Tirkîye û tercîhên welatên rojava

Hezîran 1994
Translator

Civandina leşkera bi awayekî nedîtî, li hevkirina partîyên bingehîn li ser fikrên eskerî, kontrola agahdarî û çapemenîyê, bê terefkirina muhalefetê, hemû şertên hundurîn amade ne ku artêşa tirk êrîşa dawîn li hember kurdan pêk bîne. Îşareta êrîşê her dem dikare bê dayîn, bi îhtimaleke mezin piştî damezirandina hukûmeta nû ya koalîsyona, li dora Partîya DYPa Tansu Çiller û Partîya ANAPê ya Mesut Yilmaz. Ger bi ser nekevin û koalîsyon pêk neyê, tê axaftin ku artêşa tirk xwe amade dike ku bi cûntayekê dest deyne ser kirdayetîyê û bi dizî û di bêdengîyê de "serhildana kurdan ya bîst û nehan jî bişkîne, têk bibe".

Yê girîng ew e ku bê zanîn ka dê dostên dîrokî yên Tirkîyeyê bi taybetî amerîkî û alman ku heta nuha gelek caran bi awayên cûre cûre alîkarîyên xwe li hember "terorîzmê" ji bo Ankara diyarkirine, çawa reaksîyon şanî bidin; di demeke wisa de, ku qismek mezin ya raya giştî yên welatên wan ji bo rewş û qedera kurdan hesas bûne. Heta niha, fikrên tirkan ew bû ku; ji ber şerê Bosnayê, ji ber tevlihevîyên li Kafkasyayê, ji ber pirsgirêkên wan bi Iran û Iraqê re, pêwîstîya welatên rojava bi Tirkîyê heye û di şerê li hember Kurdistanê dê, dê çavên xwe bigirin û dengê xwe nekin. Halbûkî tirk bixwe pêwistîyên wan yên mezin bi van dewletan heye, ji ber ku gelek caran alîkarîyên bê heq didin wan, her wek çek û malzemeyên çekan, kredîyên bankê yên erzan, rehetîya bazara firotin û kirîna malên bazirganî û bidestxistina dovîzeke xurt a ji tûrîzmê.

Aborî, wisa diyar e ku ji bo vî welatî "pahnîya Aşîl" e. Şer ji bo vî welatî ku hîne di rêya pêşketinê de ye, gelek buha dibe. Welatek ku bi 67 milyar deynê xwe, yê ji derve re, di dunyayê de, yê herî bilind e. Enflasyon, di dora sê reqeman de diçe û tê, lîra ku her hefte qîmeta xwe winda dike, endustrîya tûrîzmê ku qedera xwe bi şer û belavbûna wê ber bi bajarên berderyayê ve girêdayî ye, îşaretên talûkê, lemba sor li ser tabloya aborî bê sekin pêdikeve, ev yek jî hinek karmendên mezin mecbûr dike ku ji bo doza kurdan bang bidin û bo çareserî û lihevhatinên aştîyane tevbigerin.

Ji bo Tirkîyeyê dema rastîyê nêzîk dibe. Ji ber giranîya paşeroja xwe û tradîsyonên leşkerî û nijadperestî ku di bin îdareya artêşa leşkerî de tê meşandin û ji alîyê din pêwîstîya adaptasyona dunyaya îroyîn, Tirkîye bê qerar e, sergêj e, pêwîst e ku berî ku dereng bibe qerarekê ji xwe re peyda bike. Serokkomarê kevn, Turgut Özal, şexsîyetek modernîst, çend gav bi pêş de avêtin. Lê belê wisa dîyar e ku ji salekê û vir de ye, Ankara dîsa vegerîyaye rojên xwe yên naletî û nîjadperestîyane, fikrê êrîşeke leşkerî, macerayên mîlîtarîst tenê dikare texrîbatên mezin bide beşek mezin yê welêt, çavkanîyên hatinîyên welêt ji hev dikevin, bê bawerîyên mezin di navbera herdû civakên ku damezrênerên welêt in de pêktîne.

Îro, dem hatîye ku welatên Rojava hevkarên mezin yên Tirkîyeyê, berpirsîyarîyên xwe bi bîr bînin ji bo ku li hember firehbûna şerekî gelemperî astenga çêkin da ku şer bela nebe û neyê merheleya trajedîyeke însanî û exlaqî ji bo kurd û tirkan û aştîya hemû herêmê. Divê bê zanîn ku tirk bê dengîya hevgirtên xwe yê rojava wek destekeke ji bo statejîya xwe hesab dikin, Rexneyan jî wek muxalefetê qebûl dikin. Ji bo vê yekê welatên Rojava divê hemû bi hev re bidin zanîn ku polîtîka îroyîn ya leşkerî û maceraperest ya dostên wan tirkan, tu xizmetê ne li kurdan, ne li tirkan û ne jî li wan bi xwe dike, ku pirsgirêka kurdan polîtîk e û çareserkirina wê jî, ne leşkerî ye, divê polîtîk be, rêya rastîn ew e ku; bi dîyalog bibe çareserîya polîtîk ya ji bo lihevhatinê.

Herweha mesele ne tenê di warê însanî de ye. Felsefeya polîtîka welatên rojava li herêmê çiqas diçe hesastir dibe. Bawerîyên ku Tirkîye dikare bibe welatekî mînak ji bo "dunya tirk ku ji Adrîyatîk heta bircên Çînê" cîh digire, di nav du salan de ji ber cahîlî û kêmnasîya rastîyên dîrokî û kulturî yên herêmên vê dunyê bi temamî şikestîye. Miletên ku zimanên cûda yên grûba turkî diaxifin, ev serê hezar salan e ku ji hevdû dûr, bi dîrok û kulturên cuda dijîn, merivantîya wan; bi tirkên Anadolîyê re, ji merivantîya fransîyan ya bi romanîyan re nêziktir nîne. Ji alîyê din, astenga li hember entegrîzma şîî ya îranîyan ne tirk in, lê belê kurd in, kurd di navbeyna tixûbên Iran û Iraqê de bi cîh in û herweha di navbeyna dunya şîî ya îranî û azerîyan de û Anadolîya tirk ku bi piranîya xwe sûnî ne de, wezîfeya dîwar an jî zirx dibînin. Ger ji bêhêvîtî Kurdistan ber bi muhefezekarîyê ve biçe û paşverû li heremê bela bibe, Tirkîye jî bi temamî dê têkeve vê belayê

Dewleta qedîm ya Osmanî ji vê rastîya jeo-stratejîk baş haydar bû, ji ber vê yekê jî li hember tehdît û zixtên Îrana şîî û ji bo hevalbendî û îttîfaqeke xurt, otonomîyeke gelek berfireh ji bo kurdan wek pêwîstî didît. Tenê welatê ku bi çavkanîyên xwe yên avî û petrola bin erdê, Kurdistan dê bibe faktora bingehîn ya hizûr û aştîyê li vê herêmê. Ger welatên rojava hemû tedbîrên sîyasî û stratejîk yên ciddî peyda nekin, ger bi bêdengî û desteka xwe ya piralî, ger çavên xwe li polîtîkaya Ankara ya zulimkar bigrin û dîsa ger demokrasîya ciwan ya kurdên Iraqê destek nekin û wan bi qedera wan re bihêlin, 30 milyon kurdên herêmê dikarin têkevin bin tesîra hin dengên din û ber bi kampên tundrew ve herin.

Ger hevkarên rejîma Şah, welatên Rojava di dema xwe de bibûna asteng û ku nehîştibana Şah muxalefeta xwe ya demokratîk bipelçiqîne, me dê îro bê gûman nedîta ku rejîma Ayetullahan xwe bi cîh bikira. Ger di salên 1975ê de, Rojava alîkarîya berxwedana demokratîk ya kurdan a General Barzanî kiribaya, îro dê serokkomar Sedam Husên ne li ser hukûm bûya û nebûya bela li serê herêmê, dê bi vî awayî şerê Îran û Iraqê jî derneketa û nebûya sebebê bi milyonan kuştina kesan û ne jî şerê kendavê û bi hezaran kuştina şehîdên kurdên Iraqê. Iro jî hîne bi temamî dereng nîne ku welatên rojava yên hevkarên Ankara, mudaxeleyeke ciddî bikin, da ku Ankara di demeke nêzîk de çareserîyên lihevkirî û maqûl ku li tixûban hurmet digire peyda bike û herweha daxwazên kurdan yên mafdar û heqdar ji bîr nekin.

Çavkanî

Wergera ji fransî: Vehbi Aydin