Ragehandina dewleta kurdî

Di navbera xewn û rastîyê de
Translator

Erê ragihandina "dewleta kurdî" îro di berjewendîya kurdan de ye? Dê paşeroja wê dewletê çi be? Dewleta kurdî ya ji alîyê dagîrkerên Kurdistanê ve dorpêçkirî dê bikare bijî? Bi taybetî jî gava hemî xureka me ji derveyî Kurdistanê tê. Sînorên vê dewletê dê çawa bin? Kurdistan dê bi tenê ji her sê parêzgehan; Dihok, Silêmanî û Hewlêrê pêk bê? Erê heger niha bêyî çareserkirina madeya 140ê û vegerandina deverên veqetîyayî, "dewleta kurdî" bê ragihandin, dê paşeroja van deveran çi be? Gelo rewş û mercên ragihandina "dewleta kurdî" li bar in? Dê helwêsta Bexdayê çi be? Yan dê helwêsta dewletên deverê û cîhanê çi be? Ev hemî pirsîyar in û berî ragehandina "dewleta kurdî" li bersivên xwe digerin.

Ev demek e ragehandina dewleta kurdî bûye benîştê devê hemî texên civaka kurdî. Ji egerê nebûna çi sinoran di navbera partîyên kurdî û hikumetê de, tevlihevîyek di kar û erkên cihên biryardanê da çêbûye. Babet û mijarên girîng yên nihênî ku bi tenê karê hikumetê ne, şûna parleman û hikûmet lêbikole û biryarê li ser bide, pirtir li ser cadê tên gengeşe kirin. Erê cadeya kurdî ji texa siyasî ya kurdî hişyartir e, Yan jî siyaset û cade têkelî hev bûne û bazar tesîra xwe di hemî mijaran de li ser siyasetê zêde dike. Ragihandina dewletê wek girîngtirîn û mezintirîn biryar bi propaganda û kurtename û bi daxwazên di “facebook”ê da, yan jî bi rêkên hevçerx yên dîplomasî û siyasetê û li pişt dergehên girtî tê gengeşe kirin û bi peymanan biryar li ser tê dayin?

Dewlet di cografyayeke destnîşankirî da wek qebareyekê siyasî, şêweyekê pêşkeftî yê rêvebirina kar û erkên xelkê ye. Di pêvajoya pêşkevtina împaratorîyan de sînorên cografî ji bo rêvebirîyên sîyasî biçûk hatine. Ji ber vê yekê împaratorî cografyayên berfireh wergirtibûn û gelek netewe û gel himbêz kiribûn. Lê li dûmahîya çerxê nozde û destpêka sedsala çûyî hilweşîyan û wek pêwîstîyeke serdemî bo asankirin û pêşvebirinê şûna wan di nav sînorên bertengtir û cografyayeke biçûktir de dewletên neteweyî hatine damezirandin.

Yek ji encamên Şoreşa Fransî û tesîra wê li ser peydabûna hizrên neteweyî ew e ku guherîn di formên rêvebirina welatan da çêbûn. Herçende di destpêkê de prosesa damezirandin û avabûna dewletên modern yên neteweyî gelek kiz bû û pirtir ji sed salan kêşa, lê dîsa jî vê prosesê şîya sînorên Ewropayê derkeve û hemû cîhanê bide ber xwe. Peryoda yekê ya avabûna dewletên neteweyî vedigere bo encamên şerê cîhanê yê yekê li Ewropayê û Rojhelatê Navîn ku ji egera nemana Împaratorîya Osmanî û ji encamên peymanên nihênî di navbera zirhêzên serkeftî yên ewropî de, dûr ji hez û biryarên gelên deverê dewletên nû hatine çêkirin. Sînor û rengê birêvebirina van dewletan neşîya derbirînê ji hizir û bîrên xelkî bike. Encamê şerê cîhanê yê yekê pirtir parçekirin û dagîrkirin bû. Duristkirina dewletan li Rojhelatê Navîn, bi taybetî jî li Îraqê, di proseseka saxlem ra derbas nebû. Ji ber hindê jî Îraq wek dewlet neşîya bibe dewleta hemû pêkhateyên di nav sînorên xwe de û derbirînê ji hezên wan bike.

Qonaxa duyê ya avabûna dewletan encama şerê duyem yê cîhanî ye ku piranîya van dewletan li Ewropayê ji egera serkeftina Yekîtîya Sovyetan, hatine ava kirin. Anku avabûna van dewletan di nav sînorên nû de, ne ji encama heza netewe û gelên van dewletan bû, belkî encama peymana aştîyê bû di navbera serkeftîyên şerî de; wek Yekîtîya Sovyetan, Amerîka û Brîtanya. Piştî nemana Yekîtîya Sovyetan guherînên mezin di nexşeya dewletên ewropî de çêbû; herdû dewletên alman yek girt û bûne dewletek, lê Çekoslavakya bû du dewlet (Çek û Slovakya) û gelek dewletên dî yên neteweyî; Ermenistan, Azerbêcan, Gurcistan, Ukrayna û hwd... ava bûn. Ji dewleta Yugoslavyayê ya pirnetewe pênc dewletên neteweyî ava bûn. Qonaxa siyê ya avabûna dewletên neteweyî ji piştî şerê cîhanî yê duyê ta dawîya sedsala çûyî ye. Piranîya dewletên di vê qonaxê da ava bûne, encama bizavên çekdarî yên pêşkeftinxwaz bûn; bi taybetî jî li Afrîka û Amerîkaya Latîn. Ev jî pirtir berhemê "şerê sar" yê di navbera herdû zilhêzên mezin ên cîhanî de bû; Amerîka û Yekîtîya Sovyetan. Di vê qonaxê de Yekîtîya Sovyetan di rizgarbûn û avakirina form û dewletên nû û di piştevanî û arîkarîya bizavên çekdarî yên pêşkeftinxwaz de xwedî roleke mezin bû.

Piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyetan, awayê damezi-randina nû ya dewletan

Piştî nemana Yekîtîya Sovyetan û bi wê ra jî nemana şerê sar û herwesa nemana hevdijîya îdeolojîyên rast û çep, şêweyekê nû yê damezirandin û avabûna dewletan di rojeva siyasetê de peyda bû. Ev şêwe jî pirtir girêdayî dîplomasîya navneteweyî ye. Anku êdî nema şerên cîhanî yên mezin, yan jî alîgirîya zilhêzeka cîhanî dibin egera avabûna dewletan, belkî siyaset û dîplomasî û berjewendîyên deverî û navneteweyî dibine rêxuşker û palpişt bo damezirandina dewletên nû. Gumanbar e ku mercên navxoyî yên mîna aborîyeka bihêz hokarên girîng in ji bo avabûn û serxwebûna dewletekê. Mînak ji bo şêweyên van dewletan jî Tîmura Rojhelat û herwiha jî Sûdana Başûr e dema bûn dewletên serbixwe û piranîya dewletên cîhanî bi vê dewletbûnê mukirhatî.

Xwendineka dîrokî di prosesên avabûna dewletan da me vedigerîne her du şerên cîhanî û hevrikîya zilhêzên mezin ku bûne hokar û egerên girîng yên avakirina dewletên neteweyî, bi taybetî jî li Rojhelatê Navîn. Îraq wek dewlet berhemê, yan jî destkirda kolonyalîzma îngilîz e. Îraq di sinorên xwe yên evro da li dûv berjewendîya siyaseta îngilîz bo neteweya ereb, bi taybetî jî tayîfa sunnî, li ser hesabê neteweya kurd hatiye çêkirin. Di dirêjahîya dîroka dewleta Îraqê da ji egera siyaseta regezperestî ya erebî, kurdan nekarî bibin parçeyekê wekhev ya pêkhateya vê dewletê. Ereban wek neteweyê serdest, xwe wek xudanên dewleta Îraqê zanîye û siyaseta dewletê li gor berjewendîyên xwe bi rê ve biriye. Kurdên Îraqê wek gelekê parçekirî xebata siyasî û ya çekdarî ji bo parastina xwe û li dijî qirkirina xwe kiriye.

Ragihandina dewleta kurdî, yan jî baştir e em bêjîn damezrandina dewleta kurdî, çunkî ragihandin wê wateyê nade ku bi tenê bi ragihandinî dewlet çêbû û cihê xwe di sîstema siyasî û malbata dewletan da girt. Ragihandina dewleta kurdî (yekalî) ji alîyê serokatîya kurdî ve -bêyî dan û standinên digel Bexda, Enqere, Tehran û Şamê, yan jî bêyî dîtinên erênî ji van dewletan- ne di cihê xwe de ye û nayê hesibandin wek ragihandinek bi biryareka hizirpêkirî û bi pîvanên siyasî û dîplomasîyê. Avabûna dewleteke nû wateya têkdana sînorên cografîk yên dewleteke dî ye. Di mînaka me da ku "Dewlete Kurdî" anku kurdên başûr ji dewleta Îraqê vediqetin (Îraq parçe dibe) û dewleteke dî ji alîyê aborî, siyaseta avê û kartêkirina deverî û navneteweyî ve hevrika Îraqê ava dibe. "Dewleta Kurdî" ya ji cografyaya Kurdistana Başûr pêk tê, dê kartêkirinê ne bi tenê li ser pêkhateyên neteweyî û tayîfî yên dewleta Îraqê, belkî li ser dewletên cîranên Îraqê û "Kurdistanê" jî bike. Ji ber vê yekê jî gelek girîng e nûnerên kurdan bi dîyaloga siyasî û dîplomasî ber bi prosesa avakirina dewleta kurdî ve here. Hemû siyasetmedar û bisporên siyasî li ser wê yekê li hev dikin ku di siyasetê da hevalbendên herdemî nînin, belkî berjewendîyên siyasî, stratejîk û aborî giranîya siyasetê dest nîşan dikin û biryarên siyasî digihînin hev. "Dewleta Kurdî" bi biryarên nihênî û dûr ji dîplomasîyê nikarî bê ava kirin. Mînaka dewleta Qibrisa Tirkî hê jî li pêş çavên me ye, ku ta niha bi tenê Tirkiyeyê ew nas kiriye û Qibrisa Tirkî neketiye ser nexşeya dewletên cîhanî.

Gumanbar e ku ji ber sedema şoreşên azadîyê yên "Bihara Erebî" sîstemên siyasî yên dewletên Rojhelatê Navîn ketine nav guherînên bingehîn. Herçende motora şoreşên Bihara Erebî pirtir gencên ne siyasî bûn û çi îdeolojî, yan jî rêxistinên siyasî serkêşîya wê nedikirin jî, Îslama Siyasî şîya feyde ji van guhurînan werbigre û bêyî awarte li hemû dewletên ku şoreşên Bihara Erebî bi ser ketiye, di hilbijartinan da serkeftinê bi dest bixe. Ev jî bûye sedemeke girîng a tirsê bo desthilatdarên deverê, dewletên ewropî, Amerîka û Rusyayê. Û weha hevpeymanî û hevalbendî li ser bingehê berjewendîyên hevpar pêk hatin; Amerîka, Ewropa bûne piştegirên dewletên Kendava Farisî û bi yek dengî beramberî Sûriye, Îran bi piştevanîya Rûsya û Çînê rawestiyan. Û weha Rojhelatê Navîn bûye meydana hevrikîya zilhêz û berjewendîyên hevpar û hevdij. Ev hevrikî û tirs dikarin derî li dewleta kurdî vekin, lê di heman demê da jî dikarin derî lê bigirin jî. Heke kurd şîyan xwe wek alternatîfeke demokrasî û mînakeke baş a rêvebirinê bidin qebûl kirin û berjewendîyên aborî û siyasî yên dewletên xudan biryar û hêz biparêzin, dikarin piştgirîya dewletên cîhanî bi dest bixe. Siyaset danûstandin e, anku tu di rewşeke lihevhatî de hindek tiştan didî yê beramber xwe û hinek destkeftan bi dest dixî. Anku danûstandin ne bi tenê bi wateya dîyalogê, belkî bi wateya dana hindek soz û tiştên destgir beramber bidestxistina hindek destkeftên siyasî û dîplomasî. Bêguman ser asta Îraqê, deverê û navneteweyî. Bi vî awayî xewna "Dewleta Kurdî" dikare bibe rastî.

Stratejîya damezirandina dewleta kurdî

Civaknasê navdar ê Îraqê Alî al Werdî sala 1982yê di civîneke taybet de li ser dîtina xwe bo paşeroja Îraqê weha bersiv da: "Îraq dê bi tenê li ser sê (pêkhate) yan berdewam be. Kurd di çarçovê dewleta Îraqê de namînin û di paşerojê de dê serbixweyîya xwe bi dest xin. Û şîe nema hevwelatîyên pila duyem dimînin û sunnî jî ji destberdana desthilata Îraqê qebûl nakin".

Bi ya min baştirîn analîza li ser Îraqê ye ji bisporekê mezin ê dîroka civaka îraqî ya nû.

Hilweşandina dewleta Îraqê di 09.04.2003yê de girîngtirîn û mezin-tirîn rûdan e di dîroka nû ya sedsalên çûyî ya desthelatdarîya Îraqê. Vê rûdana bingehîn rê û derî li gelek dîtin, şirove, ezmûn û hevrikîyan re vekir û hêj jî dumahîya wan nêzîk nebûye. Gelek senaryo bo paşeroja Îraqê hatine şirove kirin û derî li desttêwerdana deverî û navneteweyî vebûn û bo meydana hevrikîyên siyasî, tayîfî û neteweyî. Îraq wek dewlet niha di lawaztirîn qonaxa desthilatdarîya xwe de ye.

Îraq ew dewleta bi darê zorê ji layê İngilîzan ve sala 1921ê hatiye damezirandin, nekarî di dîroka xwe ya 90 salên bihurî de bi wekhevî bibe dewleta kurdên Îraqê jî ku derbirînê ji daxwaz û mafên wan yên neteweyî bike. Ev jî bo sedema wê yekê ku kurd vê dewletê wek ya xwe nebînin û bi hemû rengên xebatên siyasî û çekdarî daxwaz û berevanîya mafên xwe yên neteweyî bikin.

Stratejîya Şêx Mehmudî bo dirust-kirina qebareyeke kurdî xwe di cografyayeke teng û xelekên siyasî yên dûr ji realîteya siyaseta navneteweyî didît. Ji ber hindê jî vê bizavê nekarî nûnerîya tev texên civaka kurdî û hemû cografya Kurdistana başûr bike û bi ser keve.

Partîya Hîwa wek yekemîn rêkxistina siyasî ya kurdî tê hesibandin ku ji hemû Kurdistana başûr endam û alîgir himbêz kiribûn û karibû nûnerîya hemû kurdan bike. Herçend ev rêkxistin salên 1943-1945ê bibû baskê siyasî yê bizavên çekdarî yên Barzan, lê dîsa nekarî serkêşîya bizava rizgarîxwaz a gelê kurd bike.

Partîya Demokrat a Kurdistanê karî nûnerîya hemû tex û hemû cografyaya Kurdistana Başûr bike û stratejîyeke yekgirtî ji bo daxwazên gelê kurd darêje. Ji ber siyaseta şoven û neteweperst ya dewletên Kurdistan dagîrkirî, stratejîyeta bizava rizgarîxwaz a kurdî ji 1961- 1991ê xwe di otonomîyê (rasteqîne) de bo Kurdistanê didît û paşê jî demokrasîya ji bo Îraqê lê hat zêde kirin. Bizava rizgarîxwaz a kurdî -Partî (KDP) û paşê jî Yekîtî (YNK) û rêkxistinên din- ji ber dorpêçkirina Kurdistana Başûr ji alîyê her çar dagîrkeran ve û parvebûna cîhanê bi ser du zilhêzên mezin ve, delîve nedîtin ku di vê qonaxê de di warê mezinbûn û pêşkevtinê de stratejîyeteke serbixwe û dûr ji kartêkirinên siyasetên deverê û navneteweyî çêbikin. Di warê dîplomasîyê de gavên pêwîst nehatin avêtin da ku di siyaseta navneteweyî da deng û daxwazên gelê kurd bigehînine cîhana ji derve û hevalbendan bo stratejîya siyaseta kurdî peyda bikin. Ta serhildana 1991ê jî firset bo bizava kurdî nehatibû dan bi fermî, yan jî nefermî nûnerîtîya xwe li dewletên ewropî dest nîşan bikin. Em dikarin bêjîn ku bizava kurdî bi taybetî û gelê kurd bi giştî di nav siyaset û alîyên bitesîr yên li Ewropa Rojhelat u Rojava xebata lobîyê nekirin.

Serhildana Kurdî ya adar a 1991ê di rewşeke gelek erênî û lihevhatî de rû da; ew Îraqa ku hemû dewletên cîhanê li dijî Îranê piştgirîya wê dikir, ji nişkê ve bi dagîrkirina Kuwêtê hemû cîhan kir dijminên xwe û bi yek rêzî li dijî wê rawestiya. Sedem jî nemana "Şerê Sar" û siyaseta hevdij ya her du zilhêzên mezin ên cîhanî; rojhilat bi serokatîya Sovyetê û rojava bi serokatîya Amerîka bû ku ta sala 1991ê jî li dûv teorîya “dijminê dijminê min hevalê min e”; dema dewletek li dijî zilhêzekê bûya, zilhêza dî bêyî virde wirde dibû hevalbendê wê û piştgirîya wê dikir.

Kurd jî dikevin nav meydana lîstikên siyaseta deverê û cîhanê

Di vê rewşa lihevhatî ya li deverê kurd wek hêzeka nû ya di warê rêvebirinê û dîplomasîya siyasî de kêm tecrube, hatine nav lîstikên siyaseta deverê û cîhanê. Dewletên erebî û her çar dewletên Kurdistan parçe kirine jî di dorpêçkirina pêkolên siyasî yên bizava kurdî de kêmtirxemî nekiriye. Herçend xalên hevpar di navbera Îran, Îraq, Tirkîye û Sûrîyeyê de gelek kêm bin jî, lê dîsa di siyaseta qelskirina bizava kurdî de digehin hev.

Lê belê piştî nemana rejîma Seddamî sala 2003yê kurdan karî bibin hêzeke aborî; pêşîyê faktoreke girîng a aborîya deverê û paşî jî ya cîhanî. Petrol di rojeva siyaseta cîhanî de hokareke girîng a destinîşankirina giranîya siyasetê ye. Kurd wek xwedî petrol dikarin di siyaseta aborîya cîhanê de bi roleke mezin rabin. Lê mixabin me bisporên aborîya siyasî û bi taybetî jî yên petrolê nînin û heke me hebin jî bê ezmûn in û nikarin bi hostayî siyaset û lîstikên siyaseta aborîya petrolê bi kar bînin.

Wek neteweyek bê dewleta nete-weyî, di çerxê globalîzma aborî û ragihandinê de pêwîstîya wan bi stratejîyeke xwedî giranî, çir û pir, întensîv û domdar heye da ku kurd bikaribin di paşerojê de bikevin rojeva siyaseta cîhanî. Lewra di warên siyaseta navxuyî, deverî û cîhanî de pêwîstîya me bi dezgehên stratejîk heye ku di demên pêwîst de bikaribin bersiva berhevkirî bidin. Wek mînak gelek girîng e ku dezgeheke me ya pirsên federalîzmê hebe ku hemû pirsên peywendî bi herêmê û Îraqê ve heye himbêz bike û bersiv û çareyên rojane bo rojeva siyaseta Îraqê dest nîşan bike. Herwesa jî înstîtuyek bo pirsgirêkên deverê û bi taybetî jî yên peywendî bi cîranên herêmê ve hebin. Dezgeheke din ya akademîk dikare çavdêrîya siyaseta navneteweyî bike, dîtin û livînên siyasî û aborî yên li cîhanê şirove bike. Ev dezgeh dikarin bi riya bisporên kurd û yên bîyanî di demên pêwîst da, di wergirtina biryarên girîng ên çarenivîsê da harîkarîya siyaseta kurdî bikin. Divê dezgehek hebe ku kêmasîyên di warê bisporîyê de dest nîşan bike û bi şarezayî kesên hejî ji bo bisporîyên taybetî perwerde bike.

Da ku em bikaribin pirsa kurdî bi şêweyekê akademîk û rast û dirust bigehînin navendên lêkolîn û zankoyên cîhanî, pêwîstîya me bi stratejîyeke nû ya dirustkirina navendên lêkolînên kurdî li zankoyên cîhanî û dewletên girîng ên siyasî û aborî heye. Ev navend dikarin bala bi hezaran xwandevanên bîyanî bikêşin ser lêkolînên kurdolojî ku siyasetê, dîrok, ziman, edebiyat, civaknasîyê û htd. himbêz dike. Û weha dê bi hezaran lêkolînên zanistî û akademîk bikevin ber destên xwandevan û lêkoler û bisporên cuda yên siyaset, aborî, ziman û dîrokê. Ev xwandevan paşerojê dê bibin bisporên kurdnasîyê û dikarin agahdarî û şiroveyên rast li ser kurd û Kurdistanê bigihînin raya giştî ya dewletên xwe. Li gor agahdarîya min ta niha sê navendên lêkolînan li Amerîka, Brîtanya û Almanyayê hatine damezirandin. Lê pêwîstîya me bi dehan navendên bi vî rengî heye. Dewletên mîna Turkiye, Îran û dewletên erebî bi dehan navendên bi vî rengî di nav zanîngeh û derveyî zanîngehan hene ku wek stratejîyek siyasî xizmeta siyaseta van welatan dikin.

Bo piştevanîya aborî û diravî ya xwendevanan jî divê dezgeheke arîkarîya xwendevanên bîyanî, yên ku dixwazin di van senterên kurdolojîyê de bixwînin, yan jî bisporîya wek master û doktorayê li ser kurdan bikin, bê damezirandin ku arîkarîyeke mehane bidene wan xwendevanan yên ku destê wan teng e û nikarin arîkarîyê ji çi cih û dezgehên din werbigirin. Piştevanîya diravî bo van xwendevanan dê bibe sedemeke girîng a exlaqî ya girêdana van bisporan li beramberî kurdan û êdî ne bi tenê çîya hevalên kurdan bin.

Di prosesa stratejîk ya neteweyî de avakirina dezgehên lobîyê û bihêzkirina lobîyê xwedî roleke gelek mezin e. Eger lobîyeke bihêz a cihûyan li Amerîka û dewletên rojava nebûya, dewleta Îsraîlê ava nedibû û nedikarî bijî. Divê lobî wek faktoreke girîng a stratejîya siyaseta kurdî bê nasîn û ehemîyet pê bê dan Ji bo me kurdan du alîyên vê yekê hene: Dost û hevalên kurdan yên bîyanî û revenda kurdî li welatên cîhanê. Rola "dayîka kurdan" Danielle Mitterrand li bîra me hemûyan e ku çi xizmeteke mezin bo kurdan kiriye. Aktîvkirina dostên kurdan bo dirustkirina lobîyekê dikare piralî be; wek dirustkirina civak û komeleyên dostanîya kurd û almanan, yan jî komeleyên arîkarîya civakî û dirustkirina pirên kulturî bi riya semîner û programên edebî û hunerî li Kurdistanê û li welatên bîyanî. Damezirandina dezgehekê çap û belavkirina zimanên bîyanî li Ewropayê, da ku ew berhemên kurdî yên wergerînin ser zimanên bîyanî, çap bikin, belav bikin û herweha berhemên nivîskar û bisporên bîyanî li ser kurdan bêne çap kirin û arîkarîya wan nivîskaran bê kirin.

Revenda kurdî eger bi aqilane bê rêk xistin, dikare roleke mezin di dirustkirina lobîyekê xwedî tesîr a kurdî de hebe. Hikumeta Kurdistanê divê wekî hemî gelên din, xwandingehên kurdî li Ewropayê veke û piştgirîya diravî ya navendên kulturî û komeleyên kurdî bike, da ku ev komele bikaribin bi rolê xwe yê civakî û neteweyî rabibin û pirekê di navbera revenda kurdî li derve û Kurdistanê bê çêkirin û ev revend bi Kurdistanê û bi siyaseta kurdî ve bê girêdan. Niha li Swêdê, Brîtanya û Almanyayê bi dehan kurd ji bo parlemanên navendî û deverî yên van welatan hatine hilbijartin, dikarin wek lobîyeke kurdî li ser cihên biryardanê xwedî roleke mezin bin. Ciwanên tirk, ereb û ermen karîne lobîyeke bihêz ji revenda xwe çêken. Kurd dibêjin "nezanî çav da cîranî". Dewleta kurdî bêyî stratejîyeke kurdane nikare bikeve ser nexşeya dewletên cîhanî.

Sîstema dewleta kurdî çi be?

"Yê libnanî dewletek divê, yê sûrî ne piştrast e ji tirsa dewleta xwe û yê îraqî nema dikare li dij zordarîya dewleta xwe îdare bike. Yê yêkê li dewletekê digere, yên din dixwazin ji dewleta xwe rizgar bibin. Yê yekê li dewletekê digerîya da şer û xwînrêtin bi dawî bên, yên din dixwazin dewletek hebe da ku nûnerîya wan bike ...".

Xessan Selame weha di pirtûka xwe ya bi navê "Dewlet û Civak li Rojhelatê Erebî" ku li sala 1987ê derketiye, bo me tirsa civakê ji şerên navxweyî û ji desthelata dewletê ya diktator bi mînak û pesnên ciwan cuda dike. Ev derazînk me dibe nav mijareke gelek girîng ya rêvebirina dewletê, ew jî sîstema birêvebirina dewletê ye. Kîjan sîstem ji bo kîjan civakê baş e.

Felsefa wateya dewletê ew e ku derbirînê ji daxwaz û pêdivîyên hemû hevwelatîyên xwe bi awayekî wekhev bike; dûr ji bîr û boçûn, îdeolojî, cudahîyên neteweyî, olî û tayîfî û nûnera hemû kategorîyên civakê be. Ev tarîf wek teorî gelek sade û xweş e û têgihiştina wê pir bi sanahî ye, lê di warê praktîzekirinê de gelek dîtin û şirove yên cuda jê diçin. Hemû curên sîstemên siyasî xwe di vê tarîfê de dibînin û wî mafî didin xwe ku nûnerîya hemû civakê dikin, vêca çi sîstemên komarî, yekpartîtî, diktatorî, demokrasî, federalî, yan jî melikî bin.

Piştî şerê cîhanê yê yêkê û hilweşîna Împaratorîya Osmanî hizra neteweyî li Rojhelatê Navîn xurt bû; gelek partîyên neteweyî hatine damezirandin û di encamê de gelek dewletên li ser bingehê îdolojîya neteweyî yên berteng bi riya cuntayên eskerî wek li Misir, Îraq û Sûriyê hatine damezirandin. Lê ev dewletên li ser bingehê îdeolojîyeke neteweyî hatine ava kirin, neşîyan bi wekhevî nûnerîya hemû xelkî bikin û ber bi diktatorîyê û sîstemên yekpartîtîyê ve çûn û wek pêwîstîyeke serdemî neşîyan digel guherîn û pêşkeftinên cîhanî biçin; ji ber hindê jî helweşîyan. Mînak jî Îraq û Misir in û Sûriye mînakek zindîtir e.

Şiroveyek siyasî ji bo dewletên neteweyî me digehîne wê encamê ku wateya sîstema van dewletan ev e: Li dîktatorîya yek partî desthilatdar e, hizrên neteweperestî serdest in, azadîya dîtin û hizrên dî nîne û azadî û mafên derbirînê sînordar in. Ev dewlet hemû sîstemên komarî bûn û desthilat di destê kesekî bi tenê da bû; parleman û hikûmet êxsîrên desthilata serokî bûn. Lewra sîstema komarî wek ezmûneke reş nikare bibe mînakek ji bo birêvebirina dewletê.

Piştî nemana Yekîtîya Sovyetan îdeolojîya sosyalîzmê kiz bû û dewletên sosyalîst wek kevirên domînoyê yek li pey yekê hilweşîyan. Valatîyek hizrî, yan jî ya îdeolojî li hemû cîhanê û bi taybet jî li Rojhelatê Navîn çêbû. Vê sîstemê jî wek îdeolojîyeke bîyanî û dûr ji nirxên civakên rojhelat, neşîya berdewamîyê bi hebûna xwe bide. Piştî nemana van her dû sîstemên siyasî yên birêvebirina dewletê, valatîyek îdeolojîk li deverê çêbû û encamê wê jî bi hemû giranîya xwe ya hizrî ve xurtbûna Îslama siyasî ye. Tirkiye, Tûnis û Misir mînak in bo vê perîyodê, yan jî bo vê sîstema birêvebirina dewletê bi rengên xwe yên cuda.

Encamên hilbijartinên vê dawîyê li Tirkîye, Tûnis û Misirê serkeftina Îslama siyasî bûn; bi parlemanek û hikûmeteke bihêz û serokê dewletê yê desthilata wî sînordarkirî. Anku li cîhanê û hemû devera Rojhelatê Navîn sîstemên komarî ji nav çûn, yan jî lawaz bûn. Ev guherîn ji egera tirsa desthilata bêsînor ya dîktatorîya serokê dewletê û sîstema komarî çêbûn. Kombûna gelek desthilatan di destê kesekî da metirsîya çêbûna diktatorîyê gelek pirtir dike. Mirov dikare bêje ku sîstemên komarî li Rojhelatê Navîn peywendîyeke xurt bi diktatorîyê ve heye. Her ji ber vê tirsê jî li cihê sîstemên komarî, sîstemên demokrat bi hilbijartin û parleman û hikûmetên bi desthilat hatine damezirandin û sînorên desthilata serokan hatine biçûk kirin.
Li cîhana rojava bi tenê sîstema Fransayê komarî ye û serok xwedî desthilateke mezin e. Dewletên Yekgirtî yên Amerîkî jî herçende sîstemek federalî ye jî, serokî desthilatên mezin hene. Lê ev nayê wateya ku desthilata hikûmetê û ya parlemanê lawaz e, berevajî belkî parleman desthilata serokî kontrol dike û beşdar e di wergirtina hemû biryarên girîng da. Eger sîstema komarî, anku ya serokatîyê metirsîya çêbûna diktatorîyê hebe, ka kîjan sîstem bo me wek kurd baş e?

Serok û parleman û hikûmet

Em hemû li ser pirsa demokrasîyê hevfikir in û me bawerî bi hilbijartinan heye. Demokrasî bi xwe jî proseseke dirêj û pirseke rêjeyî ye. Herweha demokrasî xwedî gelek reng û dengên cuda ye. Lê pirsa girîng bo me kurdan ew e; erê em kîjan sîstema birêvebirina dewletê hilbijêrîn? Em çi hilbijêrîn? Parlemanî û bi wê jî hikûmetê, yan pêşîyê serok û paşê hikûmetê? Yan jî her duyan hilbijêrîn? Ji ber nebûna destûrekê li Kurdistanê tevlihevîyek di nav sînorên her sê navendên biryarê da heye. Desthilat û maf û erkên her sê navendên biryardanê nehatine dest nîşan kirin. Herçende herêma Kurdistanê parçeyek e ji sîstema dewleta federalî ya Îraqê, lê cudahîyeke mezin di navbera şêweyê rêvebirina li Hewlêrê û Bexdayê de heye. Bexda ku paytextê Îraqa federalî ye, serokê hikûmetê pirtir wek hikûmeteke navendî serederîyê digel hemû Îraqê dike. Li Îraqê serok nahête hilbijartin û parleman serok hildibijîre, lê li Kurdistanê serok dihête hilbijartin û ev jî pirtir li gor sîstemên komarî ye. Çunkû wateya hilbijartina serok şûna parleman û hikûmetê pirtir desthilatê dide serok. Kurdistaneke bi dijminan dorpêçkirî zêdetir sîstemeke komarî himbêz dike, yan jî sîstemeke parlemanî, ku hemû desthelat di destê parlemanê de ye? Civandina gelek desthilat û hêzan di destê kesekî da metirsîya dirustbûna diktatorîyê mezintir dike. Lê lawazîya desthilata navendî di civakên rojhelatî da dibe sedema tevlihevîyê û windabûna heybeta dewletê, mînak jî Misir û Lîbya ne. Sîstema parlemanî bi xurtkirina dezgehên çavdêrîyê, dezgehên qanûnî û hukumî dikare bibe mînakeke baş bo birêvebirina Kurdistana me. Parleman bi riya hilbijartinan meşrû dibe û dibe navend û bingehê sîstemê birêvebirinê. Parleman çavdêrîya wê hikûmetê dike ya ku parlemanê ew bi dengdana xwe damezirandî.

Gumanbar e heke em bêjin "komara Kurdistanê" yan "komara kurdî", hingê pêwîst e serokê wê komarê jî hebe. Lê pirsa girîng li vir ev e; bi kîjan desthilatê? Navê dewletê şêweyê rêvebirina dewletê nîşan dike. "komara kurdî yan dewleta kurdî" wateya dewletek neteweyî dide, ev jî tirsekê ji bo cîran û wan neteweyên di nav sinorên Kurdistanê da dijîn wek ereb, turkmen û kild û aşûrî peyda dike û hingê ev hemû pêkhate xwe di nav vê dewletê da nabînin. Wek dîrokê jî xuya kiriye, dewletên neteweyî ne bê alozî û pirsgirêk in. Lê "dewleta Kurdistanê, yan komara Kurdistanê" dikare hemû pêkhateyên olî û neteweyî wekhev himbêz bike. Çunkû kurd wek netewe tê hesibandin û Kurdistan wek welat ku gelek netewe û ol di nav sinorên wê da dijîn.

Li vir pêwîst e em li sîstemên melikî yên deverê jî binêrin ku heta niha karîne bi şarezayî xwe ji pêlên şoreşên Bihara Erebî biparêzin. Pirtir jî mînakên Urdin û Mexrib (Maroko). Ebdillayê melikê Urdinê sedemên gendelîyê û xirabîya rewşa aborî dixe ser stoyê hikûmetên cuda yên Urdinê û bi guherîna berdewam ya hikûmetan karîye heta niha xwe ji bahoza guherînan rizgar bike. Mexribê jî karîye carê bi rêformên pêşwext rê li ber pêlên şoreşa Bihara Erebî bigire. Çavdêrên siyasî li ser wê yekê li hev dikin ku serdemê melikî li Îraqê bi berawirdkirin di gel hikûmetên li paş xwe bi tenahîtirîn desthelat di dîroka Îraqê da dihête hijmartin. Ez bawer dikim hizir kirin di sîstemekê melikî da ku helbijartin bingeh be û perleman û hikûmetek xwedî desthelateke bihêz bin û melik jî wek remzek û merce'îyetek (bawer pêkirî) neteweyî be, dê elindên dîtinên me yên siyasî firehtir û mezintir lêket.

Serokatîya kurdî di pirsa biryardana dewletê de dikare bi riya dengdaneka giştî meşrûbûna biryara xwe ji gelê kurd werbigire. Ev hêz û şîyanê dide desthilata kurdî.

Sîstema siyasî, çi komarî, yan parle-manî, yan federalî yan jî konfederalî be, divê destûra Kurdistanê dîtin û xwestekên civaka kurdistanî derbibire da em di paşerojê da nebin êxsîrên vê sîstemê û vê destûrê.

Çavkanî

Salimê Casim:
Berpirsê pêwendîyên derve yê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û sernivîserê kovara Havîbûnê.

Tîpguhezî: Mihemed Çelkî