Artêş, gel û otokrasî

Hêvî û talûke ji bo serîhildanên ereb
Translator

Li Kurdistana Iraqê, wekî li deverên din ên welêt, xwepêşanderên ku bêhtir demokrasî dixwest, bi awayekî zalimane hatin perçiqandin. Li Bahreynê, milet û key di rewşeke teng de rû bi rû ne.Ji Yemenê heta Cezayîrê, ji Fasê heta Urdinê, xelk zêdebûna mafên demokratîk û edaleta civakî dixwazin. Reva serok bin Elî û îstîfaya Muberek çalakîyên li herêmê xurttir kirin, bêyî ku tevgerên li her du welatan rawestin.   Li Tûnisê, tirsa kaosê û payînên civakî li cem hev cih digrin (rûpela 19ê bixwînin). Li Misirê, karker hewl didin ku daxwazên xwe û mafê rêxistinê bidin qebûl kirin, û Birayên Misilman banga "veguhastina bi emr" dikin (rûpelên 15 û 16 bixwînin).Li Libyayê, rola eşîran hê jî sereke ye (rûpela 17 bixwînin). Li deverên din, artêşên ku ji dehsalan ve stûnên esasî yên dewletan in, li ser makîneyên asayîşê serdest bûn û di navbera gel û otokratan de dudil in (li jêrê bixwînin).

Zêdetirî çil salan, li cîhana ereb "artêş" bi derbeyên eskerî, rewşa awarte, veşarî û çavdêrîkirinê re bûye hemwate. Ev dezgeh bi xwe jêdera pergalên siyasî an jî temînata wan a herî mezin e, lê belê pir kêm caran wê xwe li ber çavan da xuyakirin. Halbûkî wê gelek caran kirasê parêzvaniya gel û rizgarkeriya dewletê li xwe kiriye. Herçendî ji navgînên ewlekariyê pêk tê, di destwerdana wê ya dawî de, li Tûnis û Misirê, bi hêza polîsan re tevnegeriya, daxwazên xwepêşandêran weke rewa qebûl kirin, û destek neda serokê ku wê bi xwe anîbû ser desthilatiyê û li bin fermandariya wî, heta hingê hereket dikir.

Başe, çi qewimî, di pêvajoya van deh salan de, ji bo ku civak bikevin asteke ji destwerdana eskeran kêfxweş bibin, û bi vê jî nemînin, ji bo dest werdin desthilatiyê bang li eskeran bikin. Ev yek hem li Tûnisê, hem jî hema piştî demeke kin li heyama şoreşa Misirê ya ku di nava 18 rojan de dawî li rejîma Mûbarek anî, hat dîtin?

Piraniya rêveberên welatên ereb, çi yên ku jêdera wan artêş e, çi jî yên sîvîl, ji ber ku giraniya artêşê ya di avakirina netewe-dewletê de pir baş nas dikin, xetereya ku ev dezgeh dikare bi xwe re bîne jî pir zû fêm kirin. Ji ber vê yekê, van rêveberan hewl dan artêşên welatê xwe berkevî û bêtesîr bikin, bi taybetî ji bo di vê yekê de biserkevin, ji aliyê aborî ve derfet û îmkanên mezin danîn ber artêşan. Generalan jî ji vê yekê sûd wergirt. Ji xwe re navendên bazirganiyê ava kirin, li çolê bajar saz kirin, li keviyên avê ji xwe re wargeh damezirandin, û bûn xwedî mafên endamtiya klubên bijarteyan ên ku berê tenê arîstokratên Qahîreyê dikaribûn têde cih bigirin. Esker di hemû karûbarên mezin ên welêt de dibin xwedî par, şirketên mezin birêve dibin, û di kabîneyên wezîran de jî cih digirin.

Beramberî vê yekê, şefên dewletan jî rahiştin pêşvebirina pergaleke kompleks a ewlekariyê ya ku spartin sûbayan payebilind ên di çarçoveya bîrbirineke nû de dihatin perwerdekirin : mîsyona wan a parastina dewletê vediguherî parastina rejîmê. Ev şemitîna mîsyonê li herderê li ber çavan dikeve ango xwe dide xuyakirin, lê belê ew bi taybetî ji aliyê rêveberên ku jêdera wan artêş e ve, hat teşwîqkirin.

Serwîsên ewlekariyê mîsyonên saloxdariyê û serûberiya nîzamê pêk tînin; ew rojane karûbarên welatiyan kontrol dikin. Zêdekirina hejmara wan bûye rêzikeke esasî ; di çarçoveya bîrbirina ewlekariyê de, hemû, çavdêriya hevûdin dikin. Li Misirê, hejmara endamên wan wisa hat werimandin ku gihîşt nêzî sê qetê hejmara endamên artêşê. (1,4 mîlyon kes, li hemberî 500 000 eskerî). Kêm welat hene ku têde weke Cezaîrê di nava yek gewdeyê de her du beşên ewlekariyê xwe li hev digirin.

Ev ajansên ewlekariyê ku weke milên zordar ên rejîmên siyasî, tên hesibandin, di heman demê de siyasetvanan jî birêve dibin. Ew bi darê zorê dibin, navbeynkarên biîmtiyaz ên gel– karkerên di grevê de, xwepêşandarên ku xaniyan an jî mafê xwedîbûna zeviyên ku diçînin dixwazin. Ew herwiha têkiliyên navbera civatên oldar saz dikin, rêzikên sansurê yên hikûmetê an jî yên rayedarên olî didin pêkanîn, û sînorên azadiya xweîfaderkirinê desnîşan dikin.

Çizirîna wan a nav hemû dezgehan ne tiştekî nû ye, lê belê rasterast birêvebirina jiyana civakê ji aliyê serwîsên saloxdariyê (muxabarat) ve di deh salên dawî de hilperikî asteke bêhempa. Ev ajans ji niha û şûn ve êdî di nava rojê de jî operasyonan pêk tînin û axaftina şefên wan hestekî pir sar îfade dike: "Li vir, hertişt ewlekarî ye, wisa ji me re dianî ziman (1*). Berpirsiyarekî payebilind ê wezareta karûbarên hundir ê Misirê  jî dibêje; her tişt di bin berpirsiyariya me de ye, ji çivîkên li çola Sînayê heta bigihe endamên Al Qaîdeyê, yên di mizgeftên Qahîre û Îskenderiye re derbasbûne û niha li wê çolê digerin, giş." Heta bigihe kontrolkirina mejiyan jî: li Arabistana Suûdî, di çarçova têkoşîna li dijî cîhadê, wezîrê karê hundir têgeha "ewlekariya ronakbîrî" bi pêş xist.

Rêveber êdî dikarin di nava aramiyê de serê xwe deynin ser balgîvê xewê : zilamên ewlekariyê bi her tiştî ve mijûl dibin – hertim zêdetir ewlekarî û kêmtir siyaset. Têgeha sekurîtokrasiyê, ya ku ji siysetzanê sûdanî Haydar Îbrahîm, hatiye wergirtin, li van rejîman (1) pir digunce. Serhildanên li welatên herêmê, yên li pey hev rû didin, bi taybetî balê dikşînin rewşa riziyayî ya dezgehên siyasî. Li piraniya van welatan dewlet di pratîkê de ji hev ketine, pelişîne û artêş ji bo rizgarkirina wan hatine vexwendin.

Karakterîstîkên pergalên ku xwe li ewlekariyê digirin ên cîhana ereb pir ne cihêreng in ji yên Amerîkaya Latîn, Ewrûpaya Rojhilat an jî Başûr ên beriya derbasbûna wan a nav çerxa demokrasiyê: rola mertalê dilîzin di navbera dewlet û civakê de, bi karîgeriya dewreya girtî ya cîhazên ku bi gewde û şaxên xwe ji hev cihêreng, lê belê bi çanda cezanedîtinê û rêbazên karîgeriya xwe eynî ne, û xwedî heman bîrbirina bêwijdan a terorê ne. Lê belê herçendî ev makîneyên şahane ên çavdêrîkirinê armanca wan a pêşî tirsandin û rêgirtina li pêşketina têkiliyên navbera welatiyan be jî, bi zêdebûn û guherîna hiyerarşiyiyê re, bi xwespartina çerxa reqabetên navbera eşîran jî, tirs di hemû qonaxan de mezintir dibe û li her derê dibe serdest.

Raperînên girseyî yên li destpêka salê ji Mexrîbê heta Maşrekê rû dan, bûn xwedî tesîra jihevxistina dewreya girtî ya ku di navê de cîhazên deshilatêyê çerxa xwe dizîvirînin. Gel, bêî ku kes jê bipê, weke îfşakarê cudahiyan û katalîzorê dijberiyan tevdigere. Ew sazûmana deshilatiyê neçarî du tercîhan dike: Êrişbirin an jî êrişnebirina ser xwepêşandêran.

Gava makîneya ku xwe pal daye ser ewlekariyê, ji hev dikeve, bêserûberî tesîrê li stûnên din ên deshilatiyê jî dikin : li partiya gerînende, li olîgarşiya karsaziyê, û helbet, li artêşê jî. Destwerdana ji aliyê gel ve dibe xwedî tesîra jihevqutkirina demûdezgehên xizmetê ji bo rejîmê dikin û xwe weke xizmetkarên dewletê nîşan didin– di serî de artêş. Dûrxisti ji wezîfeya pêkanîna nîzamê, artêş dikare rola temînata pêvajoya derbasbûnê bicih bîne. Gelek pir û tengerê hene di navbera artêşê û navgîna ewlekariyê de. Ev pir gelek caran ji aliyê şefên serwîsên saloxdariyê ve tên sazkirin, mesela li Misirê Omer Silêman , li Cezaîrê general Mûhamed Tewfîq Medîne ev yek kir. Ev kes bi vê rola xwe karûbarên herî girîng ê pergala siyasî dimeşînin.

Li vir girîng e ku desteka bi tesîr a artêşên tunisî û misirî ya di serkeftina şoreşên her du welatan de were desnîşankirin. Weke piraniya rêveberên ereb ên di qişleya eskerî ya qesra serokatiyê re derbas bûne, Zeynel Abidîn Bîn Alî jî ji hestên bi coş ên mirovên bi kakî pir ditirsiya. Ji kêliya ku hilkişiya deshilatiyê di 1987an de, artêş neçar mabû hejmara eskeran daxe û ji hin derfetên madî jî feragatê bike, û herî dawî jî hin endamên payebilind ji wezîfê dûr bixe. Bûyera neronîkirî ya qezaya helîkoptera ku di 2002yan de bûbû sedemê mirina general Abdulezîz Skîk û gelek subayên din ên payebilind, wekî din bû sedem ku di navbera qesra Carthage û saziyê (2) de ewrên bi guman bi gewde bibin. Demeke dirêj dûrmayî ji biryarên siyasî, û heta, di salên desthilatiya Bourgîbayê de jî (1957-1987), artêşê dest werneda nav jiyana aborî ya welêt û bi awayekî xwezayî tevlî nava karên qirêj ên rizandina rejîmê jî nebû.

Esker di hemû karûbarên mezin ên welêt de dibin xwedî par, şirketên mezin birêve dibin, û di kabîneyên wezîran de jî cih digirin.

Herçi artêşa misirî ye, ew ji 1952yan ve, ango ji dema şoreşa subayên azad û vir ve li ser desthilatdariyê ye. Albay Cemal Abul Nasir, ku weke xwediyê 85 lîrayên misirî, mir, wî projeyeke pir bi coş a pêşveberina civakî û aborî ya ji bo welatî xwe û hemû cîhana ereban hebû. Îdeolojiya wî ya neteweperest ji ber vê yekê coşeke wisa mezin da gel ku, tevî têkçûnên wî yên di warê gerandina siyasî û binpêkirina azadiya derbirînê de jî gel lê borî ango ew efû kir. Xelefê wî Enwer Sedat bi xwe, ku ew jî ji nava artêşê dihat û heyranekî lîberalîzma di bin xizmeta burjûwaziya xwînmij de bû, çanda rizandinê bipêş xist û artêş jî bi xwe ve girê da : bi îmzekirina peymana Kamp Davîdê ya di 1978an de, piştî ku wî ji artêşê "serfiraziya" şerê cotmeta 1973yan ê li dijî Îsraîlê (şerê Kîpûr) dizî, îmtiyazên mezin ên aborî danê da ku wê berkevî (marjînal) bike.

Di deh salên dawî de, hêrs û kîna eskeran a li hemberî Mûbarek mezinbû. Artêşê rexneyên giran lê dikir ji ber ku wî alîkarek ji bo xwe tayîn nedikir, ku ev yek ji bo paşeroja welêt xetereyek bû, û ji ber ku wî bi serhişkî hewl dida ji bo xelefiya xwe kurê xwe Cemal (3) derne pêş. Artêşê ti rewatiya xelefiya kurê wî nas nedikir ji ber ku tiştekî wisa wê rola "qralçêkeriyê" ji destê wê deraniya. Axirî, serok dibû sedema kêfnexweşkirinê ji ber ku destûr dida derdoreke teng a karsazên ku bi aramanca zêdetir dewlemendiyê bi dest bixin li dora kurê wî dibûn çeper.

Rojên beriya hilweşîna rejîmê, cudahî û nakokî xwe didin der : di vê rewşê de divê artêş dîsa berdewam destekê bide Mubarek an jî wî neçarî îstîfayê bike? Lihevkirin giraniya xwe dide ser tercîha duyem, lê belê artêş weke ku hê jî dudil e ku serok ji wezîfeya wî bêpar bihêle. Daxuyaniyên amerîkî yên bitedbîr û carna jî nakok, hemû ji bo parastina heta kêliya dawî ya aramiya pergalê bû. Bîst û çar saetên dawî, di navbera 10 û 11ê sibatê de, hişt ku artêş li hemberî xwepêşandêran pir bi bêhnfirehî tevbigere û rê ji wan re veke da ku karibin bikevin nava hin avahiyên sembolîk ên deshilatiyê (Parlement û Qesra Serokatiyê), û bi awayekî van dezgehan weke sedema bingehîn a hilweşandina rejîmê bidin xuyakirin. Bi vê yekê re artêş careke din dibû xwedî rola "qralçêker"; lê belê, vê carê, wê xwe dikir sazûmankara tevahiya nîzama siyasî û xwe dixist bin barê avakirina pergaleke demokratîk. Destwerdana wê dihat hêvîkirin, lewre weke pêwist dihat dîtin ji bo parastina pêvajoya serûbinbûna navxweyî ya dengeyên herêmî û derveyî (Îsraîl, Dewletên Yekbûyî, welatên ereb û Îran jî) yên ku wê karibana bibin sedema jiberbirina pêvajoya derbasbûnê.

Ferqa mezin di xwezaya destewerdana eskerî de veşartî ye: li Tunisê, artêş ji bo gel biparêze dest werda rewşê; wê zext li Ezedîn Bin Alî kir da ku desthilatiyê berde û here, û jixwe dosta wî, Amerîkayê jî wisa dixwest. Artêşa misirî bi xwe, li destpêka bûyeran, hewl da giraniya xwe deyne holê ji bo ku valahiya ewlekariyê ya li kolanê dagire. Di pey re jî, ew ma bêalî, gava ku mîlêsên Mûbarek êriş birin ser xwepêşandêrên li qada Tehrîr. Erê, wê gule reneşandin ser girseya gel; lê belê wê rê li gulereşandina kesên din jî negirt. Herî dawî , wê biryar da benê xwe ji rejîma li ber mirinê qut bike û pergalê biparêze.

Li Cezaîrê, li bin serokatiya Houarî Bûmedîn (1965-1978) e ku rola siyasî ya fermandariya giştî ya artêşê, bi xwenîşandana Ewlekariya eskerî (SM), xwe îfade dike. "Qralçêker", ew bi xwe ye. Di her valahiya siyasî de, Ewlekariya eskerî (SM) dest wer dide da ku bavîtiyê bike ji bo nîzama ku bi awayekî bebiçav digihîje aramiyê, helbet eger mirov têkçûna 1991ê, û encamên wê yên kambax nehesibîne. Bêguman artêş bi xwe bû ya ku Abdulezîz Bûteflîka di 1999an de hilbijart. Lê belê îşaretên pêşî yên cudatiya navbera serwîsên saloxdariyê û artêşê di 2004an de xwe didin xuyakirin, gava ku yên pêşî li dijî serfernandarê giştî yê eskerî Mûhamed Lamarî, jinûve hilbijartina Bûteflîka organîze dikin. Weke ku Mustafa Mûhamed jî dinivsîne; "2004 xweserbûna serwîsên saloxdariyê û serdestiya wan a li hemberî artêşê (4, îfade dike)". Bi hatina Bûteflîka re bi temamî winda dibe hêviya rizgarkirina karûbarên siyasî yên ketine nav lepên serwîsên saloxdariyê yên ku êdî desthilatdar in. Artêş, bêî ku bibe sedema valahiyeke di nava sîstemê de, nikare xwe ji nava karûbarên siyasî vekişîne, lê belê ew bi xwe jî xwe nalivîne ji bo bicihanîna tiştekî ku karibe bibe destpêka pêvajoyeke demokratîk.

Di nimûneya Cezaîrê de, lihevgihandina navgînên eskerî û ewlekariyê, şîlobûna wan û kontrola wan a li ser siyasetvanan a bê fay zêde dike. Di vê modela "idéal" a securîtokrasiyê de, berpirsiyarên birêvebirinê, serok û hikûmet ji ber vê yekê zêde têkilî birêvebirinê nabin. Rewşa neamade ya muxelefeta sist û bêlebat jî dibe zemîn ku guherîn ancax dikare di nava sîstemê de bipêşkeve, lê belê kêm caran hatiye dîtin ku sazûmankarê nîzamê destekê bidin veguherînên ku zirarê bidin statuya wan bi xwe. Ji ber vê yekê niha hêviyeke heye ku weke aktor " gel " bi xwe bibe dînamîkeke ku rejîmê ji hev bixe, mîna ku ev yek li Tunis û Misirê îro xwe ji nû ve dide xuyakirin: ewê navgîna ewlekariyê û ya eskerî neçar bihêle ku biryarê bidin ka ewê guleyan bireşînin an jî nereşînin ser gel.

Li Libyayê jî, tevî şîlobûna pergalê, artêş pêvajoya sê dehsalên dawî hat berkevîkirin û "komîteyên şoreşger" hatin çalakkirin. Wargehên eskerî bi awayekî, surgunî çolteran hatin kirin da ku di wext de pêşî were girtin li her dilbijiyeke siyasî ya di nava gewdeya artêşê de. Rojên destpêkê yên perçiqandina xwînrij a ku fermana wê ji aliyê albay Qadafî ve hat dayîn, hin veqetîn çêbûn û zilamê wî yê xurt, general Ebû Bekir Yûnis Cebar, di bin çavdêriyê de bû. Xurtkirina sîstema ewlekariyê ya ku pala xwe dide yekîneyên taybet î dilsoz bi Qadafî re, wekî din bikaranîna eskerên kirêkirî yên afrîkî, nîşan didan ku dîktator ne tenê bi gelê xwe, her wiha bi artêşa xwe jî ewle nabin.

Piştî şoreşên li Misir û Tunisê, artêş niha hatiye pozîsyona diyarkirina şertên xwe ji bo vegereke ser deshilatiyê. Vê gavê, ti rewşeke şikbar a têkildarê dilbijiya wê ya ji bo deshilatiyê tine. Li Misirê, artêşê, weke dezgehekê, li ser biryareke kollektîf, bi palpişta serhildana gel mudexele kir, û vê yekê wê nehişta ku ew biçe wêdetirî sînorên ku wê ji xwe re destîşan kirine (5). Jixwe wê jî lez da xwe ku pêvajoyê vegerîne deshilatiyeke sîvîl.

Ev vegera li deshilatiyê muhtemelen wê bi peymaneke navbera sîvîl û eskeran pêk were, weke ku ev yek li welatên din jî wisa çêbû, û hişt ku esker karibin xwe ji êrişên bersivdanê xwe biparêzin (6). Di vê rewşê de artêşa misirî eynî weke li Cezaîrê, eger guherînek were rojevê, di encama muzakereyan de bi îhtîmaleke mezin ewê îmtiyazên aborî bi dest xwe ve bîne.

Çavkanî

Bassma Kodmani:
Gerînendeyê lêkolînê li Înîsiyatîfa Arab Reform; gerînendeya îcrakar Înîsiyatîfa Arab Reform.

1* Bi rasthatina civîneke siyasî di adara 2008an de ku bi beşdariya gelek endamên ewlekariyê û civaka sîvîl ji bo guftugokirina reformên vî warî ji aliyê ARIyê ve hat organîzekirin.

  1. Haydar Ibrahim, "Al amnocratiya fil sudan", berhemeke kollektîf a li ser "securîtokrasiyan" a ku bi erebî û ingilîzî wê were weşandin, Arab Reform Initiative, Amman, mijdar 2011
  2. Lêpirsîneke nû wê were vekirin, li gorî rojnameya Al-Sabah, Tunis, 22 çile 2011
  3. Cf. Virginie Collombier, "Egypt: the day before, the day after", Arab Reform Brief, février 2011, www.arab-reform.net
  4. Mustapha Mohamed, "Dewlet, ewlekarî û reform li Cezaîrê", wê derkeve (cf. note 1)
  5. Amr Abdelrahman, "Why fear the military?", Al-Masri Al-Youm, Le Caire, 17 sibat 2011, www.almasryalyoum.com/en
  6. Stéphane Boisard, Armelle Anders et Geneviève Verdo, "Amerîkaya Latîn a rejîmên eskerî", Vingtième siècle, n° 105, Paris, çile-adar 2010, rûp. 3-14

Wergera ji fransî: Baran Nebar