Piştî şerê navxweyî, ji nû ve sazkirina pergaleke siyasî

Meşa dirêj a parlemanîyê ya maoîstên nepalî
Translator

Maoîstên Nepalê tebaxa 2011ê vegerîyan ser hikum û bi pey pênc salên dudilîyên li ser tevlîkirina şervanên wan a di artêşa neteweyî de, pêvajoya aştîyê dîsa dest pê kir. Di komareke federal a nû de ya ku sînorên wê yên sazûmanîyê ne dîyar in, ew mecbûr in ku bi hêzên siyasî yên din re li hev werin da ku destûreke bingehîn berîya dawîya meha gulanê pesind bikin. Bi vî rengî, ew dixwazin nîşan bidin ku ew dikarin civakeke ji ber bertîlxurî û gendelîyê têra xwe pêşneketî biguherînin.

Rupak li ser motosîkleteke hindistanî ya piçûk li nav erebe û kamyonan bi lez diajo. Trafîk rê nade wî ku li hilatina heyvê ya li ser lûtkeyên berfîn ên Langtangayê, di dûrahîya esmanekî bi barana mûsonê şûştî binêre. Li ser Ring Road (riya derdorê) a Katmandûyê, divê hayê mirov ji otomobîlên ji alîyê berovajî tên, kortal, peya, bîsîkletajoyan hebe... û heta mangeyan jî. Rupak diçe hevalê xwe Ajay bibîne, ew ê çayekê vexwin û çend cixareyan jî bikişînin. Di nav du sohbetên telefonî re, ev herdu mîlîtanên ciwanên maoîst behsa xeyalên xwe dikin. Ew 20 salî ne, dixwazin di sedsala 21ê de bijîn û weha bawer in ku komunîzm dikare dinyayê rizgar bike.

Ajay rave dike: "Di paşxana welatê me de, şerê navxweyî pêwîst bû. Em di vî şerî de bi ser ketin. Lê em hîn ne serbixwe û bixwebawer in. Bi nêrîna me, komunîzm têk neçû, lê ji rê hat derxistin. Em ne pergala sovyetî û ne jî pergala çînî dixwazin. Em di sedsala xwe de, li gel Facebook û Înternetê dijîn. Ji bo guherandina civakê, divê em di pergala parlemanî de cih bigirin. Em guherîneke gav bi gav dixwazin. Berî ku bigihîjin sosyalîzmê, divê em bi rêya sermayedarîyeke pêşverû ji feodalîzmê derkevin û mafên hemûyan biparêzin, nemaze mafên xelkên niştecih wekî me Tamangan".

Di sî salan de, nifûsa Nepalê du qat zêde bû û gihîşt bîst û heft mîlyon niştecihan. Nifûsa paytextê jî, di dehsala dawîyê de, % 60 zêde bû. Tevî bacên li 2008ê ji hêla hikûmeta pêşî ya maoîstan ve ferzkirî, nifûsa otomobîlan jî di zêdebûnê de ye. Bê guman, awayê herî baş ê rêlibergirtina qezayan, tamîrkirina riyan e... Li nav ticarên seyyar, sîklopûs (taksîyên bîsîkletî) û tûk-tûk (trîsîkletên bimotor) ên umûmî, mirov bê navber li kornayê bixe jî, serê seatê ji sî kîlometre bêhtir rê çûyîn serkeftineke mezin e. Bi pasîfbûnê re, folklora bajarî ya li metropolên asyayî ji holê radibe, li vir, gihîşt noqteya xwe ya herî bilind. Bi wesayîtê, bedêla çûyina navenda bajêr tenê 15 santîm e. Di erebeyeke ku li Ewropayê wek "neh cihan" ê bihata îlan kirin, kursîyên panzdeh kesan hene û rêwî jî pir caran du qatên vê hejmarê ne... Tûrîstên ku dawîyê xwe dewlemend hîs dikin, bi piranî taksîyên japonî yên piçûk, lê fiyeta wan bîst caran bilindtir tercih dikin. Herçi nepalîyên di ticaret, an tûrîzmê de serkeftî, erebeyên erazîyan dajon, yên ku tevî bacan, sê car û nîv ji yên rojavayî bihatir in.

Hindistan, cîraneke nerihetker e

Li nav Hindistan û Çînê asêmayî, Nepal li hember van herdu hûtên ku nifûsa wan çil carî li nifûsa wê ye, xwedîyê hêzeke kêm e. Tevî ku, li bakur, barîyera Hîmalayayê tucarî sînoreke nayê derbaskirin nebû, bandora Hindistanê ji deştên başûr ji ya Çînê ya di ber Tîbetê re hatî berbiçav û kûrtir e.

Serdestîya Hindistanê di çanda irf û adetî ya nepalî de li gel girîngîya dînê hindû (% 80 nifûsê), pergala kastan a hîn pir bi mane û zimanekî resmî yê xizmê hindî yê ji hêla malbata keyî ve ferzkirî tê pîvan. Van demên dawî, vê serdestîyê bi fêrkarîya elîtan di heman dibistanan de û têkilîyên nêz ku bi taybetî li nav Partîya Kongreyê û hevnava wî ya nepalî hatin danîn rû daye. Ev bandor bi peymana aştî û dostanîyê ya 30ê tîrmeha 1950î li nav herdu welatan îmzekirî rê û resmî bûbû.

Tevî naskirina serxwebûna Nepalê, New Delhîyê her weha li ser hikûmeta wê ferz kir ku li ser çi têwerdan an nakokîya dikare têkilîyên cîrantîya baş xira bike agahîyan bidiyê. Ji bo nifûsên herdu welatan, peymana – ku hîn li ser kar e – nebûna vîze û heta sînorên rasteqîn jî, li gel azadîyeke teva ya cihdanîn û xwedîtîyê pêş dibîne. Hindistan hîn xwedîyê mafê îtîrazê ye li ser siyaseta derve û parastinê ya cîranê wê yê piçûk û herweha çavê xwe berdaye serêkanîyên wê, bi taybetî yên avî. Li 1989ê, dema ku Nepalê xwest karnameyeke ji bo Hindistanîyan çêke û çekên çînî bikire, abluqayeke pir xirab ew vegerand ser riya rast.

Pekîn a ku pir girîngîyê dide naskirina "Çîneke tenê" û bêdengkirina koçberên tîbetî li başûrê sînorê xwe, her weha li hember îqtîdara heyî li Katmandûype bi awayekî lihevker tev gerîya û di riyên ber çîyayan re pareyekî mezin razand. Tevî referansa îsyankeran a ji bo Mao Zedûng, hikûmeta çînî ji ber hatina wan a ser kar pir meraqdar bû û alîkarîyeke leşkerî jî da key Gyanendra. Hatinên çekên çînî, her weke têwerdana Dewletên Yekbûyî, bê guman bûye sedema biryara New Delhîyê ya devjêberdana key û ji 2005ê ve, leyistina karta pêvajoya aştîyê, (1) tevî endîşeyên wan li hember îsyankerên ku, di warê îdeolojîk de, nêzîkî gerîlaya naksalît a li Hindistanê bûn. (2) Sekna Hindistanê li ser du esasan bû: mîrnişîna destûrî û pirpartîyî. Hêza raperîna nepalî û jirêderketina key weha kir ku ew dev ji esasa pêşî berde û bawerîya xwe ya bi leyistika siyasî biparêze.

Hindistan cîranekî nerihetker e û bi rihetî wek gunehkarê bijartî tê bikaranîn. Mebestên ku ji vî "birayê mezin" re tên dayîn yek ji çîmentoyên hindik ên netewparêzîya nepalî ne. Di ber îsyanê de û dema ku nûnerên muxalefetê bûn, Maoîstan bi giranî retorîkeke dij-hindistanî bi kar anî. Du meh bi ser tayîna wî li dewsa serokwezîr re derbas nebûbûn ku Baburam Bhattarai yê maoîst dîsa jî çû New Delhîyê, 23yê cotmeha bihorî, da ku peymaneke girîng a veberanîna dualî îmze bike. Dîroknasan rola biryardêr a Hindistanê di kêlîyên girîng ên jîyana siyasî ya nepalî de, ji serxwebûnê ve, îspat kir. Peymana dawî ya li ser pêvajoya aştîyê jî li gorî vê qaydeya nenivîsî diçe.

PH. D.

1* Bishnu Raj Upreti, " External engagement in Nepal’s armed conflict ", di Mahendra Lawoti û Anup Kumar Pahari (brv.), The Maoist Insurgency in Nepal, Routledge, New York, 2009

2* Nicolas Jaoul û Naïké Desquesnes, " Les intellectuels, le défi maoïste et la répression en Inde / Întellektuel, pirsgirêka maoîst û zilm û zor li Hindistanê", Le Monde diplomatique, cotmeh 2011

"Em di hilbijartinan de bi ser ketin... lê ne bi temamî"

Kolan yek ji van zemînên kêmdîtî yên ku hemû sinifên nepalî tê de tên cem hev û kesên bi lez diçin li hember yên ku hêdî hêdî diherin qet bi dîqet tev nagerin. Henrî Sîgayret ê fêrî vê derê bûyî, rewşê bi gotineke weha şirove dike: "Nepalî çawa tev digerin, wisa jî diajon". Piştî ku li 1979ê cara pêşî li serê çîyayekî 8 000 metre –çîyayê Annapurna– bi skîyan hilkişîya, dilê vî muhendîsê grenoblî ket van çîyayan û gelê li ser wan dijî. Berî bîst salan li Nepalê bicihbûyî, ew bi wextê re bûye maobadî, yanî parêzvanê maoîstan. Ew bi kêfxweşî wan weke şoreşvanên 1789ê nîşan dide: "Gelê herî perîşan ê Asyayê serî hildaye û li dij mîrnişînekê, arîstokrasîyeke sinifî û burokrasîyeke feodal şer kiriye". (1) Herçi çîyahilkiş, gerok an tûrîstên ku hezkirina xwe ya ji bo Nepalê îlan dikin û pir bi zû parêzvanîya doza Tîbetê dikin, Henrîyê 76 salî ji ber rûnedana wan a li hemberî rastîya Nepalê ya civakî û siyasî, ji bilî çend çalakîyên weqfên hîbekar, hêrs dibe.

Hit Bahadurê kevnewezîr û endamê komîteya navendî ya Partîya Komunîst a Yekgirtî ya Nepala maoîst (PKYN-M) nermtir derdibire: "Em di şer de bi ser ketin... lê ne bi temamî. Em di hilbijartinan de bi ser ketin... lê, dîsa jî, ne bi temamî. Mijdara 2006ê, di dema îmzekirina peymanên aştîyê de, sê çarêkên welêt di destên maoîstan de bûn. Rewşa wan weha xurt xuya bû û dida pêşdîtin ku ew ê bikaribin vederkirina key, devjêberdana xusûsiyeta hindûyîst a dewlet û hilbijartina meclîseke destûrnivîs ferz bikin. Lê belê, leşkerên serîhildêr ne bes bûn ku bajarên mezin vegirtin û li hember artêşeke ku doza tevahîya desthilatê bikin ku Dewletên Yekbûyî, Keyatîya Yekgirtî, Hindistan û Çîn piştgirîya wê dikin. Roja 28ê nîsana 2008ê, maoîstan hemû pêşdîtin pûç derxistin; wan di hilbijartinan de serkeftineke pir mezin bi dest xist û ji 601 kursîyan 229 wergirtin (% 30 dengan û % 38 hilbijartîyan bi saya dengdana nîv-rêjeyî). (2) Wan Partîya Kongreya Nepalî (119 kursî), Partîya Komunîst a Nepala Marksîst-lenînîst a Yekgirtî (PKN-MLY, 109) û Foruma Mafên Gelê Madhesî (83) li dû xwe hiştin. Lê belê, piştî bidestxistina komarê, ji bo berdewamîya pêvajoya aştîyê lihevhatineke zehmetir diviya. Divê destûra bingehîn a bê, ji hêla du sêyêkên wekîlan ve were pesind kirin. Leyistikên parlemanî dîsa dest pê kir û pêleke nû ya rêgirtin, çavtirsandin, xwepêşandan, qutbûn û hemêzan bi xwe re anî.

Li gor dîrok û axaftinên wan, dibe ku hemû partîyên nepalî yên xwedî nûner ji hêla çavdêrên rojavayî ve li çepê bên hesibandin. Partîya Kongreya Nepalî ya demeke dirêj serkêşî dikir, weha hîn xwe wek partîyeke sosyalîst dide xuyan. Li ser navê têkoşîna ji bo demokrasîyê, mîlîtanên wê di salên 1950yê de çûn serê çîyê. Lê belê dema ku hat ser kar, ew wek partîyeke muhafezekar tev gerîya, xizmeta kesên xwedî îmtiyaz kir û ferdîkirin parastin. Li hember vê jirêderketinê, komunîzm xelkê bi alîyê xwe ve dikişîne. Bêhtirî bîst partî xwe komunîst nîşan didin. Ji wan partîyan, PKN-MLY bi pey şoreşa gelêrî ya 1990ê pêşî roleke girîng leyist û di pratîkê de, pir "navînî" bû. Tevî reqabeta wê ya di gel Partîya Kongreyê, ew hê jî li ser pirsên kilît pir nêzîkî wê ye. Nivîsarên nepenî yên balyozê amerîkî li Katmandûyê, yên ku berîya demekê Wikileaksê ew weşandin, têkilîyên nêzîk ên serokên Partîyê li gel wî îspat dikin, heta hin ji wan jî, weke Khadga Prasad Sharma Olî, agahdêrên rasterast ên Amerîkayê ne. (3)
Komunîstên ku xwe "maoîst" nîşan didin, li ser pankart, an kartên ziyaretê yên hilbijartîyan li cem bikaranîna nîgarên Karl Marx, Friedrich Engels û Lenîn, timî wêneyên Joseph Staline û Mao Zedong jî bi kar tînin. Lê belê, tercihên wan ên siyasî yên konkret ne dûrî yên sosyal-demokratên ewropî ne. Tevî ku neteweyîkirin, yan aborîya plankirî, yan tenzîm di axaftinên wan de derbas nabe, têra xwe jî behsa hevkarîya umûmî-ferdî (3P, yanî "public-private partnership [hevkarîya di navbera dewletî-taybetî de]") tê kirin.

Wekî din, ev partî meyl, heta fraksîyonan jî dihewînin ku, pirî caran, bi şexsekê ve girêdayî ne. Li nav maoîstan, meyla Baburam Bhattari yê kevneîdeologê partîyê û serokwezîrê heyî yê pir pragmatîk heye, ku bi hevkarîya meyla serokê dîrokî Pushpa Kamal Dahal ê bi laqabê "Praşanda" tê nasîn, li hemberî îsyana hevalên cîgirê serokê partîyê, Mohan Baidya yan "Kiran" têdikoşin, ku wan bi her fersendê "berjewendîperest" û heta "xayîn" jî îlan dikin, lê belê timî beşdarî sohbet û dengdanên Meclîsê dibin.

Komîserê siyasî yê Nuwakotê di dema şer de, Bahadur li 2004 û 2005ê sêzdeh meh li zîndaneke hindistanî derbas kirin. Ew ji 14 salîya xwe ve siyasetê dike û dizane ku rêya "demokrasîya nû" hîn dûr e. Ew dibêje: "Komara laîk serkeftineke mezin bû. Lê ji bo welatîyan, xizanî hîn xizanîya berê ye; zehmetkêşî jî neguherî. Ji bo çarekirina pirsgirêkan, divê em di serî de pêvajoya aştîyê bi tevlîkirina şervanan teva bikin û destûreke bingehîn a demokratîk pesind bikin. Tiştê zehmet ev e ku reqîbên dîyar tunene. Ew bi dizî dixebitin".

Desentralîzasyon ji bo şkandina serdestîya kastên serdest

Şerê navxweyî yê bi şideta nizim dîsa jî di deh salan de bû sedema sêzdeh hezar kuştî, du sêyêk ji wan jî endamên hêzên hikûmetê. (4) 2006ê, nozdeh hezar û pênc sed şervanên Arteşa Gelêrî ya Rizgarîyê bi serpereştîya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) di baregehên li welêt belavbûyî de hatin kom kirin. Ji wê demê û vir de, pirsa tevlîkirina wan a li ser artêşa fermî, jîyana siyasî asteng dike. Tebaxa 2009ê, ev bû sedema îstîfaya pir bi deng a serokwezîr Dahal. Serokê maoîstan xwest serfermandarê artêşê, Rookmangud Katawal ê li dij tevlîbûna Neteweyên Yekbûyî jî diparêzin, ji wezîfeyê dûr bixe. Serokkomar desthilata xwe derbas kir û bi piştgirîya partîyên din, biryara serokwezîr pûç kir. Maoîstên ku xwe spartin muxelîfbûnê bi pey re hewl da ku bi riya kolanê bi ser kevin. Lê belê, rabûna ser piyan a civakî ya xurt a payîza 2009ê têrê nekir.

Dhruba Raj Adhikariyê kevnefer-mandarê lîwayeke serîhilder a sê sed mêran, bi feylesofane dibêje: "Ji bilî serketfina pêvajoya aştîyê çareyeke din tuneye. Jineke ducanî divê di serî de zaroka xwe bîne dinyayê berî ku li ducanîbûnên din bifikire". Ew li qata jêrîn a xanîyekî piçûk ê kevîya bajêr dijî; li paş yek ji kargehên Pepsi Cola yên kêmhejmar ên Nepalê. Jina wî, Sunita Regmî, kevneserhildêr e. Wê di şer de nigê xwe yê çepê û mêrê xwe yê pêşî, fermandarê Basantayê, winda kirin: "Ez li tevlîbûna şer ne poşman im. Min bixwe pir tişt ji dest dan. Lê belê, qurbanîya me pir tişt jî ji welêt re misoger kirin". Bes, Adhikarî dibêje, "Eger têkoşerên guherînê bên ji bîr kirin, guherîn nikare bidome".

Peymana ku 1ê mijdara 2011ê li nav çar partîyên sereke (5) hat îmze kirin, tevlîkirina şeş hezar û pênc sed şervanan di rêvebirineke taybet a artêşê de pêş dibîne, ya ku % 35ê maoîstan vedihewîne û ji bo ewlehîya projeyên binesazî, daristan, an operasyonên rizgarîyê dixebitin. Ji şanzdeh hezar û pênc sed şervanên ku kanûna 2011ê di wargehan de qeydkirî bûn, zêdetirî neh hezaran dixwazin tevlî bibin. Hindek ji wan fêrkarîyek qebûl kir, lê belê nêzî heft hezar û çar sedan malnişîneke vîndar bi tazmînateke ji 5 000 ta 8 000 euro (meaşê asgarî 62 euro serê mehê ye) tercih kir. Tezmînkirina mexdûran jî tê pêş dîtin, her weke sazkirina komîsyoneke rastî û lihevhatinê û komîsyoneke lêpirsînê li ser kesên winda. Yek ji noqteyên hesas ku sozên rabihorî li ser wan bê encam man, jihevkirina sazîyên paramîlîter ên ciwanên maoîst (Lîga Komunîst a Ciwanên Maoîst) û vegerandina erdên di ber şer de zeftkirî ye. Partîya Kongreyê ku xwe wek parêzvana xwedîerdan îlan kir, şeş hezar malbatên eleqedar hejmartin. Li çileya bihurî, hikûmetê firehîya vegerandinan bi sînor kir û pêşnîyara naskirina hemû danûstandinên fînansî yên di herêmên bin destê gerîlayê de û ji hêla wê ve qebûlkirî, derxist pêş.

Dadgeha Bilind jî berdewamîyeke "dawî" ya şeşmehî ya nûnerîya Meclîsa Destûrnivîs pejirandiye û ji bo pesindkirina Destûra Bingehîn hejmartina bi paş ve da dest pê kirin. Tarîxa dawî ya ku li dawîya gulana 2012ê hat îlan kirin, ji xwe rê daye partîyên mezin ku li ser piranîya noqteyên piçûk li hev bên. Lê belê, raxistina federalî û awayê hilbijartina desthilatê hîn mijarên nîqaşê ne. Piştî bernameyeke televîzyonî, Arjun Narsingha yê mezinekî Partîya Kongreyê û Dinanath Sharmayê berdevkê Maoîstan û wezîrê nû yê perwerdeyê, van nêrînên cuda minaqeşe dikin. Tevî ku herdu tevger van salên dawîyê li hemberî hev bin û tundî tev geriyabin jî, herdu kes kubarîyê li hev dikin. Sohbeta ji ber çûna ceyranê hatî birîn (di demsala ziha de, ceyran rojê heta şanzdeh seatan tê birîn) bi laqirdî û nîşanên dostane derbas dibe. "Em pergaleke serokkomarî, yan raxistineke federalî ya li ser bingehên nijadî naxwazin", Narsingha dibêje. "Ji bo dawî li dudilî û neistiqrarîya parlemanî bê anîn, em dixwazin ku serokkomar ji hêla xelkê ve bê hilbijartin, Sharma bersivê dide. Her weha, wexta qebûlkirina daxwaza birêvebirina xweser a gelên pirhejmar ên Nepalê hatiye. Divê îmkanên tunekirina xizanî û bertîlxwarîyê, zêdekirina mafên jinan û yên kastên jêrîn di destê me de bin".

Dibe ku ew li ser rejîmeke tevlihev li hev werin, li gel serokkomar an serokwezîreke/î rasterast tê hilbijartin, lê desthilata wî bi îqtîdarên parlemanî yên xurt sînorkirî ye. Pirsa federalîzmê – daxwazeke Maoîstan ku di prensîbê de ji hêla herkesî ve tê qebûlkirin– birîske. "Em dewleta xwe ya şerpa dixwazin, li gel rêzgirtina ji hindikahîyan", Kripa Surê kevneserokê Komeleya Şerpa ya Nepalê dibêje. Ev gelê newalên bilind ku ji ber xizmetkarîya xwe ya çîyahilkişên rojavayî baş tê nasîn, hindiktir ji % 0.5 nifûsê ye. Di welatekî weha de ku nod û du zimanên neteweyî lê hene û nepalî zimanê zikmakî yê kêmtir ji nîvê nişteciyan e, ku her gelek dewleta xwe ya xweser bixwaze, ew ê bibe sedema jihevketina welêt. Lê belê, veguhastina hin hêzan li civatên gundî, dikare birêvebirineke baştir a serêkanîyên umûmî bi xwe re bîne. Desentralîzasyon dê herweha rê li ber şikandina serdestîya kastên jorîn li ser civakê veke. Hîn divê hevsengîyeke navherêmî ya lihevhatî bê dîtin, tevî ku piranîya zengînîyê ji paytext û newalên boş û bi bereket ên Terayê tê, ku nîvê nepalîyan lê dijîn. Piranîya Komîsyona Nûsazkirina Dewletê dawîya çileyê raxistineke bi yanzdeh herêman pêşkêş kir û di her herêmeke de, serdestîya nijadekê nas kir. Lê sê endamên wê bi tenê şeş herêmên xwerû cografîk pêşnîyar kirin. Meclîs wê biryarê bide.

Şêst salên şoreşê

Sibat 1959. Destûra Bingehîn a yekemîn mîrnişîneke parlemanî bi cih kir. Partîya Kongreyê di hilbijartinên meclisê de bi ser ket.

Kanûn 1961. Jihevxistina Meclisê û Mîrnişîna Monarşîya mutleq.

08-04-1990. Şoreşa gel a pêşî, yan jana andolan. Key Bîrendra destûra vekirina partîyên siyasî dide.

13-02-1996. Partîya Komunîst a Nepala Maoîst (PKN-M) "şerekî gelêrî" li dij desthilata navendî dide dest pê kirin.

01-06- 2001. Kuştina key Bîrendra û mehkûmkirina mîrê warîs Dîpendra. Tacîdarkirina Gyanendrayê birayê key.

24-11-2001. Rewşa awarte.

01-02-2005. Key Gyanendra hikûmetê ji kar diavêje û peywira Meclisê disekinîne.

21-11-2005. Peymana donzdeh-noqteyî li Delhîya Nû di navbera heft partîyên sereke û Maoîstan, li dij mutleqperestîya key.

2006. Şoreşa gelêrî ya duyem, yan jana andolan 2, roja 6ê nîsanê dest pê dike. 24ê nîsanê, key ji ya xwe dadikeve û Meclisê dîsa dixe kar.

21-11-2006. Peymanên aştîyê. Hikûmeta yekîtîya neteweyî.
Nîsan 2008. Hilbijartinên Meclisa Destûrnivîs. PKN-M partîya yekem e.

28-05-2008. Betalkirina mîrnişînê û îlankirina Komara Demokratîk û Federal a Nepalê.

15-08-2008. Pushpa Kamal Dahalê bi laqabê "Praşanda" tê nasîn û serokê PKN-Mê ye, dibe serokwezîrê hevkarîyeke şeş partîyan, bê Partîya Kongreyê.

04-05-2009. Maoîstên Partîya Komunîst a Yekgirtî ya Nepala Maoîst (PKYN-M), ji PKN-Mê derketî, ji hikûmetê vediqetin.

07-12-2010. Peymana li nav Maoîst, hikûmet û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li ser şervanên bin 18 salî û dawîya blokaja Meclisê.

28-08-2011. Serokê PKYN-M, Baburam Bhattarai, dibe serokwezîr.

01-11-2011. Her çar partîyên sereke yên Nepalê peymaneke heftnoqteyî li ser tevlîkirina şervanên maoîst di artêşa fermî de îmze dikin.

25-11-2011. Dadgeha Bilind destûrê dide berdewamîyeke nû ya şeşmehî ya nûnêrîya Meclisa Destûrnivîs.

Hatina serê şexs ji Bangladeş an Afganistanê kêmtir e û Nepal bi vî rengî welatê herî xizan ê Asyayê ye. (6) Di warê "pêşketina mirovî" de, RNY wê li nav dewletên afrîqî yên dawîyê rêz dike: 157em ji 193 welatan. Tevî ku perîşanî bi qasî dehsaleke berê ne berbiçav û şokdêr e, dewlemendîya hindik bi awayekî xirab jî tê parve kirin. 2010ê, çarêka nifûsê li bin sînorê xizanîyê ya serê salê 180 euro dijîya. (7) Kêmbûna gihîştina ava vexwarinê, avdestxane, mamosteyên perwerdekirî yan bijîşkan hîn dîyar e.

Her sal, du sed û pencî hezar ciwan ji welêt derdikevin. Herî kêm sê milyon ciwan jî li Hindistan, an Rojhilatê Nêzîk dixebitin. Ev hêza xebatê ya lawaz pir caran dibe mexdûra muameleyên xirab, wek mesela xizmetkara serokwezîrê îsraîlî Benyamîn Netanyahû demeke berê nîşan da. (8) Ev salên dawî, pereyê ku nepalîyên derveyî welêt bi rê dikin, li gor îstatîstîkên resmî % 20ê hatina neteweyî bû (9) û bê guman, ev reqem di rastîyê de zêdetir e. Ev hatina sereke ya welêt e û ji tûrîzma ku hîn serê salê pênc sed hezar kes dikêşe pir zêdetir e. Çîyayên ji 8 000 metreyan bilindtir, serêkanîya xwezayî ya yekem in. Lê belê, potansîyela hîdroelektrîk a bi heybet qet nayê şixulandin.

Nebûna veberanînê di beşeke weha qezencker de ze'îfîyeke herêmî binxêz dike: Reva ji teserrufê, karên nelirê û neewlehîyeke hiqûqî ya mezin ji bo veberhêner an hîbedaran. Pirsgirêkên van salên dawîn şidet ferî xelkê kir û bêcezamana hema hema bi temamî vê yekê jî xurt dike. "Hîn tu kes ji bo binpêkirinên mafên mirovan ên di şer de û piştî şer nehat pêşberî dadgehekê", RNY dide zanîn. (10)

Lê belê, sedema herî xirabker ji bêhêzîya adetî ya îqtîdarê tê û International Crisis Group ev yek weha xuya dike: "Dewlet derbasî şer bûye bê ku ziyan bigihê û reforme bibe. Sedemeke wê jî ev e ku karê wê ne xizmetkarîya welatîyan, lê xizmetkarîya şebeke û xebitandina bertîlxurîyê ye". (11) Her para ji desthilatê berî her tiştî riya zengînbûn û alîkarîya malbat û piştevanan vedike. Li gor rapora 2011ê ya komeleya Transparency International, Nepal li pey Afganistanê welatê herî bertîlxur e.

Nebûna dewleta adîl, domandina serdestîya kastên jorîn bahûn (brahman) û şhetrî (kşatrîya) rave dike, tevî mekanîzmayên rizgarbûnê yên bicihkirî. Michelle Kergoat ê lêkolîner dibêje: "Li derve pirsgirêka sifata monopolîstîk û tevlîneker a vê elîtê, çand û pratîkên van kastên jorîn bi demokrasîyê naguncin; ew herweha ziyanê didin civaka nepalî û îmkanên wê yên pêşketinê". (12)

Tebatbûna partîyên adetî dibe sedema piştgirîya Maoîstan, li derve piştevanên wan ên zeftkirî yên çolên xizan. Xuyanîya wan a durustî vê pêbawerîyê xurt dike û ew hêvi dikin ku bi dû pesindkirina Destûra Bingehîn, ew ê bigihîjin piranîyeke hilbijartî ya dîyar, tevî ku pêşketinên civakî yên konkret kêm dimînin (meaşê asgarî, piştgirîya ji bo berhemên pêwîstîya sereke hwd.). "Azadî rê dide ku gul bibişkivin. Ez hêvîyên mezin ji siberojê dikim", Jyoti Adhikarî patronê otela Annapurna û dezgeha Eco Trek dibêje. Ku serokşirketekî ciwan ê wekî wî, serokê berê ye Komeleya operatorên trek, piştgirîyê bide "şoreşgêran" da ku civakê biguherînin, nîşana vê yekê ye ku nepalî ji rêyeke dûr hatine.

Heta niha, Maoîstan pêşdarazên li ser xwe pûç kirin. Hîn ji hêla Amerîkayê ve wek rêxistineke terorîst hesibandî (13), ew pir dûr in ji "Khmerên Sor", tevî ku hinan ew weha nîşan dabûn. Ji bo lihevhatinê vekirî, divê ew niha îsbat bikin ku ew ê nekevin dû meylên adetî yên îqtîdara nepalî.

Çavkanî

Philippe Descamps: Rojnamevan.

  1. Henri Sigayret, Népal, 10 ans de guerre civile, pourquoi ?/Nepal, 10 salan şerê navxweyî ji bo çi?, Vajra Publications, Gainesville (Dewletên Yekbûyî),
  2. 2011

  3. Marie Lecomte-Tilouine, "De la guérilla à la démocratie au Népal / Li Nepalê ji gerîla ber bi demokrasîyê ve", Le Monde diplomatique, gulan 2008
  4. Bnr. bi taybetî nivîsên nepenî, 3 sibat 2003, 19 gulan 2008 û 20 mijdar 2009
  5. Li gor rêxistina ne hikûmetî ya nepalî Informal Sector Service Center (Insec), heşt hezar û çar sed kes ji hêla hêzên hikûmetî û nêzî pênc hezar kes ji hêla Maoîstan ve di nav 1996 û 2006ê de hatin kuştin
  6. Peymana heftnoqteyî ya ku di 01-11-2011ê de ji hêla serokên PKYN-M, PKN-MLY, Partîya Kongreyê û Foruma Mafên Gelê Madhesî ve hat îmze kirin
  7. "Rapora li ser pêşketina mirovî 2011", Bernameya Neteweyên Yekbûyî ji bo Pêşketinê (BNYP), New York, 2011
  8. "Poverty in Nepal", di "Nepal living standard survey 2010-11", Central Bureau of Statistics, Katmandû
  9. "Former caregiver in Netanyahu’s home: "I was forced to work 24 hours a day” / Kevnexizmet- kara li mala Netanyahu: Li ser min hat ferz kirin ez rojê 24 saetan bixebitim", Haaretz, Tel Avîv, 1 îlon 2011
  10. "Economic survey", sala bacî ya 2010-2011, hikûmeta Nepalê, Wezareta Fînansê, tîrmeh 2011
  11. "Peace-building strategy for Nepal 2011-12", Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, hezîran 2011
  12. "Nepal’s political rites of passage", Asia Report, hjm. 194, Katmandû-Bruksel, 29 îlon 2010
  13. Michelle Kergoat, Histoire politique du Népal. Aux origines de l’insurrection maoïste / Dîroka siyasî ya Nepalê. Kokên serhildana maoîst, Karthala, Parîs, 2008
  14. Lîsteya 1ê sibata 2012ê hê jî PKYN-M û Artêşa Gelêrî ya Rizgarîyê vedihewand, www.treasury.gov/ofac.

Wergera ji fransî: Simko Destan