Projeyên fezayî yên Pekînê zextê li berjewendîyên cîhanî dike!

Translator
Pisporên analîzê li ser mijara parastinê fikaran dikin ji ber pêşketina kapasîteya çavtirsandina nukleer ya çînê û herweha ji ber “pêşketinên mezin” ên Artêşa Gel ya Azadîyê di warê fezayî de pêk anîn. Bi rêya bikaranîna dualîtîya van herdû mijarên têkîldar, çînî girîngî, tesîr û bikêrhatîbûna çekên xwe bi pêş dixin, tevî ku ev yek dibe sedema lawazkirina tewazûna heyî ya hêzên nukleer jî. Gelo dibe ku ev rewş bibe sedema paşvekişandina biryara nû ya birêveberîya Obamayî ya der bareya kêmkirina çekên nukleer yên amerîkî de?

Li Pekînê ti peykerên senatorê dij-komunîst yê amerîkî Joseph McCarthy tuneye. Ev jî hindekî bêedebî ye, eger meriv bifikire ku ew bavê bernameya nukleer ya çînî ye. Belê dîrok merivî matmayî dihêle. Hema piştî şerî, mihendîsekî ciwan bi navê Qian Xuesen, yê ji Hangzhouyê nû hatî, di çarçoveya peymaneka kar de ya bi Pentagonê re hatî mohrkirin, li Jet Propulsion Laboratory ya Pasadenayê dixebite. Ev sazî yên di sektora fezayî û balîstîkê de yên herî li pêş in, US Air Forceê kêfxweş dikin. Ewqasî bawerîya Armyêpê heye ku wî dişîne Almanyayê da ku agahîyan ji Werner von Braun, mêjîyê bernameya balîstîk ya alman bistîne. Lê wê maccarthîzmê rêya wî biguheranda: sala1950î Qian bi komunîzmê tê gunehbarkirin û ew xistin hepsa malê, û sala 1955an bi dare zorê wî dişînin Ҫîna maoîst. Alîkarê Sekreterê Karên Deryayî Daniel Kimball herçend îdîa kiribe ku ev "dahîyê" li Massachusetts Institute of Technology (MIT) perwerde bûyî "hêjayî sê yan jî pênc tabûran e" û "tercîh dike ew bimire li şûna ku were surgin kirin" (1), fêde nekir. Di asta herî bilind ya nêçîra pîresêran de ku wê demê li dar bû, ev protesto deng venadin. Pişt re hertişt bi awayekî mentiqî diqewime: Qian ê ku Mao Zedong mêvandarîya wî dike, alîkarîya rejîmê dike da ku yekem bernameya fuzeyên balîstîk yên çînî tevî derfetên pir kêm biafirîne.

 

Reva artêşê ya ber bi pêş ve

Çîn xwedî çend serikên nukleer e? Di gotareka agahdarî barkirî ya têra xwe dengvedayî de general Victor Yesin, patronê kevn yê hêzên nukleer yê rûs, behsa ji 1600 ta 1800 serikan dike. Herçî endamê Union of Concerned Scientistsê Kulackiyê amadekarîyeka pir cidî kirîye, hejmarên texmînkirî kêm dike û tercîh dike behsa "çend sed" serikên nukleer bike. (1) Herçî Profesor Philip Karber û xwendekarên wî ne, bi awayekî homotetîk hejmara serikên nukleer li gorî dirêjîya "tunelên veşartî" texmîn kirin. Pisporên din yên ku vî rengê hejmartinê rexne dikin, peşnîyaz dikin ku mîqdara madeya fîsîl bi bernameyên xwedî ekîpman yên Arteşa Gel ya Azadîyê (AGA) re li ber hev were girtin.

 

Wisa tê fikirîn ku niha Çîn xwedî 16 ton ûranyûma dewlemendkirî ya bi kalîteya bi kêra sîlehan tê (2) û 1.8 ton plûtonyûma bi kêra sîlehan tê ye. Ji bo çêkirina sîleheka nukleer ya herî modern, 4 kîlo plutonium û 10 heta 50 kîlo ûranyûma dewlemendkirî pêwîst in. Ango Pekîn xwedîyê kapasîteya çêkirina herî kêm 450 ta 600 serikên nukleer e. 

 

Dema meriv li bernameya nukleer ya bi hêvîyên bilind ya AGAyê binêre, dibe ku bifikire ev hejmar kêm in. Lê belê, Fermandarîya Giştî plana "veguherandina" fuzeyên xwe yên DF-5B dike, ango dixwaze fuzeyên pirserikî şûna fuzeyên yekserikî bigirin. Armanca wê afirandina warisê fuzeyên navparzemînî DF-31A ye, bi rêya veguherandina ICBMyeka "seyar" ya bi navê DF-41 ya ku testkirina wê di hezîrana 2012an de dest pê kir. (3) Di heman demê de, Fermandarîya Giştî divê fuzeyên nukleer Jukang-2 jî ji bikaranînê re amade bike, ev fuze xwedîyê kapasîteya êrişbirina ser nîşaneka 7 500 ta 8 000 kîlometreyan dûrî xwe ne û ji keştîyên binavî yên nû yên gruba Jin li Sanyayê bicîhkirî ve tên avêtin, ev kêştîyên binavê jî her yek ji wan xwedî herî kêm duwazdeh lûleyên avêtina fuzeyan in. Çekên nukleer yên taktîk, yên îlhama xwe ji rûsan girtin, hîna jî tên çêkirin (DF-11, DF-15); şiklên cihê yên çekên bi hewa dikevin hîn tên çêkirin. Şarjên  serikên nukleer yên tevahîya van çekan timî divê werin nûkirin. (4)

 

Dema meriv mîqdara madeyên fîsîl yên texmînkirî bi pêdivîyên projeyên modernkirina çekan li ber hev bigire, normal e pirsa, "gelo di rastîyê de stokên madeyên fîsîl zêdetir in?" ji xwe bike. Bi ser de jî, Çîn yekane endamê P5ê ye (endama daîmî ya Konseya Ewlekarîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî) ku bi awayekî fermî biryara devberdana ji hilberîna madeyên fîsîl ji bo armancên nukleer neda: ew agahîyan di biwara mîqdara stoka xwe de nade û sala 2010an li Lanzhouyê sêyem fîrmaya santrîfugasyonê vekir. Di dawîyê de, pêdivîyên Çînê zêdetir dibin dema ku meriv bihesibîne ku Amerîkayê beşên mezin yên sîstema xwe ya parastina dij-fuze li Rojhilatê Dûr bicihkirîye, nexasim li Japonyayê ku xwedî fregatên dij-fuze Aegisê ye. Amerîka bêguman ew li Taywanê jî bi cih kirine, li wir birêveberîya Bush enterseptorên Patriot PAC-3 bi biryardarî dan qebûlkirin (4).

 

Da ku li hemberî projeya amerîkî ya fermî ya çêkirina enterseptorên balîstîk yên nû yên ku dikarin ji derveyî-atmosferê êriş bikin SM-3(5), mimkin e Pekîn hîs bike ku di warê matematîkî de neçar e hejmara serikên xwe yên nukleer zêde bike. Divê vê yêkê di qada çekên balîstîk yên nav-parzemînî û di qada çekên xwedîkapasîteya êrişbirina ser nîşanên nêzîk û yên hinekî dûr (DF-15, DF-21) pêk bîne. Herçî analîstên hindî ne, ew difikrin ku bi tenê timamkirina DF-41a çînî ya xwedî kapasîteya êrişbirinê li ser nîşaneka li 14 000 kîlometre dûr, bes e da ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hejmara enterseptorên xwe yên dij-fuze çar qet zêde bikin. (6)

 

Dema meriv van hesabên herêmî yên dij-balîstîk li gumanên heyî yên li ser mîqdara stoka madeyên fîsîl yên Çînê, zêde bike, mimkin e hinek bifikirin ku îhtimala ji niha ve hebûna zêdetir ji 186 serikên nukleer yên ji bikaranînê re amade di destê AGAyê de, ne xeyalî ye.

O.Z.

 

(1) Gregory Kulacki, "Congressional commission issues puzzling recommendations on Chinese nuclear forces / Komîsyona Kongreyê pêşnîyazên tevlîhev der bare hêzên nukleer yên Çînê de weşandin", Union of Concerned Scientists, China Project, 15ê çirîya paşîna 2012an.

 

(2) "Global Fissile Material Report 2011. Nuclear Weapon and Fissile Material Stockpiles and Production / Rapora Global a Maddeyên Fîsîl 2011. Stoka sîlehên nukleer û madeyên fîsîl û hilberîn", International Panel on Fissile Material.

(3) William Lother, "China held secret missile test: report / Çînê testeka fuzeyan ya nepenî pêk anî: rapor", Taipei Times, 7ê îlona 2012an.

(4) Ji ber kevinbûna hin pêkhênerên wan, sîlehên nukleer di zik hev de xwedî temenekî bîst salekê ne.

(5) Shirley A. Kan, "Taiwan: major U.S. arms sales since 1990 / Taywan: ji sala 1990î ve firotinên mezin yên sîlêhên DYAyê", Congressional Research Service, 29ê çirîya paşîna 2012an.

(6) Ev fuze pişta hêmanên dij-fuze yên siberojê yên amerîkî pêk tînin, nexasim jî ji " Phased Adaptive Approach" ya ku Barack Obama îlona 2009an ve pêşnîyaz kir û vir ve.

(7) Yu Runze, "US may quadruple interceptors once China’s DF-41 operational / Dibe ku DYA hejmara enterseptorên xwe çarcarî zêde bike dema ku DF-41a Çînê amade be ji bikaranînê re", SINA English, 15ê çirîya paşîna 2011an.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya


Di 1966an de, du salan piştî teqîna avaker ya bombeya atomîk, mihendîsê dahî yekem ceribandina avêtina fuzeyeka nukleer li çola Xinjiangê bi rê ve dibe. Bi saya wî, 24ê nîsana 1970yî serketina şîyandina yekem satelîta çînî ya bi navê Dong Fang Hong (DFH-1) pêk hat – di dirêjîya bîst û şeş rojên li hewabûna xwe de wê dê bê navber strana welatparêz bi navê rojhilat sor belav bikira. Qian sala 1991ê teqawîtbû û di 2009an de rehmet kir, ew merivekî gelekî bi rûmet dihat hesibandin û bi tena serê xwe ji destpêkê ve sembola tevlîhevîya kûr ya bernameyên nukleer û fezayî yên Komara Gel ya Ҫînê bû. Ji yekem teqîna nukleer ya çirîya pêşîna 1964an heta bi roja serketinê ya 14ê çirîya pêşîna 2003yan, dema mîralay Yang Liwei li fuzeya Shenzhou siwar bû û kir ku Ҫîn bibe sêyem neteweya dîrokê ku jê hat fuzeyeka meriv lê suwar bişîne fezayê, ji wê demê ve Pekînê têkîlîyên di navbera sektorên nukleer û fezayî de xurt kirin û têde rêya vekirî ya bipêşketina teknolojîk, budceyî û stratejîk dît. Tevî ku sala 1990î Ajansa Neteweyî ya Birêveberîya Fezayî (ANBF) hat avakirin û projeyên şîyandina fuzeyan li bazar û îhaleyê hatin vekirin jî, Arteşa Gel ya Azadîyê (AGA) rola xwe di projeyên mezin yên fezayî yên neteweyî de ji herdemê zêdetir diparêze. Bikaranîna xwedîtîya xwe ya hersê hezên nukleer-fezayî-balîstîk ji  bo tirsandinê, ne taybetîyeka çînî ye: ev rêbaz ji alîyê mihendîsên pispor ve baş tê nasîn, nexasim li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û li Fransayê. Lê belê Ҫîn hinekî guhertî ye, lewre wê ji zû ve doktrîneka nukleer ya "em çekê nukleer pêşî bikarnayînin" bi pêş xist û bi ser de jî bi awayekî fermî soza tu caran bikarneanîna çekên xwe li dijî neteweyeka ne xwedî çekê nukleer be, da. Bi heman rengî, di qada fezayî de, ew gelekî bi lez li hemberî her şiklê mîlîtarîzebûnê rabû. Divê meriv ji bîr neke ku tevî vê helwêsta xwe ya bi tevahî parêzer, derfetên wê yên xweparastinê pir kêm in û bi bîr bixe ku modernbûna vektorên wê (fuzeyên bombebarandinê û keştîyên binavê yên mimkin e bi serên nukleer barkirî bin) ji  bo demeka dirêj tiştekî guman jê dihat kirin bû. Van herdû xisletên wê kir ku Ҫîn bibe endamê herî bêdeng yê kluba navneteweyî ya dewletên di heman demê de xwedî hêza fezayî û çeka nukleer (DXҪN): Fransa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Îngilîstan, Rûsya û Ҫîn, meriv îro dikare Hindistanê li wan zêde bike.

 

Bêdeng? Ango meriv dikare bibêje heta niha: tevî ku bipêşketina wê ya aborî mezinbûna wê wekî hêzeka sîyasî û eskerî geş dike, gelo Pekîn dikare daxwaza xwe ya nîşandana helwêsteka nefspiçûk bidomîne? Hejmarên qeydên wê yên nukleer, ku demeka dirêj wekî xwe man, êdî guhertin. Herî zêde amerîkî ji vê rewşê tirsîyan.

"Gelo em niha dizanin Ҫîn xwedî çend fuzeyan e?"

Di 2001î de, dema amerîkîyê bi navê Richard Fischer ev pirs dikir, ew notirvanekî cidî û gelekî elaqedarê Ҫînê yê Assessement and Strategy Centerê bû, ew baş dizane ku ew dê li Pentagon û li pêşîya Kongreyê bigihe armanca xwe. (2) Lewra hejmara çekên Ҫînê bi giştî hîç nayê zanîn, ew yekane endamê koma P5 (3) e ku hejmara çekên xwe dîyar nake. Li gorî Stockholm International Peace Research Institute (SIPRI), qaşo Ҫîn di 2009an de xwedî 186 serikên nukleer yên temamkirî û hatin ceribandin bû. Herçî International Panel on Fissile Material (IPFM) e(4) ew behsa 240 serikên nukleer dike. Dema meriv van hejmaran bigire li ber bi hezaran çekên nukleer yên di destê Moskova û Washingtonê de, wisa xuya ye ku Amerîka fikarên xwe zêde mezin dike. Di gulana 2010an de, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi awayekî fermî dan zanîn ku ew xwedî  5000 serikên nukleer in, çi taktîk, çi stratejîk û çi neceribandî. 1700 ji wan hatin ceribandin û bi kêr tên, fuzeyên ICBM, keştîyên binavê yên guleavêj (SLBM) yan jî çekên bombebarandinên stratejîk. (5)

 

Lê di 2009an de, raporeka zanîngeha amerîkî ya Georgetownê bi carekê derdora sînordar ya pisporên nukleer yên çînî hişyar kir. (6) Bi sê salan, di bin rêveberîya profesor, kevne xebatkarê Pentagonê Philip Karber de komeka xwendekaran agahîyên neveşartî li ser hev kom kirin û encamên ku derxistin holê pispor matmayî hiştin: li gorî wan ne ji xwe ve di rastîyê de Ҫîn xwedî 3000 serikên nukleer e ! Lêkolîn herweha "dide zanîn" ku tevneka tunelan ya 5000 kîlometre dirêj heye ku bikêrî barkirin û veşartina çekên nukleer û ya yekîneyên taybet tên. Ev "Dîwarê Mezin yê Binerdê" wekî sireka veşartî ye û xeyala gelek rojnamevanan dixemilîne. Ew bi lez veguherî çavkanîyeka nukleer ku sembola "gerdenîya bi morî" ya baregehên deryayî ye yên ku Pekînê di deryayên asyayî de bi cih kirin. (7)

 

Wekî bersiv, partîzanên amerîkî yên dijberê çekên nukleer yên wekî Hans Kristensen yê ji Federation of American Scientists, Pentagonê gunehbar dikin bi birêvebirina vê lêkolînê bi rêya midaxeleya Karber yê ku wekî Fischer yan jî nivîskarê nûçeyên piçûk William Gertz di nava yên li pêş e di mijara şermezarkirina bi şidet ya "tehlûkeya" çînî de. Esker vê yekê red dikin. (8) Mesele dikeve nav rojeva sîyasî. 14ê çirîya pêşina 2011an nûnerê Komarperez Michael Turner behsa îdîaya hebûna vê tunela binerd ya "nedîtî" li hemberî Kongreyê dike: ew wisa gilî dike "tam di dema ku em zorê didin xwe da ku di warê nukleer de zelal bibin, Ҫîn sîstema xwe ya nukleer hîn zêdetir vedişêre." Çapemenîya ewropî ku nû bi lêkolîna li Georgetownê "dihese" wekî ku ev "tevna tunelan ya ku merivan matmayî dihêle" surprîzek be behsa wê dike. (9)  Rojnameyên hindî jî dubare dikin. Di destpêka çileya 2013an de, Barack Obama yê di bin zexta hemû alîyan de ye, di dawîyê de ji Pentagonê dixwaze ku  heta 15ê tebaxa bê raporekê li ser mijarê amade bike.

 

Lê belê tiştekî li berevajîya mezinkirina zêde ya nîqaşên sîyasî yên amerîkî û wekî ku analîza rojnamegerîya ewropî jî nîşan dide, wisa xuya ye ku herkes ji salan ve bi hebûna " Dîwarê Mezin yê Binerdê" dizane.  Hîn di 11ê kanûna 2009an de, rojnameyeka Hongkongî bi navê Ta Kung Pao agahîyên hûrgilî li ser avakirina vê tevna dêw ya bi dehsalan bi deh hezaran eskerên çînî seferber kiribûn, dide. Bi rêya vê rojnameyê, raya giştî ya asyayî fêr dibe ku beşa duyem ya cebilxaneya AGAyê, ya bi hêzên nukleer yên stratejîk hatî wezîfedarkirin, di 1995ê de biryara veşartina hîn kûrtir di binerdê de ya vektorên balîstîk yên nukleer da, da ku baştir wan biparêzin ji îhtîmala êrişeka surprîz ji bo "pêşî" tunekirina wan. Wisa tê gotin ku tevneka tunelan ya modern di bin rêzên çîyayê Hebei re diçe, li bakurê welêt. Tê gotin ku ev tevn bi sedan metreyan (10) di bin erdê de ye û li derdora wê kanyon û çîyayên bilind yên kaş ku bi taybetî bi kêrî bicihkirina sîstemeka êrişên nukleer ya ji alîyê xwezayê ve parastî, têde heye.

 

Divê nexasim meriv binxêz bike ku di destpêkê de, "nûçeya nû" ji alîyê televîzyona dewletî ya çînî CCTV bi xwe ve hat eşkere kirin. Wê di 24ê adara 2008an de belgefîlmekî ku pêkanîna vê bernameya tunelan baş rave dikir li ser ekranên xwe weşand. Dema meriv bi kontrola hişk ya dewletê li ser çapemenîyê ferz dike zanibe, ev daxuyanîya ku bêguman ji alîyê birêveberîya eskerî ya hindî, amerîkî û ewropî ve hat qeyd kirin, nîşaneka fermî ye. Bi ser de jî, li gorî AGAyê, kolana tunelan ne belesebeb e, lê belê yek ji rêbazên dayîna xisleteka pîroz li prensîba xwe ya "birina êrişê wekî bersiva erîşekê" ye.

 

Di heman demê de, Pekîn fuzeyên xwe yên mezin û sabit ku bi zexta lîkîd dixebitin ku êrişeka pêşî ya bêtesîrkirinê dikare wan tune bike, diguhere û dibe xwedî fuzeyên bi zexta madeyên hişk dixebitin ku makîneyên seyar yên avêtina fuzeyan yên bi hêsanî dikarin cihê xwe biguherin yên wekî DF-31A ku dikare 11 000 km dûr fuzeyan bavêje. Seyar bin yan jî di bin erdê veşartî  bin, di nava "hersê çekên nukleer" yên çînî de (fuzeyên ji erdê tên avêtin ku armanca wan jî li ser erdê ye, balafirên bombebarandinê, keştîyên binavê) heta niha yekane çekên ku meriv dikare bawerîya xwe pê bîne ew fuze ne ku ji erdê tên avêtin û hedefa wan jî li ser erdê ye.

 

Lê belê Ҫîn dizane, eger bixwaze bibe xwedî hêzeka eskerî û nukleer ya amerîkîyan neçar bihêle rêzê jêre bigrin, têrî nake ku bi tenê kapasîteya xwe ya êrişê "wekî bersiv" biparêze. Divê herweha bi awayekî aktîf têbikoşe li dijî pêşketinên parastina dij-fuze yên amerîkî ku mimkin e kapasîteyên wê yê teorîk yên bersivdanê bêkêrhatî bike. Da ku bigihîje vê armanca nû, AGA ji zû ve xwe dispêre bereyeka alternatîf ya şerî: qada li derveyî-atmosferê.

 

Meriv herçend hewl bide jî, nikare kevne-eskerekî Artêşa Sor ku bi bawerî bibêje "satelît herçend bilind dibe, ala sor ewqasî nizm dibe!" peyde bike, wekî ku di serdema Şoreşa Ҫandî de mimkin bû. Li gorî kevne- fermandarê giştî yê artêşa hewayê ku niha alîkarê serokê Komîsyona Eskerî ya Navendî ya xwedî hêz, general Xu Qiliang, "berjewendîyên neteweyî yên çînî mezin dibin û welat ket serdema fezayî." (11) Tevî  ku Pekîn bi awayekî fermî li dijî mîlîtarîzebûna fezayî ye, ew daxwaza xwe ya rabûna li hemberî hegemonyaya amerîkî di vê qadê de eşkere nîşan dide. Nexasim eger şer biqewime, ji ber girêdayîbûna her diçe mezintir dibe ya artêşên modern bi fezayê re, pêşîgirtina li balafirên dijmin da ku nekevin qada wê ya hewayî wê bibe armanca herî li pêş.

 

Ji ber bawerîya xwe bi prensîba ku bi tenê yên wekhev mizakere dikin, Ҫîn wekî Rûsyayê difikire ku, bi tenê pêşketinên mezin û serbixwe wê daxwazên amerîkî yên "space superiority" yên Pentagonê  rawestînin. Ew dikarin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê neçar bihêlin peymanekê mohr bikin ji bo Bêtêsîrkirina Mîlîtarîzma Fezayî ku wê kêmasîyên Peymana li ser Qada li Derveyî-Atmosferê ya 1967an telafî bike. Di 2001ê de, raporeka amerîkî ya Space Commission (yan jî Commission Rumsfeld) ew weşandî, sûd ji kêmasîyên wê Peymanê digirt û di encamê de îdîa dikir ku qedexe nîne meriv "li fezayê bimîne û çekên xwe li wir bi kar bîne", ne jî qedexe ye meriv "ji fezayê ve zextê li ser erdê bike."(12)

 

Ҫînî ji alîyê National Aeronautics and Space Administration (NASA) ve li derveyî stasyona fezayî ya navneteweyî tê hiştin û stasyona xwe bi navê Tiangong ya ku derîyên wê ji zanyarên tevahîya neteweyan re vekirî ne, ava dike. Ew dê di 2020î de xelas bibe. Ҫîn makîneyeka avêtina fuzeyan ya giranîya wê sed û sî ton e, bi pêş dixe û pêkanîna mîsyoneka li ser heyvê di 2025an de dide zanîn û xwedî xeyala bihurîna ji amerîkîyan e, piştî 2030î bi şandina ser Marsê ya roketeka meriv têde. Nifşê duyem yê tevna wê ya satelîtê bi navê Beidou-Compass ("Cihnîş") wê di demeka kin de bibe xwedîyê sî û pênc yekîneyên ku heman xizmetên dîyarkirina cihî (jeolokalîzasyon) pêşkêş dikin, dîyarkirina cihî bi rengê eskerî jî têde.

 

Lê belê dibe ku têsîrên vê stratejîyê ji daxwazên yên ew dan destpêkirin bihurî bin. Dema Ҫînê di çileya 2007an de, satelîteka kevn a rewşa hewayê FY-1C xira kir, bi enterseptoreka SC-19 lêxist da ku kapasîteya xwe ya êrişbirinê li fezayê nîşan bide, ev yek bû sedem ku rexne lê were girtin. Amerîkayê, ku gelek neteweyên din piştgirî didayê, bi yek carê kiryara Ҫînê şermezar kir û navê "serserîyê fezayê" lê kir. Herweha gazin kir ku madeyên ji teqînê mayî bûn sedema tehlûkeyê. Di çileya 2011an de, Washingtona xwedî versîyona herî dawî ya Stratejîya Neteweyî ya Ewlekarîya Fezayê weha hişyar dike: "Eger qanehkirin têrê neke, Amerîka (DYA) xwedî maf û kapasîteya dana bersiveka xweparastinê ye [li fezayê]."

 

Di mijara teorîya stratejîk de, Everett Dolman yê amerîkî îdîa dike ku "wê armanca şerê bê li dijî Ҫînê bibe kontrolkirina qada li derveyî-atmosferê." (14) Di çarçoveya şerê nukleer de: satelîtên amerîkî yên tesbîtkirina bi lez, ku ji bo tesbîtkirina avêtina fuzeyên balîstîk tên bikaranîn, êdî dibin hedefa mimkin ya kapasîteya nukleer ya çînî. Lê bêyî van satelîtan, organîzasîyona hêz û birêvebirina nukleer stratejîk ya amerîkî bi giştî dicemide. 

 

Li van fikarên amerîkîyan divê meriv hesta xwe amade dike ya li paşvemayîneka teknolojîk ya siberojê jî zêde bike. Tê bîra kê hîn ku fuzeyên komunîst "yên menzîl dirêj" bîstek satelîtên bazirganîyê şandin fezayê, heta ku di 1990î de Washingtonê ambargoyeka firotina pêkhênerên pêwîst ji bo çêkirina satelîtan danî ser Pekînê? Wê demê NASAyê Ҫîn piçûk didît, dengê xwe nedikir û dihişt ku ev yek biqewime. Lê serdema atomîk guherî. Tevî ku Ҫîn ne xwedî kapasîteya mezin ya mîna Amerîkayê ye, ew ket nava xwebipêşxistineka bi lez. Eger pirtûka spî ya çînî li ser fezayê sala 2011an bi tenê behsa pênc "xetên sereke" bike ku tevahîya hêmanên wan sîvîl in (pêşketina zanistî û aştîxwaz, afirandin, serxwebûn û derfetên ger û geştên navneteweyî), dive meriv pê zanibe ku di heman salê de ji nozdeh fuzeyên hatin avêtin hedeh bi armanca parastina eskerî bûn.

 

Di 2012an de, biqasî sih satelîtên ji her şiklî li fezayê hatin bicihkirin, hin ji wan jî wekî mînyaturan hatin amadekirin: teleragihandin (Zhongxing 10), navîgasîyon, çavdêrî, tesbîtkirin, dayîna agahîyan (Tianlian 1). Ҫîn xwedîyê projeyeka çêkirina satelîtên tesbîtkirinê ye û navendeka nû ya avêtina fuze û mîsîlan li Wenchangê li ser girava Hainanê dide avakirin. Di vê navberê de, bernameya heyvê ya amerîkî bi nave Constellation di sibata 2010an de ji alîyê Obama ve hat betalkirin. Li gorî Gregory Kulacki, ji Union of Concerned Scientistsê, divê amerîkî dev berdin ji " fikra pûçbûyî ya îdîa dike [di mijara fezayê de] çînî zêdetir hewceyî me ne, em hewceyî wan nabin."(15)  Mihendîsekî amerîkî yê MITê yê ji vê rewşê acîzbûyî sala 2008an modela şertên şerekî fezayî di navbera herdu welatan de xeyal dike…di encamê de bibinketina bêguman ya çînîyan dilê nivîskarî xweş dikir. (16)

 

Kelecana hin rojnamevanan li hemberî îhtimala mezinbûna bi lez ya "reqîbekî bi hêz" di asta cîhanî de, divê nehêle meriv ji bîr bike ku pêşketinên fezayî-nukleer yên çînî di pratîkê de dibin sedema derketina holê ya hin pirsan. Tevahîya çavdêran di mijara bilindbûna hejmara serikên nukleer yên Ҫînê de li hev dikin. Lê ev mezinbûn bi temamî çiqas e? Şerê hejmaran diqewime, di nava pisporan de hîn behsa herî zêde 1 800 serikên nukleer yên amade dikin. Wekî ku mîlîtanên Arms Controlê bi xwe lê mikur tên, ya girîng ne pirsa gelo Ҫîn çekên xwe modernîze dike yan na – vê yekê pêk tîne -, lê belê ya girîng  pêkneanîna dezînformasyoneka li ser lezgînîya vê modernîzasyonê ye.

 

Li gorî armancên nukleer yên çînî, tewazûna stratejîk ya di nava P5ê de heyî wê biguhere. Îngilîstan êdî îdîa dike ku xwedî kêmtir ji sed û şêst serikên nukleer yên amade ye. (17) Fransa, ku ji dema şerê sar ve hejmara serikên xwe yên nukleer % 50 kêm kir, di nava bîst salan de budceya ji çavtirsandina nukleer re veqetandî du caran li berê kêm kir û xwedî nêzîkî sed serikên nukleer yên amade ye. (18) Di kêmtir ji deh salan de, Pekînê xwe spart tiştê ku meriv dikare navê "tevlihevbûna fezayî- nukleer" lê bike û ji qada wekhevîya teknolojîk ji herdû hêzên nukleer yên ewropî bihurî – mimkin e ev wekî armanca wê ya demî xuya bike – Ҫînê ji niha ve xwe xist pozîsîyoneka dîyaloga hêzên ne wekhev bi kapasîteyên amerîkî re. 

 

Di dawîyê de, dema meriv dîyalektîka jirêderketî ya şerê sar dubare bike, meriv nikare hebûna îhtimala ku Washington û Pekîn bikevin nava pêşbazîyeka wekî ya di navbera  Rûsya û DYAyê de qewimî bi tevahî red bike, îhtimala ku wekî berê herdu welat her şiklê mentiq piçûk bibînin û serikên nukleer di sîloyan de kom bikin da ku "tewazûna dehşetê" biparêzin. Di salên 1960î de, Washington xwedî qederê 31 000 serikên nukleer yên amade bû…

 

Ev nêzîkatîya maksîmalîst ya çavtirsandina nukleer berevajî prensîba fransî ya biqasî hewce dike bibe xwedîyê çekên nukleer ("meriv bi tenê carekê bi awayê nukleer dimire") e, ew dogmayeka "bêmentiqîya mentiqî" ye ku meriv bawer dikir Ҫînê ji 1964an ve bi ya wê dikir. Ma ne di 2009an de, serokdewlet Hu Jintao hîn "biryara xurt ya Ҫînê ya pêkanîna stratejîyeka nukleer ya parastinê" (19) li pêşîya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dubare dikir?

Di 12ê sibata 2013an de, Obama da zanîn ku wê dîsa hejmara çekên nukleer yên amerîkî kêm bike, dibe ku ji 1700 serikên nukleer yên amade ne werin bikaranîn, sala 2020î kêmtir ji 1 000î bimînin. Lê eger pêşketina Ҫînê hîn xurttir bibe, gelo wê ev fikra kêmkirina sîgortaya stratejîk dewam bike? Gelo wê dîsa pêşketinên xeyalkirî yên stratejîst Hermann Kahn, avakerê Hudson Instituteê di 1961ê de werin nivisîn? Li gorî îdîaya wî mihafezekirina serikên nukleer ne tiştekî ehmaqî ye, lewre mimkin e di encama şerekî nukleer de "serketîyêkî şer" hebe. (20)

 

Fikarên cîranên Ҫînê herweha têsîrê li van nêrînên cuda yên li ser çekên nukleer dikin. Di teorîyê de japonî dikarin xeberê zû bidin û avêjerê xwe yê fezayî yê nû yê bi navê Epsilon ku bi zexta madeyên hişk dixebite, veguhurîne û jê fuzeyeka balîstîk ya dikare biavêje menzîlên dirêj. Epsilon dê îsal cara yekem bifire. Vietnam bi xwe daxwazên xwe yên bipêşxistina çekên fezayî venaşêre. Hindistan di warê dij-satelîtan de bi pêş de diçe (ango xirakirina satelîtan).

 

Yekane çareserî, ya sîyasî ye. Gelo divê ji nû ve çavdêrîya Peymana li ser Sînordarkirina Sîstemên Fuzeyên Dij-fuze (PSSFD) yê 1972yan bikeve dewrê? Birêveberîya Bush bêyî ku li fikra kesekî bipirse sala 2002yan ev peyman şermezar kiribû. Eger meriv Ҫînê tevlî nîqaşan bike, bijartina vê çareserîyê wê bibe tiştekî mentiqî. Lê wê bibe sedema pêkhatina mizakereyên zehmet; lê dema meriv bi danezanên fermî yên welat wan li ser hev diweşîne yên li ser şertên nabe îtîraz li wan bibe yên jidestdana çekên nukleer di asta cîhanê (21) de bihise, weha xuya ye ku wê pêwîst bibe Ҫîn li ser pêşnîyazeka bi vî rengî bifikire. Heta wê rojê, niha li gorî ya li ser qaxezê nivîsî, wisa xuya ye ku ji çîyayên Heibei heta bi kemera jeostasyonerê, mentiqekî di heman demê de modernîzekirina çekên nukleer û yên fezayê, meyldar e ji bo demeka dirêj tewazûna stratejîk ya Asyaya Rojhilat bi timamî biguhere.

 

 

*  Wezîfedarê lêkolînan li Şirketa Ewropî ya Ȋstîxbarata Stratejîk (ŞEȊS) û nivîskarê La Nouvelle impuissance américaine (Lawazîya nû  ya Amerîkî), L’Œuvre, Parîs, 2011.

(1) Evan Osnos, "The two lives of Qian Xuesen / Herdu jîyanên Qian Xuesenê, The New Yorker, 3 çirîya paşîna 2009an.

 

(2) « US worries over China’s underground network » (DYA ji tevna binerd ya Ҫînê fikaran dike ), Agence France-Presse, Parîs, 14 çirîya pêşîn a 2011an.

(3) Pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlekarîya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Îngilîstan, Ҫîn, Fransa, Federasyona Rusyayê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, yekane dewletên xwedî çekên nukleer in ku ji alîyê Peymana li ser belavnekirina çekên nukleer ve hatine qebûl kirin.

 

(4) L’IPFM  di 2006an de ji alîyê pisporên sîvîl yên belavnekirina çekên nukleer yên ji hevdeh welatan ve hat avakirin. Pr Rajaranan yê Zanîngeha New Dehli, serokê wê ye.

 

(5) "Nuclear Weapons : Who has what at a glance / Ҫekên nukleer: Meriv dikare bi hêsanî bizane ka kî xwedîyê çi ye, Arms Control Association, Washington, DC, çirîya paşîn a 2012an.

 

(6) "China’s underground Great Wall : challenge for nuclear arms control / Diwarê mezin yê binerdê yê Ҫînê: zehmetîyeka ji bo kontrolkirina çekên nukleer, Asia Arms Control Project, Georgetown University, 2009.

 

(7) Gotara li jêr bixwîne "La Chine affirme ses ambitions navales / Ҫîn xeyalên xwe li ser kontrolkirina deryayî eşkere dibêje, Le Monde diplomatique, îlona 2008an.

 

(8) Hans M. Christensen, "STRATCOM Commander rejects high estimates for Chinese nuclear arsenal  / Fermandarê STRATCOM texmîneka zêde bilind li ser hejmara çekên Ҫînê red dike, Strategic Security Blog, Federation of American Scientists, 22ê tebaxa 2009an http://blogs.fas.org

 

(9) "Que cache la Chine dans sa ‘grande muraille souterraine’ ? / Ҫîn li pişt dîwarê xwe yê binerdê çi vedişêre?", Le Nouvel Observateur, Parîs, 7ê kanûna 2009an.

 

(10)Arnaud de La Grange, "Les missiles nucléaires chinois à l’abri d'un tunnel secret / Fuzeyên nukleery ên çînî di tuneleka veşartî de tên parastin", Le Figaro, Parîs, 19ê kanûna 2009an.

(11)"China ‘To Put Weapons in Space’ / Ҫîn ‘li ber e ku çekan li fezayê bi cih bike’ ", South China Morning Post, Hongkong, 3yê çirîya paşîna 2009an.

(12)"Report of the Commission to Assess United States National Security Space Management and Organization / Rapora Komîsîyonê ji bo nirxandina birêvebirin û organîzasîyona fezayî ya ewlekarîya neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê), 11ê kanûna pêşîna 2001î. Li gorî raporên piştre hatin amadekirin yên Ofîsa Bergirîyê, encamên vê raporê zêde agresîf in.

(13) Stratejîya neteweyî ya ewlekarîya fezayî, kanûna pêşîna 2011an.

(14) Everett C. Dolman, "New Frontiers, Old Realities / Sînorên Nû, Rastîyên Kevn", Strategic Studies Quarterly, berg 6, hejmar 1, Washington, DC, 2012.

(15) Jeff Foust, "Space Challenges for 2011 / Kêşeyên li ser Fezayê ji bo sala 2011an), 3yê kanûna paşîna 2011an, www.thespacereview.com

(16) "How China loses the coming space war / Ҫawa Ҫîn di şerê bê yê fezayê de bi bin dikeve", Wired, San Francisco, 1ê çirîya paşîna 2008an.

(17) Rapora National Audit Office 5ê çirîya paşîna 2008an li ser siberoja çavtirsandina nukleer ya Îngilîstanê.

(18) "Désarmement, non-prolifération nucléaires et sécurité de la France / Bêçekbûn, sînordarkirina belavkirina nukleer û ewlekarîya Fransayê", rapora ragihandinê ya Senatoyê, hejmar 332, 24ê sibata 2010an. Dema meriv stokên ji bo tamîrkirinê jî bihesibîne, Fransa xwedî sê sed serikên nukleer e.

(19) Hu Jintao, "Work together to build a safer world for all / Bi hev re bişuxilin ji bo avakirina cîhaneka ji herkesî re ewletir",  danezana di civîna bilind a Konseya Ewlekarîyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li ser sînordarkirina belavkirina nukleer û pêvajoyên bêçekbûna nukleer, New York, 24ê çirîya paşîna 2009an.

(20) Herman Kahn, On Thermonuclear War / Li ser şerê termonukleer, Princeton University Press, 1960.

(21) "Statement by the Chinese delegation on nuclear disarmament at the thematic debate  at the first committee of the 67th Session of UNGA / Danezana heyeta çînî li ser bêçekbûna nukleer di nîqaşeka li ser mijarê de ku di yekem komîteya 67. runiştina UNGAyê", 19ê çirîya pêşîna 2012an.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya