Şîddeta li dijî kurdan û neteweperestiya tirk

TİRKİYE
Translator

Li bajarên mezin ên tirkan, kurd rojane bi hewldanên qetilkirinê, êrîş, destdirêjî û dijûnan re rûbirû ne; ev jiyaneke rojane ya pêşhukim û dîtina dijminane ye. Ji bo welatiyên kurd, jiyana rojane veguheriye ya lidervehiştin û êrîşên bi ser kurdan de. Êrîşkar ji aliyê kesên xwediyê heman zêhniyet û fikrî ve tên parastin û ji aliyê pirraniyeke bêdeng ve bi awayekjî neyekser ji bo êrîşên bi vî rengî tên teşwîqkirin û kirinên wan tên rewa kirin. Tevî şerê eşkere yê di navbera PKK’ê û artêşa tirk de yê li çiyayên Kurdistan’ê, şîddet û dijminahiya kurdan li bajarên mezin ên Tirkiye’yê ketiye qonaxeke bi tehlûke. Rûbirûbûneke bi van dijberiyan û lêkolîneke li ser sedemên şîddeta bi vî rengî ya li dijî hindikahiyên dînî û etnîk gelekî kêm tê kirin. Belê, lê sedema bingehîn a vê “kînê” û zêdebûna cihêkarî, lidervehiştin û rasîzman li Tirkiye’yê çi ye? Ji bo çi hê jî jênehatîbûna siyaseta tirk di bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd de dewam dike? Yan jî gelo daxwaza çareserkirinê nîne û eger nîne, çima? Ez dixwazim di vê gotarê de bi van pirsan û pirsên mîna van dakevim.

Çareserkirina pirsgirêkê yan parastina pirsgirêkê?
Mirov berê awirên xwe bide ser pêvajoya pirsgirêkên li Tirkiye’yê, her weha yên li Yûgoslawya, Hindistan an jî Bakurê Îrlandayê, mirov dibîne: Ne înkar dibe sedema pirsgirêkan, lê belê pirsgirêk ji ber çi sedem û berjewendiyan derketibin holê bila derketibin, bi xwe înkarê diafirînin. Para bêhtir ev înkar ne çavkaniyên pirsgirêkan in, berevajî navgînek in ji bo ku pirsgirêk demeke dirêj hebe û dewam bike. Dema mirov wisa bawer dike ku bi pirranî di pirsgirêkan de tişta hîmî û girîng çareserkirin e, hingî mirov nabîne ku pirsgirêk ji bo xwe yan jî ji bo dînamîkên civakî tên dewamkirin û ev dînamîkên civakî jî bi riya pirsgirêkan tên seferberkirin. Sedema vê jî ew e ku di gelek pirsgirêkan de kes hene ku karê wan ji çareserkirinê bêhtir di pirsgirkan bi xwe de heye. Ev yek ne bi tenê bi rant û kurtêlxwurên şer re sînordar e ku bi taybetî jî di warê aborî de – nexasim ji pirsgirêkên bi şîddet – kar dikin. Nexêr, tiştên din jî hene ku mirov dikarin ji pirsgirêkekê bi dest bixin: Şeref û hêz, alîgirên dilsoz, netewîbûn û nasname.

Nasnameya neteweperest û rewakirin
Hebûna komên etnîk û dînî ên cihêreng li welatên demokratîk weke pirrengî û dewlemendiyê tê dîtin. Şertê vê helwesta erênî hebûna sîstemeke demokratîk û mirovên bi pirranî demokrat in. Dewletên neteweperest, weke Tirkiye’yê ku bi riya kemalîzmê şîara wê “yek al, yek netewe û yek etnîsîte” ye, nasnameyên cihê bi kar tînin da ku pirsgirêkê ji bo berjewendiyên xwe dijwartir bikin. Li pey daxwaza derûnî ya lêgerîna nasnameyeke pozîtîf “ez kîm e?”, analîzên siyasî, civakî, aborî, dînî û etnîk nayên kirin (û ne analîzek bi tenê heye), berê vê lêgerînê didin ser endametiya yek koma diyar ango “tirk.” Ya esas, meyila mirovan ber bi têgîneke erênî ya xwe bi xwe heye (Turner, 1979). Ji ber ku beşek ji têgîna me bi xwe (yan jî nasnameya me) ya têkildarî grêdana bi komekê ve ji berê ve hatiye binavkirin, hingî naxwe divê her wiha ji bo nêrîna bi çavekî erênî li koma xwe bi xwe pêştercîhek hebe. Bi riya îdeolojî û pîvanên siyasî ev nirxandinên erênî dikarin werin nepixandin û mubalexekirin. Encama liberhevgirtina di navbera koman de ji bo ferdan gelekî girîng e, lewra bi awayekî neyekser hêzê dide bawerîbixweanîna me. Eger koma ferd endamê wê (li vir “tirk”) di aliyekî nirxan de bi awayekî zelal weke çêtir dikare were dîtin, hingî mumkin e ku di encama vê de koma din weke kêmnirx û piçûk were dîtin. Bi vî rengî zextek pêk tê ya ku cihêrengbûnê ferz dike. Endamên komên cihê jî hewl didin koma xwe bi awayekî pozîtîf ji ya din cihê bikin. Bikaranîna şîddetê û cihêkarî di vê pêvajoya “nirxpêdana pozîtîf” a koma xwe bi xwe de, derfet û îhtîmal in.

Pirsgirêk seferber dikin, mijarên tevgerên civakî li dora wan dibin kom, diafirînin. Ew dijberan, belê herweha civatan jî çêdikin. Bi vî rengî mirov dikare weha maneyê bide pirsgirêka li Tirkiye’yê: Bi destê kemalîzmê avakirina – û bi şîddetê pêkanîna – dijminahiya tirk û kurdan bi riya jihevcihêkirina tirk û ne-tirkan, beşek ji projeya neteweperest e ku armanca wê ji derve xwecihêkirin û li hundir yekîtî ye. Di vê çarçoveyê de kurd dibin dijminê yedek, ne-tirk, ango di pratîkê de yên din. Li vir ya ku “nasnameya gelekî” ava dike li gorî dost û dijmin jihevcihêkirin e.

Dezavantaja bawerî bi hebûna tê kirin
Pirsgirêkên herêmî yê di navbera koman de, şerê çekdarî yê bi PKK’ê re û her weha tevgerên dînî-neteweperest para bêhtir weke reaksiyonên parastinê li hemberî şert û mercên heyî hatin nirxandin. Serboriyên biyanîbûnê, şert û mercên bênirxbûna civakê û anomî, bêparbûna nisbî weke ku pêkhatina wê rave bikin, xuya dikin. Rêbazên sosyolojîk ên rêûresma Emile Durkheim timî bi lez guherîna civakî-aborî, bajarîbûn, ferdbûn, bênirx dîtina rêûresmê û dîn (Max Weber “jêçûna efsûna dinyayê”) û bi serê xwe modernîte (weke pêvajoya jihevcihêbûna civakî) ji serborî û tecrûbeyên anomiyê (dûrbûna ferdan ji nirxên civakê) û weke encam ji girîngiya zêde dibe ya siyaseta nasnameyê, berpirsiyar digire (Castell, 1997).

Ji bo dijwarkirina pirsgirêkeke di navbera du koman de divê lihevnekirineke (yan jî nakokiyeke) tê hîskirin di navbera tişta ya mirov e û ya ku mirov ji xwe re weke heq dibînine de di rastiyê de yan jî bi awayekî lihevçêkirî, zelal were darîçavkirin. Ev lihevnekirin dikare bi riya liberhevgirtina di rabihuriyê de bi koma xwe re yan jî - hê bêhtir – bi komên din re derkeve holê. Ev liberhevgirtin bigihêjin asta kendaleke di navbera ya bidestketî û ya hatî hêvîkirin, hingî mirov xwe têra xwe motîvebûyî hîs dikin da ku guhertineke civakî bidin destpêkirin. Ev yek nexasim dema ku liberhevgirtin di navbera koman de tê kirin û ne di navbera ez bi xwe û yên din te tê kirin, pêk tê (Castell 1997; Turner 1992).

Di encama rêzek lêkolîn de hat nîşandan ku pêşhukim, helwestên rastgir ên radîkal û heta ji bo şîddetê amadebûn, eleqeya wan bi pêbarbûn û mehrûmbûna civakî re heye (Zick 1997). Koma pirranî ya “tirkan” divê xwedî wê hîssê be ku li gorî hindikahiya ne-tirkan (weke mînak kurd, ermenî, rûm û hwd.) bi dezavantaj be. Bi desteka fikrên neteweperest û endambûna komeke nirxbilindtir a bawerî pê heye, dibe ku hîsa dezavatajîbûnê li cihê kar, di siyasetê de û li dibistanan bibe sedema cihêkariya li dijî ne-tirkan.

Projeya neteweperest
Pir caran belavbûna neteweperestiya tirk û şîddeta li dijî kurdên li Tirkiye’yê weke reaksiyonek yan jî xweparastina ji “fikrên biyanî” yên mîna komunîzm, demokrasiya girseyî yan jî tirsa ji damezrandina dewleteke kurd hatin nirxandin. Lê belê şîddeta di navbera tirk û kurdan de ya niha li Tirkiye’yê heyî, mirov nikare bêyî projeya neteweperest a Tirkiye’yê fêm bike. Ev ne projeyeke xweparastinê ye, berevajî êrîşkar e: Li gorî têgihiştina dewleteke pirranîparêz, pêkanîn (û ferzkirina) yekîtiyeke ku li dora endametiyeke lihevçêkirî ya etnîk hatiye binavkirin, armanca vê projeyê ye.

Têkoşîna kurdan a ji bo nasnameya wan û çanda wan, şerê çekdarî ê kurdan li dijî artêşa tirk, tirsên neteweperestî yên elîta desthilatdar xurt dikin û ew jî tirs û êrîşkariya xwe li ser gelê tirk didin xuyakirin.

Weke mînak ji damezrandina komarê û vir ve, artêşa tirk veguherî semboleke navendî ya yekîtî û lidervehiştinê, ji bo diyarkirina yên ku li gorî fikrê neteweperestiya tirk rewa ye di civaka tirk û siyaseta wê de cihê xwe bigirin û yên ku “biyanî” ne.
Di dema diyarkirinê de pêvajoyên diyar ên tevlîkirin û lidervehiştinê birêve diçin û ev pêvajo komeke em/dubeşkirina civakê li gorî tirk û ne-tirk xurt dike û berbipêş ve dibe. Ji bo ev pêk were ji destpêka damezrandina Komara Tirkiye’yê û vir ve bi riya sîstema perwerdeyê, çapemenî û tevnên din ên cur bi cur û rêxistinên wan ev îdeolojiya “kemalîzmê” xistin hundirê her mal û saziyê.

Li aliyê din axaftina bi zimanê kurdî, xwe weke endamê nasnameya kurd qebûlkirin û têkoşîna siyasî ya kurdan qaşo nîşanên biyanîbûna kurdan û êrîşkariya wan a li dijî yekîtiya tirkan in. Ev nîşan jî bi peyvên mîna “terorîzm” û PKK tên bi gewdekirin. Atatürk û îdeolojiya wî ya neteweperest a bi navê kemalîzm, ji bo tirkîtiya neteweperest semboleke cihê xwe girtî ye, ev tirkîtî jî li ser tevahiya komên siyasî û dînî di şerê hevpar ê li dijî tehlûkeya ji derve de bûye yek. Ev nirx û sembol divê hem ferdî û hem jî komî werin parastin. Nîqaşkirina vê di cih de weke xiyanetê tê binavkirin.

Helwesta dij-kurd
Helwesta dij-kurd a ji damezrandina Komara Tirkiye’yê û vir ve ango ji 1923’an û vir ve heyî, ya ku di dema darbeya eskerî ya Kenan Evren a sala 1980’î de îdeolojiya dewletê ya ferzkirî bû, piştî destpêkirina hevdîtinên endametiya Yekîtiya Ewrûpa’yê di pratîkê de di şevekê de hatin redkirin û li ber çavên raya giştî paşê navê wê weke “pêşîlêvekirina kurd” hat hildan û çend hefteyan paşê weke “pêşîlêvekirina demokratîk” ev nav hate sererastkirin. Ev pêvajo bi bayê bezê hê di malzarokê de hate fetisandin, lewra gavên ji bo vê pêwîst ên ber bi demokrasiya di nava gewdeyê dewletê de bi xwe û nîqaş û guftûgoyên raya giştî di nava civakê de nehatin pêkanîn.

Tirkiye ya ku kolektîf û komî renggirtî tevî mirovên xwe yên xwedî meyilên li gorî reûresman, berjewendiyên tevahiyê, di vê rewşê de yên Tirkiye’yê, li pêşiya mafên ferdan digire û her weha li pêşiya mafên kurdan û hindikahiyên din jî (Kizilhan 2008).

Girîng e mirov hin tiştan li ser çarçoveya siyasî ya damezrandina Komara Tirkiye’yê bibêje. Bi vî rengî wê zelal bibe, jihevdeketina Împaratoriya Osmaniyan ku qet nebe pêncsed sal di ser xwe re bihurandin, bandora xwe li têgihiştina azadî û demokrasiyê ya dewleta piçûk a nû damezrandî kir û sîstema huqûqî ya civaka tirk îro jî xwe disipêre vî hîmî (Steibach 2000).
Ji destpêka sedsala 19’an û vir ve ji bo elît û întelektuelên tirkan maneya azadiyê lêgerîna li têgînên rizgarkirina (Dabag 1998) Împaratoriya Osmanî ya ji hev de diket bû. Di serî de întelektuelên bandora Şoreşa Fransa’yê gelekî li wan bûyî, li hin riyan digeriyan da ku sazî û dezgeha mezin a rêveberiya îdarî, eskerî û aborî reformîze bikin. Armanca wan ti carî ne azadiya ferdî ya mirovan bû (Akşam 2006).

Mirov ji aliyê Îslamê ve lê binêre, fikrê azadiyê hingî jî û îro jî, ti carî ji bo ferdan nehat nîqaşkirin, berevajî ji bo tevahiya civakê fikrê azadiyê hat guftûgokirin. Ji ber vê yekê jî ne bi tenê pirsgirêkên etnîk û dînî, daxwazên hindikahiyan timî weke êrîşên li dijî tevahiya Tirkiye’yê û weke hewldanên jihevdexistina Tirkiye’yê tên nirxandin (Steinbach 2000), heta bi mexdûrên binpêkirinên mafan ên ku weke ferd serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa’yê didin û gilî dikin jî tên gunehbarkirin ku destekê didin rûreşkirina Tirkiye’yê û hewl didin dewletê teşhîr bikin. Ev awayê fikr ê kolektîf bandora xwe li tevahiya civakê dike û tesîrê li helwest û kirinên wê dike. Ango dema ku mirovan di dema damezrandina Komara Tirkiye’yê de behsa azadiyê dikir, maneya vê azadiyê azadbûna civakê ji bin nîrê desthilatdariya biyaniyan û li dinyayê ji nû ve avakirina prestîja tirk-osmanî bû.

Azadiya bi maneya azadbûna ji ferzkirin û desthilatdariyên berê û her weha pêvajoyeke ferdbûyînê ya modern bi tenê azadbûna ji hêzên derve û hundir bû ku li pêşiya pêkhatina siyasî ya împaratoriya tirk asteng bûn. Îro bi xwe jî maneya azadiyê, azadbûn û bi awayekî azad pêkhatina berjewendiyên neteweyî yên tirk û fantaziyên desthilatdariya dewleteke tûranî ye ya ku sînorên wê ji Anatol’ê digihijin Çîn’ê (Dabag 1998).

Bi heman rengî têgihiştina sekularbûnê jî li Tirkiye’yê xwe disipêre heman zêhniyetê: Kemalîzm îdîa dike ku ew nûneriya laîktiya bi rastî dike. Fikrê xwe disipêriyê jî ew e ku Kemalîzm “dîn nîne, lê belê şêwazekî jiyanê ” ye û ji ber vê yekê jî bi şertê ku qebûl bikin tirk in û xwe bi vî rengî bi nav bikin, dikare mirovên ji her baweriyê bihewîne. Ji ber vê yekê bi awayekî ku bi zanistî nikare were piştrast kirin, heta kenê mirov pê were hewl hat dayîn peyva etnîk “tirk” weke peyveke di ser etnîsîteyan re bi nav bikin ku komên etnîk ên li Tirkiye’yê giş karibin pê werin binavkirin û ev komên etnîk jî weke tirk werin binavkirin.

Ji bo berbelavkirina neteweperestiya tirk şîddeta dewletê
Tirkiye weke dewlet û îdeolojî xwe bi kirin û çalakiyên cur bi cur yên şîddetê terîf dike û her weha bi awayê taybet ê pê sedemên şîddetê tên ravekirin û rêxistinkirin jî. Van şêwazên taybet kir ku neteweperestî û rêxistinên neteweperest belav bibin. Şîddeta li dora vê dijmindîtinê hatî birêxistinkirin, dikarî pêşî pirsgirêkên civakî yên deveran bike herêmî û di bin navê “pirsgirêka terorîzmê” de hemûyan li hev zêde bike. Ya diduyan, ji şîddetê hat ku nerazîbûnên ji dewleta tirk ên cihê û gelek caran jî berevajiyê hev bûn, bihewîne û rexnekirina dewletê jî herêmî bike. Ya sisiyan şîddetê dikarî pêşniyarên ji bo beşdarbûn û hewldanên azadiyê biafirîne û qadên mirov dikare têde tevbigere veke ku şêwazên siyaseta parlemanteriyê nikarin pêk bînin.

Ya rastî jixwe diyar dibe ku pirsgirêkên civakî yên ku projeya yekîtiyê pêwîst dikin destûrê nadin ku daîmî ji holê werin rakirin û timî dîsa ji nava mentiqê xwe bi xwe ji nû ve derdikevin holê. Lê belê ji projeya yekîtiyê têgihiştina neteweperest a dewletê paş ve dimîne. Maneya vê ew e ku rast e, seferberiya neteweyî û timî hebûna nimûneyên rewakirinê yên pirraniyê nikarin yekîtiya tê hêvîkirin pêk bînin, lê belê wan paşvexistineke misêwa ya rewabûn, normalbûn û siyaseta înkarê lawaz kir.

“Nerewabûna” kurdan
Neteweperestiya esensiyalîst (ya xwe disipêre cewher) a komên neteweperest ên tirk û şîddet ku di ser wan re rêxistinkirî (carcaran herêmîparêz in, weke mînak herêma Derya Reş, herêmên kurdan û hwd.), ji hev cihêkirin û jihevdiyarkirina zelal a dost û dijmin ferz dike; welatiyên rewa ji welatiyên nerewa cihê dike. Pirsgirêk di heman demê de dikare bibe wesîleya yekîtiya di navbera van komên neteweperest de, weke mînak yekîtiya di navbera CHP û MHP’ê de lewra naveroka pirsgirêkê gelekî zelûl e. Tişta di pirsgirêkê de diyar û darîçav mexdûr û sînorê di navbera dost û dijmin de ye. Pirsgirêk zelûl e, lewra ji vê û wê de di warê naverokê de pûç û vala ye. Ji bilî kişandina vê xeta sînor, ti mijara wê ya diyarkirî nîne. Zelûliya şemaya dualî, milîtantiya şêlû ya ku di warê xîtab û pratîkê de kişandina xeta sînor diyar dike, hevnegirtin û nakokiyên îdeolojîk di berjewendiyên komên cihê yên di nava heman “bereyê” de bêqîmet dike.

Li bajarên mezin ên tirk, şîddeta dişibe qirkirinê ya li dijî kurdan an jî şer û texrîbata li herêmên kurdan ên Tirkiye’yê, ne ji ber mecbûriyetên avahiyê (strukturel) yan jî mecbûriyetên civakî pêk tên; sedema pêkhatina wan ne “xwedana der” a tebeqeyên nefretê ne jî. Dema ku şîddeta dewletê yan jî şîddeta neteweperest a ferdan û rêxistinên wan li dijî kurdan pêk tê, di serî de maneya wê îdîaya xwedîbûna erdên Tirkiye’yê ya neteweperest û kemalîst, îdîaya hebûna serweriya etnîk a tirkan û derxistina pêş a “nerewabûna” kurdan e. Ew di heman demê de tînin ziman ka ev îdîayên xwedîbûna erd çiqasî belav bûne, ev yek ji bo komên cihê yên etnîk çiqasî xwezayî bûye. Vê di serî de xwe di beşdariya saziyên dewletê da der û nîşanên din jî ev in; polêsê destwerneda êrîşkaran û qismî kir kurd (jin û zarok jî di navê de) bibin mexdûr û bêparastin dev bi êrîşkaran ve werin berdan, doktor û nexweşxaneyên ku şervanên PKK’ê derman nekirin û hwd. da der. Jixwe vê yekê helbet xwe pê da der ku hukûmet neamade bû bi fermanên zelal ê ku bidaya polês û artêşê, helwest û êrîşên mîna qirkirinê yên dijî kurdan bi dawî bike.

Eger armanc di pirsgirêkekê de ne çareserî be çi bi dijberek, çi bê dijber, û bêhtir komekê weke kom zexm û qehîmtir bike û bibe berdevk û nûnerê berjewendiyên wê yên sereke, hingî postulatên înkarkirinê û siyaseta jidervehiştinê bi kêra wê tên. Ew dikin ku çareseriya mijarekê were paşvexistin, ji demên ne-real û dinyayên ne real re werin hiştin.

Esensîyalîzma dijminahiyê ya ku hê li ser şîddetê hûr û kûr dibe, dike ku pirsgirêk timî dîsa ji nû ve were terîfkirin, awayê wê li gorî şert û mercên herêmî û kêliyê were guhertin, beriya her tiştî bi demê re dewamîbûna wê were misogerkirin û pirsgirêk timî ji nû ve were darîçavkirin. Kurt û kurmancî armanc ne çareserî ye, berevajî bi îhtîmaleke mezin, bi navgîn û rêbazên nû dewamkirina pirsgirêkan e.

Wergera ji almanî
Lokman Turgut

Çavkanî
  1. Akşam, T. (2006). A shamful Act. The Armenien Genocide and the Question of Turkish Responsibility (Kirineke mirov pê rûreş bibe. Qirkirina Ermeniyan û pirsa berpirsiyariya tirkan). New York: Metropolitan Books.
  2. Brown, K. (1981). Race, Class and Culture. Towards a Theoretization of the "Choice/Constraint" Concept (Nijad, çîn û çand. Ber bi teorîzekirineke têgîna “tercîh/şert ve). Di: Jackson, P./Smith, S.J. (edîtor): Social Interaction and Ethnic Segregation (Danûstendina civakî û jihevbûna etnîk). London, New York, rûpel 185-203.
  3. Castells, M. (1997), The Information Age, Vol. II: The Power of Identity (Serdema agahiyan, berg II: Hêza Nasnameyê), Oxford 1997, rûpel. 65-67.
  4. Dabag, M. (1998). Jungtürkische Visionen und der Völkermord an den Armeniern (Vîzyonên Jontirkan û Qirkirina Ermeniyan). Di: Genozid und Moderne, Bd. 1, Strukturen kollektiver Gewalt im 20. Jahrhundert (Qirkirin û modernîte, berg I, avahiyên şîddeta kolektîf di sedsala 20’an de). Opladen: Leske und Budich.
  5. Kizilhan, I (2000). Kinder im Krieg, Soziale und psychologische Einwirkung des Krieges auf Kinder (Di şer de zarok, bandorên şer ên civakî û derûnî li ser zarokan). Di: Konflikt und Gewalt, Ursachen- Entwicklungstendenzen – Perspektiven. Schriftenreihe des Österreichischen Studienzentrums für Frieden und Konfliktlösung (Pirsgirêk û şîddet, sedem - meyilên pêşketinê - perspektîf. Rêzenivîsên Navenda Lêkolînên ji bo aştî û çareseriya pirsgirêkan a awûsturyayî) – ÖSFK (weşêner). Münster: agenda Verlag.
  6. Kizilhan, I. (2004). Sozialisation im Krieg (Di şer de civakîbûn). Di: Sommer und Fuchs (edîtor). Handbuch der Kriegs- und Friedenspsychologie (pirtûka destan a psîkolojiya şer û aştiyê). Weinheim: Beltz Verlag (rûpel 357-368).
  7. Kizilhan, I. (2008). Die Gegenwärtigkeit der Vergangenheit. Funktionen der Erinnerns an belastende Ereignisse (Rojanebûna rabihuriyê. Fonksiyonên bibîranîna bûyerên li ser derûniya mirov bar in). Berlin: Regener Verlag
  8. Steinbach, U. (2000). Geschichte der Türkei (Dîroka Tirkiye’yê), München: Beck.
  9. Tajfel, H. (1974). Social Identity and Intergroup Behavior (Nasnameya civakî û danûstendina koman bi hev re). Di: Social Science Information, 13 (1974)2, rûpel 65-93.
  10. Tajfel, H. (1982). Gruppenkonflikt und Vorurteil: Entstehung und Funktion sozialer Stereotypen (pirsgirêkên koman û pêşhukim: Pêkhatin û fonksiyona steryotîpên civakî), Bern, Stuttgart, Wien.
  11. Zick, A. (1997) Vorurteile und Rassismus (Pêşhukim û rasîzm), Münster: Waxmann Verlag.