Vebîner û Fatîh

Translator

Doktor Livingstone, ma ez melheze dikim? di 1871ê de, li ser peravên gola Tanganykayê, hevdîtina sembolîk a rojnamevanê îngilîz-emrîkî Henry Stanley û mîsyonerê skoçî David Livingstone ku bi salan e haya me ji wan nemabû, bi têra xwe alîkarîya populerkirina îmaja vebîneran kir; wê ji wan di dema wan de lehengên navdar ên rastî çêkirin. Gilbert Grellet ji bo ku bide ser şopa efsaneyên wan yên li ser sînorên dinyaya tê zanîn, pişta xwe dide nivîsên ku li Le Tour du Monde (Gera Cîhanê) hatine weşandin. (1)

Ji bo maceraperestan, rastîya mutleq nîne: "Îmaja reşikê qirêj, serxweş û ehmeq, yê ku jinên obez û zarokên zikmezin li dora wî ye, ji ruhê xwe bikin", dinivîse Stanley, gava bi awayekî pesnokî  portreya gundîyê ûgandayî xêz dike; lê dîsa ew e ku di berfanbara 1875ê de ji bo ku "serpêhatîyek"ê pêk bîne, ji Kongoyê heya Atlantîkê tê xwar, dema vê dike jî rêya xwe bi derbên tivingan vedike. Herçî Livingstone e, ew çavdêrek e ku pêşhukmên wî li hemberî civakên di nav wan re derbas dibe, nînin û xwe wekî dijminê sûndxwarî yê mîsaqê dide nîşan, wî yê bi awayekî dilrehet di dema keşfên xwe de ji "erebên" nêçîrvanên koleyan alîkarî bistanda.

Mirov wisa bawer dike ku şef û qralên herêmî ne timî dilovan in û heta qet ne dilovan in, xwînrêj in, mirovxwer an jî zordest in. Lê ji Zambèzeyê heta bi Mékongé, ji Sumatrayê heta bi "Rojhilatê tevlihev", çermspî jî bi komî dikujin. Serpêhatîya destanwarî, an jî trajîk ku bi cesaret, hingofî û dînîtîyê re tevlihev bûye; tevgera vebîneran bi vî awayî rê li ber ên ku paşê wê bersiv bidana vê pirsê, vedikir : "Hûn hatin ba me, bêyî ku me bang li we kiribe. Hûn ji bo çi hatin?" -di dawîya salên 1880yê de xwecihîyek ji başûra Annamê li ser navên hemûyên din ji kaptanê fransî Pierre Paul Cupet vê pirsê dipirse. Dê qral Léopold II berîya desteserkirina du milyon kîlometre kareyan li Kongoyê, neyekser bersiveke hişk wekî "ji Belçîkayê re kolonîyek divê!" bidaya.
Li gel vê yekê, di berhema xwe ya balkêş a li ser "globalbûna îberîkê", Serge Gruzinski hin fikrên hatine qebûl kirin ser û bin dike: "Şaş e mirov bawer bike ku destpêkê fikreke emperyalîst a dagîrkerîyê hebû. (…) Firehbûna Ewropayê çi qasî li asta jor bûyera polîtîk be, ewqasî jî bûyereke qederên ferdî ye". (2) Mînak : Di sala 1511ê de, gava portekîzî li "biharat"an digerin, pere û hêza xwe didin ser li Malacca (Malezya)yê û kastîlyayî [spanî ] neçar dimînin Kubayê bi dest bixin. Ji bidestxistina vê giravê û pê ve, Hernán Cortes maceraperestek e ku xwe ji zehmetîyan xilas kiriye, dijberê Textê Qiraltîyê ye û Mexico-Tenochtitlánê bi dest dixe. Wêrekîya wî ya ecêb û parçebûna polîtîk a cîhana navenda Amerîkayê dê çarenûsa herêmê dîyar bikira û piştre jî wê bikira ku "metropol" jî di vê dagîrkerîyê de cihê xwe bigire. Portekîzî jî li hemberî xweragirîya mandarînên çînî (memurên bilind ên Çînê) têk diçin; heya avabûna Macaoyê wan dê modela nû ya "kolonyal" fam nekiraya.

Ji dema dagîrkirina Amerîkayê ve, spanîyên ku li wir bi cih dibin, berê xwe didin Okyanûsa Pasîfîkê, Fîlîpînê bi dest dixin û di heman demê de fikra êrişa Împaratorîya Osmanî jî diewirînin, ev hê înîsîyatifeke herêmî ye: "Berevajî klîşeyên ku ne li gor dîrokê ne, ên ku metropoleke spanî dinexşînin ku pê mijûl in li dinyayê belav bibe, ya ku ber bi sûc û guneh ve dajoye hawirdor e, ya ku wê dide sekinandin nîvgirav e". "Baz"ên ku ji ber bêtevgerîya "dayîkniştimanê" pir zivêr dibin, nîqaşê dikin… pir nûjen e. Bi vî awayî, li ber bêderfetîya birêvebirina weazeke "pasîfîk", radigihînin ku "peywira qebûlkirina gotinên Îsa ‘mudaxaleyê’ rewa dike" û berjewendîya "lêdana rêgir" derdixin pêş. Di 1538ê de fransîskanên Jaliscoyê (Meksîka) dibêjin ku sedema zehmetîyên kişandine ew e ku "bi leşkeran re digerin". Wisa dixuye ku organîzasyonên me yên mirovî tiştekî nû venedîtine.

Çavkanî

  1. Gilbert Grellet, Aux frontières du monde / Li Sînorê Cîhanê, Jean Picollec, Paris, 2011
  2. Serge Gruzinski, L’Aigle et le dragon /Eylo û Ejderha, Fayard, Paris, 2012

Wergera ji fransî: Sevda Orak