Amazon, alîyê din yê ekranê

Lêkolîn li kewarên bazirganîya di ser înternetê re
Translator

Bi patronên Hollywoodê pesnê wan dide, ekranên wê yên pan û rengên meyxweş aborîya dîjîtal behsa nemateryalbûnê, horîzontalî û afirênerîyê dike. Lêkolîna li ser Amazonê rûyekî wê yê din derdixe holê. Ew rûyê fabrîkeya dêwane ya ku lê merivên kompûter wan kontrol dikin heta ku taqata wan namîne çalak in.

Awirên xwe ji afîşên sendîkaya alman Ver.di –sendîkaya yekbûyî ya sektora xizmetan– yên bi dîwarê hola civînê ve dide alî, Irmgard Schulz bi carekê radibe ser xwe û dipeyive. Ew dibêje "li Japonyayê Amazonê bizin girtin kar da ku li kewareke wê karikê xwe bînin. Şirketê heman karta em bi stûyê xwe ve dikin bi van bizinan ve jî kir! Hemû tişt li ser in: nav, wêne, barkod." Em li civîna heftane ya mûçegirên Amazonê ya li Bad Hersfeldê (Hessen, Almanya) ne. Di wêneyekî de karkerê lojîstîkê hîna nû fîlozofîya civatî ya şirketa navneteweyî ya firotina li ser tevna înternetê bi kurt û kurmancî rave kir, a ku pêşnîyazî serfkaran dike bi çend tikandinan tiştan bikirin û di nava çil û heşt saetan de melkesekê, berhemeke Marcel Proust yan jî mekîneyeke kurkketina li ser hêkan bigihîne wan. (1)

 

Li seranserê dinyayê sed hezar kes li nod û neh kewarên lojîstîkê dixebitin, fîrehîya erdên van kewaran li ser hev heft milyon metre kare ye. Di nava ji kêmtirî du dehsalan de Amazonê xwe di nava aborîya dijîtal de da pêş, wekî Apple, Google û Facebookê. Ji dema sala 1997an û vir ve hecma kirarîyên wê çar sed û bîst caran ji berê zêdetir bû, sala 2012an gihişte 62 milyar dolaran. Damezrêner û birêveberê wê yê giştî Jeffrey Preston Bezos, rêbazber û lîbertaryanê ku îlhamê dide rojnamevanan portreyên wî yên pesndêr binivîsin, tebaxa bihurî 250 milyon dolar - % 1ê dewlemendîya wî ya şexsî – pere dan ji bo ku rojnameya nirxdar a amerîkî The Washington Postê bikire. Mijara serketina aborî ji sedî sed dikeve biwara mijara şert û mercên karî.

 

Li Ewropayê Amazonê Almanya wekî serikê derîyê keleyê neqand. Wê heşt fabrîkeyên lojîstîkê lê damezrandin û lê yekê nehemîn jî ava dike. Sonia Rudolf bi erebeya xwe kete ser rêya bi navê Amazon Strasse (2) –şaredarîyê bicihbûna şirketa navneteweyî bi bêhtirî 7 milyon ewroyan subvensîyon kir. Piştre Sonia Rudolf îşaret bi dîwarekî pir mezin ê girtî yê girî kir. Li pişt rêzeke têlên rêsayî, kewar xuya dike. Ev kevne karker şahidîyê dike: "Li qatê sisêyan ê FRA-1 (3) hîç pencere nînin, tu kunek û derîyek nîne, nayê hewadarkirin jî. Havînî germayî ji 40 pileyî dibihurî, ango nerehetî pir zêde bûn. Rojekê –wê tevahîya emrê min ji bîra min neçe– ez wekî ‘picker’ [di nava têlên wekî torekê de bicihkirina eşya û mêl] mijûl bûm, min keçek li erdê dirêjkirî dît, vedireşîya. Rûyê wê şîn bû. Min bi rastî jî bawer kir ku ew ê bimire. Ji ber ku darbesta me ya nexweşan nebû, menejer ji me xwest em paleteke darî bînin, ku me keç li ser danî û ew pê gihand ambulansê."

 

Tiştên bi heman rengî li Dewletên Yekbûyî jî tesbît bûn. (4) Li Fransayê sala 2011an sermayeyê derba xwe li mûçegirên kewara li Montélimar (Drôme) xist, ew neçar hiştin ku bi qocik, lepik û kumên xwe yên zivistanî kar bikin, heta ku dehekan ji wan dest bi grevê kir û kirin ku kalorîfer werin pêxistin. Qismî bi vî rengî Amazonê damezrênerê xwe di rêza milyarderên herî dewlemend ên dinyayê de kire yê 19em. (5)

«Ew kenê li ser paketan, ne yê me ye»

 

Taybetmendîya supermarketa li ser tevna înternetê ew e ku destûrê dide bazirganan bi rêya platforma wê ya bazarê, di ser malpera wê re malên xwe ji bo firotinê pêşnîyaz bikin, vê jî bi rikberîya yekser a bi mal û metayên wê bi xwe re dikin. Bi giştî hecmê kirarîyan dinepixe û bandora "tora dirêj" – anîna cem hev a gelek rengên sîparîşên hecmê wan piçûk ên berhemên kêm tên kirîn ên ku mesrefa stokkirina wan kêm e – sedema serketina şirketê ye. Ev sîstema ji bo serfkar bikêr pirtûkxaneyan dike nav promosyona xwe ya dêw a ku mişterîyên wan didize û çalakîya wan têk dibe.

Sendîkaya pirtûkxaneyê ya fransî pîva û derxist holê ku bi heman hecmê kirarîyan pirtûkxaneyeke li taxê hijdeh caran behtir îstîxdamê peyda dike li gorî firotina li ser tevna înternetê. Bi tenê sala 2012an Rêxistina Pirtûkxaneyên Amerîkî (ABA) hejmara îstîxdama ku Amazonê tinekirî wekî çil û du hezar texmîn kir: 10 milyon dolar hecmê kirarîyên şirketa navneteweyî teqabilî jêbirina îstîxdama sih û sê kesan li pirtûkxaneyên li derdorê dike.

 

Wekî din di îstîxdama tunekirî û ya li kewarên lojîstîkê de çêkirî her tişt dijberê hev e. Li alîyekî karekî kalîfîye, ji hev cihêkirî, dewamî yê li nava bajêr yê ku civatîbûnê, pêwendîdanînê û şêwrê têkel hev dike, ji holê radibe. Li alîyê din li kevîyeke bajarekî "fabrîkeyeke ji bo firotinê" peyda dibe ya ku lê hilberandina dewamî ya kolîyên kartonan bi encam dibe bi karkerên nekalîfîye, yên ku bi tenê ji ber ku ji robotan erzantir in tên xebitandin. Lê belê ji bo dema dirêj ji vê bêhtir jî heye: ji dema ku sala 2012an şirketa robotan Kiva Systemê bi 775 milyon dolaran, ji nû ve hat kirîn û vir ve, Amazon xwe amade dike li kewarên xwe yên lojîstîkê otomatên digerin bixe dewrê: mekîneyên şeş rûyên wan heyî yên pirteqalî yên sih santîman bilind in, ji wan tê wekî mînak bikevin bin refekî da ku – li gorî modela mekîneya robotî – barên giranîya wan di navbera çar sed û pêncî kîlo, û hezar û sê sed kîloyî de veguhezîne.

 

Mesele bi tenê ew e ku dema di navbera dayîna sîparîşa mişterî û şandina wê de bi bîst deqîqeyan were kêmkirin. Bezos armancek danîye ber xwe ku êdî bûye efsanewî: pêşnîyazkirin û firotina her mal û metayî ku li her deverî roja sîparîş dayî bigihîne mişterîyan. Ji destêpêkê ve Amazon mîqdarên pir zêde pereyan xerc dike li veberhênanên serveran û bê navber kapasîteya xwe ya hesêb a algorîtmîk zêde dike da ku bikêrîya lojîstîka xwe û potansîyelbûnên malpera xwe ya firotinê baştir bike. Ev malper her bêhtir berhemên nû pêşnîyazî mişterîyên kevin dike, vê yekê, bi xêra piştrastkirineke tevlîhev a daneyên wan ên şexsî û adetên wan ên serfkirinê, dike. Û ji bo ku tu tişt wenda nebe, çavkanîyên înformatîk ên zêdekirî bi kirê didin şirketan bi rêya xizmeteke taybet, Amazon Web Service. (6)

 

Welatê lê bicihbûyî kîjan dibe bila bibe, kewarên lojîstîkê xwedî mîmarî û rêxistineke karî ya wekî hev in. Nêzî durîyanên otobanan, li deverên ku rêjeya bêkarîyê zêdetir e ji navînîya neteweyî ya wî welatî û şirketên ewlekarîyê wan bi awirên baldar diparêzin. Ev dîwarên paralel ên sacî carinan belav dibin li ser erdekî firehtir ji sed hezar metre kareyî ango bi qasî çardeh qadên futbolê. Ew wekî baleteke kîloya wê giran tevdigere: şirketa Amazonê her serê sê deqîqeyan kolîyên ku nîv romorkê tijî bikin difiroşe. Bi tenê li ser erdên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê şirketê serê sanîyekê heta bi sê sed metayî firotin di dema cejna noelê ya 2012an de.

 

Pirbûna berhemên tên pêşnîyazkirinî sed û pêncî û du milyon mişterîyan, li kewaran bi gewde dibe, ew kewarên ku daristaneke refên metal dihewînin ku di wan de karker ji ber rêzikên hundir neçar in bêdeng bin. Her kes wekî dizeke/î potansîyel tê dîtin û xebatkarên ewlekarîyê bi awayekî nijdî karkeran seh dikin: Dema ku dawî li kar tê û derdikevin yan jî ji bo bêhnvedanê di derîyekî ewlekarîyê yê konrtolê re derbas dibin, ev bêhnvedana wan jî kurt dibe, ji ber ev kontrola merivî diwestîne û rêzên dirêj ên merivên di dorê de çêdike. Amazon red dike ku mekîneyên xwe yên dema kar hesab dikin bigihîne wê radeyê ku piştî ketina dorê saetên kar bihejmêre. Ji ber vê jî ji niha ve karkerên li navendên belavkirinê yê Amazonê yên li Kentucky, Tennessee û eyaleta Washingtonê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê doz vekirin da ku bixwazin heqdestê wan yê dema rawestana di van doran de jî were dayîn ku li gorî texmînên wan hefteyê çil deqîqe ne.

 

Dualîkirin û birêveberina stokên Amazonê hatine elektronîkkirin li gorî mentiqê chaotic storage: bi rengekî tesadufî mal û meta hene li ser refan. Ev "daneheva kaotîk" avantajeke qayîşokîbûnê dide li hemberî embarkirinên ji rêûresmê: ne lazim e ku cihên zêde ji bo her rengê mal û metayan were veqetandin ji bo guherandina erzê yan jî ya teleb, lewre her tişt bi rengekî tesadufî li ser hev dibe lod. Di her xeta refî de gelek ast hene, di her astê de gelek şaneyên refan hene: ev bins (şane) in, di wan de nivîsên Antonio Gramsci li cem pakêteke derpêyên zilaman, hirçikeke ji bo zarokan, biharata ji bo biraştinê yan jî li cem Metropolis a Fritz Lang in.

 

Di nav unîteyeke "sîparîşê" de karkerên eachers paletên kamyonan amade dikin û mal û metayan bi belge dikin. Stowers ("karkerên ku danehevê dikin") bi xwe, mal û metayan datînin wî cihê dikarin di nava refên pir mezin de lê bi cih bikin, da ku bazarekê çêkin, a ku bi tenê bi rêya scannereke Wi-Fi ya ku barkodan dixwîne meriv cihê wê qeyd dike. Ji bo sêhra cografyaya bi kîlometre xetan a merivî gêj dike di nava danserheva mal û metayan de xirab bike, teknolojîya herî modern hilberînerîya mûçegirên karên her pircarî dibin ên helakker dikin, bi rê ve dibe, kontrol dike û dipîve. Di wan unîteyan de ku ji wan re "hilberîn" tê gotin, pickers ("yên ku didin hev") ên ku scannerên wan wan bi rêve dibin di nava refan de diçin û tên. Da ku bêyî ku of û aciz bibin rahêjin metayan, ew her cara dest bi kar dikin bêhtirî bîst kîlometreyan dimeşin – hejmara fermî ya ajansên karên demî ye ku sendîkavan dibêjin texmîneke kêm e.

 

Hema ku metayek hat neqandin, hesabekî berepaş dihejmêre li ser scannerê xwe dide der, ew fermanê dide karker da ku metaya din jî bineqîne û ji ref rahêjîyê. Tercîh ji alîyê kompûterê vê tê kirin da ku neqeba di navberê de herî kêm bike. Dema ku ereboka wan tijî dibe pickers wê dibin ji packers ("pakêtker") re. Ew statîk in û li ser hev her berheman pakêt dikin berîya ku wan daf bidin ber bi konvoyoreke pir mezin a elektronîk. Ev konvoyor kartonên bişirîna Amazonê li ser wan xistî diwezinîne, navnîşanan bi wan ve dike û piştre li gorî xizmetên posteyê yan jî barberîyê yên navneteweyî dabeş dike.

 

Jens Brumma yê 38 salî yê stower e ji sala 2003yan ve dibêje "bişirîna li ser paketan ne ya me ye". Wî heft salan bêkarî û karê demî li Amazonê bi hev guherîn, ji sala 2010an ve peymanên kurt li peyhev mohr dike, lewre birêveberî qebûl nake wî bike mûçegirekî daîmî. Wekî her mûçegirê li dinyayê ev peyman bi awayekî hişk qedexe dikin li wî ku ji malbata xwe re, ji filehan re û ji rojnamevanan re behsa karê xwe bike. Ew ta bi derzîyê ve dike: "bêdengîya li ser me ferz dikin ne ji bo parastina sirên pîşesazîyê ye, ji xwe em nagihêjin wan: ew ji bo wê yekê ye ku di biwara şert û mercên kar ên pir zêde zehmet de em dengê xwe nekin."

 

Dawîya salê, dema kar lê herî zêde ya jêre "Q 4" – trîmestra çarem – tê gotin komên kar ên şevê pêk tên anîn û pêdivîya her kewarê bi gelek karkerên demî heye da ku sîparîşên cejnê bişîne. Yek ji karkerên pispor ê daîmî yê ku Ver.di’yê sala 2010an wezîfedar kir da ku çalakîyeke sendîkayî bi cih bike û refaqeta wê bike Heiner Reimann rave dike "di vê demê de hejmara karkeran li du kewaran bi carekê ji sê hezaran digihêje bêhtirî heşt hezaran. Karkerên demî yên ji seranserê Ewropayê tên Bad Hersfeldê û di bin şert û mercên pir xirab de tên bicihkirin. Li vir ji bo ku miameleyê bi van hezaran peymanên kar ên demî re bike Amazonê sekreterên çînî girtin kar. Par ew li holeke vala ya mezin xebitîn, lê mobîlya nebûn, wan peymanên kar li ser erdê yek li ser ya din kirin lod." Bêkarên spanî, yûnanî, lehî, ukraynî, portugalî ji çar alîyên Ewropayê bi otobosan tên û yên ew girtin kar jî ajansên karên demî ne.

 

Bruma behsa çavdêrîya xwe dike: "Menejer pesnê xwe didin bi vê girtina kar a karkeran a  navneteweyî û wekî motîfeke serfirazîyê wê nîşan didin. Dema şirketê şahîyek organîze kir, ji min xwestin alayên tevahîya neteweyên li cihê kar heyî daleqînim: çil û çar netewe hebûn! Spanî yên herî zêde bûn. Di nava wan de merivên mezûnên zanîngehê jî hebûn: dîrokzanek, sosyolog, doktorên diranan, parêzer, doktor. Bêkar in, ji ber wê jî tên vir ji bo karekî demî."

Bi dengê herî bilind hard-rock dema kar dikin

 

Norbert Faltin ê alman, kevne-kadroyê înformatîkê sala 2010an tavilê ji kar hat derxistin, neçar ma bi carekê bibe pickerekî demî li Bad Hersfeldê. "Nîvê zivistanê, ez sê mehan tevî pênc bîyanîyan li bungalowekê hatim bicihkirin a ku tûrîstên havînî wan bi kar tînin û sobe yan jî kalorîfer di wan de nebû. Di emrê xwe de hîna tu carî ewqasî sermayê nedabû min. Em hemû kesên mezin û gihayî bûn û em bi dorê li nav cihê zarokî radizan." Li vir mohrkirina peymaneke kar a ku dikare belkî bêdem were dirêjkirin dike ku peymanên demî li pey hev werin mohrkirin ango di vê demê de ne karekî aqilane ye meriv bibe endamê sendîkayê yan jî ji ber sedemeke xurtir jî grevê bike. Û ji ber ku karkerên demî yên koçber berîya Noelê gelekî tên bikaranîn, tesîra greveke Ver.di’yê di vê dema kurt de organîze kirî kêm bû, belê di vê dema kurt de Amazon % 70yê hecmê kirarîyên xwe yên salê dike û ji ber wê jî dikare derbê bixwe.

 

Ji bo ku heqê şîara xwe "Work Hard, Have Fun, Make History" ("karê giran bike, kêfa xwe bîne, dîrokê binivîse") ya bi her devera atolyeyên wê yên li dinyayê ve, şirketa dêw a amerîkî mûçegirên xwe li gorî teknîkeke birêveberîyê ya pir hişk dike kadro, navê vê teknîkê "5 S" ye, îlhama xwe ji fabrîkeyên erebeçêkirinê yên japonî digire û gelek rûdanên bavkanî hem di dema kar û hem li derveyî kar organîze dike. Rudolf dibêje "dema ‘Q 4ê de menejer mûzîka weke tenekê bi dengê herî bilind li nava kewarê diweşînin da ku kela canê me rakin. Rojekê, dema ku cejn bû, hard rock bi dengê herî bilind weşandin da ku bikin em bileztir kar bikin. Ew qasî dengê bilind bû ku serê min êşîya, wî henekê xwe bi min kir ji ber ku emrê min ji 50î dibihurî, û got, li vir em şirketeke ciwanan in. Ez bi xwe kal bûm û ji min dixwestin ku ez di karê ‘picking’ de bi qasî ciwanekî 25 salî hilberîner bim. Lê belê piştî ku zilamê min mir tu tercîha min nebû, ez neçar bûm vî karî qebûl bikim."

Kadroyên filmê xwe digirin bi zarê sendîkavanan dikin

 

Tê bîra karkerên Bad Hersfeldê ku Bezos dîtine, dema ku ji bo vekirina yekemîn kewara şirketê ya li Almanya havîna 2000î hatibû. Wê rojê, patronê wan bi taybetî ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatibû, kiribû ku helîkoptera wî li cihê parka erebeyên mûçegiran deyne da ku destên xwe yên di boyaxê de kirî li ser kevaleke bibîranînê bidewisîne. Schulz rave dike "li Amazonê her tişt bi ingilîzî tê gotin û nivîsîn. Navê ‘hands’ ango destên piçûk li mûçegiran tê kirin li wir. Jeff Bezos destên xwe nîşanî me dabûn û ji mîkrofonê re gotibû, em hemî ‘dest’ in, wekî wî û em hevpar in, lewre piştî ku em gelek salan li şirketê kar bikin mafê me yê bûna xwedî hiseyan heye. Hingê wê ji me re gotibû, em hemû malbateke mezin pêk tînin. Piştî vê wî carinan telefon dikir û dengê wî ji hoparlorê dihat weşandin li kewarê da ku ji me re bipeyive, da ku moral bide me. Û ev bikêr dihat. Lê belê bi lez û bez ev yek veguherî xewnereşkekê. Ji ber vê yekê ez tevlî grevan dibim."

 

Li seranserê maseyekê ku li serê broşur, rozet, belgeyên hiqûqî yên îşaretkirî û kupurên ji çapemenîyê yên behsa greva dawî dikin lodkirî ne, endamên komê yên piştî nîvrojê bi sivikî ji ser kursîyên xwe radibin da ku herin, ketin û derketina karkeran kontrol bikin. Sendîkavan Reimann dema ku li benda hatina koma sibehî ye ji bo ku civîneke din organîze bikin, bi me bawer dibe û dibêje "dema ez hatim pir zehmet bû. Karker hatibûn terorîze kirin [ditirsîyan] bi me re bipeyivin yan jî broşurên me qebûl bikin." Piştî ku bêhtirî dehsalekê li IKEAyê ma û perwerdeyeke baş a li ser hiqûqa kar li pey xwe hişt, wî ev wezîfe sala 2010an ji bo Ver.di da destpêkirin. Ew depolîtîzebûn û nebûna çanda sendîkal a para bêhtir a mûçegirên Amazonê tesbît dike, ew li gorî rewşê tevdigere û ji wî tê hêdî hêdî encaman bi dest bixe bi xêra çalakîyên komeke sîsik organîzekirî.

 

Ji sala 2011an ve milîtan wekî mînak pelikên piçûk ên bi zemq ên rengo rengo bi her deverên li kewarên li Almanyayê ve kirin. Li ser her yekê ji wan pirseke anonîm heye ku balê dikişîne ser astengeke li pêşîya maf û hiqûqa kar, ser neheqî yan jî jirêderketinekê. Karker her mînakan bi xwe dibijêrin û wan ji alîyên nasên xwe ve didin nivîsîn da ku bi nîvîsa xwe neyên nasîn. Ev pelikên bi hezaran ji wan li devera kar zeliqandî bêyî ku rê li ber hêdîkirina kar vekin di nava menejeran de tovê tirsê direşînin. Herçî ew biryar in ku di civînên li herkesî vekirî yên heftane de tên girtin, daxwaz bi lez û bez li Bad Hersfeld û Leipzigê (Saksonya) xwe didin der.

 

Li Leipzigê tu kes mûçeyê ku peymana giştî ya sektorê ya Ver.di’yê mohr kir ji bo belavkirinê, nastîne. Tevî ku lihevhatina eyaletên rojhilat mûçeyekî herî kêm yê saetê 10.66 ewroyan pêş dibîne, Amazon bi xwe hesabê xwe bi xwe pêk tîne: 9.30 ewro. Li Bad Hersfeldê jî peymana giştî ya kar a sektorê (saetê 12.18 ewro) û mûçeyê ku kewar dide hev nagirin: 9.83 ewro. Du sal û nîvan piştî civînên pêşî yên Ver.di’yê şeş sed mûçegir bi awayekî bi rêk û pêk grevê dikin da ku peymana giştî (Tarifvertrag) a sektorê were pêkanîn. Ev yek heta bi wê derê çû ku sendîkavan û sempatîzanên wan êdî bi awayekî xuya û darîçav bazinên sor ên li ser wan "Work Hard, Have Fun, Make Tarifvertrag" dinivîse xistine destên xwe.

 

Encam? Dema ku kevne hevpîşeyên xwe dibîne karkera berê Rudolf dema ku li nava bajarê Bad Hersfeldê digere, tesbît dike: "Îmaja sendîkayê gelekî guherî. Meriv êdî her diçe hindiktir ditirsin ku bibin endamê sendîkayê û ev hema hema dibe bersiveke bi ajoyan dema ku carekê tên piçûk xistin. Ew dixwazin bersiva wê bidin ji bo ku mafên xwe û rûmeta xwe biparêzin."

 

Li Fransayê 10ê hezîrana 2013an sed hebek mûçegirên kewara Saran (Loiret) jî di grevê de bûn li ser banga Konfederasyona Giştî ya Kar (CGT). Sibetira rojê hemû yek bi yek hatin vexwendin. Ji CGTyê Clément Jamin bi bîr tîne "ji ber ku sendîkavan im, di dema kar de ez dixistim nav kolanên keyfî. Min ew red kirin: hingê ji min xwestin ez li ser kursîyekê rûnim, heta ku polîs were. Ez li pêşberî her kesî şeş saetan rûniştim û polîs hîç nehat. Wan xwast heman derbê sibetira rojê jî û roja piştî wê jî li min bixin. CGTyê gilî kir." Kadroyên Amazonê yên neyarê sendîkayan in, ji xwe re kirine kar wan piçûk bixin. Berîya demeke kurt bi vîdeoyeke henekî a navxweyî ya ku ji me hat em bibînin, du kadroyên çavkanîyên insanî yên Saranê dîmenê xwe girtine, wekî sendîkavanan xwe makyaj kirine dema ku alayên CGTyê hildidin.

 

Karkerê li Sadanê Mohamed ê ku xwest anonîm bimîne bi dengekî cidî û giran lê mikur tê "rîtma karî merivan ji taqet dixe û di berdêla vê de ew çi pêşnîyazî me dikin? "Have fun": tombalayên di bêhnvedanan de, belavkirina çukolate û şekiran... Lê belê ez bi xwe nikarim kêfa xwe bînim bi wê fikrê re ku kamyonan vala bikim bi kirasê qeşmerekî li min kirî." Ya rastî li gorî mijarên ku menejer dineqînin, mûçegir bi awayekî birêkûpêk tên vexwendin da ku bi cilûbergên sêhirbazan yan jî basketbolvanan li ber wan werin kar. Ew gotinên xwe dewam dike "di vê demê de hilberînerîya me helbet ji alîyê cîhazên elektronîk tê qeydkirin. Ji me tê xwestin em "top-performer [kesên xwedîyê performansa herî bilind]" bin, em ji xwe bibihurin, bênavber her rekorên xwe yên hilberînerîyê bişkînin. Ji hezîrana 2013an û vir ve menejer bi awayekî kolektîf spora xwe germkirinê û vezîlandina masûlkeyan bi me didin kirin berîya ku em dest bi kar bikin."

«Wekî ku komek goşt

bin miamele bi karkerên demî re tê kirin»

 

Tiştê kesî nebihîstî, rêziknameya hundir ferz dike ku hilberînerîya ferdî her zêde bibe. Qeydîya performansê ya dema karî ya karkeran destûrê dide hostekaran ku her kêlî cihê wan li kewarê tesbît bikin, xet û dîrokçeya randimana wan bibînin, lê belê her weha rikberîya wan a bi hev re organîze bikin. Li Almanyayê Reimann hîna nû pêhisîya ku ev tedbîr "a ku daneyeke şexsî ye her roj ji kewarên li Almanyayê bi rêya elektronîk şandine Seattle a li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û li wir ev dane hatin qeydkirin. Ev bi tevahî qedexe ye!". Kevne menejerê Amazonê li Fransayê yê ku li Luxemburgê tevlî perwerdeyên navxweyî yên şirketê bû, Ben Sihamdi vê kirina ku karker pê nizanin piştrast dike: "Daneyên wan ên hilberînerîyê hemû tên qeydkirin, wê kêlîyê li navendekê tên komkirin û piştre dişînin Seattleê."

Heke mûçegir dikevin rikberîyê, li gorî mentiqê maneyê yê şirketê ji mûçegiran tê xwestin "îşaret bi anomalîyan bikin". Mohamed rave dike "Dibe ku ev kartonek be ya ku derîyekî asê dike, lê belê dibe ku hevalekî ku dipeyive be jî, hingê divê meriv gilîyê wî bike. Ev baş tê dîtin ji bo ku kesek astekê bilind bibe bibe "lead" hoste." Sihamdi tîne bîra xwe "rojekê, hevpîşeyekî ji min dewlemendîya Jeff Bezos pirsî, min jî got ev yek dike ku dilê min bixele. Wî gilîyê min kir û ez hatim hişyarkirin ji ber rexnekirina ‘fikra Amazon’ê! Hewaya kar li wir zirarker e; her kes hev du kontrol dike. Û karkerên demî bi xwe wekî ku goşt bin miamele bi wan re tê kirin û min nikarîbû li vê xwedî derkevim. Ez dinyaya pîşesazîyê baş nas dikim, nexasim jî ya erebeçêker. Lê belê tecrûbeya min a li Amazonê bi gelekî ya herî bi şidet û dijwar a karîyera min a wekî mihendis bû."

 

Ketin, jihişketin, tilîyên jêbûyî li ser konvoyorê, qezayên kujer ên li ser rêya di navbera malê û şirketê de, sendromên bêtaqatbûnê: qezayên kar li Amazonê gelek in. Lê belê çapemenî tercîh dike bi pesndanê behsa performansên li borsayê yên vê şirketa navneteweyî, dek û dolabên damezrênerê wê yan jî avakirina gelek kewarên lojîstîk bikin – sisê ji van kewaran wê di nêz de li Lehistanê bi cih bibin û bi xwe tehlûke ne ji bo erzanîya mûçeyî ya karkerên alman. Ew pesnê avakirina îstîxdama demî û ne darîçav e dide yên ku wê serê pêşî îstîxdama di bazirganîya li nêzî xwe tine bike.

 

Rojnamevanê alman Günter Wallraff ê palpişt e ji bo grevên Ver.di bi rê ve dibe, bi baldarî geşedana ku diçirise ya Amazonê dişopîne. Ji Kolnê ew dibêje, wî jî hewl daye bide ber dêzê bazirganîya li ser tevna înternetê: "Dema ku ez bi şert û mercên kar ên karkerên wê hisîyam min bi carekê banga boykotê kir û ji weşangerê xwe xwast ku pirtûkên min ji malpera wan vekişînin. Ev yek ji bo wî pirsgirêk bû: Amazonê % 15ê firotinên wî pêk dianîn. Piştî ku me fikr nîqaş kir, weşanxaneyê êdî daxwaza min qebûl kir. Lê belê Amazon êdî dike ku tomerîfiroş jêre mal bişînin da ku karibe hîna jî pirtûkên min bifiroşe! Û mixabin ez nikarim pêşîyê li vê yekê bigirim. Ji ber wê jî xelk rexneyan li min digirin û ji min re dibêjin: ‘tu baş dipeyivî lê belê pirtûkên te hîna jî li ser Amazonê tên firotin’ ... Ya rastî meriv nikare ferdî şerê vê şirketê bike. Ev şirketeke navneteweyî ye ku li gorî îdeolojîyeke baş hatî dîyarkirin rêxistinkirî ye. Sîstema wê ji me pirsa besît û bê alî nake ka gelo em dixwazin yan jî naxwazin li ser malpera wê ya înternetê serf bikin; ew ji me pirsên sîyasî dike: yên tercîha me ya civatê."

 

 

* Rojnamevan. Nivîskarê lêkolîna En Amazonie. Infiltré dans le "meilleur des mondes" / Li Amazonistanê. Ketina nav "dinyaya herî baş" (Fayard, 2013), ji bo vê pirtûkê ew wekî karkerekî demî di çirîya paşîn a 2012an de li kewareke fransî ya Amazonê xebitî.

(1) Tevî ku me li ser hev doz li Amazonê kir jî, Amazonê nexwest bersiva pirsên me bide.

 

(2) Wekî din rêyên Amazon li Graben, li Pforzheim û  li Kobern-Gondorf li Almanya, û Fransayê li Sevrey (Loiret) î li Lauwin-Planque (Bakur) hene.

 

(3) Cihên Amazon li wan bi cihbûyî hemû xwedîyê navên ji sê tîpan û hejmarekê pêkhatî ne. Navê kewarên lojîstîkê li gorî navê balefirgeha herî nêzîk ya navneteweyî tên binavkirin, ya li vê derê Frankfurt e.

 

(4) Spencer Soper, "Inside Amazon’s warehouse / Nava kewara Amazonê", The Morning Call, Allentown (Pensîlvanya), 18ê îlona 2011an.

 

(5) Kovara amerîkî Fortuneê Bezos wekî karsazên salê yê sala 2012an neqand.

 

(6) Amazonê herweha bazareke karî li ser tevna înternetê çêkir, Amazon Mechanical Turk (Tirkê mekanîk ê Amazonê), ew karên mîkro pêşnîyazî bikarhênerên înternetê dike helbet di berdêla destheqên mîkro de.

Gotara li jêr bixwîne: Pierre Lazuly, "Télétravail à prix bradés sur Internet / Tele-kar bi destheqê kêmkirî li ser înternetê", Le Monde diplomatique, tebaxa 2006an.

Wergera ji fransî: Luqman Guldivê