naskirin. Erk û mafan tevlîhev dikin, tiştên taybet û giştî ji hev cuda nakin, sînorên di navbera rewa û ne rewatiyê de hatine windakirin û bi hişyarî û nezanî jî bi gendelî û gendelkirina hêz û îmkanên zindî yên civaka me ya kurdewarî ve, mijul in.
Yekem liser astê hizbê: Bi rêya paşguhxistina peyrew û bernameyê hundirîn û herifandina sîstemê wergirtina endam û qadroyan di hundirê hizbê de. Tê zanîn ku pîvan, bingeh û destûrê hizbê hatiye avêtin, wergirtin û endamtî bûne keyfî û berendamtî bo posta hizbî bûye damezrandin û damezrandin jî liser bingeha peywendiyên takekesî ye, herwiha peywendiyên takekesî jî liser bingeha alîgiriyê tên kirin, alîgirî jî liser bingehê nasîtî, binemal û dûbendiyê ye, dûbendî jî liser bingehê berjewendiyên taybetî ye û berjewendiyên taybetî jî liser bingehê karkirina taybet û baziraganiyê ye.. htd. Bi kurt û Kurmancî: Dema hizb û endamên hizb ji nirx û buhayên mirovî, neteweyî û niştîmanî tên vala û rûtkirin, êdî zehmet e prensîb û xêzên sor bên liberçavgirtin.
Dûyem, liser astê hikûmetê: Veguhastin hikûmetê bo çeperekê bo bidestxistina berjewendiyên taybetî û reftarkirina li gel wê wek fermangeheke taybetî li got sîstema rojhilatî ya kevin û wek deriyekî bo xwarin û pûçkirina samana gel. Ji taybetmendiyên serekî yên vê diyardeyê:
1- Tevlîhevî û desttêwerdana hizbî di karûbarên îdarî de, bi wateya ku hikûmet yanî hizb û hizb jî yanî zîrve.
2- Nebûna ewlekarî, program, bername, nexşe û plana dirust û diyarkirî ya fermî û stratejîk, bo warên siyasî, aborî, civakî, niştîmanî û neteweyî. Wek mînak, êdî şeş meh liser hilbijartinên parlamenê Kurdistan’ê re borîne û çar meh liser bawerîdana bi kabîneya şeşem de, hê ev kabîne bê bername kar dike. Çawa parlamen baweriya xwe da kabîneya şeşem? Pirs û şopandinên parlamenê liser çi bingehekê ne? Di 19.01.2010’an de projeyê butçeya hikûmetê hat ragehandin û biryar e bo parlamenê bê şandin, ger hikûmetê bernameyê fermî yê pesendkirî yê parlamen nebe, liser kijan binemayan butçe hat texmînkirin? Li gor kijan pîvanê divê parlamenter reftarê li gel vê butçeyê de bikin? Butçe ne bi tenê çepera rêzkirina jimaran û lêgalkirina xerckirina pereyan e, lê dibe ku alaveke ku felsefeya desthilatê û rengvedana bernameyê wê pêşan dide.
3- Bazareke hema hema û bazirganiyeke monopolkirî ji aliyê çend kesan û tîmeke diyarkirî ya bazinê tengê desthilatê ye, dûr ji felsefe û rolê hikûmetê di rêvebirina sektorê aborî bi giştî.
4- Daketina astê zanîn û herifandina sîstema perwerde û xwendina bilind û aliyên rewşenbîrî û medya.
5- Dûrxistina texên cuda cuda yên gencan ji pirsgirêkên niha yên jiyana rojane ya civakê û pirsên me yên niştîmanî û neteweyî bi rêya gelek tor û navendên destçêkirî wek mînak di warê medya û saziyên sivîl, kişandina gencan bo çavlêkirina jiyana bi nav modern û dûxistina wan ji pirsgirêkên gelê me yên neteweyî.
Vê rewşa aloz ji dêlva ku herêma me bibe navendeke rakişandina genc û pisporên me ji welatên derve û vegera kurdistaniyan ji xerîbî û renckêşanê û jiyana dûrî welêt, Kurdistan bûye hokareke derkirina gencan û derçûyên zanîngehan û hêza me ya karker, ku ji welêt direvin û berê xwe didin pêşerojeke tarî li derve. Ev rastiya tehl, tevî ku mîrata siyaseta nijadperestî ya hikûmetên İraq’ê bo jinavbirina bingehê civaka me ya kurdî ye jî, lê 18 salên desthilatdariya PDK û YNK’ê ne ku bi tenê ev diyardeya metirsîdar çareser nekirine lê belê di hinek waran de kûr û berfirehtir jî kirine, nemaze bi rêya pêdagiriya liser paşguhxistina jêrxaneya aborî, mabûna hêza kar û civaka me wek hêz û civakeke paşguhxistî ji dêlva guherandina wê bo civak û hêzeke berhemdar.
Di vî warî de, emê bala xwendevanên rêzdar bikişînin ser jimara zêde ya meaşxwerên hikûmetê û siyaseta seqet a aborî û bazirganî: Zêdeyî ji sedî 70’ê butçeya 2010’an bo xerciyên bikarbirinê hatine terxankirin. Bi sedan saziyên cemawerî yên taybet bi gencan û xwendekaran û jinan û zarokan û sendîqa û bingehên din bi navê civaka sivîl û bi serde jî medya ya zêde ya bê serobin û bê naverok. Ev mînakeke serdema jinavçûyî ya welatên bereya totalîter û cîhana şerê sar û cîhana dû cemserî tînin bîra mirov. Beşekî zêde yê aliyên negatîf ên vê siyasetê di situyê Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê de ye, herwiha herdê hizbên fermandar PDK û YNK’ê jê berpirsiyar in û di 25.07.2009’an de baca beşekî ji vê siyasetê dan.
Ezmûna berî 25.07.2009’an û kêmanîna lîsteya desthilatdar di hilbijartinên parlamenê Kurdistan’ê de, pirsgirêkeke bi seranserê sîstema me ve girêdayî ye. Ev encam, ne şaşîtî û xemsarî û qeyrana berpirsên bingehên hizbî û îdarî, lê ya payebilindên wan bû. Ne jinişkave, lê belê çaverêkirî bû. Ne tesaduf, lê mecbûrî bû. Ne awarte, lê bûyereke dîrokî û tevahî bû. Înkarkirina vê qeyranê, paşguhxistina opozisyonê û siyaseta tirs û pirsê, derdên desthilatê derman nake lê berevajî vê yekê rewşê aloztir dike û perdeyê ji ser dirûşm û peymanên wê hildide, qirîzên wê kûr û pehntir dike; opozisyonê tekez dike û cemaweran dicoşîne jiber hebûn a opozisyoneke rewa û yasayî û parlamenî û ziman hala cemaweran yek ji taybetmendiyên serekî yên demokrasiyê ye. Opozisyon wek hikûmeta sîberê di herêmê de rola serekî ya parastina xwestek û daxwazên xelkê dilîze û guşarê dixe ser hikûmetê bo cîbicîkirina van xwestekan, herwiha li parlamen berpirs û hikûmetê dixe ber pirs û lêpirsînan de liser bername û armanc û karkirina wê, nemaze di navgînên ragehandinê yên cuda û di semînerên taybetî û giştî de kêmasî û xemsariyên hikûmetê li pêş çavê xelkê radixîne. Lewma opozisyon bernameyê xwe di warên siyasî, aborî, civakî û kultûrî de pêşkêşî xelkê dike.
Divê desthilat bigihe vê baweriyê ku êdî li herêmê opozisyon heye û xelkê dengê xwe pê daye. Bername û sozên opozisyonê jî bi giştî ra û nerîn û daxwaziyên dengderan temsî dikin û organa wan e lewma girêdayî ye bi sozên xwe. Lê divê oposizyon jî vê yekê fam bike ku: Li gel lîsteya desthgilatê ya dûcemser hevrik in û ji nav cergê civaka me ya kurdî hatine û hevdu temam dikin, bi dengê dengderan ev herdû rol û erkên wan li wan hatine sipartin, divê bi rêya destûr û yasayê rastî û sînorî desthilata wan bê diyarkirin, herwiha divê heman bingeh çavkaniya reftara van herdû cemseran be. Her çiqasî opozisyon bihêz û ciddî be û hişyar be ji rol û rastiya xwe di hundirê civaka me ya kurdî de, ewqasî dikare bibe hêza guşar û rexnegirê posetîf û avaker û piraniya xelkê li dora xwe kom bike, heybet û rêza xwe liser desthilatê û di nav kolana kurdî de misoger bike, herwiha hevkar û piştgîr be ji aliyên baş û posetîf ên hikûmetê re di warê xizmetguzarî û pirsgirêk û prensîbên me yên niştîmanî û neteweyî wek ku çawa bi awayekî zîrek aliyên xirab û negatîf ên desthilatê li pêş çavan radixe, lewma herdû pêkhateyên hevkêşeyê dikarin bên guherandin û veguherandin.
Pişt girêdana desthilata her hizb û grubekê bi dîrok û kelepûrê rabirdû û dirûşmên çirisandî û sozên bê bingeh û siyaseta razîkirinê, ne garantî ye ku paye û rêza wan li nav cemaweran her wek xwe bimîne.
Desthilata Lîsteya kurdistanî (PDK û YNK’ê) tekane û bi hev re, xwediya tecrubeyeke 18 salan a hukmraniya herêmî ye. Bêguman vê desthilatê di 18 salên hukmraniya xwe de, bi xweşî û nexweşî û bi awayekî rêjeyî, guherîn û destkeftên balkêş bidestve anî nemaze di warê ewlekarî û asayiş, aramiya giştî, hebûna kurdan li Bexda, misogerkirina atmosfêreke baş bo hinek warên xizmetguzarî û geşkirina jiyana xelkê û azadiyan ku nabe mirov xwe ji wan kor bike û wan nebîne, lê belê bi heman awayî hinek warên girîng û bingehînî hene ku vê desthilatê xwe nêzîk wan nekiriye yan bi awayekî ciddî kar di wan de nekiriye nemaze warên bihêzkirina jêrxaneya aborî û danîna sînorekî ji diyardeya kirîna tiştan ji derve û pirsgirêkên bingehînî yên edaletiya civakî û rêvebirin û demokrasî û pirsên me yên niştîmanî û neteweyî. Kêmasiyên van waran yek ji sedemên serekî yên jidayikbûna opozisyonê bû.
Di navbera lîsteya desthilatê bi giştî û her sê lîstên opozisyonê bi taybetî de, hinek xalên hevbeş derbarê guherandin, veguherandin û reformê de tên dîtin. Lewma wek çawa ji desthilatê tê xwestin sozên xwe cîbicîh bike, erkê serekî div ê qonaxê de yê opozisyonê, piştî serhevde anîn û komkirina rêzên xwe, pêdagiriyê liser van xalan bike:
1- Çavdêrîkirin û şopandina soz û bername û reftarên desthilatê û karkirin bo bicîhanîna daxwaz û xwestekên xelkê û veger û girêdana bi îrade û berjewendiyên gel ên bilind ve, û berî hertiştî çarenûsa navçeyên me yên erebkirî û veqetandî bi taybetî jî Kurdistanbûna Kerkûk’ê û vegerandina van navçeyan bo hembêza Herêma Kurdistan’ê. Misawemekirin liser Kerkûk’ê û her navçeyeke din û sînorê Başûrê Kurdistan’ê bo mabûna di postê xwe de yan bo pileyeke yan dû pileyên serwerî yên bê desthilat û bo mîkdarek pere û hinek girêbestên gaz û petrolê û kişandina terefekî rêvebiriya Amerîka, şaşîtiyeke mezin e û bi ti awayan nabe bê qebûlkirin. Lîsteya desthilatê û opozisyonê herdû wek hev ji ber vê çendê berpirsiyar dibin.
2- Dezgehkirin û cudakirina desthilatiyan û pêdagirî liser serweriya yasayê û prensîbê hevwelatîbûnê û rizgarkirina wan ji monopolkirina hizbî û berjewendiyên taybet, û berî hertiştî bihêzkirina rola parlamen wek desthilata yasadanînê û çavdêrî û mînber û meydana hevrikiyên siyasî û vegera desthilatan bo hundirê hola parlamen û bi taybetî jî fraksyonên wê, lê ne polîtburoyên hizban. Girêdana serokatiya opozisyonê bi pêkhate û rola xwezayî û yasayî piştî qonaxa prensîbê fifty-fifty yanî qonaxa piştî 25.07.2009: qonaxa firehî û hebûna opozisyonê û piranî û kêmaniyê. Peyrewê navxwe yê parlamen herwiha yê Civata Wezîran jî divê bên sererastkirin û li gel qonaxa nû de biguncin. Divê opozisyon bi awayekî serbixwe û babetane kar bo serxwebûn û aktîfkirina parlamen û hikûmetê û dezgeha dadwerî bike.
3- Yasayîkirina butçe û dahat û şêwe û awayê peywendiyên hizbên di nav proseya siyasî ya Kurdistan’ê de û rizgarkirina wan ji desttêwerdan û guman û siyaseta tirs û pirs û dabeş bike, tuyî serdest bibî û hembêzkirin û bo vê armancê dehifdana parlamen bo pesendkirin û derxistina yasaya hevkariya hizban.
4- Vegerandina projeyê destûrê Herêma Kurdistan’ê bo parlamen bi mebesta çakkirin, dewlemendkirin û bihêzkirina wê, û vegerandina deqê madeya 2 ya vê destûrê liser rewşa xwe yanî vegerandina (Qezaya Bedre û Nehiya Cesan û Qezaya Tel Afer) bo ser navçeyên Başûrê Kurdistan’ê wek ku heta roja berî pesendkirina destrûrê li parlamen destkarî tê de nehatibû kirin li gor vê yekê ku ev navçe yek ji xalên madeya 140ê ne, û madeya 14ê jî bendekî destûrê ye.
5- Pêdagirîkirin liser xalên posetîf ên destûrê İraq’ê nemaze xalên bi pirsa kurd û mafên giştî ve girêdayî, û bihêzkirina wan û hewldan kirin bo sererastkirin yan avêtina bendên negatîf.
6- Kurd neteweyeke, beşek ji gel û welatê kurdan bi zoriya zordaran hatiye parçekirin û bi İraq’ê ve hatiye leziqandin û kurd di vê qonaxê de hatine neçarkirin ku bi federalîzmê razî bin. Federalîzmê hê bi awayekî ron û eşkere di destûr û rastiyê de jî reng nedaye. Desthilat hê nikare vê pirsgirêkê yakalî bike û daleqandî maye û ti karê ciddî jê re nayê kirin. Ji opozisyonê tê xwestin çi li gel desthilatê û çi bi rêya parlamen û dezgehên fermî û çi di rêyên sivîl û cemaweran de vê pirsgirêkê geş bike ku kurd li İraq’ê hevpişk in û federalism di navbera dû gelan-kurd û ereban- de, mafên gelê kurd ên siyasî û aborî û sînorê başûr wek Herêma Kurdistan’ê bê yekalîkirin û ji lîstika demokrasiyê û piranî û kêmaniyê bê dûrxistin. Ger serkirdeyên kurd xwe ji rastiyan kerr nekin, ji mêj ve naskirine ku liser astê xalên bingehînî pirsa kurd sînoran di navbera erebên Şîa û Sunnî de nahêle yan pir kêm dike. Paqijbûna nêtan û rûbirûbûna pirsgirêkên neteweyî liser bingeha dû netewe, dijayetiya biratiya gelan û jiyana hevbeş û herifandina yekîtiya xaka İraq’ê tune, berevajiya vê yekê biratî û bihev re jiyan û yekîtiya me ya bi vîn bihêztir dike.
7- Rizgarkirina pirsa kurd ji lojîk û berjewendiya hizbî û takekesî û reftara keyfî û dilxweşkirin û bikaranîna wê wek kerteke guşarê bo ecendayên dijberên gelê kurd. Pirsa kurd, pirsa gel e û vegerandina wê li rewş û xwezaya xwe erkekî pîroz e û divê bibe pîvan û bingeha lihevkirin û hevpeymantiyê li gel tevahiya aliyan û liser hemû astan ên navxwe û derve.
8- Çareserkirina pirsgirêka pêşmergeyan ji mabûna wan wek hêz û alaveke çekdarî ya hizbî bo artêşeke yekgirtî ya Herêma Kurdistan’ê, ku girêdana wan bi tenê bi gel û welat re bin. Nehiştina diyardeya milîtarîzekirina civakê û rizgarkirina bajar û bajarokan û civak û tax û dezgehan ji van hemû bingehên serbazî û kontrol û rêgirtinê ku ji xeynî dîmenê wan ê kirêt û ne şaristanî, nîşan didin ku aramî tune û rewş di xeterê de ye herwiha barekî giran e liser butçe û saman-serweta hevwelatiyan.
9- Şopandina diyardeya gendeliyê û tekezkirina şefafiyetê di peywendî û karûbarên hikûmetê de. Eşkerekirina butçeyê bi herdû aliyên wê –dahat û xercî-. Karkirin bo geşkirina jêrxaneya aborî û civakî û pêdagirîkirin liser serjimarî û nexşe û plan û lêkolînên zanistî, çareserkirina bêkariya sergirtî û pîrozkirina kar wek maf û wek erk.
10- Ev 18 sal in ku ev herêm ji aliyê PDK û YNK’ê ve tê birêvebirin, ger em qonaxa 1993-1998 deynin aliyekî, di warên ewlekarî û aborî û warê azadiyan de, li gel parêzgehên din ên İraq’ê tê berhevkirin. 18 Salên hukmraniyê û 12 salên aramiyê ne kêm in. dahata 18 salan a herêmê wek tê texmînkirin zêdeyî 100 milyar dolaran bûye, bo geşkirina jêrxaneya aborî ya 3 parêzgehan ku jimara daniştvanên wan kêmî 4 miloyanan e, nê kêm e. Butçeya salane ya herêmê piştî qonaxa "rizgariya İraq’ê" ji butçeya nêzîka 60 welatên endam di UN’ê de, zêdetir e. Piştî şerê cîhanî yê dûyem Almanya hatibû wêrankirin, xerciyên avakirin û geşkirin û vegerandina wê li rêza welatên pîşesazên Ewrûpa nêzîka 29 milyar dolaran bû, dem jî ji 12 salan kêmtir bû. Japonya 27 milyar dolar û di demeke kurttir de. Dema mirov dahata herêmê û jimara daniştvanên wê û ast û awayê avakirinê û standara jiyana herdû welatên navborî dide berhev, cudahî zêde ne. Ger qonaxa berî rizgariya İraq’ê dikare bê gotûbêjkirin, lê piştî 2004an û heta niha balkêş e. Hê desthilata Herêma Kurdistan’ê ne ku bi tenê jêrxaneya aborî ya herêmê geşnekiriye û hevkariya ciddî bo gelê me nekiriye, lê berevajî vê yekê û jiber nebûna bername û planeke ron û eşkere ya 5 kabîneyên borî yên Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê, dema xelkê me vedigerin bajaran rastî koçeke dijber a xwe bi xwe tên. Heta niha ti neşxeyeke ciddî nayê dîtin bo çareserkirina vê xalê. Di kampanya hilbijartinên 25.07.2009’an de, lîsteya desthilatê gelek soz dan herwiha opozisyonê jî, ku di butçeya îsal a pêşniyarkirî ya hikûmetê de pereyên ku hatine terxankirin bo (Banqa Kiştûkalê 42 milyon dolar û banqa pîşesazî 24 milyon dolar = 66 milyon dolar in û tevî 300 milyon dolarên sandoqa niştecihbûnê jî dike 366 milyon dolar), ev nagihe nîvê hevkariya salane ya YNK û PDK’ê ku her meh ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê ve ji wan re tê veguhastin ku nêzîka 800 milyon dolaran e (li gor ku hinek berpirsan behs kiribû). Ev herdû hizb tên naskirin ku dû hizbên xwedî şiyan in û gelek çavkaniyên wan ên dahatê yên din jî hene. Divê opozisyon bi awayekî ciddî liser vê pirsgirêkê kar bike û sozên ku di vî warî de dane paşguh nexe.
11- Rizgarkirina bazar û bazirganiya herêmê ji diyardeya talan û tevlîhevî û monopliya cemserên serekî yên çarçoveya berteng a desthilata herêmê. Şopandina yasaya hilberînê li herêmê nemaze hinek bendên madeya 4ê ji beşê 4 an). Azadiya bê prensîb û bê çarçove bê liberçavgirtina ewlekariya neteweyî û niştîmanî dibe sedemê bextreşî û tevlîheviyan.
12- Şopandina girêbestên "stratejîk" di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê û şîrketên biyanî de bi taybetî di warê gaz û petrolê û rê û pir û avakirinê de. Veşartina naveroka zêdeyî 35 girêbestên gaz û petrolê ji parlamen û gelê Kurdistan’ê û fetisandina wan di navbera çend kesan de, karekî xirab e. Divê opozisyon kar liser vegerandina van girêbestan bo nav parlamenê bike, herwiha sererastkirina yasaya gaz û petrolê li gor ku desthilata parlamen liser hebe û di destpêkê de razîbûna xwe liser wan pêşan bide. Gaz û petrol samana nefşê niha û pêşerojê ye, madeyeke stratejîk û sînordar e, û bi tenê parlamen biryarê liser pirsên stratejîk dide, kesên ku li jêr navê taybetmendiya sektorê petrolê û pisportiyê, rê li pêşiya şandina girêbestan bo parlamenê digrin û razîbûna parlamen wek tiştekî pêwîst nabînin, ji desthilata parlamenê û astê zanistî yê nûnerên milletê me kêm dikin. Ger desthilat pêdagiriyê liser helwêsta xwe bike, divê opozisyon vê pirsgirêkê yekalî bike.
13- Rizgarkirina sîstema perwerdeyê û pirsên jinan û gencan ji diyardeya çavlêkirinê û rûgeşî û bê liberçavgirtina rewşa aborî û civakî û neteweyî ya civaka me û danîna sînorekî bo projeyên seqet ên warê perwerdeya bê serobin û binketî.
14- Pirsgirêkên navçeyên veqetandî zêde ne. Serkirdayetiya fermî ya kurdistanû herwiha opozisyon jî berpirsiyar in ji dîtina çareseriyekê bo van arêşeyan, bi taybetî rawestandina proseya Erebkirinê û vegerandina kurdan li navçeyên herêmê û çespandina xwendina bi zimanê kurdî li xwendingehan û şopandina awayê peywendiyan di navbera herêm û Bexda de li gor ku ev navçe hê cihê nakokiyê ne, tiştê ji hikûmeta Bexda re rewa be divê heta bên yekalîkirin ji Hikûmeta Herêma Kurdistan’ê re jî rewa bin angu bi rêya lihevkirinê di navbera desthilata herêmê û desthilata navendî ya İraq’ê de.
15- Yekkirina yasayên navenda Bexda li gel yasayên herêmê nemaze yên ku bi awayekî yekser û ne yekser bi meaş û jiyana xelkê ve girêdayî ne. Nabe ku cudahî di meaşê karmendên hikûmî û xanenişînên hikûmeta Bexda û hikûmeta herêmê û dezgehên din de hebin, jiber divê hemû hevwelatiyên herêmê wekhev bin li pêşiya yasayê û destûrê mafên wan misoger kirine.
Berevajî diyardeyên negatîf û di çarçoveya lîstika demokrasiyê de, lîsteya desthilatê dengê piraniyê aniye û heta 4 salên din jî hukmrane û pêdgiriyê liser mabûn û hebûna xwe dike beramberî vê yekê jî bo opozisyonê jî rewa ye hewldanan bike bo cîbicîkirina bernameyê we û nehîştina diyarde yên neyênî û kêmasiyan. Mabûna yekem û gihandina dûyem bo desthilatê liser bername, wize, şiyan û karkirina wan ve girêdayî ye.
Bi kurtî, derfeteke baş li pêşiya opozisyonê ye bo hevahengiyê li gel desthilatê derbarê cîbicîkirina xalên hevbeş yên bernameyên herdû aliyan û bo guşarxistina ser desthilatê bo pêkanîna xwestek û daxwaziyên gel. Pişta lîsteya desthilatê rast e bi encamên hilbijartinan û war û şiyanên hikûmetê, herwiha pişta opozisyonê jî xurt e bi dengê wê û bi kolana kurdistanî. Opozisyon dikare bi awayekî hêja mînbera parlamen û navgînên ragehandinê bikar bîne bo dirustkirina pirekê di navbera xwe û xelkê de û çîn û texên gel hişyar û agahdar bike û di dema pêwîst de û bi awayên aştiyane û germ û coşî wan tevî proseya parastina yasa û rawestandina hemû corên binpêkirina yasayê ji aliyê desthilatê ve, bike.
Careke din Herêma Kurdistan’ê rûbirûyê tecrubeyeke nû û ezmûn eke dijwar dibe, xala bingehînî ya bawerî û rastgoyiya desthilat û opozisyonê, girêdana bi sozên wan û binema û bingehên yasayê ve ye!
21.01.2010

Werger ji soranî
Azad Kurdî

Çavkanî

Ev nîvîs ji bo Le Monde diplomatiquê
kurdî hatiye nivîsandin.