Tel Aviv ji Parîs û Washington’ê re dide ser hev

Îsraîl-Fransa
Translator

Di Kanûn a sala 2009’an de, li Qudûs’ê polîsên Îsraîl’ê davêjin ser Navenda Çanda Fransa. Armanca wan ew e ku berpirsiyarên payebilind yên fîlîstinî ku xwe sipartine vê saziyê bikşînin lêpirsînê.
Roja 22’ê Hazîran a 2009’an, leşkerên Îsraîl’ê Berpirsa Navenda Çanda Fransa ya Naplus’ê bi darê zorê ji seyera wê ya dîplomatîk derdixin, ew davêjin erdê û bi pihînan lêdixin. Yek ji leşkeran hingê jê re wiha dibêje: “Ez dikarin te bikujim.”

Di Çile ya 2009’an de, di dema êrişa Îsraîl’ê ya li hember Gaza’yê de, leşkerên Îsraîl’ê davêjin ser mala Berpirsê Navenda Çandê û karmendê konsolosxana Fransa M. Majdi Chakkoura û dest datînin ser pere û zînetên mala wî. Di nava wan mehan de leşkeran ev helwesta xwe gelek caran dubare kirine û di ser de jî çend caran lêxistine û gule reşandine ser karmendên fransî.

Roja 11ê Hezirana 2008’an, Alîkara Konsolosê Fransa yê Qudus’ê Xanim Catherine Hyver, li nêzî xeta Gaza’yê bi qasî 17 saetan tê binçavkirin û rûmata wê tê şikandin.

Serokwezîr Benyamin Netanyahu ji bo xatirê ‘dostê xwe’ Nikolas Sarkozy hewlda ku li Gaza’yê ji bo avakirina navendeke nû ya çanda fransî bibe alîkar. Lê heta niha ti pêşketin çênebûye. Îsraîl destûr nade ku pêdivî û alavên hewce yên ji bo navendê bikevin welêt. Helbet disa wek dîsa bi bahaneya ewlekariyê. Belkî jî wisa baştir e: Qet nebe, di dema êrişên nû de, ev avahî jî weke bi dehan avahiyên din ku demekî bi alîkariya saziyên Yekîtiya Ewrûpa’yê hatibûn avakirin, ji aliyê artêşa Îsraîl’ê ve nayê hilweşandin. Weke mînak ruxandina balafirgeha navnetewî ya Gaza’yê di sala 2000’î de. Yekîtiya Ewrûpa’yê hilweşandina vê balafirgehê şermezarkiribû û herwiha îlan kiribû ku ewê ji Îsraîl’ê tazmînat bixwazin. Em hêjî li benda wê tazmînatê ne.

Di gel wê helwesta Îsraîl’ê ku ewqas bi rûmeta nûnerên fransî leyîst û ew piçûk xistin, Rayedarên fransî ti reyaksiyoneke berbiçav nişan neda. Îsraîl wisa ji hedê xwe derket ku réxistina wî ya saloxdariyê Mossad’ê roja 19’ê Çile ya 2010’an, li Dubayî di kuştina berpirsiyarê Hamas’ê de pasaportekî hemwelatiyê Fransa bikaranî. Lêbelê li ser vê bûyerê serokwezaretiya Fransa’yê berpirsiyarê karê derve yê Îsraîl’ê yê li Parîs’ê wezifedar bi awayeke şermok vexwend da ku li ser mijarê jê agahiyan werbigire. Bila şik û gumana we tinebe ku Parîs li hember Îsraîl’ê ancax ewqas dikare deng derbixe û pir naçe pêş!
Wisa xuya ye ku hikûmeta Fransa’yê yêdî hîm bûye qehra Îsraîl’ê bikişîne. Wezirê Karê Derve yê Fransa’yê Bernard Kouchner di meha Mijdar a 2009’an de di dema serdana xwe ya Îsraîl’ê de, hevdîtana bi hempîşeyê xwe yê îsraîlî Avigdor Lieberman re qebûl kir. –Ev ciwanmêr bi wê tevger û helwesta xwe eger îtalî yan avusturalî bûya weke nîjadperest û faşîst dihat îlankirin- B. Kouchner da xuyakirin ku avakirina nehsed (900) avahiyên li Gilo (Qudûs); “ne xwedî armanceke polîtîke û divê li pêşiya hevdîtin û diyalogan nebe asteng…”

Mijareke din ya balkêş jî heye, Fransa hewldide ji bo avakirina nexweşxana li Gaza’yê bibe alîkar, lê Îsraîl pêdivî û malzemeyên ji bo avakirina vê nexweşxanê tev dane bloke kirin. Kouchner li hember vê helwesta Îsraîl’ê ti deng dernexist û herwiha ji bo xwendevanên ku mafê bursê bi destxisitne lê ji ber qedexeyên Îsraîl’ê nikarin werin xwendina xwe li Fransa’yê berdewam bikin, ti alîkarî nişan neda. Zehmetiyên ku Îsrail bi bahaneya wîze û ‘polîtîkayên nû’ li hember karmendên Saziyên Derveyê Hikûmetan (ONG) ku dixwazin li ser xaka Filistîn’ê kar bikin, derdixe dervayê hesaban. B. Kouchner di vê mijarê de bêdengiyê tercîh kir.
Herî dawî, B. Kouchner serî tewand û neçû serdana herêma Gaza’yê.
Hempîşeyê wî yê îrlandî Micheàl Martin ku li wî jî hatibû qedexekirin biçe wê heremê, di meha Adara 2010’an de bi wêrekî tevgeriya û di ser Misir’ê re çû herêma Gaza’yê. Piştre di nivîseke xwe de wiha gotibû: “Eşkere ye ku divê Yekîtiya Ewrûpa’yê û rayagiştî ya navnetewî zorê bidin ser Îsraîl’ê da ku blokaja li ser van nuqteyên çûyîn û hatinê rake û têkiliyên tîcarî û însanî normal bibe.“

“Zorê bidin ser Îsraîl’ê”, ji bo Fransa ev termeke wisa xerîb e ku Serok Sarkozy hê wê nas nake. Blokaja li ser çûyîn û hatina Gaza’yê berdewam e. Dagirkerî berfireh dibe. Hevdîtin û diyalog xetimîne. Di rewşeke wisa de, hun ji Netenyahu mirovekî aştîxwaz derînin çi fayde ye?
Wek mînak, di Kanûn a 2008’an de, Înîsyatîfa Serokwezareta Fransa’yê û Yekîtiya Ewrûpa’yê biryar dan ku tekiliyên xwe yên bi Îsraîl’ê re bi ‘pêşbixin.’ Di navberê re sê hefte nebuhurîn, artêşa wê êriş bir ser Gaza’yê. Serokê Fransa’yê ji êrişê re fetwa derxist û îddia kir ku Hamas şertên agirbestê binpêkirine. Ji bo rastî werin zanîn îcab nake mirov zêde dûr biçe, tenê li malpera Wezareta Karê Derve ya Îsraîl’ê jî binêrin, dikarin bibînin ku ew jî qebûl dikin ku heta 4’ê Mijdarê, yanî heta roja operasyona xwînî ya Îsraîl’ê şertên agirbestê nehatine binpêkirin.

Di vê demê de ku dibistanên li Gaza’yê û bi hezaran avahiyên rûxandî, nikarin ji nûhve werin avakirin, (ji ber ku anîna çîmento qedexe ye ), sefîrê Fransa yê li Îsraîl’ê M. Christophe Bigot, bi awayeke pir nazik behsa blokaja li ser çûyîn û hatina Gaza’yê dike: “Gotina blokaj divê di nava neynokan de were bikaranîn, Ji ber ku bi çi awayî dibe bila bibe, ha di tunelan re ha di ser Îsraîl’ê re dîsa jî pir pedivî û alav dikarin bigêhêjin Gaza’yê.” Mirov nizane, ka gelo M. Bigot kengê Fransa li Îsraîl’ê temsîl dike û kengê Îsraîl’ê li Fransa temsîl dike. Disa di Kanûn a 2009’an de, dema ku Swêd di derbarê Îsraîl’ê de pêşnîyazeke maqûl pêşkêşî Yekîtiya Ewrûpa’yê kiribû, ew wê demê bi dijwarî li hember derketibû.
M. Bigot di hevpeyvîneke xwe de niyeta Parîs’ê tîne ziman wiha dibêje : “Berî hertiştî divê daxuyaniya Yekîtiya Ewrûpa’yê biryarên erênî yên Benyamin Netanyahu li ber çav bigire. Netenyahu avakirina avahiyên koloni bi qismî be jî daye rawestandin. Divê em vê biryara wan, herçend bersîveke tam nede hemû heviyên me jî, silav bikin. “

Ya rastî ew e ku ne tenê dagirkeriya Îsraîl’ê ya li Qudus’ê domdike, herwiha ev biryara wan tenê ‘demborî’ ye (ji bo deh mehan e). Îsraîl bi biryare ku li Şerîa ya Rojava 3000 avahî çêbike. Di nava sala 2009’an de, li hêjmara îsraîliyên ku hatin li herêmê bi cîh bûn 10000 zêde bûn. Bi tevahî hêjmara îsraîliyan ya li herêmê îro ji 300 hezarî derbastir bûye.
Hikûmeta Parîs’ê di derbarê malên tîcarî yên îsraîliyan de ku bi qaçaxî dikevin bazara fransî, li gorî mevzuata Ewrûpa’yê tevnagere. Dadgeha Edaletê ya Yekîtiya Ewrûpa’yê jî roja 25’ê Sibatê di vî warî de biryara xwe eşkere kir. Lê Parîs’ê di şûna ku li hember vê qaçaxçitiyê derkeve, bi helwesta xwe jê re rê vedike.

Fransa di qada navnetewî de weke parazvanê Îsraîl’ê tevdigere.
Wezîrê Karê Derve yê Fransa’yê hewldan û pêşnîyazên Swêd’ê yên di derbarê Îsraîl’ê de wiha nirxand: “Ev helwesteke xeter û bêpîvan e. Ji ber ku Îsraîl îro bi biryara xwe ya cemidandina dagirkeriyê, tawîzeke mezin daye.” Li ser daxwaza Parîs’ê, naveroka pêşnîyaznameya mijara gotinê bi qismî tê nerm kirin, ji ber ku tê de Qudus a Rojhilat weke paytexta Dewleta Filistin’ê nayê nîşandan. Lê Qudus’ê tenê weke paytexta herdû dewletan tê binavkirin. Di pêşnîyaznameyê de herwiha gotina “deshilatdari” ya dewleta Filistîn’ê tê derxistin û di şûna wî de gotina “berdewamiya xakê” tê bicîhkirin.
Di salên 1970 î de, Sekreterê berê yê dewletên Yekgirtî Yên Amerîka’yê Henry Kissinger bi awayeke îronîk prensîbên hevdîtinan yên hikûmeta Îsraîl’ê wiha destnîşan kiribû: “Eger hun bi wan re ji sedî 95 li hev bikin, tê wê wateyê ku hun dijberekî xeter ên cihûyan in.”
Sûcdariyên bi vî awayî li hemberî Serok Barack Obama jî kêm nabin. Obama ji bo nîşan bide ku di politaka ya wan de hin guherîn çêbûne, axaftin û daxuyaniyên nû amade kirin. Lê belê di adara 2010 an de, di dema serdana alîkarê wî Joe Biden ya Îsraîl’ê de, krîzeke nû derket. Ji ber ku wî dekekî gotibû: ‘’Ji bo mirov bibe Siyonîstekî baş, ne hewce ye mirov bi eslê xwe cihû be.’’ Kêfa îsraîliyan ji vê gotina wî re nayê. Tam di wê demê de, Îsraîl weke ku şîrmaqek li Biden bide, îlan kir ku ewê li Qudus’ê 1600 avahî çêbikin. Îsraîl hewldide bi hevalbendê xwe Amerîka’yê bide hîskirin ku li kesî guhdarî nakin. Roja 16’ê Çileyê ji Biryargeha Navendî ya Amerîka’yê, komeke serbazên ji hemû polîtîkayên leşkerî yên li Rojhilata Navîn berpirsiyar bi taybetî yên berpirsiyarên herêmên Afganistan û İraq’ê li Pentagon’ê hatin komkirin.

Balkêş e ku di civînê de hişyarî û îkazeke ciddî li serbazan tê kirin: ’’Polîtikaya ku Îsraîl îro dişopîne, giranî û bandora Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê ya li ser hevalbendên wî yên ereb qels dike.’’ Tê gotin ku M. George Mitchell ku weke Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîka’yê li Rojhilata Navin hatiye wezîfedarkirin: “Pir pîr e, pir giran e û di pêkanîna karê xwe de pir li paş maye.”

Li gorî çapemeniya Amerîka’yê, Alîkarê Serokê Amerîka’yê M. Biden herwiha di hevdîtineke rûbirû ya bi M. Netanyahu re bi zimankî eşkere dibêje ku polîtikaya wan ya ku hêz dide ‘cîhadist’an û axaftinên wan xwedî dike, jiyana hemwelatiyên amerikî yên li İraq û Afganîstan’ê dixe xeterê.
Wisa xuyaye ku ne ev helwesta Pentagon’ê, ne jî tevgerên rûmetşikandinê yên rayedarên Îsraîl’ê tesîreke berbiçav li polîtîkaya Serok Obama nekirine. Biryara berdewamiya hevdîtinên îndîrekt yên di navbera filistînî û îsraîliyan de jî nikaribû di politîkaya Amerîka’yê de bibe sedemê guherîneke xuyange. Serokê Enstîtûya Washinton’ê ya Polîtîka ya Rojhilata Navîn, (Washington Institute for Near East Policy,) ku saziyeke fikir û raman e (think-tank) girêdayê lobiya aligên Îsraîl’ê ye, Robert Satlfof wiha dibêje: “Ti çavdêrekî polîtîk ne di wê baweriyê de ye ku di demeke kin de çareseriyekê were dîtin. Lê bi dîplomasiyeke aktîf û berfireh mirov dikare rexne û helwestên biguman yên ku dibin sedemê afirandina pirsgirêkan bide bêdengkirin û rawestandin. Herwiha bi van xebatan, atmosfereke wisa dikare were afirandin ku di encama wê de, raya giştî ya navnetewî bi awayeke lezgîn bala xwe bide ser pirsgirêka Îran’ê.”
Yanî bi kurtasî “pêvajoya aştiyê” li pêşberî raya giştî ya navnetewî tenê bûye sahneya kêf û seyranê. Lê li pişt sahnê li hemberî Îran’ê amadekariya şer tê kirin. Li gorî wan, ancax piştî şerê li hember Îran’ê ew dikarin, bi filistîniyan re li hev bikin. Ev gotin û axaftinên rêvebirên Îsraîl’ê bi dehan salane neguherîne, xwe dubare dikin. Tenê navê dijminê wan diguhere. Berî niha dijmin Misir û Îraq bûn, niha Îran e.
Ger M. Barrak Obama bixwaze, qet nebe ji hikûmeta Îsraîl’ê piçek zêdetir dilxwaz be, bila şik û gumana we tine be ku dikare ji dirama filistîniyan re çareseriyekê bibîne. Ji Fransa û Yekîtiya Ewrûpa’yê re jî tenê pirsek dimîne: Ew çawa dikarin ji vê pêvajoya çareseriyê re bibin alîkar?
Di Hezîrana 1980’an de, Civaka Dewletên Ewrûpa’yê, peymana bi nav û deng ya Venis’ê erê kir. Di peymanê de ku bi giranî di encama hewldan û xebata Fransa’yê de hat qebûlkirin, dihat xwestin ku hemû mafên meşrû yên filistîniyan were qebûlkirin. Herwiha Ewrûpa bi temamî li dij bû ku Qudus bi çi bahaneyî dibe bila bibe, diviyabû nehata dagirkirin û statuya wê nehata guherandin. Herwiha bi zimanekî vekirî dihat xwestin ku Rêxistina Azadiya Filistîn’ê (OLP) weke muxatab were qebûlkirin û tevlî hevdîtinan were kirin. Amerîka û hikûmeta Îsraîl’ê pir bilezginî bi awayeke dijwar li hember vê peymanê derketin. Îsraîl hemû pêşnîyazên ku têde dihat xwestin ku “SS ereb” jî tevlî hevdîtinan bibin, red dikir.
Piştî 13 salan, di sala 1993’an de, hikûmeta Îsraîl’ê Rêxistina Azadiya Filistîn’ê (OLP) weke muxatab qebûl kir. Ev deriyê pevajoya aştiyê bi xêra xebatên Ewrûpa’yê hatibû vekirin. Lê wê demê Ewrûpa’yek din hebû. Ew Ewrûpa ku wê demê Fransa dikaribû polîtakayek serbixwe ya derve sazbike û bişopîne.

Wergera ji fransî:
Bedran Dere

Çavkanî
  1. "Bêdengiya Kouchner li Îsrail'ê", Le Canard enchaîné, Paris, 25 Hezîran 2009; Gilles Parîs, "15’ê Hezîranê li Gaza'yê, Le monde, 17 Tîrmeh 2009.
  2. Nûçeyên Rojhilat, http://blog. mondediplo.net, 19 mijdar 2009.
  3. "Gaza a year later", International Herald Tribune, Paris, 5 Adar 2010.
  4. Nûçeyên Rojhilat, 10 Kanûn 2008.
  5. Le Canard enchaîné, 21 Cotmeh 2009.
  6. ‘’Paris comes out against Swedish plan’’, The Jerusalem Post, 3 Kanûn 2009.
  7. Ji bo hemû tekstê ‘’Nûçeyên Rojhilat’’, 18 Adar 2010.
  8. Nivîsa ‘’War in Context’’ di bloga Paul Woodward de, 16 Adar 2010. Nivîsa mark Perry jî di Govara Foreign Policy de, 13 Adar 2010.
  9. ‘’Biden’s Israel visit and its aftermath’’, Policy Watch, no 1642, The Washington Institute for Near East Policy, 15 mars 2010.