Vegera şoreşa çandî

Translator

Pêkîn, 1’ê Cotmehê 1966. Salvegera hivdana damezirandina Komara Gel ya Çînê ye. Milyon û nîv, du milyon leşkerên artêşa sor li pêşiya trîbuna berî li qada Tîananmanê, li pêşiya dergeha Bajarê Qedexe, bi merasimekê, piştgiriya xwe ji bo şoreşê û ‘‘rêberê’‘ xwe nîşan didin. Li derdora wî, ew çar kesên ku wê paşê wek ‘‘çarçete’‘ (1) bihatina binavkirin kombûne. Mao Zedûngekî kalbûyî, ji ber sedema têkçûna ‘‘Hilpekîna Mezin’‘ bervepêş, tê gengeşîkirin (2). Ew bi alîkariya dezgehên pesindanê yên artêşa di bin destê Lin Biao de ji bo serketina desthilatdariyê rabûye ser pê. û, bi mebesta dorpêçkirina partî û saziyan, bangê li qirnê ciwan dike li ser navê şoreş, têkoşîna li dijî burokrasiyê, axatî û bûrjûwabûnê, ji bo sewsîbûna ‘‘berê’‘ ji holê rake. û heman demê divê, ji bo bandora Qedenê Mezin, hemî talûkên şoreşa ‘‘sowyetî’‘ bide aliyekî, û ‘‘Riya Şoreşa Çînî’‘ veke.

‘‘Êrîş li ser bargeha bingehîn!’‘ Kîjan ciwan dikarin li ber vê bangê rabin? Dahkek li seranserî welêt, lê belê manîpulasyonek ku bi konetî rexnan li hinek rêveberan digire jî (3). Ji bihara 1966’an de, amadeyî û zaningehî, destpêka bilindkirina xwepêşandanên mezin, bi slogan, gong û zengil, bi eşq hatibûn tevrakirin. Sor xwe berdabû ser bajarê gewrik û xopan ku ew Pêkîn bixwe bû. Meha Tebaxê, xwepêşandanên bêserûber li pey hev li Meydana Cheng An û li ya Tiananmanê ku Mao bi heşt êrîşan ‘‘zeft’‘kiribû, pêk hatibûn; bi milyonan ciwan ji çar aliyên welêt, bi mebesta ku hurmeta xwe nîşanî wî bidin, hatibûn. Li her derê amade, jiberkirî, bi komî xwendî, Pirtûka Biçûk a Sor ku ji ‘‘ramanên serok Mao’‘ pêk dihat, fikr û tevgêra civakê bi rê ve dibir.

Lê tu celebên vê “1’ê Cotmehê” yê dinê tune ye. Ne merasima leşkerî, ne debabe, ne jî pêşandaneke rengerengî: bi saetan, bê bêhnvedan tenê defîleyeke yekîneyên sor, bi pazûbend, qutikên şîn an keskik, îşlikên spî; jinên bişal ku gulîkên xwe teze qusandine. Hemû, Pirtûka Sor, pêla sor ku li ser ala sor û bandrola ji heman rengî li ser li ba dikeve, li gorî dengê sloganan radikin hewayê. Ji bo kesên beşdarbûyî, halê wan, mîna ku di cencerê de her bizîvirin.

Û paşê hema li pey, li ser navê girîngtirbûna civakî, bêhawetî, sîxurtî, rexne, zordestî û kaos diqewimin. Ji sala 1967’an a kuştinê bi vir de, ji bo ku liv û tevgerê bi dawî bike, bang li artêşê hate kirin. Bi milyonan zaningehîyên bajêr ewê ji bo gundan bihatina birêkirin ji bo rafihandina ‘‘gotinên xweş’‘ û ji nûve bên ‘‘perwerdekirin’‘, bi awayekî ku dawî li xwîngerbûna wan ciwanan bînin û wan wekî ‘‘qirnên ciwanên xwende’‘ (4) bi nav bikin. Xerîbî, malbatên jihevketî, jiyanên şikestî... ‘‘deh salên wêranbûnê’‘, ewê bi vî hawî bihatina binavkirin salên paşîn.

Sala 1949’an, diviya welatekî lipaşmayî bihata hişyarkirin, bersîva talûka pêdiviyên bingehîn bihata dayîn, ji rewşa birçîbûna ku pişta gelek hemwelatiyan dişikand (5) bihata derketin. Mînak, ‘‘bijîşkên pêxwas’‘ tevdîrên hêsan ên hijyenê stendin û muayena heta nava gundan, birin.

Di warê tendurustî, xwendinnivîsandin, perwerde, wekheviya mafên jinan de, gelek tişt hatin temamkirin. Bi berdêla zora polîtîk û civakî ya dijwar, halê hazir, dizî, qumar, toltî, bertîl qediyan. Ev çendsalên Çîna ‘‘şoreşger’‘ -di navbera împaratoriya milyarkesî û felateke bê frên asêmayî, ji dawiya sedsala XX’an de- ji statuya hêza mezinyek ji qetandinên herî mezin ku mirovatiyê dîtiye, bi taybetî di vî warî de, ev e.

Tenê di çel salî de, şeş sed milyon mirov celî nava neteweyan bûn (6). Perçebûyî, biçûkxistî, xwînwendakirî ji dahnê pêşîn ê sedsala XX’an ku bi şerê navxweyî, bi destê hêzên rojavayî, bi yê Japoyayê, Çîn, -hivde salan piştî serxwebûna xwexwe her tim tenêhiştî dît di nava şerê dinyayeke dubendî. Bi piranî wisa tê şîrovekririn ji aliyê neteweperweriya îroj û ji yê serbilindiya bidesketî ve. Wisa bêhawe. û Mao jî jê îstifade kir. Piştî mirina wî, partiya komunîst kiryarên wî ‘‘% 70 rast, % 30 şaş) nirxand: gotina kurt, derfet dida xelefên wî ji desthilatdariyê û ji bo qedexekirina gengeşiyên derbarê rewşa wan a taybet.

Şoreşa çandî, bû sedema bobelatên mezin ên netewî. Bi fermî, berpirsiyarî xistin ser milên ‘‘çarçete’‘, ê ku xwest berpirsiyariya Qedenê Mezin bincil bike. Deng Xiao-Ping ev pêvajo kir mînakeke xerab ku bi mebesta polîtîkaya xwe ya derdikeve ser bazara serbest, spartibûyê; heta dema wî bixwe, bi fikrên qirnên vê dawiyê zor lê hatiye, ê wî, tenê qîma xwe bi bersîva gotina ‘‘xwe dewlemend bikin’‘ aniye (7).

Çavkanî

Gava ku di 1’ê Cotmeha 1949’an de, Mao Zedûng Komara Çîn a Gel îlan kir, welat bêhal ketibû. Şêst salan şûn de, piştî gelek hilpekînan û li hember kujertiya dewletê, pêşiya dika aborî ya cîhanê zeft kiriye. Xizanî heye, lê belê birçîbûn wenda bû, newekhevî pir e, lê % 90’ê çîniyan dizanin bixwînin û binivîsînin... Di sala 1966’an de Şoreşa Çandî dest pê kir, lê belê ji aliyê rêveberan ve wekî ‘‘bobelata netewî” hate binavkirin.

  1. Jiang Qing, jina Mao Zedûng, Zhang Chunqiao, Wang Hongwen û Yao Wenyuan, sembolên Şoreşa Çandî û ji rêderxistina wê, mehekê piştî mirina Mao, 6ê Cotmeha 1976’an hatin girtin.
  2. Destpêk 1958, Hilpekîna Mezin bervepêş xwedîtiya şexsî rakir û bi darê zorê dest bi industrîkirina welêt kir. Têkçûna wê bi hewaya nexwş kifş bû, li gorî texmînan dora panzde û sî milyon mirî hişt li pey xwe.
  3. Bêgûman Deng Xiaoping û Liu Shaoqi alîkariya qulipandina rûpelên Hilpekîna Mezin bervepêş kiribûn.
  4. Michel Bonin. Le mouvement d`envoi des jeunes instruits à la campagne en Chine, 1968-80, Ecole des hautes études en science sociale, Paris 2005
  5. Rejîmê yê sala 1979’an polîtîkaya zarokê tenê bi cih bikira. Bi meriyeta wê, pirbûna şêniyan hat sînorkirin lê tesîrên wê yên xerab mîna kalbûna civakê, daxwaza ji bo zarokê kur, derket.
  6. Her çi qasî Fransayê hebûna Çînê sala 1964’an qebûl kiribe jî, Rêxistina Neteweyên Yekgirtî heta 1971’an ew ew qebûl nedikir.
  7. Derbarê raperîna 1989’an de br. Wang Hui, ‘‘Aux origines du néoliberalisme’‘, dans manière de voir, no 85, ‘‘Jusqu`où ira la Chine?’‘, Février-mars 2006

Gava ku di 1’ê Cotmeha 1949’an de, Mao Zedûng Komara Çîn a Gel îlan kir, welat bêhal ketibû. Şêst salan şûn de, piştî gelek hilpekînan û li hember kujertiya dewletê, pêşiya dika aborî ya cîhanê zeft kiriye. Xizanî heye, lê belê birçîbûn wenda bû, newekhevî pir e, lê % 90’ê çîniyan dizanin bixwînin û binivîsînin... Di sala 1966’an de Şoreşa Çandî dest pê kir, lê belê ji aliyê rêveberan ve wekî ‘‘bobelata netewî” hate binavkirin. Pêkîn, 1’ê Cotmehê 1966. Salvegera hivdana damezirandina Komara Gel ya Çînê ye. Milyon û nîv, du milyon leşkerên artêşa sor li pêşiya trîbuna berî li qada Tîananmanê, li pêşiya dergeha Bajarê Qedexe, bi merasimekê, piştgiriya xwe ji bo şoreşê...