Sifra Silîvî a romannivîs Sebrî Silêvanî

Çand û Huner

Di ser wan hemû astengên li ser ziman û çanda kurdî hatîne çespandin û bi qanûnan hatine muhir kirin jî, nivîskarên kurd bi zîrekî xwe avêtine meydana lîtraturê û tev çeq û bendên wê û bi şakarên afrandinên xwe xemilandine. Di lîteratura kurdî ya nûjen de romanê ciheke heja girtiye û Sebrî Silêvanî yek ji wan nivîskaran e, yên di salên 1998ê û vir ve bi zîrekîyeke yekta, hatiye nav qada lîteratura kurdî û bi taybetî nav şova romanê û yekem berhema wî Ava Mezin e, (li devera Behadînan rûbarê Dicle bi Ava Mezin bi nav dikin) di sala 2004ê ji alîyê Wezareta Rewşenbîrî li Silêmanîyê hatiye belav kirin.) Ava mezin romaneke sosyolojîk û dîrokî ye û serhatîya berxwedan û nexşê buhojandina kurdan ji alîyê desthilatdarên dagîrkerên Îraqê ve ye û bi alfabeya kurdî -latînî hatiye weşandin. Piştî vê romanê nivîskar Sebrî Silêvanî mîna dengekî taybet û sitîleke taybet bi xwe ve diafirîne û çendîn romanên gelek balkêş bi mijarên kêlîyên civakî, polîtîkî, felsefî, derûnî (pîskolojîk), dîrokî, olî, rengê hizir kirina mirovê kurd, çawanîya pêkhatina civaka kurdû rewişt û tîtalên wî, .. û pirsgirêka jinê; ku nivîskar vê pirsgirêkê bi lêgerîneke "li qetê dî" bi nav dike.

Sifra Silîvî navê romana Sebrî Silêvanî ya herî dawî ye. (Sifre, ew amûrê fafonî yê berfireh e yê ku li malan xwarinê li ser datînin).

Sebrî ji yek van nûjdaran e ku hêdî hêdî û bi kefteleft; ne sergermane û bi kurmancîyeke spehî di nav kêşeyan de digere.

Piştî xwendina romana Sifra Silîvî gurzeke pirsîyaran li ba xwendevan peyda dibe; astê hizirkirina wî/wê ya ji bo zanabûnê tîrtir dibe. Pelixandina hîmên wan "pîrozîyên" ku civakê dane me, yan hin mirovan ji xwe re û ji me re kirine "pîroz" , mîna şitlên spîndarên zivistanan şilfî tazî dike. Pirozî di vê romanê de û di gişt romanên Sebrî de, ne ew pîrozî ye ya ku kirêtî, kîndilî, zordarî, pozbilindî, olperestî, melatî, şêxatî, eşîrgerî, axatî.. nexêr belkî bilindragirtina mirovî ye û pêşxistina hizra çakîyê ye û turdana ne qencîyê ye; pîrozî bi tenê bo mirovan e û mirov pîroztirîn bûnewer e û neêşandina mirovî û neberjêrkirina wî, "pîrozîya pîrozîyê" ye û mirov dikare bê dudilî bibêje ku nivîskar Sebrî humanîstekî bijarte ye û keftîye ser rêça humanperestên cîhanî .

Tevna romanê li ser 10 pişkan û dumahîk, wesîyetname, sermedname û hişyarname hatiye parve kirin. Nivîskarî dumahîk xistiye pêşî û afirandinek entîke di warê nivîsînê de kiriye: Dumahîk kiriye kilîta dergehê ya hûnandina tevna romanê. Ev bixwe di warê nivîsînê de afirandineke nuh e, çunkî nivîskar gelek giringîyê didin destpêkê û wê dikin kilîta dergehê mijaran û xwendevanan amade dikin, ku hêdî hêdî mijaran hilişkêve û pirsgirêkan bi rehetî dane ber çavên xwendevanan; lê nivîskarê me kêlîyeke nuh bo vekirina dergehê mijaran ava kir û dibe ku piştî nivîskar Sebrî, ev awa, bibe mîna rêbazeke teze û bikeve ketwarîya nivîskarîya kurdî. Ji bilî vê afirandinê jî bi pirsiyarê dergeha romanê li xwendevanan vedike û bi janeke jandarî dinivîsîne:

"Ez westiyam!"
"Ez jî westiyam!" Rûp.4

Bi vê pirsiyarê dergehê vedike û her bi pirsiyarê dawîyê bi vê romanê tîne dema ku dinivîse:
"Ma ne seyr e ku niha xewa min dihêt? Ma ne seyr e jî ev mergesata navê wê jîyan e? Erê tu çawan tehemula wê dikî?" Rûp 168.

Pirsiyar nîşan e ji bo gumanê û heza lêgerîyanê li cem mirovî peyda dike. Û hingî pirsiyar bimînin, wê lêgerîyana li pey bersivan jî bimîne; bi rengek din nivîskar dixwaze bibêje; her tişt di vê jîyanê de cihê pirsiyarê ye û tiştê, rastîya rehayî tuneye û her pîrozîyek, rewiştek, tîtalek (adet), sincek, pirsên kesî, hêvî û daxwaz, bawerî, ol, kesên navdar ên dîrokî .. û hebûn û nebûn gişt gereke bikevin ber bêjinga pirs û gumanan: Û wê rastî xwe ji nav rih û perasûyên vê guman peydakirinê taze bikişîne.

Yek ji taybeymendîyên Sebrî Silêvanî ji nû ve hûnandina peyvan û ji wan jî afirandina hevokên watedar e. Weha watedar ku pendên pêşîyan, yan gotinên pêşîyan tînin bîra mirovî: Di beşa Sermednameyê de:
"Destbirayekî vekirî baştir e ji welatekî daxistî".
"Dîwarên bilind, dest û pirsiyaran bilind dikin",
"Maçek dikare welatekî ava bike, yan wêran bike",
"Zilam bê jin zarokek e",
"Ez newêrim binivim, çunkî ditirsim êdî hişyar nebim"
"Hêz di bêdengîyê de ye" û
"Ev der zulumata Şerqê ye".

Weke me got, ev roman ji pişkan û ji dûmahîk, sermedname, wesyetname û hişyarname pêk tê. Lehengên sereke yên romanê Hişyar û Sermedin û digel çend kesên din mîna Hemo û kurê Hişyarî Mehemed.

Her çende hejmara lehengên romanê kêm in jî, lê nivîskar Sebrî Silêvanî kariye bi hostatî xwendevanan vegerîne salên 1980yê: Xewn û hêvîyên gencên kurd ku taze pê danîne ser rêka jîyanê; xirecira salên giran û pirî şkestin û karesat. Sebrî Silêvanî pir bi hostatî danûstandin digel vê cirnexweşîya jîyanê kiriye; Çawa pirs û pirsîn dibin mezintirîn gunehên dunyayê û metirsiya ji navçûn û kuştinê jê dizê. Sermed û Hişyar du gencên wî demî ne û serpêhatîya wan serpêhatîya piranîya xortên kurd e. Sebrî Silêvanî tabloyeke wan rojan bi zîrekî reng kiriye; mirovê kurd çawa cîhanê fehm dike; bi kîjan çavan lê dinêre; çawa mirovê kurd li welatê xwe bîyanî ye û çawa "bîyanînane" li kêşe û pirsgirêkên civaka xwe têdigihe. Lê Silêvanî ev lengîya civaka me vegirtî, aniye ber pirs û gotûbêjîyê û bi wêrekî xwe li bilindahîyên pîroz daye û xwestiye em mîna kurd li van kêşe û pirsgirêkan bimeyzînîn. Hişyar û Sermed bûne sembolên çaksazîya civaka kurd; Hişyar li "qetê xwe" (li jinê) digere û Sermed bi pirs û gumanên xwe civaka me dişilqîne û mewdayê hizirkirinê asoya wê wêvetir û wêvetir dibe û ta digehe xala ji xwe gumankirinê ku mirovekî qenc e û di pêxemeta qencîyê da ye. Lê ev gumankirin mîna karekî rewa –û ne mîna ji rê derketin- bi me daye pejirandin; GUMAN ji bo têgihiştina rastîyê ye. RASTÎYÊ xwe di nav kevlojanê gumanê de melas daye û divê kesên şareza û mêrxas wê ji nav xirecira şêlo derxin. Mîna Dekart, gumanê serê nivîskarê me xistiye koteleka germ û ji vê kotelê Sifra Silîvî zaye.

Çavkanî

Mihemed Çelkî: Rexnegirê roman