Aboriyeke di nav bafîzokê de

SENEGAL
Translator

Ji bo hemû Senegaliyan şokek bû: roja 24’ê Berfanbara 2008’an hêza berê ya dagirker Fransa bi awayekî lezgîn 83 milyon euro alîkarî dide, bi armanca ku Rêvebiriya Dakar’ê bikaribe qet nebe mehmizên karmendên xwe bide. Di nava heman mehê de Fona Diravî ya Navneteweyî (IMF) di çarçoveya alikariya ji bo dewletan de ku ketine bin bandora krîza aborî, bi qasî 75, 6 milyon dolar (56 milyon euro) piştgiriyê dide Senegal’ê. Di Adara sala 2000’î de dema ku partiya Demokratîk a Senegal’ê (PDS) di bin serokatiya M. Abdoulaye Wade de hatibû ser hukûmetê, hêviyên gel ew qas bilind bûn ku ev partî wekî ‘partiya alikariya sosyal’ bi nav dikirin. Piştî neh salan duruşmeya serokatiyê ‘sopi’ ( di zimanê heremî wolof de dihê wateya guherînê) wergeriya ‘sapi’ (tirş û tehl).

Li Senegal’ê hilberîna brut a navxweyî serê kesekî dihê 613 euroyî. Ew di nava welatên xwedî pêşketina herî kêm de cih digire. Rêjeya mezinbûna wê di sala 2008'an de ji % 4,3 û di sala 2009’an de jî ji 5,7% bû. Sektora ku herî zêde pereyê biyanî tîne vî welatî masîgirî ye. Di vê beşê de dîrekt û endîrekt bi qasî şeş sed hezar kes kar dikin. Lê belê di navbera salên 2000 û 2008'an de hêza vê sektorê ya di eksportê de her ku çû daket. Rêjeya firotina ber bi derve ve, di nava salan de ji % 37 daket heta ji % 24'an. Di van salên dawîn de, welatên Yekîtiya Ewropa û Japonya’yê sektora masîgiriyê û hilberina çavkaniyên deryayê ji pêdiviya xwe bêhtir bi pêş xistin. Ev yek jî bazara li Senegal’ê xist tengasiyê.

Piştî masîgiriyê, sektora duyemîn ku herî zêde pereyê biyanî tîne vî welatî tûrîzm e. Rêwî û tûrîstên fransî herî zêde diçûn seredana herêma dîrokî û xwezayî Casamance'yê, lê belê ev demek e ji bo vê heremê qala kêmbûna ewlekariyê dihê kirin. Ne tenê ev pirsgirêk, her weha di navbera welatên Magrebî û yên Okyanûsa Hîndî de reqabetekê jî dest pê kiriye. Rêwitiya hewayî ya ber bi Dakar’ê ve gelek buha bûye (ji ber ku saziya fermî ya rêyên hewayî yên Senegal’ê Air Sénégal International hema hema ji holê wenda bûye). Sedemeke din jî ew e ku buhayê euro li hemberî dolar bilind bûye.

Projeya mezin a ji bo dewlemendkirina kiştûkal û zad (Goana) ku di sala 2008’an de hat destpêkirin, û ji aliyê medya û çapemeniyê ve heta dawî hat piştgirîdan, nikaribû ewlekariya zad û xwerekan misoger bike. Konfederasyona Neteweyî ya ji bo Pêşxistina Herêmên Derveyî Bajaran (CNCR) awayê rêveberina politikayên hukûmetê rexne dike. Bi ya plana hukûmetê (Reva, 2006-2015) diviyabû xebata rençberî û bikaranîna kiştûkal bihata teşwîqkirin da ku koçberiya ji herêmên çiyayî ya ber bi bajaran bihata rawestandin. Armanc ew bû ku bi taybetî jî rê li ber koçberiya ciwanan bihata girtin. Alîkariya ji bo teşwîqê – 31,1 milyar frank CFA (55 milyon euro) – diviyabû di destpêkê de bi awayekî lezgîn ji bo hilberîna berhemên eksportê bihata bikaranîn. Ji ber ku ewlekariya zad û xwerekan ku ji krîza aborî zirareke mezin dîtiye, girêdayî pêşxistina berhemên exportê ye. Ji berpirsên Konfederasyona Neteweyî ya ji bo Pêşxistina Herêmên Derveyî Bajaran (CNCR) Mamadou Cissokho, dibêje: ‘diviyabû me tev bi hev re projeyeke civakî ku gel jî digire nava xwe, teşwîq bikirana (…) Pir girîng e ku em bi malbatan bidin fêmkirin ku divê ew her tim mal û hilberînên herêmî û neteweyî bi kar bînin da ku bi hezaran kesên ku îro di şîrketên mezin û piçûk de kar dikin ji karê xwe nebin.’ M. Cissokho bi taybetî jî qala girîngiya cotkarî û rencberiya malbatî dike.
Hukûmeta Senegal’ê hewlê dide Şîrketa neteweyî ya ku berhemên xwedî çavkaniya rûn (Sonacoss) dixe bazara cihanê, bifiroşe û arzî bike. Ev hewldana ku xebatên wê hê berdewam dikin, dikare aboriya gundî û ya şêniyên derveyî bajaran xerabtir bike. Ji ber ku şîrketa Sonacoss'ê aktorê sereke yê vê sektorê ye. Peywira wê ew e ku ji gundiyan fistiq bikire, di palûkeyê de dendikên wan derxe û rûnê wê bixe bazara cihanê. Bi ya Konfederasyona Neteweyî ya ji bo Pêşxistina Herêmên Derveyî Bajaran (CNCR), ‘Şîrketa Sonacoss'ê tenê di çarçoveya palûkeyan de namîne, ew her weha perçeyeke girîng a sektora xwe ye ku di salê de dikare ji 70 milyar firankî [106 milyon euro] zêdetir pere bîne. Ev hatina aborî jî, ji bo malbatên derveyî bajaran, ji bo şîrketên transportê, ji bo şîrketên navgîn û her weha ji bo bankeyan û her wekî din sûdên mezin tîne. Ji aliyê din ve, arzîkirina Cassa Neteweyî ya ji bo krediya kiştûkalê, betalkirina bingehên alikariyê, û her weha kêmkirina alîkariya ji bo gundî û cotkaran wekî Sonagraines, cîhana derveyî bajaran dixe nava tirs û fikaran. Ji xwe ev şêniya ku li gundên derdora bajaran dijîn di nava şertên pir dijwar de kar dikin. Rêjeya xizaniyê daneketiye ji ber ku ji % 60’ê şêniya Senegal’ê gundî ne, li derveyî bajarên mezin dijîn.
Senegal di çaçoveya daxwaza fînansorên xwe de, polîtîkayeke arzîkirina şîrketên xwe dide meşandin. Ev awayê arzîkirinê her tim ne serkeftî ye. Wekî mînak Saziya Neteweyî ya Elektrîkê (Senelec) di sala 1999’an de piştî ku hat arzîkirin şebekeya wê roj bi roj xerabtir bû. Di nava vê tevliheviyê de, dewlet biryar girt kontrola şîrketa elektrikê ji nû ve bixe destê xwe û di Mijdara 2009’an de, statuya wê guherand û kir perçeyeke ‘malê hevbeş ê dewlet û arzî’. Îro şebekeya elektrîkê hê jî baş kar nake, bi taybetî jî li paytext Dakar’ê pir caran elektrîk dihê birîn. Li ser înisyatifa muxalefetê, ya komên dilsoz û ya diasporayê, Konferansa Neteweyî di navbera 1’ê Pûşbera 2008’an heta 24’ê Gulana 2009’an gelek civîn li dar xistin û di raporên xwe yên encamê de qebûlkirin ku ‘şebekeya belavkirina elektrikê baş kar nake, ji buhayê wê bigire heta kaliteya xizmeta wê pir kêmasiyên ciddî hene. Valahî û pirsgirêkên kronîk ên di hilberîna elektrikê de, ji berê ve hene, le belê ev yek ji ber krîza aborî ew qas girantir bû ku arzîkirina wê jî nikaribû jê re çareseriyekê bibîne’ .

Bi ya anketên ku di navbera salên (2005-2006) an de sebaret bi xizaniya li Senegal’ê hatine kirin, ji % 64,7 kesan qebûl dikin ku ew di xwedîkirina malbata xwe de tengasiyê dikişînin. Di qada neteweyî de, ji % 40’ê xerc û danûstendinên aborî ji aliyê ji % 20’ê dewlemendên welêt ve dihê kirin. Piraniya xizanên Senegal’ê ji pêdiviyên bingehîn ên wekî (av, elektrîk, binesaziya rê) bi taybetî ji kontrola tendurustiyê bêpar mane; ji % 45,9’ê gel bi nexwesiya tayê ketine (paludisme) nexweşiya kolera di sala 2004’an de heta paytext Dakar’ê berbelav bû û di destpêka 2005’an de li Touba hat dîtin.

Ji aliyê din ve, di sektora perwerdehiyê de ku ji % 40’ê budçeya welêt jê re dihê terxankirin, pêşketineke berbiçav xuya dike. Rêjeya zarokan ku di dibistana seretayî de ne, di sala 1999’an de ji % 68,9 bû, lê di sala 2004’an de ev rêje derket ji % 80. Însiyatîfa bi tenê ya li Afrîka’ya Rojava bi qasî bîst û du hezar zarokên di navbera sal û 6 salî de perwerde dike. Hejmara keç û kuran, ji bilî herêmên çiyayî yên dûrî bajaran, hema hema wekî hev e. Lê belê kêmbûna hejmara mamosteyan her berdewam e û dibistanên pîşeyî hîna jî ji gelek îmkan û derfetan bêpar in.

Bi heman awayî, perwerdehiya bilind îro di krîzê de ye, grevên daîmî kampûsên zanîngehan dihejînin. Wer xuya ye ku ji bo tekoşîna li hemberî betaliyê û her weha ji bo pêşîlêgirtina koçberiya almanên xwedî dîploma reformeke di sîstema perwerdehiyê de şert e û lezgîn e. Di rastiyê de, ciwanên ku îro nikarin li nav welêt ji xwe re kar bibînin, xeterên pir giran, carnan mirin jî didin ber çavên xwe, hewlê didin berê xwe bidin xeribiyê.

Çavkanî

TOM AMADOU SECK : Aborîzan, mamosteyê zanîngeha Reims, fakulteya huqûq û zanyariya polîtîk.