Tirk, li Kurdistanê di herîyê de çikîyan

Kanûn 1997
Translator

Şerê ku li Rojhelat û başûrê Anatolîyê ji panzde salan vir de berdewam e, beşek mezin yên ekonomîya Tirkîyê dadiqurtîne, hejmara leşkerên ku li herêmê tevdigerin di navbeyna 200 000 û 300 000 de ne. Nêzî nîvîyên hemû hêjmara leşkerên tirk in. Ev bûyer tirsa jihevketina Tirkîyê zêdetir dike, herçiqas di salên 80ê de, bi înîsîyatîfa Turgut Özal pirsgirêka kurdan hate munaqeşekirin jî, îro mesele cardin paşde diçe û babeta stratejîya klasîk ya kevn digire: pêşvexistina aborî û darê zextê.

Li gor serokwezîr Mesût Yilmaz, "pirsgirêk ji ber du sedeman berdewam e, yek jê aborî ya din civakî ye; me, projeyên herî mezin yên pêşvebirina herêmên Başûr û Rojava - daye ber xwe, navê vê projeyê : Projeya Bakûr û Rojava ya Anatolîyê yê (GAP), di vê projê de 35 baraj û navendên hîdrolîk hene. Li alîyê din hukûmeta min hêl dide ku li herêmê îmkanên peydakirina kar zêde bikin û bibin alîkar ku karmend bikaribin bi cîh bibin, bi vê projeyê axa belaş li kesên ku ciyê kar ava bikin, peyda bikin, wan deh salan ji baca dewletê muaf bikin. Her weha buhayê elektrîkê daxin nîvî û hwd." Sebebên serhildanên kurdan ne daxwazên mafên çandî û ne jî netewî ne? "xwestinên mafên çandî û netewî xapandinên derva ne".

Li gel serkeftinên rastîn, di "şerê li hember terorîzmê" de, tu kesek li Ankarayê bawer nake ku şer dê bi dawî bê, ji ber ku piştî şerê Kendavê tekoşîn ber bi bakurê Iraqê ve dikişe, li wê derê bi alîkarîya hêzên li hember Seddam yên welatên Rojava, di bin kontrola Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya birêz M. Barzanî û Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) ya birêz Celal Talabanî, herêmên otonom tên avakirin. Ji havîna 1996ê vir de, ji ber şerê birakujî ya di navbêra herdû rêxistinan de, li herêmê tu otorîte nemabû, ji ber vê yekê jî, ji derve de mudaxeleya Tehran û Ankarayê bi hêsanî pêkdihat. Herweha PKK jî ji ber heman sedeman hêzên xwe li wir xurt kir.

Tirkîye, hinek jî deynê encamên polîtîka amerîkî ku Iraq di ber sînorên wî de parçe kir, dide. Ev parçekirin di tixûbên Tirkîyeyê de, jê re bû wek birîneke nêm (îltihab) girtî. Dîplomatekî tirk weha dibêje "Em di nav dîlemayeke sergêjî û bê çareserî de ne". Ger şerê KDP û YNKê bisekine, dê yekîtîya kurdan çêbibe, ev jî hîç li hesabê me nayê, ger şer berdewam be, ku nuha rewş ev e, PKK ji rewşê qawet digire û hêzên xwe li herêmê xurt dike, ev jî li hesabê me nayê. Ji ber wê jî em dixwazin ku Bexda li herêmê ji nûve kontrolê bigire destê xwe, lê belê Amerîka bi herhalî li hember vê fikrê ye." Halbûkî ji meha 10ê ve ye herdû partîyên kurdan hêldidin ku bi hukûmeta merkezî ya Seddam Husseyîn re bazaran bikin...

Di vî halî de, dimîne ku herêm bêt dagirkirin. Îsal, artêşa tirk du caran êriş anîn ser Kurdistana Iraqê (ji 1984ê vir de, çend dehcar berê jî êriş kiribûn), Di van êrişan de, hercar bi deh hezaran leşkerên xwe bi kar anîbûn, ya dawîn gulana borî û ya nuha ji meha îlonê û vir de. Leşker bi qasî 200 km bi sînor ve kişîyan heta ku başûrê Hewlêrê derbas kirin û gehiştin tixûbên YNKê û li hember wan şerê çekdarî pêk anîn. Bi taybetî ji havîna borî û vir de, erkanî giştî qerar da ku qerargehên daîmî li wir bi cîh bike. Yek ji wan li ber sînorên Tirkîyeyê, kontrola sînorên Sûrîye û Iraqê li ser axa Iraqê çêdike.

Di çirîya pêşîna 1997ê de, rojnameya tirkî Hürriyetê qebûl dikir ku, li gor agahdarîyên fermî heşt hezar leşkerên tirkan li alîyên din, di navçeyeke tampon de bi cîh bûne. Ev navçe bi kûrahîya xwe 15 km ye û bi dirêjahîya xwe 330 km ye, di vê rewşê de, di navbeyna herdû dewletan de sînor namînin. "Bajarên kurd", hinek berpirsîyar difikirin ku hemû kesên ku koçber bûne, wan li cîhên mezin bicivînin, ev rewş, bê hemd gundên ku ji alî amerîkîyê ve li Vietnamê gîhandibûn ser hev ji bo ku hêsantir bikaribin şerê wan bikin bi tahlî tîne bîra mirovî.

Li gor berspirsîyarên kurdan, hevkarên Tirkîyeyê PDK jî di nav de, li gel serokên Sûrîyeyê difikirin ku Ankarayê hê jî dev ji xwestekên xwe yên kevn yên li ser bajarên zengîn yên neftê Kerkûk û Mûsûlê bernedaye, çend beyanên serokkomarê kevn Turgut Özal jî ev tirs hinekî zêdetir kirin. Çend sed hezar turkmenên ku mîlîsên wan ji alî Ankarayê ve tên kêdîkirin, li hember kurdan wek hêzên tampon tên qebûlkirin. Çi tê gotin bila bê gotin, valatîya sîyasî ku li Kurdistanê peyda bûye îşteha Ankarayê baş dikşîne û mudaxeleyek dikare jê re bibe dafik. Ev nîyetên Ankarayê bi awayekî tevayî dikare navbeyna wan û welatên Eraban xera bike, bi taybetî jî yên Sûrîyeyê ku ji parçebûna Iraqê gelekî ditirse. Ji ber vê yêkê jî Sûrîye têkilîyên xwe bi Iraqê re, ji bihara 1997ê ve ji nûve ji çav derbasdike, Ji meha gulanê ve, heyetek di bin serokatîya Rateb El Challah de, ku mirovekî bi nav û deng e û serokîya Odeya Bazirganî ya Şamê dike çûn Bexdayê. Mehek paşê sê derîyên gûmrikê di navbeyna herdû welatan de ku ji pazde salan vir de girtî bûn, hatine vekirin. Serokkomar Esad, li ser pirsê di tîrmeha 1997ê de weha digot:" Iraq welatekî ereb e. Min xwest ez cûdayetî û ferqîyetên di navbeyna hemû terafan de ji holê rakim, bo bikaribin ji nûve hêzên xwe bikin yek (ji bo dunya ereban), lê wisa dîyar e ku ev dem hîn nehatîye. Gavên ku di warê bazirganîyê de di navbeyna herdû welatan de hatine avêtin, ji bo nuha têr dikin" (1). "Lê belê her gaveka ku di vî warî de tê avêtin, amerîkîyan gelek nerehet û bêhizûr dike" li gor agahdarîyên diplomatên Rojava ku li Şamê bi cîh in derbas dikin. Bi vî awayî Sûrîye dixwaze ji Washingtonê re bibêje ku "li herêmê divê hesabê min bê kirin û ez hêzeke giring im, ger ez bixwazim, ez dikarim tesîra blokaja li hember Bexdayê ku ji alîyê welatên Rojava hatîye rêzkirin bişkênim".

Çavkanî

  1. Agahdarîyên ku ji alî ajansa çapemenî ya misirî MENA hatine bi nav kirin û ji alî Summary of World Broadcasts, hatîye weşandin, SWP û BBC. Londra, 7/7/1997

Wergera ji fransî: Vehbi Aydin