Amerîkîyekî aşt û aram

Ji kabîneyên wezaretan heta sektorên şexsî, şiverêya bisporekî
Translator

Piştî felaketa Fukushima sentralên nukleer tên firotin? Ger ev tişt gelek kesan bitirsîne jî gelekên din ji nuha ve baş fam kirin ku, di kirînê de divê ekipmaneke ku di çareserkirina ewlekarîyê de muteber e, hebe.

 – Ez gotarekê li ser sedemên biserketina erza nukleerî ya koreyî li Ebu Dabîyê dinivîsînim, ku ji bo Fransayê ne bi xêr bû. Gelo hûn ê hevpeyivînekê qebûl bikin?

– Mixabin, ev çênabe.

Mixabin, ji ber ku mirovê weha bi nazikî daxwaza me red dike, dikare pir tiştan bibêje. Berîya demeke kurt hê nû ew di konferansekê de axivî ku ji hêla navendeke mezin a mîrîtîyê ya lêkolînên stratejîk (Emirates Center for Strategic Studies and Research) ve hat li dar xistin. Di axaftina xwe de –ya li ser mijara "ewlehîya li bajarê şareza yê siberojê"- wî ji bo nîvseetekê hemû krîzên mezin ên salên dawîn li pey hev rêz kirin: Suîkastên 11ê îlona 2001ê, erdhêja bi an bê tsunamîyê, şewatên li Awustralyayê, tofana Katrînayê, vîrusa Stuxnetê... (1) Heta weha pir bû ku guhdarekî niştecihî hêrs bû, got ku rojavayî endîşe û metirsîyan dinepixînin daku çek û teçhîzatên xwe çêtir bifiroşin welatên din.

Lê ev mirov bi meseleya metirsîyan dizane. Li DYAyê, ew "şêwirmendê taybet li ser metirsîyên dinyayî, hevkarsazê ewlehî û dijterorîzmê û şêwirmendê taybet yê ewlehîya Înternet û kompûteran" ê sê serokkomarên li pey hev bûye: George H. Bush, William Clinton û George W. Bush. Bi dû re, wî karê xwe di qada taybet de domand û weke hevkarê Good Harbor Consulting ("Şêwirmendên li Xweşlîmanê") bûye serkêşê mekanîzmaya amerîkî li Kendavê. Ev şirketa 2003ê damezrandî, ji bo çareserîya hemû pirsgirêkên ewlehîyê û pêşkêşkirina xizmetên cihê, gîşeyeke yekane ye. (2) Malpera şirketê ji van pirsgirêkan yanzdehan rêz dike, weke ewlehîya aktîvîteyên balefirgehî, an jî deryayî, parastina kesayetîyan, her weke parêzvanîya binesazîyên herî girîng an jî ya nukleerê. Wê li gel operatorê ewlehîya pîşesaz a herêmî World Security hevkarîyeke nû çêkir. Serokê World Securityê jî Mahmûd Amîn e ku temînkarê holdinga dewletê ya ji bo ewlehîyê Dubai Worldê ye. Ev şirket yek ji wan şirketên kêm ên herêmî ye ku xwedî destûr û erk in ku lîmanan li gor pîvanên ewlehîya deryayî yên International Ship and Port Facility Security Code (ISPS) misoger bikin. Di nav xebatkarên wê de hejmareke mezin a kevnexebatkarên Central Intelligence Agency (CIA) û National Security Council (NCS) jî hene.

Eger pompa çend metreyan bilindtir danîbûyana, santral wê hê jî bişixuliya

Ew bi jîrî xizmetên xwe pêşkêş dikin: Encamên zêde yên tofanên ji xwezayê an ji însanan, ji ber nepêşbînîya rîska herî mezin, çêbûn. Rêbaz, teknolojî û hunera kirinê hene, Good Harbor bi wan dizane û dikare wan bixe nav pergaleke ahengdar. Li pêşîya guhdarên matmayî hiştî, zilamê me encamên qethî yên bobelata Fukuşîmayê derêxistin: Eger pompa çend metreyan bilindtir danîbûyana, santral ê hê jî bişixuliya.

Ew hevpeyvînan nake, lê hê jî îmajeke erênî ji xwe re çêdike. Mînak, tê gotin ku wî di îmzeya peymaneke firotina şêst balafirên şerî yên F-16 Block 60 ji bo Mîrîtîyên Ereb ên Yekgirtî de, ku pîşesazîya balafirî ya fransî xistibû şokê, navberkarî kiriye. Herweha, gotegot heye ku wî berîya demekê jî, jîyana Şêx Mihemedê mîrê warîs rizgar kir, dema ku Şêx li Asyaya Navîn ligel Usama bin Ladîn nêçîrvanî dikir û fuzeyeke keştîya şer a CIAyê ew her du jî ji xwe re kiribûn hedef. Di kêlîka dawîyê de, wî rê li ber avêtina fuzeyê girtibû û xizmeteke girîng a cihê serfirazîyê li yek ji bibandortirîn mirovên Mîrîtîyan kiribû. Ku mirov bi xêra bûyereke xeyalî tesîra xwe mezin bike, ev bi rastî jî jîrekîyeke mezin e! Peyman sala 1998ê hat mohr kirin.

Li gel sî şêwirmendên xwe yên li cihê cih, Good Harbor di bernameya nukleer a mîrîtîyê de bi roleke serekî rabûye. Amerîkîyan bi du awayan kar kir: Reqabeta pîşesazîyê, her weke du sazûmanên ku ji bo vê peymanê hatin damezirandin, Emirates Nuclear Energy Corp û Federal Authority for Nuclear Regulation (dezgeha danîna rêbazên ewlehîyê ye, ku Fransayê jî hewl da têkeviyê), da ku bi awayekî îndîrek firotina pergala parastina dij-fuzeyan ya ji çar santralan re pêwîst amade bike. Çavên Fransîyan li ser hev û du û li ser reqîbên wan ên nukleer û amerîkî bûn; lê Koreyî û taşeronên amerîkî bazar bi dest xistin.

Parastina xetên trênê

Îro, binesazîyên mezin ne bi tenê bi kalîteya berhemê, lê belê berî her tiştî herweha bi ewlehîyê tên firotin. Tesîr êdî ne bi riya şêwirmendên leşkerî yên li nik biryardêran çêdibe, ji ber ku "bisporên ewlehîya dinyayî" ne ku ji bo şirketên taybet dixebitin û lewre jî tê îdia kirin ku qenaetên wan "serbixwe" ne, şûna wan girt. Fîrma Good Harbor, ligel şirketa brîtanî Abbott Risk Consulting, weha hê nû peymaneke ewlehîyê ya ji bo projeya bê ya 1500 kîlometreyên riya hesinî ya ji bo trena bilez bi dest xist. Ev riya hesinî dê şeş welatên Desteya Hevkarîya Kendavê bi hev ve girêbide. Me pê nedizanî ku pergalên trenên bilez ên amerîkî û ingilîzî ev qasî bi pêş ketibûn -nemase di warê ewlehîyê de. Çavdêrîya karmendên pîşesaz ên ku wê dawîyê bên hilbijartin, dê balkêş be.

Ne weke qehremanê romana Graham Greene (3), lêhengê me suîkastan nake: Ew ji bo xatirê bazara xwe, rîsk û terorê radixîne ber çavan. Îstixbaratên amerîkî nekarî rê li ber suîkastên 11ê îlonê bigrin, an jî Bîn Ladîn bibînin, lê ew hê jî "bisporên navneteweyî yên navdayî" li ser tevahîya dinyayê ferz dikin. Heta ji wan tê ku Smart City ("bajarê şareza û ewle") yê siberojê terîf bikin, ligel ku bajarên amerîkî weke cihên aram û aştîyane qet navdar nînin. Her çi Fransa ye ku pir projeyên mezin difiroşe (çek, enerjî, veguhestin, nukleer), divê ew li du alîyan îlhama xwe ji amerîkîyan jî werbigre. Yek, pergala wê ya bisporîyê parçe parçe ye (parastin li hêlekê, ewlehî li hêla din e) û bi dû peymanan re tê, li şûna ku berî wan bê û wan bide îmze kirin (mînak fîrmaya Défense Conseil International ji bo perwerdekarîya muşteriyên peymanên parastinê bisporan dixebitîne, lê belê piştî îmzekirina van peymanan). Didu, bila bisporên fransî neşînin Desteya Dewletê an jî balyozxaneyên cihê, baştir e ku ew di beşa taybet de karîyerên xwe bidomînin...

Çavkanî

Pierre Conesa:
Memûrê bilind ê berê li wezareta parastinê

  1. Bixwînin Philippe Rivière, "Cyber-attaque contre Téhéran" ["Êrisa vîrtuel li dijî Tehranê"], Le Monde diplomatique, adara 2011ê
  2. www.goodharbor.net
  3. Graham Greene, Un Américain bien tranquille [Amerîkîyekî ast û aram], Marcelle Sibonê ji ingilîzî wergerandiye fransî, 10/18, Parîs, 2003 [1955]

Wergera ji fransî: Simko Destan