Pêncî sal piştî têkçûna komara kurdî

Çile 1997
Translator

Mehabad, bajarê lanetkirî yê Iranê, çi di dema îslamîstan de û çi jî di dema şah de, ev bajar ji ber ku carekê piştî bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Duyem, cesaret kir xwe wek komareke otonom ya kurdî şanî da, ev bajarê ku bi nifûsa xwe gundî ye û ji şêst hezar kesî zêdetir e ji wê rojê ve di bin çav û kontrola leşgerî de ye. Ji alî têkilîyên birêvebirinê ve, ji herêma Kurdistanê hatîye dûrxistin, di warê aborîyê de hatîye fetisandin, di warê çandî de hatîye ji birkirin, ji dîrok û nasnameya xwe hatîye bêparkirin. Ev bajarê ku sembola serxwebûna gelê kurd e, îro tenê mînakeke tarî ya neheqî û zilma rojane, ya li ser gelê kurdên Îranê û herweha yên din e jî.

Mehabad, dilê Komara Kurdistana jiyankurt ku di 22.01.1946ê de, li Iranê hate damezirandin û di meha 12an a heman salê de, ji alî artêşa Şah Muhamed Reza ve hate belavkirin. Mehabad ji tixûbên Iraqê yên rojhilat sed kilometre dûr dikeve, nîv sedsal bi şûn de, ji vî warê ku di bîr û xeyalên kurdan de cîhekî gelek girîng û kûr digire çi maye?

Mîlîtarîzasyona navçeyê li ber çavan e û mefûma dûrbûnê bê mane dihêle. Zehmetîya kontrola navçeyê, ji ber dîyar, newal û çîyayên wê, Tehranê aciz dike û dixwaze hemû herêmê bike "zonên qedexekirî yên ewle" ji bo bibe "no man's land", herêmên bê kes û dorgirtî û di bin kontrolê de. Mehabad tevlî der û dora xwe şêst hezar kes lê dijîn, (di 1946ê de, şazdeh hezar), Li gel hemû gundên xwe "şarestan" (wîlayet) dibe sed û deh hezar, ger mirov bi seransera Îranê re bide ber hev pêşdeçûneke demografîk têra xwe kêm e (1993, ji % 3,5). Lê Kurdistan di bin tesîra birînên berê de maye.

Parçekirina îdarî ya Mehabadê paradoksa yekem e, bi zanebûn ev paytexta kevn ya herêma Kurdistanê dabeş kirin û bajar bi herêma Kurdistanê ve girênedan, bi Azerbeycana Rojava ve girêdan. Berpirsîyarên herêmê, Kurdistana Îranê (1) hîn bêtir ber bi bajarê Senendecê (Sineya berê) ve dikşînin, ev bajar dikeve başûrê Mehabadê û 280 km jê dûr e. Çend deng û tevgerên lokal, rabûn û xwestin da ku bajar wek struktûra salên 30yî dîsa bi herêma Kurdistanê ve bê girêdan, an jî Kurdistanek nûh bête avakirin û Mehabad bibe navenda vê navçeya îdarî. Lê tu pere nekir, karîna merkezî ya Îranê çi di bin hukmê şah de û çi jî di bin hukmê melayan de, naxwazin sifateke îdarî bi navê Kurdistanê ve girêdin, ev sifat ya herî rast e ku hemû herêmên kurd û yên kurdîaxêf temsîl bike.

Wekî din, Mehabad, bi farisî "bajarê heyvê", navek e ku ji alî Reza şah ve hatibû diyarkirin, ev polîtîka berfireh ya toponîmîk ango farisîkirina navên cîh, gund û bajarên kurdan, şêst sal berê dest pê kir. Navê berê Sawucbûlak e, bi eslê xwe bi tirkî bû. Bajar di sedsala 17an de ji alî sultanekî Qecarî ve hate damezirandin, îro jî mozoleya wî li goristana nû bi cîh e. Ji bo desthilatdarîya îranî ciyê xemgînîyê bû ku nikarîbûn navekî antîk ji bo Mehabadê peyda bikin da ku bi nasnameya persî ve girê bidin.
Bajar di kûrana (hawza) qûntara çîyayê Zagrosê de bi cîh bûye ku heta 2000 metre bilind in. Ev rewş bajarvanan hinekî îzole dike û zivistanan dijwar dide derbaskirin. Li Bakur û Rojhelat, dîmenên yek ji çîyan dema ku bi xêza Spêdê ve tê ber hev, wêneyekî gelek balkêş peyda dike. Navê wî jî "qûrtqûlak" e, bi tirkî texmînî maneya wê ev e: "guhê gur", dema ku mirov li jora wî digere û bala xwe didê, mirov dibîne ku her der hatîye kolandin ji bo sedemên leşkerî û bi vî awayî bajar di bin kontrola herdayîm de dimîne. Ne bawerî, şuphe berdewam e. Hawirdorê van avahîyên leşkerî bi mayinan hatine dagirtin û qezayên rojane di nav miletekî ku terorîze bûye, kêm nabin. Ev jî ne xema kesî ye.

Bibîranîn qedexe ye

Ji bo ku mirov emîn be, têr dike ku mirov serî li nexweşxaneya Mehabadê xe. Ev nexweşxane ji alî şahê dawîn ve hatibû avakirin, piştî şoreşa îslamî, navê wê kirin Ayetûllah Xomeynî. Qezezade ku piranîya wan şivan, zarok û seyranger in, bi şêweyekî, yek li ser ê din û bê duzen û di nav gemarê de, ev rewş, bixwe hinek bûyerên din yên xemgîn ku tecîlkirîne tînin bîra mirovî. Di dema şerê Îran û Iraqê de, Mehabad ji bîst rojan zêdetir ji alî arteşa Îranê ve hate bombe kirin, wek sedem jî, bicîhbûna peşmergeyên PDK-Î û Mucahîdînên Mesûd Recawî şanî didan. Ev tevger, bi Iraqê re qismî hevkarîya wan heye. Di dema ablûkaya bajêr û avêtinên top û qezîfan de, kêsên ku fersend nedîtin birevin, mecbûr diman ku xwe di kozikên binê erdê de veşêrin. Gel bi rîskên jîyana xwe derdiketin da ku bikaribin xwarinê peyda bikin, li gor hesaban 1 500 sîvîl hatine kuştin, di dema van operasyonên leskerî de, rewşeke gelek nêzî şerê hundurîn peyda bû. Hedefên serokên islamî yên Îranî,eşkere û navdar bûn: "serê marê kurd Mehabad e, pêwist e bêt eciqandin" vê bê ûjdanîya korane, şopa xwe û birîn hîşt.

Li gel 60 000 bajarî, hinekî dijwar e ku mirov bikaribe bibêje ku Mehabad bi temamî bajar e, şekl û şemala bajêr hîn bêtir dişibe gundekî mezin, bi bazara xwe hîn bêtir bi "jîngeheke" cotkarî û ziraetê, dîmenên gundan diyar dike. Di dema şahîya Pehlewî de û herweha di dema rejîma Komara îslamîst de, tu kesî hêl (hêz) neda ku bingeha çalakîyên endustrîyel dirust bike, mirov difikire ku bi zanebûn ev li dar xistin da ku bajêr di halê xwe de bifetisînin. Sozên ku hatibûn dayîn ji alî serokkomar Alî Ekber Refsancanî, dema ku Mehabad di Tebaxa 1995ê de zîyaret kiribû, wek sozek li hewa û mirî ma.

Çalakîyên çandinî û zîraetê, roj bi roj hesastir dibe, ji ber ku têra xwe bazarê peyda nake, her çiqas baraja Mehabadê ku di salên 60ê de ji alî Yûgoslavîyayê ve hatibû avakirin, gelek feydeya wê ji çandinî û avdanîyê re çê bû, bi vê avê titûn, baxçeyên sebzeyan an jî binerdikên ji bo şekir hatin avdan, li gel vê jî, berhemên wê ji bo navçeyê têr nedikir. Sanayî ya ku berhemên çandinî û ziraetê bê kar dike li herêmên din hatin avakirin, gelê Mehabadê ji vî awayî gelek hêvîşkestî man û bawer dikirin ku hatine ji bîrkirin. Avahîya herî bilind sîloya genim ku ji dema Sovyetê de maye wek xeyaletekê bi ser bajêr de xûz dibe û dibe îşareta xizanîya şênîyên bajêr.

Kêmasîya aborîyê, ciwanên kurd mecbûr dike ku derkevin dervayî navçeyê, bidûrketina xortan ji herêmên wan, bi wext ve wan hêdî hêdî ji çand û adetên wan jî dûr dixe, ji ber çanda serdest ya farisî ciwan dikevin bin talûkeya asîmîlasyoneke gelek mezin. Li Mehabadê, ji demek nêz ve, zanîngeha "unîversîteya azad ya îslamîk" hatîye avakirin, ji bajarên der û dorê yên cîran jî xwendevanan dicivîne, bi taybetî ji bajarê Ûrmîyeyê ku bixwe wek paytexta Azerbeycana Rojava tê qebûlkirin. Ev dezgeh, dezgehek e şexsî ye, bi pergala xwe ya îslamîst, têra xwe biha ye, hemû perwerdeya wê li ser bingeha mezheba îslama şîî ye, ew jî di civata îranî de piranîyeke mezin pêk tîne, halbûkî Kurdistanî bi piranî sûnî ne.(2) Ji bo vê yekê ev dibe sedemên gelek provokasyon û pevçûnan.

Hîç pêwistî nîne ku mirov bibêje ku tu bîranîn an jî xwepêşandanên gelêrî an fermî ji bo bîranîna salvegera pêncî salîya Komara Kurd pîroz bikin çênebûn, ji ber ku bîranînên eşkere qedexe ne. Her weha xebatên di derheqa dîroka vê bûyerê de, bi temamî qedexe ne. Ger pirtûka referans ya William Eagleton (3) hatibe wergerandin ji bo farisî û kurdîya kurmancî bi alîkarîya dîroknasekî herêmî, belavkirina wê ji sala 1982ê ve qedexe ye, şahidên zindî yên Komarê dema -ger ji alî rejîmê ve nîn be-, bi hemdê xwe hêdî hêdî holê terk dikin. Ji alîyê din, di tarîyê de, hêdî hêdî, bi sebr xebatek tê kirin da ku bikaribin van bîranînên ku hatine dizîn, taze bikin û ji nûve jîndar bikin, herweha gora (tirba) her sê serokên dîrokî yên Komara Kurd, bi taybetî ya serokkomar Qazî Mihemed ku dema leşkerên îranî ketin Mehabadê, hate bi dar ve kirin. Gora wî li goristana kevn her xuya ye. Ziyaret kirin gelek dijwar e ji ber ku der û dora wê bi têl û dîwarên bilind in, lê miqatebûna wan bi dizî çêdibe.

Meydana ku jê re Çarçira tê gotin maneya wê hîn qîmettir dibe. Ji ber ku li wê dere Qazî Mihemed di 22.01.1946ê de Komar îlan kir û dîsa li wê derê ku her sê serok di 31ê adara 1947ê de hatin bi dar de kirin. Lê belê vê carê tu avahîyên fermî bê Çarçira neman, berpirsîyarê bajêr bi awayekî zor aqilane Çarçira plan kir, da ku meydana Çarçirayê bi şeklê xwe yê glover bêt bi bîr anîn.

Cîhek din yê bîranînê, li goristana nû, cîhek bi taybetî û bê destûr ji bo şexsîyet û nivîskarên ku li Mehabadê ji dayîk bûne hatîye amadekirin, gelek ji van goran ku li ser kevirên wan helbestên ku gazî serhildanan dikin, hatine gulebarankirin. Bi taybetî yek ji wan zêdetir hatibû tahrîbkirin, ku li ser wê "azadî" hatibû nivîsîn.

Gelo kurdbûn li Mehabadê tê çi maneyê? Tecrûbe şanî didin ku kurdbûn û hela parastina kurdbûnê têra xwe talûke ye. Di bin vê karîna bê qanûnî de, pêwîst e ji bo xwe îfadekirinê rêyên duyem bên dîtin, rêyên ku du mane lê dikevin dibe awayê xwe îfadekirinê, durûtî û xapandin dibe jîyana rojane. Tirsa di zik de, bi ser de, tirsa polîs û leşkeran. Ger axaftina kurdî li cîhên gelêrî tê tehamûlkirin, xebatên çandî yên bi perspektîf berpirsîyaran gelek aciz dike, bi taybetî di warê çapemenî û weşanan de. Kesek ku rîsk bigire û bi kurdî berhemekê biweşîne, derhal tê mecbûrkirin ku Îranê terk bike û bibe penaber an jî tê sirgûnkirin.

Yekser piştî soreşa îslamî, herdû salên destpêkê partîyên sîyasî, rêxistin, tevger, rojname û kovarên kurdî pêşketinên mezin pêkanîn. Ev demên zêrîn hinek derbasbûn, li paş man. Ji nav van xebatan tenê du kovarên kurdî îro jiyana xwe berdewam dikin, lê belê tenê di warê edebî de. Yek ji wan SIRWE ku li Ûrmîyeyê dertê, ya din, AWÊNE li Tehranê dertê, yek ji wan jî li Mehabad dernayê. Wekî din weşanên bi kurdî yên radyo û televîzyonê tenê nûçe û bernameyên fermî ku bi rejîmê ve bi hişkayî girêdayî ne, tên wergerandin û tercumekirin. Ev weşan ji alî gel ve gelek kêm tên guhdarîkirin. Ji ber kêmasîya medya şexsî, kesên ku halxweş in ji xwe re antênên parabolîk (sêlik) peyda dikin, kêfa rêjîmê hîç ji vê rewşê re nayê, tehamula pasdaran (parazgerên şorêşa îslamî) hîç nîne, wan dişkînin an jî dest datînin ser wan. Li hember van nerehetî û zextên pasdaran, gel li gor xwe tedbîran digirin û ji bo ku bikaribin tîbûna xwe ya agahdarîyên navnetewî yên azad bişkînin, antenên xwe bi şev derdixin.

Bi vî awayî bi qasî pêncî malbat li hev dicivin û bi hev re li kanala kurdî ya satelît MED-TV ku ji Londonê weşanê dike mêze dikin. Bi vî şêweyî ruhê pankurdî bi bîranîna û li ser hîmên Komara Mehabadê ji nûve şîn dibe. Li alîyê din hemû hewldanên ronesansa polîtîk bi awayekî barbarî tên şikandin. Partîya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Îran) li Mehabadê hatîye damezirandin, ji alî rejîmê ve wek klîkeke terorîst û li hember şoreşê tê nasîn û li ser vê bingehê mi'amele bi endamên wan re tê meşandin. Zîndankirinên kêfî, revandin, îşkence kirin û kuştin, çalakîyên rojane ne. Hemû înîsîyatîfên sivîl bi çi şêweyî dibe bila bibe, herçiqas di çarçeweya legal ya îslamî de be jî, ji hêla Tehranê ve derhal der û dor lê tê girtin û tê qedexe kirin. Pêncî sal bi şûn de jî, kurdên Mehabadê hîna cirma cesareta salên borî didin.

Çavkanî

  1. Kurdistan, herêma ku kurd li wê derê bi cîh in û dijîn. Di navbeyna Tirkîye, Îran û Iraqê de dabeşkirî ye û kurdên her parçeyî ji bo bi destxistina mafên xwe li ber xwe didin
  2. Li bakurê Iranê, kurdên şîî hene, ji wan re "ehlel heq" tê gotin. Li Îranê hejmara xiristîyanan gelek kêm e

Wergera ji fransî: Vehbi Aydin