36 meh, 36 hunermend û hestên min

LMdK Ekstra
Le Monde Diplomatique kurdî bi hejmara xwe ya 36ê, sê salên xwe li paş dihêle. Ji destpêka weşanê heta îro berpirsîyarîya hunerî ya rojnameyê kirin ji bo min hem şanazî hem jî wek pêvajoyeke perwerdeyê bû.

Bi wesîleya gihîştina hejmara 36ê ez dixwazim di serî de ji xwendavên rojnameyê re ku ev sê sal in em bi tenê nehiştin, ji hunermendên me yên ku rojnameya me bi wêneyên xwe yên giranbiha nexşandin re û ji lijneya weşanê re ku ev rojnemeya li dinyayê xwedîyê prestîjeke mezin e tevlî çapemenîya kurdî kirin û ji kedkarên rojnameyê re spasîyên xwe pêşkeş bikim.


Di nav  van 3 salan de, me 36 hunermendên kurd di rojnameya xwe de kirin mêvan. Li ser berhemên wan ên hunerî em  bi hûrgilî xebitîn û bi profesyonelîyeke mezin bi xwendevanên xwe re parve kir. Hemî hunermendên me yek bi yek teyit kirin ku me karê xwe bi awayekî profesyonelî  û bi hûrgilî kirîye. Armanca me ne ew bû ku ew wêneyên hunermendên xwe di nav gotarên dirêj û wategiran de bi awayekî lêrasthatinî biweşînin. Armanca me ew bû ku em bi wêneyên  watedar û bi mijara rojnameyê re lihevhatî, bi berhemên bi kalite û bi berhemên bi taybetmendîyên xwerû rûpelên rojnameyê bixemilînin. Me giringî da ku li ser gîyana hunerî û berhemên bêhempa bi awayekî cîdî, bê rawestan û ji  dilûcan van berheman  li ser navê huner û hunermendan bi xwendevanên xwe re parve bikin. Mijara hevbeş a 36 hunermendên cuda û berhemên wan wekhev bûn: Evîn, dostî, aştî û dinyayeke bi hunerê dagirtî.


Ez ji hemî hunermendên hêja re spasîyên xwe pêşkeş dikim û vê gotarê bi taybetî dîyarîyê wan dikim.


Mezopotamya ku li ser axa wê çandeyên bilind yên bi hezar salan jiyaye û di heman demê de li ser axa wê şer kêm nabe, li gor hinekan  cih û warekî lanetkirî û li gor hinekan jî axa pîroz e. Divê em wek xwedîyê mîrata vê erdnîgarîyê, rûmet û hêjayîyên vê dewlemendîya çandîyê hîn zêdetir bizanibin û  di derheqê wan de serwext bin. Divê hunera mîratvanên gelekî ku ji dergûşa şaristanîyê tê, cuda be û bi taybetmendî, azad û bixwebawerîya mîrata çanda me be.


Li welatê me li gel dijwarîyên li qada sîyasetê tê jîyîn, dijwarîyên çand û hunerê jî li gor erdnîgarên din çetintir e.


Ez dikarim  bêjim li cem kurdan  hêza bingehên geşepêdanên hunerên plastîk, hunermendên dîyasporayê ne. Ev hunermend li  welatên rojava di nav hunera hevdem û nûjen de dijîn, berhemên xwe diafirînin.. Ev yeka ji bo wan ezmûneke mezin e.  Bi vê wateyê hunermendên kurd ên berhemên xwe li Ewropayê û li welat diafirînin, li gel geşepêdanên pêk tên, ji bo bikaribin bazareke ji bo berhemên xwe bi dest bixin, mafên xwe biparêzin û projeyên neteweyî û navneteweyî çêbikin  teqez hewcedarîya wan bi rêxistina profesyonel û hunerî heye.


Di dinyaya nû ya kûreyî de sînor giringîya xwe winda dikin, lê di heman demê de giringîya çandên etnîkî yên dinyayê derdikeve holê. Em jî wekî xwedîyê mirata etnîkî ya kokdar hewl didin ku bi berhemên xwe di nav hunera hevdem a dinyayê de cihê xwe werbigirin. Ji bo vê yekî  jî di serî de Hikûmeta Federal a Kurdistanê û wezareta çandê ji bo pistgirîya hunermendên profesyonel û sazîyên hunerî bikin, divê xwedîyê bernameyeke stratejîk a çandî bin.


Çand têgînek e ku her dem li ser dînamîkên xwe pêşve diçe, xwe nû dike û vediguhere.  Di dinyaya kûreyî de nirx û jandeyên (elementên) çandî geşepêdan û veguherînên pir bilez   nişan didin. Di nav veguherînin hevdem, hunerî û çandî de, di warê rewşa hunerî ya kurdan de rûdanên erênî bê dîtîn jî, ez difikirim ku ev pêşketin hîn negihîştîye merheleyeke têrbûyî.


Li dinyayê berhemên hunerî her roj bi celebên nû û bi berdewamî tên hilberandin. Lê mixabin kurdan, di serî de ji ber sedemên rewşa xwe ya polîtîk heta niha  di pêvajoya geşepêdana hunerî ya hevdem de cihê xwe negirtiye.


Ji sedemên hevyeknebûna bi dinamikên xwe yên civakî û çandî re li welat û li dîyasporayê lobîyek pêk nehatîye.  Divê bi lezgînî ev pirsgirêk bê çareserkirin.


Di warê hunera plastîk de veguherînên mezin rûdidin, teknolojî di merheleya herî pêşketî de ye, lê di vê hevdemê de ji aliyê ragihandinê pirsgirêk hene. Tunebûna ragihandinê, pirsgirêk û alozîyên ji sedemên parçebûna welat pêk hatine û bikaranîna zaraveyên cuda problemên ragihandinê zêdetir dike. Ji ber van sedeman ez dikarim bi dilfirehî bibêjim: ev gel ji “hilberîna çandî-hunerî” a hevbeş dûr e, lê  bi hewldan û derfetên  şexsî xwedî mîrateke çandî a dewlemend e. Ev gel her çiqas ji bo hilberîna xwe ya hevbeş a çandî û hunerî ya dinyaya me ya endustrîyel  a hevdem bigîhîjîne merheleya gelên  din dereng mabe jî, ji bo vê rewşê veguherîne awayekî erênî, xwedîyê potasîyaleke mezin a hunermandan e. Divê her hunermend bi zanebûna rola xwe û hişmendîya xwe di pêvajoya hilberîna çandî û rewşa civakî de peywirên xwe bîne cih. Hunermend bi tenê dema li rola xwe ya civakî varqilin dê bikaribin rêberîya vê pêvajoyê bikin û bandoreke erênî bikin. Bi rewşek beravajî hunera kurdî dê ji hunera hevdem a dinyayê qetandî û li dervayî pêvajoya hunerê ya rojbiroj pêşdikeve û xwe nû dike, bimîne. Hunermendên hestyar ên kurd li gor hêz û derfetên xwe berheman diafirînin lê li gel vê yekê hîna jî behskirina “hunera kurd” pir dijwar e. Belkî sedema wê ya herî mezin bi fenomeneke din a kurdan ve têkîldar e; tunebûna yekîtîya sîyasî. Ji kêmasîyên qada sazbûnî û gelemperîyê pîştgirîya hunermend û hunerê nayên kirin, wisa xuya dike ev pirsgirêk wê bi salan berdewam be..


Yek ji şerên kûreyî ya hevdema nûjen jî şerê di warê çandî de ye û ev şer bi lezgînî pêşve diçe. Li dinyayê bi pêvajoya kûreyîbûnê re, hilberîna hunerî ango huner veguherî pêşwazîya bidestxistina mal û mulk. Ev warê mulkîyetê prestîja gel û neteweyan û şerê wan ê çandî ya di qada hunera dinyayê de jî jixweber derdixe holê. Ev helwesta sermaye û mulkîyetê ya li dijî hunerê, di tayînkirina pozîsyon û tewra hunermendan de jî bi tesîr û dîyarkar e.


Bi awayekî vekirî aşîkar e ku hunermendê kurd bi van hewldanên şexsî dê nikaribe ji şerê çandî ya di navbêra gelan de rûdide tu serkeftîyan bi dest bixe. Ji bo em bikaribin çand û hunera xwe di qada hunerê ya dinyayê de derxin merheleyeke baş, kar dikeve ser milên Hikûmeta Federal a Kurd û wezareta çandê.


Ji bo hilberîna hunerî û çandî îro ji hunermendên ku helwesta wan a hunerî xweser e, hîn zêdetir hewcedarî bi wan hunermendan heye ku di derheqê hunerên xwe de bê tawîz in û xwedîyê afirînerîya xweser û taybet in. Lewre ji tarîxê vir ve herdem helwesteke çalakvan a hunerê heye. Hunera ne rexnegir be, li dij ranewest e û taybetmendîya wê ya lêpirsînê tunebe tenê ji bo hewecedarî û birçîbûna  estetîk ên serdestan tên afirandin. Ger çalakîya hilberîner a çandî rastîyên civakî nehewîne, ne li gor vê rastîyê be û piştgirîyê nedê em dikarin ji endîşeyeke mezin a hunerî behs bikin.  Ger berhemên hunerî bi reng, awaz û harmonîya xwe xîtabên hestên civakî û kokên xwe yên etnîkî nekin ew berhem wê ji hunerê bêpar bin.




Hasan Hüseyin Deveci: Berpirsîyarê hunerê yê Le Monde Diplomatique kurdî, Pedagogê hunerê / Terapistê hunerê / Wênesaz



Wergera ji tirkî: Nedîm Baran