Srî Lanka û Pilingên Azadîyê yên Elam-Tamîlê

Translator
Sê salan piştî bi şidetê tepisandina Pilingên Azadîyê yên Elam Tamîlê (LTTE), serokdewletê Srî Lankayê Mahinda Rajapaksa li hemberî gelê sîghalî –ku piranîyê pêk tînin– enerjîya di ruhê wî de ye bi kar tîne da ku siyaseteke her diçe zêdetir otorîter bimeşîne. Ji bo ku jirêderketin û xirabbikaranîna erka xwe veşêre, binxêz dike ku rêxistinên bîyanî ev lê eşkere kirine.

Li hemberî Konseya Mafên Merivan a Neteweyên Yekbûyî ya ku 22yê adara 2012ê li Cenevreyê civîya, Srî Lanka derbên hişk xwarin. Bi bîst û çar dengan (dengê Hindîstanê jî tê de), Sazîya navneteweyî pêşnîyaza çareserkirinê ya Dewletên Yekbûyî qebûl kir. Panzdeh dengan jî (yên Çîn, Rûsya û Pakistanê jî tê de) ev peşnîyaz red kiribûn. Li gor vê pêşnîyazê tê xwestin ku hikûmeta Srî Lankayê biryarên komîsyona neteweyî ji bo lihevkirinê (Lessons Learnt and Reconciliation Commission) bi cîh bîne. Herwiha divê dawî li cezanekirina binpêkirinên mafên merivan bîne yên ku di dema dawî ya şerê di navbera 2006 û 2009ê de welat parçe parçe kirî. (1) Da ku meriv fêm bike ev yek ji bo serok Mahinda Rajapaksa şeqameke çawa bû, divê meriv bi bîr bixe ku di 27ê gulana 2009ê de hefteyekê piştî tepisandina serhildana tamîlan a ji bo serxwebûnê, bi bîst û neh dengan (yê Hindistanê tê de) biryar hatibû dayîn Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi tu awayî dest wernede karên navxweyî yên Srî Lankayê.

Lê belê îsal, birêz Rajapaksayê ku wezîrê karên derve yê wezîfedar Gamini Lakshman Peiris û sefîra Cenevreyê Tamara Kunanayakam ji hikûmetê dûr xistibûn, bi hênceta ew zêde nerm in; Rajapaksa tevdîra xwe kir û yek ji alîgirên xwe kire serokê heyetê. Di tevahîya civînê de, wî xwepêşandanên li dijî ya ku jê re dibêje "desttêwerdana amerîkî" li giravê organîze kiribûn. Li hemberî avahîya ku salona civînê lê ye, komeke piçûk a parazvanên mafên merivan yên Srî-Lankî ku hatina wan a li Cenevreyê xwe dispêre raporeke komîteya pisporên ji alîyê sekreterê giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatî wezîfedar kirin, û xwe dispêre kampanyayeke rêxistinên ne hikûmetî (NGO) yên rojavayî û çapemenîya înglîzî-axêv meşandî: Kanala brîtanî Channel 4 belgefîlmek li ser komkûjîyên di dawîya şerê qewimî de weşand ku tê de arteşa Srî- Lankî bi sûcên giran yên şerî dihat gunehbar kirin.

Di dawîya şerî de sala 2009ê de, wexta serdana sekreterê giştî ya Rêxisitina Neteweyên Yekbûyî (RNY) Ban Ki-Moon, birêz Rajapaksa soz da ku wê rêzê ji mafên merivan re bigire di berdêla mudaxalenekirina RNY a der barê komkûjîyên qewîmî de. Wî xwest bide bawer kirin ku operasyona eskerî ya dimeşe "operasyonake insanî" bû. Sala piştre birêz Ban komîteyeke pisporan wezîfedar kir da ku rastîya bicîhanîna vê sozê kontrol bikin.

Li gor rapora di 2011ê de hatiye weşandin, meriv dikare navê "sûcên giran yên şerî û sûcên giran ên li dijî merivatîyê" li hin kiryarên hikûmetê û yên dijminê wî yê tamîl bike. Arteşê bi ser nexweşxaneyên bi zanebûn nîşan ji wan girtî de bombe barandin û bi ser "wargehên ewlekarîyê" de yên ku wê bi xwe xelkê sîvîl teşwîq kiribû li wan kom bibe; Pilingan sîvîl weke mertalên merivî bi kar anîn. (2) International Crisis Group û NGOyên din piştre xirabûna rewşê binxêz dikin: Li herêma tamîlan artêşê birêveberî û çalakîyên aborî bi dest xistin; di mijara dabeşkirina erdan cihêkarîya etnîk; şideta li dijî şêst hezar jinên semyanê, malbat û zarokên wan li herêmên ku artêşeke ji du sed hezar eskeran wê kontrol dike; kuştin û windakirina rojnamevanan. (3)

Da ku van rexneyan ji holê rake, rejîmê xwe dispart biryarên Lessons Learnt and Reconciliation Commission, ku wê bi xwe endamên wê hilbijartibûn. Lê rapora ku komîsyonê di çirîya paşîn a 2011ê de bi îngliîzî weşand, herçiqasî di mijara sûcên şerî de bi tedbîr be jî, ewqasî rexnegir bû ku hikûmetê nexwest wergera wê bi sengalî û bi tamilî biweşîne. Di rapora xwe dispêre şahidîya mexdûran de komîsyon van gilîyan dike: Revandin û windakirin, serbestîya helwêstên komên çêkdar, mudaxeleyên siyasî yên ku huqûq û birêveberîyê ditevizînin û xemsarîya desthilatdarîyê li hemberî mexdûrîyeta jin, zarok, kal û seqetan. Ew pêşnîyaz dike ku dawî li kontrola arteşê li ser birêveberîya sîvîl were anîn. Di encama raporê de weha tê nivîsin: "Tevî ku du sal di ser dawîlêhatina şerî re derbas bûn jî şidet, gumanbarî û hestê newekhevbûnê di jîyana civakî û siyasî de pir belav e. Sedema pevçûna etnîk têkçûna hikûmetên li pey hev hatî di warê bersivdana êş û gazinên mafdar ên gelê tamîl de ye. Ji desthilatdarîyê nehat ku biryarên komîsyonê bi cîh bîne, ev jî bû sedema pênebawerîya giştî ya bi tevahîya komîsyonên dewletê ew wezîfedarkirî, weke Lessons Learnt and Reconciliation Commissionê bixwe jî".

Tevî ku di encamê de tehlûkeya qutbûna ji Hindistanê heye jî, rejîm êdî xwe dispêre Çîn û Pakistanê, lê piştgirtîya Hindistanê di şerê wê yê li dijî Pilingên Tamîl de pir dîyarker bû. Rejîm Dewletên Yekbûyî bi manîpulekirina Rêxistinên Nehikûmetî û hin "dewletên mişterî" (welatên Amerîkaya Başûr yan jî welatên Afrîkî) ji bo berjewendîyên xwe yên neokolonyalîst gunehbar dike. Biserketina sala 2009ê weke ya neteweperestîyeke herêmî ya giravê (neteweperestîyeke sîngalî) li hemberî trans-neteweperestîyeke dîyasporayan (ên tamîl) yên ku rojavayîyan pişta wan digirt.

Rajapaksayê ku girseyên senghalî ji ber ku wî weke mîmarê biserketina li dijî Pilingan dibînin, gelekî hez jê dikin, wisa difikire ku dikare rexneyan piştguh bike. Meriv peyvên bi rengê "serokdewletê me di şerî de bi ser ket, ew dizane çi baş e ji bo welêt" bi awayekî eşkere gotî pir dibihîze (wextê meriv bi xwedîyên van gotinan re şexsî bipeyive hingê îdîa gelekî diguherin û cihê ne …). Ji sala 2010ê û vir ve, di hilbijartineke pêşwext de serokdewletê niha general Sarath Fonseka bi piranîyeke dîyar têk biribû. Vî generalî êrişa dawî ya şer bi rê ve biribû, lê piştre li dijî Rajapaksa tevgerîya û berpirsîyarîya sûcên şerî yên qewimî jî xist stûyê wî. Hema piştî ku ji nû ve hat hilbijartin, serokdewlet reqîbê xwe bi rêya dadgeheke eskerî xist hepsê. Di dema hilbijartinên giştî de, parlemanê hijdehemîn guhertina -367- destûra bingehîn, qebûl kir. Ev guhertin destûrê dide serokdewletî bêyî ku sînorekî dewrên serokdewletîkirî hebe, bibe namzetê serokdewletîyê û tevahîya erkan da wî da ku endamên dadgeha bilind, endamên komîsyona birêxistinkirin û çavdêrîya hilbijartinanan, endamên komîsîyona têkoşîna li dijî bertîlxwarinê û ya ji bo parastina mafên merivan dîyar bike.

Bi awayekî nakokane, şermezarkirin û mueyîdeyên ji derve hêza wî xurtir dikin. Xelkê welêt wisa hîs dike ku mexdûrê globalbûnê ye û desthilatdarî baş dizane çawa diviya sûdê ji vê rewşê wergire. Tevî rêjeya mezinbûna aborîyê zêde dibe ( di 2011ê de %7) jî, deynên welêt girantir bûn û di çileyê 2012ê de Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) deyndanên xwe rawestandin. Tevî ku ji berê ve nirxa rûpî li hemberî dolaran kêm bûbû (% -14 di navbera 2011 û 2012ê de) jî IMF doza devaluasyoneke radîkal ji Srî Lanka xwest. Mueyîdeyên aborî weke yên dawîlêanîna buhayên erzan ji bo welat bikeve bazara ewropî, weke nîşana komployeke kapîtalîzma kosmopolît li dijî serxwebûna neteweyên piçûk tên hesibandin.

Banga misêwa ya ji bo bipêşxistina hestên neteweyî mîlîtanên herêmî dixe nav rewşeke zehmet, lewra ew kengî mafên civakî biparêzin tên gunehbar kirin ku lîstikên împeryalîzmê wan bi kar tîne. Çapemenîya sînghalî NGOyan rexne dikin, û qûtbûna ji hev a çînên gelî û întelektuelên pêşverû teşwîq dikin, wan weke kesên ji derfetan sûdê werdigirin û weke partîzanên xemilandî yên Pilingan terîf dikin.

Tehlûke herweha li dijî mîlîtanên li jêr ên bingehê jî hene, lewra guman ji wan tê kirin ku ji derve ve tên fînanse kirin û manîpule kirin. Rêxistinên ji bo alîkarîya bipêşketina welatên bakurî, ku di agirbesta di navbera 2002 û 2006ê de bi tesîr bûn, yên ser bi Dêra katolîk, yên ser bi terîqetên protestan ên tundraw, û di demeke nêzîktir de yên ku ji alîyê weqfên misilman ên welatên Kendavê ve tên fînanse kirin, bi zirarkirina li nasnameya neteweyî tên gunehbar kirin.

Pîştî hewldana xwe ya avakirina hêzeke siyasî, rahibên bûdîst jî tevlî alîgirên serokdewlet bûn, ligel îmtîyazên ku dide wan, ew piştgirîya peydakirina zarokên-rahib dike. Yên herî radîkal, ku banga şerekî pîroz li dijî serxwebûnxwazên tamîl kiribûn, îro stranên pesnê serketinê dixwînin, kesên fikra wan a dinyayê nerm yên di hikûmetê de şermezar dikin û xwepêşandanên li dijî cihên pîroz ên xirîstîyan, yan jî misilman organîze dikin. (5) Tevî ku ew di nav civakeke manastirî a serjimara wê sîh û heft hezar e hindikahîyek in jî, tesîra wan li ser çînên gelî yên bajarî mezin e, yên ji kevîya-bajaran û herwiha li herêmên erdên wan hê nû li çandinîyê vedibin ên li bakurê navenda welêt, û têkîlîyên wan bi tamîlan re hene. Piranîya rahibên sîngalî, yên ji malbatên xizan tên, li dijî burjuwazîya înglîzî-axêv a kosmopolît xwe weke parastvanan dibînin, parastvanên ziman û çandeke ku globalbûn gefan li hebûna wê dixwe. Yên ji bûdîzmeke hişk bawer dikin ên ku di nav îdeoljîyeke pesnê li derveyî civakê mayînê û tunekirina dildarîyan dide, mezin bûyî, di dîn de rewabûna radîkalbûna xwe li hemberî dinyayeke xirab dibînin; yên ku li ser rêya bûdîzmeke modernîst in ji bo tevlîbûneke mîlîtanî ji bo parastina dînekî ku li hemberî belavbûna xirîstîyanî û misilmanîyê di tehlûkeyê de ye, weazan didin, û peyama li dijî şidetê ya Bûda didin li alîyekî.

Rajapaksa herwiha xwe dispêre arteşê. Birayê wî Gotabhayayê ku wezîrê parastinê ye artêşê kontrol dike û hê xwedî prestîja serketinê ye û bi saya artêşê bi sedan hezar malbatên xizan dikarin debara xwe bikin. Nêzîkî sê sed hezar eskerên wê hene, çavkanîyeke mezin a peydekirina kar û fînansekirina lêçûnên rahiban e, ji pênc paran pareke mesrefên dewletê li wê diçin. Li bakur rojhilatê welêt, artêş dabeşkirina erdan, tevnên aborî yên ji nû ve avakirinê û belavkirina zad, qût û xwarinê kontrol dike; hotel, qadên golfê, stad û şirketên ji nû ve avakirinê yên artêşê li wir hene. Bi ser vê hêzê de jî bertîxwarîyek heye ku desthilatdarî naxwaze bibîne, weke ku nabîne, dike.

Lê kiryarên hin berpirsîyarên siyasî yên bertîlxwur dest pê dikin ku zirarê li bawerîpêanîna desthilatdarîyê bikin. Nimûneya herî bi nav û deng wezîrê têkîlîyên gelemperî Mervin Silva ye. Ew parlamenterê taxeke Colombo ye ku weke stargeha serekên mafyaya narkotîk û alkola sexte navdar e û ev parlemanter têkîlîyên xwe bi mafîyayê re bi awayekî eşkere nîşan dide. Dema ku wî memûrekî ku fermana wî bin pê kirîbû bi darekê ve girêda, dîmen bi kamerayê hatin qeyd kirin; pesnê xwe bi şkandina dest û lingên rojnamevanekî protestovan dide, û îdîa dike ku wê heman tiştê bîne serê tevahîya muxalifan. Rewşa bêcezaman û nebûna ewlekarîyê belav dibe. Leşkerên sîvîl ên fermanan bi cîh tînin, mexdûrên xwe di kamyonetên spî yên plakeya wan jêbirî de direvînin û winda dikin: Di navbera îlona 2011 û adara 2012ê de sîh û heft mîlîtan yan jî girtîyên ji ber tunebûna delîlan nû ji hepsê derketî hatin revandin û winda kirin.

Bi ser de jî pirsgirêka erdan hê mijareke siyasî ya pir nazik e. Rikberîya ji bo milkîyeta erdên sîstema avdanîyê nû li wan bicîhkirî yên ji alîyê dewletê ve hatibûn dabeş kirin, sala 1950yê bûbûn sedema yekemîn şerê di navbera tamîl û sîngalîyan de.

Şer û pişt re tsunamîya sala 2004ê bûn sedema koçberbûneke girseyî ya merivên ji her etnîsîteyê. Vegera ser erdên xwe ya kesên koçkirî (di sala 2009ê de du sed û pêncî hezar, û ev hejmar herî kêm sê caran zêde dibe heke meriv penaberên berîya wan jî lê zêde bike) dibe pirsgirêk, lewra hinên din erdên wan dagîr kirin. Arteşa ku di vî warî de xwedî erka herî mezin e, sîngalîyan li ser van erdan bi cîh dike. Tapû yan jî qeydên erdên ku dewletê ew bi kirê dan, yan winda bûn, yan jî di dema felaketê de tunebûn, û desthilatdarî naxwaze belgeyên mirinê bide kesên ji felaketê sax filitî da ku ew bikaribin mîrat wergirin.

Pirsgirêka zimanî jî hê ewqasî zehmet e. Zimanê tamîl ku % 25ê xelkê giravê pê dipeyive, hê di piranîya belgeyên îdarî de nayê bi kar anîn û li nav piranîya mezin a endamên hêzên çêkdar ên Bakûr û Rojhhilatê welêt kontrol dikin jî ev ziman nayê zanîn. Biqasî nîvê kesên tamîlîaxêv êdî bi zimanê sîngalî dikarin xwe îfade bikin (berîya bi sîh salan ev rêje % 9 bû), lê bi tenê % 4ê kesên sîngalî-axêv bi zimanê tamîlî dizanin. Zimanê ku qaşo divê bibe zimanê di nav her du gelan de îngilîzî ye, % 22yê tamîlan pê dizanin, lê bi tenê % 13ê sînghalîyan pê dizanîn. Bernameyên perwerdeya dibistanan dikin ku nasnekirina çanda hevûdu bidome. Weke nimûne, pirtûkên sîngalî tu cîhî nadin tesîrên başûr-hindî di dîrokê de û li ser şaristanîya giravê. Di gulana 1981ê de, şewitandina bi qest a pirtûkxaneya dewletê li Jaffnayê, ku hikûmetê bi serserîyan dabû kirin, dewlemendîyeke bi sed hezaran pirtûk û destnivîsan tune kirin û çînên întelektuel yên tamîlî ku heta wê demê gelekî nerm bûn ber bi serhildanê ve daf dan. Da ku heyfa xwe hilînin, Pilingan êrişî wargehên pîroz ên bûdîst Dara Bodhî û Perestgeha Diranî kiribûn.

Da ku bîraanîna şerî, hejmara kuştîyên vî şerî, bîranîna têkçûyan jê bibin her tişt kirin. Artêşê bi dozeran gor û sênatofên (gorên vala ji bo bibîranîna mirinekê) goristanên ku Pilingan lê pîrozkirina qehremanên xwe yên şehîdbûyî bi cîh kiribûn, xira kirin. Weke ku ya kirî têra xwe eyb nebe, bi ser de jî kampeke eskerî li wê deverê ava kirin û pêş tê dîtin ku li ser erdên vê deverê hotelek were ava kirin. Propagandaya turîstîk klîşeyên cineteke ekolojîk û bixêrhatineke gelekî devliken û aşitîxwaz nîşan dide; lê ruhên demê buhurî wê bi hêsanî neyên xapandin.

* Dîrokzan, profesorê dinyadîtî li INALCOyê [Enstittuya Neteweyî ya Ziman û Şaristanîyên Rojhilatî, nota wergêr]. Ligel Delon Madavan û Gaëlle Dequirez ko-nivîskarê pirtûka bi navê Les Communautés tamoules et le conflit sri-lankais (Civakên tamîl û şerê srî-Lankî), L’Harmattan, Parîs, 2011.

(1) Berhema li jêr bixwîne: Cédric Gouverneur, "Le grand désarroi des Tamouls du Sri Lanka" ("Bêhêvîmayîna mezin a Tamîlên Srî Lankayê"), Le Monde diplomatique, tebaxa 2010ê.

(2) www.un.org ; www.crisisgroup.org

(3) Li gor Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RBS), bi kuştina 34 rojnamevan, windikarina 10an û mişextkirina 50yan, di warê azadîya rojnamegerîyê de Sri Lanka di nav 178 welatan de di rêza 163yê de ye; 35 malperên înternetê di navbera çirîya paşîna 2011ê û çirîya paşîna 2012ê de hatin bloke kirin.

(4) www.priu.gov.lk

(5) Bigire li ber "Religions et politique à Sri Lanka à l’ère post-coloniale" ("Dîn û siyaset li Srî Lankayê di serdema paş-kolonîyal de), di pirtûka li jêr de: Christophe Jaffrelot û Aminah Mohammad Arif (di bin rêveberîya wan de), Politique et religions en Asie du Sud. Le sécularisme dans tous ses états (Siyasett û dîn li Asyaya Başûr. Laîkbûna hêrsrabûyî), Editions de l’EHESS, koleksîyona"Purushartha", Parîs, 2012.

Wergera ji fransî: Feryal Guladawîya