Pirsa kurdî û raperîna sîvîl

Translator

"Bikarneanîna şidetê hîma bingehîn a bawerîya min e. Ew herweha hîma dawîn a îtîqada min e jî."
Mahatma Gandhi

Dema ku em behsa meseleya kurdî dikin, em behsa arîşeyeke weha tevlihev dikin, ku xwedî dîrokeke dirêj e û gelek alîyên wê yên civakî, aborî û çandî hene. Mesele, xwedî paşxaneyeke dîrokî û struktureke weha ye ku bandorê li ser gelek enîyên jîyanê dike. Ji ber vê yekê çaresernekirina meseleya kurdî dibe sedema encamên gelek giran. Ev encam dikarin, li jêr sê serenavan werin kom kirin:

Encama yekem, rûxandina manewî ye

Mirina ciwanan, ku dilê mirov pê dişewite, dibin sedem ku him di raya giştî ya tirkan û him jî di ya kurdan de siyaseta neteweperestîyê pîj bibe. Ji ber ku xwîn dirijê, nasnameyên civakî tên dijberî hev. Xelk -bi darê zorê û bi rêbazên bêrehm- ji cih û warên xwe hatin rakirin û naçar man ku koçî varoşên bajarên mezin bikin, ku lê bûne mehkûmên jîyaneke weha ku tê de nikarin hewcedarîyên bingehîn ên mirovatî yê bi dest bixin. Ji alîyekî ve, ev yek navbera koçber û niştecihên wan deran ku ew lê bi cih, dibe sedema pevçûnan û ji alîyê din de jî bawerîyên mirovan a ji bo sîstemê tê keritandin. Ev wêrankirina manewî, li cem her du alîyan neteweperestîyê tûjtir dike û peywendîyên civakî, ku pê mirov dikarin bi hev re bijîn, qels dike.

Encama duyem, peydabûna neheqî û derhuqûqîyê ye

Peydabûna derhuqûqîyê xwe weha nîşan dide:

a.Çêkirina ''qanûnên'' weha ku bi maf û azadîyên mirovan re bi hev nakin, wan didin rawestandin, yan jî bikaranîna wan nemumkin dikin.

b.Bi gelemperî, ewên ku hêza dewletê bi kar tînin -nemaze leşker û polîs- tên parastin û çalakîyên wan ên derhuqûqê li derveyî çavdêrîyê tên hiştin.
c. Carna jî, ewên ku hewlê didin û dixwazin qaîdeyên huqûqa navne-teweyî bisepînin, bi xwe zirarê dibînin.

Bi vî awayî qadên azadîyan tên teng kirin, derfetên gotûbêjkirina demokratîk tên asê kirin û pergala huqûqî di warê çareserkirina pirsgirêkan de qels dimîne. Encama wê ya axir jî ew e ku meseleya kurdî her ku diçe dikeve rewşeke girantir.

Encama sêyem rûxîna maddî ye

Ji ber ku meseleya kurdî nagihîje çareserîyeke demokratîk, pareke girîng a çavkanîyên aborî yên welêt tarûmar dibin. Serdemên berê li alîyekî, herkes pê dizane ka di domahîya sî salên bi şer û pevçûn de barekî çiqas giran li ser şanên aborîya welêt de hat kirin. Lê belê, meblaxên ku tên bi lêv kirin -ji 400 mîlyon dolaran heta 1 mîlyar dolaran- dide xuya kirin ku ev mesele di rêjeyeke gelek girîng de çavkanîyên welêt dadiqurtîne û pêşî li pêşketina aborî û seqemgîrîyê digire.

Bi kurtasî, meseleya kurdî him çavkanîyên însanî, him jî yên aborî yên welêt berhewa dike, dibe sedema derengketina pêşdeçûyîna demokrasîyê û aştîya civakî namumkin dike. Yek ji sedemên sereke, ku pirsgirêk weha mezin dibe, encamên weha giran tîne û her ku diçe çareserî dijwartir dibe, bikaranîna şidetê ye.

Şidet divê bi du alîyan were fikirîn. Yek, şideta ku dewlet bi kar tîne. Komara Tirkîyeyê, ji rabûrdûyê heta îro, di şûna bersivdana daxwazên kurdan a bi rê û rêbazên demokratîk û sîyasî de hertim rêya tepisandina bi şidetê hilbijart. Helbet, wê carna serî li tedbîrên siyasî û aborî jî da, lê belê pêşekî hertim di bin navê ''tedbîrên ewlekarîyê'' de ji şidetê re hat dayîn û li ser navê ''parastina yekitî û yekparebûna welêt'' ev şidet biheq hat nîşan dan. Ya din jî, şideta PKKê ye. PKKê şidet ku wekî ''şideta şoreşger'' biheq nîşan dide, him li dij dewletê, him jî li dij tevgerên din ên kurd, ku wekî muxalîf didît, bi kar anî. Mebesta şideta li dij muxalîfan bûyîna hêza tik û tenê û bidestxistina rewşeke hegemonîk bû. Li paş şideta li dij dewletê de jî ew fikr hebû ku digot dewleta tirk bi rêbazeke derveyî şidetê nayê rê. Ev şideta dualî, bi gelemperî li ser siyaseta Tirkîyeyê, bi taybetî jî li ser siyaseta kurd de xisarên mayînde hiştin.

Siyaseta Tirkîyeyê û şidet

Ji ber ku dewlet li hember meseleya kurdî de şidetê bi kar tîne û PKK jî şidetê wek rêbazekê bi kar tîne, li Turkîyeyê pergaleke wesayetgerîya siyasî ava bû. Vê rewşê ji du alîyan ve bandor li ser siyaseta Tirkîyeyê kir:

Wekî yekem, organa ku wesayetê bi xwe re digerîne, artêş e. Ji ber ku artêş bi PKKê re şer dike, ev yek giranîya wê ya di nav sîstemê de zêde dike û nufuza wê ya li ser qadên siyasî û huqûqî mezintir dike. Artêş ji şer û pevçûnê ji xwe re meşrûbûnekê derdixe û di meseleya kurdî de hêza biryardayînê bi dest dixe. Artêş ji civakê re vê yekê dibêje:

''Li qadê ez şer dikim, lewma aktorê ku xwedîyê wî ez im yê ku bibê ka tişt çawa bibin. Gavên ku dê werin avêtin ez dîyar dikim; heger hin tedbîrên civakî, huqûqî û çandî hewce bin, ez dikarim biryara wê bidim. Destûrê nadim wê siyaseta ku ez rêk û pêk nabînim''.

Giranîya artêşê him li ser qanûnçê-kerîyê, li ser hikûmetê, him jî li ser dadwerîyê tê hîs kirin. Artêş sebaret bi wan mijaran ku dikevin destûrmendîya qanûnçêkerî û hikûmetê, qada xwe ya tevgerînê bi xwe dîyar dike. Wekî mînak, Serfermandarê artêşa tirk, ku îro tê bawer kirin ku ji alîyê hikûmetê ve hatîye sînordar kirin û ketiye bin nîrê wê, jê kêm namîne û aşkere dîyar dike ku ew li dij perwerdehîya bi zimanê dayîkê ye. Artêş herweha li ser dadwerîyê jî xwedî bandor e. Ji ber ku divê şewqa endamên artêşê, ku ''li dij terorê têdikoşe'' nabe ku were şikandin. Lewma, ew kesên ku derdikevin sînorên huqûqê bi destê dadwerîyê tên parastin.

Wekî duyem, hawîrdoreke bi şidet li Tirkîyeyê dibe sedem ku siyaset xwe radestî neteweperestîyê bike. Li Tirkîyeyê geh rastgir, geh çepgir bingeha hevpar a hemû partîyên siyasî neteweperestî ye. Îdealên neteweperest, hemû partîyên siyasî dikişîne ser heman xetê û dibe sedem ku ew hemû heman refleksan nîşan bidin. Şidet reh û rîşalên neteweperestîyê ye. Ji ber ku dema asta şidetê bilind dibe, li cem herdu alîyan jî zerar û mirin jî zêde dibin. Di wê hawîrdora aloz de, ku pêk tê, neteweperestî îtîbara xwe zêde dike û partîyên siyasî di warê neteweperestîyê de dikevin pêşbirkê. Dema ku siyaset dikeve jêr bandora ruhîyeteke neteweperest, ew ê ku wenda dike demokrasî ye. Ji ber ku di hawîrdoreke weha de maf û azadî tên rawestandin, stratejîyên serbazî û ewlekarîperest serdest dibin.

Heger di vê çarçoveyê de were nirxandin, mirov dikare bibêje ku li Tirkîyeyê di warê dîyarkirina rojeva siyasî de hêza herî bibandor PKK ye. Dema ku şideta PKKê zêde dibe, gavên demokrasîyê yên li Tirkîyeyê, ku bi hezaran zehmetîyan hatine avêtin, hema çerx dikin. Dema ku şidet radiweste, demokrasî dikare hinekî be jî hilma xwe vede. Lewma, şidet pêşî li wê yekê digire ku Tirkîye di warê meseleya kurdî de rojeva xwe ya siyasî dîyar bike û bi hasbelqeder dîyar kiribe jî wê berdewam bike.

Siyaseta kurdî û şidet

Ji ber ku di meseleya kurdî de hertim şidet heye, ev yek dibe sedem ku siyaseta kurdî jî bikeve bin wesayetê. Siyaseta kurdî jî li jêr nîrê wesayetê de ye û ev wesayet têkoşîneke demokratîk nemumkin dike, nahêle ku demokrasî pêş keve. PKK, difikire ku heger li ser navê kurdan deskeftîyek hebe, ew encama têkoşîna wê ye û weha tev digere ku wê berdêla vê deskeftîyê bi xwe daye. Lewma, hewlê dide ku hemû rêxistinên siyasî bixe bin kontrola xwe. PKK, li gor xwe xetek dîyar dike û dixwaze ku herkes li gor vê xetê tev bigere. Heger şexsiyetek, an jî komek vê xetê derbas bike, PKK hema berê xwe dide wê û zorê dide ku di nav xetê de bimîne.

Mirov dikare behsa gelek sedeman bike ku vê wesayetê peyda dikin û dihêlin ku berdewam bike. Berîya hertiştî, wekî ku li her derê din jî weha ye, li vê derê jî hêza ku çek di dest de ye -an ku PKK- bi arezûya parastina serdestîya xwe tev digere. Çek, deshilatdarîyekê pêk tîne û çekdar da ku vê deshilatdarîya xwe biparêzin û wê hêzdartir bikin, bi hêza xwe ya herî dawîyê hewlê didin ku qada siyasî û civakî li jêr kontrola xwe bihêlin. Hêza çekdar, li hember hemû rûdanan, ku li derveyî însîyatîfa wê pêk hatiye, bi şik û guman tev digere û li dij wê yekê derdikevin ku sîvîl -herçend rast be jî- gotarên siyasî bi pêş bixin. Wekî mînak, rêveberên PKKê dikarin gelek caran dîyar bikin ku ''dema têkoşîna çekdarî derbas bûye'' û ev yek nabe pirsgirêkek. Lê belê dema ku heman gotin ji alîyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Dîyarbekirê ve were gotin ev yek dibe pirsgirêkek. PKK li hember raya giştî bertekê (reaksîyonê) nîşanî Baydemîr dide û bang lê dike ku hedê xwe bizanibe. Ji ber ku hêza çekdar bi vî awayî dixwaze gotina dawîyê bibêje û bi ser gotina xwe de gotineke din nas nake, ev yek jî siyasetmedarên ku ji xwe bêhêz in, bêhêztir dike.

Sedemeke din jî pirsgirêka ''pêewlebûnê'' ya li cem siyaset-medaran e. Siyasetmedar -nemaze yên ku di nav BDPê de cih digirin- bi dewletê ewle nînin. Di qurna dawîyê de kurd tûşî gelek zext û zulma dewletê bûn. Rabûrdûyeke tije bi serpêhatîyên xerab, bû sedem ku li cem siyasetmedaran tirseke mezin a tasfîyebûnê peyda bibe. Herweha bû sedem ku çek li dij tasfîyebûnê wekî garantîyekê were dîtin. Derbirîna herî aşkere ya vê ferasetê di gotinên Leyla Zana de tê dîtin, ku di van demên dawîyê de gotibû. Wê gotibû: ''Çek, sîgorteya kurdan e''. Mebesta vê gotinê ew e ku heger dewlet bi êrişekê kurdan wekî hedef bigire, wê demê hewcedarî bi mekanîzmayeke bersivdanê hebe ku bikaribe çekan bi kar bîne. Dema ku mîsyoneke weha bidin çekan, rexneyeke li dij çekdaran jî mumkin nabe. Herweha li cem siyasetmedaran hesta bi xwe ewlebûnê pêş nakeve û ew nikarin însîyatîfê bigirin destên xwe.

Encamên neyînî yên şidet û wesayetê

Bikaranîna şidetê û wekî encama wê pêkhatina wesayetê, ji bo siyaseta kurdan rê li sê pirsgirêkên mezin vedike.

A yekem, şidet pêşî li wê yekê digire ku di maneyeke rasteqîn de siyaset were kirin. Da ku siyasetmedar li ser pirsgirêkekê çareserîyan pêşnîyar bikin, divê ew bikaribin ji nav alternatîfan bi azadî hilbijartinê bikin û bikaribin bi awayekî aşkere bipeyivin. Lê belê, li ser siyaseta kurdî de hêzeke wekî PKKê heye, ku di warê bikaranîna şideteke tîr û bibandor de xwedî potansîyelekê ye, û hebûna vê hêzê pêşî li muzakereyeke vekirî digire, ku pêş-şerta siyasetê ye. Hannah Arendt dibêje li cihê ku şidet hebe, meseleyên siyasî nikarin werin gotûbêj kirin. Ji ber ku li cihê ku ''gotin'' û ''şidet'' tev li hev bibin, gotin hukmê xwe ji dest dide. Lê siyaset bi gotinê pêk tê. ''Lewma, şidet derveyî siyasetê ye û siyasetê li der ve dihêle''.

Ji ber şidet û wesayetê jiyaneke rasteqîn ya siyasî pêk nayê û vê yekê pêşî lê pêşketina siyaseta kurdî girt. Derbarê hin qadên dîyarkirî de -wekî mînak sebaret bi bêçekkirinê- jî perspektîfên çareserîyê ku alternatîfên cuda pêşkêş dikin, nikaribûn werin bi pêş xistin. Ji ber ku siyaseta kurd di nav xwe de nekarî pirsgirêka demokrasîyê çareser bike, vê yekê rê li ber avahîyeke ''yekdengî'' vekir û zixta ji der ve jî bû sedem ku ev avahî zêdetir "hev bigre”. Di encama wê de wan xwe teslîmî rastîyên mutlaq kir û gotineke rêk û pêk a siyasî derneket. Heger di warê meseleya kurdî de çareserîyeke demokratîk derneketibe, sedema vê yekê ne tenê şaşîyên dewletê, herweha têrê nekirina polîtîk a siyaseta kurdî ye.

A duyem, şansê serkeftinê ya projeyeke siyasî bi kapasîteya wê ya îqnakirina xelk ve girêdayî ye. Heger tevgerek xwedî perspektîf û metodekê îqnakir be, dikare bigihîje serkeftinê, yan na têkçûn misoger e. Yek ji pêşşertên îqnakirina xelk jî ziman û helwêsteke siyasî ya jidil û lihevkirî ye. Ziman û helwêsteke weha bi awayekî dikare xwedî li hemû kesan derkeve, ku tûşî şidetê bûne û jana wan par ve bike. Cudagerî naxe nav, li nasnameyan nanihêre; helwêsta xwe li gor kirdar dîyar nake.

Di warê îqnakirina xelk de faktoreke din a girîng jî hebûna hevahengîyeke navbera mebest û alavan e. Heger armanc û alav li hev nekin, wê demê bivênevê ye ku mesafeya navbera we û xelk wê mezintir bibe. Heger ji bo armancekê, ku tu dikarî bi rêbazên siyaseteke demokratîk bigihîjî, hewlê bidî bi şidetê bigihîjî, îqnakirina xelk dê dijwartir bibe. Di merheleya îro de yek ji nakokîyên herî mezin a siyaseta kurdî ev e.

A sêyem, li cîhanê -nemaze li Ewropayê, ku di pêşketina tevgera siyasî ya tevgera kurdî de dînamîkeke gelek girîng e- li hember rêxistinên siyasî, ku bi awayekî digel rêxistinên çekdar di peywendîyê de ne, tehemul her ku diçe kêmtir dibe. Îro tu tevgera siyasî xwedî wê luksê nîne ku raya giştî ya cihanê paşguh bike. Rêxistineke siyasî bi tenê heger daxwaz û alavên wê meşrû werin dîtin, dikare bi dewletên cîhanê re bikeve têkilîyê. Heger alavên we nefreta cîhanê dikişîne ser we, dê ji bo we derfet nemîne ku hûn piştgirîya raya giştî ya cîhanê bi dest xin û xwe bigihînin serkeftinê.

Di vê çarçoveyê de, mirov dikare bibêje ku di meseleya kurdî de şidet rê li du rewşên neyînî vedike. Ji alîyekî ve, rê li krimînalîzekirina daxwazên biheq ên kurdan û marjînalkirina wan vedike. Ji alîyê din de jî, çalakîyên şidetê dibin hinceta dewletê ku maf û azadîyan tengtir bike. Raya giştî ya cîhanê li hember wan dewletan, ku tûşî çalakîyên şidetê dimînin, rasterast nerazîbûn nîşan nakin ku ew dewlet qadên demokratîk teng dike, bi xweşbînî nêzî wan dibe.

Wekî ku tê dîtin, şidet û wesayet destarek in ku him siyaseta kurdî him, jî ya Tirkîyeyê pûç dikin. Da ku jiyaneke siyasî ya demokratîk û ji bo pirsgirêkên civakî çareserîyên aştîyane werin dîtin, divê xwe ji dîyarkerîya çekan rizgar bikin û rêyan vekin ku siyaseta demokratîk bikaribe lê hilma xwe vede. Lê belê çawa?

Raperîna sîvîl

Ez li dij şidetê me; ji ber ku qencîyên ku, tê bawer kirin ew tîne demî ne, xerabîyên ku tîne jî mayînde ne.
Gandhi

Di roja me ya îro de siyaseta kurd xwedî wê berpirsîyarîyê ye ku him li cem xelk hevdilên xwe zêde bike, him jî di asta navneteweyî de meşrûbûna xwe bilindtir bike û him jî di maneyeke rasteqîn de bikaribe siyasetê bike. Fikra raperîna sîvîl û pratîka wê da ku ev pirsgirêk bikaribin ji holê werin rakirin, dikare rê li pê siyasete kurdî bixe.

Raperîna sîvîl, li dij neheqîyên mezin çalakîyeke derqanûnî ya siyasî ye, ku wekî çareya dawîyê dikare were bi kar anîn. Raperîna sîvîl, fikra edaleta hevpar ji xwe re dike bingeh û şidetê bi tundî red dike. Nebûna şidetê, yek ji taybetmendîyên sereke ye ku karaktera çalakîyên raperîna sîvîl dîyar dike. Jürgen Habermas, dîyar dike ku çalakîyên bêîtaedîyê divê teqez aştîyane -an ku bêşidet- bin. Çalakî, nabe ku zirarê bide hebûna fîzîkî û psîkolojîk a dijberan, yan jî kesên sêyem ku têkilîya wan bi bûyerê re nîne.

Raperîna sîvîl, di rastîyê de, nameyek e ku daxwaza edaleta hevpar derdibire û bangek e ji bo raya giştî. Koma ku çalakîyê li dar dixe, agahîyê dide raya giştî ku prensîpa yeksanîyê, ku civakê li cem hev radigire, tê bin pê kirin, azadî hatine ji dest girtin û maf bi zanîn tên bin pê kirin. Wateya çalakîyê ew e ku ew kom li hember wan neheqîyan nerazî ye, xwe radest nake û dê serî hilde. Li gor John Rawls mebesta raperîna sîvîl ew e ku koma hindikahî koma piranî vedixwîne ku xwe bi xwe pirsîyar bike:

"Komeke hindikahîyan bi rêya bêî-taedîya sîvîl, sorê dide koma piranî ku tiştên ku dike binirxîne, yan jî biryara xwe bide ka ew amade ye ku li gor feraseta edaleta hevpar daxwazên hindikahîyan nas bike yan na''.

Raperîna sîvîl, rêbazek e ku divê bi tenê li hember neheqîyên mezin were bi kar anîn. An ku, heger mafekî girîng were bin pê kirin divê serî li wê were dayîn. Yan na heger ji bo her tiştî rêya raperîna sîvîl were bi kar anîn, bêîtaedî êdî hêjayî bawerîpêanînê nabe û bandora xwe wenda dike. Çalakî divê bi nisbet, li gor armancê be û digel wî mafî ku tê bin pê kirin di nav têkilîyeke maqûl de be.

Raperîna sîvîl, cotestandartîyê qebûl nake. Ji ber tê de bangeke li wijdana raya giştî heye, kesên ku bi vî karî radibin, nikarin cotstandartan bi kar bînin. Wekî mînak, heger ew li dij kuştin û îşkenceyê derdikevin, divê ew bi temamî li dij îşkenceyê be, alîgirî nayê kirin. Çalakvanê raperîna sîvîl, bêyî ku lê binihêre ka ew pêkirinên navgotî ji alîyê kê ve tê li dar xistin, yan jî mexdûr kî ne, li dij wê radibe. Yan na nikare xelk îqna bike û pê bide bawer kirin.

Bi gelemperî, raperîna sîvîl ne navgîna kûrtir kirina neyartîyan e lê bertaraf kirina wan e. Mebesta raperîna sîvîl tune kirina dijberê te nîne lê îqna kirina wê ye. Lewma, tê de cih ji bo şidet û cotestandart nîne.

PKK/BDP û raperîna sîvîl

PKK bi gelek boneyan dîyar dike ku ew naxwaze ji Tirkîyeyê veqete û dewleteke serbixwe damezirîne. Öcalan, cara pêşîn di 1991ê de di hevpevyîna xwe ya digel Turkish Daily News de gotibû ku mebesta wan serbixwebûn nîne û ew dixwazin digel tirkan bi hev re bijîn. Paşê jî Öcalan hema hema di hemû axaftinên xwe de dîyar kir ku mebesta wê ya sereke demokratîze kirina Tirkîyeyê ye û ''demokratîkkirina komarê ye''. Him Öcalan û him jî rayedaren din ên PKKê vê siyasetî îro tînin ziman.

Heger niha mebest ev be naxwe divê bikaranîna şidetê bi awayekî cidî bikeve ber lêpirsînê. Ji ber ku mirov dikare bi rêbazên demokratîk û rê û metodên raperîna sîvîl jî bigihe wan armancan. Jixwe PKK xwedî hêzeke weha qirase ye ku dikare çalakîyên bi vî rengî organîze bike. Di nav qada bandora PKKê de partîyeke wekî BDP heye ku 3 mîlyon deng wergirtine, rêxistinên civaka sîvîl hene ku li her alîyê civakî belav bûne, dezgehên wê yên medyayê û hevdilên wê yên ciwan hene ku dikarin pir bi lez tev bigerin. Heger bi van potansîyelan çalakîyên protestoyî yên aştîyane werin li dar xistin ev dê li ser siyaseta Tirkîyeyê bandoreke hejok bike.
Ji bilî wê yekê, veguherîna ku di siyaseta kurdî û di civaka kurdî de pêk tên ji bo siyaseta demokratîk derfetên girîng dide. Wekî mînak hejmara wan kesan ku di Newrozê de beşdar dibin, ku jê re girîngîyeke siyasî tê dayîn, hersal zêdetir dibe. Nemaze jin, zarok û ciwan, di çalakîyên wekî vê rojê de bêhtir cih digirin, bi roleke dîyarker radibin. Zêdebûna piştgirîya girseyî ya di rojên weha de du bandoran dike: Ji alîyekî ve rojên weha dibin bingeha avakirina nasnameya neteweyî, ji alîyê din de jî derfet çêdibe ku daxwazên siyasî werin krîstalîze kirin û girse li dor wan daxwazan tev bigerin.

PKKê di 2011ê de ev yek dît. Nemaze ''Bihara Erebî'', bandoreke mezin li ser Öcalan kir û ew fikirî ku bi çalakîyên raperîna sîvîl jî ew dikarin bimeşin. Li gor Öcalan heger li Dîyarbekirê dîmeneke wekî ya Meydana Tehrîrê ya Misirê pêk were, ev yek dê di meseleya kurdî de rê li pêşveçûnên gelek mezin veke.

"Wekî mînak, heger li Dîyarbekirê jî xelk wekî ya Misirê bi rojan li kuçeyan bimînin, daxwazên xwe bînin zimên, wê demê dê aştî were. Wê demê Erdoğan dê daxwaz bike ku vê pirsgirêkê çareser bike''.

Ev mesaja Öcalan bi qismî hat sepandin. Di vî warî de, ji alîyekî ve li herêmê, ji alîyê din de jî li Ewropayê çendîn çalakî hatin li dar xistin. BDPyê, bi bixwebawerbûna xwe ya tevgerên girseyî 4 daxwazên xwe yên berbiçav ragihandin: Daxistina benda 10 dersedî, ku di temsîleyetê de dibe needaletî, berdana girtîyên siyasî, rawestandina operasyonên leşkerî û siyasî û naskirina mafê bi zimanê dayîkê. BDPyê dîyar kir ku ew ji bo bi cih anîna van daxwazan ji hikûmetê li benda gavên berbiçav in û divê hikûmet sozê bide. Û da ku zorê bide hikûmetê- digel DTKê- dest bi çalakîyên raperîna sîvîl kir. Çalakîyên rûniştinê, înên sîvîl û protestoyên dibistanan hin ji çalakîyên vê serdemê bûn.

Lê belê BDP, nekarî van çalakîyan bi biryarî û rêk û pêk bimeşîne. Sedemeke vê yekê ew bû ku girseya BDPyê -nemaze jî ciwan- xwedî tecrûbeya çalakîyên bêîtaedîyê nebûn. Sedema din jî berteka hişk û tund a dewletê bû, ku li dij çalakvanan nîşan da. Dewlet ji ber ku ew yek wekî gefeke cidî dît, xwest ku hema pêşî lê bigire.

Girîngîya raperîna sîvîl

Gelek dozên min hene ku dikarim ji bo wan bimrim, lê belê tu doza min nîne ku ji bo wê kuştinê bikim.
Gandhi

Lê belê raperîna sîvîl ji du alîyan ve girîng bû: Carekê, ew dihêle ku dewlet li dij daxwazên meşrû hin gavan biavêje. Wekî mînak, di perwerdehî û têkilîyên digel meqamên dewletê de bikaranîna zimanê dayîkê û daxistina benda hilbijartinê, di warê siyaseta demokratîk de daxwazên gelek meşrû ne. Kes nikare wan kesên ku bi van daxwazan derketina kuçeyan wekî ''terorîst'' bi nav bike. Deshilatdarî divê li hember van girseyan ku van daxwazan dikin civakî, helwêstekê nîşan bide. Di vir de dikare sê helwêst derkevin: Yan daxwaz wekî ku demokrasî dispêre, dikarin werin nirxandin, yan dikarin werin paşguh kirin û werin hiştin ku bicemidin, yan jî bi awayekî tûj werin red kirin. Bicihanîna daxwazan, dê bibe helwêsta herî maqûl. Ji ber ku ev yek nîşan dide ku mirov dikarin bi siyaseta demokratîk bi pêş de herin û her du alî, an ku xwedîyên daxwazan û yên ku bersiva wan daxwazan dide, hêzdartir dike. Heger daxwaz neyên bi cih anîn jî, yên ku daxwaz kirine malê girseyî bihêz dibin, yên ku red kirine jî qels dibin.

A duyem, derfeta ji holê rakirina çekan dide. Tiştê ku dikare li ser çiyan were gotin heger li deştan jî bikaribe bê gotin û ji bo wê çalakî werin li dar xistin, ev yek dikare rê li ber danîna çekan veke.

Raperîna sîvîl, cureyeke çalakîyê ye ku ji alîyê cîhana demokratîk ve meşrû tê dîtin. Heger PKK/BDP di çarçoveya çalakîyên aştîyane de bimînin, dikarin daxwazên xwe yên herî radîkal jî bi dengekî bilind biqîrin û jê girîngtir dikarin him ji raya giştî ya demokratîk a Tirkîyeyê, him jî ji ya Rojava bistînin. Heger derfet û piştgirîyeke weha hebe, bikaranîna çekan dê ne bi kêrî PKKê, ne jî bi kêrî BDPê were. Kampanyaya raperîna sîvîl, ji alîyekî ve xwedî wê potansîyelê ye ku hikûmê li hember raya giştî ya cîhanê bixe tengasîyê, ji alîyê din de jî bihêle ku BDP girseya xwe mobîlîze bike û zindî bigire.

Encam: Rê li ber siyasetê vekirin

Peywira herî mezin a li pêşîya siyaseta kurdî ew e ku siyaseteke weha hilberîne ku deshilat mafên kurdan nas bike û reforman li dar bixe. Divê helwêsteke weha siyasî were nîşan dan ku ne mumkin be ku maf û azadîyên kurdan tune werin hesibandin, paş de avêtin û pêşî lê were girtin. Siyaseteke weha dikare pêk were heger kurd bi çalakîyên xwe yên raperîna sîvîl li qada giştî serdest bin. Li hember çalakîyên raperîna sîvîl, ku pê him piştgirîya navxweyî, him piştgirîya derve zêdetir be, dewlet dê nikaribe helwêsta xwe ya niha berdewam bike.

Raperîna sîvîl, dikare derîyên siyaseteke rasteqîn veke. Ji bo wê jî, divê berîya her tiştî siyasetmedar bi xwe ewle bin û zora tirsa xwe bibin. Siyasetmedar, heta ku di dest tê divê di nav qada lîstîka siyasetê de bimînin û qada xwe ya tevgerînê firehtir bikin. Bi tenê wisa dikarin dîwarên ewlenebûnê hilweşînin û aştîyê ava bikin.

Çavkanî

Vahap Coşkun:
Ji Fakulteya Huqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê

Wergera ji tirkî: Celil Kaya