Wêneyên nezaniyê

Meha bihurî, wêneyekî Bîbî Ayşa li ser berga Time Magazine hat weşandin. Ne guhê wê hebû û ne jî bêvila wê û bi qasî ku dibêjin, Talîbanan li wê weha kiriye (1). Li Îranê jî, Sakîne Mohammedî-Aştiyaniya ku berê jî hatibû qermeçîkirin, bi ricimandinê hat cezakirin. Rûyê wê yê ku hê derb nexwariye, bûye sembola hevgirtina li dijî rejîma Tehranê. Ev herdu dîmenên jinan mirov didin fikirandin, lê gelo li çi didin fikirandin? Ne li bêrehmiya îslamîstên afgan: Sovyetê ev rewş berê dîtibû, gava ku bi piştgiriya rewşenbîrên medyatîk, Rojavayiyan çek didan fondamantalîstan. Wêne herweha di derheqê rejîma serokkomar Mahmûd Ahmedînejad de jî tu agahiyan nade dest: sextekariyên ku partizanên wî di dema hilbijartinan de kirine û pêkutiya li ser muxalifên wî, îdamkirin jî di nav de, bûye rengê wê rejîmê.

Ji dêleva ku bibe sedema ku mirov li ser bifikire, gelo ev dîmen nebin sedem ku bêtir rê li ber wê fikirînê were girtin, ji ber ku – bi zanebûnî an jî bi nezanî – semboleke xurt ku mirov nikare xwe li ber ragire (guhjêkirina ku mirov dixwaze heyfa wê hilîne, cezakirineke ku mirov napejirîne) tê kêleka bernameyeke stratejîk ya amade (berdewamiya şerrê li Afganistanê, girankirina cezayên li dijî Îranê)? Sembol çiqas xurt û bi bandor be, ji bo bernameyê jî ewqas hindik delîl û sedem lazim in, lewre di nava wê heyecanê re tiştên ku bi mirov maqûl xuya nabin jî tên pejirandin. Bi armanca ku wateyeke edîtoryal jî bide gotara li ser mazlûmiya Ayşayê, Time Magazine weha manşet avêtiye: «Heger em ji Afganistanê derkevin, ev ê pêk were». Çend roj berî wê, nêzî heftê û heft hezar belgeyên ku malpera WikiLeaksê weşandibûn têkçûyina şerrê rojavayî ya axlaqî, siyasî û leşkerî piştrast dikir. Lê, bandora wêneyekî ji xwendina rexneyî ya bi hezaran rûpelan kêmtir demê li mirov pêwîst dike. Wêneyekî li dijî zanînê.
Demeke dirêj, piştgirên cezayê îdamê, ji bo xurtkirina helwêsta xwe, kuştinên hovane bi pêş ve derdixistin, bi taybetî jî kuştina zarokan. Kamerayên çavdêriyê, sîstematîkkirina kontrola maddeyên bêhişker, cezayên zindanê yên ku nikarin bên kêmkirin, xesandina sûcdarên seksuel: gellek tevdîrên ku rêyê li ber azadiya xelkê digirin – weke serbestiya çûyin û hatina beyî ku kes mirov taqîb bike an jî qeyd bike bi bandora dîmeneke weha xurt ve hatin pejirandin, digel ku belkî bûyer bi xwe ji bo hişyarkirina civakê bes bû. «Sembolek» dikare behsa dozeke mafdar jî bike – Guernica an jî Abu Garîb hin ji wan in. Lê belê, hevgirtineke bi heyecan ku bi tenê li ser alavekê hatiye sazkirin, heta ku rewş weha be û stoka qurbanên mûhtemel tu carî neqede, dikare bi heyecanine din ve zû ji rêya xwe bi dûr bikeve.

Gelo guhjêkirin û bêviljêkirin dê hebin «heger em ji Afganistanê derkevin»? Rewş çi be jî, em dizanin ku hebûna «me» ya li wira rê li ber van bûyeran negirtiye… Ji xwe, di destê Talîbanan de jî wêneyên xelkê sivîl ku bi misîlên rojavayî hatine kuştin an jî seqet mane hene. Belkî Time Magazine rojekê wêneyekî weha jî biweşîne. Gelo wêneyekî weha dê bikeve berga wê?

Hingê, gelo manşeta li ser dê çi be?

Çavkanî

  1. Li gorî rojnamegereke ku Ayşayê nas dike,
    yê ku lê weha kiriye xezûrê wê ye û bi
    destûra muxtarê gundê xwe ji bo ku
    «namûsa» xwe paqij bike ew xistiye
    vê rewşê

Ann Jones, «Afghan women have
already been abandonned»,
The Nation, New York, 12 tebax 2010

Wergera ji fransî: Îbrahîm Seydo Aydogan