"Şerê qirêj" ê UCKyê li Kosovayê

Vegera li ser tawanên mezin
Translator


Dwanzdeh salên piştî şerê ku eyaleta sirbî ya bi piranîya albanî ber bi riya serxwebûnê ve anî, anket û şahidî pêkutîyên ku endamên Artêşa Rizgarkirina Kosovayê (UCK) kirin, diyar dikin. Qurbanên van pêkutîyan hem li nav sîvîlên sirbî, hem jî li nav reqîbên siyasî yên UCKê hene.

Rejîma Belgradê di salên 1990ê de pir zordarî li Kosovaya ku piranîya şênîyên wê alban (arnawid) in, kiribû. Lîga Demokratîk a Kosovayê (LDK) ya Îbrahim Rugova berxwedana siyasî û dûrî şidetê bi gewde dike. Li alîyê din Artêşa Rizgarîya Kosovayê (UCK) ji destpêka 1998ê û pê ve çalakîyên xwe yên gerîlayî belav dikirin.

Ji adarê heta hezîrana 1999ê Rêxistina Peymana Bakûrê Atlantîkê (NATO) Yugoslavya (hingê Sirbistan û Montenegro bû) bombe dikir. Hêzên sirbî li derdora 800 000 alban (arnawid) kirin der, ew jî ji sînor bihurîn û derbasî Albanya, Makedonya û Montenegroyê bûn. Behsa deh hezar kuştîyan tê kirin.
Sirb 10ê hezîranê ji Kosovayê vekişiyan, hêza navneteweyî ya ku Neteweyên Yekbûyî nûnerîya wê dike KFORê erk girte ser xwe, welat kete bin birêveberîya Mîsyona Navbeynkar a Neteweyên Yekbûyî (UNMIK). Xelkê ne alban (sirb û roman û hwd.) ji welat hatin derxistin, li alîyê din LDK û kevnegerîlayên UCKyê hevrikîya hev dikin –UCKyê dezgeheke siyasî ango Partîya Demokratîk a Kosovayê (PDK) damezirand û Haşîm Thaçî bû birêveberê wê.

17ê sibata 2008ê Kosovayê serxwebûna xwe ragihand; Sirbistan wê red dike, di qada navneteweyî de qismî tê qebûl kirin.

Eskerên Hêza Parastina Aştîyê li Kosovayê (KFOR) ango mîsyona NATOyê ya li Kosovayê 27ê çirîya pêşî ya 1999ê ketin welêt. Kosova ji hezîrana heman salê ve di bin birêveberîya demî ya Neteweyên Yekbûyî de bû. Gelek mehan piştî vê yekê, mamosteyekî 50 salî Budimir Baljošević bi çar hevalên xwe re hewl da ji "gettoya" sirbên Orahovac/Rahovëcê (1) lê hatine kom kirin, bireve. Di hemberî serê şexs 1200 markan (600 euro) de romanekî bajêr Agron N. pêşniyarî wan kiribû ku wan bi maşîna xwe bibe bajarê Rožaje yê li Montenegroyê. Sedemên girîng ên N. hebûn ku buhayekî hewqasî giran diyar bike: wî li dezgeha di bin kontrola NATOyê de Mufrezeya Paraztina Kosovayê (TMK) kar dikir; erka TMKyê misogerkirina "ji nû ve vegera nav civakê" ya kevne gerîlayên Artêşa Rizgarîya Kosovayê (UCK) bû. N. berê biserketî çar caran sirbên Orahovacê "derxistibûn". Vî dîwarlêkerî ji bo TMKyê baregeheke nû li bajarê cîran Djakovica/Gjakovë çêdikir û tam li vê deverê pênc sirb bêyî ku şopekê jî li dûv xwe bihêlin, bê ser û şûn winda dibin.

N. yê ku ew bixwe jî tercîh dike bireve û gelek mehan li bajarê Sirbistanê Novi Pazarê "ji bo ewlekarîyê" bimîne, bûyerê weha rave dike: "Ez sekinîm da ku bûrayê xwe bînim, ku diviyabû bi karwanê me re bida rê. Min sirb di maşînê de hiştin. Dema ez ji mala bûrayê xwe derketim, bang li min hat kirin da ku ez xwe veşêrim. Û kesên nasnameya wan nediyar sirb revandin, ji hingê ve tu xeber ji wan nehatiye." Birayê Baljošević hin caran hewl da agahîyan der barê wendakirîyan de bi dest bixe, lê bi ser neket. "Eskerên îtalî yên KFORê hatin min bibînin, polêsên Neteweyên Yekbûyî jî, lê belê min qet tiştek nebihîst."

Mixabin çarenûsa van mirovên wendakirî bi rengekî trajîk banal e. Negovan Mavrić li Velika Hoćayê -warekî dorlêgirtî yê sirban ku bi tenê çend kîlometreyan dûrî Orahovac/Rahovëcê ye –qahwexaneyeke piçûk dixebitîne. Mavrić di heman demê de şaxê herêmî yê komeleya malbatên mirovên hatî wenda kirin, bi rê ve dibe. Ew lîsteya mirovên hatî kuştin yan jî wendakirin yên deverê nîşan dide: Cenazeyên nozdeh sirbên sala 1998ê û 1999ê hatî revandin, hatin dîtin, lê belê 64 kesên din, 55 sirb û neh roman, hê jî wenda ne. Yekemîn sirbê sîvîl 12ê gulana 1998ê hat kuştin, dema ku şerî di navbera polêsê sirb û gerîlayên UCKyê de ji bo kontrola herêma piçûk Orahovacê dest pê kir, hingê li wir gelek sirb diman. Revandina dawî ya sirbekî 28ê tîrmeha 2000ê rû da, ango salekê piştî ku herêma parastina navneteweyî hat saz kirin (nivîsa di çarçoveyê de bixwîne).

Îroj girên li derûdora Velika Hoćayê hemû rez in. Dîmenê hawîrdorê bi kimtên (zîrwe) muhteşem ên ku sînorê di navbera Kosova û Albanyayê de diyar dikin, temam dibe: Çîyayê Şar, yê Paştrîk, çîyayên Has û li bakûrtir ber bi Montenegroyê ve Prokletije, "kimtên bêyom". Berê, alban û sirb bêyî ku şerê hev bikin li şaredarîya Orahovac/Rahovëcê diman, gund jî bi ser vê şaredarîyê ve ye. Ji hezîrana 1999ê ve hejmara sirban li herêmê, li Velika Hoćayê dakete heftsed kesan û sêsed kesên din jî di getoya bajarê jorîn Orahovacê de ketin ser hev. Serjimara wan heta 1999ê nêzî 10 000an bû. Ji gundên xelkê wan tevlihev Zočiste, Opteruša yan jî Retimlijeyê sirb kirin der.

Piranîya sirbên ji Orahovacê "windabûyî" ji tîrmeha 1998ê û pê ve hatin revandin, ango dema ku UCKyê demeke kurt bajar dagîr kiribû. Komeke mezin a sirbên sîvîl ên ji gundê Retimljeyê biribûn wargeheke vê rêxistinê ya li gundê cîran Semetišteyê. Piştî çar rojan bi navbeynkarîya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, jin hatin berdan. Lê belê di nav de ciwanekî 16 salî jî, kesî êdî mêr bi saxî nedîtin. Hin ji wan di nav termên nîsana 2005ê dîtî de hatin nas kirin. Cenazeyên bîst û yek kesan avetibûn goreke komî ya li gundê Volljakë/Volujak ê nêzî Klînayê, pir pir deh kîlometreyan dûrî wir.

Dîwarê Bêdengîyê

Jina bi navê Olgica Božanić a bi eslê xwe ji Orahovacê li Belgradê penaber e. Ew di komeleya malbatên kesên wendakirî de çalak e. Du birayên wê, ap û xalên wê, kurap û kurxalên wê bi giştî nêzî deh xizmên wê hatine winda kirin. Ew îdîa dike ku bi navbeynkarîya cîranên berê yên alban xeber ji yekî ji wan girtiye. Ev alban bixwe jî bi gunehbarîya, hevkarîya rejîma sirb kirine, gelek mehan di destê gerîlayan de girtî mane. Li gor îfadeya wan, sirbên herêma Orahovacê pêşî nêzî wargeha sereke ya UCKyê ya li herêmê, li gundê Drenovac/Drenovcë girtî bûn. Dibêjin, piştî ku şer bi dawî bû, ew veguhastine Devayê, gundekî çîyayên Hasê li ser sînorê Albanyayê. Xuya ye UCKyê ew der kiriye destê xwe û piştî ku artêşa Yugoslavyayê hezîrana 1999ê vekişiya, qereqoleke eskerî veguherandiye navendeke girtinê. Kesên ji Orahovacê yên sax filitî paşê birine Kukës a li Albanyayê û paşê Durrës a li perê deryayê. Ev şahid dibêjin, wan sirb li vir sala 2001ê li girtîgeheke UCKyê dîtine.

Bi her halî em dikarin qebûl bikin ku piranîyeke mezin a sirbên hatî revandin berîya şer bi dawî bibe, di nav sînorên Kosovayê de hatine qetil kirin. Li hemberî vê, tevî ku hîpoteza veguhastina ber bi Albanyayê ve ji zû ve hatiye bi pêş xistin jî, şopa kesên, piştî ku eskerên NATOyê dest bi wezîfeyê kirî hatin revandin, winda dibe. Payîza 1999ê serokê Komîteya Helsînkîyê yê Sandjaka Novi Pazarê –dezgeheke herêmî ya serbixwe ya Komîteya Helsînkîyê ya Sirbistanê - Šefko Alomerović demeke dirêj li ser vê mijarê lêkolîn kiribû. Rapora wî îro peyda nabe, Alomerović bi xwe sala 2003ê rehmet kir. Di hevpeyivînên pê re yên sala 2000ê de ew îdîa dike ku jê hatiye biçe serdana pênc navendên girtinê yên li nav Kosovayê. Ev avahîyên piçûk para bêhtir garaj an jî avahîyên pîşesazîyê yên li derdora bajaran in. Di van de ji deh ta pêncî kes dihatin girtin. Li gor wî, tevahîya van wargehan ji alîyê fermandarekî bi navê Mala –navê wî yê bi rastî Alush Agushi ye û nêzî Ramush Haradinaj e (2)– ve tên bi rê ve birin. Ew dibêje, malbatên kesên hatî wenda kirin hewl dane xizmên xwe "bikirin"; di vê navberê de tevî ku mîqdarên mezin ên pereyan dane navbeynkaran jî, li gor komeleyên malbatan, tu kes nehatiye azad kirin. Heta dibêjin bi niyeta berdêleke bi girtîyên alban ên li Sirbistanê –di dawîya sala 2000ê de hejmara wan weke heştsedî hatibû texmîn kirin–, hin sirb girtî dihatin hiştin.

Hê jî mirov nikare behsa tu pêguhurkan bike. Li gor hin çavkanîyan, dema ku Belgradê qanûneke efûyê derxist û albanên guman ji wan dihat kirin, endamên UCKyê ne, berdan, gelek girtîyên sirb sala 2001ê hatine kuştin. Hin navendên girtinê yên Kosovayê berîya veguhastina girtîyan ber bi Albanyayê ve weke "wargehên qonaxê" hatine bi kar anîn. Alomerović yekemîn kes e ku qala bazirganîyeke organên bedena mirovan kir. Li gor zena wî, tevnên sûc ên navneteweyî ev organên ku endamên UCKyê ew temîn dikirin, dikirîn.

Piştî van aşkerekirinên Alomerović tu lêpirsîn nehatin dest pê kirin. Ev aşkerekirin ji alîyê rêxistinên navneteweyî yên li Kososvoyê ve, di serî de jî ji alîyê Mîsyona Neteweyên Yekbûyî (UNMIK) ve ya ku hingê Bernard Kouchner ew bi rê ve dibir, hatin red kirin. Alomerović weke çalakgerekî navdar ê parastina mafên mirovan û muxalifê demdirêj ê rejîma Milošević behsa "dîwarekî bê dengîyê" yê bi rastî dikir, (3) li beramberî delîlan jî KFORê hebûna navendên girtinê li Kosovayê înkar dikir...

Kevne serdozgera Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya ji bo Yugoslavyayê (ICTY) Carla Del Ponte jî di bibîranînên xwe de behsa vî "dîwarê bêdengîyê" dike. Ew dibêje, dema wê xwestiye lêkolînê li ser windabûna sirbên sîvîl û hîpoteza bazirganîya organên bedana mirovî bike, li vî dîwarî qelibîye (4).

Konseya Ewropayê ji bo raporekê binivîse Dick Marty wezîfedar kiribû. Çawa ku Dick Marty jî ji dema weşandina vê raporê û vir ve di gelek hevpeyvînan de îşaret pê dike, "li Kosovayê herkesî" bi windabûna sîvîlên sirb dizanî, herkesî herweha bi di dema şer de girtina gelek albanên guman ji wan dihat kirin "hevkarên" rejîma sirb in jî dizanî. Rojnameyeke Prîştînayê Bota Sot ji 1999ê û vir ve timî tinekirina fizîkî ya sempatîzanên Lîga Demokratîk a Kosovayê (LDK) - di dema şer de û piştî şer partîya Ibrahim Rugova –aşkere dike. Serredaktorê Bota Sotê Bajrush Morina rewşê xulase weha îfade dike: "Ji 1999ê û vir ve sê hezar kes li Kosovayê hatin kuştin, bi tenê şeşsed ji van kuştinan hatin ron kirin. Pir behsa tolhildana malbatî hat kirin, lê belê ya qewimî para bêhtir kuştinên siyasî bûn." Rojnameyê bixwe berdêla vê ya xwînê da: Du rojnamevanên wê hatin kuştin, Morina bixwe jî demeke dirêj neçar bû di parastina parêzvanên çekdar ên şirketeke taybet a ewlekarîyê de cihê xwe biguhere. Dîsa jî agahdarîyên rojnameyê weşandî timî ji ber têkilîyên di navbera Bota Sot û LDKyê de gumanbar hatin dîtin.

Navêndên girtinê yan qesebxane?

Ev rojname bi rêk û pêk behsa hebûna navendên girtinê yên li Kosova û Albanyayê jî dike, li van navendan albanên bi "hevkarîyê" dihatin gunehbar kirin, dihatin girtin. 28ê sibata 2011ê doza du kevne fermandarên UCKyê Sabit Geci û Riza Aljaj li dadgeha Mitrovica dest pê kir. Her du jî bi gunehên giran ên li wargeha Cahanê tên tawanbar kirin. Ev wargeh li çîyayên bakûr ên Albanyayê bi tenê çend sedmetreyan dûrî sînorê Kosovayê ye.

Gundê çîya ê piçûk Cahan di dema şer de weke navenda lojîstîka UCKyê û baregeha pişt bereyê ya dildarên li Kosovayê şer bikin, hat bi kar anîn. Zilamê xurt ê deverê Bedri Cahani qebûl dike ku şênîyên Cahanê qaçaxçîtîya cixareyan a bi Kosovayê re dikirin û ew payîza 1997ê tevlî gerîla bûye; karê wî dikir jî ew bû ku şervanan bi şev di çîyê re derbas bike. UCKyê qişleyeke kevin a artêşa Albanyayê ya ku sala 1992ê hatî vala kirin, weke baregeh bi kar dianî. Avahîyên vê qişlê îro jî di ketina gund de li ser xwe ne. Ji bo ku ji gundikê Kruma mirov bigihêje Cahanê divê mirov di rêyeke xirab a çîyê re deh kîlometre rê biçe. Dever dûrî awiran e û Marty dibêje, li qişleya kevin navendeke girtinê jî hebû.

Cahan: Dojeh

Z.Z. du meh û nîvan li "dojeha" Cahanê maye û ew yek ji şahidên sereke yên doza Geci û Aljaj e. Ew behsa muameleya xirab a sîstematîk û kirinên êşkencê yên giran dike. Li ser hin girtîyan hatiye ferz kirin ku bi hev re bikevin munasebeta cinsî, li yên din bi îdamên sexte êşkence hat kirin. Ew di vê navê de bawerîyê dide û dibêje "bi îhtîmaleke mezin ez girtîyê ku herî zêde li Cahanê mayî me û min bi tenê girtîyên alban dîtin". Z.Z. kite bi kite dibêje ku wî dîtiye lîderên herî girîng ên UCKyê di Cahanê re derbas bûne û navê serokwezîrê niha yê Kosovayê Hashim Thaçi di nav van de hildide.
Tevahîya mirovên di dema mehên şer ên bihara 1999ê de li Cahanê girtî bûn, weke Z.Z. kadroyên LDKyê bûn û bi awayekî giştî li bajarên Kukës û Kruma hatibûn girtin. Penaberên ku hêzên sirb ew ji Kosovayê kirî der li van her du bajaran civiyabûn. Hin ji wan di nav Hêzên Çekdar ên Komara Kosovayê (HÇKK) de bûn. HÇKK tevgera gerîla bû ku hevrikîya UCKyê dikir û ji alîyê partîzanên Ibrahim Rugova bi awayekî kêm serketî li Kosovayê hatibû damezirandin.

Marty di rapora xwe de îşaret bi berpirsiyarîya taybet a beşeke di nav UCKyê de dike. Ew navê "koma Drenicayê" li vê beşê dike û navên Hashim Thaçi, Azem Syla, Xhevat Haliti, Kadri Veseli, Fatmir Limaj, Sabit Geci û Riza Aljaj dijimêre. Ev kevne fermandarên gerîla bi rastî jî bi eslê xwe ji Drenicayê ne, lê belê xaleke wan a din a hevbeş heye: Hemû endamên Tevgera Gel a Kosovayê ne (LPK), komeke neqanûnî ya îlhama wê marksîzm-lenînîzma "enwerîzm" e, ango hevalbendên rejîma stalînî ya Enwer Hoca.

Ev tevger di nav dîasporaya albanî ya li Swîsreyê pêk hat, li Kosovayê tevneke wê ya têra xwe fireh a milîtanên bi dizî hebû. Ya ku sala 1996ê biryar da UCKyê damezrîne jî LPK bû -bi anîna cem hev a çend komên çete yên li Kosovayê, bi taybetî li herêma Drenicayê çalak. Di nav çeteyan de mirovê herî navdar "fermandarê efsanewî" Adem Jashari, yê xwe bi rastî fedayî Kosovayê kirî bû; Jashari 6ê adara 1999ê ji alîyê polêsê sirb ve hat kuştin. Kurapê wî Gani Geci, ew jî yek ji çeteyên destpêkê bû, bi zor ji êrişeke sala 2001ê sax filitî. Ew qet tevlî PDKya ku yekser warisê LPKyê bû, nebû. Ew ji mabata bayraktaran –"siwarên gund" ên împaratorîya osmanîyan– a gundê Llausha ya li navenda Drenicayê ye. Ew tim di nav refên LDKyê de çalak bû, paşê ew demeke kurt li parlemana Kosovayê, dewra bihurî bû parlemanterê partîyeke piçûk a ji LDKyê veqetyayî.

Gecî dibêje: "Em dilsozên Ibrahim Rugova bûn, me qet nebihîstibû behsa LPKyê yan jî ya FARKê bê kirin; ji bo ku me navê UCKyê tevahîya şervanan dikir yek. Dema ku zilamên UCKyê ji Swîsreyê hatin, me ew hewandin. Pereyên wan hebûn, sîleh temîn dikirin, lê belê em zû pê hesiyan, ya ku wan dixwest bi tenê desthilatdarî bû." Li odeya xwe ya muhteşem, odeya li gor rêûresmê xanîyê xwe yê pir mezin, yê piştî dawîhatina şer, ji nû ve hatî ava kirin, Geci kêlîyekê hizirî û paşê dewam kir: "Bi her halî, wan qet şerê sirban nekir. Ji bo şerê li dijî sirban, wan pişta xwe bi NATOyê rast dikir. Wan bi tenê şerê albanên din kir da ku desthilatdarîya xwe ya mutleq ava bikin; piştî ku şer bi dawî hat wan ji Kosovayê birêkûpêk xerac stand."

Ajanê Albanyayê û Serkêşê Mafyayê

Raporeke NATOyê ya sala 2003yê ya ku hê nû ji nav raporên veşartî hat derxistin, van îdîayan bi awayekî fireh piştrast dike. Ev rapor Xhevat Haliti weke "serkêşê mafyayê" yê Kosovayê bi nav dike. Li gor raporê, ji qaçaxçîtîyê heta bi bazirganîya narkotîkê û fuhûşê, ew piranîya çalakîyên neqanûnî kontrol dike. Haliti yek ji kadroyên payebilind ê LPKyê ye û çawa ku herkes pê dizane, ajanekî rêxistina îstîxbarata Albanyaya stalînîst, Sigurimiyê bû. Ew yek ji lîderên sereke yên şebekeya ku Marty weke "koma Drenicayê" behsa wê kirî ye. Ev kom di rastîyê de bi strukturên birêveber ên LPK û PDKya niha re weke hev e.

Ji bo ku ya dixwaze bi dest bixe, PDKyê pişta xwe bi dezgeheke xurt rast dikir: Shërbimi informativ i Kosovës (SHIK), rêxistina îstîxbaratê ya ku ji alîyê Kadri Veseli û Azem Syla ve dihat bi rê ve birin. Dawîya 2009ê, aşkerekirinên kevne ajanekî SHIKyê Nazim Bllaca, Kosova hejand. Bllaca bi awayekî aşkere li kuştina hevkarekî alban ê polêsê sirb mikur hat. Bllaca di hepsa malê de ye û li benda doza xwe ye. Di vê navberê de dikare ji nû ve xwe di çapemenîyê de îfade bike. Di hevpeyvîneke çileya 2011ê ya di rojnameya Koha Ditore de ew îdîa dike ku SHIKyê "di nav mehên piştî avakirina herêma parastina navneteweyî de şeşsed û di nav salekê de hezar kes" kuştine.

Li Kosovayê ziman êdî xwe azad dikin, qet nebe der barê çalakîyên şidetê yên UCKyê de yên li dijî albanên bi hevkarîyê dihatin gunehbar kirin yan jî fikra wan a siyasî ne weke yê gerîla bû. Li hemberî vê tu kes naxwaze behsa çarenûsa sirbên wendakirî bike. Z.Z. rave dike ku dema şer bi dawî hat, ew ji wargeha Cahanê veguhastine bajarê Prîzren ê li Kosovayê: "Ez gelek rojan di kîlereke xanîyekî de hatim girtin, bi min re heft sirbên kal û romanek hebûn. Em du girtîyên alban ên ji wargeha Cahanê bûn. Gardîyanên me zor li me dikirin da ku em li sirbên kal bixin. Di dawîyê de eskerên KFORê yên elman ez azad kirim, lê belê berîya ev yek biqewime, sirb birin cihekî ku ez nas nakim." Me nedikarî piştrast bikin ka gelo piştî şer girtîyên sirb ên ku ji bo wan dibêjin organên wan ji bo bazirganîya organan dihatin bi kar anîn jî birine wargeha Cahanê yan na. Li hemberî vê li wargeha Cahanê navendeke êşkencê ya ji bo kesên ji UCKyê "veqetiyayî" hebû; eskerên yekîneyên taybet ên artêşa amerîkî di bihara 1999ê de bi rêk û pêk diçûn vê baregeha gerîla (5).

Çavkanî

Jean-Arnault Dérens:
Serredaktorê Courrier des Balkans (http://balkans.courriers.info). Pirtûka wî ya dawîyê hatî weşandin: Voyage au pays des Gorani. Balkans, début du XXIe siècle(Rêwîtîyek ber bi welatê Gorani. Di destpêka sedsala 21ê de Balkan), bi Laurent Geslin re, weşanên Cartouche, Parîs, 2010.

  1. Awayê pêşî navê bi sirbî yê bajêr e, yê duyem navê bajêr ê bi albanî ye
  2. Kevne fermandarê UCKyê yê li rojavayê Kosovayê, Haradinaj sala 2005ê serokwezîrê Kosovayê bû. Hê jî partîya xwe ya bi navê Hevgirtina ji bo Siberoja Kosovayê (AAK) bi rê ve dibe, niha li girtîgeha navneteweyî ya Scheveningenê tê girtin û li hêvîya doza xwe ya li dadgeha temyîzê ya TPIYê ye. Di dadgeha destpêkê de beraet kir, gelek şahidên alîyê gunehbar dike, hatibûn qetil kirin yan jî ji îfadedanê xwe dan paş
  3. Bixwîne: Vanja Mekterovic û Vladimir Radomirovic, "Kosova: l’archipel des camps de l’UCK (Kosova: Tevna wargehên UCKyê)", Le Courrier des Balkans, 17ê nîsana 2000ê, http://balkans.courriers.info
  4. Carla Del Ponte, La chasse. Les criminels de guerre et moi (Nêçîr. Sûcdarên Şer û Ez), Héloïse d’Ormesson, Parîs, 2009
  5. Ev yek îfadeya bijîşkekî awûsturyayî Craig Jurisevic piştrast dike; Blood on my hands. A surgeon at war (Xwîna bi Destê Min ve. Di şer de Cerrahek), Melbourne, Wild Digo Press, 2010

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê