Tirkiye perçeyeke Ewrûpa ye?

Nîqaşên li ser mafê mirovan
Translator

Teza min a pêşî ev e:
Komara ku 1923’an nû hatîbû damezrandin bû xwedî derfet ku sala 1963’an Peymana Enqere’yê bi Yekîtiya Ewrûpa ya Aborî (CEA) re mohr bike, lewra di dema şerê sar de ji ber sedemên jeostratejîk û jeopolîtîk, hêzên rojava nêzîkbûna Tirkiye ber bi Yekîtiya Sovyetan ve weke xeterekî didîtin.
Ji dema damezrandina komarê û vir ve projeya rojavayîbûna komarê ew e ku bibe parçeyek ji hevgirtina rojavayî û saziyên rojavayî. Întellektuelên Kemalîst hewl didin bi alîkariya navgînên sembolîk qebûlkirina çanda rojava ya nû li ser civakê ferz bikin. Helbestvanê tirk Orhan Veli bi vî rengî bal kişand ser vê rojavayîkirina lihevçêkirî: “Li welatên din demokrasî bi xwînê çêbû, li welatê me bi qanûnan li ser me tê ferzkirin.” Ji awirên Tirkiye’yê ve endametiya YE’yê armanceke dev jê neyê berdan e, lewra damezrênerê dewletê general Atatürk ev armanc daniye ber wan. Ji ber vê yekê armanca endametiya YE’yê weke “siyaseta dewletê” tê dîtin. Lê belê gelek astengiyên ji ber siyaseta hundir hene ku Tirkiye’yê dûrî YE’yê digirin. Astenga pêşî arteş ye. Arteş li Tirkiye’yê ji serî ve dikare weke hêza di siyasetê de xwedî roleke sereke ye di vetokirinê de, were teşxîskirin. Beriya damezrandina komarê hê di dema Împeretoriya Osmaniyan de artêş weke elîta întellektuel di civakê de hêmanekî girîng ê pêşveçûna siyasî, civakî û çandî bû. Întellektuelên Kemalîst difikirîn ku întegrasyona rojavayî bi tenê eger civaka tirk weke şêwazên jiyana rojavayî were birêxistinkirin, dikare bi ser keve. Ev şêwazên jiyana rojavayî jî bi qanûnan hatin ferzkirin. Ango rojavayîbûn li Tirkiye’yê ne bi tevgereke çandî ji jêr ve bi gewde bû, lê ji jor ve bi zorê hat ferzkirin. Vê Kemalîzmê cih neda fikrê bingehî yê rojava ku dibêje dewlet û netewe xizmeta pêşketina ferd dikin û ne berevajiyê wê.

Tevî rojavayîbûna lihevçêkirî ya Tirkiye’yê jî, Serokê Komîsyona CEA’yê Walter Hallstein dema mohrkirina peymana Enqere’yê sala 1963’an ewrûpîbûna Tirkiye’yê bi van gotinan derdixist pêş: “Tirkiye parçeyekî Ewrûpa’yê ye” (Çavkanî: Steibach, Udo; Europa und die Türkei (Ewrûpa û Tirkiye) In: Weidenfeld, Werner (edîtor.): Europa-Handbuch. Bonn 1999, rûpel 681–690. Li vir rûpel 683). Li vir ez dixwazim bînim ziman ku artêşa tirk sê salan beriya hingî ango 1960’î bi darbeyeke eskerî dest danîbû ser desthilatdariya siyasî. Helwesta Hallstein nîşan dide ku darbeya eskerî norm û pîvanên ewrûpî binpê nekirine, lewra bi Peymana Enqere’yê diviyabû Tirkiye’yê bixin nava sîstema hevgirtinên rojavayê Ewrûpa’yê. Sala 1970’î protokola li peymanê zêdekirî ya ku wê Tirkiye û Ewrûpa nêzîktirî hev bikira hat mohrkirin. Çend mehan paşê dîsa eskeriyê darbe kir û desthilatdariya welêt girte destê xwe. 24 salan paşê roja 14’ê Nîsana 1987’an Hukûmeta Tirk serlêdana xwe ya duyem ji bo endametiya tam da YE’yê; tevî ku beriya 7 salan (1980) dîsa eskeriyê darbe kiribû û hatibû ser hukim. Tevî ku Tirkiye’yê di vî wextî de jî mafê mirovan û hindikahiyan gelekî zêde binpê kiribûn, vê yekê Yekîtiya Ewrûpa’yê aciz nedikir. Lîderê Cûntayê Kenan Evren di mîtîngekê de roja 3’ê Cotmeha 1984’an li Mûş’ê got: “Ma gelo em xayînan darvenekin û wan xwedî bikin?” li vir dixwazim bi bîr bixim ku Kenan Evren di serdana xwe ya yekemîn de ji aliyê Almanya’yê ve weke Serokkomarê Tirkiye’yê hat pêşwazîkirin. Wateya vê ew e ku cunta û rejîma darbeyê ji aliyê Almanya’yê ve rewa dihat dîtin û dihat qebûlkirin. Serlêdana 1987’an ne ji ber darbeya eskerî bi ser neket. Li vir ez tesbît dikim: Desthilatdariya artêşa tirk ji bo Yekitiya Ewrûpa (YE) nirx û pîvanê rojavayî nediêşandin, tevî ku piştî her darbeya leşkerî sazî û pîvanên demokratîk ji hev dihatin xistin û betalkirin, gelek mirov dihatin qetilkirin û rastî êşkencê jî dihatin. Pêşî em dikarin di warê dîrokî de vê tesbîtê bikin ku li rojava jî mafê mirovan bi xêra şer û berxwedanên demdirêj hatin bidestxistin. Ew bi ti awayî ji destpêkê ve parçeyê xweîfadekirina rojavayî yan jî rêûresma çandî ya ewrûpî nebûn, berevajî, bi pêvajoyên gelek zor û zehmet ên fêrbûnê, yên ku ji bo civaka tirk xerîb in, hino hino rûniştin. Binpêkirina mafê mirovan û hindikahiyan ji aliyê Yekitiya Ewrûpa ve weke karekî navxweyî yê Tirkiye’yê dihat dîtin, tevî ku Tirkiye hema hema endamê tevahiya rêxistinên siyasî û aborî yên hevgirtinên rojavayî bû jî. Sîstema siyasî ya nedemokratîk ya li Tirkiye’yê weke hêmanekî acizker nedihat dîtin, lewra têkiliyên di navbera YE û Tirkiye’yê de encama şerê sar ê di navbera bendên nîzamên kapîtalîst û komunîst de bûn. Ji ber vê yekê ewrûpiyan bi sedema şerê sar û berjewendiyên aborî demeke dirêj qîmet bi rastiyên tirk û pîvanê ewrûpî nedan û ew nedîtin. Bi vî awayî di vir de heta dawiya şerê sar cot-morala (cot-standardî) ewrûpî û bi nîv dilî weke pîvan qebûlkirina nirxên xwe bi xwe, derdikeve holê.

Teza min a duyemîn ev e:
Piştî şerê sar rola Tirkiye’yê ya bendbûna li hemberî ‘xetera komunîst’ nema. Belê zêde di ser re dem nebihurî û têkiliyên di navbera Tirkiye’yê û YE’yê de ji nû ve girîng bûn. Li cem DYE’yê, Ewrûpa jî di vê navberê de veguherî navendeke duyemîn a hêzê. Ji bo ku valahiya hêzê ya li rojhilatê Ewrûpa’yê dagire, YE’yê diviyabû stratejiyeke nû ya berferehbûnê bi pêş bixista. Bi vê yekê re ji bo bibe endamê bi temamî yê YE’yê şensekî nû yê Tirkiye’yê jî çêbû. Weke welatê ku rola wê ya pirekê ji bo veguhestina enerjiyê (gaza xwezayî, nift û hwd.) heye, girîngiya Tirkiye’yê van salên dawiyê zêde bû. Di vê çarçoveyê de divê îşaret pê were kirin ku dema YE’yê sala 1999’an statuya namzetê endametiyê da Tirkiye’yê, berjewendiyên xwe yên aborî û stratejîk derxistin pêş û qîmet bi întegrasyona siyasî neda. Weke encam kesên li Tirkiye’yê rê didan ber siyasetê wisa his kirin ku hatine piştrastkirin û bawer kirin ku karibin bi guhertinên herî kêm întegreyî sîstema siyasî ya YE’yê bibin. Ev helwesta elîta rêveber a tirk yek ji sedemên sereke ye ku nehişt di pêvajoya ewrûpayîbûnê de dînamîkên hundir ên Tirkiye’yê bi xwe pêş bikevin û xwe bi sazî bikin.

Teza min a sisiyan ev e:
Artêşa Tirkiye’yê ku dikare weke “hêza herî girîng a redkirinê (vetoyê)” were destnîşankirin, xwediyê pozîsyoneke hêzê ya mutleq e. Lewma têgihiştina li gorî rêûresmê ji serdema Osmaniyan (1326-1923) û vir ve weha difikire ku dewlet weke hêzeke xweser e û mirov nikare dest bidiyê. Ev dewlet ne mecbûr e xwe rewa bike. Tirkiye ji aliyê sûbayan ve hat damezrandin. Mustafa Kemal û hevalên wî ji artêşa osmanî ne. Ji pozîsyona xwe ya otorîter a hêzê, ji artêşa tirk hat ku formekî dewletê yê ne demokratîk belê di heman demê de berê xwe dayî rojava ‘ji jor ve ferz bike’ û biafirîne. Bi vê piştperdeyê mirov dikare rave bike ku eskerî xwe ne bi tenê weke misogerkarê ewlekariya derve dibîne û xwe her weha weke parêzvanê ‘demokrasiya Tirkiye’yê’, ‘destûra wê ya bingehîn’ û ‘laîktiyê’ dibîne. Wekî din eskerî weke erka xwe dibîne ku nobetdarê yekparebûna neteweya tirk û erdên dewleta wê ye. Û ji bo ku pozîsyona xwe ya hêzê biparêze, timî ‘dijminên dewletê’ yên hundir û/yan jî derve li hev tên çêkirin. Ji vê û wêde, êşkenceyê weke metodeke ‘normal’ a dewletê tê dîtin û mafên hindikahiyên dînî û etnîk weke dijminê dewletê tên nirxandin. Bi taybetî berê, welatî ji biryarên siyasî û aborî dûr hatin girtin. Mirov dikare bi vî awayî Tirkiye’yê weke ‘demokrasiya qadan’ bi nav bike: Qadek heye li welêt, em bi nav bikin eskerî ku doza hêza siyasî dike û her weha vê hêzê pêk tîne û di heman demê de xwe nade ber ku bi mekanîzmayên demokratîk were kontrolkirin. Biryara başbûn û xirabbûna tiştekî ji bo pêşketina dewletê, bi tenê ji aliyê eskeriyê vê dihat dayîn. Ev îro li pêşiya demokratîkbûyîna Tirkiye’yê astengiyeke mezin e. Pratîka vê yekê di civaka Tirkiye’yê de îro jî bi giştî tê qebûlkirin. Li aliyekî saziyên demokratîk bi awayê fermî hene, lê belê li gorî vê çandeke demokrasiyê nîne. Stratejiya sîstema serwer ew e ku dixwaze kakil û sîsika nîzama otorîter biparêze. Heta roja me ya îro, ji Tirkiye’yê nehat nîzameke civaka sivîl bi sazî bike. Yên desthilatdar biryara li ser radeya demokratîkbûyînê didin û bi tenê tesbît dikin ka çiqas demokrasî ji gel re divê. Bi ser de jî li Tirkiye’yê koalîsyoneke xwedî bandor û nefermî ya hêzên eskerî, hêzên polês, dadgerî, partiyên neteweperest, her weha partiya sosyal demokrat CHP’ê, rêxistina neyasayî ya “gurên boz” û hin beşên aboriyê ku xwe bi aboriya-veşartî û sergirtî ya berfereh fînanse dikin, heye ku bi tirkî jêre “derîn devlet” (dewleta kûr) tê gotin.

Teza min çaran ev e:
Saziyeke din a civakî ku ji bo pêvajoya ewrûpayîbûnê girîng e dînê Îslamê ye, ku hê di serdema osmaniyan de jî weke dînê dewletê xwediyê roleke navendî bû. Di Îslamê de ji hev cihêkirina dewlet û dîn nîne. Têkiliyeke ji nêz ve di navbera Îslam û binpêkirina mafê mirovan û mafê hindikahiyan de heye. Îslam weke dînekî şer pêk hat. Pêxemberê dînê Îslamê Muhamed ne bi tenê pêxemberek bû, ew her weha siyasetvanek bû ku dewlet bi rê ve dibir. Azadiya dîn di Îslamê de îro jî weke mafekî gerdûnî û nikare were parçekirin, nayê dîtin. Binpêkirina mafê mirovan li welatên misilman, bi vî awayî li Tirkiye’yê jî timî bi Îslamê tên ravekirin. Îslam wekî din jî li Tirkiye’yê weke hêmanê çanda neteweyî di konsepta neteweperestiya tirk de xwedî roleke girîng e. Netewe li Tirkiye’yê bi awayekî diyarker ji aliyê dîn ve reng girtiye. Nabe ku mirov vê yekê nebîne; Mustafa Kemal’ê laîk ji bo serxwebûna neteweyî banga cîhadê kir û paşê beriya ku 29’ê Cotmeha 1923’an weke serokkomarê pêşî were hilbijartin, li pêşiya parlemanê ev tawîz da: “Îslam di komarê de weke dînê dewletê dimîne.” (ji vê pirtûkê hatiye girtin: Seufert, Günter; Kubaseck, Christopher; Die Türkei – Politik, Geschichte, Kultur (Tirkiye – Siyaset, Dîrok, Çand), berg 556, Schriftenreihe der Bundeszentrale für Politische Bildung (Rêza nivîsarên Navenda Federal aji bo Perwerdeya Siyasî) . Bonn, li vir rûpela 86). Piştî vê daxuyaniyê Atatürk bi yekdengî weke yekemîn serokkomarê Tirkiye’yê hat hilbijartin. Îro jî Îslama sunî di siyaseta hundir de weke amûreke desthilatdariyê xwediyê roleke girîng e.
Dewleta Tirk weke prensîb ne li dijî radîkalîzma dînî ye,bi tenê li dijî saziyên dînî ye ku ne di kontrola wê de ne. Biryara Kemalîstan ew bû ku dîn bi awayekî radîkal bixin kontrola xwe, ango şoreşekê bikin. Lê belê laîktiya tirk serê pêşî ji bo rewakirina dewleta netewe, fikrekî siyasî ye. Rêveberiya dewletê diviyabû li gorî daxwazên Kemalîstan ji parastin û muhafezekirina dîn jî berpirsiyar bûya. Ji ber vê çendê, Tirkiye bi tenê bi awayekî fermî (lihevçêkirî) dewleteke laîk e. Di rastiyê de Îslam saziyeke hêzê ya dewletî ye. Ango dîroka sekulerbûna tirk xwe nasipêre jihevcihêkirina siyaset û dîn, xwe disipêre kontrola dewletê û li ser navê mentiqê dewletê bikaranîna dîn. Ji ber vê rola nakok divê dîn weke astengiyeke li pêşiya endametiya Tirkiye’yê ya YE’yê were dîtin. Di nîqaşên li ser endametiya Tirkiye’yê ya YE’yê de li aliyekî tê îdîakirin ku Tirkiye dewleteke laîk e û dîn weke amûreke hêzê ne xwediyê ti rolê ye. Li aliyê din Îslam ji bo hedef û armancên cihê weke amûrekê tê bikaranîn da ku di nava sîstemê de doza hêzê were kirin.

Teza min a pêncan jî ev e:
Di dema şerê sar de YE’yê girîngiyeke mezin bi binpêkirina mafê mirovan û hindikahiyan nedabû. Ew weke karekî navxweyî yê dewleta netewe ya tirk hatin dîtin. Ji dema qebûlkirina pîvanên Kopenhag’ê û vir ve ango ji sala 1993’an û vir ve, mafên mirovan û hindikahiyan yek ji xalên navendî ye ku mirov li gorî wê biryara qebûlkirina endamên nû yên YE’yê dide. Lê belê di mijara namzetê endametiyê Tirkiye’yê de pirsgirêkên mafên mirovan û hindikahiyan bi awayên cihê û hev nagirin, tên girtinî dest. Sedemeke vê yekê ew e ku YE dixwaze li gorî berjewendiyên aborî û siyaseta hêzê ya Ewrûpa’yê Tirkiye’yê li beramberî Asya ya Navîn û Rojhilata Nêzîk bi siyaseteke ewrûpî ve girêbide. Tirkiye pireke cografîk a di navbera Rojava û Rojhilat de ye. Dema mirov vê piştperdeyê li ber çavan bigire, dibe ku girîngiya pêvajoya demokratîkbûnê di siyaseta pêkhatî de ji ber vê talî be, tevî ku di nîqaşên li pêşberî raya giştî de timî tên tematîzekirin. Di sîstema desthilatdariyê ya tirk de her angajmana ji bo mafê mirovan û hindikahiyan bi tehlûkeya ji hev belavbûnê û parçebûna welêt re weke hev tê dîtin. Li gorî vê ewrûpayîbûna Tirkiye’yê li vê qadê jî rastî berxwedaneke mezin a siyaseta hundir tê. Xwediyên hêza siyasî yên li Tirkiye ya îro hewl didin sîstemeke demokratîk, yan bêyî guhertinan yan jî bi guhertinên herî hindik bi ser bixin. Guherandinên ji bo vê jî ji destpêka pêvajoya ewrûpayîbûnê ve ango ji 1999’an ve pêk tên. Para bêtir ev guhertinên qanûnî beriya civînên bilind ên Konseya Ewrûpa’yê hatin erêkirin. Bi ser de jî di reformên xwe li gorî Ewrûpa’yê guhertinê de heta niha ti sîstematîk xuya nake. Lewra ev guhertin ne bi baweriyeke ji dil, belê ji ber zexta zêde ya ji derve û hundir pêk tên. Li pişt vê nesîstematîkbûnê mentiqek heye û heta tê xwestin ev bi vî rengî be. Stratejiya sîstema desthilatdar ew e ku kakil û sîsika xwe ya otorîter biparêze. Ji ber vê piştperdeyê di analîzkirina pirsgirêkê de mirov neçar dimîne bifikire ku paketên reforman ji aliyê pirraniya burokratên dewletê û huqûzanan ve nayên qebûlkirin. Di pratîkê de pirraniya reforman yan hîç pêk nayên yan jî bi tevahî pêk nayên. Hukûmeta tirk der barê pêvajoya reforman (lîberalbûn) de daxuyaniyên nakok dide. Li aliyekî tê eşkerekirin ku paketên reforman wê bandoreke şoreşgerî li jiyana li Tirkiye’yê bikin, Tirkiye li gorî Kanûna 1999’an îro li dinyayê û fikr û şêweyên jiyanê vekirîtir e, ji xwe bawertir û azadtir e. Li aliyê din jî tê gotin, Tirkiye’yê ji destpêka damezrandina xwe ango sala 1923’an û vir ve timî nirxên mîna azadî, demokrasî û mafê mirovan qebûl kirine û parastine.

Teza min a şeşan ev e:
Pirsgirêka kurd di pêvajoya ewrûpayîbûnê de benda (astengiya) navendî ye – li her du aliyan jî ev bi vî rengî ye. Bi siyaseta hundir nikare were çareserkirin, lewra ew ji bo întegrasyona dewleta netewe bi kêr hatî ye û bi taybetî jî hêza dikare veto bike ango ya eskeriyê rewa dike. Ji bo YE’yê jî pirsgirêka kurd bi taybetî fonksiyonel e, lewma ew ji bo ku Tirkiye’yê ji xwe dûr bigire tê bikaranîn da ku xwe ji pirsgirêkên aborî, siyasî û çandî vedin, yên ku muhtemel e bi endametiya Tirkiye’yê ya di paşerojê de derkevin holê.
Bi kurtî mirov dikare bêje ku mafê mirovan û hindikahiyan ne parçeyekî çandî û siyasî yê Tirkiye’yê ne. Lewma jî zehmetiyên dewletê hene van dawerivîne hinavên xwe û bi sazî bike. Heta ku Tirkiye weke mînak qirkirina ermeniyan û mafên hindikahiyên etnîk û dînî qebûl neke, girêdana wê ya bi peymanên mafê mirovan ên navneteweyî ve, bêtesîr dimîne. Ji ber vê yekê jî Tirkiye nikare di rewşa niha de bibe endamê YE’yê. Pêşketin û guherînên paşerojê wê diyar bikin gelo mumkin e Tirkiye were demokratîkkirin. Li gorî fikra min Tirkiye bi tenê weke demokrasiyeke rastî û ji dil dikare bibe endamê YE’yê.

Wergera ji tirkî
Sharo Î. Garîp

Çavkanî

Ev nîvîs ji bo Le Monde diplomatique kurdî hatiye nivîsandin.