Perwerdeya ewropayî ya di serdema qabiliyetan de

Translator

Ramanên li ser perwerdeyê yên Androulla Vassiliou'yê, Komîsera Yekîtiya Ewropayê ya ji bo perwerdeyê, bi çend hevokan diyar dibin: "xurtkirina qabiliyetan û şertên wergirtina perwerdeyê ya bi rêya lêhaybûna pêwîstiyên bazaran", "piştgiriya ji bo Ewropayê da ku ew têkeve reqabeta dunyayê", "amadekirina ciwanan a ji bo bazara xebatê ya îroj" û "bersivdayîna encamên krîza aborî". (1) Bi van gotinên xwe re, ew têgihên birêvebirên ewropayî baş aşkere dike, yên ku ji panzdeh salan ve ye peywira yekem a dibistanê weke piştgiriya ji bo bazaran dibînin û weha bawer in ku çareseriya pirsgirêkên bêkarî û nebûna wekheviyê, di hevpariyeke bêhtir a navbera perwerde û "pêwîstiyên" aborî de ye.

Ji bo salên pêşerojê, Navenda ewropayî ya ji bo pêşdexistina fêrkirina pîşeyan (Cedefop), digel zêdebûneke xebatên pisportiya bilind, "zêdebûneke girîng a hejmara xebatên di çeqê xizmetê de, bi taybetî di warê firotina taybet û belavkirinê de û ji bo pîşeyên din ên pir sade, ku pêwîstiya wan bi dîplomayên resmî tune ye" (2) pêş dibîne. Ajansa Ewropayê vê diyardeyê weke "Qutubbûyîna xwestina qabiliyetan" bi nav dike.

Ev meyl li DYA'yê jî peyda dibe. Ji çil xebatên ku li gor hejmara xebatkaran herî zêde pêş dikevin, bi tenê ji heşt xebatan re astayeke gellek bilind a xwendinê (bi qasî çar salên xwendina bilind an pirtir) pêwîst e, lê belê fêrbûyîneke kin û li ser kar ji xwe têrî bîst ji van xebatan dike. (3) Hin nivîskarên îngilîz û amerîkî vê qutubbûyînê bi dijberiya "îşên nanozikî" û "îşên teknolojîkî" salox didin. Li gor aborînasên David H. Autor, Lawrence F. Katz û Melissa S. Kearney, "ji salên 1990'î û vir de, bazara xebatê her ku diçe zêdetir qutub dibe, wateya wê jî ev e ku xebatên gellek pispor herî zêde pêş dikevin, xebatên asayî herî kêm pêş dikevin û xebatên ne pispor hinekî pêş dikevin." (4)

Ev guherînên bazara xebatê, ku ji axaftinên daîmî yên li ser "civaka zanyariyê" hinekî dûr in jî, ji xwe li ser siyasetên perwerdeyî bi xurtî bi bandor in. Rêxistina hevkarî û pêşketina aborî (OCDE) jî bê çare dimîne ku bi îstîhzayê weha bibêje: "ne hemî şagirt ê di çeqê pirçalak ê" aboriya nû "de bixebitin; bi rastî, pir ji wan ê tê de nexebitin jî, lewre bernameyên dibistanî nikarin li gor fikira ku" ew ê hemî serkeftî bibin "bên çêkirin". (5) Li Fransayê, Claude Thélot, serokê Desteya nîqaşa neteweyî ya li ser pêşeroja dibistanê, di rapora xwe de ya ku wî di sala 2004'ê de teslîmî serokwezîrê Fransayê François Fillon kiriye, heman fikirê parast: "Bila têgiha serkeftina ji bo hemûyan şaş neyê fahmkirinê. Ew nayê vê wateyê ku armanca dibistanê ev e ku hemî şagirt ê dîplomayên herî bilind bi dest bixin. Têgiheke weha hem ji bo kesên alaqedar leylan e, hem jî di warê civakê de bêwate ye, ji bo ku heke wisa bibûya, dê têkiliya navbera dîploma û tevna xebatan ji binî ve xira bibûya." (6)
Birêvebirên perwerdekeriyê jî bi vê pirsgirêkê re rû bi rû dimînin: salên navbera 1950'î û 1980'î pergalên perwerdeyî yên giştî li dû xwe hiştin, yên ku şagirt, li gor welatê ku lê dijîn, tê de heşt – deh salên perwerdeya hevpar werdigrin. Di dîrokê de, ev pergal hane ji ber hêviya samandarî û pêşketina xurt û mayînde ya kapîtalîzmê derketin holê, ku vê pêşketinê dê her bilindkirina astaya perwerdeyê bixwesta. Lê belê em nuha ketin serdema krîzan û qutubbûyîna pisportiyê. Bi vî halî, muhendîs û karkerên pêşerojê çawa dikarin bîngeheke hevpar a perwerdeyê bistînin?

Bersiva vê pirsê jî di şêwaza xebatên nû yên qaşo "ne pispor" de ye. Ku em baş li ser vê bifikirin, xebatên ne pispor tune ne. Xebatên ku pisportiya wan nayê naskirin hene û ew jî weha tên binavkirin ji ber ku wisa li me tê ku zanyarî, karê destî û helwêstên ku ji wan re pêwîst in, li cem herkesî peyda dibin. Weke mînak, ji destpêka sedsala bîstem û vir de, xwedîtiya astayeke bîngehîn a xwendin û nivîsandinê weke pisportiyê nayê qebûlkirin. Nuha ev rewş ji bo ehliyetê an bikaranîna komputeran jî aynî ye. Ev qabiliyetên ne pispor tu carî nabin mijara muzakereyên giştî û lewre jî, ji bilî şertên asgarî yên hiqûqî, xebatkar xwediyên misogeriyên mehaneyê, şertên xebatê an jî parastina civakî nînin.

Taybetmendiya xebatên "ne pispor" ên îroj jî ev e ku gellek qabiliyet ji wan re pêwîst in, lê astaya van qabiliyetan nizm e. Weke mînak, divê berkarê dezgeha vagona xwarinê ya treneke navneteweyî bikaribe bi çend zimanên cuda tiştên sade bibêje, di serê xwe de baş bihejmêre û divê ew xwediyê çandeke teknolojîk, komputerî û zanyarî ya asgarî bibe da ku alavên cuda (firne, firneya pêlan, germkerê avê, kasaya qeydker, xwînerê kartên krêdiyê, sarinc, pergala daxuyaniyên dengî, lewheyê ceyranê…) bi kar bîne. Digel qabiliyetên civakî û alaqeyî yên ji bo danîna têkiliyan a bi muşteriyên ji hev pit cuda re, divê ew xwediyê feraseteke biryardariyê, têgiheke îradeyê û tewîniyê (ji bo guherandinên seetên trenan) jî bibe.

Lîsteya "qabiliyetên bîngehîn" ên ku ji aliyê Komîsyona Ewropayê ve hatin rêzkirin jî kêm zêde weha ye; ev lîste dê weke mihwerê sereke yê guherandina pergalên perwerdeyê yên dibistana seretayî, dibistana navîn, lîse û sinifên fêrbûyîna pîşeyekê bê bikaranîn: "Axaftina bi zimanê zikmakî ; axaftina bi zimanên biyanî; qabiliyetên matematîk û qabiliyetên bingehîn ên di warê zanistî û teknolojiyê de; qabiliyetên bi komputeran; fêrbûyîna fêrbûyînê; qabiliyetên civakî û medenî; feraseta biryardarî û îradeyê; haydarî û îfadeya çandî." (7)

Tê gotin ku sî mîlyon xebatkarên ewropayî ji van qabiliyetan bê par hatin hiştin û lewre jî, li derveyî reqabeta ji bo xebatên "ne pispor" ên nû dimînin. Ji ber vê yekê, kardêr carina mecbûr in ku kar bidin xebatkarên zêde pispor û buhatir. Bi berfirehkirina wergirtina van zanyariyên bîngehîn, Komîsyon li benda kêmbûneke mehaneyan e: "Ji bo her astayeke xwestinê, ku têkildarê qabiliyetên taybet e, zêdebûna hejmara karkeran dê kêmbûneke mehaneyên rastîn ya ji bo hemî karkerên ku ji xwe xwediyên van qabiliyetan bûn bi xwe re bîne." (8)

Qabiliyetan dewsa zaniyarî girt û ev jî bersiveke xwestina nuha ya tewînî û guncaviya karkeran e. Tunebûna ewlehiya aborî, digel bikaranîna zêde ya îcadên teknolojîk – an ji bo avakirina bazarên nû, an jî ji bo pêşdexistina berhemdariyê – asoyê pêşdîtinê teng dike. Tu kes nizane ka deh sal bi şûn de dê têkiliyên teknîkî yên berhemdayînê bi çi rengî bibin û lewre jî, tu kes nikare pêwîstiyên taybet ên di warê zanyarî û pisportiyan de pêş bibîne. Lê belê qabiliyetên ku Komîsyon rêz dike weke nirxên ewle tên dîtin, yên ku qabiliyeta guncaviya karkerên pêşerojê mîsoger dikin. Rêxistina OCDE'yê jî vê ferasetê diparêze: "Di van qabiliyetan de, kardêran nîşanên sereke yên çalakî û tewîniyê dîtin. Hêzeke xebatê ya xwediyê van qabiliyetan her tim dikare li gor xwestinê û pêşketina awayên berhemdayînê xwe biguherîne." (9)

Tercîha perwerdeyeke bi vî rengî jî tê wateya ferdîkirina rêgehên fêrbûyînê. Êdî armanca perwerdeker ne ev e ku kom an sinifeke xwendekaran bi hev re pêş de bikevin, lê armanc bi tenê ev e ku her kesek bikaribe li gor îmkanên xwe, qabiliyetên xwe rahêne û pêş de bixe. Pêşniyara Komîsyona ewropayî jî weha ye ku "tecrubeya welatên ku desteyên qabiliyetan bi kar tînin", "tevdîrên ferdî yên nirxandina fêrbûyînê" û "îqnakirina elimiyên resmî û ne resmî" li hemî welatan belav bibin. Bi vî awayî jî, pazarê xebatê dê ji "qeydên mecbûr" yên adeta berê ya dîploma û pisportiyan bifilite.

Çavkanî

Nico Hirtt:
Perwerdeker, endamê Banga ji bo dibistaneke demokratîk (Bruksel)

  1. http://ec.europa.eu/commission_2010-2014/vassiliou/ about/priorities/index_en.htm
  2. CEDEFOP. Li Ewrûpayê di paşerojê de jêhatîbûnên pêwist: pêşbîniyên ji bo wa’deyeke navîn. Rapora paşxaneya teknîk, Weşanên buroya Yekîtiya Ewropayê, Bruksel, 2009
  3. Douglas Braddock, "projeksiyonên îstîhdama kar ên ji bo 2008 ‘an", Monthly Labor Review, vol. 122 n°11, mijdar 1999
  4. David H. Autor, Lawrence F. Katz, Melissa S. Kearney, Cemserîbûna Bazara Kar a Dewletên Yekbûyî, Lêkolîna Aborî ya Buroya Neteweyî, Paper n° 11986, Cambridge, 2006
  5. OCDE, "Ji bo dibistanên me kîjan paşeroj"?, Hûrkolîna li ser Siyaseta Perwerdeyê, Paris, 2001
  6. Claude Thélot, Ji bo serkeftina hemû şagirtan. Rapora Komîsyonê ya têkildarî guftugoya neteweyî li ser siberoja Dibistanê, La Documentation française, Paris 2004
  7. Jêhatîbûnên diyarker li cîhaneke di nava guherînê de, Bruxelles, le 25.11.2009 COM(2009) 640 final
  8. Pêşketina ber bi objektîfên Lîzbonê di perwerde û hîndekariyê de, Commission Staff working Paper, 2005 report. SEC (2005) 419
  9. Beatriz Pont et Patrick Werquin, "Zanînên nû: bi rastî?", Çavdêrê OCDE, Paris, nîsan 2001

Wergera ji fransî: Simko Destan

Redaksiyona gotarê:
Îbrahîm Seydo Aydogan