Alexandre’ê mezin û nêviyên wî yên wenda

KALAŞ; YÛNAN AN JÎ MAKEDON IN?
Translator

Ji bo wan rojavayiyan ku hîna jî li Pakistan`ê dikevin pey geşteke serpêhatiyane, gera li geliyê dûr ê Şîtral ê li herêma Hindou-Kouch’ê, ku dikeve nav tixûbên Afxanistan’ê, yek ji aliyên herî balkêş ê rêwîtiyê ye. Di nava vê dekora xwezayî de, ku mirovan matmayî dihêle, heger rêya wan rêwiyan bikeve warê gelê kalash, ewê bibin xwedî heman hestan ku Alexandre’ê Mezin di dema dagirkirina herêma Persiyan de, li bajarê Nysa’yê , hîs kiribû. Qewmê vî bajarî bi awayekî ecêb, wekî ew li welatê wî ji dayîk bûne, rojane îbadet û rîtuelên bi awayê Dionysos pekdianîn .

Gelê kalash li herêmê xwedî taybetmendiyên cihê ye, di urf û adetên wan de hewayeke nerm heye, ji atmosfereke islamî ya (derengmayî) dûr e û ew xwedî baweriyeke polîteîst (fire-xwedawendî) in, bi gotineke din baweriya xwe ne tenê bi yezdanekî dihînin, lê bi pir yezdanan dihînin. Ew di nava îbadet û rîtuelên xwe yên olî de araqê vedixwin û awayê lixwekirina îslamî, wekî hicaba jinan red dikin. Li herêma Bumburet’ê, ku yek ji 3 geliyan e û ji wan re bûye war, surprîzeke mezin li ber çavên me ket: li Kalasha-Dur, avahiyeke mezin a sê qatî hatiye avakirin. Baniyê wê bi mîmariya yewnanan hatiye çêkirin. Di vê avahiyê de dibistanek, navendeke tendurustiyê û heta muzexaneyek jî hatine vekirin, stûnên avahiyê weha hatine neqşandin ku şopên mîmariya yewnana antîk a îyoniyan dihîne bîra mirovan.

Ev çend sal in ciwanê kalashî yê bi navê Wazir Zada li parlementoya Peşawar’ê hewlê dide mafên hindikahiyên neteweyî yên gelê kalash bi dest bixe. Helbet, li van zozanan pir dijwar e ku mirov doza bidestxistina herêmeke azad bike. Di destpêkê de armanc ew e ku bikaribin di nava vê tevliheviyê de bidin qebûlkirin ku ew xwedî urf û adeteke cuda ne û her weha bibin xwedî wî mafî ku bibikaribin bi serbestî araqê hilberînin û ji bo vexwarinê bikarbînin. Hilberîn û birakaranîna araqê ji ber ku dihê de ew made heye ku mirov pê serxweş dibin, ji aliyê musulmaniyê ve hatiye qedexekirin. M. Zada dibêje ‘Hemû hewldanên ji bo qedexekirina şerabê, çalakiyeke durû ye, ji ber ku gelek musulmanên niştecihên geliyê Şîtral’ê dihên cem me û şerabê vedixwin. Ev vexwarin li van herêman adeteke pir kevin e’

Ciwanê bi navê M. Zareen Khan ku ji bo xwendinê niha li Peshawar’ê dijî bi bîr dixe ku di salên 1950’î de, hejmara şêniya kalashan dora 30.000 bû. Piraniya van kesan, di encama zora Îslamê de, ku Pakistan kir qangiren, neçar man, ola xwe biguherînin û bibin musulman. Zareen Khan mizgefta ku di nava gelî de hatiye avakirin nîşan dide û bi xemgînî dibêje ‘îro hejmara me daketiye heta sê hezaran’ (3000).

Di dema van axaftinan de, navê Alexandr’ê Mezin hat bilêvkirin, Zareen Khan dibêje ‘Beriya çend salan, di şikefteke li herêma Bumburet’ê de, perçeyeke zêr a bi fîgurê Alexandre’ê Mezin hatiye dîtin.’ Mirovên berê yên kalashî tu car naxwazin qala fîgurê Alexandre’ê Makedonî bikin. Lê ciwanên wan di her firsendî de, qala wê îhtîmalê dikin ku Alexandr hatiye wira û di vî herêmê re derbas bûye. Bi vê îhtîmalê ew dixwazin ku gelê herêma Kalasha-Dur xwedî li kevneşopiyên xwe derkevin û bav û kalên xwe ji bîr nekin.

Herêma Kalasha-Dur berî her tiştî berhema yewnanekî dilsoz e. Athanasis Lerounis mamosteyekî kevn e, ev nêzîkî sî sal in ku li geliyên derdora Kalash’ê li ser navê rêxistineke ne-hukûmetî (ONG) ya bi navê Greek Volunteers (Dilxwazên Yewnan) kar dike. Ev kesê ku di heman demê de profesor û bijîşk e, ev bîst sal in, li van gelî û zozanên bilind, gelek bi nav û deng e. Gelê herêmê di sala 2001’ê de, di çarçoveya bernameya tevkariya wezareta kar û barên derveyî ya Yewnanistan’ê ya bi navê Hellenic Aid (Alîkariya Helenî) de, alîkariyeke girîng a aborî bi dest xist. Di Nîsana 2005’an de, Adihîna û Îslamabad di navbera xwe de peymaneke tevkariyê îmze kirin û bal kişandin ser ‘têkiliyên çandî’ yên di navbera her du welatan de. Di van demên dawî de jî gelek xwendevanên kalashî ji bo ku biçin li Yewnanistan’ê perwerdehiyê bibînin, ji vî welatî mafê bûrsê bi dest xistin.

Rêxistina Hellenic Aid bi biryar naxwaze mîqtara alikariyê ku ji herêmê re kiriye, eşkere bike. Xanim Maureen Lines ku zêdeyî 20 salan in ku rêxistina ne-hukûmetî ya îngîlîz Hindu Kush Conservation Association (Komeleya Parastina Hindu Kush) bi rê ve dibe, di wê baweriyê de ye ku gelê yewnan heta niha ‘bi milyonan rûpî’ alîkarî daye herêmê. Mirov dikare sedema vê alîkarî û tevkariyê di nivîsarên d’Arrien de bibîne, Ev pirtûk qala rêwitiya Alexandre’ê Mezin û leşkerên wî (sala 329 beriya Îsa) ya li van herêman dike. Bi ya hin teoriyan, hukûmdariya yewnan a îyonî û ya sûriyeyî girtiyên di zîndanên xwe de ne, da ku li herêmên herî dûr ên tixûbên împaratoriyê leşkerî bikin, wan serbest berdidin û dişînin wan deran.

Lê di rastiyê de heta niha di navbera gelê kalash û artêşa yewnaniya kevin a Alexandre’ê Mezin de tu têkilî nehatiye îspatkirin. Bi ya dîrokê ev herêma Hindou-Kouch tu caran di nava tixûbên fetihkirî yên Baktrian de cih negirtiye. Etnolog, civaknas Augusto Cacopardo ku bi qasî sih salan li herêmê di nava xebatên lêkolînê de ye dibêje dema ku wî dest bi xebatên xwe kiriye, di nava gelê kalash de, ne bi awayekî devkî ne jî bi rêya çîrokên efsanewî tu caran qala rêça Alexandre’ê Mezin nehatiye kirin. Ji aliyê din ve, lêkolînvanên zimanan û zimanzan jî di wê baweriyê de ne ku di navbera zimanên yewnanî û kalashî de tu xalên hevbeş xuya nakin. Zimanê kalashî ji ber ku ji malbata zimanên Hîndo-Ewropî ye, demekê hin zimanzanên yewnanî ketin nava heyecanê ku bibikaribin bi zimanê xwe re aliyekî hevbeş bibînin. Kalashî di rastiya xwe de, bi ya musulmanan, bermayiyên gelê kafir in. (wateya lîteraturî ya gotina kafir: ne îtaatkar). Piraniya wan îro çûne ser ola îslamê. Ev herêma li aliyê Afxanistan'ê, niha navê Nuristan (diyarê ronahiyê) lê hatiye kirin. Hebûna wan a li vê herêmê digihêje gelek beriya hatina Alexandre.
Efsaneya nêviyên yewnanî ku ev bîst sal in li herêmê vejiyaye, îro li serê çiyayên Hindou-Kouch’ê wenda bûye. Li rojava, referansên dîrokî her tim di navbera seyahatname (ya Marco Poli kaşifê îngîlîz) û efsaneyên wêjeyî de diçin û dihên. Xebatên Etnolog Cacopardo yên li ser vê mijarê aliyekî din yê meseleyê derxist holê. Deshilatdarên musulman ên herêmê bi sed salan e, sebaret bi koka vî gelî pir îddîa li hev rêz kirine. Yek ji wan ew e ku desthilatdarên Badakhshan'ê vî gelî wekî ‘Zulqarnain’ bi nav dike (xwediyê du qiloçan). Ev sifat di Quran’ê de ji bo Alexandre dihê bikaranîn. Li herêma Hunza û Swat’ê ya Pakistan’ê jî meselokên bi vî rengî hene.

Yek ji mantiqên bingehîn ku koka vî qewmî bi Alexandre ve girê dide ew e ku deshilatdarên nû yên herêmê îngîlîz bi vê wesileyê karibûn bi hêsanî ji xwe re di bin navê ‘têkiliya biratî’ de hevalbendî çêbikin. Bi qasî du sed sal piştî hukûmdariya Badakhshan, nav û dengê Alexandre’ê Mezin ji nû ve li herêmê belav dibe. Lêkolînên psîkososyolog Nikos Kalampalikis nîşan didin ku di avakirina nasnameya nûjen a yewnanî de hebûna Alexandre wekî navgîn dihê bikaranîn. Bi taybetî jî di van bîst salên dawî de navê wî her ku diçe bêhtir dikeve rojevê. Balkêş e ku li herêma Hîndou-Kouch’ê jî tam di heman deman de an ku ev bîst sal in qala têkiliya wî ya bi vî gelî re dihê kirin. Ev navê kesayetiya dîrokî her weha di navbera Yewnanistan û Makedonya’yê de jî bûye mijara nîqaşan. Ji sala 1991’ê û vir ve hingî Makedonya ji Yugoslavya’ya berê veqetiyaye û serxwebûna xwe ragihandiye, sebaret bi parvekirina mîrata navên dîrokî bi Yewnanistan’ê re li hev nake.

Yek ji aliyên girîng ku Komara Makedonya’yê ji cîranên xwe, Albanî û Bulgaristan’ê vediqetîne ew e ku ev welat sembolên xwe yên antîk ku li ber wendabûnê ne, ji nû ve derdixe ser rûyê avê. Lê belê Atîna hê jî di têkiliyên xwe yên dîplomatîk de Makedonya’yê wekî komareke serbixwe bi nav nake, wekî herêmeke dîrokî yê girêdayî xwe qebûl dike. Di sala 1992’an de Makedonya’yê ji bo amadekirina ala xwe ya neteweyî, Roja Vergîna wekî sembol hilbijart. Ev sembol di sala 1977’an de di gora Philipe II yê Makedonî de -bavê Alexandre- de hatibû kifş kirin. Ev hewldana Makedonya’yê ku xwest vê sembolê bixe ser ala xwe ya neteweyî bûbû sedema nerazîbûneke tund a rêvebiriya yewnan. Di encama van dijberî û nerazîbûnan de, Komara Makedonya’yê neçar mabû ku di sala 1995’an de ev sembol dîsa ji ala xwe derxîne. Digel her tiştî Makedonya’yê dîsa jî di sala 2007’an de navê balafirgeha xwe ya li Skopy’ê (Uskup) kir ‘balafirgeha Alexandre’ê Mezin’

Di vê tevliheviyê de, her du alî ji bo aîdiyetên nasnameya xwe ji hev cuda bikin û her kes ê xwe îspat bike, ketin nava hewldanan û di vê çarçovê de çûn cem gel û qewmên ku wekî ‘nêviyên’ xwe dibînin. Alîkariya aborî ku Yewnanistan ev bi salan e dide gelê kalash dikare di vê çarçovê de were xwendin. Di van demên dawî de, li Yewnanistan’ê sebaret bi koka gelê kalash de bi dehan belgefîlm, fîlm û pirtûk hatine amadekirin. Ji aliyê din ve, makedonî jî îddîa dikin ku li geliyekî din ê herêma Hindou-Kouch’ê, li geliyê Hunza’yê nêviyên rastîn ên Alexandre dijîn. Di Tebax’a 2008’an de, prensê herêma Hunza, Ghazanfar Ali Khan bi tevî prenses Rani Atiqa, ji aliyê Makedonya’yê ve hatin vexwendin û di axaftinên xwe yên li Skopye'yê de gotin:‘ ji bo me rûmeteke mezin e ku îro em vegeriyane welatê xwe Makedonya’yê ’. M. Kalampalikis ku li ser mijarê pirs jê hatin kirin, bê îronî dibêje: na, ev bûyereke psîkolojîk e ku wekî ‘cîhguherandin’ dihê binavkirin.

Dîsa di van deman de, li ser vê efsaneyê fenomeneke din derketye holê. Bi rêya navgînên danûstendinê yên nûjen, li ser gelê Kalash gelek belgeyên din hatine amadekirin. Bi ya van belgeyan, bêyî ku haya gelê kalash jê hebe, dihê îddîa kirin ku li herêmeke dûr a xwedî îslamiyeke dijwar, hin qewmên rojavayî ji bo bidestxistina nasnameya xwe di nava tekoşînê de ne. Xanim Lines dibêje her sal bi dehan lêkolîner û rojnamevan serî li wan didin da ku bikaribin sebaret bi vî gelî ku li hemberî hewldanên îslamizekirinê li ber xwe didin, agahiyan bigirin. Di cîhana entelektuelî de ku îro dunya kirine du beş: medenî û barbar , ‘nêviyên’ Alexandr her ku diçe gelek bi nav û deng dibin. Gelek derdor bi rêya roportaj û malperên înternetê piştgiriyê didin hewldanên ji bo parastina nasnameyek ku dişibe ya rojavayî him ji aliyê neteweyî ve him ji aliyê olî ve.

Vejîna prisgirêka kalash’ê bêguman pir dişibe, pirsgirêkên din ên nasnameyî. Ji Anabasîs’a Alexandre bigire heta roja me, mijarên sebaret bi cudahî, barbarî û asimilasyonê bi dawî nebûne. Mantalîteya ku ‘pevçûna şaristaniyan’ wekî teorî derdixe pêş û mantaliteya îslamê ku kesên derveyî xwe tim wekî ‘yê din’ destnîşan dike pirsgirêkên nûjen ên nasnameyî ne. Doza Kalash’ê wekî perçeyek ji van pirsgirêkan dihê hesibandin. Di vê çarçovê de mirov dikare li ser armanca fîlma Oliver Stone ya bi navê Alexandre (2004) hin pirsan ji xwe bike. Gelo armanca wî ne ew e ku Alexandr’ê Mezin û George W. Bush wekî kesayetiyên nêzî hev nîşan bide. Ji ber ku her du jî kurên ‘rêberên serkêş’ in ku hewldan tekoşîna dijwar a bidestxistina Rojhilata Navîn ku bavê wan nîvco hiştibû, bidin berdewam kirin.

Ev teoriya dawî bêguman ya herî nêzî rastiyê ye. Cacopardo destnîşan dike ku bi îhtîmaleke mezin, qewmê kalash temsîla dawî ya çanda Paiyen a Hînt-Ewrûpa’yê ye ku beriya belavbûna baweriya monoteîzm (yek-xwedawendî) û yekyezdanî, li herêmê bi cih bûne. Di rîtuelên wan de hin aliyên ku dişibin îbadeta awayê Dionysos hene. Bi ya mîtolojiya yewnan ev xwedawendê kevin Dionysos ji Rojhilat hatiye. Ev mînaka pirsgirêka kalash jî nîşan dide ku ‘xeyalên nasnameyî’ û cureyên wan ên neteweyî, pir caran dibin sedem ku çîrokên cur bi cur derkevin holê û di vê çarçoveyê de civînên ew qas hêsan û surprîz ên entelektuelî dihên organîzekirin ku mijarên Huntington û Dionysos li ber çîrokên wan kêm dimînin.

Wergera ji fransî
Bedran Dere

Çavkanî

NICOLAS AUTHEMAN : Şêwirmendê têkiliyên navneteweyî.

  • International Conference on Language Documentation and Tradition, with a Special Interest in the Kalasha of the Hindu Kush Valleys, Himalayas – Thessaloniki, 7-9 novembre 2007
  • Cf. Rudyard Kipling, The Man who would be King (1888), û filma John Huston (1975).
  • Coran, S. XVII, 83, 84, 85.
  • Nikos Kalampalikis, L’Harmattan, Paris, 2007.
  • '' Hunza Royals visiting Macedonia '', Macedonia Daily, 12 Juillet 2008.
  • Cf. Tzvetan Todorov, La peur des barbares : au-delà du choc des civilisations, Robert Laffont, Paris, 2008.
  • Li ser malpera Altermediainfo.com, sebaret bi kalashan de, pir referans hene. Versiyona wê ya amerîkî ji aliyê David Duke ve hat çêkirin
  • Li ser pir malperên olî yên orthodoxes.
  • Di vê derê de serîhildana Opis tê ziman, berê îsa di sala 324an de serleşkerên Alexandre rastî artêşa Pers tên.