Sê krîzên sîstemê

Translator

Sê krîzên mezin ên ku dinya hejandin û ku dê tesîra wan kêm nebe, nebin mijarên biçûk ku ji ber çavên mirov wenda bibin: Şerpezebûna mezin a diravî ya di dawîya 2008ê de dest pê kir, qeza nukleer a Fukûşîmayê ya di 11yê adara 2011ê de pêk hat û krîza rejimê ya li gelek welatên ereb ku gel ji 14ê çileya paşîn a 2011ê vir de serî hildide.

Wiha dîyar e, ne mentiqî ye ku mirov van krîzan li ber hev bigire, ji ber ku ew di warên ji hev pir cuda de pêk hatine. Ya pêşî, ku xuya ye di cîhaneke virtuel (xeyalî) de pêk hatîye, pêwendîya wê bi milyaran dolarên tomarkirî re heye; ya diduyê ji ber qezayeke mezin a teknolojîya ku armanca wê berhênana enerjîyeke pir bû; ya sêyêm bi sedema serîhildaneke gel a bigirseyî li hemberî dîktatorîyên leşkerî derket holê. Li pey hev rêzkirina van felaketên xirab qet ne tiştekî baş e, ji ber ku yek dê bibe sedemê "biserketina çav birçîtîyê" (1) û ya din dê bibe encama malwêranîyeke xwezayî ya nepêşbînbar û ya dawî jî bi êşên ku dibin xwedîya maneya –hêvîya me jî ew e– "bihareke gelan".

Bi rastî sê xalên hevbeş ên van krîzan hene. Ew stûnên hesas ên sîstemê lawaz dikin

Lê tevî ku ev bûyer ji hev pir cihê ne jî, ji bo hesabjêpirsîna sîstema kapîtalîst a cîhanî digihên heman armancê. Û ev encam dikare nebe kaoseke giştî ku koroyeke bibandor a lanetxwendîyan, lê bêtir pêşketineke rizgarker, –"zarokanîneke dîrokê" îlan bike, ji bo ku mirov wê metafora klasîk a marksîzmê ji nû ve bigire destê xwe. Bi rastî sê xalên hevbeş ên van krîzan hene. Ew stûnên hesas ên sîstemê lawaz dikin: Bingeha wê ya enerjîk (vejenî), awayê wê yê rê liberxistina renca mirovî ya bi peran, pêdivîya wê ya misêwabûnê ya sîyasî, bi taybetî di derûdora navendên lîberal de lawaz dike. Ew di her yekê ji van qadan de heman şêwazê mubalexekirî nîşan didin ku mirovî dibin ber bi xeterên teknolojîk ên ne qebûlbar, rîskên diravî yên ku nayên kontrol kirin, yan jî giranîya otorîter ku neyê tehemul kirinê. Ew hêza meylên ku rikeberîyê bi parastina xwe re dikin derdixin holê: Dînamîkên xwezayî [hawîrdorî]; berxwedana mirovan ya tevahîya civatê ya ku koletîya wan bixwe ji karên qulopilo re, ji gendelî yan jî desthilatdarên jirêderketî red dike. Di serî de, rêzeşertine lihev yên ku jîyana mekanîzmaya serdest misoger dikin, tên tawanbar kirin: Bicihkirina mirovî û xwezayê di bin kontrolê de û bikaranîna wan li bazarên herî baş, ji bo hatinîya herî baş a mimkun. Bi vî awayî wesayeta diravî ya li ser aborîyê bi tenê derfeta belavbûna spekulasyonê nade: Ew bi mentiqê hatinîya pir, çalakîyên mirovî dixe rêzê. Aborîya vîrtuel wê gavê ji qadeke renca destî ya birêveberîyeke globalbûyî ya ku karibe cîyê kargeh û karkiran biguhere, aborîyên "bi pêşdikevin" ava bike, atolyeyên împaratorî û buroyên parzemînî pêk bîne, dest bavêje hilberîna wan, berxwarinîya giştî pêşbixe û wan bike pêdivîyên dest ji wan nabe, çi bigre ji armanca xwe dûr dikeve.

Her sektorek ber bi bikaranîneke tercîhkirî ve hatiye verê kirin...

Bi gotineke din, armanc diravîkirina bi mebesta îstîxdamkirina kadroyî –ya pir bi malîyet– a aborîyeke cîhanî ye. Ji niha ve, xistina wê ya krîzê di mezinbûna bêpîvan a îflasa birêveberîya giştî ya xebata mirovî di sîstemê de dîskalîfîye dike. Bêyî petrolê –heta ku bihayê wê sê caran bêtir ji yê 2000ê û deh caran bêtir ji yê 1990ê be jî–, me divê ku em hilberîna xwirekî ya cîhanî li çaran par ve bikin. Birêveberîya ku hîn jî enerjîyeke erzan tedarik dike, nikare dev ji tu jêderên xwe yên fosîlî berde; her sektorek ber bi bikaranîneke tercîhkirî ve hatiye verê kirin: Nukleer ber bi berhênana senaîyê ve hatîye şandin, warê serekî yê komira helandî û gazê germkirin e û petrol bi taybetî ji bo guhastina ji mîlyarekê bêtir erebeyan e (2). Li hember enerjîya nukleer derketin (û di destpêka 2022yê de, li Almanyayê dev jê tê berdan) dê ne bi tenê dersek be ji bo teşwîqkirina ji nû ve, berê bi kêmanî ji % 14ê hilberîna elektrîka cîhanî ber bi enerjîa bayî (eolien), tavî yan jî bîyogirseyî ve were dayîn, lê her wiha ew ê bibe êrişeke li hemberî beşekî girîng ê mekanîzmaya giştî ya cîhanî. Welhasil, bêyî binpêkirina azadîyên siyasî yên li hin welatên li dora demokrasîyên bazarê kombûyî yên xwedî wê îdiayê ne, ku dewletên hiqûqî ne, bi sedan mîlyon mirov duçarî cazîbeya bêfrên a bazara kar bûne û ji cîyê xwe yê jîyanê bi dûr ketine; ji ber nakokîyên civakî û ayînî heta îmkana globalbûneke hêmin a danûstendinan jî nemaye.

Van heman demokratan karibûn di saxlembûna rejiman de ku bi awayekî sergirtî weke "nerm" tên hesibandin, dîwarekî li hember nakokîyên cîhanî yên ku koka xwe di barûddanka Rojhilata Navîn de dibînin, pêk bîne. Ji ber vê yekê, xweferzkirinên rewa yên gelên serîhildêr, ne bi tenê derfeta hevkarîyeke jixweber (weke ya li Lîbyayê) derxistin holê, lê her weha jî metirsîyên mezin ên ku pir an hindik bi siyaseta li bendê be, tu yê bibînî, hatine veşartin. Êdî ji bo kesî ne seyr e, ku ev sê krîz sazîyên herî bilind ên navneteweyî tînin ba hev û ku ew ji bo berjewendîyên xwe bi hev re dikevin rikeberîyê. Weke ku bisporê nukleerî yê kalîfornîyayî Najmedin Meshkati jî der barê qezaya Fukushimayê de dibêje: "Ev yek ji tiştê ku welatek karibe bi rê ve bibe hîn wêdetir e. (...) Ev yek divîya ji alî Konseya Ewlekarîyê ya NY ve bihata gotûbêj kirin". (3) Ya diduyê, ev her sê kêmasîyên sîstemî nîşan didin ku her yek xwedî meyleke sîstemî ya ku "zorê" dide beza tiştan e: Zorlêkirina renca mirovî bi hêza diravî, zorlêkirina xwezayê bi hêza teknolojîyên xeternak, zorlêkirina jîyana siyasî bi riya kadrokirina girseyan, ku bi mentiqê taylorî (ku alî û berê sîvîl ê disiplîna leşkerî bû û hê jî wisa ye) hîn nehatine disîplîne kirin. Sektora diravî misogerîya dewletên lîberal bi kar tîne, ji bo ku ji deynên giştî îstifade bike, pêşkêşîya krêdîyê manîpule bike û li ser yên krêdîyê distînin peymanên yekalî, yan jî xefikên nediyar ferz bike. Heke em bên ser rejimên despot, ew xwezaya xwe li ser unîformaya xwe û di kontrolên li ser riyan de, di zindanên xwe yên siyasî û "rewşên awarte" de, di pozbilindîya çînên xwe yên xweperest ê çavbirçî de diyar dikin. Di encamê de, senaîya nukleer ji destpêkê de bi çandeke ewleyîyê ya ku çiqasî polîsî be ewinde jî leşkerî ye, dorê li xwe digire da ku tercîhên xwe li ser navê berjewendîyên neteweyî yên stratejîk li ser mirovan ferz bike, han dide. Di her sê rewşan de, dîsa, durûtî cîyê navgîna birêveberîya rojane digire. Piştî serpûşkirina xalên lawaz –nemumkinîya- "transfer"a deynan bêyî betalkirina deynên sîstema diravî, pêdivîya bi berdewamî sarkirina santraleke nukleer, bê îmkanîya rêlibergirtina nelihevîya gelan û hêzên ewlekarîyê–, mezinahîya zirarê bincil dikin.

Bernameya kirîna hiseyên bankayên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ya ku di çirîya pêşîn a 2008ê li kongreyê hatibû qebûl kirin, bi tenê 300 mîlyar dolar (û malîyeta dawîn a 25 milyarî ya mikelefên bacê), li ser hev yek ji dehê kêmtir a zîyana rastîn dike. Felaketa nukleer a Fukûşîmayê ji alî operator Tepco, karbidestên japonî û navneteweyî ve hate û her tê piçûk kirin, heta piştî ku hate gotin di mistewayê Çernobilê de ye jî, wan ev karê piçûkkirinê dewam kir. Bêyî ku em bahsa windakirinan, êşkenceyan, girtin û tahdeyîyên bi her awayî, çavgirtinên medyayî yên li rejimên mîrekî yan dîktatorîyên leşkerî-polîsî ku hîn jî weke "nerm" tên hesibandin, bikin. Ev tund û tûjî êdî sînorên xwe yên hevbeş diyar dikin. Pêşbînî nekirin, tevlîhevî, felcbûn, derketina holê û windabûna tevî piştrastkirinên bêbingeh û di çewtî û şaşîyan de israr kirin berdewam e. Bêkapasîteyîya fikirî ya weke sîyekê ligel van daxwazan tevî hemî astengan nîzamekê ferz dike:

Heke hûn senaîyeke nukleer ava bikin, hûn ê nikaribin berî wê "amadeyîya xwe û qezayeke mezin" bikin ku hûn (hisabê îhtîmalan ji bo xurtkirinê) îhtîmala herî piçûk înkar bikin. Bi vî awayî Fransa û Brîtanya jî "ceribandinên berxwedanê" yên santralên nukleer ên ewropî li hember êrişên teroristî red kirin. Di cîhana diravî de, heke bawerîya we bi bazarê (ku hûn tê de dijîn) bê, hûn ê nikaribin weke baloneke zorlêkirinê wê "biteqînin" -tevî wê jî piştî krîza mezin çi bigire bi sedsalekê û tam jî weke ku aborînas John Kenneth Galbraith texmîn kiribû (4). Heke em bên ser bijareyên dîktatorîyê, xuya ye wan nikaribûye heta deqeya dawîn jî xeyal bikin ku dê gerînekek di bin serayên wan de vebe û îmtiyazên wan, çi bi destê yên kolanê (ku bi çavekî baş li wan nedinêrîn) û çi jî bi cemidandina hebûna wan a bihesasîyet rêkirî derve, karibin ji destên wan biçin. Gava mirov bêtaqetîya çareserkirina pirsan dide ber çavan, wekhevîya krîza nukleer û ya diravî hin eşkeretir derdikeve holê. Weke ku Paul Jorion (5) jî dest nîşan dike, krîza diravî dişibe ya Fukûşîmayê: Di rewşekê de, mirov bêrawestan avê li navendên santrala qezazede dike ji bo wê sar bike; di ya din de jî, mirov bêhed û hisab pereyan davêje ji bo kuna balonê pîne bike ku piç nebe. Lê, her weke ev yek dê ji bo demeke dirêj zor be ku mirov veşêre û radeya deynkirinê ya ku mirov mecbûrî çêkirina perê pir bi krêdîyê çêdike, kêm bike heta wê ji holê rake, ji ber ku ev windakirin dê di encamê de her roj bi mukelefên bacê bê paqij kirin, dê ji bo demeke dirêj nemimkun be ku mirov belavbûna cîhanî (bi riya hewa, derya û di nav berhemên îxracê de) ya madeyê radyoaktîf ê demdirêj ên weke sezyûm 137, an jî yê pir jahrî, weke plutonîyumê stabîlîze bike; lewra derdikeve holê ku hawizên gelek reaktoran kun bûne. Her wiha mirov êdî nema dikare veşêre ku, ji herêmên valakirî hîn wêdetir, Japonya îro di bin tehdîdeke nû ya xirabûna reaktorên Fukûşîmayê de ye. Rewşa santralên din ên bi heman erdhejê hejîyane, radyoaktîvîteya kêm hesibandî ya ketiye nav axê, berhemên kiştûkalî, konteyner, û her wiha bi milyonan kesên din ên ku dê krîza aborî ya mezin tesîrê li wan bike û bêkarîya ji ber wê jî dê tesîra xwe lê bike.

Helbet zordarîya diravî, teknolojîk û polîsîye jî dê dom bikin

Helbet zordarîya diravî, teknolojîk û polîsîye jî dê dom bikin. Heta ew ji piştgirîyeke koma cîhanî jî îstifade dikin: Sazîyên nukleer ên li her dera dinyayê weke yên herî biheybet tên zanîn; hêza lobîyên diravî ya ku nahêle desthilata wan a siberojê tayin dike, lawaz bibe; piştgirîya dualî ya rejîmên despot (mîrên sunî yên bi hev re dengê xwepêşanderên Bahreynê dan birîn an yekdestdarîyên leşkerî yên mexrebî ku di bin re piştgirîya mîralay Muemer Kadafî dikin) û pênebawerîya sergirtî ya rojavayî bi ciwanên ereb. Tevî vê jî, stratejîya zorlêker a cîhanî êdî nema kare îdeolojîyeke global ango cîhanî pêk bîne. Ew êdî nema weke pêdivîyeke bêtalih xuya dike û çi be xwe bi wî rengî eşkere dike: Awayekî desthilatê yê keyfî, bixeter û hov ê di xizmeta sê cûre faktorên serdestîyê de, ku zerar in li azadîya xwedî karbûyinê, li îstifadekirina ji xwezayê bêyî xirakirina wê (li gor matematiknas û bîyoaborînas Nicholas Georgescu-Roegen, armanca rastîn a aborîyê divê wiha be), û li beşdarîya bêyî ku mirov bibe asteng di civaka siyasî ya mirovî de. Di çarîyana her sê krîzan de, ku ev heman alozîyên tund ên diravî, yên teknolojî û desthilatê derdikevin holê, bersiv jî wê gavê dê hêvîyeke bi "sê rizgarîyan" be: Ya renca mirovî ku êdî dê ne bi tenê cihguhertin, komkirina karê ya herî zêde û kanalize kirina wê be, lê pirrengkirina di nav mentiqekî xweserîyeke herî mezin de be; ya xwezaya ku êdî hefsar û êşkencê wê lazim nebe ji bo kareke pir mezin jê were bi dest xistin; û di dawîyê de ya beşdarîya azad a jîyana siyasî ya "gelê cîhanî ", ku bi temamî hem li dijî zora rejimên leşkerî (yan jî fetwayên tirsê dixin dilê mirovan yên her ku diçe li alema misilman tên red kirin) ye û hem jî li dijî belavbûna dijminatîya bîyanîyan e ku mirov his dike li Rojavaya ku malbata xwedêgiravî lîberalizmê ye, mezin dibe. Di van waran hemûyan de şerekî harîqulade yê fikrî, bi taybetî li ser tora Înternetê dibe. Ew her weke di warê enerjîyê de, di warê diravî de jî bi dijwarî xwe nîşan dide, ku hemî aktorên serekî divê bi van sirên likarbûna bazarê dest pê bikin, lê têvî vê kêmasîya xwe jî tebeqeyên herî berfireh de pêş dikevin. Pêşhîsa îhtîmaleke jîyana bi awayekî din, hîn hêsantir û hîn azadtir, êdî li hemberî bisporan dikare were parastin bêyî ku yekser weke paşdemayî û nerastbîn mirov henekê xwe bi wan bikin.

Çavkanî

Denis Duclos:
Antropolog û birêveberê lêkolînê li Navenda Neteweyî ya Lêkolîna Zanyarî (CNRS), herwiha nivîskarê Pourquoi tardons-nous tant à devenir écologistes? / Çima ji bo ku em bibin jîngehparêz ewende dereng dimînin?, L’Harmattan, Paris, 2010.

  1. Joseph Stiglitz, Le triomphe de la cupidité / Serketina çavbirçîtîyê, Les Liens qui libèrent, Paris, 2010
  2. 1,290 mîlyar tirimbêlên taybetî û bazirganî, ango li gor nirxandina Komeleya Carfreeyê ya di wexta xwe de, di çar salan de jimare duqat bûye
  3. Kiyoshi Takenaka û Yoko Kubota, "Le Japon se résigne à une longue crise nucléaire / Japonya serê xwe li ber krîzeke nukleer a dirêj ditewîne", Reuters Online, 28ê adarê yê 2011ê
  4. John Kenneth Galbraith, La crise économique de 1929. Anatomie d’une catastrophe financière / Krîza aborî ya 1929ê. Anatomîya felaketeke diravî, Petite bibliothèque Payot, Paris, 2008 [1955]
  5. Li bloga wî ya nûçeyên diravî binêrin: www.pauljorion.com/blog/

Wergera ji fransî: Yaqûb Karademîr