Lokman Turgut

Mexreb timî ne li ser dika dinyayê ye admin Mi., 10.03.2010 - 12:42

Kesên serdana paytexta herêma Rojhilata Fas’ê (çend kîlometreyan dûrî Ûcda) dikin, bi rewşeke sosret û sosirmet re rûbirû dibin: Riya ber bi Cezayîr’ê ve ji aliyê maşînên kar û xebatê ve hatiye girtin, çend karmendên ewlekariyê ji xwe re digerin û aramiyeke ecêb li ser vî cihî heye ku diviyabû devereke têrederbasbûnê ya di navbera du welatên herî mezin ên Bakurê Efrîka’yê de bûya û ji ber çûnûhatina zêde ya maşîneyan xitimîbûya. Ev bêdengî ya rastî wêneyê lihevnekirina di navbera Fas û Cezayîr’ê de dide der. Ev lihevnekirin biqasî temenê nifşekî ye dewam dike.

Mezintirîn pirsgirêka li pêşiya siyaseta navneteweyî ya sedsala 21 admin Do., 11.03.2010 - 10:02
Kî siyaseteke derve ya Ewrûpa’yê dixwaze? admin Do., 11.03.2010 - 10:04

Jêre 8 sal hevdîtin, rêzik, konferansên navhikûmetî, referandûmên tesîra trawmayê kirin, lihevkirin û civînên bilind ên Ewrûpa’yê diviyabû ku Peymana Lîzbon’ê pêkbînin – ji bo vê diviyabû dev jî peymana destûra bingehîn were berdan.- Peyman 1’ê Kanûna 2009’an kete meriyetê. Ev “dewra şer” hê jî bi dawî nebûye.

Kurtedîrokeke qanûna girtîgehan a Almanya’yê

Piştî awiqandina dehsalan, parlemanterên fransî di Cotmeha 2009’an de qanûneke girtîgehan qebûl kirin ku naveroka wê hêviya ehlê mijarê û spesyalîstan pûç kir. Lê belê, gelo em dikarin lê bifikirin ku qanûna baş a mirov bê sedem li bendê nekarîbû pirsgirêka girtîgehan çareser bike? Tecrûbeya li Almanya’yê destûrê dide ku mirov xwe ji vê îluzyona huqûqî dûr bike û vê heqîqetê bi bîr bîne: Ji pirsgirêka civakî qutbîyî û nepêwendî siyasetê ev mijar bê mane dibe.

Sînorên şêlo û şerê domdar ê di navbera ereb û kurdan de admin Di., 16.03.2010 - 10:24

Xirabbûna têkiliyên navbera ereb û kurdên İraq’ê tiştekî nû nîne: Koka wê diçe heta bi sozên hatî dayîn – û paşê nehatin girtin – yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û dawîlêhatina İmperatoriya Osmaniyan. Piştî dagira Amerîka’yê ya sala 2003’an daxwazên kurdan ji nû ve bihêz xwe dan der û rêveberên wan hewl dan sûdê ji lawaziya Bexda’yê bigirin. Lê belê her tişt hê dikare biguhere. Desthilatdariya navendî hêdî hêdî xwe ji nû ve ava dike, ev yek jî bi hêvî û perspektîfên firotina zêde ya petrolê xwe nîşan dide, lewra peymanên nû bi şîrketên biyanî re nû hatine mohrkirin.

Şerê bêkêr İraq’ê wêran dike admin Di., 16.03.2010 - 10:27

Çend hefte piştî destpêka êrîşa Amerîka’yê bi ser İraq’ê ve, di Adara 2003’an de bi hezaran kes çûn devê deriyê avahiya komeleya girtiyên azadkirî -vîllayeke deteserkirî ya berpirsiyarekî rejîma Saddam Husên.- Li ser dîwaran lîsteya navan hatibûn daliqandin ku li gorî rêza alfabeyê bû. Ev lîste dema ku xelkê navenda rêxistina îstîxbaratê talan dikir, bidestketibû. Mirovên bêhêvî, bi tiliyan di ser navên di lîsteyan re diçûn, bi hêviya ku fêr bibin çi bi serê xizmên wan ên ku polês ew girtî hatibû, aqûbeta wan fêr bibin.

Hetîketiyên civakî yên Pissaro

Hîseke xweş e mirov berhemekî bibîne ku ji hestên bi mirov re çêdike û wir de, bi awayekî cihê zêdebûna tiştên dikarin werin bidestxistin û ji dest dan, nakokî û şerên serdemekê radixe ber çavan. Ev berhem di heman demê de ferz dike ku mirov xeyala têkiliyên kêm dualî yên ku di navbera modernîteya hunerê û hesasiyeta siyasî de pêk tên, bike. Bi awayekî mirov ne li bendê, bi Pissaro hejiyaneke rohnîker peyde dibe.

Di çarçoveya pêvajoya endametiyê de pirsgirêka kurd

Doçenta Înstîtûya Otto-Suhr a Zanista Siyasetê li Zanîngeha Azad a Berlîn’ê

Perspektîfa endametiya YE’yê û siyaseta YE’yê ya şertdanînê bandoreke êrênî li ser demokratîzekirina Tirkiye’yê kir ku nabe mirov vê yekê nebîne. Lewra hê jî divê ev motorê demokratîzekirinê li ser piyan were hiştin û bike bi pêvajoya demokratîkbûyînê re jî bi awayekî çêker bimeşe. Bi hevpariya endametiyê û raporên pêşketinê yên perîodîk ên Komîsyon’ê di destê YE’yê de amûrek heye ku pê dikare ji bo gav bi gav pêkanîna Pîvanên Kopenhag’ê zorê bike.

Bandora demokratîkker a perspektîfa endametiya YE’yê

Îran - Parastvanên Şoreşê kî ne? admin Do., 18.03.2010 - 12:08

Piştî ku Komara Îslamî ya Îran’ê di sala 1979’an de hat damezrandin ne bi gelekî bêserûberêya artêşa ji rejîma monarşîst mayî û tirsa ji darbeyeke leşkerî, kir ku Ayetullah Xumeynî hêzeke din a leşkerî ava bike. Ev hêza leşkerî 22’ê Nîsana 1979’an bi navê “artêşa bextreşan” hat sazkirin, paşê bi navê artêşa pasdaran bi xala 150’î ya destûra bingehîn hate qanûnîkirin (AP – Sepahê Pasdaranê Enqelabê Îslamî, SPEÎ). Erka wê ev e: “Parastina Şoreşa Îslamî, ewlekarî û nîzama gelemperiyê.”

Gelo Îslam berferehbûnparêz e? admin Do., 18.03.2010 - 12:14

Pirsek li serê Ewrûpa’yê digere: Gelo Îslam di cewherê xwe de berferehbûnparêz û fetihkar e? Li Swîsre’yê pêşengên dengdana li dijî lêkirina minareyan bi dengekî bilind dibêjin erê, û xwe disipêrin rexneyeke nû ya heyî ya li Îslam’ê2. Bi gotinan, ev berferehbûnparêzî xwe disipêre daxwazeke hegemoniyeke siyasî ku li xwezaya “îdeolojiya îslamî” (daxwaza zarokanînê dike - natalîst, hewl dide mirovên din bîne ser dînê xwe – proselît û berferehbûnparêz) tê barkirin, weke stratejiya hin aktorên wê (“îslamî” û “projeyên wan”3).