Naverok

Brexit, erê lê ji bo çi?

Serge Halimi

Biryara brîtanî ya veqetîna ji Yekîtîya Ewropayê zêde dereng hat dayin. Veqetîna welatekî weha karîbû bi kêrî Yekîtîyê bihataya; lewre ev welat ji şoreşa endustrîyel ya sedsala 18an ve bûye sembola bazara serbest û wekî ku Churchill di devê xwe de kiribû benîşt, bi "têkîlîyeke taybet" çûbû ser xeta Washingtonê û aborî û sîyaseta wî bi destê City a Londonê ve bi rê ve diçe lewre hertişt ji bo fînansê ye û vî welatî ji dewra Margaret Thatcher ve neolîberalîzmeke tund û req ji xwe re kirîye awayê tevgerê.

Danhezkirina Ewropayê

Bi awayekî giştî, jidayîkbûna "dîplomasîya bajaran" rehên wê diçin heta salên piştî şerê duyemîn ê cîhanê, gava ku yekemîn cêwîktîyên pêşî yên lihevhatina franko-alman pêk dihatin –

Di dîroka nêzîk de têkilîyên rûs û kurdan

Dr.Sedat Ulugana

Di destpêka sedsala 19an de împaratorîya Rûsyayê her diçû mezin dibû. Bi dewletên Ewropayê re ketibû pêşwazîya emperyal û dikir ku ji alîyê rojhilat ve xwe bigîhîne Mezopotamyayê (cihê Petrolê) û Behra sipî (kozika stratejîk a herî bi bandor ji bo parastina qadên petrol û ticaretê). Lê li ser rîya wan gelek asî peyda bûbûn ku rûsan ew gel baş nas nedikir, kî bû ev gelê wêrek û asê? Çima hinde girêdayî axa xwe bû? Bi rastî di van salan de ew gel (kurd) di nav alozîyeke polîtîk de bû. Mîrektî sist bûbûn, eşîrên ku êdî ji bin bandora mîran derketibun, bêhtir serkêş û serbixwe bûbûn.

Gava bajar xwe vediqetînin

Benoît Bréville

Ji bo hêvîkirina bidestxistina şaredarîya bajarekî mezin î fransî di 2020an de, her namzedekî/e cidî divê li himberî 

Komira șewatê ya dîjîtal

Sébastien Broca

Ev serpêhatîyê muhendîsekî Microsoftê ye, yê ku kardarê wî, wî dişîne Atyraou, herêma herî mezin a neftê li Qazaxistanê, Chevron bi şirîkatîya bi dewleta qazax re neftê ji vir derdixe.

Mehmet Kapçak

Hasan Hüseyin Deveci

Mehmet Kapçak, di sala 1947an de li navçeya Şemrexa Mêrdînê hatîye dinê. Wênesaz û perwerdekarê hunerê ye. Kapçak, piştî zanîngehên mamosteyî yên Amed û Stenbolê, perwerdehîya xwe ya bilind li Beşa Wêne ya Enstîtûya Perwerdehî ya Atatürk qedand. Li gelek bajarên Tirkîye û Kurdistanê wekî perwedekarê hunerî kar kiriye.

Mirineke biwext

Chloé Maurel

Swêdîyê bi navê Dag Hammarskjöld, yanî Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (RNY) di 18ê îlona 1961an de, berîya berbanga sibê di qezayeke balafirê de nêzî Ndola, li Rodesyaya Bakur a li Zambîyaya îro, mir. Mirina wî ti carî lê nehat kolîn. Wî berê xwe dabû Ndola da ku bi cudaxwaz Moïse Tshombé re hevdîtinan bike. Ew serokê herêma Katanga ya dewlemenda mîneralan a Kongoyê bû. Vê herêmê sala 1960î serxwebûna xwe ji Komara Kongoyê ragihandibû. Ew ê piştî mirina xwe, çirîya pêşîn a 1961an hêjayî Xelata Nobelê ya Aştîyê bihata dîtin.

Şewbek dikare yeka din veşêre

Martine Bulard

Kesekî li paytexta Çetin bi van gotinan şahidîya rewşê  dike:  "Pekîn dişibe bajarekî xeyaletan" . Li ser fermana  raye  kabuğu, heres li mala xwe dimîne. Li seranserî welet, 760 milyon Kesi derketina derve hatiye qedexekirin û  derketina  wan hatiye sînorkirin Kontrol bi Kontrol Pek tê.

Têkilîyên kêşeyî yên di navbera kurdan de

Dr.İSMAİL BEŞİKCİ

Îro girîngtirîn kêşe ku li kurdan, Kurdistanê bandor dike, rewşa kurdan û Kurdistanê ya dabeşbûyî, parçebûyî û parvekirî ye. Tê zanîn, ev pêvajo di salên 1920î de, di dewra Cemîyeta Neteweyan de pêk hatîye. Tê zanîn ev pêvajo di çalaktirîn dewra Serdema Dîyarkirina Siberoja xwe ya Neteweyan de pêk hatîye. Lenîn, Stalîn û Troçkî li Yekîtîya Sovye- tan, Serok Wilson jî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ev rêgeza bingehîn bi biryarderî diparastin. Balkêş e ku kurd û Kurdistan di dewreke weha de hatîye dabeşkirin, parçekirin û parvekirin.