Selefîzm an jî guhertina îslamî ya bi îstîqrar

ÎSLAM
Translator

Ji salên 1970’î û vir ve dikên siyasî yên ereb li dora sê helwestên “misilman” reng digirin: Sofî navdar in bi dengdana rejîmên heyî, Birayên Misilman bêhtir bi dijberî û dengdayîna li dijî rejîman tên nasîn, li aliyê din selefîst hilbijartinan weke hêmanekî ku civakê ji hev parçe dike dinirxînin û tercîh dikin ku xwe dûrî sindoqên hilbijartinan bigirin (beşa di çarçoveyê de bixwîne). Ev rêzên nivîsê ber bi vê encamê ve dibin: Qet nebe hin ji selefîstan riya xwe îzolekirinê dibijêrin (Li Erebîstan a Suûdî, di dema hilbijartinên herêmî yên 2005’an de), sofîyên li İraq û Pakîstanê, ya çekdarî jî di nav de (ji nû ve) riya muxalefetê hildibijêrin. Eger em behsa Birayên Misilman bikin, tevgera ku sala 1928’an li Misir’ê ji aliyê Hesen el-Bannah ve hat damezrandin, ji wan hat ku girseyên hilbijartinan pêk bînin û wan bixin nava liv û tevgerê. Birayên Misilman hêdî hêdî bawerî pê anîn ku bikevin hilbijartinan û karûbarên xwe di çarçoveya parlemantarîzmê de bi rê ve bibin û ji wan tê pirraniyê bixin nava tevgerê.

Vegotina peyvan

Îslamîzm

Xetên vê peyvê nediyar û şêlû dimînin, lewra ev peyv bi kêra bi navkirina tevgerên gelekî ji hev cihê û hin caran jî dijberê hev tê; ji El-Qaîde’yê heta Birayên Misilman, di navê de Hamas û Hizbullah jî hene – rêxistinên şîddetê bi kar tînin jî û yên qaîdeyên demokrasiyê qebûl dikin jî. Yekane nuqteya wan a hevpar ew e ku xwe weke alîgirê şîrovekirineke dînê îslamê didin nasîn û wê ji bo çalakî û kirinên xwe yên siyasî dikin rehberek.

Birayên Misilman

Ev rêxistina herî bi bandor e. Ew in malzaroka pirraniya komên îslamîst jê çêbûyî, heta yên herî radîkal jî. Sala 1928’an ji aliyê Hesen el-Bannah ve hat damezrandin, şaxên xwe li cîhanê berdan û li gelek welatên ereb “baskên” wê hene yên ku di rastiyê de ji hev serbixwe ne (1). Para bêhtir muhafazekar in û ji bilî li Filistînê şîddeta çekdarî red dikin.

Selefîzm

Ji rêxistinekê bêhtir tevgerek e ku gelek cihêtiyan di nava xwe de dihewîne. Ev tevger banga vegera sineta Pêxember Mihemed û eshabiyên wî dike (selef gotineke bi erebî ye û maneya wê “pêşî” ne). Gelek caran wehabîtiya suûdî bandor lê kiriye. Selefîst beriya her tiştî pêre mijûl in ka li gorî şerîetê çi helal û çi heram e. Bi pirranî xwe ji qada siyasetê dûr digirin û tevî vîzyoneke muhafazekar di warê civakî de, qada têkoşîna wan ji nû ve misilmankirina civakê ye. Komeke keviyê ya piçûk a cîhadîst ku ji selefîzmê peyde bû, banga şerê çekdarî dike, di el-Qaîde’yê de xwe dide xuyakirin (2).

Sofîtî

Ev tevgereke mîstîk a misilman e, di terîqetên ji aliyê mezinên rûhanî ve damezrandî de bi rêxistin in. Sofîtî jî xisleta wê pirrengiya wê ya gelekî dewlemend e. Li Rojava, li cihê ku dijberiya îslamîzmê heye, gelekî bi başî nav û dengê wê belav e. Lê rastî ji vê gelekî bi tevlîhevtir e. Weke mînak li Mexreb’ê rêxistina Şêx Abdulselam Yasîn a bi navê el-Adl we el-Ihsan (dad û qencî), desthilatdariyê û hêzên serxwe yên muxalif xwe bi zor li vê rêxistinê radigirtin. Ji Hesen el-Banah heta bi Hesen Tûrabî yê sûdanî, weke gelek lîderên îslamî, rengê tecrûbeyên sofî yên damezrênerê wê li vê rêxistinê ketiye.

  1. Bixwîne; Wendy Kristianasen, “Une internationale en trompe-l’œil (Înternasyonaleke xapandina çêv)”, Le Monde diplomatique, Nîsana 2000’î.
  2. 10 Bixwîne; Wendy Kristianasen, “Qu’est-ce que le salafisme?”, Le Monde diplomatique, Sibat 2008’î.

Nifşê Birayên Misilman ên ku di siyasetê de kirin ku dewra pêşî a “îslamîstên” modern vejî û bi taybetî jî li Filistîn, Misir û li Mexreb’ê di nava muxalifan de hê jî xwedî cihekî navendî ne, êdî her diçe bêhtir xwe disipêre hevrikiya bi tevgera jêre dibêjin “selefîst” (1). Û ya kêm tê nîqaşkirin xisletên hevpar in. Ev xisletên “selefîzma” wan dikin yek, mîna ji ser xwe birina nîşana mîrateya Ixwan Muflisîn (ew “birayên têkçûyî”) pêdiviyek e.

Tevî ku mumkin e xweîfadekirina wan li welatên ereb û di nava civakên rojava de cihên ku lê bi cih bûne, ji hev cihê be, di baweriya van “ên nû” yên seferberiyên îslamîst de ti tiştî ... nû nîne. Wê ne rast be mirov bêje selefîst ew nifş e ku piştî Birayên Misilman, Bereya Îslamî ya Silametê (Front islamique de salut - FIS), yan jî Adil wal-Îhsan ê mexrebî hatine. Ya rastî selefîst beriya Birayên Misilman hebûn, li Misir’ê û li Erebîstana Suûdî (2). Têde guman nîne ku seferberiya “Birayên Misilman” e ya ku xwe ji “qurmê” tevgera îslamî ya salên 1930’î qut dike. Ji wan hat ku heta salên 1990’î nav û dengê we belav bikin û di warê popularîte û darîçaviya siyasî de dengê xwe bi ser yê hevrikên xwe yên selefîst bixin.

Ji bo bigihîjin desthilatdariyê, Birayên Misilman beridîneke ji dil û bikok a doktrînal dan destpêkirin û pêk anîn – dema ev kirin jî referansên biyanî yên mîna destûra bingehîn û demokrasî, ji bo gotin bi gotin xwendineke fikrê îslamî yê klasîk bi kar anîn. Mirov ji encamên van reforman matmayî namîne, ew bûn sedema tansiyon û parçebûnên navxweyî, û her weha qada serbest ji bo mijarên din ên lihevnekirinê jî hişt. Nifşê Birayên Misilman çiqasî di bereya têkoşîna qanûnî de giraniya wî zêde dibe, ewqasî jî ew bi nerazîbûneke selefîstan re rûbirû dibe; selefîstên ku “modernbûnên” Birayên Misilman weke “gavpaşdeavêtinan (tawîzan)” gunehbar dikin.

Dema mirov bi awira selefîstan lê binêre, nifşê pîr dibe yê Birayên Misilman herî zêde “karîbû” li rejîmên ku weke laîk dihatin nasîn û ev nifş li ber wan radibû (Misir, Sûrî û hwd.) heta radeyekê mecbûriyeta ji nû ve misilmanbûneke sembolîk, ferz bike. Û destûr dan ku were pîvan ka seferberiyên behskirî yên “dînî” li vê herêma dinyayê di nava civakê de çiqasî bikok şax berdane: Tevahiya rejîmên behsa wan hat kirin ev daxwazên civakê kirin para xwe – tevî ku wan di mijara sansûrê de hin tişt lêzêde kirin.

Li hember koalîsyona otoritarîzma ereb û “civaka navneteweyî”, ji Selefîstan re hêsantir e guneh bixin stûyê yekdestdariya Birayên Misilman, stratejiya “Birayên Misilman” bi xwe heta niha ti berhemên zêde yên siyasî bi xwe re neanîne. Îdeologê el-Qaîde’yê yê Misirî Ayman el-Zehawirî Birayên Misilman bi destekkirina laîktî û demokrasiyê gunehbar dike. El-Zehawirî bi vî awayî bi rengekî nakokane ji herkesî çêtir nîşan dide ku Birayên Misilman yek ji hêmanên “modernbûna” fikrê siyasî yê civaka xwe ne – qet nebe li gorî ya elîtên laîk, veguherînek e ku di warê civakî û çandî de baştir tê qebûlkirin.

Selefîstan xwe ji rêûresma Birayên Misilman qut kir, beşek ji maneya vê ew e ku selefîst hin kategoriyên fikrê siyasî yên Rojava yên ku ji aliyê Birayên Misilman ve kirasê îslamî li wan hatî kirin, red dikin: Damezrandina partiyên siyasî, strukturên rêxistinî, tevlîbûna hilbijartinan, cihgirtna jinan di qada siyasî yan jî pîşeyî de (3).

Selefîst hemû wê îşaret bi girîngiya çavkaniyên yekser bikin, ev jî Quran û Sineta (4) Pêxember Mihemed e. Lê ev otorîteyên huqûqî dixwazin xwe ji “zanîn û tecrûbeya mezhebên sunî (henefîtî, malikîtî, henbelîtî û şafiîtî) qut bikin,” û bi vî rengî ji qedexekirina vê şîroveyê wêdetir ya ku îfadeya civakî û siyasî ya berbiçav a pîvana dînî ye, dixwazin civak xwedî li mafê xwe yê pêkanîna dînî derkeve, heta ku yekdestdariya wê bi dest bixe (5). Ji bo ku israra xwe ya di prensîpa yekbûna xwedê de nîşan bidin, selefîst her pîrozkirina mirovî ya di navbera bawermend û xaliqê wan de, weke “şirîkê” pisîk ê mirov ku ji xwedê re hatî çêkirin, red dikin. Timî îşaretpêkirina hedîsên gelekî bi kitekit, li gorî wan her tişta bawermend ji bo zelalkirina xwendina wehiyan pê hewce ye, di nav xwe de hildigirin da ku vî bawermendî biparêze ku kes nekeve navbera wî û xwedê de. Kulta xasên xwedê û mirovên pîroz, pîroz û mezin dîtina şêx, sofî yan jî îmamên şîî yên ku weke qet têknaçin navdar in û heta rêzgirtina ji zanyar û alimên nivîsê “yên ku dengê xwe tevlî yê xwedê dikin” jî bi îdîaya zirarê didin prensîpa yekbûna xwedê, tên redkirin.

Wekî din tevgera selefîst para bêhtir baskên bereyên ji wan re tê gotin “piyetîst (li dijî dogmayên ortodaksiya dînî)” yan jî “kiyetîst (ên xwe ji kar û emelê dinê şuştinê, di riya xwedê de ne)” (6) mezin dike, ev jî heta ku ji xwe re bêjin em misilman in, banga serî tewandina li ber her hukûmetê dikin, “bertîlxwar û otokratîk” bin jî. Armanc jî ew e xwe ji zirara herî xirab dûr bigirin: Fitne, ango zirardayîna yekîtiya civaka bawermendan. Li ser banga ulemaya nêzî rejîma suûdî, têra xwe selefîstan dîndariya xwe ji îfadeyên nakok paqijkirin û ji Birayên Misilman veqetiyan. Selefîstên li gorî Birayên Misilman xwediyê nêrîn û awirên kêmtir modernîst, ji Yemenê heta bi Misir û Mexreb’ê, rejîmên weke modernîzator navdar in bi awayekî nakok bêhtir xatirê wan girtin, lewra di vê alînegirtina di hilbijartinan de van rejîman amûreke lawazkirina muxalefeta xwe didît.

Li hin welatên cîhana ereb, selefîst rastî zextan tên yan jî li rojava weke gunehkarê civakî û dînî tên deqkirin. Ji ber vê jî kotaya wan a namzetên “cîhadîst” a çalakiya yekser a li dijî elîtên neteweyî û xwediyên nîzama cîhanî heye. Dema vê dikin ji xwe re Seyid Qutb (7) ê Misirî mînak digirin. Seyid Qutb teza Birayên Misilman di salên 1960’î de radîkal kiribû. Li Erebîstana Suûdî û li Misir’ê, lê her weha li goşe û keviyên Ewrûpayê jî baskê piyetîst tevlî nav refên hin tebgeran dibin, yên mîna ya Cuhayman el-Uteybî, plankarê êrîşa sala 1979’an li dijî mizgefta mezin a Mekehê (8), yan jî dibistana cîhadîst a teorîsyen Seyid Qutb û ya Dr. Eyman el-Zehawirî.

Tevî ku dan zanîn ew her nivîsa “nû” red dikin jî, selefîst bi ti awayî ji bayê dînamîka guhertinê ne parastî ne. Ji Birayên Misilman guhertî, bereya selefîstan bi awayekî xwezayîtir “pirreng” e di pêwendiyên xwe yên bi siyasetê re (weke di vîzyona wê ya rola jinan a civakî ku têde bi awayekî hişk tevlîhevbûna jin û mêran red dike) û yekrengiya wê ya rêxistinî kêm e. Ew bi kelecan pêdiviya “vegereke” ber bi “çavkaniyên” ji tevahiya tevlîbûna mirovan şuştî, destnîşan dike; ev yek ji yên beriya xwe bêhtir, bersivên doktrînal ên zelal dernaxe holê. Di xwendina Quranê ya selefîstan de ji yên beriya xwe bêhtir parastina li dijî şîroveyên guhertî, nîne. Û eger mekanîzmaya ji bo şîrovekirina eyatên xwedê pêwîst hat çêkirin, ew beriya vê, bawermendan ji bandora desthilatdariya demî naparêzin.

Komên bi awayekî zelal ji Birayên Misilman qut bûyî, mîna ku şagirtên Hesen el-Bannah di dema xwe de tevgeriyan, beridîn; ango tevlî hilbijartinan bûn. Li Yemenê jî li Erebîstana Suûdî û Kuweytê jî selefîst qebûl dikin namzetan destnîşan bikin (9). Ev modernîzasyona ku weke xirab rûreşkirina Birayên Misilman rewa dikir, ji niha şûn ve dikare xisleta helwesta selefîstan diyar bike. Di derketina holê ya salên 2000’î ya selefîstan de, Birayên Misliman ên “modernîzator” ew redkirin, bi rengê ku di dema xwe de elîtên “rojavayîbûyî” yên li dijî wan şer dikirin, ew red kiribûn. Di nava qada gelemperiyê de Birayên Misilman doza mafê zêdetir ketine nav kar û barên civakî û siyasî dikin, selefîst berovajî bersivê didin binketina îdîa dikin a şagirtên Hesen el-Bannah e û lidervehiştina daimî ya ku ew bi xwe mexdûrê wê ne. Bersiva wan gengeşe û pratîkên li dijî lidervehiştinê ye. Zelûliya selefîst, xwe ji guhertinê bêhtir di dewamîbûnê de dide der.

Ev dewamîbûn di destûra sembolîk de jî xwe dide xuya kirin; ev destûra ku dike awirên medyatîk ê rojavayî biçin ser: Derdorên selefîst destûrê didin ku mekanîzmaya deqkirin û reşkirinê xwe nû bike, hem jî mîna salên 1970’î. Di salên 1970’î de yekemîn derketina holê ya “îslamîstan” bû. Ev mekanîzma wan ji tevahiya lêkolînên çapemeniyê û tevahiya rêveberiya siyasî ya bi mentiq diparêze.

Wergera ji fransî
Lokman Turgut

Çavkanî

François Burgat:
Zanyarê siyasetê, nivîskarê L’islamisme à l’heure d’Al-Qaida (Di dema el-Qaîde’yê de îslamîzm), weşanên La Découverte, Parîs, 2005.

  1. Bernard Rougier, Qu’est-ce que le salafaisme? (Selefîzm çi ye?), weşanên PUF, Parîs, 2009.
  2. Cemiet Ansar el-Sunna sala 1926’an hat damezrandin ango du salan beriya li Qahîrê damezrandina rêxistina Birayên Misilman, û sala 1931’ê Şêx İbn Badis Komeleya Ûlemayên Cezayîr’ê saz kir.
  3. François Burgat û Mohammed Sbitli, “Les salafis au Yémen ou… la modernisation malgré tout (Li Yemenê Selefîst an jî … tevî her tiştî modernîzasyon)”, Chroniques yéménites, Sanaa, hejmar 12, 2002 . L’Islamisme en face, weşanên La Découverte 2007
  4. Tevahiya kirin, gotin û rabûnûrûniştina pêxember û eshabiyên wî.
  5. Rougier, berhema li jor navbihurî, rûpel 19.
  6. Gilles Kepel, Jihad : expansion et déclin de l’islamisme (Cîhad: ferehbûn û lawazbûna îslamîzmê), Parîs, weşanên Gallimard, 2000.
  7. Rêveberê Birayên Misilman; rejîma serokkomarê Misir’ê Cemal Abdulnasir ew avêt zindanê û sala 1966’an ew bi dar vekir. Ew teorîsyenê ku bû îlhama komên herî radîkal e.
  8. 20’ê Mijdara 1979’an, komeke ji dused îslamîstî mizgefta mezin a Meke’yê dagir kir. Dagirkirinê du hefteyan dewam kir û eger alîkariya cendermeyên fransî nebûya wê bêhtir dewam bikira.
  9. Pascal Ménoret, “Le cheikh, l’électeur et le SMS. Mobilisation électorale et pratiques de votes en Arabie Saoudite (Şêx, hilbijêr û SMS. Seferberiya ji bo hilbijartinan û pêkanînên dengdanê li Erebîstana Suûdî)”, Transcontinentales, Parîs, hejmar 1, somestra 2., 2005