1848, Bihara Gelan

Dîrok
Translator

Ev bihar, roja 22ê sibata 1848ê, li Parîsê dest pê dike. Ji bo ku ji qedexeya civîn û komelebûnê, ya ku Monarşîya Tîrmehê li ser xelkê ferz kiribû xilas bibin, parêzvanên reformeke dengdana rêjeyî ji tîrmeha 1847ê ve, "Kampanyayeke ziyafetan" li dar dixin û dema pîyaleyan dinoşînin, axaftinên siyasî jî dikin. Qonaxa herî bilind a vê kampanyayê dê bibûya kombûneke li Parîsê: Ev tê qedexe kirin. Lê belê, organîzator mîtîngê betal nakin û tarîxa 22ê sibatê jê re hildibijêrin. Berîya rojeke, ew dev ji projeyê berdidin, lê êdî dereng e: Beşdar, li ber devê tifingan tên cem hev. Êvar bi pevçûnan bi dawî dibe.

Ji wê û pê ve, bûyer bi bayê bezê li pey hev diqewimin. 23ê sibatê, xelkê Parîsê di nav kolanan de digerin û bang dikin: "Bijî reform!", "Guizot bimre!" (Guizot serokê desteya wezîran bû). Piştî nîvrojê, qral îstîfaya wezîrê xwe dipejirîne. Dîsa jî dereng e: Li hember xwepêşandêrên ku pîrozbahîyên serkeftinê dikin, nobedarên wezareta karên derve, ku François Guizot lê dimîne, bi ser girseyê de guleyan direşînin. Termên pêşî li erebeyan tên bar kirin û li Parîsê tên gerandin. Dotira rojê, 24ê sibatê, serîhildêr di çend noqteyên paytextê de êrişî leşkeran dikin û herweha bi ser qesra Tuilieriesê [îqameta qralî] de digrin. Qral, Louis Philippe ji neçarî ji textî vedikişe. 25 sibatê, di odeya Saint Jean a avahîya şaredarîyê de, Alphonse de Lamartineyê şair ji bo dengdana giştî soz dide: Gel ê cihê textî bigire.

Qesrên monarşîk yên Ewropayê ji ber şoreş û îlankirina komarê li Fransayê bi endîşe ne. Nîzama ku li 1815ê di kongreya Vîyanayê de, ji bo parastina li hember şoreş û şerên navewropî hatibû dayîn, di bin metirsîyeke cidî de ye. Nicolasê 1., çarê Rusyayê jixwe amadekarîyên şerî dike û manîfestoyeke weha diweşîne: "Ji bo edaleta Xwedê û qaîdeyên pîroz ên nîzama heyî ya li ser textên îrsî danî ".

Alphonse de Lamartine, wezîrê karên derve yê nû, aştîxwaz e û wî dil nîne ku Hevpeymanîya Pîroz (1) ji nû ve saz bike; lewre jî ew bi lez û bez rêbazên siyaseta derve ya komarî wisa dide xuyan: "Îlana Komara Fransayê ne kiryareke şerî li hemberî çi şiklên hikûmetên li dinyayê ye. Dirûvên hikûmetê pirreng in, pirrengîya wan jî, bi qasî ya karakteran, rewşa coxrafyayî û pêşketina entelektuel, exlaqî û madî li cem gelan meşrû ye". Ew ji şoreşa 1789ê jî cudatîya xwe nîşan dide: "Ne weke pêwîstîya qederî û qehremanîya 1792ê, şer êdî ne prensîpa Komara Fransî ye". (2) Karekî lezgîn e ku dilên qral cînar rihet bike.

Xelk bêhtir azadîyê dixwaze

Li dawîya sedsala 18ê, sempatîzanên Şoreşa Fransî hê jî hindik bûn; bes li 1848ê, meyl û daxwazên siyasî li civakên ewropî berbelav dibin: Xelk bêhtir azadîyê dixwaze. Têgiha azadîyê berfireh û pirdirûv e, li welatên dagîrkirî -mîna Polonyaya parçekirî an jî Îtalyaya Bakur-, ew tê maneya welatparêzîyê, lê ew xwestekên yekîtîyê yên welatên alman an jî daxwazên serxwebûnê yên gelên bindest -weke li Macaristana di bin destê awusturîyan de- jî vedihewîne. Herweha, ew daxwazên xelkê bajaran ji bo azadîya çapemenîyê û danîna destûrên bingehîn ên demokratîk jî îfade dike. Di vê paşxanê de, nûçeya şoreşa parîsî weke çîrûska yekem tê hesibandin.

Li 3ê adarê, Louis Kossuthê parêzer û rojnamevan li pêşîya diet [meclis] a macarî diaxive û doza sazkirina rejîmeke parlemanî dike; piştî wê, ew bi serokatîya heyetekê berê xwe dide Vîyanayê. Li paytexta Împaratorîya Awusturî-macarî, serîhildan li 12ê adarê dest pê dike. Weke li Parîsê, xwîna xwepêşandêran tê rijandin û kortejên cenazeyan li kolanan digerin. Raperîn gur dibe. Şeva dotira rojê, sazkerê kongreya Vîyanayê, mîrê Metternich, ji karê xwe dibe. Li 15ê adarê, girseyên kêfxweş û şa pêşwazîya heyeta macarî ya di bin serokatîya Kossuth de dikin. Gaveke berî serxwebûnê, Macaristan ji bo cara yekem serokwezîrekî ji xwe re hildibijêre, ev jî Batthyányê kont e.

Bi matmayî haya Lombardîya bi tevahî li dijî dagîrkirina awustûrî ye, ji bûyerên Parîsê dibe. Esîlzadeyên wê welatparêz in, şoreşger nînin. Bi pey gihîştina nûçeya raperîna Vîyanayê, 17ê adarê, barîkat li Mîlanê jî tên danîn. Mareşal Radetzky, fermandarê leşkerên dagîrker, li ber ihtîmala êrişeke ji Piemontê hêzên xwe vedikişîne. Piştî pênc rojên serîhildanê, xelkê Mîlanê dagîrkeran neçar dike ji bajêr vekişin.

Li Berlînê, key Friedrich Wilhelm li ber daxwazên sazkirina mecliseke destûrnivîs wextê bi dest dixe. Ew qasidekî dişîne qesra Vîyanayê û dibêje ew li hêvîya civîna hikumdaran a 25ê adarê li Dresdenê dimîne. Di heman demê de, ew leşkeran vediguhêze Berlînê û bajarên din ên Prusyayê. Kombûnên gelî tên belav kirin, lê dotira rojê gel ji nû ve kom dibe. Li 17ê adarê, qralê Prusyayê nûçeya şoreşa Vîyanayê dibihîze. Roja din, ew azadîya çapemenîyê îlan dike û meclisekê dicivîne. Girse tê ber pencereyên qralê ku mirûzkirî, li şaneşînê xuya dike. Ew nikare dengê xwe bi girseyê bide bihîstin, tê gotin, ew vedigere hundir û dibêje "aramî!aramî!". Leşker guleyan direşînin. Banga çekhildanê li kolanên Berlînê olan dide. Li hemberî berfirehîya raperînê, destûreke bingehîn a demokratîk jî di nav de, Friedrich Wilhelm tiştên nû qebûl dike. Qralê Munichê dev ji text berdide. Serîhildan li Leipzîg, Hannover, Wurtemberg û bajarên mezin ên Almanyayê belav dibe. Li Polonyaya parçebûyî jî, xirecir zêde dibe.

Monarşîyên ewropî nakokîyên di navbera neteweyan de jî bi kar tînin

Seray jî bi ser xwe ve tên. Daku xwe ji xelkê biparêzin, ew paytextan diterikînin, ji Berlînê diçin Potsdamê, ji Vîyanayê diçin Înnsbruckê. Ew xwe dispêrin artêşan û "rewşa awarte, ku dermanê her tiştî ye". (3) Mareşal Radetzky Lombardyayê ji nû ve distîne; mareşal Windischgraetz Prag û Vîyanayê jî vedigire. Monarşîyên ewropî herweha nakokîyên di navbera neteweyan de jî bi kar tînin, mînak ew kêmneteweyên alman û cihû li Polonyayê, li hember xelkê polonî pîj dikin. Leşkerên xirwatî yên albay Jallanich dikevin Vîyanayê. Karl Marx 7ê mijdarê bi îronî dibêje: "Azadî û nîzama xirwatî bi kêrî wan hat, wan ev serfirazîya xwe jî, bi şewat, tecawiz, talan û tawanên nayên gotin, pîroz kir". (4) Qralê Napolîyê, bajarên xwe Napolî û Mesînayê dide ber topan. Li 5ê kanûna 1848ê, general Wrangel rewşa awarte li Berlînê îlan dike. Qral jî meclîsê ji hev de dide xistin û ji sozên xwe vedigere.

Sala 1848ê, bi trajedî û xeyalên şkestî bi dawî dibe. Li her alîyê Ewropayê, dîmenên mîna hev xuya dibin: Xwepêşandan, stranên şoreşgerî, dirûşmên rizgarker an jî bi hêrs, kampanyayên îmzeyan, axaftin, sohbetên di wê kêlîyê de li taxan an jî li pişt barîkadan. "Barîkad": Ev peyv li her derê Ewropayê belav bûye û vegeriyaye nîşaneke raperînê. (5)

Di nav şoreşgeran de burjuwa, proleter, xwendekar, mêr û jin, heta zarok jî hene

Di nav xelkê şoreşger ê 1848ê de bûrjuwa, proleter, xwendekar, mêr û jin, heta zarok jî, peyda dibûn. Wan di bangên ji bo "welat" û "azadîyê" de, ku li kûçeyên Parîsê deng vedida, eynî tişt nedidîtin. Bi xêra vê têkilbûna civakî, xewna civat, destbiratî û yekîtîyê dibû rastî. Xelkê gazî hev û din dikir, hevdu maçî dikir, bi hev re digirîyan û dikeniyan. Hestên mirovan ji ber tehlûkeyê dikeliyan. Hin sahne di bîran de mane. Marie de Flavigny roja duyemîn a raperînê weha vedibêje: "Li taxa Les Hallesê, jin erzaq ji leşkeran re tînin û wan hemêz dikin, ew rica ji wan dikin ku li ser bira, mêr û zarokên xwe agir nebarînin. Barîkad bi kêfxweşî û serhişkî, ji eskeran bîst gavan dûr tên danîn. Xortan digot ''Hûn ê bêyî hişyarîyê guleyan nereşînin." Leşkeran li wan vedigerand "Aram bin, hê ferman nedane me''". (6) Kengî ferman hat, girse dibehece: Gulereşandin jîyanan bi dawî tîne..

Heta mirin jî vediguhere xwepêşandana ji bo heqîyê. Rewayîya vê îqtîdarê, ku fermana gulereşandina li xelkê aştîyane daye, çi bû gelo? Li seranserî Ewropayê, meşên merasîmên cenazeyan çêdibin, mînak li 23ê sibatê li Parîsê: "Di erebeyeke ku hespekî spî dikêşe, hefsarê wî di destê karkerekî miltazî de, pênc cesed bi sîmetrîyeke xofdar raxistî ne (...). Carina, karkerekî din ku li pey erebeyê dimeşe, laşekî bêcan hemêz dike, radixîne û meşaleya xwe li serî dihejîne. Li nav çirûsk û birîskên agirî, ew li girseyê bi awirên tûj dinihêre û gazî dike: "Tol! Tol! Xelkî ser jê dikin!''". (7) Li Berlînê, roja 22ê adarê, girseyê cesed anîn bin şaneşînên qesra qralî. Qral li ber terman bejna xwe tewand; keybanû jî ji ser hişê xwe çû. Qurbanên qral û leşkeran bûne leheng. Ev îmaja heysiyeta welatî hinekî mirinane xuya dike. Lê eger însan ji bo wê nemiribana, dê çi nirxê demokrasîyê hebûya?

Çavkanî

Alain Garrigou:
Profesorê zanyarîya siyasî li Zanîngeha Paris Ouest Nanterre La Défense, nivîskarê Mourir pour des idées [Mirina ji bo fikiran], Les Belles lettres, Parîs, 2010

  1. Hevkarîya Pîroz, li kongreya Viyanayê, li hember Fransaya napolyonî, monarsiyên serkevtî civandîye (Împaratorîya Rûsyayê, Împaratorîya Viyanayê û Macarîstanê û Qraliyeta Prûsyayê
  2. Di Daniel Stern, Histoire de la révolution de 1848 [Dîroka soresa 1848ê], Balland, Parîs, 1985, r. 289-290 de vegotî. Daniel Stern, sanenavê Marie de Flavignyê ye, jineke azad û bêserm ya ku herweha rewsenbîreke mezin bû. Pistî ku dev ji mêrê xwe berda, ew bûye hevsera Franz Liszt û bêyî bizewice çend zarok jî anîne dinyayê
  3. Karl Marx, Révolution et contre-révolution en Europe, Œuvres politiques [Li Ewropayê sores û dijsores, Berhemên siyasî], La Pléiade, Parîs, r. 55
  4. Ibid
  5. Bnr. Alain Corbin, Jean-Marie Mayeur (brv.), La Barricade [Barîkad], Publications de la Sorbonne, Parîs, 1997
  6. Daniel Stern, heman berhem, r. 106
  7. Ibid, rûpel 124
  8. Wergera ji fransî: Simko Destan