Aktîvîzma karbidestan

Di têkilîyên Tirkiyê û welatên afrîkî de rola Tuskonê
Translator

Rizanur Meral dibêje; "dema krîza malî ya navneteweyî da der, Afrîkayê ji Tirkiyeyê re xeleka xelasîyê pêskês kir. Niha dora Amerîkaya Latîn, basûr û basûrrojhilatê Asyayê ye ku alîkarî bidinê daku ji nav vakûma ku serîhildanên cîhana ereb ew provoke kirin, derbas bibe" Besa herî girîng di Tuskonê (1), Konfederasyona Bazirgan û Pîsesazên Tirkiyeyê re derbas dibe, ku Meral serok-damezirênerê wê ye.

Serfirazîya wî xwe dispêre têkilîyên ku Tuskonê ji dema avakirina xwe ve ( 2005ê) li ser navê patronîya tirk girêdane. Bîst û neh hezar sirket endamên vê organîzasyonê ne, ya ku para bêtir li Anatolîyayê bi cih bûye. Tevî ku ji pêncsed sirketên herî mezin ên Tirkiyeyê sed endamên wê ne jî, piranîya endaman kargehên biçûk û navinî ne.

Gelek kesên ku dibêjin "Tuskon" bivê nevê dibêjin "Afrîka". Di hevdîtina xwe ya mezin a yekemîn de (2005), dezgeha patronan li Stenbolê mêvandarîya pêncsed delegeyên ku ji sih û yek welatên Afrîkayê hatibûn kir. Bi her halî, çalakîyên wê ji Federasyona Rûsyayê heta bi Dewletên Yekbûyî didin ber xwe, di ser Ewropayê (hem rojhilat û hem rojavayê wê), Ewrasyayê re derbas dibe, dawîyê her weha cîranên herêmî yên Tirkiyeyê –heta bi serhildanên vê dawîyê, bazara herî zêde bi kar dianî- , Asya û heta Basûrê Amerîkayê jî li van zêde bûn.

Li gor Meral serkeftin bixwe xwe rave dike: "Tista ku em pêsekîyê didinê: Afirandina çalakîya aborî ye. Li Anatolîyayê, struktureke me ya hilberîner a zexm heye, ya ku ji alîyê haci babalar [nifsên kevn ên ‚bavan‘ ku li Mekkeyê çûne hecê] ve hatiye damezrandin û êdî kravatli ogullari [kurên wan yên bi kirawat] dixwazin bi pês de bibin. Em hevdîtinan di navbera karsazên tirk û sirîk û hevkarên potansîyel ên li welatên bîyanî de çêdikin, em wan disînin daku seredana welatên cuda bikin û em ji bo vekirina bazarên nû yên îxracatê bazirganan vedixwînin vir." Ixracat –a serfkarîyê, materyelên avahîsazîyê, mobîlya, tekstîl, alavên makîneyan, hesincaw (parçeyên yêdek), hwd.– %90ê çalakîyên aborî yên sirketên ku endamên Tuskonê ne, pêk tîne.

Meral difikire ku sedemeke din a populerîya Tuskonê ya di nav karsazên Anatolîyayê de ev e: "Em tevlî polîtîkayê nabin." Rewsa dezgehên din ên patronan ne wisa ye: "Askon têkilîyên xwe bi Necmeddîn Erbakan re berdewam dike [Partîya Refahê sala 1997ê ji bo demeke kurt dibe desthilatdar]. Pasê Musiad derkete holê. Em li alîyê xwe, digel ku di gelek waran de wekî AKPê [Partîya Dad û Pêsketinê, niha desthila tdar e] difikirîn jî, lê tevlî siyasetê nabin. Vê yekê alîkarî da me ku ji welatên misilman wê de, yên ku Musiad li wir hatiye bi sînor kirin, em xwe bi pês ve bibin."

Halbûkî Tuskon xwe jê nade alî û xwe jê nade pas ku sêwra xwe bi tevna dînî ya ji alîyê Fethullah Gulen ve hatiye ava kirin bike, û sûdê ji serketina birêveberê dînî yê tirk digire ku li seranserê cîhanê gelek dibistanên taybet vekirine Û ne bi tenê li welatên misilman: Meral xuya dike ku "li welatên ku Tirkiye li wir ne xwedîyê muxatebên fermî ye, tevna Gulen ji me re riya bazar û têkilîyên digel rayedarên payebilind vedike. Li pêncî û sê welatên Afrîkayê ji bîst û pênc balyozxaneyan zêdetir balyozxaneya welatê me tuneye."

Li meha adarê, Tuskonê delegasyoneke girîng bi serokatîya serokkomar Abdullah Gul bir Ghana û Gabonê. "Li Gabonê balyozxaneya me tuneye. Lê li dibistanekê çar mamosteyên Gulen hene: Bi saya serê wan me karî em xwe bigihijînin muxatabên cuda û agahî û têkilîyan bi derdorên karsazan re bi dest bixin. Gelek ji endamên me di warê malî de destekê didin dibistanên Gulen, herweha li Gabonê jî. Em wisa difikirin ku ji ber asta wan a bilind a perwerdeyî û exlaqî, û girêdana wan a bi pêsketina ferdî, ev dibistan bi kêrî Tirkiyeyê tên."

Çavkanî

  1. Dezgeha bazirgan û pîsesazên serbixwe ya li Anatolîyayê hat damezrandin daku li hemberî Tusiada pir laîk û nûnera sirketên herî mezin ên Tirkiyeyê, reqabetê bike

Wergera ji fransî: Sevda Orak