"Piştî vî temenî ez nabim koleyê kesekî"

"Veger"a Ciwan Haco

Hunermend Ciwan Haco bi albuma xwe ya ''Veger'' bû demeke di rojevê de ye. Haco, di albuma xwe ya navborî de stranek Aşik Daimi vegerandiye kurdî û distire. Ji hêla din ve bo stranek din bi Hülya Avşarê re duetek çêkiriye. Herdu hunermendên resenkurd ku bi tirkî disitirin vegerandine ser kanî û bingeha xwe. Ji ber vê yekê dibêje Haco, ''Jixwe sedem ew e ku me navê albuma xwe danîye ''Veger''. Gellek maneyên wê hene. Veger, vegera zaroktîyê ye, vegera zimên, vegera rihê muzîka kurdî ye…''

Dema min di 3yê adarê de li Berlînê konsera Ciwan Haco û Şivan Perwer a ji bo piştgirîya kurdên Sûrîyê û bîranîna Mîşel Temo temaşe dikir, careke din bala min kişand ku Ciwan Haco di dilê hezkirîyên muzîka kurdî de evîneke xurt ji xwe re çêkiriye. Dema derket ser sehnê, gel rabû ser pîyan jê re li çepikan da, rêzdarî û xoşewîstîya xwe ji bo hunermend nîşan da. Bêguman Haco, ji bilî hunerê xwe, bi dilnizmî, xwîngermî, xwezayîbûn û bi sempatîkbûna xwe jî li ser gel bandoreke mafdar çêkiriye.

Bi Haco re me li ser albuma wî ya nû, destpêka têkilîya wî û muzîkê, pêwendîya huner û siyasetê û hwd hevpeyvînek ji bo xwendevanên Le Monde diplomatique kurdî saz kir. Me pirsî, ewî bersivand:

Têkilîya te û muzîkê çawa dest pê kir? Yekem car kengê û çawa te xwe li stranbêjîyê sor kir û çi tiştî tesîr li ser te kir ku tu dest bi muzîkê bikî?

Di destpêka salên 80ê de bû, wextê ez hatim Almanyayê gelek rêxistinên kurdî yên bakurê Kurdistanê jî berê xwe dabûn derveyî welêt. Min jî wê demê li tembûrê dida, min li mal distira. Dema ez hatim Almanyayê telebe bûm, ketim nav wan, şevên wan çêdibûn. Hingê kesek nebû bi rastî. Kesê hebû Şivan Perwer bû. Min wilo dest pê kir. Êdî min dît, ez jîyana xwe, debara xwe ji muzîkê dikim. Biryareke ku berê min dabû tunebû. Min berê ji xwe re distira, ji malbatê re distira. Wilo hêdî hêdî bêyî ku ez bi xwe jî pê bihesim min dest pê kir. Jixwe wê demê ne alîkarîyeke mezin hebû, ne jî tiştek didan. Min wilo radihişt tembûra xwe diçûm. Wê demê min ji xwe re got, ‘bi xwedê ev dikare ji min re bibe kar’. Û min dît kêfa alemê ji dengê min re, ji tembûra min re tê, min go çima na!

Te albumeke nû ya 15em bi navê ''Veger'' di rojên derbasbûyî de ji şirketa muzîkê, ji Pelrecordsê derxist. Tu ji encam û reaksîyonan memnûn mayî?

Erê, bawer bike heta niha ez memnûn im. Ji bo kesên ku nû guhdarîyê dikin tiştekî nû bû; lê ew bi xwe ji bo min ne tiştekî nû bû. Wextê emrê min 14-15 salî bû; min Radyoya Diyarbekirê guhdarî dikir û xwîşka min Dîlberê jî gotinên stranan ji min re dinivisand. Ji hêla din ve, Pelrecords, ew jî tiştekî gelekî baş e, hêja ye, pîroz e û nû çêbûye. Muzîk, îro wijdana gelê me ye, rihê wê ye, hestên wî ne. Nexasim, miletê kurd, însanên me, gelek derd û êş û ezabatên xwe di riya muzîkê de ji hertiştî bêtir didin der. Loma jî dema ez dibînim qedirekî halo tu bidî muzîka kurdî tiştekî hêja ye. Pelrecords jî hêvîdar im di siberojê de karên baş bike; muzîka kurdî jî bigihîne pileyeke baş, weke ya cîhanê temam. Ne kêm ne zêde. Serkeftinê ji wan re jî dixwazim.

Wê demê Radyoya Erîwanê hebû, ya Bexdayê hebû, hunermend li Kurdistana Sûrîyê hebûn. Tu di bin tesîra wan de nemayî, di ya Radyoya Diyarbekirê de mayî? Tu di danasîna albûma xwe de jî dibêjî, dema ku min dest bi tembûrê kir, min gelekî li Radyoya Diyarbekirê guhdarî dikir…

Ez behsa wan stranan dikim. Bi rastî radyoya tirkî ya Diyarbekirê destpêk bû. Lê ew mesele rast e. Jixwe ziman tirkî bû û min fêm nedikir, lê rih kurdî bû. Ew stran di dinya xwe de kurd bûn, bi tirkî dihatin gotin, lê di bingeha xwe de kurdî bûn. Ma heger wilo bûna, min di xortanîya xwe de li Beatles jî guhdarî dikir, diviyabû hingê tesîra Beatles jî li min bikiraya. Di wî emrî de Beatles li min tesîr nekir, lê muzîka Radyoya Diyarbekirê ji ber ku bingeha wê û hestên wê kurdî bûn, tesîreke yekser li muzîka min kir. Min ji wan stranan hez kir. Lê sedîsed min li Radyoya Erîwanê jî guhdarî dikir, me li Mihemed Şêxo guhdarî dikir, min li Miradko guhdarî dikir. Ev bûn ku bi rastî min lê guhdarî dikirin. Zêdeyî wan, min li tiştekî din guhdarî nedikir. Lê dema em vegerin dîrokê, niha kurd û tirk bi hev re jîyane. Malbata me jî li Radyoya Diyarbekirê guhdarî dikir. Apên min, ji xwe 35-40 salî bûn, mezin bûn, dema binxet bûn. Dema hîn li Midyadê bûn, li wê radyoyê guhdarî dikirin. Ne ku tiştekî nû bû ji bo me. Tişteki malbatî bû, bi xwe re anîbûn binîya xetê li ser hidûd. Ji xwe em li ser hidûd bûn.

Malbata te, dê û bavê te li dij bûn ku tu muzîkê bikî? Ji ber ku muzîk berê wek mijûlîyeteke qatên bindest dihate dîtin. Li cem we çawa bû ev mesele?

Li herêma Torê û gundên wê ku malbata min jî tê de bû, hem êzidî hebûn, hem jî suryanî hebûn. Dûre fermana wan rabû. Di jîyana êzîdîyan de tembûr tiştekî pîroz e. Piştî ku kurd bûne misilman, ji qîmeta wê hinek hate xwar. Loma qedireke wilo mezin nedidan tembûrê. Ez behsa kurdên sunî dikim. Suryanî û kurdên êzîdî ku em di nav wan de mezin bûn, bawerîyek û qedireke pir mezin didan tembûrê. Di mala her kurdekî êzidî de te tembûr didît. Di malbata me hemûyan de jî , di mala me hemûyan de jî tembûr hebû. Ez dibêjim, ev yek ji tesîra wê tê. Ji xwe wek malbat jî, ji bo me tê gotin ku, ev bûye 300 sal ku em bûne misilman. Em êzîdî bûn, bûne misilman. Ev ne bi tenê li ser me tê hesibandin. Kurd bi giştî êzidî bûn. Ev rastîyeke civaka kurda ye. Ji ber van, dîya min bavê min, hîç ebeden ne xerîb bû ku ji bo wan ez li tembûrê bidim. Bilakîs tembûr tembûr e. Lê tiştek tenê nedibû ku ez herim dawetên alemê û lê bidim. Qebûl nedikirin. Dema min dixwest ez rahêjim tembûra xwe û herim li dawetekê lêdim, ewan qebûl nedikir. Lê wekî din, min li mal û li cem hevalên xwe distira. Tu radihêjî tembûra xwe û tu diçî malbateke din ji wan re li tembûra xwe didî. Yanî tu qedir didî wan û tu qedir didî xwe.

Te di axaftina xwe de qala fermana wê demê kir. Li cem malbata te ev yek çawa qewimî, hûn çawa bûn binxetî?

Piştî rabûna Şêx Seîd bû. Di sala 1925ê de. Fermana malbata me di sala 1926ê de rabû. Helbet ne ku malbata me tenê, gelek malbat hebûn. Ji wan malbatan, mesela, wek mala Elîyê Ûnis, ji Diyarbekirê malbata Cemîl Paşa, mala Bozan û Bedirxanî hebûn. Gelek malbat bûn. Yek jê jî malbata me bû. Dîya min botî bû, ew jî ji Kurdistana Bakur bû, ji mala Resûl. Hingê dîya min digot, wê demê wextê kurdekî cilê wî spehî bûna dibirin, dikuştin, winda dikirin. Demek wisa bû ku dema kesek xwedî malbat be, an cilên xweşik li xwe kiribe, yan dihat kuştin yan jî fermana wî radibû. Ev gotina heta berîya du salan bû ku diya min ji min re behs dikir.

Navbera te û xwendinê çawa ye. Tu kîjan nivîskarên kurd dixwînî? Pirtûkên ku tu jê hez dikî hene?

Çawa, belê. Mesela nivîskar Mehmed Uzun, hema bêje axlebê kitêbên wî min xwendine. Mehmed Uzun, Firat Cewerî, yên ez jê hez dikim. Ez vêga bi kurdî dixwînim. Ji ber ku ez bi gelek zimanan dizanim û zimanekî baş baş jî nizanim, ez dibêjim li ser wê jîyana min dimîne. Di malbatê de ziman kurdî bû, dema 7-8 salî bûm diçûm mektebê, wê demê jî bi erebî bû. Dûre em bûn 20 salî hatin Almanyayê, bû almanî. Piştre em çûne Norwêcê li wir di destpêkê de bû îngilîzî. Ji ber ku ji Sûrîyeyê bingeheke min î îngilîzî hebû. Dûvre êdî bû norwêcî. Lê çawa, nivîskarên kurd gelek tiştên baş kirine û layiq in. Layiqê miletê me ne û layiqê dinyayê ne jî.

Di vê çarçoveyê de te Le Monde diplomatique kurdî xwendiye, çawa dinirxînî?

Erê çawa, erê. Baş dibînim serkeftinê ji wê re dixwazim, Tiştekî pîroz e bi rastî. Yanî, bi wan mîratên ku welatê me parçe parçe kirine, xistine bin destê xwe û kirine milkê xwe. Em îro bi însanên xwe 40 mîlyon in û erdeke, coxrafyayeke ewqas mezin. Tu ji Entabê dest pê bikî, heta Dêrsim, Efrîn, Qamîşlo, Hewlêr, Mehabad û Silêmanîyê û bi çavekî kêm li me mêzandin, bi çavekî wilo ku ev kes gundî ne, hîç kêrî medeniyetê nayên. Loma jî ez dibînim, wextê ku Le Monde diplomatique bi kurdî derdikeve, yanî bi rastî tişteke pîroz e, tiştekî hêja ye. Ez spasîya wan kesên ku di Le Monde diplomatique kurdî de kar dikin dikim û herweha spasîya wan qelemên ku tê de dinivîsin, dikim. Ew kesên ku alîkarîya Le Monde diplomatique kurdî dikin daku derkeve spasîya wan jî dikim.

Gelek hunermendên kurd îro hene ku nava wan û beşek siyaseta kurdî ne xweş e, her bi polemîkan di rojevê de ne. Lê ji rêxistin û dezgehên kurdî bigire heta kesên ji rêzê, di navbera te û tu kesî de nîqaşên bi vî rengî nînin. Sirrên vê yekê çî ne gelo?

Belê, sirra wê, ez însanekî bi enîn im (hişk), tiştan ji bîr nakim. Tiştên ku kûr bin. Û di alîyekî de jî ez gelekî nerm im. Herdu alî bi min re hene. Her daîm min hişt ku di navbera min û wan de balansek çêbibe. Îro niha rastîyeke me heye, kurdên me, ev partî, ev rêxistin…. Lê min xwe kêm nedît û ez nebûme kolê kesekî heta niha. Piştî vî emrî jî ez nabim kolê kesekî. Yanî herkes vêna dizane. Min li ser rêxistineke siyasî nestira, lê min li ser her bûyereke kurdistanî stira. Li ser her zilm û tadeyeke ku li miletê min bû, li her çar parçên Kurdistanê min stira. Min bêtir qedir da karê xwe. Û karê xwe jî min bi xwe kir. Bê alîkarîya partîyeke siyasî, organîzasyoneke siyasî. Bilakis perê min xwarin. Yanî deynê min li partî û organîzasyonên kurdan hene, lê deynê wan li min nîne. Deyndarên min in. Ez bi vêna serfiraz im, elhemdulîlah. Ez dibêjim, ev terbîyeteke malbatî ye ez pê rabûm û ez dibêjim li vir ez spasîya dîya xwe dikim, bavê xwe dikim. Wan ev terbîye da min. Loma jî dema tu van tiştan ji min re dibêjî, ez pê serfiraz dibim, pê kêfxweş dibim.

Têkilîya di navbera huner, huner-mend û siyasetê de divê çawa be? Divê çiqas nêzîkî hev, an dûrî hev bin. Li vê derê balanseke çawa pêwîst e?

Niha ez ne siyasetmedar im. Wextê ku ez siyasetmedar bim, ez ê bêjim ez siyasetmedar im û ez ê siyasetê bikim. Lê ez nikarim xwe dûrî siyasetê jî bikim, wekî her însanî. Her însan siyasetekê dike, lê ez wek însanekî siyasî li xwe nameyzînim. Ew hunermendên ku wek însanên siyasî li xwe dinêrin, ew di wir de şaşîyê dikin. Ew şaşîyeke mezin e. Tu hunermend î, tu dengbêj î, tu stranbêj î, tu muzîkvan î, tu wijdan û rihê gelê xwe yî û ev besî te ye. Çima tu yê bibî siyasetmedar. Li hêla din, partîyên kurdan organîzasyonên kurdan jî di vir de şaşîyeke mezin dikin. Dixwazin yek bibe kolê wan. Dixwazin yek ji bo wan kar bike. 24 saetan di xizmeta wan de be. Lê ez wek hunermendekî kurd nikarim xwe bi rêxistineke siyasî ve girê bidim. Tê bîra min, wextê ez hatim Almanyayê, ez xort bûm, pora min dirêj bû, pantorê jeans li min bû, hatin ji min re gotin, ''welle nabe tu pantorê jeans li xwe bikî''. Kuro min got, here îşekî xwe yî din bike, te fêm kir.! Ev pantorê min e, ez ji pantorê xwe hez dikim. Here bêje birayekî xwe, xwişkeke xwe, bê halo nekin''. Dixwestin tesîr li ser jîyana yekî bikin, di wir de şaşîyê dikin. Loma min meyizand, hîn di wê demê de min got, ev partî û organîzasyonên kurdan êdî dûr dûr. Min êdî huner ji xwe re kir armanc. Û bi tena xwe, bê alîkarîya kesekî, wellehî billehî carinan jê wextê ez vedigerime paş, ez dibêm evqas stran çawa çêbûn, evqas kasêt û bi tena xwe min kir. Ez dibêm spas bo xweda bo wilo çêbû.

Di cîhana hunerî ya Tirkîyeyê de gelek hunermendên kurd hene, lê berhemên xwe bi tirkî didin. Li ser van kesan dixwazî tiştekî bêjî?

Niha însan serbest e, çi dike dike. Li vir bi rastî ez nikarim ji kesekî re bêjim halo halo bike. Lê hunera te çi be, tu ew î. Wextê ku te bi tirkî stira, an bi erebî stira, tu ereb î û tirk î. Ez halo li meselê dimêyzînim. Têrê nake tu bêjî welle eslê min halo ye. Hunera te diyar dike tu kî yî û tu çî yî. Ew qerar di destê wan de ye. Ez dixwazim bibine kurd, ne ereb, yan faris. Helbet berpirsîyarîyeke wan a li hember gelê wan heye. Lê bi sedî sed ez weke însan, nikarim ji kesekî re bêjim, welle divê tu bi tirkî bistirê, bi kurdî bistirê, yan jî bi erebî,

Çavkanî

* Rojnamevan