“Afganîstan’a ku nayê bidestxistin”

Welatê şer di Manière de Voir de
Translator

Hejmara dawî ya “Manière de Voir” dosyayeke gelekî balkêş li ser mijara Afganîstan’ê amade kiriye. Yekem nivîsa Stephen Hugh Jones behsa Afganîstan a di salên 1965’an de tûşî şerê navxweyî hatibû dike. Hingê Afganîstan welatekî tampon ê di navbera Yekîtiya Komarên Sosyalîst a Sovyet û Welatên Yekgirtî yên Amerîka’yê de bû û qebûl nedikir di hevgirtinên li dijî Sovyetan de cih bigire. Darbeya leşkerî ya komarxwaz li dijî Melîk Zaher Şah ji aliyê Prens Mohamed Dawîd (17’ê Tîrmeha 1973’an) ve û bi piştgiriya komunîstan pêk hat. Ev yek weke ku Jean-Charles Blanc di nivîsa xwe de behs dike, girîngiya etnîsîte, qebîle û ya malbatên mezin li welatekî ku ti carî serjimar lê pêk nehatiye dide fêhmkirin.

Bi rejîma Dawîd re nakokiyên tevahiya polîtîkayên modernîzasyonê xurttir dibin: Azadiya jinan, reformên cotkariyê, dadgeriya qebîleyan, tewazunên etnîk, rola paştûnan... Bi darbeya Partiya Demokratîk ya Gelê Afgan (partiyeke komunist bû) di bihara 1978’an de rih bi dîrokê hat. Li gorî Jean-Alain Rouinsard û Claude Soulard bêyî erêkirina Moskowa’yê ev darbeya leşkerî çêbû. Gelê Afganîstan’ê dû parçe bû: Alîgirên Xelq pesnê şoreşa demokratîk “ku çîna karkeran rêveberiya wê dikir” (wer xuya ye, xewn e) û alîgirên Parşam ên ku yekîtiya hemû çînên civakî dixwest. Di navbera van herdû aliyan de şerek qewimî ku tevahiya dema Sovyetê dewam kir.

Ji 1979’an û ji dema dagirkiriya Arteşa Sor û vir ve, Afganîstan dibe karîkatûra hevrikî û şerê Rojhilat û Rojava: Partiyeke komunîst ku ji aliyê kesên din ve tê beralîkirin, axaftinên nakok li ser azadiyê, piştgiriya amerîkiyan ji bo hêzên muxalif, bi taybetî yên herî radîkal, Pakîstan’ê xwe xist nav meselê, hevrikî û dubendiya di navbera Îslamabad û Delhi’yê de…Wisa xuya ye kêm kes orîjînalîteya xurt a vî welatê parçebûyî dibîne, ku tê de her etnîsîte parastina xwe bi xwe mîsoger dike û her mirovê biyanî weke dijmin tê dîtin (Jean-Christophe Victor “l’Islam, les paysans et le poids des traditions” ‘Îslam, gundî û giraniya adetan’). Çawa beriya wê artêşa Brîtanya di sala 1842’de têk çûbû, Aretêşa Sor jî wê li wir bi bin keta.

Tevî ku hin kesên din di nivîsên xwe de weke “şoreşgerên azadiyê” behsa Mucahîdan dikin jî, Olivier Roy ji xwe vê pirsê dike; “Şerê pîroz (cîhad) yan şerê rizgariya neteweyî?” Lêkolîner di analîza xwe ya li ser avahiya civakî ya Afganîstan’ê de, ji niha ve li ser zehmetiyên li arteşên fermî wê pêre rûbirû bibin, agahdarîyan dide. Bûyerên weke serûbinbûna civakî û herikîna penaberan ber bi perestgehên Pakîstan’ê ve ji hev derdixe. Di sala1989’an de, bi vekşîna hêzen Sovyet’ê û piştre serkeftina Mucahîdan di sala 1992’an de “dema kaosê” dide destpêkirin: Têkoşerên berê li ber xwe didan, hev dikujin û xelkê paytextê yê di bin barana bombeyên giran de mayî, ne xema wan e.

Tevî ku hêzên mezin eleqeya wan ji vî welatî re namîne, Pakîstan pişgiriya Talîbanan dike da ku desthilatiyê bi dest bixin. Sedemên serkeftina wan û dîtinên wan li ser nîzama “Îslamî” di gotara Ahmed Rashid û Stéphane Alix a bi navê “Qui sont les ‘étudiants en religion’ (xwendekarên ilmê dîn kî ne)?” tê vegotin. Hin biyografiyên li ser lîderên Talîbanan ronî dikin ka “yên nû hatî” çawa bûn desthilatdar? Nivîsa Gilles Dorronsoro yê wê demê yek ji pisporên dawî bû ku bala xwe dida vî welatî, yên ku wê biqewimin pêş dît.
Bandora êrîşên 11’ê Îlonê li Afganîstan’ê kir tê zanîn, yên ku êrîşa amerîkî dan destpêkirin heta niha jî vî welatî nas nakin. Heman mijarên “modernîst” yên dema Sovyet’ê îro bi awayekî birekûpek tên ber çavan: Azadkirina jinê, reformên demokratîk, hilbijartinên ji bo mafdar nîşandana dagirkirinê, tewazuna etnîk... Lîderên şer yên berê ku niha bûne hevgirên Rojava ji nûh ve hatin erdarkirin, ev yek rastiya wan piçekî jî naguhere (“Ces charniers si discrets ev mekîneyên kuştinê yên evqasî bêdeng” Mazar Shebergan û Jamie Doran). Yê ku ev dosya nexwendibe nikare ji nûh ve xurtbûna Talîbanan fêm bike: Ne karmendên NY’yê yên nû hatî Afganîstan’ê, ne tabûrên artêşên fermî ku hêzekê şer bikar tînin, (“Drones, la mort qui vient du ciel Balefirên bê mirov, mirina ji azmanan tê” Laurent Checola û Edouard Pfimlin), ne jî fermandarên amerîkî ku ev şer heta bi Pakîstan’ê birin, heta bi cihê ku îro jêre dibêjin AFPAK, nikarin yekê ji van fêm bikin.
Mijareke ku di heman beşên dosyayê de tim heye, polîtîkaya Pakîstan’ê ya derbarê Afganistan’ê ye. Ew jî hevgirekî bêwicdan e ku hem afganan hem amerîkiyan hem jî rojavayiyan bi giştî dixapîne û manîpule dike. Lê belê herkes vê jî dizane: Pakîstan welatekî ku “di şerê li dijî terorîzmê û li dijî belavbûna çekên nûkleer de” hevgirek e.

Afganîstan cihekî bi sînorên jeopolîtîk e, welatê dema dirêj e. Dosyaya hatiye amadekirin rîtma bûyerên dîroka vî welatî ya tijî û bi kîjan qertên xwe lîstiye, vedibêje. Li ser herkesê xwedî erka biryardanê yê îdîa dike “siyaseteke wî ya afgan” heye, diviyabû xwendina vê dosyayê weke xweagahdarkirina destpêkê bihata ferzkirin.

PIERRE CONESA
Wergêra ji fransî:
Lokman Turgut