Anonymous, ji mîzaha dibistana navîn ber bi çalakîya siyasî

Sîberaktîvîzm, benekî nû yê kevana dijraber
Translator

... Dotira rojê, Buroya Federal a Saloxdarîyê (FBI) malpera jidûrvebarkirinê "Megaupload" asê dikir, û bi awayekî hevpar a navnedîyar, bersiv da: Malperên Qesra Spî, yên Wezareta Dadê ya amerîkî û Universalmusic bi taybetî zirar û ziyan dîtin. Ji New Yorkê heta bigihîje Qahîre û Tunisê, ji tevnên Înternetê heta bigihîje kolanan, çandeke nû ya dijraberîyê derket holê û bi gewde bû. Yên ku zext lê dikirin, niha bixwe di heman demê de berfirehî û sînorên desthilatîya xwe keşf dikin.

Salên çûyî, li dij şirketên navneteweyî û hikûmetên neteweyî bi bikaranîna rumûza "Anonymous" erişên dîjîtal ên bi bandor pêk hatin. Ev êriş hemû li ser navê azadîya xwe derbirînê û edaleta civakî pêk hatin. Çapemenî cihekî gelek piçûk da van êrişan da ku wan aşkere bike, berevajî wê, Anonymous wisa hat nîşan dan ku ji alîyê "hacker"ên elît, yan jî ji alîyê toreke nûciwanên nezan ve tê kirin û ew wekî gefeke terorîstî ya bi mebesta tinazeke pozbilindîyê hat bi nav kirin. Bi rastî ev binavkirin bi giştî xelet nebû, ji ber ku her yek ji wan alîyekî vê tevgerê nîşan dida, lê bêlê wan karaktera navendî ya Anonymousê paş guh kirin, an ku ev karakter ne yek e, lê zêdetir e û ev karekî kom yan torekê nîne, lê ya girseyekê, a rast karê girseyan e ku hevkarîyê dikin.

Anonymous dikare wekî mînakeke tûj be, lê belê ji hêla girîngîya wê ve ew jî wekî protestoyên din e, ku li seranserî Rojhilatê Navîn, Ewropa û li Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê bi rê ve diçin. Lê belê ji teşegirtinên rêkxistinî yên van tevgeran û pergalên siyasî cudatir, Anonymous aşkeretir e. Ji alîyekî ve rêkxistinên hîyerarşîk li ser esasê temsîlkirinê hatine ava kirin, ku tê de serek bi rêya tayînkirinê tên meşrû kirin, an ku bêhtir bi rêya hilbijartinan û ew dikarin li ser navê dengdarên xwe bipeyivin û tev bigerin. Lê belê gendelî, îltîmas û zevtkirina dezgehan vê meşrûbûnê qels dikin. Ji alîyê din de jî rêxistinên bêserok hene, ku bi tenê fikra xwe dibêjin û di warê beşdarbûna rasterast a di projeyên şênber de prensîpa temsîlkirinê paşguh dikin. Pircurebûna wan dihêle ku ew biryarên xwe di şûna piranîyên formel de, bi lihevkirineke qels bigirin. Bi ya nihêrîna dezgehên siyasî yên avakirî, ev teşeyên nû yên rêxistinan hema hema nepenî ne û ji ber vê yekê pir caran bi matmayî dîyar dikin ku tevgerên protestoyî tu daxwazên berbiçav nakin, ku ên li ser desthilatê pê re mjûl bibin.

Girseyên Civakî

Girseyeke civakî ji takekesên serbixwe pêk tê ku rêbaz û qaîdeyên basît bi kar tînin da ku xwe ji bo hewldaneke hevpar bi awayekî horîzontal bi rêk bixin. Wekî ku damezirînerê Partîya Korsanan a Swêdî, Rick Falkvinge dest nîşan dike ''Tevlihevbûn bi lîyaqatê tê, ku girse li ser çalakîya bi rêxistinbûnê çawa biryarê dide û tevdigere. Ji ber ku hemû endamên girseyê dilxwaz in -ew li wê derê ne, ji ber ku ew pê bawer dikin ku girse dikare ji bo guherînê bibe amûrek- û tenha rêya serkêşîkirina girseyê îlhamdayîna bi rêya bizavan e." (1) Bi vî awayî hêza girseyê ji hejmara endamên wê û mebesta tevgerê û herweha ji hewldanên serbixwe peyda dibe. Girse hemû bi awayekî wekhev dest pê dikin. Bangek ji bo çalakîyê û ji bo destpêkirina çalakîyê hebûna hin çavkanîyan. Medyanasê medyaya civakî Clay Shirky sê şert û mercan dest nîşan dike, ku tevgereke weha sist vehewe û dest bi çalakîyan bike: Sozdan, amûr û bazar (2) Sozdan banga ji bo çalakîyê ye. Sozdan divê ne tenê bi hejmareke krîtîk a xelkê ve girêdayî be, lê belê herweha divê pêbawer û pêkan be. Çavkanî û stratejî jî amûr in ku pê dikarin soza xwe bi cih bînin. Îro amûrên ji bo tevbikaranîna hewldanên dilxwazan li ser Înternetê amade ne, an ku amûrên wekî forumên online, wiki û chat, ku dikarin xwe bigihînin hemû dînamîkên civakî. Bazar, wan şertan dest nîşan dike, ku divê kesek berî ku di qada hevbeş a çalakîyê de beşdar bibe, qebûl bike. Dema ku ev her se pîvan ji bo kesên hejmareke zêde li hev werin -divê sozdan cazîb bin, amûr li ber dest amade bin û bazar ne pir zehmet be- tevkarî dest pê dike. Bi demê re, her yek ji wan sê pîvanan dikare biguhere û girse dikare mezin bibe, berê xwe biguherîne, yan jî ji hev bikeve. Da ku girseyên bi vî rengî tesadufî û temenkurt nebin, hewcedarî bi hêmaneke çaremîn heye, an ku asoyeke hevpar, ku rexnegirê çandî Brian Holmes rave dike: ''Ev hêman dihêle ku endamên bela wela yên torekê xwe li ser esasê gerdûneke hevpar a xeyalî û watedar bi rêk bixin''. (3)

Anonymous komeke girseyan e ku her yek ji wan derdora bangeke dîyarkirî ya çalakîyê kom bûne û li ser hewldanên şexsî yên ji bo armanceke hevpar ava bûne. Her girseyek di warê cezbkirina tevkarên xwe de ji yên din cuda ye û li ser esasê serhevdeya sozdan, amûr û bazara xwe ava dibe. Lê belê ew di warê hevkarîyê de yekgirtî ne ku li jêr heman nasnameya vekirî tevdigerin, ku ji çend slogan, grafîk û referansên çandî pêk tên. Her kesek dikare vê nasnameyê wekî maskeyekê li xwe bike, lê belê anonîmbûn bi tenê wê demê watedar dibe heger ew di rabuhurîya xwe de bi çanda tinazekî badayî, dijberîya otorîterîzm û fikra axaftina azad deng vede.

Goşeyên tarî yên Înternetê

Li hember hemû hewldanên 'medenîkirina Înternetê', ku herî dawî di meha gulanê de di kombûna G8 de ji alîyê Nicolas Sarkozy ve hat pesend kirin, goşeyên tarî, ku her tişt lê diqewimin, hebûna xwe berdewam dikin. Li ser malpereke bi Anonymous têkildar, 4chan.org, ku di 2003ê de hat ava kirin û di warê teknolojîyê de basît e, lê dîsa jî "web forum"eke gelek populer e, xelk bêyî ku xwe qeyd bikin, dikarin wêne û nîvîsarên xwe bişînin û bi vî awayî li ser Înternetê anonîm bimînin. Malper bi tenê şandinên anonîm teşwîq nake, lê herweha beşa wê ya herî çalak forum /b/-Random di warê naveroka şandinan de tu qaîdeyan danayne. Hafizeyeke malperê jî nîne ku hemû şandin, ku ji wan re bersiv nayên nivîsandin, di lîsteyê de diçin xwarê û talîyê tên jê birin. Ev tişt pir caran di nav çend deqîqeyan de pêk tê. Tu tomar nayên hilanîn, yan parastin. (4) Tenha hafizaya bîra bikarhêneran e û bi vî awayî tiştê ku bi hêsanî neyê bibîranîn û dubare kirin wenda dibe. Da ku pêşî li jibîrkirinên zû were girtin, di rojekê de bi sedan şandin wekî banga çalakîyê tên bi nav kirin. Wekî mînak pêşnîyara êrişkirina ser gotareke Wikipediayê, ku li jêr wê dibêje gotara 67em ku hatiye pêşnîyar kirin, hat hilbijartin. Heger ev yek bikeve serê xelkê wê demê girseyeke piçûk a li ser vê gotarê peyda dibe. Bi tenê ji bo pê şabûnê. Ji ber pêwîstîya zindîgirtina tiştan a bi rêya dubarekirinê û beşdarbûnê, bi demê re çandeke hevpar derket holê ku ji kesayetî û çavkanîyan qut bûye û bi çend hêmanan ve hatiye girêdan ku ji alîyekî kesekî xwedî zanista bingehîn ve dikare were berhev kirin û guhertin. Di çarçoveya van bangkirin û operasyonan de, çandeke "ultra-yekgirtî ya kîrkujinan" derket holê. Ev yek ji alîyê beşdarekî ve ji antropolojîstê çanda nexweşên Înternetê re (geek culture) hatibû gotin. (5)

Di pênc salên dawîyê de Anonymous veguherî Anonmous, an ku di nasnameyeke hevpar de nûnerekî basît ê teknîkî. Ji ber çanda sosretîyê ya anonîmbûnê, asoya hevpar a vê nasnameyê, ji ber dilsozîya hêzdar û hetta tundrew a azadîya axaftinê û ji ber dijberîya hemû otorîteyan, ku hewlê dide ku wan axaftinan kontrol bike, ku wekî derewên durû tên têgihiştin, peyda bû.

Navenda balkêşîyê

Ne tesaduf bû, ku di zivistana 2008ê de hin kesan di kampanyayeke li dij Dêra Scientolojîyê de (ku ev dêr bawer dike ku mirov hebûneke yezdanî ne) dest bi bikaranîna vê nasnameyê kir. Şerê hacker û Scientolojîyê deh sal berîya wê dest pê kiribû. Hackeran derfet dida ku agahîyên navxweyî yên sextekarî û manîpulasyonê belav bibe û dêrê jî bi awayekî bê rehm hemû derfetên xwe bi kar anîn da ku van agahîyan bitepisîne, îtîbara şexsî ya kesên rexnengîr xera bike. Piştî ku dêrê xwest pêşî li belavkirina vîdeoyekê bigire, ku tê de endamekî bilind ê dêrê lîstikvan Tom Cruise gotinên beredayî dike, Anonymous jî tev li vê yekê bû. Wekî bersiva gefxwarinên asayî yên serlêdana rêyên hiquqî, vîdeoya nîv-cidî hat weşandin, ku tê de Anonymous hilweşîna dêrê ragihand.

Piştî demekê nîqaş di kanalên chatê de- ku bingeheke jêrxaneya hevkarîya spontan û rast demî- sor bûn û serhevdeyeke taybet a sozdan, amûr û bazarê hat gotûbêj kirin û asoyeke hevpar hat ava kirin. Bi vî avayî ne bi tenê çalakîyên li Înternetê hatin bi rêk xistin, herweha rojeke gerdûnî hat plan kirin û sepandin. Di 18ê sibata 2008ê de li zêdetirî 90 bajarên Amerîkaya Bakur, Ewropa, Awistralya û Zealandaya Nû xwepêşandan hatin li dar xistin. Piranîya xwepêşandêran maskeyên Guy Fawkes li xwe dikirin, ku niha gelek navdar bûye, da ku bikaribin xwe ji tolhildana pêkan a dêrê biparêzin. Hebûna wan a serbilind û bêarîya wan, nebûna daxwazên siyasî telafî dikir, ku galgaleke girîng hebû ku dêr dikare her kesekî ku biwêre rexne li hember dêrê bigire, biperçiqîne. Cara pêşîn hin girseyên Anonymous li derveyî Înternetê kom bûn û xwe bi çalakîyên siyasî yên bi bingeh bi rêk xistin. Şabûn êdî veguherî tiştekî cidî. Di domahîya du salan de xwepêşandanên bi vî rengî bi berdewamî bû armanca sereke ya Anonymous. Di îlona 2010ê de girseyeke din Anonymous di dora kampanyaya 'Operation Payback' de peyda bû, ku wan dest bi êrişên li dij şirketa hîndî Aiplex Software kir, ku ji bo hilweşandina malperên parvekirinê yên wekî The Pirate Bay hatibû kirê kirin.(6) Êriş pir bi lez li dij malpera MPAA (Komeleya Fîlmên Sînemayî yên Amerîkayê) û malperên rêxistinên din ên mafê telîfê berbelav bûn. Dirûşmeya kampanyayê ku digot: 'Ew navê korsanî lê dikin, lê belê em navê azadîyê lê dikin' di derdoreke fireh de bi hêzdarî deng veda.

Di domahîya van çalakîyan de nasnameya siyasî û hişmendîya teknolojîk/taktîkî ya Anonymous wekî girseyên polîtîze bûyî berfireh bû. Di çileya pêşîn a 2010ê de, piştî ku pêşî lê hat girtin ku Wikileaks bikaribe bexşandinan werbigire, Operation Payback careke din berê xwe da pirsê û malperên MasterCard, Visa, PayPal û Bank of America sabote kirin. Di çileya paşîn a 2011ê de Anonymous berê xwe da malperên hikûmeta Tûnisê. Ev yek ji alîyê bloggerên tûnisî ve wekî piştgirîyeke navneteweyî hat têgihiştin û bi saya baldarîya medyayê ya li ser Anonymousê raya giştî ya navneteweyî berê xwe da raperînên erebî. (7)

Di domahîya sala 2011ê de girseya Anonymous qat bi qat zêde bû û bangên bêhejmar ji bo çalakîyan hatin kirin, hin ji wan, ji wan kesan bû ku li dû navê xwe digerîyan, hin ji wan jî ji wan kesan bû ku dixwest ji bala medyayê sûdê werbigirin. Lê belê ev yek nebû sedem ku girseyên din cezb bike. Di 23ê tebaxa 2011ê de Anonymous vîdeoyek belav kir û tê de banga dagîrkirina Wall Streetê kir. Ev yek ji fikra Weqfa Adbusters a kanadî dihat ku, çend meh berîya wê dabû dest pê kirin. (8) Beşdarbûna Anonymousê bi awayekî berbiçav profîla vê fikrê bilindtir kir û pê re alîkarî kir; dînamîk ber bi wan deran ve kişand, ku lê înîsîyatîfên serbixwe ji bo çalakîya pêşnîyarkirî vedihewîyan. Di 17ê îlona 2011ê de li wê derê dagîrkirineke bêdem a Wall Streetê dest pê kir.

Gelo bizav gihişt sînorê xwe yê dawîyê?

Sosretî û biriqandina Anonymous dihêle ku dirûşmeyên weha werin afirandin û xîtabî hesta hevbeş a gelekan dike -wekî hevkêşîya qorsanîya medyayê ya digel azadîyê, ku li jorê hatibû behs kirin- lê dîsa jî ev dirûşme ji bo wan kesan, ku dixwazin ji alîyê hêzên desthilatdar ve cidî werin girtin, zêde radîkal in, nemaze jî ji bo wan rêxistinên sîvîl, ku fonên baş werdigirin. Ev radîkalbûn ji nişkan ve biriqî, lê belê enerjîya potansîyel, ku dihat pîvan, bi îhtîmala herî baş bersivên sist wergirtin. Ev yek tevkarî tê de dike ku çarçoveya wan mijaran, ku dikarin li cem raya giştî werin nîqaş kirin, berfirehtir bibe. Ev çarçove ji ber mijarên siyasî yên herikîna sereke hatibû teng kirin û heta newekhevîyên civakî, ku hatin bin xêz kirin, wekî demode û beradayî dihatin dîtin.

Lê dîsa jî, di yelpazeyeke fireh de ji bo hemû hêzan, rêxistîbûneke weha spontan di cîhana dezgehî de ji bilî rêgehên xerabker nikare ji xwe re cihekî bibîne. Niha ev rêxistin nikare û jixwe nake armanc jî dezgehên alternatîf damezirîne. Lê belê di pêkanîna asoyeke hevpar û muxalîf de tevkarîyê dike, ku ev aso dikare di warê hevkarîya çalakîyên dahatûyê de hêsanîyan peyda bike. Vê rêxistinê ji niha de dîwarên ku qewî dixuyan derizandin. Guherandina van derzan bo tiştekî avaker dê bibe karê yên din. Lê ji bo niha Anonymous bi awayekî serkeftî qada pêkan berfirehtir kir.

Çavkanî

Felix Stalder:
Di Zanîngeha Hunerî ya Zurîchê de mamoste, di Enstîtuya Teknolojîyên Nû yên Çandî de lêkolînêr

  1. Falkvinge, Rick. Girsenasî: Girse çi ye? (08.01.2011) http://falkvinge.net/2011/08/01/swarmwise-what- is-a-swarm/
  2. Shirky, Clay (2008). Her kes li vir e: Bê rêxistin hêza birêkxistinê T. New York, Weşanên Penguin
  3. Holmes, Brian. Swarmachine. Continental Drift Blog (21.07.2007) http://brianholmes.wordpress. com/2007/07/21/swarmachine/
  4. Stryker, Cole. Destana serkeftina Anonymousê: Artêşa Cîhanê Çawa Em Bi Dest Xistin. Overlook, New York, London, 2011
  5. Coleman, Gabriella. Anonymous – Ji Lulzê heta Doza Hevpar. The New Significance. (09.05.2011) http://www.thenewsignificance.com/2011/05/09/ gabriella-coleman-anonymous-from-the-lulz-to- collective-action/
  6. http://torrentfreak.com/4chan-ddos-takes-down- mpaa-and-anti-piracy-websites-100918/
  7. Ben Mhenni, Lina Keçika tûnisî, Blogên Şoreşê. Weşanên Indigene Paris, 2011
  8. http://www.vancourier.com/Adbusters+sparks+W all+Street+protest/5466332/story.html

Wergera ji îngilizî: Celîl Kaya