Pêvajoya çareserîyê -Pêvajoya aştîyê

Divê kurd xwedîyê mafê çarenûsîya xwe bin
Translator

Di hevditînên ku di navbêra MIT û Ocalanî (PKK-BDP) de tên kirin de, tê ditîn ku alîgirên hevdîtinan xwedîyê hest û ramanên ji hev gelek cuda ne. Misteşarê MITê Hakan Fidan li ser navê serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan hevdîtinan dimeşîne. Kêşe û derdê Erdogan jî tenê çekberdana gerîla û derketina wan a derveyî sînoran e. Ji bo serokwezîr ji bilî vê yekê tu kêşe tuneye.

 

Ji bo serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan kêşeyeka wekî kêşeya kurdî tuneye, tenê kêşeyên hevwelatîyên kurd hene. Serok wezîr dibêje, "kêşeyên birayên min yên kurd hene, sedemên çaresernekirina van kêşeyan jî tenê ‘teror’ e."

 

Kurd jî di vê pêvajoyê de zêdetir têgiha ‘aştî’yê  bi kar tînin. PKK, Partîya Demokrasî û Aştîyê, siyasetvanên kurd yên li Ewropayê û KCK têgiha aştîyê wekî rewşeka ku xesbkirina mafê kurdan yên ji kurdbûnîya wan pêk tê û xesbkirina mafê wan yên netewebûyînê difikirin.

 

Ev herdu helwest û raman li dijraberî hev in. Li gor qenaeta min, ji van helwest û ramanên dijraber dê gihîştina encameka  erênî ne mimkin be.

 

Di hevdîtinan de hebûna rewşeka newekhev yekser li ber çavan dikeve. Îhtimal e ku misteşarê MITê Hakan Fidan bi şandeyekê re beşdarî hevdîtinan dibe, lê Abdullah Ocalan tenê beşdar dibe. Ji serî de bi MITê re hevdîtin çêkirin çewt e. Lewre MIT sazûmaneka ewlekarîyê ye û her dem dê ewlekarîya Tirkîyeyê bîne rojevê. Lê kêşeya kurd û Kurdistanê kêşaya sîyasî ye. Û divê hevdîtin raste rast bi hikûmetê re bên kirin.

 

Abdullah Ocalan di destê dewletê de dîl e, meşandina wî ya hevdîtinan çewt e. Divê hevdîtin ji alîyê Partîya Aştî û Demokrasîyê û şandeyek ku endamên partî û rêxistinên ji derveyî PKK/BDPyê jî di nav de hebin, bê meşandin. Lê têgiha ‘Ocalan vîna me ye’ li ber vê yekê asteng e. Di vê daxuyanîyê de vegotinên tên bilêvkirin yên wekî "biratîya misilman", "ev hezar sal in em bi hev re dijîn", "li Çanakkaleyê me li gel hev şer kir" têgihên wekî "Misak-i Milli" û "divê li dijî lobîyên rûm, cihû û ermenan em hay ji xwe hebin" bale  dikşîne. Ev tê wê wateyê ku vegotinên Abdullah Ocalan û yên AKPyê wekî hev in. Lê ev vegotin mafên kurd û Kurdistanê bi lêv nakin.

 

Taybetmendîya herî girîng ya vê pêvajoyê ev e: serokwezîr dixwaze bêyî ku kurdan mixatab qebûl bike û bi wateya maf û hiqûqê tu tişt  nede kurdan kêşeyê çareser bike, ango hewl dide ku gerîlayên PKKyê derxîne derveyî sînoran. Serokwezîr BDPyê, Qendîlê, baskê Ewropayê û KCKyê wekî bervêder (mixatab) qebûl nake. Bervêder qebûlkirina Abdullah Ocalan nayê wateya bervêder qebûlkirina kurdan. Li vê derê  meriv nikare hebûna qelsîya vînê nebîne. Kesekî ku di destê dewletê de dîl e ji alîyê BDPyê, ji alîyê fermandarên PKKyê yên li Qendîlê, Ji alîyê rêxistina Ewropayê û KCKyê wekî vîna yekane tê pejirandin, ev qelsîya vînê ye. Abdullah Ocalan jî her dem xwedîyê têgiha "bila tenê ez dîyarker bim" e, ev têgih jî qelsîya vînê ye. Helbet di vê demê de divê BDP bi şêweyekî çalaktir beşdarî pêvajoyê bibê.

 

Lê di bin çavdêrî û agahdarîya dewletê de birin û anîna nameyên Ocalan beşdarî pêvajoyê bûyin nîne. Divê BDP tenê bi armanca ji Ocalan ferman girtinê neçe giravê, ji bo gengeşîkirinê biçe. Tê gotin li Amedê  li Newroza 2013an girseyeka ji yek milyonî zêdetir civîyaye. BDP behsa girseyeka 2,5 milyonî dike. Ev hêz ji Abdullah Ocalan re tê dayîn. Lê ez ne di wê qinyatê de me ku Abdullah Ocalan vê hêzê ji bo berjewendîyên gelê kurd bi kar tîne. Ji hêla din ve, ji bo çaresekirina mijareka sîyasî bi hêza ewlekarîyê re hevdîtanan  li dar xistin, li dijraberî gîyana pêvajoyê ye. Helbet divê hevdîtin raste rast bi hikûmetê re  bên kirin. Helbet ev girîng e, lê divê neyê jibîrkirin ku ji bo çi dest bi têkoşînê hatîye kirin.

Ramanên Abdullah Ocalan yên di 21ê adarê de, Newrozê, li Amedê hat xwendin dibe ku dewlet û hikûmetê rihet û kêfxweş bike; lê ez ne di wê qinatê de me ku ji van vegotinan ji kurdan re maf û hiqûq derkeve.

Divê di van hevdîtanan de li gor hin prensîpên bingehîn helwest bê nîşandin. Divê kurd bikaribin xwe bi xwe bi rêk ve bibin. Divê kurd xwedîyê mafê çarenûsîya xwe bin. Divê mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, ango perwerdeya kurdî bibe mafekî ku dev jê neyê berdan.

Merivên aqilmend

 

Divê hewildanên "merivên aqil-mend" li gorî vê armancê geşe pê de. Raman û bendewarîya serokwezîr ya ji bo merivên  aqilmend difikire, pir cuda ye. Serokwezîr dixwaze ku raman û sîyaseta wî bê bilêvanîn û gel ji bo vê pêvajoyê bê qanîkirin. Hilbijartina merivên aqilmend jî wî bi xwe çêkirîye. Wisa dike da ku pêvajo bi hêsanî geşe pê bide. Serokwezîr di mijara hilbijartina merivên aqilmen de qet pêwîst nedîtîye ku bi kurdan re bişêwire û daxwazên wan bi cih bîne. Halbûkî divê merivên aqilmend di derheqê maf û azadîya kurdan de di nav  hewldana qanîkirina hikûmetê de bin. Divê merivên aqilmend ji dewletê û hikûmetê re bibêjin, "maf û azadîya kurdan nas bike, mafên kurdan yên hatine xesbkirin û azadîya wan paşve bide."

Kêşeya kurd û Kurdistanê çi ye? Kêşeya kurd û Kurdistanê berî her tiştî kêşeyeka Rojhilatê Navîn e. Kêşeya kurd û Kurdistanê di salên 1920î de, di serdema Cemîyeta Neteweyan de dabeşkirin, parçekirin û parvekirina kurd û Kurdistanê ye, xesbkirina mafê damezrandina dewleteka serbixwe ya kurdan e.

Dewletên emperyal yên wê demê, Brîtanyaya Mezin û Fransa li Rojhilatê Navîn bi desthilatdarîyên tirk, ereb û farisan re hevkarî kirin û ev pêvajo pêk anîn.

 

Ev operasyonên dewletên emperyal li Tirkîyeyê bi çi awayî rû didin? Bi avakirana komarê re mafê kurdan yên civatî, mafên wan yên neteweyî hatîne xesbkirin. Sîyaseta înkar û jiholêrakirinê dest pê kirîye.  PKK di encama vê sîyaseta înkarkirin û îmhakirinê de derketîyê holê. Wê deme divê merivên aqilmend ji dewlet û hikûmetê re pêşniyarên wekî "divê mafên kurdan bê dayin" bikin.

 

Divê meriv wateya dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê  bizanibe.  Di vê mijarê de pirsa sînor çawa hatine dîyarkirin û wateya sînoran dibe mijareka girîng. Wekî mînak, sînorê  Iraq û Tirkîyeyê.  Gelo ev sînor ereb û tirkan dabeş dike? Na, kurdan û kurdan dabeş dike. Sînorê Îran û Tirkîyeyê. Gelo ev sînor faris û tirkan dabeş dike? Na, kurdan û kurdan dabeş dike. Sînorê Tirkîye û Sûrîyeyê. Gelo ev sînor kurd û ereban dabeş dike. Na, ev  sînor kurdan û kurdan dabeş dike. Sînorê Iraq û Îranê. Gelo ev sînor ereb û farisan dabeş dike? Na, kurdan û kurdan dabeş dike. Heman îfade ji bo sînorê Iraq û Sûrîyeyê jî dikare bê bikaranîn.

 

Salên 1920î,  di serdema Cemîyeta Neteweyan de dabeşbûn, parçebûn û parvekirina kurd û Kurdistanê ji bo me  çi bi bîr tîne? Du rewşan bi bîr tîne. Carek, ger neteweyek an jî gelek di serdemeka dîrokê de hatibe dabeşkirin , parçekirin û parvekirin, ji nû ve hatinaserxwe ya wê neteweyê gelek bi zehmet û dijwar dibe. Lewre ev, rewşekê derdixe holê ku her tim xwe nû dike û ji  nû ve hildiberîne. Tê zanîn ku parçebûn û parvebûna yekem sedsala 16an di navbêyna Împaratorîya Osmanî û Împaratorîya Îranê de pêk hatîye. Parçebûn û parvebûna duyem jî  çaryeka yekem ya sedsala 19an  di encama şerên Rusya û Îranê de bi parçebûna beşa di bin serdestîya Îranê de pêk hatîye. Di encama vê parvekirinê de parçeyek ji bakurê Kurdistanê ket bin serdestîya Împaratorîya Rusyayê. Parçebûn û parvebûna 1920î jî dibe parçebûn û parvebûna sêyem. Li du vê pêvajoyê jî êdî parçebûna eşîret û malbatan dest pê kirîye. Civat heta unîteyên xwe yên herî piçûk bû armanca dabeşbûn û parçebûnê. Em bi bîr bînîn ka cerdevanî çawa hat organîzekirin? Bav cerdevan e, lawê wî tevlî hêzên gerîla bûye. Carna bav bi têgiha ‘ez bi teroristan re şer dikim’ bi nezanî lawê xwe kuştîye… Bûyerên bi vî rengî gelek zêde ne.

 

Mijara duyem ya ku dabeşbûn, parçebûn û parvebûna salên 1920î bi bîra me dixe jî ev e: ger tu bê rawestan bûyî armanca dabeşbûn, parçebûn û parvebûnê, ev tê wê wateyê ku zeaf û kêmasîyên te yên cidî hene, tu zeafeka cidî dijî. Hêzên dijmin ji van zeafên te sûdê werdigirin û li dijî te sîyaseta rûxandinê dimeşînin. Wê demê divê tu li ser van zeafên xwe bifikirî. Ji zeaf û kêmasîyan xelas bûn encax bi têgihîştina sedemên wan mimkin e.

 

Pêwist e ku merivên aqilmend bi vê têgiha bi kurdan re jî hevdîtinan pêk bînin. Ne tenê bi PKK/BDPyê re divê bi hemî rêxistinên kurdî re hevdîtinan pêk bînin.

 

"Biratîya misilman"

 

Kurd civateka misilman e. Kurdên elewî û êzdî jî hene. Dewleta Tirkîyeyê ya ku maf û azadîya kurdan xesb kirîye jî dewleteka misilman e.  Dewletên Îran, Iraq û Sûrîyeyê ku  bi heman şêweyê maf û azadîyên kurdan  xesb kirine jî misilman in.

 

Wekî mînak dema kurd li Tirkîyeyê daxwaza maf, hiqûq û azadîyê dikin, dewlet û hikûmet misilman îya wan bi bîra kurdan tînin. "Em misilman in. Em hezar sal e bi hev re dijîn. Di misilmanîyê de biratî bingeh e. Daxwazên bi vî rengî li dijî misilmanîyê ne, di misilmanîyê de parastina qewmîyetê nayê kirin…" Ev dirûşme, ne li gorî rastîya jîyanê ne. Pir zelal e ku bi armanca xapandina kurdan tên bilêvkirin.  Lewre daxwazên maf, hiqûq û dadê ji bo herkesi pêwist û derbasdar e. Lewre misilmanîya rastî bi gotina biratîyê pêşî li ber van daxwazan nagire, dê bibêje "em bira ne, ji ber vê yekê divê ev maf ji bo kurdan jî jîyandar bin." Lê wisa nayê gotin, beravajî em dibînin ku ji bo pêşî li bidestxistina mafên kurdan bigirin  van dirûşmeyan bi biryardarî bi kar tînin.

Em bi şêweyeka fîîlî dibinin ku ev tişt tên jîyin: Tirk, ereb û farisan herdem misilmanî ji bo berjewendîyên xwe yên neteweyî  bi kar anîne. Bi piranî yên ji bo berfirehkirina misilmanîyê hewil dane û xebitîne alimên kurd bûne. Ji Endonezyayê heta Fasê yên misilmanîyê bi pêşve xistine û belav kirine jî kurd in. Lê tirk, ereb û farisan ev helwesta kurdan îstîsmar kirine, hewil dane da ku nasnameya kurdî ji holê rakin û kurdan asîmîle bikin. Û ev kar jî bi hevkarîyê pêk anîne.

 

Divê li ser pêvajoyên têkoşînên ku kurdên misilman bi armanca bidestxistina maf û azadîya xwe li dijî deshilatdarîyên misilman yên tirk, ereb û faris kirin pêwist e ku bên lêkolînkirin. Dîsa tê zanîn ku van têkoşînan di nav mercên pir dijwar de rû dane, kurd her dem bi jenosîd û tevkuştinan re rû bi rû mane. Jenosîd û tevkûştin di pêvajoya demdirêj de pêk hatine…. Dîsa tê zanîn ku dirûşmeya biratîya misilmanîyê  pirî caran bi armanca  xapandina kurdan tê rojevê.

 

Kurd civateka misilman e. Di nav kurdan de elewî û êzdî jî hene. Lê piranî misilman û şafî ne. Dîn di pêkhatina çanda kurdî û çanda sîyasî ya kurdan de xwedîyê cihekî girîng e.  Gelek kurdên dîndar hene ku di heman demê de xwedîyê hestên neteweyî yên kurdî ne jî. Ew kurdên girambar û rêzdar in. Di derheqê van kurdan de hest û ramanên min wisa ye. Lê li dijî mafên neteweyî yên kurdan bikaranîna dirûşmeya bîratîya misilman gelek xerab û derveyî exlaqê ye. Divê ev têgih ji vê hêlê ve bê rexnekirin. Navê kurd û Kurdistanê ji nivîs û berhemên Saîd-î Kurdî derdixin û bê kurd û Kurdistan çap dikin. Ev jî li dijraberî biratîya misilmanîyê ye. "Biratîya misilmanîyê" di vê pêvajoyê de tenê ji bo xapandina kurdan hatîye bikaranîn.

 

Nakokîya gelê Pakistan û Bengalê

 

Dema meriv di derheqê têkoşînên kurdan yên li dijî desthilatîyên misilman yên tirk, ereb û farisan de lêkolînan dike divê têkoşîna gelê misilman yê bengalê ya li dijî desthilatîya misilman ya Pakistanê  dikir jî li ber çavan bê girtin, bê nirxandin. Lewre dirûşmeya "biratîya misilmanan" di pêvajoya têkoşîna gele bengalê ya li dijî Pakistanê de jî hatîye bikaranîn. Desthilatîya Pakistanê ji bo pêşî li ber têkoşîna gelê bengalê bigire pirîcar xwe spartîye vê dirûşmeyê. Lê gelê bengalê di vê çarçoveyê de li dijî desthilatîya Pakistanê bi tundî sîyaseta rexnegerî meşandîye. Îbrahîm Seyîdanî nîveseka bi sernavê "bîratîya misilmanan kurd xapandine lê nikarîye bengalîyan bixapîne" nivîsandîye. Li gorî  fikra min ev nivîs gelek girîng e.

Di derheqê têkoşîna gelê bengalê de bi kurtasî meriv dikare van tiştan bibêje: Hîndistan di 1948an de sexwebûn bi dest xist.  Dema Hîndistan serbixwe bû Pakistan jî jê veqetîya. Ango bi paşvevekîşîna Brîtanyaya Mezin ya ji Hîndistanê du dewlet hatin damezrandin. Rêveberên gelê misilman wekî mînak Muhamed Alî Cinnah (1876-1948) bi gotina zimanê urdî û çanda misilmanîyê ji Hîndistanê veqetîya.

 

Pakistan bi du parçeyî tê damezrandin. Pakistana Rojava, Pakistan îroyîn, yê duyem jî Pakistana Rojhilat. Bengala Rojhilat,  Bengala Rojava eyaleteka Hîndistanê ye ku paytextê wê Kalkuta ye. Bengala Rojhilat duyem parçeya Pakistana ku di 1948an de hat damezrandin e. Di navbêra Pakistana Rojava û Pakistana Rojhilat (Bengala Rojhilat) de  ji 2000 km zêdetir mesafe  heye. Axa di navbêra herdu parçeyan de ye jî aîdê Hîndistanê ye.

 

Gelê bengalê ji 1950yî vir ve li ser bingeha zimanê bengal û çanda bengalê daxwaza xweserîyê kir.Di dema serokkomarê Pakistanê Iskender Mirza (1899-1969)  û Eyub Xan (1907-1974) de ev daxwaz domandin.  Di dema Yahya Xan (1917-1980) de têgiha ji Pakistanê veqetîn û damezrandina dewleteka serbixwe geşe pê da. Desthilatîya Pakistanê her carê van daxwazan bi bahaneya "ev daxwaz li dijî misilmanîyê ne, li dijî têgiha biratîya misilmanîyê ne. Ji bo her zimanî dewletek pêwîst nîne" red kir. Rêveberên gelê bengalê jî ev vegotin  bi bersivên wekî "hûn ji ber kîjan sedeman ji Hîndistanê veqetîyan em jî niha bi heman sedeman dixwazin ji we veqetin. Em jî misilman in, lê we mafên me xesb kirine. We zimanê bengalî ji ber wê an jî vê sedemê qedexe kir, we hewil da ku zimanê urdu bikin serdest. Ya bi rastîn li dijî misilmanîyê ye ev e…." pêşwazî kirin. Ev helwest jî dest nişan dike ku dirûşmeya "bîratîya misilman" nikaribûye gelê  bengalê bixapîne. Têkoşîna gelê bengalê dest nîşan dike ku misilmanîya rastîn li pêşîya parastina nirxên neteweyî, ne asteng e, beravajî li dijî êrîşên nijadperest pêwistîya parastina nirxên neteweyî rave dike.

 

Di 1971î de, di  dema Yahya Xan de li Bengala Rojhilat  hilbijartin çêbûn. Bi seroktîya Mûcîburrehman (1920-1975) Partîya Yekitîya Avamî serkeftineka mezin bi dest xist. Lê Yahya Xan encamên hilbijartinê nepejirand, li pêşîya civîna meclîsê bû asteng. Li ser vê yekê gelê bengalê  di 1971î de dest dest bi têkoşîna çekdarî kir. Hîndistan jî tevlî bûyerê bû. Di dawîya 1971î de artêşa Pakistanê li Bengala Rojhilat bê tesîr bû. Bangladeşê serxwebûna xwe îlan kir. Li paş îlankirana serxwebûnê di demeka kin de artêşa Hîndistanê ji Bangladeşê vekişîya.

 

Tirkîye di pêvajoya têkoşîna neteweyî ya gelê bengal de tu car piştevanîya gelê bengalê nekirîye. Her tim piştgirîya Pakistanê kirîye. Encax dema ku Pakistanê Bengladeş wekî dewleteka serbixwe nas kir Tirkîyeyê jî Bengladeş nas kir. Di salên 1975-1976an de… Ev pêvajo îdeolojîya fermî ya "neteweperestîya Atatürk her dem li gel neteweyên bindest cih girtîye, di rêya têkoşîna neteweyî de her dem îlham û sirûş daye wan" jî pûç dike.  Navbêra salên 1954-1962yan di pêvajoya têkoşîna neteweyî ya gelê Cezayîrê de jî Tirkîyeyê her dem li gel Fransayê cih girtîye, piştgirîya Fransayê kirîye.

 

Îro gelheya Pakistanê 176 milyon e. Gelheya Bangladeşê 152 milyon e. Li Bengala Rojava ya ku eyaleteka Hîndistanê ye nêzîkî 100 milyon kes dijîn. Li Bengala Rojava komunîstên maoîst ji  demeka dirêj ve desthilatdar in. Partîya Komunîst ya Hîndistanê ji navîna salên 1970yî heta 2009an li Bangladeşê desthilatdarî kirîye.  Li eyaletên wekî Trîpura, Kerala û Assamê dîsa Partîya Komunîst ya Hîndîstanê demeka dirêj deshilatdarî kirîye.

 

Partîya Aştî û Demokrasîyê bi lêkolîna pêvajoyên aştîyê yên BASK û IRAyê hewil dide ku rêya aştîyê bibine. Helbet divê ev pêvajo jî bên lêkolînkirin. Lê pêvajoya serekeyî ya ku divê bê lêkolînkirin pêvajoya têkoşîna neteweyê ya gelê misilman yê bengalê ya ku li dijî serdestîya misilman ya rêveberîya Pakistanê ye.

 

Rewşeka din ya ku divê lêpirsîn lê bê kirin jî vegotinên Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan yên di derheqê filîstînîyan, misilmanên Bosnayê û Komara Tirk ya Qibrisê ye. Gelo çima serokwezîr tiştên ku ji bo filîstînîyan, misilmanên Bosnayê û tirkên Qibrîsê dixwaze ji bo kurdên misilman naxwaze? Ev lêpirsîn dê agahdarîyên me yên di derheqê kurdan û Kurdistanê de dewlemendtir bike.

Wergera ji tirkî: Nedîm Baran