Pêvajoya aştî û çareserîyê

Paşxana pêvajoya îroyîn
Translator

Di  navbêra hezîrana 2011an û kanûna pêşîn a 2013an de li Tirkîyeyê şerekî pir dijwar rû da. Dema ku hevdîtinên Osloyê yên di navbera PKK û hikûmetê de dimeşîya bi ser neket û bi neyênî bi dawî bû, kêşeya kurdî ket pêvajoyeka nû ya şidetê. Bi pêvajoya şerê bi şidet. derdestkirinên girseyî û bi grevên birçîbûnê tansîyona sîyasî bilind bû û têkilî qut bûn. Di dawîya 2012an de kesên ku dihatin Amedê yan jî bajarekî din yê herêmê bi hêrseka li ber teqînê dihatin pêşwazîkirin.

 

Lê 2013an de ev dîmen bi carekî de veguherî. Greva birçîbûnê ya ji alîyê girtîyên doza PKKyê ve dihat meşandin bi midaxeleya Abdullah Ocalan bi dawî bû, ev helwest bû sedema destpêka pêvajoya hevdîtinên nû. Ocalanê ku demeka dirêj destûr nedabûn ku bi kesî re hevdîtinan pêk bîne, bi carekê de derxistin vitrîna sîyasetê. Parlamenterên BDPyê bi Ocalanî re dest bi hevdîtinan kirin. Peyam û nameyên Ocalanî ragihandin girseya PKKyê, Qendîl û Ewropayê. Alîyên ku berî demeka kin bi vegotinên tûj êrişî hev dikirin, hevûdin vedixwendin qada şer û hemû dengên aştîxwaz bi qêrînên şer dibirîn, bi carekê de zimanê xwe veguherandin, êdî ji devên wan  "daxwazên aştîyê" dibarî û "aştî" bû vegotineka gelemperî.

Çi qewimî?

 

Ev veguherîna di kêşeya kurdî de mejîyê herkesi mijûl kir. "Çi qewimî ku alîgiran biryar da ku kêşeyê ne bi rêya şer, bi rêya dîyalogê çareser bikin?  Hîn mehek berê Erdogan behsa darvekirina Ocalan û ji meclîsê avêtina parlementerên BDPyê dikir, PKKyê jî AKP wekî dijminê herî mezin îlan dikir. Gelo Erdogan û PKK ji ber kîjan sedeman hatin ser vê niqteyê? Herkesî li gorî helwesta xwe bersivên van pirsan dest nişan kirin; hemû alîgir bi armanca biheqnîşandana helwesta xwe, hin sedeman derxistin pêş. Li gorî min sê sedemên girîng yê vê helwestê hebûn:

 

Yekem, Bûyerên ku di navbêra 2010-1012an de rû dan careka din jî derxist holê ku ev kêşe dê bi rêya çekan nikaribe bê çareserkirin. Wekî tê zanîn PKKyê sala 2012an wekî sala serkeftinê îlan kiribû û stratejîya ku wekî "şerê gel yê şorişger" bi nav kiribû, dabû destpêkirin. Lê ev stratejî ji alîyê gel ve nehat pejirandin û PKKyê di şer de gelek şervanên xwe wenda kir, lê negihîşt hedefên xwe. Ji hêla din ve hikûmetê jî xwest bi rêya operasyonên leşkerî li çîyayan hêza PKKyê bişkîne û li deştê jî bi operasyonên hiqûqî û sîyasî dest û baskên PKKyê bişkîne û wê biqedîne an jî bi kêmanî bike partîyeka marjînal. Nivîskarên ku parêzvanên vê sîyasetê bûn gotarên bi naveroka PKK dê nikaribe biharê an jî havînê derxe, têkçûna PKKyê mijara demkin e, dê PKK biqede, nivîsandin. Lê tiştê ku hêvî dikirin nebû; PKK neqedîya an jî nebû hêzeka lawaz. Li dawîya pêvajoya bi xwîn ku sal û nîvekê dewam kir, careka din jî hat tescîlkirin ku PKK dê nikaribe dewletê têk bibe, dewlet jî dê nikaribe PKKyê ji holê rake. Dema alîgir bi rêya çekan encam negirtin mecbûr man li dorhêla maseya hevdîtinê rûnîn. 

 

Duyem, geşepêdanên bi taybetî li Sûrîyeyê û bi gelemperî li Rojhilatê Navîn rû didan, alîgir mecbûrî çareserîyê dikirin. Rêxistina herî bihêz ya kurdên Sûrîyeyê PYD ye. Têkilîya PYDyê ya bi PKKyê re jî ne veşartî ye. Ji ber vê yekê heta Tirkîye di nav xwe de aştî û aramîyê pêk neyîne, dê bi kurdên Sûrîyeyê re pêkanîna têkilîyeka bi tendirustî mimkin nebûya. Rojhilatê Navîn ji nû ve dîzayin dibe û şewata Sûrîyeyê hemû herêm girtîye bin bandora xwe. Di vê pêvajoyê de Tirkîye ji bo bikaribe yekitîya xwe ya hundirîn biparêze û li herêmê bibe hêzeka bi bandor divê kêşeya kurdî çareser bike.

Sêyem, merheleya têkilîyên bi Rêveberîya Herêmî ya Kurdîstanê re bû. Di rewşa îroyîn de -hema hema- hevkarê Tirkîyeyê ya herêmê tenê Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê ye. Pêşvexistina têkilîyên aborî û sîyasî hem bi kêrî Tirkîyeyê hem jî bi kêrî Hikûmeta Kurdistanê tê. Lewre Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê li dijraberî qetandina têkilîyên bi Iraqê re dixwaze piştgirîya welatekî wekî Tirkîyeyê bigire. Tirkîye jî dixwaze bi bikaranîna potansîyela aborî û nefta Kurdistanê bandora xwe li herêmê zêdetir bike. Lê ji bo berdewamîya vê têkilîya ku herdu alî jî jê feyde dibînin divê li Tirkîyeyê kêşeya kurdî çareser bibe. Lewre ger Tirkîye bi kurdên xwe re şer bike, dê bi kurdên Iraqê re avakirina têkîlîyeka mezin ya aborî û sîyasî îhtîmaleka piçûk be. Ji ber van sedeman Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê ji mêj ve ji bo çareserkirina kêşeya kurdî hem ji hikûmetê re hem jî ji PKKyê re pêşnîyaran dike. Di destpêkirin û meşandina vê pêvajoyê de jî rol û însîyatîfa Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê girîng û mezin e.

Stratejîya PKKyê

 

Meriv dikare van xalan jî li van sedeman zêde bike: raman û vîna veqetinê ya kurdên Tirkîyeyê tuneye, PKK û bi taybetî jî Ocalan dixwazin "bibin aktorekî meşhûr" û Yekitîya Ewropayê û YDA jî daxwaza çareserkirina kêşeya kurdî ya  bi rêyên sîyasî bi lêv dikin. Ji ber van sedemên ku hinek ji wan binyatî ne, hinek ji wan jî konjonkturel in, hem PKK û hem jî dewlet di sîyaseta xwe de veguherînên stratejîk kirin.

 

Ji bo PKKyê veguherîna stratejîk ji dêlva têkoşîna çekdarîyê, pêşvexistina têkoşîna sîyasî bû. Ocalan vê yekê, di 21 adarê de ji raya giştî ya tirk û kurd re daxuyand. Ocalan peyama êdî dema têkoşîna çekdarî qedîya da gelê kurd. Li gorî Ocalanî ku digot "yên ku nikaribin gîyana demê bixwînin dê biçin sepeta çopê ya dîrokê", mercên hin deman têkoşîna çekdarîyê mecbûr kiribe jî, îro şert û mercên gelek cihê pêk hatine. Dewr veguherîye, êdî dema sîyasetê ye. Gelek kêşeyên aborî, sîyasî û hiqûqî li benda çareserîyê bûn, lê çareserîya hemûyan divê di nav metodên sîyasetê de bibûna. "Divê çek bê deng bibin, raman bipeyivin." Ji bo vê yekê Ocalan ji PKKyê xwest ku têkoşîna çekdarîyê rawestîne û hêzên xwe yên çekdar derxîne derveyî sînorên Tirkîyeyê.

 

Ocalan dema ev bang dikir, hin endîşeyên ku ji destpêka pêvajoyê de li gel raya giştî ya kurdan hebûn jî, ber bi çav dikir û bersiva wan jî dida. Wekî mînak, hin beşên civatê pêşnîyarên Ocalan yên ji bo çareserîyê têrker nedidîtin. "Ev têkoşîna ku 30 sal e bi bedêlên mezin tê meşandin ji bo vê yekê bû? Ma ewqas têkoşîn bilesebeb hat dayîn?" digotinû îtîrazî Ocalan dikirin. Ocalan li dijî van îtîrazan; bersiva têkoşîn bilesebeb nebûye dida. Li gorî Ocalan; di encama vê têkoşînê de sîyaseta red û înkarkirina kurdan ji holê rabûye, kurdan di qada sîyasî û civatî de gelek serkeftin bi dest xistine. Loma kes nikare serkeftinên vê têkoşîne paş çav bike.

 

Dîsa Ocalan ji kesên ku xwedîyê endîşeya "dê ji bo mafên kurdan têkoşîn berdewem neke?" bûn re jî digot, têkoşîn berdewam dike lê metodên têkoşînê veguherî. Li gorî Ocalan kurd dê ji bo daxwazên xwe têkoşînê berdewam bikin. Lê ev têkoşîn êdî wekî pergal dê çekan û wekî metodê jî dê şidetê bi kar neyîne, ji dêlva wê dê sîyaseta demokratik pêşve bixe.

Ocalan ji bo raya giştî ya Tirkîyeyê jî peyama yekitîyê da. Formula "di nav sînorên Mîsak-i Mîllî de Tirkîyeya demokratîk" derxist pêş û hewil da ku kesên ku di vê pêvajoyê de xwedîyê endîşeya parçebûnê ne, qanî bike. Ocalan daxuyand ku li dijî têgeha netewe-dewletê ye û netewe dewleteka li ser bingeha nasnemeya nijadî bilind bibe dê ji bo kurdan bi kêrî tiştekî neyê. Ocalan binxêz kir ku armanca wan Tirkîyeya ku herkes di nav de xwe azad hîs bike, damezirînin.

 

Ramana Ocalan ya yekitîyê li ser du xalan bilind dibû. Yek, dîroka hevpar bû. Ocalan digot pêwendîyên dîrokî yê kurd û tirkan ku li Çanakkaleyê bi hev re mirine, têkoşîna rizgarîyê bi hev re kirine û meclîsa yekem bi hev re ava kirine, pir bi hêz in. Ya din jî, dîn û çanda hevpar bû. Li gorî Ocalan ku digot dema kurd û tirk di bin sîwana misilmanîyê de bi hev re dijîyan problemên wan yên mezin tunebûn, sedema cûdakerîyê "modernîteya kapîtalîst" e. Ji ber vê yekê kurd û tirkên ku pêwendîyên wan yên hevpar yên dîrokî û dînî hene, hîs û çanda hevpar parve dikin ji dêlva veqetînê dikarin bi hev re li ser bingeha yekitîyê "modernîteya demokratik" ya nû ava bikin.

Paşvevekişîn

 

Banga di 21ê adarê de hat kirin, di 25ê nîsanê bersiva xwe girt. PKK di civîna çapemenîya ku ji Tirkîye û cîhanê gelek rojnamevan beşdar bûbûn, daxuyand ku perspektîfa çareserîyê ya Ocalan dipejirîne û dê hêzên xwe yên çekdar vekişîne derveyî sînorên Tirkîyeyê. Ev helwest gelek girîng bû. Lewre ji destpêka pêvajoyê de xisûsa ku herî zêde li ser dihat rawestandin, ew bû ku gelo dê PKK bi çi awayî bersivê bide daxwazên Ocalan. Hin beşê civatê difikirîn ku li ser rêxistinê bandora Ocalan qels bûye û rêxistin dê helwesta xwe li gorî sîyaseta Ocalan nemeşîne.

 

Bi rastî jî ji Qendîlê sînyalên ku van analîzan bihêz dikir dihatin. Hin rêveberên PKKyê dest nîşan dikirin ku di vê pêvajoya ku qederê rûyê xwe ber bi kurdan ve zivirandîye dijîn û di dema ku kurd li Rojhilata Navîn bûne aktorek gelek girîng, dev ji têkoşîna çekdarîyê berdan û paşvevekişandina hêzên çekdar ne rast e. Herweha Qendîlê di destpêka pêvajoyê de asta daxwazan bilind kirûbû û ji bo paşvevekişînê demeka du salî pêş dîtibû.

 

Ancax li dû hevditînên Ocalan û BDPyîyan û li dû dîplomasîya nameyan, daxwaza Ocalan ji alîyê PKKyê ve hat pejirandin. Rêveberên Qendîlê daxuyandin ku li paş xwendina nameyên Ocalan guman û şiken wan ji holê rabûye û daxwazên Ocalanî wekî talîmat qebûl dikin û îlan kirin ku paşvevekişîn dê di demeka herî kin de temam bibe. Bi vî awayî merheleyeka herî girîng hat derbaskirin.

Stratejîya dewletê

 

Meriv dikare bibeje wekî PKKyê dewletê jî strarejîya xwe veguherandîye. Heta îro di nav dewletê de ramana ku kurdan wekî potansîyeleka bi xeter didît, serdest bû. Ji sedema vê ramanê Tirkîye çi li hundir bû xwedîyê jîyaneka aram û çi jî li derva bû welatekî bi rûmet. Di pêvajoyeka ku asîmîlasyona kurdan ji rojevê derketîye, hat fêmkirin ku bi rêya çekan çareserkirina kêşeya kurdî ne mimkin e û di serî de li Iraq û Sûrîyeyê li hemû Rojhilata Navîn realîteya kurdî xwe nîşan dide, berdewamkirina vê sîyasetê jî ne mimkin e.

Desthilatdarîya AKPyê û bi taybetî jî Wezîrê Karê Derve Davutoglu li Rojhilatê Navîn bi bîrûbawerî û roleka tayînker sîyasetê dikin. Li Rojhilatê Navîn ya îroyîn de pozîsyoneka wisa di pêvajoya bi kurdan re şerkirinê de mimkin nîne ku bê bi dest xistin. Ev pozîsyon ancax lihevhatina bi kurdan re dikare bê bi dest xistin. Bawerîya min ew e ku hikûmetê ev yek tesbît kirîye û biryar daye bi lihevhatina bi kurdan re derbasî sîyaseta mezinbûnê bibe.

 

Herweha Tirkîye ji hêlekê ve bi kurdên xwe re li hev tê, ji hêla din ve li Iraqê li dijî hikûmeta navendî li gel Rêveberîya Herêmî ya Kurdistanê cih digire û zimanê neyinî ya li dijî kurdên Sûrîyeyê jî terk dike.

Siberoja pêvajoyê

 

Pêvajo heta îro baş hat birêvebirin. Helbet di rê de çend qeza bûn. Wekî mînak di destpêka pêvajoyê de li Parîsê cinayetên hovane hatin kirin. Hevdîtinên ku Ocalan li Îmralîyê dikirin dan çapemenîyê. Ji bo paşvevekişîna gengeşîyên ewlehîya hiqûqî hat kirin. Li ser mijara dê vekişîn biçek an jî bêçek bibe gengeşî hatin kirin. Lê hemû kêşe çareser bûn; destûr nedan erebe ji rê derkeve. Beravajî, gengeşîyên hatin kirin pêvajoyê kemiland, pêvajo civatî bû û her çû di nav civatê de piştgirîdayîna pêvajoyê zêde bû.

 

Hikûmet dest nîşan dike ku armanca dawî ya pêvajoyê bêçekkirina PKKyê ye. Ji bo bêçekkirin pêk were divê hikûmet hin tedbîrên hiqûqî werbigire. Ango divê ji bo ku PKK bikaribe ji rêxistineke çekdar veguhere organîzasyoneka sîyasî divê tedbîrên hiqûqî bên li dar xistin. Hikûmet hin di vê mijarê de qertên xwe venekirîye; mimkin e ku dema paşvevekişîn temam bû, dê  gengeşîya herî girîng li ser vê mijarê bibe.

 

Bêçekkirin; mijara herî girîng ya kêşeya kurdî ye, lê mijar ne tenê ew e. Bawerîya min ew e ku bêçekbûna PKKyê dê ji du alîyan ve bi feyde be. Yekem, dê rê veke ku PKK di qada navneteweyî de bibe aktorekî meşrû. Duyem, dê rê veke ku daxwazên girêdayîyê kêşeya kurdî li ser zemîneka meşrû û bi pergalên meşrû bi awayekî hîn bi hêztir bê parastin.

 

Dema çek bêdeng bibin êdî hikûmet bi berpirsîyarîya bicihanîna daxwazên meşrû ve rû bi rû dimîne. Gelek daxwazên kurdan yên wekî naskirina mafên nasname û çandî,  damezrandina rêveberîyeka herêmî ya bihêz û pêkanîna sêwiran ya pirrengîtîyê dipejirîne, hene. Meriv dikare bêje ku sîyaseta meşrû dê di vê niqteyê de gelek zorê bide hikûmetê.

 

Taybetmendîya herî girîng ya vê pêvajoya ku em dijîn, nedîyarîya wê ye. Dixwazim hema bêjim; ez vê yekê ne wekî rewşa neyênî, wekî rewşeka xwezayî û erênî dinirxînim. Belê çarçoveyeka gelemperî heye, lê tijekirina naveroka vê çarçoveyê girêdayîyê performansa sîyasî ya herdu alîyan e. Ji ber vê yekê helwesta sîyasî ya herdu alîyan, dê ji bo pêvajo bi serkeftî bimeşe û  bi awayekî têrker bi dawî bibe, dîyarker be.

 

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran