Vegera dema bihurî

Translator

Di navbera tirk û kurdan de bilindbûna şidetê, hewldanên netêr jî, yên ji bo çareserîya pirsa kurdî dixe xeterê

Ew dê ji hîç xîretekê xwe bi paş ve negire ku li Rojhilatê Navîn û derveyî wê jî, alîkarîya bicîkirina "edalet û payebilindîya edaletê… azadî û demokrasî"yê bike. "Eger pêwîst be ku Tirkîye di navbera rejîm û xelkê wê de biryarekê bide, dê biryara wê herdem ji bo gel be." Bi şopandina vê qaîdeyê û berpêşkirina welatê xwe wek "modela demokrasîyê" li dijî tevlîhevîyên dramatîk a herêma êşkêşên jêrdest ên dîktatorîyan, serokwezîrê Tirkîyeyê Erdogan piştgirîya xwe ji tevgera dijraber a Surîyeyê re ji bo "têkoşîna azadîyê" li dijî Beşar el Esedê dîktator dîyar dike. Û bi rêya wezîrê xwe yê derva vê yekê dide zelal kirin: "Pêwîstîya herêma me bi pêvajoyeke cidî ya reformê heye. Daxwazên mirovên vê herêmê normal, rast û rewa ne. Bicîanîna daxwazên wan dê herêma me ber bi zêdetir îstikrarê, hîn bêtir demokrasî û refahê ve" bibe.

Şansê Erdogan û ekîba wî heye. Hîn bazîlûsa[bakterîyeke zirav] "bihara erebî" ji sînorên Tirkîyeyê derbasî hundir nebûye. Hîn ne pêwîst e ku serokwezîr bawermendîya van îkazên xwe yên hember kesên din rasterast bixe bin çavdêrîyê. Yanî hîn li pêş bîrûraya giştî, hêzên navnetewî yên hîn dilxwaz in ku "modela tirkan" ji bo Rojhilatê Navîn, îslameke hişmend a ku xwe bi nirxên demokrasîyê ve wêzifedar dike û xwe girêdayî Rojava hîs dike, bawer bikin. Hîn koma gel a etnîk herî mezin li Tirkîyeyê, yanî kurd, mînaka rêhevalên hevêşên xwe ên li Surîye, Lîbya û Misirê yan jî Yemenê negirtîye. Lê dîsa li Tirkîyeyê jî îşaretên bahozê hene. Wisa dixuyê, hêvîya ku Erdogan û partîya wî AKP "Partîya Edalet û Geşepêdanê" li ser "serdema nû ya ahengsaz" di navbera tirk û kurdan, di nav sînorên Komara Atatürkî de ku ji hebûna kurdan, mafên wan ên şexsî û komelgehî bi cûrbicûr qanûnên dewletî ji sala 1924ê ve heta îro înkar dike, belawela bûye. Hîn jî ev rewş didome.

"Kesên ku azadîya xwe winda kirine, ji ber ku neparastine winda kirine"

"Kesên ku azadîya xwe winda kirine, winda kirine ji ber ku neparastine." Bi van peyvên îkazbar ên Voltaire, parêzger û çalakvanê mafê mirovan Muharem Erbey nameyekê ji girtîgeheke Tirkî-yeyê ji hembirayên xwe re dişîne. Ew di sala 2009ê de ji ber sedemên dijderketina binpêkirina mafên mirovan li Tirkîyeyê hatiye girtin; mînakek e ji gelek kesên din ku li dijî zextên dewleta tirk ên hîn jî li dijî kurdan didomin û ew bi zexta-YE (EU), bi reforman xwe demokratîk dike.

Erdogan berîya du salan hêvîyên ku hîç serokwezîrekî berîya wî nedabû da. Wî navê plana xwe danîbû "vebûna demokratîk" beramber kurdan, medyaya tirk peyva "pêngava dîrokî" bi kar dianî, gava hikumetê yekem car hin azadîyên çandî ji bo gelê bindest berepêş kiribû. Lê dîsa bi carekî ve tengijînên berê bi paş ve vegerîyan, şidetê dest pê kir, îkaz û tehdît, xwîn û kuştin hewaya xudêgiravî ahengsaz jahrî kir. Şidet û dijşidet ji nû ve ber bi jor ve hildikişin. Gerîlayên "Partîya Karkerên Kurdistan"(PKK) êrişî leşkerên tirk dikin, artêş baregehên PKKê yên li Bakûrê Îraqê bombebaran dike, li gundan dixe, sivîlan pêwîstî rev û mirinê (hîn di vî warî de piştrastîya serbixwe tuneye) dike. Pêşketin, motîv û sedemên berzebûna xirecirê mirovî şaşwaz dikin. Zelalî ew e ku zimanê şer bi paş ve vegeriyaye. "Êdî tolerans nabe. Dê bihayê vê yekê ji bo wan (PKK) giran be" û ji bo "wan kesên"(yanî partîya nêzîkî kurdan "Partîya Aştî û Demokrasîyê"BDP) ku xwe ji PKKê dûr nekirine, şefê hikumetê tehdît dike û "şerekî nû" îlan dike, belkî jî, ji nû ve dagirkirina bakûrê Îraqê, cîyê ku jixwe bi salan e 1200 lêşkerên tirk tê de ne.

Erdogan berî her tiştî li pey motîvên siyasî ye

Di siberojê de, wiha dibêje serokwezîrê şerhez, divê hêzên taybetî yên polîs bi çekên nû û yekemcar bi firokên bê pîlot roleke girîng di şerê li dijî PKKê de hilgirin ser xwe; ev yek dê heta gerîla bên tune kirin bidome. Tehdîta ku yekîneyên polîs ên paramilîter di şer de cî bigirin, ragêşî bilind dike û bîranînên salên şer ên 1990ê şîyar dike, di wê demê de ev yekîneyên leşkerî 4000 gund xirab kiribûn û nêzîkî du mîlyon niştecî koçber û perîşan kiribûn, birînên derketine holê hîn jî, baş nebûne. Piranîya kurdan difikirin ku ew ji leşkeran gelek xirabtir bûne. Di sala 1997ê de ew ji holê hatibûn rakirin, ji wê demê ve rewş hinek aramtir bûbû. Bicîkirina wan a nav şer dê şansa dawî ya ji bo aştîyê jî, derdest bike. Ev mebesta Erdogan li cem kurdan û li cem tirkên lîberal jî, şikbarîya wan a ku serokwezîr bi lihevhatin û aştîyê ne cidî ye, zêde dike. Rojnamevanê tirk Cengiz Çandar wiha gazinan dike "li hember hemû hewldanên ku tundrewîya leşkerî ya li Kurdistanê rawestîne, ew bixwe jî pirsa kurd bi heman şeklê netewperestîya leşkeran dibîne".

Ji nû ve vejandina yekîneyên polîs ên kerixî ne, Erdogan helbet ewil li pey motîvên siyasî ye. Bi wêrekîya serfirazîya hilbijartina meha hezîranê wiha dîyar e ku hêvîya wî, kefaleta leşkerî ya dûredirêj ji bo sîstema atatürkî, piştî xwejikarvekêşana serbazên wê yên bilind û sê serbazên herî berz hîn bêtir bê tesîr bihêle, rêzdarîya wan kêm bike û bi şerê li dijî PKKê kontrolê hîn bêtir bixe jêrdestê sîvîlan. Polîsên taybetî dê bi wezareta hundir a nêzîkê AKPê ve bên girêdan. "Ji alîyê siyasî ve gaveke gelek xirab" dibêje analîzvanê leşkerî Gareth Jenkins ku li Stenbolê hatiye bicîhkirin "ji ber ku ew wê hîsê dide, mîna ku hikumetê berê xwe daye dema bihurî". (Eurasianet. Org, 18.8.2011). Salên 90ê ji bo kurdan û ji bo tirkên lîberal jî wek "dema winda" derbas dibin. Wisa dixuyê ku Erdogan jî mîna yê berîya xwe pirsa kurdî wek "pirsgirêka ewlekarîyê" difikire û li termînolojîya kevin vedigere: "Li Tirkîyeyê pirsgirêka kurd tuneye, pirsgirêk tenê bi PKKê re ye", ji kurtedemekê ve ye ku vê yekê dubare dike.

Derfeta ku ji dest derketî

Di rastîyê de hilbijartinên parla-mentoyê di meha hezîranê de şanseke nû ji bo nêzîkbûna tirk û kurdan li ser daxilkirina siyasî ya pêwîst vekir. BDP bi qezenckirina 36 endaman di parlamentoyê de bû xwedîya hejmarekê ku heta niha tu partîyek nêzîkî kurdan nebûye. Lê dilşahîyê dirêj nekişand. Ne tenê endametîya siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle jê hat girtin, ji ber axaftineke wî ya sala 2007ê, sê roj berîya hilbijartinê salek û heşt meh cezayê girtîgehê dabûnê. Dîcle ku li benda dozeke ji ber heman "sûc"î bû, ji kanûna 2009ê ve di girtîgehê de bû û bi vî awayî cezayê xwe temam kiribû. Pênc parlamenterên din ên BDPê ji ber dîtinên xwe hîn di girtîgehê de li benda doza xwe ne, piştî hilbijartinê daxwaza wan a ji girtîgehê derketinê hat redkirin.

Ne ecêb e eger ev dîyarde kurdên ku li pey hewla çareserîyeke demokratîk in, bixe hawarbangê. Dewamkirina boykota BDPê ya parlamentoyê ji wê rojê ve û îlana "otonomîya demokratîk" a gelê kurd li Tirkîyeyê ya lezûbez di 14ê hezîranê de ku ji alîyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), komelgeheke ku 850 endamên wê ji siyasetmedarên tirk û kurd, ronakbîr û nûnerên komên parastina mafên hemwelatîyan hene, bû sedema hîn bêtir tengijînê, bi taybetî jî, ji ber ku di heman demê de li herêma Diyarbekirê 13 lêşkerên tirk hatibûn kuştin. Siyasetmedar û medyaya tirk bala xwe li ser vê çalakîya terorî kûr dikin, PKKyê jî wek berpirsê wê dibînin. Ew di wê derbarê de hemû sûcdarîyan red dike û heta alîgirên dewletê mîlîsên -"cerdevan" ên ku li dijî PKKê bi dewletê re dixebitin bixwe jî, agahdarî û angaştên [îdîa] şahidên BDPê piştrast dikin û dibêjin ku leşkerên tirk bi rêya hêrişên firokên şer hatine kuştin, mebesta hêrişan însîyatîfên demokratîk ên kurdan blokekirin e.

Konsepta Otonomîya Demokratîk: Bi tenê sembolek e?

Konsepta "Otonomîya demokratîk" ji bo çareserkirina pirsa kurdî çiqas girîng be jî, daxuyanîya bi lezûbez, ji xeyalşikestîya kûr ku dijber manîpulasyonên Erdogan derketîye, halîhazir gelek zerar daye. Siyasetmedarên nasdar ji konsepteke ku naveroka wê kêm e û yekalî beyan bûye, ji sembolekê pê ve nabînin û xwe bi biryardarî jê dûr dixînin. Lê dîsa jî ev yek cardin cotsdandartîya trajîk a siyaseta rojava şanî dide. Ji alîyekî filistînî bi tentepêlên mezin ên medyaya navnetewî û çavdêrîya siyasetmedarên navdar ji sê dehsalan zêdetir e çalakîyên wiha –yekalî bangewazîya dewleteke serbixwe- hertim çêdikin, ji alîyê din çalakîyeke wiha yên kurdan ku mafê wan ê çarenûsî ji wan hatîye dizîn, hîç girîngîyekê jî nabîne; herçiqas nivîskar berztirîn nirx dida tirsa tirkan a derbarê "yekîtîya neteweyî" ya dewletê birevînin. Daxuyanî binxêz dike ku "otonomî" bi tenê ji bo herêmên kurdan ên di nav sînorê Tirkîyeyê de ne. Lê dîsa jî, ev gav di nav neteweperestên tirk de bû sedema bahoza protestoyê.

Qelsîya herî mezin ya qanûna bingehîn a Tirkîyeyê

Daxwaza otonomîyê qelsîya herî mezin a qanûna bingehîn a tirk dest nîşan dike: Sentralîzma li ser hertiştî ya di wê derê de bicîhkirî ku sedemê kêmberhemdarîya rêvebirîyên herêmî ye. Reformeke bi vê konseptê dê ji bo hemû hemwelatîyên tirk faydeyên mezin bîne.

Lê dîsa baş e ku Erdogan guhertina qanûneke bingehîn a nû ji bo heyama nû wek karekî sereke hilgirt pêş xwe. Kilîta girîng a çareserîya pirsa kurd jî di wê derê de ye. Lê serokwezîr dixwaze nûnerên partîya demokratîk a kurd a herî xurt BDP bi tenê bi şertê ku ew vekirî xwe ji PKKê dûr bixînin, dikarin bikevin komîteya xebata ku dê li ser qanûna bingehîn bixebitin û gengeşîyê bikin –daxwazeke bi dehsalan e di wê yekê de serkevtî ye ku rêberên kurd (mînak kesên navdar: Dîcle û xwedîya xelata aştîyê a Sacharow Leyla Zana ku bi giştî dozdeh sal di girtîgehê de ma), ji pêvajoya siyasetê dûr bixîne. Herçend zelal e ku beşekî mezin ê kurdan teror û şidetê red dikin û dîsa jî serokê PKK Öcalan ku deh sal in girtîye, kirine efsane, ji bo lihevhatineke rasteqîn ya di navbera her du gelan de nikare bê paşçav kirin. Nexistina BDPê a nav reforma qanûna bingehîn, ji bo Tirkîyeyê ne tiştekî qenc e.

Belê Erdogan bi zexta-YE (EU) hejmareke lîberalîzekirin, beramber kurdan jî, pêk anîn, lê qanûna bingehîn a di bin dîktatorîya leşkerî, di 1982yê de amade bû, ne bi tenê hêmanên otorîter danîye, herwiha li pêşîya kurdan astengeke mezin e ku ew nikarin mîna hemwelatîyên wekhev di nav dewleta tirk de bilind bibin. Ji ber ku hema di pêşgotinê de qanûn hemwelatîtîya komarê tenê li ser bingeha etnîsîteya tirk bi nav dike ku bingeha vê yekê îdeolojîya dewletê ya Atatürk digire û bi dehan salan e li hember kurdan rêberîya otorîterî ya dewletê ye. Sê madeyên ewil ên qanûna bingehîn prensîpên heyî zexim dikin û zimanê tirkî wek (tenha, yekem) zimanê welat bi nav dikin û girêdana xwe ya bi "neteweperestîtîya Atatürk" qewî dikin. Madeya çarem neguherbarîya her sê madeyên ewil dinivîsîne. Hejmareke madeyên din, hîn tundtir bikaranîna zimanê bi taybetî jî, ji bo dibistanê qedexe dikin.

Nîşanên guhertinxwazîyê li ba AKP tunene

Hîç tiştek şanî nade ku AKP dixwaze li vê derê guhertinên radîkal pêk bîne. Derveyî vê jî şik heye ku di reforma qanûna bingehîn de yekem girîngî ji bo Erdogan ew e ku ew dixwaze sîstemeke serokatîyê li gor awayê fransî bixe qanûnê, ew jî bibe serokê yekem.

Hertim dubarekirina sozên reformê vê rastîyê paşçav nake ku AKP Tirkîyeyê li pêş çavan ber bi rêyeke -nûjen- otokratîk ve dibe. Rastî û hejmar li holê ne. Dê dijberên siyasî di nav kurdan de bê şidet bi alîkarîya dadmendîyê bên berteref kirin. 150 siyasetmedarên kurd, 15 ji wan serokên şaredarîyan ên hatine hilbijartin in, bi îdîayên têkilîyên bi PKKê re li benda darizandinê ne. 106 siyasetmedarên kurd, di nav de 98 serokên şaredarîyên hatine hilbijartin, ji ber sedema bangewazîyeke başkirina şertên girtîgehê yên Öcalan îmze kirine, li benda darizandinê ne. Di bin tehdîda 20 sal cezagirtinê de ne. Li gor ragihandinên serokê BDPê Selahattin Demirtaş ji sala 2009ê ve herî kêm 2300 çalakvanên kurd hatine girtin, dozgerî serî lê daye ku ji bo 22 parlamenterên BDPê cezayekî girtîgehê yê zêdeyî 2350 salan bê dayîn. (Economist 14.04.2011), Human Rights Watch bi êş şikayet dike û dibêje qanûnên-terorê xirab bi kar tînin ku siyasetmedarên kurd berteref bikin (hrw.org: 18.4.2011): "Hewldanên dozgerîya komarê ên bê belgeyên îspatkirî derbarê kiryarên şidetê ku partîya legal (BDP) bi rêxistineke îlegal ve (PKK) girê dide, mirov nikare vê yekê ji hêrişeke li dijî çalakîya siyasî ya rewa, cuda binirxîne."

"Sîstema tirk hertim li hember guhertinê li ber xwe daye û helwêsteke kevneperest li dijî nasname û daxwazên din ên ji bo azadîyê, şanî daye" dinivîse Erbey di nameya xwe ya ji girtîgehê. (opendemocracy.net, 23.8.2011) "Sala 2002ê, 52 000 mirov di girtîgehên tirkan de bûn, ji Nîsana 2011ê ve ev hejmar bûye 123 000."

Şerê tevayî yê kurd û tirkan ne dûr e

Zordarî û sozên reformê yên nehatine cî; niha bilindkirina şidetê ji her du alîyan ve, ber bi parçebûneke tirsnak a civaka tirk dibe. Pevçûnên dijwar ên dema nû di navbera kurd û tirkan de li Stenbolê vê yekê şanî didin. Şik nîne: Têkçûneke "vebûna demokratîk" a sedîsed li hember kurdan, encamên mirov nikare texmîn bike, tîne holê. Ji ber ku zarokên kesên di 25 salên derbasbûyî de hatine bindest û koçber kirin, dibin nifşekî ku tehamul û bêhêvîtîya dê û bavên xwe li hember qudreta mekanîzmeya dewleteke zor-dar, her diçe bi hişmendîya serhildêr diguherînin. Tenê di çar mehên dawî yên 2011ê de 350 zarokên di bin 18 salî de, di dema xwepêşandanên ji bo PKKê hatine girtin. 116 ji wan hîn jî di girtîgehê de ne. (blogs.wsj.com, 3.6.2011)

"Em nifşê dawî yê siyasetmedarên kurd in ku dikare bi nunerên dewletê re bazarîyê bike û destê wan bigire", çendek berê serokê şaredarîya mezin a Amedê Osman Baydemir gotibû.

Bi taybetî jî, bi hêrişa leşkerî ya nû li Bakûrê Îraqê, herêma perîşan li hember krîzeke nû ye. Di salên derbasbûyî de 25 hêrişên çêbûyî, wiha tesbît dike wezîrê derva yê Îraqê Hoşyar Zebarî, nikaribûn PKKê ji cîyên wan, ji çîyayan derbixin der, lê tenê îstikrara li Îraqê hîn bêtir qels kirin. Û hîn jî heye. Hin şirovekar dibêjin ku Erdogan dixwaze PKKê ji alîyê leşkerî gelek qels bike, berîya ku Surîye hîn bêtir di tevlîhevîyê de winda bibe û Îranê jî bi xwe re kaş bike û ev yek ji gerîlayan re zemînên nû ji bo şerê çekdarî peyda bikin daku mafên kurdan ên bingehîn yên hîn jî nayên nas kirin, pêşkêş bike.

"Ez hêvî dikim û bendewar im ku hûn li gor wijdanê xwe, pêwîstîyên wezîfeya xwe bînin cî", rê li ber "şerekî etnîkî" di navbera gelên Tirkîyeyê de bigirin. Ji ber ku ev "misoger" e dinivîse parlamentera kurd û xwedîya xelata Sacharow Leyla Zana di bangeke xwe ya acîl ji Serokê-DY (US) Obama re. "Gelê me" ku "ji edaleta dîrokê bêpar hatîye hîştin" hîn jî şerekî ji bo "hebûn"a xwe dide û ji bo vê yekê gelek jîyanan wek qurban dide.

Çavkanî

Birgit Cerha: Rojnamevan, nivîskar

    Wergera ji almanî: Hüseyin Kartal