Şerê Balkanan, bîlançoya wî

Translator

Salveger li pey hev tên: 20 salîya destpêka dorgirtina Saray Bosnayê, ji 15 salîya destpêka şerê Kosovayê re hindik ma... Gelo dema dîrokê jî hat? Piştî şahidîyên şokker, analîzên bi zimbeya kunker, alîgirîyên di şer de, lêkolîneka objektîf ya şerê çekdarî yê dawî yê li Ewropayê di sedsala 20an de pêkhatî gelo mimkin e? Axaftinên propagandayê û dij-propagandayê gelo wê dawîyê li parçebûnê bînin? Dema meriv sê pirtûkên nû dixwîne, meriv der barê vê yekê de dikeve gumanan.

Fabrice Garniron dixwaze bi rêya prîzmaya awirê rojnameya Le Mondeyê xwe li "jihevderxistina şerên yugoslavî" (1) biceribîne. Ew werçerxên pirî caran tên jibîrkirin bi bîr dixe. Bi vî awayî heta bi werçerxa salên 1990î rojnameyê bi awayekî biryardar pişta tercîha federalîst a yugoslavî digirt û bi gelek gumanan derketina holê ya daxwazên navendîbûnparêz dişopandin. Nivîskar mubalexekirina propagandayê, kurtebirîya gumanbar a hin întelektuelên pirî caran wekî referans ji ber wan dihat girtin binxêz dike û tunetîya naskirina trajedîya bosnayî ya dema Şerê Cîhanê yê Duyem îsbat dike ya ku bêhtir bi kêra tarîkirin û sergirtina rastîyê dihat û ne bi kêra destûrdayîna fêmkirina wê. Bi her halî, dema ku ew dîroka komkujîya bi rengê qirkirinê ya Srebrenîkayê dide ber xwe, xwe ber dide nav revîzyonîzmê, bi vê jî ew weha ferz dike ku jihevdekirina bûyerekê wê destûrê bide ku tevahîya tiştên meriv dizanin û yên hatine îspatkirin ji nû ve bixe ber lêpirsînê. Ev nêzîkatîya xwar xwe dispêre hîmekî besît ê îdeolojîk: ji ber ku rejîma Slobodan Mîlosevîc ji alîyê kesên ne bi dilê min ve hatîye reşkirin, nabe ku ev rejîm bi tevahî û ji binî ve xirab be.

Pierre Péan jî di berhema xwe ya dawîyê ya li ser şerê Kosovayê de tercîh dike ku helwêsta rojnamevan-dîrokzan dê rastkerê neheqîyan qebûl bike. Projeya wê bêhtir bi dildarî barkirî ye, loma ew hewl dide tevahîya dîroka şer û dema piştî şer ji nû ve binivîsîne, bi wî awayê ku ew bike ku şer bi rengekî global were fêmkirin, çawa ku sernavê pirtûkê jî bi kurtî derdibire: Une guerre juste pour créer un Etat mafieux / Şerekî adil bi tenê ji bo damezrandina dewleteka mafyayî. (2) Nivîskar komek bûyeran û şahidîyên para bêhtir bi wan tê zanîn bi awayekî liberhevgir kontrol dike, lê belê ji ber ku nikare wan di nava çarçoveyeka dîrokî de bi cih bike, ew nagihêje armanca xwe. Erê çerxa propagandayê ya rojavayî bêguman "teşe da" raya giştî di dema şerê 1999an de, lê belê ev têrê nake meriv mubalexeyan eşkere bike ji bo rastîyê ji nû ve saz bike. Wekî reaksîyona li hemberî sazîyên çapemenîyê yên ku wê "ji arnawidan" pêve kesî guh nedana wan, Péan bi awayekî merivî ecêbmayî bihêle alî digire di lêkolîna li ser Kosovoyê de, ew bi tu kesê arnawid re neaxifîye.

 

Nivîsa Maya Kandel bi xwe bi wê îdîayê radibe ku bêhtir hêjayî zanîngehê ye. Pirtûka wê ya ku encama lêkolînekê ye, der barê alîyekî taybet ê nazik ê şerên yugoslavî de ye: angajmana Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ya ku pirî caran behsa wê tê kirin û ti carî bi vî rengî lê nehatîye kolan (3). Nivîskara ku xwe disipêre zanîneka tam a li ser çerxên biryardayînê yên amerîkî, rola lobîyan lêdikole, pêre jî ew bi bîr dixe ku lobîya sirban a li Washingtonê herî kêm bi qasî yên arnawid, bosnayî yan jî xirwatan xurt bû. Bi her halî, vîzyona dîroka şerên yugoslavî ku bingehê berhemê pêk tîne, teleolojîk [li gorî armancê] dimîne: divîyabû ku dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest werdana [şerî] li dijî sirban û nîqaşên dijwar ên ku Senato û Meclîsa Nûneran di navbera 1991 û 1995an de li ser mijara pirsa Yugoslavyayê dan ber xwe jî, di rastîyê de bi kurtî qaşo bi tenê rastîya bi awayekî her diçe bêhtir qebûlkirina vê "erkê" îfade dikin.

 

Ev gurmînî û xirecira angajmanan û vîzyonên alîgir, bêhtir dikin ku meriv hinekî din heyfa xwe bîne bi kêmbûna pir zêde ya lêkolîna zanîngehî ya li ser Balkanan. Dîroka şerên yugoslavî – û gihana di wan a li nav rayên giştî yên rojavayî – hîna jî divê were nivîsîn.

 

 

(1) Fabrice Garniron, Quand Le Monde… Décryptage des conflits yougoslaves / Herçî Le Monde ye… Jihevderxistina şerên yugoslavî, Elya Editions, Grenoble, 2013, 456 r., 26 ewro.

 

(2) Pierre Péan, Kosovo. Une guerre juste pour créer un Etat mafieux / Kosova. Şerekî adil bi tenê ji bo damezrandina dewleteka mafyayî, Fayard, Parîs, 2013, 458 rûpel + lêzêdehî, 24 ewro.

 

(3) Maya Kandel, Mourir pour Sarajevo ? Les Etats-Unis et l’éclatement de la Yougoslavie / Mirina ji bo Saray Bosnayê? Dewletên Yekbûyî û parçebûna Yugoslavyayê , CNRS Editions, Parîs, 2013, 384 r., 25 ewro.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê